Mela Xelîlê Mişextî

Helbestên Mela Xelîlê Mişextî

Navê wî yê eslî Xelîl Silêman Xabûr e, li gundê Belawatê ji dayîk bûye. Her çiqas di heqê sala ku tê de hatiye dinyê de gengeşî hebe jî a rast, sala 1892 ye. Malbata wî hejar bûye û jiyana xwe bi temamî bi hejarî derbas kirîye. Bavê wî di heşt salîya wî de wefat kirîye.

 

Kurdistan Gazî Dike

Ey welat gava te gaz kir
Bo mirin ez hazir im
Canê min bo te fîda ye
Û gorî ye bo te ser im

Ez bi qirme û Ingilîzî
Dijminê min bi tank û top
Ger ji berdan im diyar e
Nan heram û kafir im

Ger welatê min bisojin
Bi agir û kîmya û kîn
Agirê wî qet çi naket
Ez bi xo her agir im

Wan bi xaz û gaze gazî
Ez netirsandim demek
Seh bike dijmin li çar
La nahewin ber xencerim

Baba Barzanî dibêjit
Ey Mişextî xem nexo
Meş`lê Sasan û Mad im
Zinde me û qet namirim

Ger li nav hêl û helay
Hazir nebim ez bo çi me
Seh ke Donkîşot li çar la
Keftîne şirrim pirrim

Dewrê Mad û rojê Zerdeşt
Mulkê Kurd e ev welat
Mulkê Kurd e û her ji bo Kurd
Bo min û bo te û kur im

Mulkê Kurd e û her ji bo Kurd
Heqê kes dî tê niye
Dijminê dest bo dirêj ket
Kep û lêvî dê birrim.

 

Arî ye

Ev çi zend e, ev çi qend e, ew çi find e, çi şemal
Ev çi xal e, çi şemam e, ev çi rend e, çi şepal
Ev çi nexdan e, çi lêv in, ev çi ebrû ne hîlal
Ev çi mujgan in, çi tîr in, ew çi xifş in, karxezal
Ew çi bişkoj in, telîsm in, ew çi kanîne zelal

Ew çi bala û kezî ne, ew çi bisk in cûte mar
Ew çi gulzara rezî ne, ew çi misk e, reş û tar
Ew çi zozan e, çi şîn e, sêvesor in lê diyar
Ew çi şorab in, çi tît in, ew çi bîstan e, bihar
Ew çi remz û havrî ne, ew çi naz in çi delal

Ew çi bax e, ew çi rax e, ew çi nifş e? Arî ye
Aya ew xewn e dibînim yan dirist û rastî ye
Ez dirist im neku mest im, bê guman hişyarî ye
Ez kiçe Kurdek dibînim, pir çek û mirwarî ye
Min gewah destûrê Kurd e, xwînşirîn e bê heval

Kofî kêl e, bisk bi têl e, ew çi pêl e, Kurdî ye
Xan û man e, nav ciwan e, Kurd nîşan e, cindî ye
Bi genc û hat e, xoş wilat e, xoş nejad e, safî ye
Kurdistana nav ciwan e, min xezel pê gotiye
Aşiq im bo wê delalê ser vî emrê pîr û kal!

 

Nav Şîrîna Min

Ji ber te şêt û şeyda me
Ciwan û xwînşîrîna min
Mişext û jar û riswa me
Cihê sebr û evîna min

Nemaye sebr û aramim
Binêre şiîr û îlhamim
Erê ka bade û camim
Ku derman kin birîna min

Ne derman e û ne noşdar e
Ne diktor e û ne pisyar e
Dilê jarim birîndar e
Ne Îsa tête hana min

Birîna min qewî kûr e
Me êşek muzmin e û pîr e
Hewara gurgî ye, dûr e
Mixabin bêxudana min

Reş in çend bax û bîstanim
Nema cê geşt û seyranim
Piyase û rav û geryanim
Wilatê nav şirîna min

Hezîn in wargeh û berçel
Nema nesrîn, gul û nafel
Diçeriyêtin li nav da qel
Li nav genc û xezîna min.

 

Bes e

Derd û kovanan helandim
Gulnîgara min bes e
Tîrê mujganan mirandim
Kofîxwara min bes e

Keftîme çol û biyaban
Her wekî Ferhadê jar
Ey Şirînê kanî derman?
Derd û jara min bes e

Ax ji ber derdê evînê
Pîr kirim wê nav şirînê
Bîr kirim li perda nehînê
Perdedara min bes e

Te bi xwîna xoşewîstan
Pir xena kir herdu destan
Pê berav kir bax û bîstan
Dilbeyara min bes e

Sed hezar te derbider kir
Ber bi derya û pişt li agir
Nûh û Îbrahîm cuda kir
Keştîkara min bes e

Çend wekî min derdedar e
Xeft li nava axa sar e
Te nîhaştin, kî xisar e
Av û nara min bes e.

 

Derwêşkarî

Ger te mal û pez nebin kovan çi ye
Yan te bax û rez nebîtin tan çi ye
Yan te nan û sifre nîne xan çi ye
Şibtî bay dunya dibûrît jan çi ye

Roj û şev bo kes nemane qamekê
Dê giriftar kin hezaran bi davekê
Her kesek dê bîte dîlê çamekê
Xoş bîtin yanî nexoş raman çi ye

Ger tu sax û ketxuda bî, tendurist
Yan belengaz û geda bî bê helist
Yan jî şay heft kîşwera bî, ey bira
Tubekê cangî dibey, saman çi ye

Ger tu jar î, derdemend î, lê nenêr
Ketxuda û dewlemend î lê nenêr
Ew dinê karwansera ye û karwan
Carî tênê û bar dikin, fîxan çi ye

Sed bira û kur hebin, tu her tu yî
Zêr û gewher te hebin, tu her tu yî
Bo te ye, tayek kefen, tu her tu yî
Nan genim bît yan ceh û zîwan çi ye!

Çavkanî: Besam Mistefa, “Mela Xelîlê Mişextî: Serpêhatiya Pênûs û Jiyanekê”

 

Jiyana Mela Xelîlê Mişextî

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …