ÜMİT IŞIK / LÊKOLÎNEK LI SER FERHENGÊN KURDÎ (1655 -1990)

ÜMİT IŞIK / LÊKOLÎNEK LI SER FERHENGÊN KURDÎ (1655 -1990)

Ümit IŞIK / Öğr.Gör., Muş Alparslan Üniversitesi, Kürt Dili ve Edebiyatı Bölümü, e-mail: u.isik@alparslan.edu.tr

 

Kurte

Gelek lêkolîner, nivîskar, helbestvan, fîlozofên Kurd û yên biyanî, li ser ferhengên kur- dî xebat çêkirine. Ji xebatên ku hatine kirin kifş dibe ku li hemû herêman (herêma başur, herêma bakur, herêma Sovyetê hwd.) li ser ferhengên Kurdî xebat hatine çêkirin. Xebatên li herêma Sovyetê piranî bi alfabeya Kirîlî, yên ku li herêma başurê piranî bi alfabeya ‘Erebî û bi zaravayê Soranî, yên ku li Anadoliyê jî piranî bi alfabeya Latînî û bi zaravayê Kurmancî hatine çêkirin. Wekî din li ser zarvayên Zazakî(dimilî) û Behdini jî ferheng hati- ne çêkirin. Çêkirina ferhengên Kurdî ku em pê dizanin di sedsala 17. de bi lîsteya bêjeyên Kurdî Ewliya Çelebî (1611-1682) ve dest pê dike û di Seyehatnameya Ewliya Çelebî de cih girtiye (Cild 4. û 5.). Di derbarê ferhengan de em ê di maqaleyê de zêdetir agahî bidin. Bi vê nivîsê armanca me ev e ku xebatên li ser ferhengên Kurdî hatine çêkirin raxin ber çav  û bidim nasîn.

 

  1. Destpêk

Alfabe, rêziman û ferheng; sê stûnên zimanekî ne. Ferheng; xezîneya peyvên zima- nekî an jî zimanan e. Digel awayê gotin û nivîsandina peyvan rave dike û li gor rehê wan bi bingehî berhev dike, bikaranînên wan ên cuda nîşan dide. Bi rastî ferheng ne tenê peyvan di de nasîn çand û zimanê gel jî di de berçav.

Ferheng çêkirin karekî zor û zehmet e, bareke giran e. Digel xebat û lêkolînek dûv- dirêj cesaretê dixwaze. Himber evqas asteng û zor zehmet ji heya niha gelek zana û nivîskarên biyanî û yên kurd li ser ferhengên kurdî xebitîne. Têkilîya dîroka nivîsandin û çapkirina ferhengên kurdî bi dîroka fêrbûna zimanê kurdî re heye; her wisa têkilîya wê bi tarîxa komkirin û çapkirina nimûneyên folklorî û lîteratûra wan re jî heye. Li ser kom- kirina bêjeyan nimûneya herî pêşî, xebata Ewliya Çelebî (1611-1682)ye wextê ku di sala 1655an li herêma Kurdistanê derketiye gerê lîsteya bêjeyên kurdî çêkiriye. Peyra Ehmedê Xanî (1651-1707)bi navê Nûbehara Biçûkan ferhengek amade kiriye. Li ser ferhengan di lîteratûra Ewropeyê de xebata ewil a derheqê zimanê Kurdî gramatîka û ferhengoka Garzonî ye. Zimannasê bi ‘esle xwe polonî M.Auguste Jaba(1801-1894) Ferhenga Kur- dî-Fransî amade kirî. Di sala 1879an de li bajarê Petersburgê Alman Ferdînand Justî li ser vê ferhengê xebitî û çapkirî. Der barê ferhengan de xebata herî mezin bi deste nivîskar û zanayên Kurd li Kurdistana Iraq-Îran(başur) û li yekitiya Sovyetê hatin kirin. Li herêma Iraqê Gîwî Mukriyanî (1920-1986)ferhengeke gelek giranbaha û bi qîmet amade kirîye. Pişt re li herêma Rusyayê bi taybetî Qanatê Kurdo, Farîzov, Bakoev, Maksimê Xemo, P.Lêrx, M. U. Khamoian, A.Êgîazarov, Kurdoev û yên din min di maqaleya xwe de bi firehî daye nasîn.

 

Derbarê ferhengan de; Îsmaîlê Bayezîdî, Şêx Muhemmed Kerbelayî, Yusif Ziyaed- dîn Paşa (?-1819), M.Emîn Bozarslan, Gîwî Mukriyanî, Joyce Blau, Muhammed Xal, Cegerxwîn, Musa Anter, D.Îzolî, Eli Seydo Gewrani Ferhenga Nûjen, Muhemed Cemil Seyda bi navê Qamûsu’l-Heyat Ferhenga Jîn, Kemal Celal Xerîp bi navê Ferhenga Zan- yarî, Maruf Karadaxî Merdux Ferhenga Çandiniyê, Sadiq Safîzade Borrekayî bi navê Ferhenga Med, ‘Ebdulrrehman Şerefkendî(Hejar), Awrang Murat, Şêx Mardux, Abdul- rahman Muhammed Emin Zebihi, bi navê Qamusî Zimanî Kurdî Muhammed Xal bi navê Ferhengî Xal, Teyfîq Wehbî û Kurdzanê Îngîlîz Cecil John Edmons, Malmîsanij xebitîne û Celal Muhammmed Alî bi navê İdiom Le Zimanî Kurdî, Sadiq Bahaeddîn bi navê Îd- yomêt Kurdî li ser îdyomên Kurdî xebitîne. Wekî din min di navbera salên 1655- 1990an de 45 heb ferheng peyda kir û di xebata xwe da ez ê behsa wan bikim û bidim nasîn.

  1. Geryanek Li Ser Ferhengên kurdî (1655 -1990)

Ewliya Çelebî di sala 1655an de li Kurdistanê derketiye gerê û tiştê ku dîtiye yan jî seh kiriye nivîsiye. Ger û maceraya Kurdistanê, di berhema seyehatnameyê, cilda 4. û 5. de cih girtiye. Ewliya Çelebî lîsteya peyvên Kurdî komkirî. Lîsteya peyvên ku ji aliye Ew- liya Çelebî ve hatiye amade kirin di warê zimannasiya dîrokî ya Kurdî de ya herî balkêş

  1. Ev xebat bê guman di sedsala 17. de çavkaniyek herî girîng e û bala gelek zimannasan kişandiye. Li ser peyvên Kurdî xebata herî pêş e. Lîsteya peyvan li gor çend zaravayan hatiye nivîsîn. Martîn van Bruinessen di nivîsa xwe ya Onyedinci yüzyılda Kürtler ve dilleri: Kûrt lehçeleri üzerine Evliya Çelebinin Notlari de çend mînak wiha nîşe kirîye.

Zaravayê Sorani

Av: su –Garz: ave (açıktır ki burada yalın halde değil isim takı almıştır: avê);Ziya: (ÜI) (av); W&E: aw.

Bezi: koyun- Garz. : paz (pez); Ki. : pass (pez); Ber.: poz (poz); Jaba: pez (pez); W&E: pez.

Bizen: keçi-Garz: bzn (bizin); Ki. : bissinn (bizin); diğer bütün kirmancî lehçelerinde de aynıdır; W&E: biz “keçi”, bizin “dişi keçi”.

Bîn: getiri – Ber. : bina (bina); Jaba: bine (bine), birçok kuzey lehçesinde aynıdır; güney lehçelerinde, bibe ( birdin).

Çar: dört – bütün lehçelerde aynıdır.

Çendek: bazı (Evliya tarafından tam karşılığı verilmemiştir) – Jaba: tchendeki (çen- dekî). Karş. Garz. : cian (çen), “ne kadar”; Ziya çend; W&E:chende (çendi)- “bazı”.

Dazde: oniki – Garz: duanzdah (duwanzdeh); Ziya: (dwazde);Jaba: devazde (diwaz- de); Rhea: danzdah (danzdeh); W&E: dûwanze. (Martin van Bruinessen, 1985: 23).

 

Diğer kelime ve deyimler (değişik lehçelerden)

Alişan: şanlı, muhteşem (Cizre ve Bitlis’in kürt beylerine (xan)Osmanlı sultanları tarafından verilen ünvandır).

Baran: baran dibarê “yağmur yağıyor” – Bütün lehçelerde

Bejnik: boyun” (muhtemelen. bejn “endam, boy”ın küçültme ekialmış şeklidir) – Garı. : bezn (bejn); Ziya: (bejn); Jaba: bejin; W&E: bejn.

Berdan: berdanê, salıvermişler – Ziya: (berdan)Jaba:berdan; W&E:ber dan.

Çarik: şal (Evliya “kuşak” olarak çevirir) – Garı. : ciark (çarik)”bayan şalı veya pelerini”; Jaba: tcharik (çarik)- “turban, başörtüsü»; W&E:çaroke-”şal !_ka_?ınların

~muzlarına doladıkları ve alt bölümü bir şeyler taşımakıçın kullanılan ortu)”. Bahdi- nan’da, çarok W&E’nin sözünü ettikleri şal anlamındakullanılır; diğer kuzey kelime lis- telerinde bu kelimeye rastlanmaz.

Dari: karanlık, koyu – Bütün Kirmanc1 kelime listelerinde sadece tari(W&E:tarik) bulunur; ancak bazı lehçelerde /t/ çok güçlüdür.

Dur: uzak – bütün lehçelerde aynıdır.

Eman: insaf, aman, rahmet, magfiret – Ziya: (eman)- “ınsaf, aman dilemek”; Jaba: eman; W&E: eman, aman – “imdat, insaf!”. (Martin van Bruinessen, 1985: 27).

Ferhenga Ehmedê Xanî di sala 1683an de bi navê Nûbehara(Nûbihara) Biçûkan bi Kurdî-Erebî-Kurdî ji bo zarokên kurdan çêkiriye. Ferhenga menzûm a yekem e. Berhema Ehmedê Xanî herî pêşî bi deste Edebiyetnas, filolog û ‘alimê kurdan Yusuf Ziyaeddîn Xalîdî, bi navê El-Hediyyetu’l Hemîdiyye fi’l luxeti’l-Kurdiyye li Stenbolê hatiye çap- kirin. Cara duyem di sala 1908an de ji aliyê Lecog ve di nav xebata “Tekstên  Kurdî”   de li Berlînê hatiye weşandin. Di xebata Xalîdî de kurtnivîsara gramatîka Kurdî, çend helbestên Ehmedê Xanî û ferhengoka Ehmedê xanî hatine çapkirin. Ferhengok xeberên zarê kurmancî tîne ber çavan. Di fêrbûna zimanê Kurdî de edebiyata Kurdî ya klasik de qîmeta vê berhemê gelek e. Ev berhema ku derbarê perçeyê navê wê yê yekemîn de gelo ev nav bi wateya demsalê “Nûbehar” e an jî bi wateya fêkiya nû “Nûbar” e fikrên jihev- cuda hene û ev nav wekî “Nûbihar”, “Nûbehar” û “Nobar” jî tê nivîsandin û bilêvkirin, di sala 1683an de menzûmkî hatiye amadekirin. Beytên destpêkê û yên beşa yekemîn bi tevayî kurdî ne. Qismê ferhengê ku bêje û termên ‘erebî û kurdî tê de hatine rêzkirin û pêşberkirin ji qismê duyemîn dest pê dike. Bêje û têrmên ferhengê çawa ku wekî ‘ere- bî-kurdî hatine rêzkirin, wekî kurdî-‘erebî jî hatine rêzkirin. Ji ber vê berhem herçiqas ‘Erebî-Kurdî tê hesibandin, ewqas kurdî-‘erebî jî ye. Lê di îfadekirin û bihevxistina bêje û têrman de zimanê vegotinê kurdî ye. Bi vî awayî, ji bilî bêjeyên kurdî yên ku bi yên ‘erebî re hatine pêşberkirin gelek bêje û îlaweyên kurdî yên bi serê xwe jî derketine holê.

 

Hinek ji pêkerên vê berhema ku Xanî dibêje min ew “ji bo zarokên Kurmancan” çêkiriye digerînin girîng ev in: Bi giştî yekemîn ferhenga kurdî ye. Bi vî awayî ferhengnivîsiya kurdî bi ferhengek menzûm a hînkerî/dîdaktîk dest pê kiriye. Ev ferheng ji dema Xanî û pê ve di medreseyên kurdan de wekî kitêba dersê hatiye xwendin û jiberkirin. Bi vî awayî, mengî û armanca şa’irê me ku zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdeyê, bi saya vê fer- hengê qismî be jî hatiye cih. Bêjeyên ku di beytên vê behremê de wekî ‘erebî-kurdî yan jî kurdî-‘erebî hatine pêşberkirin ne bi awayekî rasthatî û bêrêbaz, belkî li gorî têfikirbîna hinek mijarên diyarkirî hatine hilbijartin. Xanî di çarçoveya vê têfikirbûn û hilbijartinê de di tespîtkirina mijaran û girtina wan a dest de rêbazên ji nêz ber bi dûrve, ji tiştên hêsan ber bi tiştên zor ve, ji tiştên ku tên zanîn ber bi tiştên ku nayên zanîn ve û ji tevahî ber  bi perçeyan ve bi awayekî serkeftî sepandiye û bergehek pedagojîk pêşan daye ( Kurdo, 1960: 15; Yıldırım, 2008: 9-73).

Hemşerî û xwendevanê Ehmedê Xanî Îsmaîlê Bayezîdî (1655-1710) bi navê Gulzar, Kurdî-Erebî-Farsî ferhengek çêkiriye. Ferhenga menzûm a duyem e. Ferheng piranî bi devokên Colemêrgê û Bayezîdî hatiye nivîsandin. Bêje û termên nûser cih girtiye û wekî nûbehar ê di medreseyan de kitêba dersê hatiye xwendin (Yıldırım, 2008: 73).

Garzonî her wisa ji, Kurdnasê pêşîn e ku li ser rêzmana Kurdî xebitîye û di sala 1787an de li bajarê Roma bi navê Rêzman û Ferhenga Kurdî çapkiriye û xwe daye nasîn. Piştî ku 60 sal ji ser berhema Rêziman û Ferhenga Zimanê Kurdî derbaz dibe li ser zimanê kurdî ji vekolînên zanîstî yên ewil yekî ji alîyê zimannasên almanî E. Rödîper û A. F. Pott ve tê nivîsîn. Ev her du zimannasên almanî yên navdar berhema bi navê “vekolînên li ser Kurdan” (Kurdische Studien) nivîsandine. Yanê cara ewil têgiha “vekolînên li ser Kur- dan” di vê berhemê de hatîye bikaranîn paşê jî bi taybetî di sala 1934an de li Yêrîwanê bi kongreya I. a Kurdolojîyê ve êdî peyva Kurdolojîyê jî di çavkanîyan de tim tim cih girtîye û hatîye bikaranîn. Di vê pirtukê de beşa ferhengê 220 rûpel e û 4600 peyv tê de cih girtine (Rohat, 1991: 5-10).

Di sala 1787an de li çarlık Rusyayê Alman P.S.Pallas bi navê ferhenga muqayeseya hemû ziman û zaravayan xebatek çêkiriye. Ev ferheng li çarlık Rusyayê li ser Kurdolojî xebata herî pêş e (Rohat, 1991: 5-6).

Zimannasê bi esle xwe polonî M.Auguste Jaba Ferhenga Kurdî-Fransî amade kirî. Di sala 1879an de li bajarê Petersburgê Alman Ferdînand Justî li ser vê Ferhengê xebitiye û çapkiriye. Lê F. Justî xeber ji xebatên Rîç, Klaprot, Xozdko, Lêrx û yên din ve îstîfade kiriye û li ser ferhenga A.Jaba zêde kiriye. Despêkên vê ferhengê ji alfabeya ‘erebî û wer- gera latînî ya ne sîstematîk pêk tê. (Chylet, 2003: X). M. A. Jaba ferhengên kurdî-fransizî, fransizî-rûsî-kurdî, û Kurdî-Fransizî-Rûsî nivisîbûn. Wî ev ferheng ser hîmê têkstên kurdî yên edebiyatî, folklorî û tarîxî çêkiribûn. Ferze bêjin, ku di vê xebatêda zanayê kurdî Mela Beyazêdî û ronayîperwarê kurd Ahmed-Xan arîkariya A.Jaba kiribûn (Kurdo, 1960:17). Ferhenga M. August Jaba a kurdî-fransî “Dictionnaire Kurde-Français“ ku di sala 1879an de li St-Petersburg derketibû û di demek dawî de di sala 2014an de di nav we- şanên Avestayê de derket. Ferhenga ku wek xwe di rêza Re-Edisyon de çap bûye bi pêş- gotina Salih Akin dest pê dike. Akin balê dikşîne ser van xalan: “Ferhenga Kurdî-Fransî ya Auguste Jaba di pêşveçûna ferhengnûsiya zimanê kurdî de jî xwedî cihekî taybet e. Mirov dikare ferhengê bi hêsanî wek pêngaveke girîng di ferhengnûsiya kurmancî de bi- pejirîne. Ji ber ku berê Jaba tenê du ferheng têne nasîn. Yekemîn ferheng ji aliyê Ehmedê Xanî ve di 1684ê de hate çapkirin. Duyemîn ferheng jî ji aliyê keşîşê katolîk Maurizio Garzoni ye ku di sedsala 18ê de Romayê ew şandiye Mîrnişîna Behdînan tê çapkirin. Ev her sê ferheng û taswîrên zimanê Kurdî ku li xwe digrin ji aliyê lêkolînên kurdnasiyê ve wekî referans têne qebûlkirin. Ew ji bo zimanê Kurdî belgeyên herî pêş û yên herî berbi- çav in. Beşdarbûna zanayên ewropî di destpêkê de gelekî karîger e û rola wan a mezin di danasîna zimanê kurdî de derdixe holê (A.Jaba, 1879: III-IV).

Ferhenga Yusif Ziyaeddîn Paşa, di sala 1892-94an de bi navê El-Hediyyetu’l Hemîdiy- ye fi’l luxeti’l-Kurdiyye li Stenbolê çapkiriye. Ew dema ku hakimê Mûtkî ya Bedlîsê bû ferhenga xwe bi alîkariya hin zana û melayên Kurdan nivîsiye. Ferheng bi zaravayê de- voka Mutkî û bi ‘eslê xwe Kurdî-‘Erebî ye. Ev ferheng ji aliyê Mehmed Emîn Bozarslan ve hate wergerandinê Tirkî û di sala 1978an de li Stenbolê ji aliyê weşanên Çirayê ve bi navê Kurdî- Tirkî hate weşandin. Di ferhengê de nêzê 5.000 peyv cih girtiye. Çapa dûyem ji aliye Dr.Muhammed Mukrî ve di sala 1987an de li Beyrûtê tê çap kirin (Yıldırım, 2008: 75-76; Burkay, 1991: 6; Chyet, 2003: X).

Şêx Muhemmed Kerbelayî bi navê Mîrsadu’l-Etfal/Şehranê Kodekan di sala 1912an de ferhengek Farsî- Kurdî nivîsiye. Ferhengê de 1350 peyv cih girtine û di bin tesîra ber- hema Nûbehara Biçûkan de maye û beyta dozdemîn de nîşe kiriye (Yıldırım. 2008: 76).

Der barê ferhengan de xebata herî mezin bi deste nivîskar û zanayên Kurd li Kurdista- na Iraq-Îran(başur) û li yekitiya Sovyetê hatiye kirin. Li Kurdistana Iraqê Gîwî Mukriyanî di sala 1950an de bi navê Rehber ferhengek Erebî–Kurdî derxistî. Ferheng 400 rûpel e û nîşên rêzimanî dide nasîn (Chylet, 2003: XII). Ferhenga ku Gîw Mukriyanî piştî xebatên dûr û dirêj di sala 1999an de li Başûrê Kurdistanê bi tîpên Aramî çap kir îcar jî Enstîtuya Kurdî ya Amedê piştî keda sê salan vê ferhenga ku peyvên hemû zarava, devok, heremên tê de hene çap kir. Di ferhengê de nêzikî 65.000 peyvên Kurdî hene û çavkaniya wan peyvan di kêleka wan de hatine nivîsandin. Wekî nimûne erde, erdelanî ye; peh, pehlewî ye; bak, bakurî ye; meh, mehabad e; za, Zazakî(Kirdkî, Kirmanckî) ye; çî, çiyayê Kur- manc e. Ev ferheng li ser 185 referansan hatiye amadekirin. Ferheng bi giştî 1344 rûpel e. (http:www.ufkumuz.com). Di ferhenga Qanatê Kurdo de behsa ferhenga Gîwî Mukriyanî hatiye kirin:

“Ferhenga Gîwî Mukrîanî ya kurdî-farsî-erebî-fransizî-înglîsî weke 130 belgin. Tê da kêm û hindik melûmetîyên gramatîka zimanê kurdî hatine nivîsandinê. Ev ferhenga wî bi tomerî ya xeberên têmatîkîne. Têda lêksîka rêncberîya-gundîtîyê ya zaravê kurdî soranî hatîye nivîsandinê. Têda wusa jî navê parên (beşên) can, navê xwarinê, yê fêkî, yê dar û diraxtan, navê cilan, yê heywan û teyrên malî û hovî, termînê xizmîyê hatîne nivîsandinê. Hemû xeberên kurdî bi herfên erebî û trankrîpsîya latînî hatine çapkirinê. Ferhenga Gîwî Mukrîanî ya ‘Erebî –Kurdî ku sala 1950 hatîye çapkirinê, ferhengeke gelek giranbaha  û bi qîmete. Ev ferheng qasê çar sed pere. Têda lêksîka zaravayê kurmancî, yê zaravên kurdên nehîyên Silemaniyê, Hewlêrê, Rewandizê, Kermanşahê û Senendecê hatîye çap ki- rinê. Xwedînivîs hemû xeberên zani bûn, kirine nav ferhenga xwe. Ewî(Wî) hemû xeberên erebî rast wergerandîye ser zimanê kurdî û di tercima wîda şik tune. Ewî(di wê) ferhen- gêda hemû fikirên xeberên erebî bi kurdî nivîsîne, lê rex xeberên erebî, yên ku gorî wan tune, ewî fikira(vêca) wan bi kurdî şirove kirine. Di ferhengêda gelek xeberên sînonîmî yên cur-cure zaravên kurdî hatine nivîsandinê.”. (Kurdo, 1960: 20).

Di sala 1957an de I.O.Farizov ferhengeke bi zimanê Rusî-Kurdî li Moskovayê çêki- riye. Der dorê 30.000 peyv cih girtiye û 781 rûpel e. Di sala 1994an de Mehmet Demir ferhenga Farizov wergerê Tirkî- Kurdî dike û li Enqerê weşanxaneya Özge ve wedişîne. Ferheng bi her du zimanan jî peyvan dide nasîn û kandîdatê ilmê û tarîxî ye. Bi alfabeya latînî hatiye amede kirin. Di frehengê de xeberên xelet hene:“ Ferhenga Î. O. Farîzov ser hîmê xeberên kurdên Ermenîstana Sovêtî hatîye çapkirinê, lê bi herfên kurdên Sovêtê ne hatîye çapkirinê, bi herfên latînî yên kurdên Sûrîyê çap bûye. Di pêşgotina ferhengêda Î.O.Farîzov dinivîse, ku bona çêkirina ferhenga xwe ewî edebyeta kurdî ya sovêtî û de- reve(bîyanî) daye xebitandinê. Lê matêrîalê ferhengê nişan dike, ku ewî ev kanî nedane xebitandinê. Di ferhenga wîda gelek xeberên rûsî hatine tercimekirinê ne ku bi wan xe- berên kurdî, yên ku edebyeta kurdîda hene, lê hatine tercime kirine yanê bi xeberên teze çêkirî, yan bi şirokirinê, yanê jî bi arîkarîya xeberên biyanî(dereva), yê ku bi herfên kurdî hatine nivîsandinê. Ji wê der di ferhengêda gelek tercimên nerast û xelet hene.”. (Kurdo, 1960: 22).

Ferhenga Ç. X. Bakoev ya kandîdatê ilmê fîlolojî yê ye, di sala 1957an de bi zimanê Kurdî-Rusî hatiye çapkirin. Ferhenga Ç. X. Bakoev, ya ku bi redaktoriya akademik Îosîf Abgarovîç Orbêlî hatiye çapkirin, ferhengeke ji ferhengên zarê Kurdên Ermenîstanê çêtir û baştire. Ew, qasî 14 hezar xeber hene. Hemû tercumeyên wê rastin û bi piraniya xwe ve bê şikin. Di vê ferhengêda xeysetnivîsa xeberan ya gramatîkê hatiye nîşan kirin; ev şixulekî baş e, çimkî di ferhengên pêşînda xeysetnivîsa xeberan ya gramatîkî ne dinivîsîn. Ferhenga Ç. X. Bakoev de bi nîşanên minasib katêgorîya nava ya eslî jin û mêr, ya lê- kerên derbazbûyî û yên derbaznebûyî û binyatên wan hatine nîşankirin. Bi alfabeya kirilî hatiye nivîsandin (Kurdo, 1960: 22).

Sîyabendov A.Çaçanî di sala 1957an de ferhengeke Ermenî-Kurdî li Rewanê çap kiriye. Di ferhengê de nêzê 23.000 peyv cih girtine. Bi alfabeya Kirilî hatiye nivîsandin. Emîne Evdal ferhengek ji bo rastnivîsê çêkiriye û di sala 1958an de li Rewanê çap kiriye. Nêzê 7.000 peyv cih girtine û bi alfabeya kirilî hatiye nivîsandin (Burkay, 1991: 6; Yıl- dırım, 2008: 79).

Li Kurdistana Sovyetê di warê ferhengê de gellek xebatê hêja û duvdirêj hatiye çêki- rin. Prof. Qanatê Kurdo du ferhengên bi zimanên Kurdî-Rusî amade kiriye. Yek alikariya Zera Usiv bi zaravê Soranî ya din jî bi zaravê Kurmancî nivîsiye. Nêzîkî 34.000 peyvan cih girtiye. Her du jî di sala 1960an de li Moskovayê hatiye çapkirin. Gramatîka zimanê Kurdî li rex ferhengê kurt hatiye rêzkirinê. Qanatê Kurdo, kandîdatê zanîstî yê fîlolojiyê, çekiriye û li hev aniye:“Di ferhenga xweda min lêksîka jîyînê, ya rêncberîyê (gundîtîyê), ya edebyetîya zimanê nika (êsta) û ya rojname û kovarên bi zarê kurmancî nivîsîne û çapkirine. Ez xerêq bûm, ku xeberên kurdan yên tomerî bikim nav ferhengê. Min xeberên nizamîya cime’tî yên jîyîna kurdan li qurna XIX kirine nav ferhenge xwe. Min têrmînên dîn û pûtperestîyê, yên kevn ku folklorêda hene, kirine nav ferhengê. Xên ji wê yeke min xeberên ji ber zimanê cirana (cînaran), yên înglîsî, fransizi û rusî, yên ku zûda ketine nav zimanê me, kirine nav ferhengê. Min wisa jî têrmînên ulmî (zanîstî), yên cime’tî ku zûda di edebyeta meda heneî kirine nav ferhengê. Min wisa jî xeberên tercimekirî yê nêologîzmê, ku vê axirîyê ketine nav edebyeta me, kirine nav ferhengê.” (Kurdo, 1960: 23).

Di ferhengê da navên qebîleyên kurdan, navên miletên rojhilata nêzik, navên meri- van, yên ku fîkra wan xweserî heye, navên şehran, navên çiya û çeman û yên welatan cih girtine. Ji bo amedekirina vê ferhengê materyala edebiyatê, yê folklorî, yên ferhengên kurdî hildaye. Q.Kurdo ji bo amedekirina vê ferhengê ji nivîsên A.Jaba, A.Sosîn, P.Lêrx, H.Cindî, R.Lêsko, Cerdîn û Soûn îstifade kiriye (Kurdo, 1960: 23).

P.Lêrx di sala 1858an de ferhengoka Kurdî-Rûsî li ser hîmê zarên kurmancî û zaza çêkirî û li Rûsya yê çapkiriye. P.Lêrx di ferhengokê de xeberên Kurdî û yên zimanê Îranî yê cuda beranberî hevkirine. Ferhengoka P.Lêrx de gelek meselên Kurdî nerast û xelet tercimekirî hene. Xên ji vê yekê nivîsandina P.Lêrx ya xeberên bi fonetîkî giştî nebaş e  û nerind e. Lê ferhengok di wextê xwe da gelek bi qîmet û giranbiha bûn ji bo hînbûna zimanê Kurdî li Rûsistanê da (Kurdo, 1960: 16).

S.A.Rêh di sala 1870an de gramatîka kurt ya zimanê Kurdî çapkirî. Di Gramatîka xweda ferhengoka Kurdî-Îngîlîzî nivîsiye û di ferhengokê de qasî 1.600 peyv cih girtiye. Albert Socin di sala 1890an de ferhengoka Kurdî-Almanî çapkiriye. Xeberên Kurdî bi tîpên ‘erebî nivîsiye û paşê transkrîpsiya wan bi tîpên latînî daye. A.Êgîazarov di nivîsara xweda metnên Kurdî aniye berçavan û tercuma wan bi zimanê Rûsî raste rast nivîsiye. Peyra ji wan metnan ferhengokên Kurdî- Rûsî û Rûsî- Kurdî çapkirine. Ferhengoka pêşî de qasî 3.000 xeber hene, ya paşî de qasî 4.000 xeber hene. Ev ferhengok xeberên zarê Kurdên ‘Erîvanê tînin berçav. Soûn, di sala 1913an de ferhengoka Îngîlîzî-Kurdî di gramatîka xwe da çapkiriye. Di ferhengokê de nêzê 4.000 xeber cih girtiye. Xeberên ku di ferhengê de nêzikbûn û dûrketina lêksîka zarên Kurdî yên bakur nîşan dike. Ferhengoka Soûn pêşî xeberên Îngîlîzî peyra yên Kurdî hatine nivîsandinê. Fosûm, di sala 1919an de ferhengoka Îngîlîzî-Kurdî di gramatîka xwe da çapkiriye. Fosûm ji bona hînbûna zarên Kurdî çêkiriye. Di sala 1922an de Cerdîn gramatîka zimanê kurmancî ya kurt çapkiriye. Di Gramatîka xweda ferhengoka Îngîlîzî-Kurdî nivîsiye. Tê da nêzê 4.000 peyv hene (Kurdo, 1960: 17-19).

Kanat Kalashevich Kurdoev di sala 1960an de li Moskovayê ferhengek bi Kurdî-Rûsî çap kiriye. Di ferhengê de 25.000 peyv cih girtiye û 890 rûpel e. Peyvên ku bi zaravayên Behdînanî û Soranî hatiye nivîsîn piranî ji fergengan Jaba û Justî îstîfade kiriye. Di nava ferhengên Kurdî- Rusî de ya herî fireh e (Chyet, 2003: X).

Cegerxwîn, Ferhenga ‘Erebî-Kurdî di sala 1962an de çêkirîye. Ferheng ji du cildan pêk tê, cilda yekem 319 rûpel, cilda dûyem jî 251 rûpel e. Li Bexdayê tê çapkirin (Akin, 2013: 61).

Kurdnasê Fransî Joyce Blau di sala 1965an de bi navê Ferhenga Kurdî-Fransî-În- gîlîzî bi sê zimanan ferhengek çêkiriye. Ferhenga Joyce blau di sala 1975an de ji aliyê Dr.Şivan ve li Tirkî hate wergerandin. Ev ferheng di weşanên şivan de hatiye weşandin. Xwendekarê Joyce Blau, Kamûran Bedirxan di berhevkirina ferhengeke edebî-kurmancî de hinek zû xebat kiribû. Peyvên di nava ferhengê de ne bi giştî li ser mijarên modern in û ji kovarên Kurdî yên salên 1930-1940an hatine qeydkirin. Ev berhema heman kesî, ji analîzên li ser zimanî, wergerên fransizî û ji metnên folklorê pêk tê. Digel van di salên 1967-1968an de Jobal Sirjarin hin materyalên di derbarê Kurmancîya jêrîn de, ku li Ame- dîya Başûrê Kurdistanê (Îraq) li herêma yêzidîyan civandiye jî di nav vê ferhengê de cih girtîye. Di vê berhemê de behsa hin ferhengnivîsan jî tê kirin. Ev pirtûk di warê Kurdan û zimanan de berhemeke girîng e (Chylet, 2003: XI).

Kurdnasekî Amerîqa yê Prof.Ernest N.McCarus li ser devoka Kurdiya Silêmaniyê Ferhenga Kurdî-Îngîlîzî çêkiriye. Bi alfabeya ‘Erebî hatiye nivîsandin (Burkay, 1991:5).

Muhammed Xal, bi navê Ferhengî Xal ferhengeke Kurdî-Kurdî amade kiriye. Ev fer- henga ku navê nivîskarê wê li ser e, yekemîn ferhenga Kurdî ya yek zimanî ye. Ferheng sê cild e û tê da bêjeyên Kurdî dîsa bi zimanê Kurdî tên îzah kirin. Di salên 1960, 1964 û 1976 li Silêmaniyê tê çap kirin (Akin, 2013: 61).

Abdulrahman Muhammed Emin Zebihi, bi navê Qamusî Zimanî Kurdî bi Kurdî-Kur- dî ferhengek amade kirîye. Ferheng deh cild e û heya niha du cildê wê di nav weşanên Akademiya Kurd a Zanistiyê de hatiye weşandin. Di salên 1977 û 1979ê li Bexdayê     tê çapkirin. Bi alfabeya ‘Erebî nivîsiye. Kemal Celal Xerîp, di sala 1974an de bi navê Ferhenga Zanyarî bi ‘Erebî-Îngîlîzî-Kurdî ferhengek amade kiriye. Bi alfabeya ‘Erebî nivîsiye, di sala 1975an de jî li ser ferhenga zanyarî ya wênedar xebitiye. Maruf Karadaxî Merdux, Ferhenga Kurdî-Kurdî a Çandiniyê çêkiriye û di sala 1972an de wek du cild çap bûye. Di her du cildan de nêzê 7.000 peyv cih girtine. Ferheng bi alfabeya ‘Erebî û tê de navên nebatan, navên berên cotemenî û navên ajalan jî hene. Dr. Abdurrahman Abdullah li ser bêjeyên xweşiyê ferhengek derxistiye. Celal Muhammmed Alî bi navê İdiom Le Zimanî Kurdî di sala 1982 an de ferhengek derxistîye. Ferheng 504 rûpel e û biwêjên cur bi cur li gor alfabeyê hatiye rêzkirin (Burkay, 1991: 5; Yıldırım, 2008: 101-103).

Li Kurdistana Îranê Şêx Mardux di sala 1955-1957an de bi sê zimanan Kurdî-Ere- bî–Farisî ferhengek çêkiriye û li Tehranê çap bûye. Ev ferheng du cild e û nêzê 25.000 peyvan cih girtiye. Bi alfabeya ‘Erebî hatiye nivîsandin. Awrang Murat di sala 1968an de bi Kurdî-Farisî ferhengek amade kiriye. Ferheng ji 12.500 peyvan pêk tê û bi alfabeya ‘Erebî hatiye nivîsîn. Sadiq Safîzade Borrekayî di sala 1982an de bi navê Ferhenga Med bi Kurdî-Farsî ferhengek çêkiriye. Ferheng bi alfabeya ‘Erebî hatîye nivîsandin. ‘Eb- dulrrehman Şerefkendî(Hejar) bi nave Ferhengî Kurdî- Farisî ferhengek çêkiriye. Çapa yekem di sala 1990an de çapa duyem 2002an de li Tehranê hatiye çapkirin. Nêzê 60.000 peyvê Kurdî berhev dike û ji du zaravayên Kurdî, Kurmancî û Soranî pêk tê. Ferhengên Kurdî ku li Îran û Iraqê hatine çapkirin tevahî bi tîpên erebî û zaravayê Soranî hatine çêki- rin. Ji bo vê yekê Kurdên Tirkiyê zêdeyî îstîfade nakin (Yıldırım, 2008: 99-103; Burkay, 1991: 5).

Ji Kurdistana Iraqê zimannasê Kurd Teyfîq Wehbî û Kurdzanê Îngîlîz Cecil John Ed- mons, bi navê A Kurdish-English Dictionary bi hevra Ferhenga Kurdî -Îngîlîzî amadeki- rine û di sala 1966an de li Londonê hate çap kirin. Di ferhengê de 10.000 peyv cih girtiye. Ferheng di sala 1996an de dîsa tê çapkirin. Ev ferheng di sala 1970an de di nava weşana zanîngeha Oxfordê de jî derketî. Bi alfabeya Latînî hatiye nivîsandin (Akin, 2013: 61; Yıldırım, 2008: 100).

Ferhenga Musa Anter bi Kurdî-Tirkî di sala 1967an de li Stenbolê hatiye çapkirin. Musa Anter di sala 1963an de li Enqerê di bendexana Mamakê ya leşkeri hucreya ‘I’ de dest bi nivîsîna vê ferhengê kiriye. Di rêzkirina vê ferhengê de hevalekî wî ji Hewlêrê Cemal Alemdar alikariya wî kiriye. Gelek di zorî, nexweşî û şertên dijwarî de nivîsiye. Ferheng ji 11.000 peyvan pêk tê. Vê ferhengê ji bo hevalê xwe yê Faîk Bucak ku li rihayê hatiye şehîd kirin diyar kiriye. Di pêşgotina ferhengê de bahse astengiya xwe kiriye: “Ge- lekî di zorî, ne xweşî û tuneye da min ev ferheng nivîsî. Li ber çava ferhengek kevn nînbû û bi serda jî ez de bendexanê, qul û qulêra da bûm. Ji ber vê yeke, wê kêmaî û ne li rêyê min hebin. Ji xwe ferheng, bi jînêra dighin û distewin. Ev ferhengêd xelkê î pêşda, 10-15 caran hatine çapkirin û de her carê da kêmaî û ne li rêzî û ne li rêyên wan, rast kirine. Go ez mam sax, yan xwedyêddin, hey bi caran ji nûda emê vê ferhengê çap bikin. Wekîdin ez bahwer dikim ku ev ferheng, ji welatyên min î Tirkîyê ra sûde (fêdeye). Ji nêzîk va zanim go bi milyona velatî ji ber go ji zimanêhev nizanin, bir kulin. Bi vê ferhengê û bi pey vê da a go ezê çap bikim (Ferhenga Tirkî- Khurdî) go piçkokî kulêd wan sivik bibin, ezê pir baxtiyar bibim. Zanînekî vekirîye go mirov bi zarê hev nizanibin hînî hev nabin.” (Anter, 1967: 4).

Sadiq Bahaeddîn bi navê Îdyomêt Kurdî di sala 1973an de ferhengek Kurdî-‘Erebî çêkiriye. Ev ferheng ji bo zaravayê Behdînan berhemek hêja ye. Bi alfabeya ‘Erebî û bi Kurmancî nivîsiye û 160 rûpel e (Yıldırım, 2013: 69; Chyet, 2003: XII).

Margaret Khan bi navê Kurmanji-English, English-Kurmanji Lexicon ferhengek Kur- dî- Îngîlîzî, Îngîlîzî- Kurdî amade kiriye. Di sala 1974an de li Ann Arbor University of Michiganê hatiye çap kirin. Ev lîsteya peyvan li derdorê Amedê, Farqînê(Sîlvan) ji aliye Margaret Khan ve hatiye kom kirin ( Chyet, 2003: XIII).

Ferhenga M. U. Khamoian Kurdî- Rusî di sala 1979an de hatiye amade kirin. Ev ferheng di nava ferhengên biyanî de têgeh û îdyomên pisporî cih girtiye. Ji bo têgehên folklorî jî berhemeke girîng e. 273 rûpel e û tê de nêzê 8.000 peyv cih girtine (Chyet, 2003: XII).

Maximê Xemo ji bo îdîomên Kurdî ferhengek çêkiriye, tê de nêzê 8.000 gotin hene, di sala 1983an de li Moskovê çap bûye (Burkay, 1991: 6; Yıldırım, 2008: 79).

‘Eli Seydo Gewrani, bi navê al-Qamus al-Kurdî al-hadîth ferhenga Kurdî-Erebî ya Nûjen çêkiriye. Ferheng di sala 1985an de li Ammanê tê weşandin.668 rûpel e û ji 30.000î zêdetir beje tê de cih girtine. Ev ferheng ji aliyê Jordonian di salên 1930 û 1940an de bêjeyên ku di rojnameya Roja Nû û kovarên Hawar û Ronahî de derbas dibe ferhengê de cih girtine. Di ferhengê de bêjeyên rojnamegeriyê gelek cih girtine (Chyet, 2003: XIV; Burkay, 1991: 6).

Ferhenga Dimilkî-Tirkî di sala 1987an de li Stockholmê ji aliyê Malmîsanij ve hatiye çêkirin. Bi zaravayê Zazakî ferhenga yekem e. Li weşanxaneya Jina Nû ve tê weşandin. Çapa duyem di sala 1992an de li Stenbolê weşanxaneya Dengê ve tê weşandin. Ferheng 431 rûpel e û nêzê 20.000 bêje cih girtiye (Yıldırım, 2008: 108).

Ferhenga D.Îzolî ya pêşî di sala 1987an de hatiye çapkirin. Lê xebata Îzolî lî ser fer- hengê gelek dirêj e, heta sala 1962yan diçe. Ferhenga D.Îzolî ya rastkirî û berfirehkirî jî di sala 1992an de ji aliye waşanên dengê ve tê weşandin. Di pêşgotina ferhengê de heyfa xwe li çi aniye nişe kirî:“Ev ferheng, di roja îro de gavek e, gava duduyan e. Bi awakî din ava bûye. Armanca xwe ev e ko bêjeyan çêtir bisenifîne û helbijêrîne û zanistî bike. Lê dîsa jî şermezarî li ser me ranake. Herweha ev jî Kurdî-Tirkî ye. Evîniya dile min ev bû ko bi tenê Kurdî ev rûpelên hanê tijî bibûwana. Hêvî û daxwaza min ev e ko di rojên pêşhatî de zimanzaneke hemwelatiyê min gava sisiyan bavêje û bi Kurdî-Kurdî ferhengeke pêk bîn.”. (Îzolî, 1991: 8- 9)

 

Di naveroka vê ferhengê de nêzî 30.000 bêjeyên Kurdî û nêzî 25.000 bêjeyên Tirkî hene; ligel lêkolîn û li ser dûgelên dinya û rêzmanî hatiye kirin, girîngiya vê xebatê ber- çav dike. D. Îzolî dibêje: Amadekirina vê ferhengê de ez fêrî tiştekî bûm: “ferheng çêkirin asan e,lê ne bi merivekî.’’ “Mirov ew e ko ‘mezinahî’ re çavnebarî neke, lê ‘mezinahî’yê ji xwe re armanc bigire (Îzolî, 1991: 8). Di pêşgotinê de Kemal Burkay, behsa li kîjan heremê û kî li ser ferhengan xebitiye kiriye:“Bi ferhenga Îzolî, cara pêşîn e ku, bi Kur- dî-Tirkî û Tirkî-Kurdî ferhengeke baş der tê. Di beşa Kurdî-Tirkî da qasî 30.000 bêje û 4.000 biwejên Kurdî (idiom û wekî wan), di beşa Tirkî-Kurdî da jî 25.000 bêje cî digre. Bi aliye sistematik jî Îzolî xwe gelek westandiye, cinsî nêr û mê ji bo navan û beşên gotinan (wekî lêker, nav, cînav, rengdêr û hwd…) nîşan daye. Ev ferheng ji bo Kurdên Tirkiyê hewcedarîyek gelek mezin bû û Îzolî bi vê xebatê, şik tune karekî hêja kiri ye. Cara pêşîn di sala 1987 da bi deste nivîskar û gor îmkanên xwe 500 hew çap bûn û zû xilas bû. Nuha bi nivîsandin û şikleke çêtir ji nuh va çap dibe. Îzolî ji bo çapa nu li ser ferhengê xebitiye û ew firehtir kiriye.”. (Burkay, 1991: 6).

Muhemed Cemil Seyda bi navê Qamûsu’l-Heyat, Kurdî-‘Erebî ferhenga jîn amade kiriye. Ferheng di sala 1987an de li Bêrûdê û Çapxana Emîralê ve tê çapkirin. Di ferhen- gê de nêzê 22.150 peyv cih girtine û 424 rûpel e. Peyra ev ferheng ji aliye weşanxaneya Tîrêjê ve ku navenda wê li Suriyê ye, di sala 1994an de li Bêrûdê tê çapkirin. Di pêşgoti- na ferhengê de Seydayê Tîrêj behsa zimanê Kurdî û dîroka Kurdan kiriye (Chyet, 2003: XIV; Akin, 2013: 62).

Reşo Zîlan bi navê Svesk- Kurdiskt Lexikon ferhenga Swêdî-Kurdî di sala 1989an de li Stockholmê tê weşandin. Ferheng 311 rûpel e. Fereheng ji bo koçberên Kurd fêrê zimanê Swêdê be hatiye nivîsîn. Ji bilî vê enstîtû ferhengek Swêdî-Soranî jî derxistiye. Li hem- berê her peyveke swêdî meneyên cuda yên Kurdî hatine nivîsîn. Ferhengê de wêne jî cih girtine û bi alfabeya Latînî hatiye nivîsîn (Chyet, 2003: XII; Akin, 2013: 63).

  1. Encam

Ferheng çêkirin hewceye ku mirov bêjeyan berhev bike. Berhevkirina bêjeyan ked û emek dixwaz e. Ji bo vê karê, divê him li afirandinên edebî û zanistî yên kevn û nû baş bê nihêrtin û fêm kirin ji nava gel da bên kom kirin. Gund ji bo berhevkirina bêjeyan çavkaniyeke herî girîng û mezin e. Bêjeyên nûser yê ku li gundan dijîn dizanin û bi kar tînin. Hin peyv û têgih hene ku eşkalekî gerdunî standine û ne hewce ye ku di şûna wan de gotinên nû bên çêkirin. Çêtir e ku em ku peyv û têgihên weha di zimanê xwe de jî biparêzin. Çimkî di gellek zimanên dinyayê de jî yek in. Belê hin peyv û têgih hene ku li bejn û bala Zimanê Kurdî nayên. Zirr û bêpîr in, wek şûjin an diriyê ku çewal çirandine û derketine der xuya dikin. Bi kirasê Kurdî re naçin ser hev, bi sewt, awaz û ahenga Kurdî re li hev nakin, li bejn û bala Kurdiya şêrîn û narîn nayên. Hê ji dûrî ve xwe kifş dikin. Loma divê ji bo peyv û gotinên weha, ji axa Kurdî, ji baxçê gulistana Kurdî, bi gotineke din ji qumaşê Kurdî peyv û têgihên nû werin birrîn an danîn. Peyv û têgihên ku xweş li bedena Kurdî rûdinên û pê dikevin. Peyv û têgihên ku Kurd xerîbiya wan nakşînin; dizanin ku ji axa Kurdî, ji milkê Kurdî fûriyane. Hilm, bîhn û tîna Kurdî ji wan tê.

Li ser girîngiya berhevkiriya ferhengên(bêjeyan) Kurdî heta niha gelek tişt hatine gotin. Ne tenê berhevkirin divê tiştên tên berhevkirin ji bo awayekî zanistî bêne analîz- kirin û nirxandin. Em baş dizanin gelek berhemên ku hatine berhevkirin jî, baş nehatina nirxandin. Bi taybetî ferhengên ku demên dawî da hatiye çêkirin, mixabin nexweşiyek di nav rewşenbîr û nivîskaran de belave, ew jî bikaranîna peyv û têgehan bi Tirkî difikirin û rast û rast werger dikin. Li gor tesbîta me ev tişt ji bo pêşeroj û geşbûna ziman xeter e.

Çavkanî:

Akin, S. (2013), Lêkolînên Zimannasiya Kurdî, Weşanên Avesta, Stenbol. Anter, M. (1967), Ferhenga Khurdî-Tirkî, Enstîtu Kurdî ya Parîsê, Stenbol. Botî, K. S. (2006), Ferhenga Kamêran(Kurdî-Kurdî), Weşanên Spîrêz, Duhok.

Blau, J. (1991), Dictionnaire Kurdish/Turkish/French/English Dictionary, Sosyal Yayın- ları, İstanbul.

Bruinessen, M. V. (1985), “Onyedinci Yüzyılda Kürtler ve Dilleri: Kürt Lehçeleri Üzeri- ne Evliya Çelebinin Notları”, Studia Kurdica Dergisi,(1-3), 13-31, Fransa.

Dankoff, R. (2004), Evliya Çelebi Seyahatnamesi Okuma Sözlüğü, Kitap Matbaası, İs- tanbul.

Farqînî, Z. (1992, Ferhenga Mezin Tirkî-Kurdî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol.

Farqînî, Z. (2011), Ferhenga Kurdî-Tirkî, Tirkî-Kurdî (navîncî çapa pêncemîn), Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol.

Grûba Xebate ya Vateyî, (2009), Ferhengê Kirmanckî(Zazakî)-Tirkî, Weşanxaneyê Va- teyî, Stenbol.

Îzolî, D. (1992), Ferheng (Kurdî-Tirkî Tirkî-Kurdî), Weşanên Dengê, Stenbol.

Jaba, M. A. (1879), Dictionnaire Kurde-Français, Weşanên Par ordre de l’acadêmie im- pêriale des sciences, St. Pêtersbourg.

Jaba, M.A. (2014), Dictionnaire Kurde-Françaıs, Weşanên Avesta, St. Pêtersbourg.

Kurdo, Q. (1960), Ferhenga Kurdî-Rûsî, Neşirxana dewletê ya ferhengêd zimanê miletêd dereve û yê sovêtîstanê, Moskovê.

L.Chyet, M. (2003), Kurdish-English Dictionary, Yale Üniversitesi, London. Malmîsanij, (2012), Ji bo rastnivîsînê ferhenga Kurdî(Kurmancî)-Tirkî, Rûpel, İstanbul. Rohat, (1991), Kürdoloji Biliminin 200 Yıllık Geçmişi(1787-1987), Weşanên Deng, İs-

tanbul.

Şirîn, (2006), English-Kurmanjî, Kurmancî-Îgîlîzî Word List, Weşanên Spîrêz, Dohuk. Varol, M. (2011), “Zazaca SözlükçülüğününTarihi, Sorunları ve Çözüm Yolları”, I. Ulus-

lararası Zaza Dili Sempozyomu (13-14 Mayıs 2011), Bingöl Üniversitesi yayınları, Bingöl.

Yıldırım, K. (2008), Nûbehara Biçukan(Ehmedê Xanî), Weşanên Avesta, İstanbul.

Ev nivîs ji ”Anemon Muş Alparslan Üni̇versi̇tesi̇ Sosyal Bi̇li̇mler Dergisi Cilt:3 -Sayı:1- Haziran: 2015” hatiye girtin.

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …