Li Kurdistanê Nasyonalizima Bawerî û Bîrdozîyan / Remezan Bakur

Li Kurdistanê Nasyonalizima Bawerî û Bîrdozîyan / Remezan Bakur

Mînaka xirab: Mîr Mihemedê Rewandizî (Paşayê Kor)

Di diroka welatê me de, bi hezaran minakên xirab hene, yek ji wan jî, hewl û bizava Mîr Mihemedê Rewandizî ye
Mîr Mihemedê Rewandizî, bi ziretopizî û xwînrêjandineke giran, hatîye ser textê mîrekîya Rewandizê, piştî hatîye ser textê mirekîyê, dest bi hewl û bizavên serbixweyîyê kirîye, lê mixabin hewl û bizavên wî, bûne kurdkûjî û xwekûjî.
Çi danûstandin û li hevkirin bi mîr û axayên kurda re nekirine, yekser dest bi êrişên giran kirîye, ev jî nişana qelsî u lawazîya kurdane ya diplamasî û danûstandinê ye, hê jî wisa dom dike,destpêkê êrişî herêma Soran kirîye dûv re, herêma behdînan û paşê herêma dasinîya û şengalê.

Dema berê xwe daye herêma Behdînan, bê dan û standin û bê hevdîtin êrîş kirîye ser eşîreta Zêbarîyan, da mîrekîya Amêdîyê bixe bin desthilatdarîya xwe û dema êriş kirîye ser Zêbarê, serokê eşîreta Zêbarîyan, Silêman Axayê zêbarî, daxwaza hevdîtinê ji Mîr Mihemed kiriye, Mîr Mihemet qebûl nekiriye û gotîye Silêman axa : “Ez çi hevdîtina bi kesekî re nakim, were rayê.” Piştî hevdîtin pêk naye, şer di navbera mêrên Zêbarîyan û lêşkerê Mir Mihemed da çêdibe û her diçe şer giran dibe. Mîr Mihemed li dola Zêbarê bi gotinên mezin û kalên herêmê, çar sed mêr ji eşîreta Zêbarîya kûştine.
Li ser vi şerê giran ,stranek hatîye gotin û li herêma Behdînan û Colemêrgê hê jî ev strantê gotin, stran wiha dest pê dike.

Dola zêbarê hay lê lê hay lolo
Mir Mihemedo hay vê carê wo
Dola zêbarê hay lêlê hay lolo
Doleke kûr e hay lêlê hay lolo
Şeşxana lûr e lûr hay lêlê hay lolo

Mîr Mihemed, piştî qetil û xwina gelîyê zêbarê berê xwe daye herêma Dasinîya jêr û Şengalê. Wê demê Mîrê Êzîdxanê, Mîr Eli bû, Mîr Elî da baweriya Mir Mihemed pê bê û bizanibe ji wî na tirse, bi tena serê xwe çûye pêşwazîkirina Mîr mihemed.
Mir Eli daxwaza bi hev re xebitînê ji Mîr Mihemed kiriye û jibo piştgirîyê, dilsozîya xwe bi lêv kirîye lê Mîr Mihemed daxwaza tişteke din ji Mir Eli kiriye, gotîye, were şehde bide. Mir Elî gotiye; “Heke ûmmeta İslamê kêm be, bi şehdedana min zêde nabe, heke zêde be bi şehde nedana min kêm nabe, dev ji vê daxwaza xwe berde, pêşnîyara min binirxîne, ”
Piştî Mîr Elî şehde nedaye û dev ji baweriya xwe ezdayetîyê bernedaye, Mîr Mihemedê Rewandizî ew girtiye û biriye Rewandizê li wir kûştiye û ferman bi ser şengalê da rakirîye, qetil û xwîneke giran li şengalê rijandîye.

Kesek bi kûştina xelkê xwe, welatê xwe ava nekirîne, heke Mîr Mihemedê Rewandizî li şûna êrişkirina ser eşîrên Kurdan, lihvhetin kiriba, eşîrên herêmê qe ne kiribane eşîrên kurd wê ji wî rê bibane hêzeke hezêz.

Lê kurdkûjî kir û ji wî ra jî bû xwekûjî, hêj birakûjî û xwekûjî li nav me kurdan dom dike

Gelo Mîr Mihemed xwestibû bibe xelîfê Îslamê yan jî bibe şahê dewleteke kurdan, li dîroka nêzîk, kurd bûne pasevanên baweriya islamê, hewl û bizavên netewebûnê mane lawaz.Ji ummeta îslamê, eşîretên ereban jî bûne xwedîdewlet.

Di pêncî salên borî de kurd bi birdozîya sosyalîzimê hatine mijûlkirin û xapandin.

Bîrdozîya netewe azad nekirîne, herwiha dîl girtîne û bindest kirîne, her netewe ne bi bîrdozîya, ferheng û zagonên tora xwe ya urfî hebûne, xwe parastine û azad bûne.
Ji vê minakê û gelek mînakên din dîyar e ,siyaset, diplomasî û lobî, alîyê me Kurdan ê qels û lawaz e, alîyê me yê xurt şer û şoreşin divê her kurdek bizanibe bi destketina encamên baş, bi siyaset, diplomasî û lobîyan e.

Çend pêxember hatin û çûn, çend bîrdozî serdest bûn û têk çûn. Ol û idolijî demkî û mirdar in, ya mayînde çanda netewên qedîm e, bi hezaran salan li tevnê hebûnê hûr û kûr hatîye ristin û hûnandin.
Ne hewce ye em li sergoyên xelkê rêbaz û bîrdozîyên gemargirtî berhev biken û ne hewce ye em bibine paşevanên ûmmetan.
Ya qenc ew e, em bi hemû bawerîyên xwe, li çanda xwe û Welatê xwe xwedî derkevin.

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …