Bi Pîr Xelat Elias re Hevpeyvînek Balkêş

Bi Pîr Xelat Elias re Hevpeyvînek Balkêş

Ev hevpeyvîn ji aliyê birêz Kemal Tolan ve hatiye çêkirin. Hevpeyvîna bi rêzdar Pîr Xelat Elias, yê ku li parizgeha Lalişê de micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarekî Êzdîtîyê re.

 

 Hêvî Xwedê û Tawisî Meleke!

Ez gelekî dilxweş im ku, ez dikarim bi birayê xwe Pîr Xelat ra pêwendî deynim û dikaribim çend pirsên xwe jê bikim!

Destpêkê de gelek spasîya xwe jê ra dibêjim, ew xilmetek û rewşenbîrîyeke mezin ji bo me tevan dike û ji Êzdîyatîyê ra ronayîyeke. Lewma ez xwe davêjime ber bext û zanîna wî. Ez hêvîdikim birayê Pîr Xelat, yê ku li parizgeha Lalişê de micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarekî Êzdîtîyê ye, bersiva van pirsên yên li ser cewahirên herî pîroz , rê û rsimên mirinê bide.

Kemal Tolan: Mamoste û birayê Pîr Xelat,  gelo tû dikarî li gor ilimzanîna xwe bibêjî, ka dinya bi kîjan „dur-qisim“-cewahirên pîroz hatiye afirandin?

-Pîr Xelat,  micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê.

Belê, gelek bixêr hatî û ser çavan!

Spas ji bo te û evê pêwendîya te kirî. Ji Xwedê yê bê şirîk û heval e dixwazim, ew bi çavekî rahmê berê xwe bide vê kinyatê û dilê vê alemê, yek de xweş û şîrin bike. Ew vê xezeb û tofanê ser rûyê erdê rake.

Ev beşer aqilgereke birayê nivîskar  yê hêja, Kemalê bira!

Ilmê Xwedê dibêje:

„Aqil hedayet e,

hincî mêrê çak û bi edabîyet e

ew li ber Padşê xwe bi izet e „

Birêne eke berê xwe bideyne, edebên ji dînê Êzdîyatîyê, „Qewlê afirandina Kinyatê“ ji bo me şîrovedike û dibêje:

“Zebûnekî minî dil meksûr e

heke ji ba ezîz delal Melik Fexredîn bêtin destûr e

Em dê medha dîn ji behrê kûre

 

Zebûnekî min yî kem taqet e

Heke ji ba eziz delal Melik Fexredin bêtin îcazet e

Em dê ji behrêt kûr deîn wesfeta  „

 

Hima di vî Qewlîda şîrove dike û dîyardike dibêje:

„Dûr bi renga xemilî

Sor bû sipî bû sefirî

Dûr bi renga geş bû

Berî ne erd hebû,

ne eziman hebû,

ne erş hebû

Ka bêje min Pedşê min bi kê re xweş bû „

 

Diyar e Xwedê tiala,

Xwedê Xaliq e, em ji bo çi dibêjin Xwedê?

Xwedê xwe wa dayî, kesekî din nîn e.

Ew Xwedê yeke, bê şirîk e, bê heval e

Ew bi kê ra xweş bû ?

Ew î , ew dûr wa kelîma xwe peydakirî, wa sor bûyî, bi renga wa xemilî

Dûr bi renga xemilî.

Sê binyatê renga wa heyî:

„Kesk, Sor û sipî ne

Binyata hemû rengan e

Ê di wê dûrê bin e

Ew dur mayî çil hezar salî ,

ji nû va paqijî.

Piştî paqijî, ev erdê Xwedê pê xemilî

Ezman li ser nejinî“

 

Ji nû, ji edebê dînê Êzdîyatîyê, „Qewlê afirandina Kinyatê, yê Zebûnî Meksûr“ dirakir û dibêjêtin:

 

„Padşê min rebil izet e

Ew î afirandin heft Milyaket e

Dane destên wan, doje û cinet e

Padşe û her heft sirên xewlen e

Wê rayekê di nav xwe de rakin e

Yekî êqînkin, dê kiryarekê avakin e

 

Padşê min hingî kir xweş sohbet e

Li yek rûniştine bi hed û sed e“

 

Binêre, hingê çêkirine sed û hed e

 

Wextê, hed û sed hatine çêkirin,

Rebil alemî kinyat çêkiriye

Her tiştekî erd û ezman nijirandî

Milyaket têda çêkirî û paşînekê sed û hed danayî

 

Berî ev beşerîyet peyda bivit, wextê ev sed û hed hatine danan. Rebil alemîn, her xwilyaqetekî peydakirî Asasa wî ye danayî.

Yanî li ser vê axa sar avakirina kewnê û kinyatê ev qewil bo me hatiye gotin. Ew bahsa bûnê, jînê û mirinê jî dike.

Çewa Xwedê da, çewa li vê dinyayê jîya û çewa Xwedê birahmêt. Hemî di vî qewlî de bo me hatiye gotin birayê Kemal.

Kemal Tolan: Sihet xweş û xizmet qebûl birayê hêja Pîr! Pirsa min e dinê jî li ser vê mijara te bahs kiriye.

Bi dîtina te,  mirin dadmendîyeke veguhastina xwezayî ye û ew ji bo hemû giyanberan wekehev, heye?

 

  • Pîr Xelat, micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê.

Mirin, tiştekî herî girîng û pîroz e.  Di Êzdîyatîyê de me rêzeke mezin ji bo wan tiştên sirûştî(tiştên bi tabîatê ve girêdayîne) yên ku Xwedê peydakîrî heye. Wextê Hekîmî Loqman jî , şîret li kurê xwe dikirin gotê kurê min; dû tişatan ji bîrke û didûya ji bîr ne ke.

Kurê gotê, ew çîne ez ê ji bîrkim û ji bîrnekim?

  • Gotê , yek jê yê ku tû weke beşer ji bîrnekî Xwedê ye û yê dûyê ku tû ji bîrnekî jî, mirine. Xwedê û mirin her li dû Xwedanî. Xwedê li erd û ezmanî agaha. Qewilê Padşayî“ wê dibêjî;

„Padşê min yî hosta ye

Li alamê bi agaye

Ciyê wî li hemû erda ye

Padşê min nûr e

Ew ji me neyî dûr e

Yî alime bi erd û ezman û behrêt kûr e  „

 

Mirin jî hergav li gel Xwedanî. Kes bi mirinê nizanî, zor Xwedê.

 

Di Êzdîyatîyê de ev herdû tiştên giring û pîrozin. Lewma di „Qewlê Seremergê „ de jî, ji bo me hatiye şîrovekirin û dîyarkirî , dibêje:

 

„ Ezrayîl Melkê mêrana

Yî telef û tancêd Feqîra

Go: Îlahiyo te em razandîn wekî eqsîra

 

Ezrayîl perî bikirim

Hawirî şara difirim

Ez nehatîm

nobê li kesê bigrim

Ez hatîme

bab û pisa jêk bibirrim

 

EzrayîI perî bi-kesk im

Hawirrî şara diçiriskim

Ez ne hatîme nobê li kes kim

Ez hatîme vî qalibî ji nefes kim“ 6:16

 

Di hêla de dîyardike ku, Rebil Alemîn , emir û ferwarê her tişekî li ser milê Milyaketekî kirî. Belê wî wekîl nîn e.

 

Xwedê yeke, yê bê şirîke , bê heval e. Wextê wî Milyaket çêkirî, wacib danayî ser wan, ew erkên xwe bicîbînit. Êk ji wan wacîbata Ezrayîl, Melkê mewtê ye. Li erda em dibêjinê, Melik Nasirdîn ji bo me di şada dînî de dê. Ezrayîl Melkê mewtê ye, wexta bê kesekî ji bedêla kesekî de nabit, bê ferq û cûdayî ye.

 

„Dibê ya me ye ji wê bû

Ruh ji destûriya nijî bû

Êt dimîne yeke her Xwedê bû“

 

Ev dina bes wê bû Xwedê bimîne û bo kesekî namînit.

 

Încar lewma hemû tişt bo me hatiye gotin. Wekî din jî, xulyaqetên li ser erdê, beşer û heywan gelekin.

Bes însan divê bêt veşartin, di axê de parastin anjî gorkirin. Wexta Ezrayîl – Cibrayîl- Melkê Mewtê- Nasirdîn ruha însanî bistîne, hingê wacibe li ser wan kesên dora wî rabe, wê wacibê Rebil Alamîn bi cî bînin.

 

Xwedê ne muhtacî kesekî ye, ku li ser vê dinayê bo wî şiwexlekî biket. Xwedê ji însanê ku îbadet û marîfetê bike mestir razî ye , qedir û qîmetê didê. Îbadet tiştekî esase, di Êzdîyatîyê de yek ji erkanê herî girîng e. Gava emir û wacibêt Rebil Alemîn li hemû bajêr, gund û her cîyê hebit, dûr anjî nêzîk  hat, hingê ya evda betal e. Beşer divê vê ferwara Xwedêtiala bi cî bîne.

 

Yek ji wan ferwarê Xwedêtiala ew e, emrê mirinê ye. Gava yekî emrê Xwedê kir û heqîya Xwedê hate ser, divê ew kesên dora wî li wacibên rabin, wî kesî veşêrin, yanî bin axkin û biparêzên. Parastin gelekî mihîm e, wextê bête parastin, divê xêrek jî jêra êtekirin.

 

Heqîqet parastina hewan û giyanewerên dinê ji ya beşerî cûdan e. Ew jî divên ji bo paqijî û bîhnê ji nav mirovan bêne dûrkirin.

 

Kemal Tolan : Sihet xweş Pîrê min û gelek spas!

Başe mamoste birêz, wekî gava Melkemotê mirinê rihê merivekî,  li devereke ji welatê dapîr û bavkalan gelekî dûr, jê distîne û rihê mirî di wê rojê da têye geliyê Lalișa Nûranî, nexwe çima ferz e bedena wî mirîyî bê, di bin wê axa goristana dapîr û bavkalan mirî de bêye parastin?

 

Pîr Xelat,  micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê.

  • Eva na, ne ferze û tiştê wisa nîn e. Bes zelalkirinek wa li ser heyî û welahî girînge ku, her kesek bizanibe jî. Me jî ji mamostê xwe wa dizanî.

 

 Kemal Tolan : Sihet xweş !

 

  • Pîr Xelat, gava emir û ferwarên Xwedê bêne ser kesekî û emrê Xwedê bike, eke jin, zilam , keç , kur , piçûk anjî mezin firqa rihê wan nîne. Di bawerîya me Êzdiyan de, wextê yek emrê Xwedê dike, heft rojan hisabek li ser heye. Di wê hisaba wan heft rojan de , ew ruh bi çi deran ve naçe. Ew ruh wa li malê. Li kîderê emrê Xwedê kiribit, di nav xêzana xwe de wa li wê malê , çavenêrî wê malê ye, ka bi wîra çîdikin , çilo xêr û  xêratê bi wî ra dikin. Dê çawa qedir û qîmetê wî ji malê ranekit.

 

Hetanekî wî bine cîyê ser şoyê, wî hed û sed kin. Cilkê spî diber kin, wî sê caran rakin û denînin. Bibine zeman(goristanê k.t.) û heta veşêrin. Li kî erdê Xwedê bit, bê ferq û cûdayî, ax hemû ax a, ew xerkê kewna, wa ji dûr ê peydabûyî, milkê Rebil Alamîn e. Çi cî ne xenedekirîne, eva cîyê vî ye an ev filan cîye. Bes ax bit, ax milkê Xwedê tialaye. Wextê sê caran rakin û danîn jî, ji wê hindê wa hatî, „Xwedê wê da, jîya û Xwedê bir“ Lewma di Êzdîyatîyê de sê nav,  her sê nav jî navê Xwedê na, „Allah, Bile û Tile „ . Dîsa jî tû zivirî dibêjî, „Şêx, Pîr û Mirîd“ Evna jî bi Êzdîyatiyê ve girêdayîne. Anî „Xwedê wê da, jîya-emrê xwe jî kir, eke kêm û gelek- û Xwedê bir“

 

Wextê dispêrine wê axê û gordikan, ew kesna dêen, lazime berî ji wî zamanî derkevin rûnên. Gava rûniştin û rabûn, hingê ew ruh jî li gel wan rûnê. Bi vî şiklê hatî çêkirin anî li gorî di baweriya me Êzdîyan de hatîye çekirin û kesanên xwdanê bi kerem, sûr , xas û babçakên me  ev tişt dîtî , yekî bo yekî gotiye, ya xasa risle bê fesle, neqlek li pey neqlê ye. Yekî bo wa yekî gotî hata gihîştî îro.

 

Wextê ew ciwamêr li wî zamanî rûndnên û radibin, hingê ew ruh jî li gel wan radibit, serê wî li berê qebrînê dikevit. Gava serê wî li berê qebrînê, yê li ser serî û singê wî dikevit, ew di dizane ew mirovna bo wî hatbûn. Ewan, wî bi hed û sed kirî, ew li wêderê ma. Her kes dizivirte mala xwe .

 

Ew ruha êvarî dê vegere mal, wê mitaaba wank e, heta heft roj tamambvin. Piştî heftê, roja heştê dê diçe cîyê heq û hesabê. Ew riha roja hefteyê li kêderbêt, wê biçe sûka marîfetê.

 

Berê adaletê..wekî mahkemêye.Şems û Fexir li wirê hazirin.Qazî bi xwe Padşa ye. Eva li Lalişa Nûranî, li mala Şêx Adî ye. Hingê wê bêjin, gelo ev dûr wê yê kêye?

 

Şêx, Pîr, Merebî û Axreta wî yê , dê lê hazir bin. Dê bêjin, ev dûr yê me ye. Em ê pêra vê mahkemê temîyzkin. Heke emelê wî hemû başî bû, hima ew yekser bihûştî ye. Eker xêr pêra bêtir bûya, li gorî bawerîya Êzdîyatîyê di roja nehê de , wê xwarinek xêrê lê bidin, bo cînar anjî bo kê be jî heta sala wî tamam bibe.Dê ew rûha bê cîyê wê bibe cinet.

 

Li gor bawerîya Êzdîtîyê , çênabe xêra sala mirî di heşt anjî neh mehîya mirî de, gava yek salîya wî, rojek kêm anjî zêde tamam dibe de, yê tamam Xwedê ye bêye dayîn.

 

Ne gotîye li kêderê bêye veşartin. Gava yek emrê Xwedê bike, di cîde ti ferq û cûdayî nîne. Eke yek li Xaltanî yê, Rusya, Emerîka, Almanî ya û eke li Şêngalê anjî di dora Şêngalê de bêye veşartin, hemû dever erdê Xwedê ye. Gava hate veşartin xêr û xêratek pêra diçe. Wî jî şêx û pîr heye, ew ferzêt ku mirî li vê dina yê dayîn, di roja Axretê de jê ra raperîn û meferîyê dikin. Eke ruha wî başbit, hisêbike, ew li Lalişê hatiye veşartin.

 

Kemal Tolan, ez tême destên te Pîrê min! Xizmet qebûl ji bo van gotinên zelal û vî ilmê paqij. Pêwîstîya me bi vê zanistîyê heye.

Pîrê min, tû dikarî ji Êzdînasîna xwe ji me ra bibêjî, ka di Êzdîtîyê de destûr heye, gelo xwedîyên mirîyekî ku bedena 20-30 salî di bin axa welatekî weke yê Almaniya de hatiye parastin, rabin derxînin, bivin li goristaneke dinê de binax bikin?

 

Pîr Xelat,  micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê.

Êzdîyatî tiştekî zelal e. Divê em daîmen bi bawerî biçine şixiwlê. Bi îman û êqîn biçine xilmetê. Di bawerîya Êzdîyatîyê de, divê dû tişt ji bo vî karê tû dibêjî bêye kirin.

 

Eke yek emrê Xwedê bike û ne li devera axa xwe, mal milkê xwe be, li cîyekî bîyanî be û veger e li pey wî bêt, yanî bêjên em dikarin şeş, heft, heşt … mehên dî dikarin vegerine ser axa xwe, yanî di wê roja ku mirî dispêrine axê de bêjên, eke em piştî demekê, heya salekê jî em dikarin, evî cenazeyê xwe bi xwe ra vegerîne ser axa xwe. Destûra wan kesa wa heye.

 

Bes heker yek li gorî sed û hed hate bin axkirin, xêr û zadê wî dan û sala veşartina mirî derbas bû veger çênebû, piştî sala wî qedîya ew vegerin, bi tenê dû kesa heq heye wî mirîyî bînine derê. Tenê dayîk û bavên yê cinaze dikrin wî bînine derê û bivin li cîyekî dinê veşêrin.

 

Çinkû li dinya yêwekîlekî Rebil Alemîn li ser beşerî nîne, bi tenê day û bavê. Çunku emir û ferwarên dahatîn qedrê day û bava diyardikit. Li emrê Padşayî dayî bi tenê dibêjet,

„ew î day û bav dana li vê dinê,

bav li erda hostaye,

mal bi wî rawasta ye

tahata wî ji tahata Xweda ye

 

ne bêje, tû pîrî

hizreke bê bîrî

eke bi wê nebit

naçî pêş dîdara Mîrî“

 

Di hêla de ji edebên dînê Êzdîya bo me diyar diket. Heker ew î yê emrê  Xwedê kirî, day û bav nebin, yanî ne saxbin, hîç kesekî dî ew destûra nîne bêjit, ez ê vî mirî yî rakim û dibime cîyekî dî. Çunkû yê destûr heyî, bes day û bavin.

 

Xwedê yek serê sera ye.

 

Heker dayî û bava emrê Xwedê kiribin, kesek nikarit wî ji wê axê bîne derê. Çûnkû destûr bi wî ra nîne.

 

Heker ku, day û bav jî sax bin, gava ceset înane derê, lazime ew careke dî, bo wî xêr û xêratan bikin. Zad û serbira çêkin. Eva yek ji erkanê Êzdîyatî yê herî qedîm û girîng e….

 

Kemal Tolan: Li min bibuhre, ez axaftina te bi şekir dibirim.

Li gorî min ji te fahkir,î ferze dê û bav jî bi wî cenazeyê ku anînine der e bizivirin?

 

  • Pîr Xelat : Heker wan bivî ye. Tenê istirhata day û bav li nik Rebil Alamîn heye. Day û bav li erda Xwedawendê beşerî ne. Tenê wan destûr heye, kur nikare dê anjî bavê xwe înete derê, bive li derekî din veşêre. Kes nikare day û bava înete derê, bive li cîyekî din veşêre. Birayê heq nîne , birayê xwe înete der. Tenê day û bava, wa heq heyî.

 

 Kemal Tolan: Xulamê te,  van gotinên resen û ilmê zelalim Pîrê rêzdar!

Pirsa min e dawî jî ev e, hêvî dikim tû û Êzdî pê ne êşin. Lê eva, vaye em di heqîqetê de dijîn.

 

Birayê ezîz, gorî Êzdînasîna te, dibe kesê ku di saxîtîya xwe de ji dînê Êzdîtîyê derketibe, li gorî Êzdîyatiyê nameşe, lê hinga bimire ocaxzadên Êzdîtiyê –mala Adîyan- , rabin wî/wê li gorî rê – rismên Êzdîtîyê û di nav goristaneke Êzdîyan de bispêrine axê?

 

Pîr Xelat,  micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê.

 

Her tişt li vê dinayê çêbûne , lewma tête cîyê pirsyarê û hetanî bo lapirsîn ête danan. Eger em bêjin, nîna, eke neba, îro ev pirsyar ne dihate kirin. Îtîmale ev tişta hatibe kirin, bes divîya bo her kesekî bête zelal û şîrovekirin. Her kes bizanin, ew çi tişte xwedanbike dê mufa(feyda) be û çi tişte, heke bike neke bê mufa ye?

 

Êzîdîyatî bîr û bawerin. Ferz, erkan, adet, urf, taqalît û rîşalên. Tiştek ji xwe ne hatîye kirina. Tû birêna, li vê derê dibêjit, ew e qesra cewhar binyat. Roj wa heyî, bi wê nûra Tawisî Melek hilat. Lew pê di zeyînîn çiqas kinyat.

 

Îro emir û ferwarên Xwedê tiala, bi wê nûra Tawisî Melek, dayîna Miletê Êzdî van ad û taqlîtên me hemûya birêvebin. Wek ol, erkane, îbadete, rê û rismên Şêx û Pîrane, evya hemû ji xwe nehatiye gotine. Tû binêre dibêjitin,

„li wê qesra cewhar binyat,

heft dergeh lê ne,

ye bi kilîl û miftene,

bi destê wa cindiya ve dibine

êt her pênc ferzêt haqîqetê ,

roja axretê,

li ser kul û emalê wa şade ne“

 

Birayê Kemal, heke di jîyana xwe da, ferzên wî yên heqîqetê bi wî ra ne şad e bin, hewcanake bînên bi navê Êzdîyatîyê veşêrin. An bi navê miletekî din veşêrin. Divîya wî ferzêt xwe bi cî înabit. Ol û erkanên xwe bi cî înabin. Heker ew î ev bi cî ne înabit, sedcar ew bi navê her miletekî , bi navê Êzdîyatîyê veşêrin, Êzîdîyatî lê nabite xwedan.

 

Kemal Tolan : Başe Pîrê min, Xwedê xizmeta te qebûl bike. Siheta te xweş û mala te her ava be! Cardinê tême destê te û cidê te. Hêvîdarim xwandevan û guhdarên me jî , ji van bersivên te zelalîyekê ji xwe ra derxînin. Ev rêya ku me daye ber xwe zelaltir bive. Gelek spas, ku gotineke te ye dawî hebe keremke bibêje û şeva te bimîne xweş!

 

Pîr Xelat,  micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê.

Xwedê ji te razî be bira! Gelek spas ji bot e û vê pêwendiyê! Hêvîdarim, miletê me her tim haj ji xwe hebe, dixwazim ew rê û rismê xwe weke yê berî heftê û çar fermanên hatine serê me bikar bîne.  Ew Êzdîyatîya xwe bêtir biparêzin û lê xwedî derkevin. Êzîdyatî pqaijîyeke here mezin e ser kinyatê. Êzîdyatî, an ku îlahî, nûrayî, xaliqî , xwedayî , em miletê Tawisî Melek in ji nûra Xwedê Tiala ne . Hela hela bi Êzdîyatîyê bin. Çawa em rojekê hatine vê dinyayê, bila piştrasbin emê dê rojekê, wisa biçîn jî!

 

Divê em xwedan bizanibin, ew ruha ku Xwedê Tiala da, wisa wê carekî din ji bo paqijîyê vegerîn, rêz û silav bo te û herkesekî bixwîne û guhdar jî bike!

 

Nivîskar Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê kevneşopên Êzdîtîyê.

 

Heya ji min hat, min resenîya devoka peyvan ne guhastîye.

 

Pîr Xelat Cafo kî ye?

Pîr Xelat Cafo, di sala 1974 ê de li gundê Mamûda yê baskê Şêxa, yê ku dirêjîya 16-17 km dûrî Lalişê ye hatiye ser dinyayê. Bab û bapîrên wî, ji binemala Pîrê Memê Şivan in.

Ew î heya niha 5 pirtûk li ser dîrok û kevneşopên Êzdîtîyê nivîsandine. Niha li Lalişê micêwrê Sitûna Mirazan, Quba Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarekî Êzdîtîyê ye…..

 

Lê Binêre

Alîşêr Efendî û Çend Helbestên Wî

Alîşêr Efendî û Çend Helbestên Wî / Doxan Yildirim

Alîşer, wek ku tê zanîn, di nav berxwedana Qoçgirî û Dersimê de şexsiyeteke mezin bû. …