hespên kurdan

HESPÊN NAVDAR Û NAVÊ HESPÊN KURDÎ / Zeynelabidin Zinar

Di Çanda Kurdî de rûmeteke zêde ji bo hespan heye. Li ser hespan ev Gotina Pêşiyan jî heye:
”Ceh êmê hespan e, savar jî êmê mêran e.”
Di nava Kurdan de çewa kesên navdar hene, herwisa hespên navdare jî hene. Di dawiya salên 50î de sê hespên bavê min hebûn.
Navê wan: XEDRA, LEYLA û NÎMET.
Di payizê de bavo qûtê hespên xwe berî yê zarûkên xwe amade dikir.
NAVÊ HIN HESPÊN NAVDAR Û YÊ XWEDIYÊ WAN:
BOZÊ REWAN: Hespê Memê Alan
BÊLÎCAN: Navê mehîna kerr û kulik
GOGERCÎN: Hespê Evdalê Zeynikê
HEDWAN: Hespê Dewrêşê Evdî
BOZÊ: Mehîna Emer Axa
ŞEVDIZ: Hespê Keyxusrew
XEMREVÎN: Hespê Cembeliyê Kurê Mîrê Hekariya
NÎGAR: Mehîna Yado Axa
(BÛKEFALOS: Hespê Skenderê Makedonî)
ÇÎÇEK: Mehîna Elî Beg
CINDÎ: Hespê Evdalê Zeynikê.
DEYBILQIRAN: Hespê Siyabendê Silîvî. Jê re Hespê Şê jî digotin
ÊLEBACAX: Hespê Qeregêtranê birayê Siyabendê Silîvî
GAWIR HIRÇO: Hespê Cangîr Axa
GÊJO: Hespê bavê Fexriya.
HIDWAN: Hespê Derwişê Evdî
HIDMAN: Hespê Dewrêşê Evdî
MARENGO: Hespê Nebiyê Kor Hiseyn Paşa.
REXŞÊ BELEK: Hespê Rostemê Zal.
ŞEMLAN: Mehîna Ibrahim Paşa yê Milî.
SENEM: Hespê Qeymez Axa
SERCAN: Mehîna Mehmûd Beg ê Cizîrî (Navê diya Sercanê jî, Xedra bûye)
SÎQAL: Hespê Bavê Şukrî
SOSIN û NIJDÎ: Hespê Kerr û Kulik
KOVÊ: Mehîna Bavê Lalo
BI GIŞTÎ NAVÊN HESPÊN KURDAN:
alend
aro
azo
bager
baweşîn
bawo
bazo
bêda
bego
beşo
bexşê belek
birûsk
boz
bozo
bozrewan
çalo
çaro
cengo
çîlbozan
çirûsk
deban
delûcan
deqman
deqo
dewran
dizgîn
dûman
endo
eznawir
ferman
Gêjo
genco
gogerçîn
gogeş
Hermo
Hewro
Kabreş
kabreş
Kebalçîn
Kebaldar
Kejo
Kiroş
Kolo
Kumêd
kumeyt
leyla
lezgîn
lezmend
loma
mirad
mîrim
noman
pêşeng
pêşo
qemer
qero
qeytan
qirboz
qitran
qule
rêbir
reşboz
rexş
şê
şekir
şemlo
sermend
seyro
simreş
şînboz
şinik
şino
şîno
şînqir
sorboz
tengo
tewan
xemlo
zeng
zêro
Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser navê sewalên din jî…
——————————
Weli Şahîn, navê vî hespî nivîsiye:
EZNAWUR: Hespê Ferzende Beg.
Ebdulah Celan navê van du hespan nivîsiye:
ÇALO: Hespê Cemîlê Çeto.
MEŞHAN: Hespê Şêx Ebdulmelikê Cimzerqî.
Spas ji bo herdu biraderan.

Lê Binêre

BEDİRHAN BEY İSYANI

HER YÖNÜYLE BEDİRHAN BEY İSYANI

Cabir DOĞAN/ BEDİRHAN BEY İSYANI Tanzimat’ın Diyarbakır ve Çevresinde Uygulanmasına Karşı Bir Tepki Hareketi ÖZET …