Şêx Mihemed Hadiyê Qewmanî

Şêx Mihemed Hadiyê Qewmanî

(1884-1956)

Şêx Muhemmed Hadîyê Qewmanî di sala 1884an de, li gundê Sîsê yê li Licêya Amedê ji dayika xwe bûye. Di şeş salî de nexweşiyek li peyda dibe û çavên wî kor dibin. Ew, her tim li rêya îlmê ye. Di demê xwe de tengayî heye jî, ew her tim perwerdeya îlmê dewam dike. Sifte ji bavê xwe Şêx Mistefa ilmê dibîne û xelîfetiyê ji bavê xwe digre.(1)

Li medresa Qewmanê de nêzikî bîst salan ders dîtîye û her îlm xwendiye. Li gûndê Qewmanî çûye ser dilovanîya Xwedê.

“Şêx Mihemed Hadî, li cem bavê xwe ‘emelê tesewûfî kiriye û bi terbiya wî ya manewî mezin bûye. Çawa ku li cem wî perwerdahiya îlmê girtiye her wiha dersên tesewûfê jî, li dergaha bavê xwe dîtîye û berdewam kiriye. Ji ber ku Şêx Mihemed Hadî, mirovekî qenc û bi cehd û xîret bû, bavê wî jî gelekî pê re eleqedar bûye û ew pêşve çûye… Ji hêla aliman leqeba ‘Hafîz’ul-îlm’ jî hatiye nasîn. Di warê îlmî de, belkî di warê edebî de jî gelekî serkeftî bû, her wekî ku ji helbestên wî tê zanîn.”(2)

Di dîwana Hadî de bi piranî qesîde hene. Di van qesîdeyan de mijar, Xwedê Teala û Hezretî Pêxember û merivê wê wextê pêşta ne. Mele di wan qesîdan de Xwedê Teala dipesine û li ser jiyana Hezretî Pêxember û li ser şêxê xwe rawestiyaye.

Şêx Mihemed Hadî, bi şeklê wêjeya klasîk û bi peyv û sembolên tesewûfê helbestên xwe nivîsandiye. Berhema wî ya gihîşti roja me û çap bûyî dîwana wî ye.

ÇAVKANÎ:

1Seydaoğlu, Muhammed(Amd.), Dîwan, Şêx Muhemmed Hadiyê Qewmanî, Weş. Nûbihar, Stenbol, 2011, r.24.

2Seydaoğlu, h.b., r.24-25.

Hüseyin Koyuncu.

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …