Êl Begê Caf : Mux, Pîrmend Û Pêşbînvanekî Mezin / Soran Hemereş

 Wergera Ji zaravayê Soranî: Muhsîn Ozdemîr

Dema ez zarok bûm di nava civakeke windabûyî di xwe de, gelekî kêfa min bi naskirina pêşbînîkerê navdar ê cîhanê Nostradamos re dihat. Ew mirovê Fransî nêzîkî sala 1503an li Fransayê ji dayik bûye û pêşbîniya gelek bûyerên piştî xwe kiribû. Her çiqas îro li ser ravekirin û hebûna pêşdîtinên wî gelek nîqaş hene jî hinek bawer dikin ku gelek pêşbîniyên îroyîn bi zorî têne şîrovekirin û xelk bi zehmetî wateyê dide pêşbîniyên wî. Hin pêşbîniyên wî jê re hatine çêkirin, lê çima ji bo me zanîna wî zilamî di wê zarokatiyê de nîşana sebrê bû, ji ber ku navê wî Ewropî bû û nasîna kesayetiyên Ewropî di wê demê de nîşaneya rewşenbîrî bû û tevî ku ev diyarde hîn bi zelalî tê dîtin. Lê nêzîkî yanzdeh sal berî ji dayîkbûna wî mirovê Ferensî, li Kurdistanê mirovekî zana û pêşbînvanekî cîhanî yê Yarsanî yê bi navê Êl Begê Caf ji dayik bû. Ji ber ku kurd bû, ne tenê li cîhanê kesî navê wî nebihîst, belkû piraniya kurdan jî hay ji pîrmendî û zanayîya wî zilamî nînin.

 

Berî ku em behsa Êl Begê Caf bikin, divê hinekî em berê xwe bidin çanda pêşbînîkirinê ya di nav kurdewarîyê de. Ev çand di çavkaniyên dîrokî de, di nav Muxan de gelekî pêş de bûye. Li gorî Heredot, Medî ji şeş hozên serekî pêk dihatin; yek ji wan hozan jî hoza Mûxan bûye û jiyana xwe ji kar û barên olî re veqetandibûn. Ev Med/Kurd, piştî şikestina medyayê jî ewqasî bandoreke wan a mezin li ser herêmê hebûye, Farsan ji bo ku hêza xwe xurt bikin û desthilatiya Medan kêm bikin, rojekê, bi taybetî ketin nav serbirîna Medîyan û kuştina wan.

 

Roleke mezin a Muxan di jiyana xelkî de hebû. Di wê demê de bêyî Mûxan kesekî nedikarî qurbaniyê bide. Wan rola peywendiya di navbera xweda û gel de dileyistin. Lê di demên kevnar de Mux wekî taybetî ne bi ser olekî taybet bûn, belkû ew mirovên olî bûn û li gor bîr û baweriya wê demê ew xala têkiliya di navbera xwedayên cur bi cur û xelkî de bûn. Muxan xewn şîrove dikirin û pisporên astronomiyê/stêrknasiyê bûn ku wê dême weke beşeke ji olê dihatin dîtin û difikirîn ku çarenûsa mirovan bi stêrkan ve girêdayî ye. Mux bi astronomî û girêdana wan bi jiyana mirovan re ewqasî navdar bûn, tew Încîl jî di têkildadariya ji dayîkbûna Îsa de behsa sê Mûxan dike, ku wan li rojhilatê ve bi rêya stêrknasiyê ve pêşbînîya ji dayîkbûna Îsa kiribûn û di dema ji dayîkbûna Îsa de gihîştibûnê û diyariya xwe pêşkêşî wî peyamberê ji nû ji dayûk bûyî kiribûn. Pêşbîniyên bi vî cureyî di nav Mûxê Kurd/Medî de beşek ji şiyanên wan ên olî bûn , helbet beşeke baş ji wê zanînê peywendiya xwe bi hişyarî û agahdarbûna wan a li ser bûyerên dora wan ve hebûye, lê di wê demê de nîşaneke olî ji hemûyan re hat dayîn.

Çanda pêşbînîkirinê di nav kurdan de hê maye; di nav ola Yarsanî de çend mînak hene pêşbîniya bûyerên piştî xwe kirine. Ji wan jî yek jê Êl Bagê Caf û Xan Almasê Luristanî ye. Êl Bagê Caf di sala 1492ê zayînî de li Şarezûrê ji dayik bûyê û di sala 1553ê zayînî de koça dawî kiriye. Her weke di navê wî de jî xuya dike, Êl Beg bi ser binemalekî Cafî bûye û Soranîaxêv e.

Vî mirovî li Şarezûrê xwendiye û heyamekê çûye Bexdayê û piştre serdana hin bajarên Îranê kiriye. Hin çavkanî dibêjin ku Êl Beg ketiye bin gefa Misilmanên Şarezûrê û ji ber wê ji Şarezûrê derketiye û berê xwe daye Hewramanê. Lê çavkaniyeke pêbawer di holê de nîne ku piştgiriyeke zelal jê re bike. Êl Beg heta dawiya emrê xwe bi rêberiya mirovan re mijûl bûye û di temenekî nêzî 61 salî de koça dawî kiriye.

Wisa xuya ye gelek berhemên helbestî yên ola Yarsanî yê vî mirovî hebûne, lê ya ku maye û bi wê jî navdar bûye helbesteke pêşbînkirînê ya bi navê “Kê we qewlî kê dekat”(Kê bi Gotina kê dike) e. Di vê helbesta nazik de El Beg gelek pêşbîniyên xwe radixîne berçavan ku haveynê matmayînê nin. Gelek destnivîsên wê helbesta Êl-Beg li holê mane. Yek ji ya herî kevin di sala 1854an de hatiye nivîsandin.

El Beg, di destpêka wê helbestê de qala wê tiştê dike ku ew bi gotina Goranan dike, hema hema hemû li ser ola Yarsanî bûn û dibêje:

Min be qewlî Goran dekem qise lejêr hewran dekem Hemûy le bo Soran dekem îta’etî dewran dekem  Her wa buwe w her wa debê

Ango:

Ez bi qewlê Goran dikim-Gotinê li bin ewran dikim Hemûyê ji bo Soran dikim-Îta’eta dewranê dikim Her wa bûye û her dê wa be

Li derekî dibêje:

Merdan merdî gezef deken hem be rastî xelaf deken Qisan be tîr qelan deken be rêgey dûr mesaf deken Her wa buwe w her wa debê

Ango:

Merdan û peya derew û gezafê dikin li rêya rast xîlafê dikin

Gotinan ji dûr ve li hevdu dikin Her wa bûye û her dê be

 

Li cihekî din El Beg dibêje:

 

Gelê dillim be teng debê seday top û tifeng debê Serrî serbaz be şeng debê êran dîlî fereng debê Her wa buwe w her wa debê

 

Ango:

Dilê min pir dibe teng çimkî dibe dengê top û tifing

Wisa şerê leşker dibe bi fişeng û Îran dikeve bindestê Freng Her wa bûye û her dê wa be

 

Vê carê jî dibêje:

 

‘êl begî dî dillgîr debê ferengsatin zincîr debê Eran û Rom nexçîr debê ewsa feza tesxîr debê Her wa buwe w her wa debê

 

Ango:

‘êl Beg êdî dilgîr dibe-Ferengistan hev digre(mebest Awropî ne) Îran û rom(Osmanî) destê wan digre û asîman jî mirov digre Her wa bûye û her dê wa be

Helbesta Êl Beg dûr û dirêj e û di vir de tenê çend rêzik jê hatin gotin. Di vê helbestê de Êl Beg balê dikişîne ser derketina firokeyan û afirandina peywendiyeke dûr di navbera mirovan û damezrandina sîstema komarî û her wiha gelek guhertinên din ên li Kurdistan û cîhanê. Ji bilî ku pêşbînî û zanyariyên balkêş ji bo wê demê di helbestê de hene, di heman demê de ritmeke pir nazik têde ye û pir hêsane ku bikin stran. Di nav Yarsanan de ev helbest wek ku di vê lînkê de tê jî dîtin bi tembûrê tê gotin:

 

Her wekî hatî gotin, pêşbînîkirin di helbestên Xan Elmasê Luristanî de jî ku ew jî mirovekî Yarsanî bûye, tên dîtin. Xan Elmas helbestên xwe bi zaravayê Hewramî gotine ku wekî zimanê olî yê Yarsanî lê hatine meyzandin.

 

Ez bawer im eger Êl Beg zilamekî faris, tirk an ereb bûya, îro piraniya xelkê cîhanê û kurdan jî teqez dê ew nas bikran, dibe ku hin ferdên kurd pê serbilind xwe pê bikin û xwe pê ve têkildar bikin. Lê mixabin ji ber ku ev zilam kurd e, piraniya me hay ji helbestên wî yên kêmpeyda nînin.

 

Nîşe: Êl Beg ne Mûx bûye, sedema wekî Mûx navê wî anîn di vê gotarê de, berdewamiya çanda bêşnbînîkirina a Mûx e.

 

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …