Alayên Hemîdîyê û Elmecîd Beg

Avakirina Alayên Hemîdîyê û Elmecîd Beg / Zerdüşt ÖZTÜRK

Alayên Hemîdîyê û Elmecîd Beg

Alayên Hemîdîye di sala 1891an de bi destê Siltanê Osmanî Evdilhemîdê II. ava dibe. Bi giştî ji eşîrên Kurda pêk tê. Lê tê de ji Çerkez, Tirk, Tirkmen û eşîrên Yorukan jî bi kêmhejmarî hene.

Ji bo avakirina Alayên Hemîdîyan sedemên cûda hene. Yek ji wan û herî girîng li hember êrîşa Ûris, ji bo ku wek sîper were bikaranîn saz dibe. Sedema duyem parastina ewlekarîya sînorê Îranê ye. Osmanî dixwaze li hember Îranê, hêzên eşîra bikar bîne. Sedemek din jî tevgerên azadîxwezîya Ermenîyan e.1

Xêncî van sedemên dervayî, yên ji bo ewlekarîya hundurîn jî hene. Bi Alayên Hemîdîyan ve Osmanî dixwaze eşîrên Kurda di bin otorîteya xwe de yekgirtî bigre û rê nede ku eşîr bikevin bin tesîra netewetîyê û serî hildin.2

Lê bi gorî hin akademîsyenên wek Prof. Dr. İbrahîm Özçoşar3 û Dr. Abdusselam Ertekin4 sedemên din jî hene. Ev herd akademîsyen di gotarekê5 de didin zanîn ku Evdilhemîdê II. bi sîyaseta İttihadê Îslam6 ve xwestîye ku eşîrên Kurda nêzê xwe bike û sedeqata wan kar bike.

Ji bo van armancan, Siltan Evdilhemîd, vê karê li ser Zekî Paşa bar dike. Zekî Paşa li ser damezirandina alayan pênc sala dixebite û kar û barên xwe bi destê Îbrahîm û Kerîm Paşayan ve birêdibe.

Di sala 1896an de karê sazbûna alayan temam dibe. Di destpêkê de hejmera alayan 50 bûye. Paşê hêdî hêdî lê zêde dikin û di sala 1908an de hejmera alayan digihîje 65a. Her wiha Alayên Hemîdîyan wek Erzirom, Elezîz, Siwas, Bilîs û Wan ku Wîlayetên Sîtte7 ne û li Dîyarbekirê saz dibin. Xêncî van deran li Trablûsgarb û li Yemenê jî em rastî çend ji van alayên ku bi eşîrên Ereban pêk hatine tên.

Piştî ku Jon Tirk, Evdilhemîdê II. ji text dixin, navê van alayan jî diguhurînin û ji wan re dibên Alayên Siwarî yên Eşîran.

Şiklê rêxistîna alayan wiha ye: Çar alay dibûn lîvayek8. Ji eşîrên mezin re du sê alay diket. Ji yên piçûk re tenê çend boluk diketin. Alay, divê ji çar boluka hindiktir, ji şeşan zêdetir nebûya. Divê di her bolugek da çar taxim, di her taximek de en hindik 22, en zêde 48 kes hebûna. Divê di her alayê de bi giştî en hindik 512, en zêde 1152 kes hebûna.

Lê tiştek balkêş e ku divê meriv li ser hûr be, ew jî qedexeyek ecêb e; divê alayên Kurda di heman herêmê de nemana û xêncî waxtê şer negihîjtina hev.

Xêncî van, divê di her alayek de kesek ji eşîrê biçûya Stenbolê, li wir, di dibistana siwarîyê de perwerde bibûya û paşê wek milazim9 vegerîya, bigihîşta alaya xwe.

Ji bo ku alay ji eşîran pêk hatibûn, endamên wê dikaribûn kinc û berên herêmî li xwe bikirana, lê divê ji bo ji ehlên ahalîyê cûdatîya wan kifş bibûya, divê nav û nimarên alayan xwe, wek elametên farîqayî bi kincê xwe ve bikirana.

Serbazên alayan, divê ji zarên eşîrê yên ku li Stenbolê perwerde bûne ve pêk bihata. Ji bo vê pêdivîyê li Stenbolê bi navê Mektebên Eşîran dibistanên eskerîyê vedibe. Lê di van dibistan û alayan de hişmendîya Kurdewarî aj dide. Ev rewş bi taybetî di Mektebên Eşîran de xurt dibe û ber bi rêxistinîyê jî diçe. Di çavkanîyan de xûyaye ku serkarê dibistanê, gava bi rewşê dihise dibe “ev eşîr nînin, heşare10 ne…”

Piştî ku Siltan Evdilhemîd ji text dikeve, partîya Jon Tirka, İttîhad û Terakkî dibe desthilat. İttîhat û Terakkî, Alayên Hemidîyan betal dike, radike. Bi navê Siwarîyên Sivik yên Eşîra ji nû ve saz dike û hejmera wan berjêrî 24a dike.

Lê di sala 1913an de navê alayan dîsa tê guhartin û vê carê dibin Alayên Siwarî yên Îhtîyat.11 Navenda wan Erzirom e û bi Artêşa Nehan ve girêdayî ne. Di şerê Yekemîn ya Cîhanê de li hember Ûris berxwedanek zexm saz kirine û Artêşa Ûris di astengîyên teng de hîştine. Esas şerê ku Elmecîd Beg têda bûye jî ev şer e.

Dagirkirina Ûrisan û Şer

Wek tê zanîn Elmecîd Beg serokê eşîra Sîpkî ye. Lê di nav hîyerarşîya artêşa Osmanî de serdar e.12 Wek eşîrên mezin yên din, eşîra Sîpkî jî wek konfederasyon e. Di bin baskê Sîpkanîyê de eşîrên wek Birîmî, Mankî, Xelesinî, Batkî, Kurhesinî, Pîrebadî û hin malbatên din hene. Xêncî van, eşîrên wek Memanî û Retkîyan jî tev li alaya Elmecîd Beg bûne. Bi giştî sê alay ji Sîpkîyan saz bûne. Hejmera siwarîyan 1200, yên peyayan (pîyade) dora 600 kesî ye. Girêdayî fermandarîya Erziromê ne û navenda herêmî Dutax, Cemalverdî û Hasûna ye.13

Di sala 1914an de artêşa Ûris dikeve herêmê û dest bi êrîşan dike. Elmecîd Beg li hember erîşan di her enîyan de tevdigere. Lê piştî ku hêzên mezintir ji Ûris tên herêmê, berxwedana alayan dikeve tengasîyê û herêma Serhedê tev dikeve destê Ûrisan. Li ser vê rewşê wek hêzên din Elmecîd Beg jî vedikişe. Ehlîyên Serhedê mecbûr dimînin li rêyên koçberîyê dikevin û ber bi Botan û Amedê koç dikin. Elmecîd Beg qederek li Farqîn û Sîvêrekê dimîne. Wan deman de li wan dera nexweşîya kolera hebûye. Kurê Elmecîd Begê yê mezin Tajdîn û birazîyê wî Mexsêyê Silêman Begê bi wê nexweşîyê dikevin û jîyanê xwe ji dest didin.

Di vê navberê de di sala 1917an de li Ûrisêtê Şoreşa Bolşevîkan diqewime. Piştî şoreşê, sîyaseta Ûrisan diguhure û hinek ji artêşa xwe vedikişînin. Di bihara heman salê de Elmecîd Beg vedigere Agirîyê û alayên xwe berhev dike.

Elmecîd Beg bi alayên xwe ve li enîyên Pasînler, Milazgir, Dutax, Xelat, Qerekilîs û Qafqasan14  de şer dike. Di 21ê Sibata 1918an de Xelat, di 14 Nîsana 1918an de Dutax, di 15 Nîsana 1918an de Qerekilîs û di 30ê Cotmeha 1918an de Qers rizgar dike. Di enîya Pasînlera de birîndar dibe. Gulle li çoka wî dikeve û ji ber ku navber nedaye şer, birîn pak nabe. Jixwe wê piştî waxta ji wê birînê şehîd bikeve.

Elmecîd Beg di şerên enîyan de her tim li pêş bûye. Li dîwarê Dutaxê, li hinda gundê Esmer, bi taximek pîyadeyên Ûris re pevçûnek çê dibe. Alaya Elmecîd Beg bi agirê topê gelek zeîyat dide. Elmecîd Beg bi darê şûrê diajo ser topê û topa Ûris zeft dike.15 Heman bûyar li Qersê jî diqewime. Ji destê Alaya Elmecîd Beg, Ûris heta çemê Erez vedikişe. Topa duyemîn yê ku Elmecîd Beg zeft dike, di vê pevçûnê de diqewime.16

Ev herd bûyer ji alî kesên ku heta vê axirîyê hebûne, hatine gotin. Di heman demê de dîsa ev bûyer, şer û pevçûnên din yên Elmecîd Beg di kilamên dengbêjan de gelek hene û hê niha jî têne gotin. Hinek ji wanê herî naskirî kilama “Dinyayê” û “Şerê Xelatê” ye ku Şakiro dibêje, “Şerê Ûris”, dengbêj Huseyînê Mûşê, “Elmecîd Beg Gola Bazîdê”, dengbêj Mihemedê Panîyê û “Lo Bavo” ye ku Nesoyê Zado û gelek dengbêjên din gotine ye.

Elmecîd Beg bi alaya xwe ve, hêzên Ûris heta pêsîra walî ya çemê Erezê paqiş dike. Di alayê de hinek dixwazin ji çem derbasbin, hêzên Ûris hê wê de bajon, lê Elmecîd Beg dibê “sînorê me Erez e.”17 Ev bûyera qehremanî jî bûye mijara dengbêja û wek efsane û destan ev sedsalek e tê gotin.

Piştî demajoya Şerê Cîhanê ya Yekemîn jixwe desthilatîya padîşahê dawî Siltan Vahdeddîn namîne û bi awakî de facto serdestî ji meclîsa Enqerê de dimîne. Meclîsa Enqerê piştî şerê Enîya Qafqasan, di sala 1921an de bi Ûrisan re, bi navê Peymana Moskova û Peymana Qersê, du peyman îmza dike û her wiha sînorê xwe yê “mîsakî mîllî” ya îroyî ewle dike.

Bi taybetî piştî van herd peymana êdî pêdivîya eşîran namîne. Ûris vekişîyane, Ermenî şikestine û idî ti xeterek ji ewlekarîya sînor û welat re tuneye… Belkî xêncî îhtîmala refleksên neteweyî yên eşîrên Kurda…

Li ser vî şikî, di sala 1926an de, Kurd ji alîyê rayedarên komara teze wek potansîyalek talûke tên dîtin. Ji boku bikaribin rê li ber vê talûka potansîyel bigrin, fermana sirgûnan derdixin. Her wiha serokên eşîra, beg, mezin, rîspî, şêx û meleyên Kurda li rêyên Enedolê dixin… Helbet Elmecîd Beg jî…18

BEŞA DUYEM

Me di beşa yekemîn ya vê gotarê de behsa Alayên Hemîdîyê, armanca sazbûna wan, şerê wanê bi Ûris re û di şer de rol û serpêhatîyên Elmecîd Begê kir.

Di vê beşê de emê li ser demajoya sirgûna Elmecîd Begê, hevdîtina wî yê bi Mistefa Kemal re bisenin û di derheqa axirîya emrê wî û wefata wî de agahîyan bidin.

Wek ku me di beşa yekem de jî got, rayedarên “cumhurîyeta teze”, bi taybetî piştî Zagona 1924an, Kurda ji bo silematîya komarê, wek talûkayek potansîyel dibînin. Serbarî ser, bi Zagona Takrîrî Sikûn ku di sala 1925an de qebûl dibe, Kurd idî tune tên hesibandin û weke êleke Tirka bi nav dibin.1

Lê miletek li ser kaxizan, bi qelem û defteran tune nedibû, jixwe li hember van zagonan reaksîyon jî destpê kiribûn, her çiqas serhildana Şêx Seîd têk çûbû jî, talûke berdewam bû. Ji bo ku bikaribin rê li ber vê talûka potansîyel bigrin, fermana sirgûnan derdixin. Her wiha, di sala 1926an de, serokên eşîra, beg, mezin, rîspî, şêx û meleyên Kurda li rêyên Enedolê dixin… Helbet Elmecîd Beg jî…

 

Guzergeha Sirgûnê

Elmecîd Beg, di bihara heman salê de, bi zarên xwe Zekî, Xalis û bi Evdila yê birazîyê xwe ve dertê nefîyê. Di qefleya yekemîn de, bi wan re Bedîûzeman Seîdê Kurdî jî hebûye. Tê gotin ku Bedîûzeman ji bo sirgûna Elmecîd Begê, her carî nerazîbûna xwe dide der û xemgîn dibe.Wan teva bi hev re dibin Trabzonê. Li wir li keştîyeke kevn dikin, dibin Stenbolê. Ber camîyeke mezin peya dikin.3 Dibînin ku li wê derê Huseyîn Paşayê Heyderî, Hecî Mûsa Begê Xoytîyê Mûşê û gelek şexsîyet û mezinên Kurda jî hene.4

Çendek şûnda, ji Stenbolê dibin Bursayê, paşê berê wan didin Qeyserîyê. Qeyserî rawestgeha dawî ye. Li Qeyserîyê Elmecîd Beg, ji bo ku Xalisê kurê wî here memleket jin û zarên wî û tarişên wî bîne, destûr dixwaze. Di demek kurt de destûr dertê. Xalis Beg diçe memleket.Lê rayedarên heremê nahêlin ku Xalis Beg tariş û heywanên xwe bibe. Xalis Beg ji ber vê astengîya ku derxistine pêş wî, ji Mûsa Kazimê ku di enîya Qafqasan de dostê bavê wî bûye, alîkarî dixwaze. Herdik bi hev re diçin cem Asim Paşayê fermandarê artêşa heremê. Ji Asim Paşa destûr dixwazin ku Xalis Beg hetanî biharê bikaribe li memleket bimîne. Xalis Beg dibê “heger ku destûr nedin ezê firar bikim.” Lê Asim Paşa hin menîyan derdixe pêş xwe û alîkarî nake.

Xalis Beg hêvîya xwe jê dibire û diçe Xanzirê, ji bo ku malbat bişîne Qeyserîyê dest bi tevdîra dike. Qismek ji malbatê li Dutaxê ne. Ew jî ji ber ku werin bigihîjin Xanzirê û ji wir bi tomerî herin Qeyserîyê, bi nezareta eskeran ve bi rê dikevin. Lê di rê de, li hinda çîyayê Qiliçgedîkê, hin qaçax rastî wan tên, bi eskeran re pevdiçin û yekî ji wan dikujin. Ev herd qaçax Şikoyê Celalî û Seyîd Mihemed bûne ku waxta şer de di alaya Elmecîd Beg da bûne. Ew şev diçin Xanzirê, lêborîn ji Xalis Beg dixwazin ku bi nezanî bûne sedemê vê bûyarê. Lê dewlet, ji kuştina esker Xalis Beg sûçdar dibîne û ew şev digre.

Sibetirê, ji bo ku Xalis Beg bibin cîhê sirgûnê, bi komek eskeran ve bi rê dikevin. Di rê de, di navbera Zêtka û Xorasanê, di Xana Delal de bêhn didin. Li wir Xalis Beg, bi alîkarîya eskerek Kurmanc ku navê wî Evdilbakî ye, firsend dibîne û direve. Li pey gullebaran dikin. Gullek tenê li hespê wî dikeve û Xalis Beg xilas dibe.5

Xalis Beg ji wir diçe tev li serhildana Agirîyê dibe. Wek tê zanîn, piştî têkçûyîna serhildanê, wê bikeve ber efûyê, di navbera salên 1950 – 1960î de, di sêrdemê 9, 10 û 11an de, heta derbeya eskerîyê ya Gulana 27a, bibe parlementerê Agirîyê. Piştî derbê jixwe ew jî di girava Yassiadayê de tê girtin û ceza dixwe, li hepsa Qeyserîyê radizê.

 

Hevdîtina bi Mistefa Kemal re

Elmecîd Beg, jixwe him birîndar e, aciz e, him jî di tengasîya sirgûnîyê de ne, naxwaze idî li wan dera bimîne. Firsendek, rêyek dibîne digihîje walîyê Qeyserîyê. Ji walî dixwaze ku here Enqerê û Mistefa Kemal bibîne. Walî ev daxwaze Elmecîd Begê dişîne Enqerê. Mistefa Kemal, Elmecîd Begê ji şerê Ûris bihîstîye, nas dike. Gava bi daxwaza Elmecîd Beg dihise, rêwerz dide, Elmecîd Beg ji Qeyserîyê dibin Enqerê. Mistefa Kemal gelek qedrê Elmecîd Beg digre, hal û hewalê wî dipirse, dibê “te çima xwestîye min bibînî?” Elmecîd Beg jê dixwaze ku destûra wan derê û bikaribin herin memleket.

Mistefa Kemal, ji Elmecîd Beg re dibêje, “haya min ji qehremanîya te yê li Şerqê, li hember Ûris heye, wê pêşnîyarek min hebe ji te re. Wek tu dibînê me Enqere xistîye paytext, ezê midurê topîyê bidim cem te, bira te bigerîne, tu kê derê dixwazî bira li ser te qeyd bike, bes neçe, li vir cîhwar be.”

Lê Elmecîd Beg qebûl nake, dibê “ez kalemêrek nexweş im, nikarim li van dera bimînim. Ez gelek ji xelqê xwe jî hez dikim, cîhê min li cem wan e.” Her wiha Elmecîd Beg, xwezîya xwe yê çûyîna nav êl û eşîra xwe dide der. Li ser vî Mistefa Kemal emir dide, fermana sirgûnê ya li ser wan û li ser kesên din radike. Elmecîd Beg her wiha di sala 1928an de vedigere memleket.6

 

Veger û Wefat

Lê Elmecîd Beg gava ji sirgûnê vedigere dibîne ku gelek tişt guhirîne. Zexta dewletê li ser malbat û eşîrê zêde bûye, xelk perîşan e, jixwe Xalis jî derketîye çîyê, gihîştîye serhildanê.

Piştî du sala ku li ser vegera ji sirgûnê derbas dibe, ji xedarîya birîna çoka wî, tenduristîya Elmecîd Beg hingî diçe xirab dibe. Ji ber ku xazîyê şerê Ûris e, dibin nexweşxaneya eskerî ya Bazîdê. Li wir li nexweşxanê çendek dimîne. Dixtorê eskerîyê dibîne ku îmkana tedawîyê tune ye. Ji ber ku êşa wî kêm bikin derzî û dermanê tevzê didinê.

Di wan deman de, ji bo ku serhildana Agirîyê bişkine, General Salih Omurtak, bi desthilatdarîyek taybet ji Enqerê hatîye Bazîdê. Ji ber ku ew jî salixê Elmecîd Beg bihîstîye, tê nexweşxaneyê, bi Elmecîd Beg û bi tenduristîya wî ve gelek eleqeder dibe. Sohbet dikin, tê gotin ku general di sohbetê de her behs û pirsa Xalis Begê dike.7

Mixabin çend roj şûnda Elmecîd Beg, ji ber ku birîna wî gangren (lareşe) dibe, di havîna 1930 de, li nexweşxanê de wefat dike. Ji ber ku wesyeta wî bûye, malbat dixwaze li Bazîdê, li ber turba Ahmedê Xanî defin bikin. Lê kargerên dewletê yên wê waxtê, destûr nadin. Li ser vî di navbera kargerî û malbatê de nexweşitî dertê. Di dawîyê de General Salih Omurtak malbat îkna dike û cinazê Elmecîd Begê bi merasîmek eskerî dibin Meter8 û li wir, li kêleka gora Şêxê Şehîd hildidin.9-10

ÇAVKANÎ:

1 M.S. Lazarev-Emperyalizm ve Kürt Sorunu (1917-1923)

2 Nihat Gultepe-Hayat Tarih Mecmuası (1976/48)

3 Zanîngeha Artûklû

4 Zanîngeha Dîcle

5 Sultan ve Aşiret: Hamidiye Alayları Aşiret Reislerinin II.

Abdülhamid’I Ziyareti, Artuklu İnsan ve Toplum Bilim Dergisi 2019/4 (2), 23-38.

6 Yekbûna Îslam

7Wîlayetên ku hejmera Ermenîyan lê zêde ye.

8Senceq, di îdareya sîyasî ya Osmanîyan de herêma di navbera wîlayet û qezayan de.

9 Serpel, teğmen

10Zîyander

11Berdest, yêdek

12Binbaşı

13Wikipedia

14Qers û navçeyên wê

15Di hin çavkanîyan de ev bûyer mîna ku li çîyayê Qiliçgedîkê ku di navbera Dutax û Zêdka de ne,qewimîye behs dibe.

16Muhammed Rêber www.agrininsesi.com

17Mehmet İzci www.dogubeyazitgazetesi.com

18M.Nuri Turan www.gazetehudut.com

1 Nevzat Altıntaş, Demokratik Cumhuriyet’ten Önce ve Sonra Kürtler’in Tarihinde Mustafa Kemal, Gelenek, Sayı 62

Şeymus Bingol, Abdülmecit Begê Sîpkî’nin Sürgün Hayatıile İlgili Bir Araştırma , Yüksek Lisans Tezi, Ankara Üniversitesi, Sosyal Bilimler Enstitüsü, Tarih Anabilim Dalı

3Heye ku Camîya Siltanahmed be

4Mehmet İzcî, Abdülmecit Begê Sîpkî ve Ağrı’nın Kurtuluşu,www.dogubeyazıtgazetesi.com

5 Haluk Öztürk, Ağrı Direnişi Liderlerinden Halis Bey, Kürt Tarihi Dergisi, Ocak-Haziran 2017

6-7Şeymus Bingol -Abdülmecit Begê Sîpkî’nin Sürgün Hayatı ile İlgili Bir Araştırma , Yüksek Lisans Tezi, Ankara Üniversitesi, Sosyal Bilimler Enstitüsü, Tarih Anabilim Dalı

8 Gundek ji İntabê

9 Mehmedê Kazim, Sipkî, Sîpkanlı Aşiret, wwww.semsikiasireti.com

10 Mele Mistefa Bilici.

 Rya Teze.

Lê Binêre

BEDİRHAN BEY İSYANI

HER YÖNÜYLE BEDİRHAN BEY İSYANI

Cabir DOĞAN/ BEDİRHAN BEY İSYANI Tanzimat’ın Diyarbakır ve Çevresinde Uygulanmasına Karşı Bir Tepki Hareketi ÖZET …