EBULFEYZ MEHMET EFENDÎ

KURÊ ÎDRÎSÊ BİTLÎSÎ; EBULFEYZ MEHMET EFENDÎ

Navê wî yê dirêj  Muhammed bîn Îdrîs bin Hüsâmedîn Alî bin Hesen e. Kûnyeya wî Ebulfeyz Mehmet Efendî ye. Sala zayîna wî nayê zanîn.  Perwerdeya pêşî li ber destê bavê xwe dît, paşê jî ji alimên herî navdar ên welat… Di zarotiya xwe de terka welat dike, bo xwendinê tê Bûrsayê, li wir dibe dersduberakerê* Qadî Bexdadî yê  muderisê Medreseya Sultaniye. Paşê li çend cihên wek Semendîre,  Rûdînk, Yenîşehîr, Tirhala, Manîsa û Trablûsşamê qadîtî dike.

Dema qadîtiya li van deran tehrîra bajarên Trablûsşam, Hema, Hums û Karamanê çêdike û bi xêra vê xizmeta mezin,  dikeve çavê padîşahê Osmanî, ew wî dike defterdarê Anatoliyê.

Demeke pir dirêj vî karî dike lewma leqebê “defterî” lê dikin. Piştî demeke betaliyê, wî dikin “serdefterdarê defterdaran” ji ber ku ji Xwedê pir ditirsiya û wek karbidestên beriya xwe pereyê dewletê nedidizî. Mehmedê Bitlisî teklîfeke dijberê qanûnan ji kesên ji wî payebilindtir jî bihata di cih de red dikir. Ew li stûyê deyndarên dewletê  siwar dibû, heqê dewletê bi zorî ji wan distend.

Qasî sê salan serdefteriya defterdaran dike lê paşê, ji ber ku li gotineke  padîşahê wê demê îtiraz dike ji vî karî tê dûrxistin. Bi ya hinekan bi xwe dev jê berdaye. Ji wê rojê şûn de ew debara xwe bi mehaneya malnişîniyê dike, li mala xwe ya li Topxaneya Stenbolê bi xwendin û nivîsê ve bilî dibe.   Piştî ku du lawên wî di qezayeke li ser tengava Stenbolê de dixeniqin dimirin,  ji kerba xewna hevalekî xwe dike mahne û bo çûna hec terka Stenbolê dike lê, sala 1574an dema serlêdana Şama li ser rêya hec, jiyana xwe ji dest dide û li wir jî tê veşartin.

Mehmet Efendiyê me bi zimanê xelkê helbest jî nivîsîne.  Helbestên xwe bi leqebê Fazlî îmze kiriye. Ebulfeyz Mehmet Efendiyê kurê Îdrîsê Bitlîsî li nêzîkî mala xwe ya li Topxaneyê bi Mîmar Sînan Mizgeft û dibistanek, bo xwe jî tirbeyek dide çêkirin lê, ji ber ku li şamê miribû ev tirbe nebû nesîbê wî. Mizgefta Ebulfazl a gel navê “ Mizgefta Defterdar” lê kiribû sala 1916an şewitî, paşê jî bi gişkî ruxiya wenda bû çû. Hestiyên xizmên wî yên di gorên di hezîreya wê de derxistin birin, di baxçeyê  Kiliç Alî Paşa de veşartin.

Gelek berhemê wî yên bi xwe nivîsandî an wergerandî yên tesawifî, wêjeyî û dîrokî hene. Ên bi xwe nivîsandine: Zeyl-î Heşt Bîhîşt: Beşeke zêdekirina li pirtûka bavê xwe bûyerên serdema Padîşah Selîmê Yekem e. Li Mûzeya Topkapiyê ye.

Selîmşahname: Dîroka bavê wî ya bi Farisî ya di nîvî de mûswede hîştî ya derheqê Yavûz Sultan Selîm de ye. Bi fermana Qanûnî Sultan Suleyman wî ev berhem têkûz û temam kiriye.Him helbestkî him nesîr e. Helbestên wê mijarên nesîr dubare dike.  Wî ev pirtûk sala 1567an diqedîne û pêşkêşî Padîşah Selîmê II. dike. Du nuxseyên wî hene; yek li Pirtûkxaneya Suleymaniyeyê, ya din li pirtûkxaneya Mûzeya Topkapiyê ye.

Dîwan: Helbestên wî yên bi Erebî, Farisî û bi Tirkî tê de cih digirin.

Wekî din pirtûkeke wî ya dîrokê  ya bi navê Tarîh-î Ebulfazl heye ku bûyer û qewimînên ji Hz. Adem heta roja xwe vedibêje. Dîsa sîyereke wî ya bi sernavê Cerîde-î Âsâr û  Harîde-î  Ahbâr jî heye. Xeynî van pirtûkan wî gelek berheman jî ji Erebî û Farisî li zimanê Osmanî wergerandiye.

Heger we jiyana maqûlo bi baldarî xwendibe, têgihîştine ku ti xêra wî  negihîştiye ziman û çand û aboriya Kurd û Kurdistanê û xizm û lêzimên wî.

Heger pirtûkeke tenê an kîtabeya mizgefta xwe bi Kurdî binivîsa ew ê biba Mihemedê Bitlisiyê delaliyê ber dilê gelê Kurd.

 Dersdubarekar: Feqiyên jîr, waneyên ji seydayên xwe digirtin ji xwendekarên biçûk û ji xwe berjêrtir re dubare dikirin. 

mamostemaruf.blogspot.com.

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …