tîyatroya kurdan ya sovyete

Şanoya Etnîk di nava foklora Kurdên Azerbaycanê de / Nofel Şîrînov

Alavên lîstikên şanoyî dîmenek ji ramana gel e ku prensîbên estetîk ên  şaristaniya folklorê bî riyên cuda yên menzûm û forman dide xuyakirin. Loma hînbûna şanoya etno (etno-teatir) a kurdan ciheke girîng digre. Her çend di nava hin şaristaniyên Yewnana Kevnar û hin şaristaniyên Ewropî de were dîtin jî di nava kurdan de dîroka vê şanoyê ne ew çend kevn e. Lê li vir ev pirs cem me peyda dibe  “Gelo rastî jî di nava kurdên ku xwedî wêjeyeke navûdeng in ev şano nîne an jî bandora wê tune?” Li gor min divê bersiva vê pirsê di nava konteksa edebiyata giştî ya rojhilatî de were lêgerîn. Ji ber ku di nava edebiyata giştî ya rojhilatê de drama pir dereng hatiye. Sedema vê yekê jî ew e ku ew bûyerên ku di berheman de têne teswîr kirin bi awayekî wisa tê vegotin ku ew bûyer li ber çavên xwîner zindî dibe loma jî nivîskaran hewce neditiye ku drama bixin edebiyata nivîskî.

Berhemên dramayî ên ku di edebiyata nivîskî de em dereng çav lê dikevin dema em edebiyata gelêrî dinêrin em dîmeneke pir cuda dibînin. Kurdên ku xwedî edebiyateke gelêrî ya girîng in bingeha “etno-teatirê” xwedî dîrokeke kûr e. Em dê di vê xebata xwe de bixwazin balê bikşînin li ser etno-teatira ku bêhtir em di nava kurdên Qafkasyayê tê dîtin. Ji bo vê yekê jî divê em di serî de pênasa etno-teatirê li vir bikin.

Etno-teatir: Etnos bêjeyeke Yewnaniye û ji aliyê karekterîkî ve jî tê wateya ew civaka ku mirovên wê bi heman zimanî diaxivin. Ev têgeh cara yekem di sedsala 20.an de ji aliyê wateya etnografîk vê ji hêla zanyarê Rusî S.M. Şirokoqorov (1887-1937) ve hatiye rojevê. Me li vir di heman wateyê de têgeha etno-teatir bikaraniye. Teatira kuwekî  hilberîna gel an jî şanoya gel tê binavkirin.

Bingeha Etno-taetirê girêdayî kirin, şahî, dawet adet u toreyên gel e. Di heman demê de ramanên wan kesan ve jî giredayiye. Her gelî çewa ku bawerî û nêrînên xwe yên olî çewa parastibin wisa jî ev lîstok parastine û anîne roja me ya îroyîn.  Kurdên Qafqasyayê ên ku em li vir qala wan dikin her çend niha kêm kes mabin jî di çavkaniyên Azerî de û taybet jî di jiyana wan de em çav bi berhemên vê şanoyê dikevin.  Mixabin divê li vir em vê yekê jî destnîşan bikin ku îro ev şanoya ku em qala wê dikin di çavkaniyên Azeriyan de bêhtir wekî hêmanek ji folklora wan hatiye nîşandan. Niha jî ev yek ji aliyên wan ve wekî karekî zanistî tê kirin lê em dizanin ku ew deverên ku qala wan tê kirin li ser erdnîgariya kurdên Qafqasyayêne. Em dê li jêr bi riya çend mînakên vê folklorê li vir bixwazin vê şanoya kurdan bidin naskirin.

Lîstika di Nava Xalîçe de Û Lîstika Xezal

Folklor xezîneya dewlemend û bêhempa ya gelan e. Yek jî beşa folklorê ya kevin lîstik, nîşana ramanên arkaîk û nijadî ya serdemên berê ye.

Lîstikên gelêrî ji berhema heyama pêşî, ji serdema civaka ku ne bi aqil dihat rêvebirin e. Nîşana bilêvkirina gel e. Temenê wê jî bi qasê temenê wî gelî ye. Ev lîstik li gor demê û cih têne guhertin. Lê kevneşopiya gel di nava xwe de parastî ye. Ev lîstik jiyana gel, nirxên çandî, şahiyên wî gelî dide xuyakirin. Bi vî awayî lîstikên folklorî yên gelê kurd jî bi taybetiyên nîjadî yê gelê kurd ve dewlemend dibe. Lê ji ber ku dema xwe de folklora gelê kurd nehatiye berhev kirin niha lêkolînên folklorî de pirsgirêk tê kişandin.

Di gelek welatên dinyayê de, bi taybet jî di nava kurdên ku di welatê xwe de dijîn lê  lê di bandora gelên din de man de pirsgirêkên bişaftinê dertên pêşberî me.

Di dîroknasiya nûjen a kurd de ew devera ku wekî “Kurdên sovyetê, Kurdên Qafqasyayê an jî Kurdistana Sor” tê nasandin de bi sed hezaran kurd ne tenê zimanê xwe ji bîrkirine di heman demê nirxên xwe dûr ketine û di nava gelên din de bi hatine bişaftin û bi tûnebûnê re rûbirû mane. Ev bişaftin bi xwe re gelek dewlemendiyên kurdan birî ye û bi vê yekê jî kurdan çanda gelên din pejirandine. Ne tesadûfî ye gelek kurdnas wê baweriyê de ne ku kurdan gelek kesên binirx bi navê faris, tirk û ereb winda kiriye. Bi vê ramane em dikarin bêjin ku kurdan bi vî awayî ne tenê kesayetên bi nirx lê biçanda xwe çanda gelên din dewlementir kirine.

Em dê li vir bi girêdana wan ramanên li jor sê heb lîstikên ku cara yekem ji hêla çavkaniyên Azarbeycanê ve wekî lîstikên gelê kurd tê pejirandin binêrin.[1] Sedema vê yekê jî ew e ku ev lîstik êdî ne li ser navên kurdan tê nasîn û ji destê kurdan hatine standin. Gelek çavkaniyên ku di derheqê dîroka foklora azarbeycanê dikin van lîstika wekî hêmanên bingeha  şanoya azarbeycanê didin naskirin.[2]  Divê em destnîşan bikin ku ev lîstika gelêrî yên ku girêdayî “şanoya gel”in  di sala 1986an de wekî numuneya folklora azarbeycanê li Fransayê hatiye pêşkeşkirin lê lîstikvan kurd bûn.

Ev her sê dlîstik dişibin destana navûdeng ya Siyabend û Xecê. Ev destana ku sedan sala di nava kurdan de dijî di nava kurdên Qafqasyayê de bi awayê şano hatiye parastin. Beyî ku em di derheqê lîstikan de çend tiştî bêjin em dixwazin li vir hin gotinên ku nivîskarên navdar ên azarbeycanê yên di derheqê van lîstikan de parva bikin.

Şanoya kuklayî ya li Azarbeycanê pir ne dewlemend e. Profesorê Azerî Alî Sultanlı destnîşan dike ku “Gelê Azarbeycanê bi şanoya kukla meraq nekiriye”. Ev nêrîn destnîşan dike ku ewî şanoya kuklayê bi temamî înkar nekiriye. Lê ew destnîşan dike ku rastiyeke dîrokî ye ku ew lîstik ne li Azarbeycanê derketiye. Lîstikên ku wekî nûmuneyê bingehîn ê şanoya kuklayê tê pejirandin ew lîstikên ku li ser axa bajarê Kelbecerê tê lîstin ên lîstika kovî û lîstika navbera xalîçeya ne. Akademîsyen M. Arîf destnîşan dike ku lîstikên kovî û navbera xalîçê di bajarê Kelbecerê gundê Axcakentê de tê listin bi xwerû şanoya kuklaya Azarbeycanê ye.[3] Ev lîstik ji bo şahî û kêfê tê lîstin. Akademîsyen M. Arîf bi van nêrînen xwe derî çewtiyên mezin vedike. Armanca van lîstikan ne kenandin û şahî ye. Armanca yekem yên van lîstika ew e ku dersên exlaqî bide û dixwaze girîngiysa malbatê û mirovahiyê bide.

Profesorekî azerî yê din Î. Rehîmlî dinivîse ku lîstikên mîna Navbera Xalîçeyê wisa kiriye ku şanoya nûjen a kuklayê were asta îroyîn. Şanoya kuklayê ji lîstikên mîna “ Şah Selîm ”, “ Çavreş” “Lîstika Kovî”, “Keftar” “Pehlewanê Keçel” û h.w.d pêk tê. Ew lîstikên din ên  ku nivîskar qala wan dike jî di eslê xwe de ji folklora kurdên Qafqasyayê ne.

Divê em destnîşan bikin ku kurdên Qafqasyayê pir girîngiyê didin lîstikên gelêrî. Di çejnan, şahiyan, dawetan û gelek civatên xwe de bi berfirehî cih dane van lîstikan.

Kurdologê Azarbeycanê Şamîlê Selîm di sala 1980an de ji bo ku  gelêrî folklora ya kurdan were parastin bajarê Azarbeycanê Kelbecerê muzeyeke pir mezin avadike. Di hola şeşan a vê muzeyê de bi tevahî li ser modelan lîstikên gelêrî têne pêşkeşkirin. Mixabin ev muzeya dîrokî ya S.S. ya kevin di sala 1993an de piştî dagirkirina Kurdistana Sor ji hêla ermeniyan ve hatiye rûxandin. Ev yek jî bi xwe re rewşa folklora kurdan a hatibû jibîrkirin bêhtir xirabtir kir.[4]

Lîstika di Nava Xalîçe de

Lîstik bi yek kesî tê pêşkeşkirin. Derdora wî tê girtin. Dest û lingekî pêşkeşvan kuklaya jinekî û du mêran tê girêdan. Bi dengê zirnê an jî tenbûrê lîstik tê pêşkeşkirin. Nîşandina yekem de Xecê (kuklaya jin) bi destgirtiyê xwe re tê cem hev û bi tevgeran (bêdeng) hezkirina xwe ya bi hev re nîşan didin. Piştî demekê destgirtiyê Xecê ji bo karekî li wir diçe. Pişt re kesê din(kuklayê duyem) dixwaze bi zorê Xece xwe re bibe. Destgirityê Xecê tê û kuklayê kesê ku dixwaze Xecê birevîne bi xencera xwe dikuje. Xecê direvîne û diçe. ( Di çavkaniyên Azerbaycanî de ji Xecê re dibêjin Ceylan. Ev yek çewtiyeke mezin e ji ber ku ev lîstik di sala 1938an de li gundên kurdan hatiyê tomar(qeyd kirin) kirin  loma ti têkiliya vê lîstikê bi foklora azeriyan ve tune). Ev lîstik di dewaten de li hemberî zavê û bûkê dihat pêşkeşkirin û dixwest fikra hezkirinê bide ciwanên din ên ber zewacê ne. Hin kesên navdar ên ku di sadsala 20. de ev lîstik pêşkeşkirî ev in: Memedali Milî (ji eşîra milî), Mehrali, Suleyman, Cemîl in. Lê niha tenê yek kes vê lîstikê pêşkeş dike. Ew jî ji bajarê Kelbecerê Silêmanê Mehralîoglu ye ku 70 salî ye.

Lîstika Xezal

Lîstika kovî ramanên mîtolojîk ên gelê kurd pêşkeşî me dike. Lîstik bi vî awayî tê lîstin. Lîstikvan Kincekî sor ê bi kovî xwe dike. Di bin dengê mûzîkekê nerm û hêdî ya jê re Urfanî tê gotin de hin tevgerên cuda tê kirin. Di nava van tevgeran de têkoşîna giyaneweyan ya ji bo domandina jiyana xwe wek peyamên sereke tê lîstin. Ji hêla derwêşan ve çîroka vê lîstikê tê vegotin. Şivanekî ciwan evîndarê keca axayê gund dibe. Ew ciwan bi salan ji hev hez dikin. Rojeke ji rojan şivan ji xwere çilîkeke xezalê digre. Ji bo ku xwedî bike xezal dide destgirtiya xwe. Destgiritiya wî xwediyê 7 birayan e. Rojên xwe bi vê xezalê re derbas dike. Raksê hînê vê  xezalê dike. Di dawetan de di destpêka cejna newrozê de xezal derdikeve û direqise. Sal derbas dibin. Hem xezal mezin dibe hem jî ciwan digîhîjin temenê zewacê. Lê axa keca xwe nade şivên. Dûjînan lê dike û dibêje tu şivane belangaz, pepûk û feqîr î. Keca xwe bi axayê gundekî din re nîşan dike. Rojek ji rojan dawet destpê dike. Kec li mehînê siwar dibe û ber bi gundê axê ve tê rêkirin. Ji bo Xecê gundê axê beriya gerdekê bi rengê sor hewreşîm tê amadekirin.  Dawet destpê dike. Dema dibe şev diyar dibe ku Xecê miriye. Xecê bi hesrata şivan dimire. Ev agahî li belavî hemî heremê dibe. Ji sehera sibê dema ku şivan vê yekê hayîdar dibe ew jî jiyana xwe dest dide. Dema mirana êşbar ya van ciwanan ji hêla rûspiyên heremê ve tê bihîstin ew dixwazin kecik û şivan ba hev werin veşartin. Mirov wan ciwanan bi rondikên xwe vedişêrin. Ji bo mirina wan şînê dikin. Rojek piştî  mirina wan dema gundî cardin tên li ser tirba wan dibînin ku ew xezala roja dawetê winda bûbû jî di nava tirbên wan de miriye. Ev agahî jî dever bi dever belav dibe. Hevalên şivên ji bo ev evîn herdem jîndar bimîne ji hewreşîmê xezalê yê sor kincekî mîna xezalê didûrin. Di dawetan de ciwanek vî kincî xwe dike û di bin mûzîka nerm û hêdî ya urfanî de di dawet, newroz û cejnan de direqise.

Di vê çîroka ku kurt tê vegotin de ji ber ku ciwan şivan e û Xecê bi darê zorê kesekî din re tê zewicandin û mîtosa xezalê dişibe destana Xecê û Siyabend. Li gor fikrên me ji ber ku dengbêjî di nava kurdên Qafqasyayê de belav nebûye ev destan hatiye gurtin. Loma formeke din de derketiye pêşberî me. Di versiyoneke din a vê çîrokê de ew xezala rengê sor xwîna ku negihiştina ciwana sembolîze dike. Ev her du varyant jî me dide xuya dibe ku nîşangeha şanoyî ji destana Siyabend û Xecê bingeha xwe sitandibe.

Aliyeke din jî kult xezala sor heye. Ji ber ku em vê yekê xalîçeyên kevin bigre heya gelek tiştên din ên folklorî dibîn in. Di baweriyên kevin de û heta di wan şeklên ku li ser zinaran ên serdema pêşseretayî de em dibînin ku şeklên xezalan piranî caran cih digre.  Ji wanê heya navenda Qafqasyayê ev vê yekê dibînin. Taybet jî di deverên ku ev lîstik belavbûyî de. Loma dibe ku ji ber vê sedemê ye ew kutla xezala ya di destana Xecê û Siyabendê de bi vî şeklî tê dayîn. Xezal bi vê yekê di lîstika xezalê de hertim jîndar maye. Ev çîroka ku tê vegotin de tişta balkêş ew e ku xezala k udi şanoyê de tê pêşkeşkirin bi rengê sor hatiye xemilandin. Loma heya niha jî rengê sor e. Em dikarin têkiliyeke wisa jî destnîşan bikin.

Bingeha mîtosa lîstika xezalê bi me dide xuya ku ev çîrok xwedî dîrokeke pir dirêj e. Di heman demê de bi mûzika netewî re jî girêdaneke wê ya xurt heye. Di çavkaniyên dewletê serdest de ev lîstik wekî hêmaneke folklora wan tê nîşandan. Lê di nava kurdên Qafqasyayê de “figura xezal” baweriyeke herî kevne. Di gelek baweriyên gelên kevnare de xezala bi rengê sor wekî sembola rojê dihat pejirandin. Nûkirina koluçên xezalê wateya nûkirina jiyanê sembolîze dike. Em bi vê nûkirinê dikarin bêjin ku di serdemên berê de dibe ku bav û kalê me ev lîstik di newroza de dilîstin. Kulta xezalê di ne tenê di nava kurdan de lê di heman demî de di nava gelên slavyan û ewropî de jî heye.[5] Wê wekî rıhê xwerû binav dikin. Xezal wekî hezkirin, xwerûbûn û paqijî yê ji hatiye pejirandin.

Gelê bixwaze parastina nasnameya xwe, jinkirina çanda xwe bike divê ew dewlemediyên xwe yên folklorîk jî xwedî derkeve. Bilî vê jî divê di perwerdeyê de jî bikarbîne. Ew perwerd û rêxistina ku li ser bingeha çanda xwe tê avakirin wê temen dirêjtir be. Loma pirsgirêka mezin ew e ku ev nirxên exlaqî yên ji folklora kurdan peyda dibe neya berhev kirin û tomar kirin. Ev rastî jî ji bom e pirsgirêkeke pir girîng e. Bi taybetî jî berhevkirin, tomarkirina hêmanên folklora kurdên Qafqasyayê li vir ciheke cuda digre. Ji ev tiştên me li jor anîn ziman dertê ku ger em xwedî folklora xwe dernekevin wê dewletên serdest her tim folklora me wekî folklora xwe nîşan bidin. Ji ber vê yekê jî xebatên di derbarê Kurdistana Sor û kurdên Qafqasyayê divê berfirehtir û kûrtir be.

LISTIKA KEFTAR

Ev mînakên şanoya gel ên ku me li jorê qala wan kir bêhtir li ser teswîra jiyana ehlaqî û her çend taybet bişibe destanên gel ên kurdan jî ev mînaka em dê li jêr qala wê bikin gelek aliyan ve ji wan cuda ye.Di derbarê vê şanoya gel de cara yekem kurdolog û zana T. F. Arîstova di berhema xwe  ya etnografîk “Kurdên Pêşqafqasyayê” de agahî dane[6]. Nivîskar taybet qala salên 1940î dike û diyar dike ku di wê serdemê de di nava kurdan de mînakên şanoya gel pir dihate dîtin. T.M. Arîstova diyar dike ku ev lîstika şanaoya gel di nava kurdan de heye lê bes di derbarê herêma tomarkirina vê lîstikê de agahiyan nade. Zana û Kurdolog Şamîl Askerov di pîrtûka xwe ya bi navê “Daxlarin Hîkmeti” de destnîşan dike ku ev mînaka şanoya gel li Azerbaycanê bajarê Kelbecerê li gundê Orûclû û Agcakendê cara yekem em çav bi lê dikevin. Û pişt re jî navên hin kesên ku vê lîstikê dileyzin tomar dike.

“Lîstika Keftar” taybet li Kelbecerê gundên Orûclû û Axcakendê dihat lîstin. Di cejnan de di bin dengê mûzîkeke rîtim giran de dihate lîstin. Di gunde Orûclû ev lîstik bêhtir ji hêla Bekîr û Cabbar ve dihate lîstin[7].

Di vê lîstike de ew bûyera ku tê teswîr kirin şerê Keftarekî û egîdekiye. Di vê lîstikê de peyam tê dayîn ku ji bo leheng li dijî keftar serbikeve divê di serî de aqlê xwe bide xebitandin.

 

Mirovekî dixin şûna keftarekî. Depekî erzinga wî ve girêdidan. Yekî jî jor ve. Çi dema ku keftar devê xwe vedikir û digirt hingê dep hevdiketin û deng ji wan dihat. Cil jî wî dikin. Devê wî mîna devê ejderekî çedikirin. Dikete şeklek wîsa ku dema zarok û jin çav bi wî diketin pir ditirsîyan.

Ev şano ji du başan pêkdihat. Beşa yekem de dema egîd li hemberî keftar şer dike serkeftinê bi dest naxe. Pişt re dest bi hîlê dike. Di beşa duyem de ji bo ku egîd gel ji wî keftarî rizgar bike dest bi xîleyekî wisa dike. Kefenekî li xwe dike û li ser riya keftar re xwe dirêj dike. Keftarê ku derdikeve li ser dikê bi dîtina zilamê li ser riya xwe kefxweş dibe û direqise û vê kêfxweşiya xwe nîşan dide. Pişt re bi aramî nêzî wî dibe û wî ber bi dîwera dikê ve dibe (Di ramana mîstîk ya gel de baweriyek heye ku keftar bi serê xwe zîlam dikûje û pişt re goştî wî dixwe). Keftar tê, egîd bejnê ve wî dîwer ve dike ew xwe paş ve dikişîne. Devê xwe hev dixe tê da ku serê xwe zilam bixe û bikuje. Dema dîxwaze bi serê xwe egîd bikuje hingê egîd li ser aliyekî diqulûpe. Serê keftar li dîwêr dikeve. Keftar carekî diçe û te. Lîstik heya keftar dimire dom dike. Dema ev lîstik tê pêşkeşkirin lîstikvan tevgerên cuda dikin û bala temaşevanan dikişînin li ser xwe. Keftar dawîya dawî serê xwe dîwêr dixe û dimire. Pişt re egîd piyê xwe datîne li ser keftarê mirî û bi çepikên temaşevanan lîstik diqede.

Ev lîstika ku me awayekî kurt teswîr kir di esle xwe de ji ramaneke mîtolojîk tê. Li vir divê em vç şîrove bikin. Ev lîstika ku ji teswîrên mîtolojîk ên kevin xwedî dîrokeke dirêj e. Em di Yewnana Kevnar û Mezopotamyayê de jî çav bi vê mîtosê dikevin. Wek mînak di mîtolojiya Yewnanan de di lehengiyên Heraklîs de çelengiya Heraklîs û şerê wî yê li hemberî “Şêrê Nêmêy”  bi vê lîstikê re pir dişibin hevdû. Di dîrokê de û di mîtolojiya Yewnanen de efsaneyekî bi vî rengî heye. Lê di nava kurdên Qafqasyayê de bi awayekî şanoyî dîtina vê lîstikê çiyê matmayînê ye. Lê zanyarê mîtolojiyê yê mezin A. F. Losêv di derbarê vê yekê de wisa dibêje: “Di ramana mîtolojiyê de nîşan û heyberên subjektîf û objektîf û diyardeyên wê di nava demekê û warekî de girtî namîne, di her derê hevgirtin û hevşibandinek tê dîtin”[8] . Ev hevgirtinek bê guman li vir jî derdikeve pêşberî me. Divê em jibîrnekin ku şaristaniya Mezopotamyayê bandoreke mezin li ser şaristaniya Yewnanê çekiriye û kurdên Qafqasyayê parçeyek ji vê şaristaniyê bûn. Loma em dikarin bêjin nêzikiyeke bi vî rengî ya ku têkiliya her du lîstikan derdixe pêş divê şaş neyê fêmkirin. Di heman demê de di mîtolojî û berhemên hunerî yên Asûriyan de jî têkoşîneke bi vî rengî di navbera hin giyaneweyan de tê dîtin.[9]Dîtina tiştên wisa nîşan dide ku kurdistana Qaqasyayê jî parçeyeke şaristaniya kurdistana mezin e. Ev nêrîn bi riya vê yeke careke din jî tê tesdîqkirin.

 

“Şanoya Gel” yek ji hêmanên foklorîk e. Lîstik ji herî baş vê yekê me dide xuyakirin Bi riya folklorê em dikarin gelan nas bikin. Kurdên Qafqayayê yen ku xwedî dîrok, şaristanî û çandeke dewlemedndin îro ji hêla kurdên parçeyên di ve dijîn hatine jibîrkirin. Bilî vê ji hêla dewletên serdest ve ev foklora dewlemend a kurdên Qafqasyayê bi awayekî vekirî hatiye dizîn. Li vir min hewlda ku ez nîşan bidim ev lîstikên niha wekî lîstikên foklora Azeriyan tê nasîn ji rastiyê gelek dûr in. Ev lîstik ji lîstikên foklora gel a kurdan e.

Bilî ve yekê min xwest ez nîşan bidim ku kurdên Qafqasyayê jî parçeyeke şaristaniya kurdistana mezin in. Her çend kurd ji hev dûr ketibin jî foklora wan hê jî dişibin hev. Loma dûrbûna wan nebûye sedem ku ew çanda xwe jibîrbikin. “Şanoya Gel” di nava kurdên Qafqasyayê mînaka herî baş e ji bo vê yekê. Loma me jî li vir xwest em li ser çend lîstikan vê yekê nîşan bidin. Em di wê baweriyê de ne heger lêkolîn û xebatên baş werin kirin wê hingê baş were xuya ku foklora kurdên Qafqasyayê xwedî dewlemendiyeke mezin e.

 

Çand, dîrok, huner bi giştî folklor jî wekî her tiştî tenê bi xwedî derketinê dikare were parastin. Ji bo parastinê jî divê di serî de hêmanên folklorê baş were zanîn. Em hêvî dikin ku bi riya van xebatan ev rastî baştir wê were dîtin. Bi saya vê yekê jî folklora kurdên Qafqasyayê wê zelaltir bibe û dewlemendiya folklora kurdan wê derkeve holê.

 

 Çawkanî

[1] A.Б. Букшпан. “Азербайджанаские курды” Баку.1932 , r,178

[2] Rəhimli İ. ‘Azərbaycan teatr tarixi’, Bakı, Çaşıoğlu, 2005. r, 62,63

[3] M.Arif. ‘Azərbaycan xalq teatrı.’ Ədəbiyyat məcmüəsi, Bakı, 1946. r,  8

[4] Şamil Əsgərov “Şahid Muzey Şəhid Muzey” Bakı, 1997

[5] Orucov T. Qarabağda xalq oyunları. Qarabağ folkloru: prob¬lemlər, perspektivlər mövzusunda Respublika Elmi Kon¬fransının materialları. Bakı, 26 dekabr 2012

[6] T.F. Arîstova, “Kurdi Zakavkazya”, Moskva, 1966, r, 187

[7] Şamîl Esger “Daxlarin Hîkmetî”, Baki, 1987, r. 30

[8] A.F Losêv, Mîfoloqîya- Filosofskaya ênsîklopedîya, Moskva, 1964. r, 458

[9] Jêrêmy Black, Anthony Grêên. ‘Mezopotomya Mîtolojîsî Sozlûxû, Aram, 2003. r, 23.100

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …