jiyana Mela Xelîlê Sêrtî

Mela Xelîlê Sêrtî

(1753-1843)

Mela Xelîlê Sêrtî mitesewif e, alim e. Li medresan ders daye, melatî kiriye. Ew di nav mitesewif û nivîskarên kurd yên dema xwe de bi navûdeng bûye. Mela Xelîlê Sêrtî, li gundê Gulpika Hîzanê, navçeya Bedlîsê di sala 1753an de hatiye dinyayê. Ozan û nivîskarên kurdên bi navûdeng Mele Xelîlê Sêrtî esl û azbata xwe ji Hîzanê ye. Navê bavê wî, Mele Hesen e. Dersên pêşi ji bavê xwe dîtîye. Li Bedlîs, Miks, Hîzan, Xoşab, Cizîr û Imadiyê di medreseyên kurdan de xwendiye û icazeta xwe ya ilmê ji cem Mela Mehmûdê Behdînî standiye. Mela Xelîl pişt re vegeriyaye Hîzanê û di medreseya Meyadanê de ders daye şagirdan. Pişt re çûye Sêrtê û li navenda Sêrtê bi cih bûye. Mele Xelîl ji xwendinê pir hez dikir. Hem seydatî dikir hem jî ji seydayên mezin fêr dibû. Di tesewwûfê de gihîşt kemalê. Bûye muftiyê wê demê. Li gor rîwayetan gelek keramet nîşan daye. Di sala 1843yan de jî, li Sêrtê çûye ser dilovaniya Xwedê.1

Mela Xelîlê Sêrtî derbarê ilmên wekî Serf, Nehw, Belaxet, Mentiq, Munazere, Cedel, Wed’, Eqaîd-Kelam, Hedîs, Fiqh, Tefsîr, Tecwîd, Tesewwuf, Mewlûd û Şemailê de ji 25an bêhtir berhem li dûv xwe hiştine.”2

Mexlesa wî di helbestan de “Şewqî” ye. Mele Xelîlê Sêrtî, 24 pirtûk nivîsîne. Heşt ji van berhema bi kurdî ne. Piraniya wan bi zimanê erebî ne û mijarên wan jî dînî ne. Ji berhemên Mele Xelîl tenê “Nehcul Enam” çap bûye, di destên me de heye. Ev berhema bi kurmancîyeke baş û bi helbestkî hatiye nivîsandin.

“Nehcul Enam li Kurdistanê baş hatiye naskirin û zarokên kurd vê eserê dixwînin û jiber dikin û li her cihî jê jêderkan digrin.”3

Helbesta Mela Xelîlê Sêrtî ya yekemîn, bi şeklê mesnewîyê hatiye nivîsandin. Ji 19 risteyan pêk hatiye. Medhîyeyek e ku di vê medhîyê de medhê şêxê xwe Şêx Ehmed Reşîdî kiriye. Helbesta duyemîn 27 risteyan pêk hatiye. Nesîhetnameyek e, li vir di derheqê nefsê de nesîhet dike. Helbesta sêyemîn ji 22 risteyan pêk hatiye. Munacat e, gazî û daxwazîji bo Xwedê kiriye. Helbesta çaremîn jî 13 bendan pêk hatiye. Tê de medhêşêxê xwe Şêx Ehmed Reşîdî kiriye.(4)

Çavkani:

1Doskî, Tehsîn Îbrahîm (Amd.), Dîwan, Perto Begê Hekarî, Weşanên Nûbihar, Stenbol 2011, r.26-28.

2Yavuz, Kemal, Mele Xelilê Sêrtî, http://siirttenote.com/yedek/arsiv/siirtte-dair/siirtliuenlueler/2397-mela-xelile-serti-1753-1841.html, 13 Sibat 2011.

3Adak, Abdurrahman, Mela Xelîlê Sêrtî, Mukaddîme, Weş. Zaningeha Artukluyê, j.1, 2010, r.147.39

4Kaya, Zeynelabidîn(Werger),  Nehcul Enam, Mele Xelîlê Sêrtî, Weşanxana Kurdistan, Stockholm 1988, r.6.

Hüseyin Koyuncu.

 

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …