Mustafa Barzanî

Ji Bo Bîranîna Mustafa Barzanî / Mehmed Dehsiwar

Serokê Bêhempa yê Şoreşa Kurd Mustafa Barzanî

Yek bi yek, qor bi qor, ber bi gulistanê ve, ber bi baxê Îrem ve çûn; di dilên wan de bêxofîya dijmin, a xeterên jîyanê û hêviyên salan, di paşilên wan de hêz û tecrubeyên berhemdar, di destên wan de gul û sosinên rengîn, di gel hêvîyên mirovantî û jîyaneke têr û tijî, hîmdarên hebûn û jîyana gelê me, mêrxasên aştî û azadîyê ji nav me bir bi bir koç kirin. Bi hêz û hêvî bûn, bi sebir û aram bûn; ji bo azadî û rizgarîyê di kolanên reş û tarî de, di rewşên zor û bi xeter de, bêtirs derbas bûn. Di zilûmatên tarî de, ji nivşên nuh re şewq, hêvî û berxwedanê û her wiha bêxofî û tekoşînê diyarî kirin. Nivşên nuh bi evîn û dilsozîya wan, bi bawerî û tekoşîna wan agirê hêvî û berxwedanê, di rêyên zor û pergalên nûjen de dan domandin; ew ji xwe re, ji hebûn û keftelefta gelê xwe re mînakên giranbuha, di rêya azadî û rizgarîyê de rêberên payebilind hesibandin. Gelê kurd, lehengiya wan piştî xatirxwestina wan jî di berxwedan û serhildanên nuh de da domandin; ew nedan jibîrkirin.

Çaxê mirov çavekî bavêje dîroka tekoşîna rizgariya neteweyê kurd, mirov dê gelek lehengên hêja û bi rûmet bi bîr bîne. Bi taybetî di vê sedsala dawî de, gelê kurd li hember koledarî û zordestiyê, ji bo rizgarî û azadiya xwe, car bi car serî hildaye û ji nav van serhildan û berxwedanan gelek lehengên birûmet derketine. Ev leheng, ji gelê kurd re bûne rêber û baweriya berxwedan, serhildan û rizgariyê; di dîroka tekoşîna gel de bûne nimûneyên payebilind. Yek ji van lehengan jî bêşik Mustafa Barzaniyê nemir e ku ez ê wî bi çend rûpelan be jî bi bîr bînim.

Sal 1914. Çile bû û rojên serma nêzîkahiyê li sersala nû dikir. Waliyê osmanî yê Mûsilê Suleyman Nazîf fermana serokê Barzaniyan Şêx Abduselam derxistibû. Mîna gelek serokên din, ew jî bi xiyaneta kurdekî din hatibû zeftkirin. Şêx Abduselam û sê hevalên xwe li ber çavên kurdan hatin bidardakirin. Dewleta serdest dixwest bi vî awayî gelê kurd çavtirsandî bike ku careke din serî raneke. Li gora dijmin, tekoşîna kurdan bi vî awayî ji bo demeke kin be jî hatibû tefandin.

Birayê wî, Barzaniyê biçûk ê deh duwanzdeh salî, tevî çend hevalên xwe çûbû meydanê da ku bidardakirina kekê xwe bibîne. Çaxê wî rewş fêm kiribû û kekê xwe di sêpî de daleqandî dîtibû, çavên wî xumam girtibûn û agir bi dilê wî ketibû.

Wî hê jî baş fêm nedikir bê kekê wî û hevalên xwe çima dihatin qetilkirin. Ji bo çi malbata wî û kurdên din dixistin bin vê tade û zordarîyê? Çima ew jî mîna herkesî di aştî û azadîyê de ne dijiyan? Wî fêm nedikir. Ta niha jî wî fêm nekiribû bê ji bo çi çaxê ew neh mehî bû, tevî dêya xwe li Amedê xistibûn zindanên osmaniyan. Wî fêm ne dikir bê çima ew sê salî cara duyem tevî dêya xwe ketibû zîndanên Mûsilê. Gundê wan hatibû şewitandin, mêr hatibûn kuştin û ew tevî dayika dilovan dîl girtibûn. Ji bo çi?

Dê wî ev rewş pişt re fêm bikira. Ne zêde dûr, pir di nêz de. Rewşa gelê kurd, tade û zordarîyên li ser neteweyê kurd wî dê di demeke nêz de bigihîştandina û bikirina tekoşer û serokê doza kurdan.

Helbet ne hêsan bû ku mirov lawê welatekî bindest be. Dê wî ev zû fêm bikira. Welatekî di bin destên dijminê barbar û xedar de, di kûrahiya dilê xwe de bi lez tekoşerekî bêhempa û serokê doza neteweyekî derdixist pêş. Dê rewşa welêt û bindestiya neteweyê kurd, tade û zordarîyên lî ser gelê kurd, Barzaniyê ciwan hîn di xortaniyê de li çaraliyê Kurdistanê bidana gerandin. Dê gavekî wî li cem Mahmûd Berzenciyê nemir, gavekî wî jî li kêleka Seîd Birokî bûya. Êdî jiyan ne jiyana wî bû, jiyana wî ya neteweyê kurd bû. Ew hem di xîzmeta serokê serhildana Agirîyê Îhsan Nûrî Paşa de, hem jî di ya Komara Mehabadê û Qadî Mîhemedê pîroz de bû. Kî dikaribû bibe xwedîyê vê bextewarîya bêpîvan? Kî dikaribû ewqas dilşad û serfiraz bibûya?

Malbata Barzanîyan

Navenda malbatê û herêma Barzan dikeve hêla çepê rûbara Zapê, ber quntara çiyê. Bapîrê Mustafa Barzanî Abduselam Barzanî, berî ku ew were dinyayê serî li ber Împaratorîya Osmaniyan hildabû, lê çaxê ji bo hevdîtinê û aştîyê çûbû Mûsilê, ew girtibûn û bidardakiribûn. Dijmin bi vê jî nasekine û piranîya endamên malbatê piştî bidardakirina serokê eşîrê, dixe zindanan. Piştî demekê jî malbatê ji hev belav dike û bi hêla Suleymaniyê, Erbîl û Kerkukê ve nefî dike. Endamên malbatê nêzî salekê di van rêyên dûr de şerpeze dibin.

Piştî Şêx Mihemed wefat kiribû, birayê wî Abduselam ketibû dewsa wî. Abduselam malbatê û eşîrên din civandibû ser hev û piştî salên 1906ê, ku di dema Sultan Abdulhemîd de rewşa kurdên hawîrdor xweştir bûbû, dest bi daxwaza mafên xwezayî kiribû. Wê demê Sultan Abdulhemîd ji nav kurdan bi dehhezaran kurd dabû hev û xistibû nav hêzên leşkerê osmanîyan. Navê wan Hamîdîye Alaylari bû û yekemîn wezîfeya wan qirkirina ermenî û kurdan mixalif bû. Dê vê rewşê di nav eşîrên kurdan de nakokî û bêhizûrîyeke mezin derxista holê. Ji bilî ku ji teref jontirkên nû nîjadperestîyeke bêhempa dest pê kiribû, asîmîlasyoneke kesnedîtî jî bûbû xetereke mezin.

Li ser wê di sala 1907ê de serokeşîr û mezinên kurdan dicivin û digîjin encamekê. Giregirên kurdan bi însîyatîfa Şêx Abduselam Barzanî li ser navê kurdan telgrafekê ji Dewleta Osmaniyan re dişînin û daxwaza kurdan pêşkêş dikin. Kurd di telgrafê de doza azadîya zimanê kurdî dikin. Pêwîst bû ku cihên kurd lê dijîn, zimanê kurdî bibûna fermî û yê xwendegehê. Daxwaza duyem a karmendan bû û pêwîst bû li Kurdistanê kesên kurd bihatina wezîfedarkirin. Her wiha pêwist bû ku hiquqa îslamî weke zagonên bingehîn bihata pejirandin û bikaranîn. Daxwaza dawî jî li ser zikatê bû. Pêwîst bû ku zikata li Kurdistanê dihat civandin, ji bo avakirina xwendegeh û li çêkirina rêyên Kurdistanê bihatina xerckirin.

Hikûmeta Jontirkan ev daxwazên herî hêsan jî mîna serhildanekê pejirand û li hember kurdan dest bi seferberîyê kir. Daxwazên kurdan di nav kurdan bi xwe de jî bi du şêweyên cîhê hatin nîqaşkirin. Hinek li hember van daxwazan derdiketin û nedixwestin bi hukûmetê re têkevin nakokîyan. Hinekên mîna Seyîd Abdulqadir, Emîn Elî-Bedirxan, Şerîf Paşayê Suleymanî û derdora wan jî bi coş li van daxwazan xwedî derdiketin.

Piştî van daxwazan, hukûmetê kurd bi hevalbendîya Rusyayê tawanbar kirin. Ev dihate wê maneyê ku bersiva hukûmeta osmanîyan destpêkirina şer bû. Hukûmetê êrîş bir ser kurdên herêmê û Şêx Abduselam jî bêçare dest bi berxwedanê kir. Hêzên kurd li hember hêzên dijmin berxwedaneke baş û serkeftî pêkanîn, lê çaxê eşîrên din ên kurd xwe dan alî û şer nekirin, malbata Barzanîyan bi tenê û bêhêz man. Berxwedan zû hat şikandin û leşkerê tirk gund û bajarên kurdan şewitandin û wêran kirin. Suleyman Nazîf, ku mixabin ew bi xwe jî kurd bû û walîyê Mûsilê bû, car bi car êrîş bir ser Şêx Abduselam lê nikaribû ew zeft bike. Şêx Abduselam derbasî Kurdistana rojhilat bû û li wir bû mêvanê Seyîd Tahayê Nehrî. Wî her wiha Îsmaîl Axayê Şikakî (Simko) jî zîyaret kir. Pişt re ji wir vegerîya û bû mêvanê kurdekî. Ev merivê bêbext jî wî da dest.

Mustafa Barzanî wê demê bi tenê sê salî bû û tevî dêya xwe cara duyem kete zîndanê. Vê carê heta ku di sala 1909ê de hukûmeta Îttîhad û Teraqî nehat ser hukim jî ew bernedan. Bidardekirina Şêx Abduselam û hevalên wî, tesîreke mezin li ser Barzaniyê piçûk kiribû. Her wiha wê tesîr li ser rewşa gel û ya malbatê jî kiribû.

Piştî kuştina Şêx Abduselam, Şêx Ahmedê 18 salî dikeve dewsa kekê xwe û dibe serokê malbatê. Piştî berxwedanê, çendî ku di tekoşîna xwe de bi ser neketibû jî, malbata Barzanîyan di herêmê de bû xwedîyê roleke girîng; an ku serokatîya pirsa neteweyî.

Şerê Cîhanê yê Yekem

Berî şerê cîhanê yê yekemîn (1914-1918) kurdan rêxistina Hêvî di sala 1912ê de damezrandibû û kovara Hetawê Kurd jî dest bi weşanê kiribû. Çaxê Dewleta Osmanîyan di şer de li gel elmanîyan cî girt, xwest ji şer îstîfade bike û muxalefetê bêtesîr bike. Bi vî awayî êrîş birin ser kurdan jî. Pêşî rêxistina Hêvî û kovara Hetawê Kurd hat qedexe kirin. Pişt re endamên girîng xistin hepsê û dû re jî ew şandin eskerîyê.

Di sala 1915ê de dîsa fermana ermenan derket û bi vê fermanî re qirkirina mezin jî dest pêkir. Di nava demeke kin de nêzî 1 500 000 ermen û 600 000 jî kurd hatin qetilkirin. Hikûmeta nîjadperest herdu neteweyên cîran bi saxûkî anî pêşberî hevdu û ew bi hevdu dane kuştin. Ji hêlekê ve hêzeke fermî ku ji kurdan pêk hatibû lê dîsa jî beşek ji artêşa dewletê bû damezrand û bi vî awayî ew berdan pêsîra ermenan. Ji hêla din ve jî hin tevgerên ermenan jî ji Rûsyayê alîkarî wergirt û li Kurdistanê dest bi kuştina kurdan kirin. Di nav vî şerî de qurbanî dîsa jî kurd û ermen bûn û ji xwe armanc jî her ev bû. Hikûmetê ji bo her serê ermenekî 25 qirûş bexşîş dida. An ku qîmeta mirovekî bûbû 25 qirûş! Ji ermenan ên ku dikaribûn birevin, xwe bi awayekî xelas kirin û di rêyên dûr û têkel de ji sînoran derbas bûn, yên mayî çi bêje bi giştî hatin qetilkirin. Piştî vê nêzî 700 000 kurdên ji eşîrên ku nexwestibûn beşdarî şer bibin, hatin nefîkirin û ber bi navçeya Anatolîyayê (Ankara, Konya, Kirşehir û Nevşehir) ve hatin şandin. Ciyên ku ermen û kurd jê hatibûn valakirin, bi tirkan û hin eşîrên alîgirê dewletê ve hate dagirtin.

Piştî şer bi dawî hat, rewşa beşê Kurdistana ku di destê osmanîyan de bû bi tevahî guherî. Hêla El-Cezîre û Çiyayên Kurd bi Sûriyeyê ve hat berdan û îdareya Sûrîyeyê kete destê Fransayê. Hêla ku niha di nav sînorên Iraqê de ye (niha êdî ew der bûye Kurdistana Federal) jî kete bin hukmê îngîlîzan.

Peymana Sewrê û serhildana Berzencî (1882-1956)

Piştî ku elmanî û bi wan re jî osmanî şer wenda kirin, di peymana Sewrê (1920) de bîryar hat dayîn ku kurd û ermenî jî li bakurê Kurdistanê bigihîjin azadîya xwe. Lê mixabin ev bi tenê li ser kaxez ma. Xuya bû ku hê ji hingê ve Dewletên Hevbeş li kurdan difikirîn, lê hesabê wan her tim li ser “hespê” qewîtir bû.

Îngîlîzên ku Iraq di bin bandora wan de bû, vê carê ji hukûmeta Iraqê daxwaz kirin ku li deklerasyona xwe xwedî derkevin û mafên kurdan ê otonomiyê bicî bînin. Li gora vê deklerasyona ku di navbera hukûmeta îngîlîz û ya ereban de hatibû îmzekirin, divîya ku kurd di nav sînorên Iraqê de otonomiyê bidest bixista. Bêşik îngîlîzî ne ji ber ku heyrana çavên kurdan bûn ev daxwaz dikirin; wan bi vî avayî dixwest destê xwe li hember ereban xurt bikin.

Hukûmeta ereb ne razîbû ku çi otonomî bide kurdan, lê ji ber ku rewşa xwe ya bindestîya îngîlîzan û bêhêzbûna xwe ne digot “na” jî. Çawa hebe “kurd jî beşek ji gelê dewleta Iraqê” bûn. Her wiha kurd bi xwe jî ji rewşê ne razî bûn. Hê di sala 1918ê de Şêx Mahmûdê Berzencî û gelek pêşevanên kurd îmze berhev kiribûn daku di bin bandora Îngîlîzan de hukûmeteke kurd ava bikin.

Malbata Berzencî ji salên 1850ê ve di herêma Suleymanîyê û derdora wê de pêşevanîya tekoşînê dikir. Bavê wî Şêx Saîdê Suleymanî jî piştî serhildana 1908ê hatibû bidardakirin.

Di çirîya paşîn de temsîlkarê îngîlîzî Noel, li ser navê Împaratorîya Îngîlîstanê hukumdarîya Başûrê Kurdistanê da Mahmûd Berzencî. Lê piştî demekê ku êdî Soan kete dewsa Noel, rewş guherî û îngîlîzan xwestin ku li hember Berzencî û hukûmeta kurd hinek guhartinên fermî pêk bînin. Kurdan ev qebûl nekir û Berzencî biryara berxwedanê da. Piştî şer, Berzencî di gulana 1919ê de wezîfedarên îngîlîzan da girtin û serxwebûna xwe îlan kir.

Berzencî her wiha ji çaralîyê Kurdistanê alîkarî daxwaz kir. Wî digel vê ji Lenîn re jî bi nameyekê ve daxwaza piştgirîyê kir. Malbata Barzanîyan jî bi pêşevanîya Şêx Ahmed Barzanî çû hawara Berzencî û di şerê li hember îngîlîzan de ciyê xwe girt. Mustafa Barzanî hê di wê demê de serwerîya hêzeke kurdan dike û di Dola Piyaw de bi cî dibe. Şêx Mahmûdê Berzencî di sala 1922ê de xwe milûkê Kurdistanê îlan kir. Îngîlîzan bi balafiran ve Kurdistanê û bi taybetî jî hêla Suleymanîyeyê seranser bombebaran kirin. Tevî vê jî hêzên Berzencî nêzî du salan li ber xwe dan.

Çi mixabin serhildan zêde dom nekir. Îngîlîzan tevî balafirên xwe êrîşên giran birin ser Suleymanîyeyê û hukumeta ereb û îngîlîz dorê li hêzên kurdan girtin. Ev serhildana Berzencî jî di sala 1924ê de bi dawî hat. Berzencî dê şeş sal şûnde dîsa serî li hember dijmin hilda û têketa Suleymanîyeyê. Lê ev car jî bi ser nakeve û îngîlîz Berzenci demeke dirêj li cihekî mihkem dixin bin çavan. Mahmûd Berzencî ku xwe milûkê Kurdistanê îlan kiribû û li ser navê xwe dirav dabû çapkirin, pişt re derbasî Bexdayê bû û li wir di sala 1956ê de çavên xwe ji jiyana bêbext re girt.

Peymana Lozanê (1923)

Piştî şerê cîhanê, niştîmanperwerî li çaralîyê cîhanê belav bû û li Rojhilata Navîn jî di rojevê de ciyê xwe girt. Li Balkanê piranîya welatên di bin destên Împaratorîya Osmaniyan de gihîştin azadîya xwe. Li Afrîkayê û li Rojhilata Navîn jî gelên bindest daxwaza serxwebûn û azadîyê dikirin. Kurd jî beşdarî nav wan neteweyên ku daxwaza rizgarî û serxwebûna xwe dikirin bûn.

Cemîyeta Tealîya Kurd/Kurd Tealî Cemiyetî, Partîya Milletê Kurd/Kurd Mîllet Fikrası û Cemîyeta Kurd ya Pêşverû/Kurd Îçtîmaî Cemiyetî çend rêxistinên kurd bûn û hê wê demê daxwaza Kurdistaneke serbixwe dikirin. Lê xuya bû serxwebûna Kurdistana ku ji hêla neft û madenên xwe yên binerdê ve pir dewlemend bû û ji teref dewletên cihê ve hatibû parvekirin, ne ji Hêzên Hevbeş û ne jî ji dewletên dorhêlê zêde girîng nedihat pejirandin. Her çiqas dewletên ku di şer de bi serketibûn behsa rewşa kurdan dikirin jî, di Rojhilata Navîn de “rehetî” û “stabîlîte” dixwestin. Wan “nikaribû” vê axa dewlemend bi destê “çend eşqîyayan” ve berdaya.

Bi Peymana Lozanê re rewşa kurdan hê bêtir xerab dibû û ev car Kurdistan dibû çar perçe. Dewleta Tirk a ku sînorên îro di bin hukmê wê de ye, bi serokatiya Kemal Atatürk hat damezrandin û perçeyê mezin ê Kurdistanê kete bin bandora wê. Herçî di destpêkê de komara Tirkîyeyê ya kurd û tirkan jî bû û herdu netewe “efendiyên welêt” bûn jî, ev soz û gotin zû hatin jibîrkirin û pişt re jî bi dehhazaran kurd hatin qetilkirin û bi sedhezaran jî hatin nefîkirin.

Ji hêla din ve başûrê Kurdistanê kete bin destê Iraqa ku di bin bandora îngîlîzan de mabûn û Rojava jî di bin destê Surîyeya ku di bin bandora Frensayê de mabû. Êdî li dewletên ereban du hebên nû zêde bûbûn: Iraq û Sûrîye.

Tevî ku şerê cîhanê bi dawî hatibû jî, kurdan heta 1930ê bi dijminên dagîrker re çaralî şer dikirin. Ya rastî serhildanên Koçgîrî û Dersimê jî bi cureyekê berdewama şer û serhildana Agirîyê bû. Bi kurtahî ji destpêka Şerê Yekem ê cîhanê û dawîya Şerê Duyem, kurd bi her awayî û bênavbir di şer de bûn.

Li Rojavayê Kurdistanê Îsmaîl Axa (Simko) di sala 1921ê de serhildaneke mezin pêk anî. Simko bû waliyê Şinoyê û ta sala 1930ê jî vê vezîfeyê domand. Şah Rizayê Pehlewî di vê salê de ew vedixwîne cem xwe da ku pê re li hev were. Şertê wî jî ew e ku Simko bêçek were. Bi vî awayî hêzên Şah ew dixin xefikê û pişt re jî bi xayîntî dikujin.

Piştî ku dewleta tirk a nû tu mafên kurdan qebûl nekir û sozên xwe zû ji bîr kir, kurdan jî dest bi daxwaza azadîyê kirin. Lê bersiva Dewleta Tirk ji ya îngîlîzan cudatir bû. Di sala 1925ê de kurdan bi serokatiya Şêx Seîd serî hilda û gelek bajar û qesebeyên Kurdistanê jî bi dest xistin. Lê serhildan bi tenê û di navçeyeke piçûk de asê ma û Dewleta Tirk bi hemû hêzên xwe ve çaralî dor lê girt.

Di sala 1927ê de rêxistinên Cemîyeta Kurd a Tealî, Cemîyeta Kurd ya Pêşverû, Partîya Kurd a Neteweyê û Azadî digîjin hev û Xoybûnê ava dikin. Ev di dîroka kurdan de ji hêla rêxistinî ve gavekî pir girîng û modern tê pejirandin. Generalê kurd Îhsan Nûrî Paşa jî dibe serokê partîyê.

Îhsan Nûrî li hêla Agirîyê hêzên kurd civandin ser hev û serhildana ku bi navê Agirî tê zanîn, berfirehtir kir. Wê demê Îbrahîm Haskê Tello jî li hêla xwe Hukûmeta Kurdan ava kiribû. Her wiha rojnameya Agirî jî dest bi weşanê kiribû.

Hukûmeta tirk di gulana 1930ê de êrîşeke mezin bir ser tekoşerên kurd. Hukûmeta Sovyetê jî sînorên xwe dan girtin û nehişt ku leşkerên kurd bi wir ve herin. Bi vî awayî Dewleta Tirk li Agirî û Zîlanê qirkirineke mezin pêk anî. Îhsan Nûrî û çend hevalên xwe pêşî çûn ser Agirîya Piçûk û pişt re jî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.

Li ser daxwaza Xoybûnê Mustafa Barzanî tevî 500 leşkerên xwe çû hewara serhildana Agirîyê û li hêla Oramarê êrîşên giran biribû ser dijmin. Êrîşên Barzanî û hevalên wî wisa dijwar bûn ku dewleta tirk pir tirsandibû û ji ber wê jî piranîya hêzên xwe bi ser Oramarê ve şiyandibû. Lê Barzanî bi çeknasî û hostatî xwe bi paş ve vekişand û dîsa derbasî Barzan bû.

Agirî û tecrûbeyên wê, di dîroka kurdan de xwedî roleke girîng e û pir jî balkêş e. Kurdan yekem car bi rêxistinî û awayekî modern şer kiribû. Her wiha zerarekî pir mezin jî dabûn dewleta dagîrker. Lê dijmin gelek xurt bû û ji çaralî ve alîkarî wergirtibû. Vê carê îngîlîz jî hatibûn hewara Dewleta Tirk. Wan nedixwest ku kurdên Başûr werin alîkarîya kurdên Bakur û bi vî awayî bêtir nêzî hevdu bibin.

Wê demê li Barzan jî rewş pir têkel bû û serhildaneke nû nêzîk dixwîya. Çaxê hukûmeta Iraqê digel îngîlîzan bi balafiran êrîş birin ser Barzan û herêmê dan ber agir, Barzanîyan jî li ser vê biryara berxwedanê da. Tekoşîna wan her berdewam bû. Lê kurdên azadîxwaz û malbata Barzanîyan ne bi tenê li hember îngîlîz û ereban şer dikirin. Her wiha gelek eşîrên kurd jî derdiketin hember wan û êrîş dibirin ser azadîxwazên kurd.

Mustafa, Ahmed û Sadiq Barzanî tevî leşkerên xwe li hember dijmin berxwedaneke mezin dan û tekoşîneke bêhempa kirin. Lê çaralîyê wan hatibû girtin û dijmin zor dida wan. Bêçare ew di hezîrana 1932ê de derbasî Bakur bûn û ketin destên Dewleta Tirk.

Malbata Barzanîyan pêşî li Serhedê hatin bicîkirin, lê pişt re cihê wan her tim hat guhertin. Çaxê îngîlîzan di sala 1934ê de bi hukûmeta Iraqê efûyek da derxistin, penaberên kurd û malbata Barzanîyan vegerîyan Behdînan. Hersê Barzanî ji malbatê hatin veqetandin û şandin Hîlleyê, nav ereban.

Mustafa Barzanî li wir zêde debar nekir û vegerîya Barzanê. Dê ev vegera wî bibûna sedemê serhildeneke nû. Barzanî tevî hevalên xwe Rewandizê xistin destên xwe. Lê çaxê hukûmet bi hêzên mezin êrîş birin ser wan, Barzanî tevî leşkerên xwe çû serê çiyê. Piştî demekê bi hukûmeta Iraqê re li hev kirin û Barzanî vê carê derbasî Suleymanîyê, cihê nefîyê bû.

Hukûmeta Mustefa Kemal di Şerê Duyem ê cîhanê de rewşa xwe bêtir xurt dike. Piştî têkçûna Serhildana Agirîyê, kurd demekê bêdeng man. Herçî di sala 1935ê de li Sasonê û di nav salên 1937 û 38ê de jî li Koçgirî û Dêrsimê serhildanên girîng çêdibin jî, hukûmeta tirk bi plan û barbarîyeke kesnedîtî ew zû tefandin, gelek kurd kuştin û herêmê seranser şewitandin.

Dewleta nû ya tirk heta niha li hember serhildanên kurdan alîkarîyeke mezin ji Yekîtîya Sovyetê werdigirt. Lê piştî ku dewlet bi hêz bû û alîkarî ji dewletên kapîtalîst jî wergirt, êdî pêwîstî bi alîkarîya Sovyetê nemabû. Hukûmeta tirk dê di sala 1937ê de digel Iraq û Îranê Peymana Sadabadê, ku li hember kurdan û komunîzmê hatibû damezrandin, îmze bikira û bi vî awayî sedaqeta xwe ya li hember welatên Rojava nîşan bidana. Her sê dewletên dagîrker dê bi vî awayî hem di serhildanên kurdan de alîkarîya hev bikirana û hem jî sînorên xwe ji çûyin û hatina kurdên azadîxwaz re bigirtina.

Rewşa Iraqê

Çaxê Iraq di sala 1932ê de dibe endamê Yekîtîya Neteweyan, hingê li ser kaxez li Kurdistanê cîyê ku kurd tê de piranîyê pêk dianîn, zimanê fermî kurdî û erebî hat qebûlkirin. Li gorî peymanê pêwist bû ku beşek ji hatina aborîya neteweyî li Kurdistanê bihata mesrefkirin. Lê di rastîyê de rewş qet jî ne wisa bû. Ne xwendegeh û ne jî rêyên welêt hatibûn avakirin û ji hêla aborî ve jî rewş pir baştir nebû.

Lê ji hêla têgihîştina pirsa neteweyî ve rewş roj bi roj diguherî. Dîsa jî kurd hêdî hêdî şiyar dibûn û li doza xwe xwedî derdiketin. Her wiha Partîya Komunîst ku endamê Komînternê bû û Partiya Gel ku xwe sosyalîst dihesiband, xebata xwe eşkere dikirin.

Di sala 1936ê de general Bekir el-Sidqî dest danî ser hukim. Hatina Bekir a ser hukim rewş hebekî pozîtîf guherandibû. Êdî nîqaşeke eşkere hebû û meriv dikaribû xwe bi şêweyeke azad îfade bikira.

Lê ev azadî zêde dom nekir. General Nûrî Saîd tevî hevalbendên xwe yên nîjadperest bi alîkarîya îngîlîzan Bekir el-Sidqî ji ser hukim daxistin û kuştin. Dê ev rewşa nû tesîreke zêde li ser welatperwerên kurd bikira û ew mecbûrî jîyana îllegalîyê bikira. Ev rewşa nû û zordarîya serdestan, kurdan bêtir nêzî hevdu kiribû. Ji hêlekê ve eşîrên din xwe nêzî malbata Barzanîyan dikirin û ji hêlekê ve jî kurdan gav bi gav ber bi avakirina rêxistineke neteweyî ve gavên girîng diavêtin.

Di sala 1939ê de di bin serokatîya Refîq Hilmî de Partîya Hêvî hat damezrandin. Tevî ku Partî çi bêje herkesî himbêz dikir jî, bi taybetî du fikrên girîng xwe didan dîyarkirin. Alîgirên fikra yekem dixwestin bi îngîlîzan re pêwendî bête danîn da ku bi alîkarîya wan mafên kurdan têkeve rojevê. Xwedîyên fikra din jî dixwestin bi Sovyetê re, ku niha ketibû nav Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, pêwendî bête danîn. Li gorî wan derfet hebû ku bikaribin ji rewşê îstîfade bikin û di bin bandora Sovyetê de kurd bigîjînin azadîyê. Çi mixabin ku berpirsîyarên Hêvîyê negihîştin encamekê û nakokî her dom kirin.

Di sala 1941ê de Reşît Alî li Iraqê dest datîne ser hukim û bi Elmanyaya Hîtler re pêwendî datîne. Lê îngîlîzî bi alîkarîya kurdan êrîş birin ser wî. Her wiha di vê demê de dezgeha mîsyonerên elmanî li Tehranê jî hebû. Herçî Şah Riza xwe bêteref îlan kiribû jî, bawerîya Hêzên Yekbûyî pê nedihat û nikaribû bi taybetî ji bo petrolê çavên xwe ji hebûna elmanan re bigire.

Li hêla din peymana navbera Stalîn û Hîtler jî bi dawî hatîbû û hêzên leşkerî yên elmanî êrîş biribûn ser Sovyetê. Ev rewş Sovyetê jî ji bêçareyî beşdarî nav Hêzên Yekbûyî kiribû. Di tebaxa 1941ê de leşkerê Sovyetê ji bakur ve û yên îngîlîzî jî ji hêla Iraqê ve ketin Îranê.

Ev rewşa nû bala kurdan jî kişandibû. Êdî Rojhilatê Kurdistanê bûbû cihê herî girîng. Partiya Hêvî ji bo ku rewşê bibîne û raporekê amade bike, Mîrhac dişîne Mehabadê. Mîrhac li Mehabadê berpirsîyarê Komeley Jîyanewey Kurdistanê dibîne û herdu li ser rewşê dûr û dirêj diaxifin.

Ber bi serokatiyê ve…

Mustafa Barzanî hê ji zarokatîya xwe ve xwe di nav şerê azadîyê de pijîyabû. Bûyerên ku li çaralîyê Kurdistanê diqewimîn û rewşa malbata wi tesîreke mezin li ser wî kiribû. Şertên Kurdistanê û bûyerên giran, ew hê di zaroktîyê de derxistibû pêş. Ew êdî merivekî bîrewer û bi rûmet bû. Wî Kurdistanê jî baş nas kiribû. Dema li Bakur bû rewşa kurdên wir û sîyaseta dewleta tirk, çaxê wî nefî kiribûn nav ereban jî, rewşa ereban baştir fêm kiribû. Ew her wiha di medreseya kurd de jî şagirtekî zana û bîrewer bû.

Barzanî mîna serokeşîrên din ji gelê xwe ne dûr bû. Wî êşa gelê xwe baş fêm kiribû û ji çareserkirina wê re jî bi her awayî çalakî dikir. Nefspiçûk û aram bû. Ne merivekî kîndar û çavnebar bû. Lê bi sebir bû û xwedî bawerîyeke pir xurt û qewî bû. Tevî ku car bi car xiyanet dîtibû û jîyabû jî, tu caran bêbawer nebû. Li gorî wî pêwîst bû ku gelê kurd xwe bi rêxistin bike. Xwe bi rêxistin bike û mafên xwe yên rewa wergire. Ji vê pê ve tu rê tune bû. Bi tenê rêxistineke xurt û bawermend dikaribû gelê kurd ji bin zordarî û bindestîyê rizgar bikira. Her wiha pêwist bû ku vê rêxistinê piştgirîya gel jî wergirta.

Wî hê di xortanîya xwe de ji serhildanên kurdan re bi her awayî alîkarî kiribû. Bi vî awayî jî wî hem Kurdistanê naskiribû û hem jî ji teref kurdan ve baş hatibû naskirin.      Di sala 1943ê dema ew li Suleymanîyeyê li surgûnê bû, bi alîkarîya kurê Berzencî ji wir xwe da alî. Tevî çend hevalên xwe pêşî derbasi Rojhilat bû û pişt re jî vegerîya Barzan û li wir bi cî bû.

Piştî ku ew li Barzan bi cî dibe, li Çolemêrgê serhildana Saîd Birokî dest pê dike û Barzanî tevî leşkerên xwe diçe û alîkarîya wan dike. Herçî serhildan zêde dom nake û zû têk diçe jî, navê Barzanî pir belav dibe û êrîşên ku dibe ser dijmin, di nav gelê kurd de nav û deng dide.

Piştî vê bûyerê Barzanî dîsa derbasî Barzan bû û vê carê bi xwe serî hilda. Li ser vê, dema ku pê dihisin, kurdên Mehabadê ji Barzanî re nameyekê dişînin û jê daxwaza ku serhildan bi tenê di nav sînorên başûrê Kurdistanê de nemîne dikin. Kurdan her wiha daxwaza civîneke neteweyî jî dianî rojevê.

Barzanî bi daxwaz û pêşnîyazan wiha kêfxweş dibû lê niha ew bi xebat û çalakîyên xwe ve mijûl dibû û nikaribû li benda ku hemû kurd serî hildin rawestîya. Tvgera ku wî dabû destpêkirin roj bi roj geş dibû û alîgiran zêde dikir. Wî ji hêlekê ve êrîşan dibir ser qereqolên dijmin û xwe ji hêla çekan ve xurtir dikir û ji hêlekê ve jî ji eşîrên kurd re xeber dişand da ku piştgirîyê bikin. Lê çî mixabin gelek eşîr dûrî serhildanê man. Her wiha di navbera eşîran de dubendî û neyartî jî ji serhildanan re xetereke mezin bû. Barzanîyan ev baş fêm kiribûn. Di navbera malbata Barzanîyan û Zîbarîyan de jî dijminîyeke kevn habû. Malbat biryar dide ku vê dijminahîyê ji ortê rake. Li ser vê Mustafa Barzanî bi keça serokeşîrê Zibarîyan re dizewice û bi vî awayî ev dijminayî jî ji bo demekî bi dawî tê.

Hikûmeta Iraqê li ser bûyerên ku li Kurdistanê diqewimîn, malbata Barzanî careke din bi hêla Hîlleyê ve nefî dikin. Serokwezîr Nûrî Saîd bi hîle û zor li ser navê Şêx Ahmed Barzanî name jê re dişîne da ku Barzanî teslim bibe. Lê bersîva Barzanî dibe êrîşeke giran a ser hêzeke mezin a Iraqê.

Di vê demê de Partîya Hêvî ji vê rewşê zêde hêz digire û di nav gel de bi rêxistin dibe. Partî hê di vê demê de ji hukûmetê dawxaza otonomîyê dike. Hukûmet li ser vê dawxaza kurdan Wezareta Karûbarên Kurdistanê dadimezrîne û gelek kurdên ku di daîreyên dewletê û di nav hêzên leşkerî de kar dikirin, derbasî nav hêzên kurdan dibin.

Barzanî di dawîya sala 1943ê de navbirekê dide êrîşên xwe. Armanca wî ew e ku bi awayekî siyasî û bêyî ku xwîn birêje, pirsa kurd çareser bike. Ew di sibata 1944ê de diçe Bexdayê û digel daxwazên Partîya Hêvî ji hukûmetê re planê çareserkirina pirsa kurdan pêşkêş dike. Hukûmeta Nûrî Saîd hinek ji van daxwazan qebûl dike û dixwaze ku di meclîsê de van bide qebûlkirin. Lê ev pêşnîyar û hinek planên din ku wî dixwast bi cî bîne, di meclîsê de qebûl nabin û Nûrî Saîd xwe vedikişîne. Pişt re jî hukûmeta Hamdî Paçacî tê damezrandin.

Barzanî dîsa derdikeve serê çiyê û li wir qerergeh vedike. Lê wî êdî dixwast tekoşînê bi awayekî rêxistinî bidomîne û di sibata 1945ê de di bin serokatîya wî de Partiya Azadî tê damezrandin. Partiya Azadî, Kurdistaneke otonom kiribû armanca xwe.

Lê Împaratorîya Îngîlîzan û hukûmeta Iraqê li hember vî gavê nû bêdeng namînin. Car bi car êrîş dibin ser kurdên azadîxwaz. Barzanî û leşkerên kurd di tebaxa 1945ê de li hember êrîşên dijmin berxwedaneke mezin didin û hêzên dijmin tarûmar dikin.

Barzanî ji hêlekê ve li hember hêzên dijmin ku bi sed caran bi hêztir bûn şer dikir, ji hêlekê ve jî hewil dida ku serhildana kurdan berfirehtir bike da ku bibe serhildaneke neteweyî. Wî car bi car bangî rêxistin û serokeşîrên kurdan dikir da ku di nav şoreşê de cîyê xwe bigirin. Tevî vê jî, mîna piranîya caran gelek eşîr dikevin himêza dijmin û êrîş dibin ser şoreşa gelê xwe.

Vê carê jî dê çaralîyê şervanên kurd ji teref dijmin ve bihatina zeftkirin. Weke ku tanq û topên leşkerê dijmin ne bes bin, piranîya eşîrên kurd jî êrîş dibirin ser şoreşê. Her wiha leşkerê tirk jî ji jor ve dor li hêzên kurdan girtibû. Dê vê carê jî serhildana kurdan ji teref dijmin ve û bi piştgirîya kurdên xwefiroş bihatina şikestandin. Piştî ku şer têk çû, Barzanî digel malbata xwe û tekoşerên xwe derbasî Rojhilat bû. Wê helbet careke din dora wan bihata. Serhildana 1943-45an jî bi vî awayî negihîşt armanca xwe.

Komara Demokratîk a Kurdistan

Dema peymana ku Hîtler û Stalîn pêk anîbû bi êrîşên Hîtler ve bi dawî hat, Yekîtîya Sovyetê jî beşdarî nav Hêzên Hevgirtî bûbû. Îranê, ku ji hêla neftê ve yek ji wan cîyên herî dewlemend bû û di bin bêvila Sovyetê de bû, bi dizî bi Elmanyayê re pêwendî danîbû. Hêzên Hevgirtî (Yekîtîya Dewletên Amerîkayê, Fransa û Îngîlîstan) ji jêr ve û Sovyetê jî ji jor ve Îranê zeft kirin. Hêzên Sovyetê heta Kurdistanê meşiya û pişt re jî xwe bi şûnde vekişand.

Wê demê rêberên kurdan jî ji rewşê sûd wergirtin û xwe ji bo bûyerên nû amade kirin. Heyeteke kurd ku Qadî Mihemed jî di nav wan de bû, ji bo guftûgoyan çû Moskovayê. Hukûmeta Sovyetê, ji ber ku rewşa wan û sîyaseta wan li Îranê baş neçûbû û Partîya Tudeh jî ne zêde xurt bû, dixwest bi kurdan re têkilîyeke xurt deyne. Wan dixwest bi vî awayî kurd bigîjînin hêla xwe da ku di herêmê de xurttir bibin.

Kurd jî ji hêla xwe ve vala nedisekinîn û xwe birêxistin dikirin da ku bikaribin herêmê têxin bin rêvebirîya xwe. Mehabad û derdora wê di nav hêzên Sovyetê û Îngîlîzan de, di cihekî tampon de mabû û her wiha azad jî bû. Kurdan dixwast bi alîkarîya hêzeke mezin mafên xwe bi dest bixin. Û di vê rewşê de ya herî nêz jî Yekîtîya Sovyetê bû. Îngîlîzan bi salan Başûrê Kurdistanê di bin bandora xwe de girtibûn û tu niyeta wan ku welatê kurdan ji destê xwe berdin tunebû.

Bêşik îngîlîzan li Îranê sîyaseteke cuda dida meşand. Çaxê ku Şah Riza ku hevalbendê Elmanyayê bû, cîyê xwe dewrî kurê xwe Muhammed Riza Pehlewî kir, îngîlîzî gihîştibûn armanca xwe. Ji xwe Pehlewî hevalbendê wan bû û îngîlîzî jî ne zêde xwedîyê armanca guhertinekê bûn. Li gorî wan heke rewş biguherîya, hingê dê rewşa neftê jî têketa xeterê. Her wiha heke ku kurd mafên xwe yên neteweyî li Rojhilat bi dest bixistana, wê gavê dibû ku Başûrê Kurdistanê jî ji dest derketa.

Rêxistina Komelê (Komeleya Jîyaneweyê Kurdistanê) ku di îlona 1942ê de hatibû damezrandin, nûnerîyekê hilbijart da ku li Yekîtîya Sovyetê temsîla kurdên Îranê bike. Nûnerîya kurdan bi serokatîya Qadî Mihemed di îlona 1945ê de çû Bakuyê. Serokwezîrê azerî Bakirov pêşnîyar kir ku kurd di bin bandora Azarbeycana Îranê de bibin xwedîyê otonomîyê. Lê heyeta kurd vê pêşnîyarê nepejirand. Pêwîst bû gelê kurd bi serê xwe di nava Îranê de otonomî wergire. Tevî vê nakokîyê jî li ser dawxaza hukûmeta Sovyetê, Bakirov soza piştgirîyê da.

Barzanî jî hingê xwest ji rewşê sûd wergire û bi armancê xwe gihand Şinoyê û dest bi pêwendîyan kir. Di demeke kin de hêzeke mezin a leşkerî civand û çû Mehabadê cem Qadî Mihemed. Êdî pêşmergeyên kurd bi serokatîya Barzanî ketin xîzmeta doza kurd û Kurdistanê. Êdî ew li ser navê doza kurdan serleşkerekî mezin û şêwirmendekî giranbiha bû.

Piştî ku heyeta kurd ji Sovyetê vegerîya, di çirîya pêşîn a sala 1945ê de bi endamê Komelê re civînekê pêk anî. Dê ev civîn bibûna kongreyeke rêxistinê û civînê li ser pêşnîyara nûnerên Yekîtîya Sovyetê jî navê partîyê bi Partîya Demokrat a Kurdistanê ve guhert. Bi vî awayî dê hem Partî berferehtir bibûya û hem jî dê ji Yekîtiya Sovyetê alîkarî bihata wergirtin.

Di çileya pêşîn a sala 1945ê de Komara Demokratîk a Azarbaycanê hate damezrandin. Ev biryar dê rê ji kurdan re jî vekira. Pêşevanên kurd di çileya paşîn a 1946ê de li Mehabadê civîneke mezin li dar dixin û wê rojê jî Komara Demokratîk a Mehabadê îlan kirin. Alaya Kurdî bi jor ve hate hilkişandin û Qadî Mihemed di sibatê de weke serokkomar sond xwar. Êdî parlamento û hukûmeteke kurd jî hebû.

Barzanî û du kesên din ji teref hukûmeta kurd ve weke general hatin hilbijartin. Barzanî êdî di bin xîzmeta Komara Kurdistanê de bû û hêzên xwe yên leşkerî hê bêhtir xurt dikir. Ev her wiha jê re dibû tecrûbeyeke bêhempa jî. Barzanî ji bo hukûmeta kurd û Komara Demokratîk a Kurdistanê xîzmeteke baş kir. Weke serleşkerekî Komarê, wî leşker gihand hevdu û ji bo parastina Komarê xebateke bêhempa pêk anî.

Lê dê ev serkeftin jî zêde dom nekira. Rewşa cîhanê û bidawîhatina şer, sîyaseteke nû derxistibû holê. Êdî parvekirina cîhanê dîsa ketibû rojevê. Hêzên Hevgirtî dev ji Îranê bernedidan, lê Sovyetê jî ne dixwest destevala vekişe. Bi vî awayî peymanek di nav Sovyetê û Hêzên Hevgirtî de pêk hat û leşkerê Sovyetê di şeşê gulana 1946ê de xwe ji Îranê vekişand.

Ev rewş bû sedemê ku di nav kurdan de panîkeke mezin dest pê bike. Hêzên Komara nû hê ne zêde bi xurt û bi hêz bûn û kurd ji rewşeke wisa re ne amade bûn. Her wiha kurd niha ji ber vê rewşa nû ji hevdu belav jî bûbûn. Êdî bi tenê Barzanî û hêzên xwe li pişt Qadî Mihemed mabûn.

Bi piştgirîya Hêzên Hevgirtî û bêdengbûna Yekîtîya Sovyetê, Îranê hazirîya êrîşên mezin dikir. Pêşî Komara Azarbaycanê bi hêsanî û bêşer hilweşandibûn û niha jî dor hatibû ser Komara Kurdistanê.

Barzanî car bi car ji Qadî Mihemed daxwaz kir ku bi ber xwe bidin. Lê Qadî Mihemed xwe ne dida ber vê pêşnîyarê. Barzanî ji bo berxwedanê hazirî dikir, lê tu niyeta hukûmetê ku şer bike tune bû. Xwînrijandin ne pêwîst bû li gorî wan. Ji nişka ve ji derveyî Barzanî û şervanên xwe tu kes li pişta Qadî Mihemed û Komara Demokratîk a Kurdistanê nemabû.

Hukûmeta kurd dixwest bêyî şer teslîmî hêzên Îranîyan bibe. Lê Barzanî bi şid li hember vê bû û dixwest kurd bi her awayî Komara Kurdistanê biparêzin. Di dawî de Qadî Mihemed jî li dijî berxwedanê derket. Wî nedixwest xwîn birije. Qadî Mihemed Alaya Kurdî bi emanetî teslîmî Barzanî kir. Barzanî ev dîyarîya bi emanet xiste himêza xwe û li ser daxwaza Pêşewa tevî leşkerên xwe ji Mehabadê vekişîya. Bi vî awayî leşkerê dijmin jî bi hêsanî kete Mehabadê. Hukûmeta Îranê bext dabû ku serokên kurd nekujin. Lê tevî ku endamên hukûmetê û serokkomar Qadî Mihemed bêşer teslîmî hêzên dijmin bûbûn jî, ew li ser bextê xwe ne rawestîyan û ew li meydana Çarçirayê, cihê ku Komara Mehabadê ya Kurdistanê lê hatibû îlankirin, di 31ê adara 1947ê de hatin daleqandin. Kurdên çaralîyê Kurdistanê ku zêdeyî salekê bi Komara Kurd pesinîbûn û ew pîroz dikirin, dîsa ketibûn xemgînîyê. Komara Kurdan a dema modern jî bi vî awayî hilweşîyabû.

Damezrandina PDK-Iraqê

Çaxê Barzanî li Mehabadê bû, gelek daxwaz ji kurdên Başûr dihatin ku partîyeke nû bête avakirin û rêxistinên din jî derbasî nav wê bibin. Di sala 1946ê de rêxistinên Hêvî, Rizgarî û Şoreş gihîştin hev û PDK-Iraq ava kirin. Navê wê Partya Demokrat a Kurd bû û tevî ku Barzanî ne li wir bû jî, ew weke serokê partîyê hat hilbijartin. Mustefa Barzanî êdî navekî namdar bû û li çaralî dihat nasîn. Wî her wiha di şerê li hember dijmin de bawerî û tekoşerîya xwe dabû îspatkirin. Wekî din jî wî bêtir dikaribû hêz û eşîrên kurdan li hevdu bicivîne.

Meşa Dîrokî ya Barzanî

Piştî têkçûna Komara Kurdistanê û bi dardakirina Qadî Mihemed û serokên kurdan, Barzanî mecbûr mabû ku xwe ji Îranê vekişîne. Hukûmeta Îranê dixwest wî û hevalên wî dîl bigire û wan bêçek bike. Lê Barzanî û hevalên xwe teslîm nebûn. Malbat û zarok vegerîyan Başûr û Şêx Ahmed û serokeşîrên din ji teref hêzên dewleta Iraqê ve hatin dîlgirtin. Barzanî û 500 leşkerên xwe di nav şerîda her sê sînoran de man û derbasî Iraqê nebûn. Çaxê hukûmet bi wan hisîya, dor li wan girt. Peyman bi Tirkiyeyê re jî çêkirin da ku derbasî wir nebin. Her wiha leşkerê Îranê jî li pey wan bû.

Li gorî lihevhatinê pêwîst bû ku teslîmî hukûmeta Iraqê bibin, lê wan ev bi cî neanîbû. Hukûmetê ji hêlekê ve bi leşkerê bejî û ji hêla din ve jî bi balafiran êrîş dibirin ser Barzanî û leşkerên wî. Ew pêşî derbasî bakurê Kurdistanê bûn. Gundiyên kurd ew bi kêf û şahî himêz kirin. Lê ew nikaribûn li wirê jî rawestiyana, ji ber ku leşkerê tirk jî dor li wan girtibû. Her wiha rêya wan jî dûr bû û pêwîst bû ku bidomînin.

Çaxê ew di ser çiyayên Şemdînan re derbas bûn, bi şefeqê re tirkan êrîş birin ser wan. Leşkerê tirk jî bi balafir û topan dor li wan girtibû û ew xistibûn bin çemberê. Lê tevî vê jî leşkerên kurd bêzerar ji çembera tirkan filitîn. Ew di ser şerîda nav herdu sînoran de dimeşîyan. Ji paş ve jî leşkerê Îranê dabû pey wan. Îranê fêm kiribû ku ew ber bi Sovyetê ve dimeşin û ji lewre jî leşkerên wan li Koturê pêşî li wan girtibû û xefik danîbû. Lê kurd bi hostetî ji vê xefikê jî rizgar bûn.

Li Makûyê mecbûr mabûn ku bi wan re têkevin şer. Wan ev biryar ji bo ku derbasî hêla Tirkîyeyê nebin û bi wan re nekevin şer dabûn. Di nav leşkerên kurd û îraniyan de şerekî pir mezin pêk hat. Leşkerê dijmin bi her awayî hat şikandin lê çar tekoşerên kurd şehît ketin û 15 kes jî birîndar bûn.

Ev meşa dirêj ku nêzî 350 kîlometre bû, dê ji Mehabadê dest pê bikira û di ser Şino, Rizaîye, Shapûr, Qotur, Makû û Agirî de derbas bibûya û li ber sînorên Sovyetê bi dawî bihata. Barzanî û hevalên xwe di 10ê hezîranê de gihîştin Agirîyê û daxwaza penaberîya siyasî ji Sovyetê kirin. Hevalekî xwe, Mîrhac, ji bo vê daxwazê bi dizî şandin Sovyetê û ew bi xwe jî li gundekî kurd li benda bersîva Sovyetê rawestîyan. Lê leşkerê Îranê dev ji wan bernedida. Ji bo ku zêde balkêşî neyê ser wan, bi dijmin re neketin şer û ber bi Arasê ve meşîyan. Heke şer derketa, êdî pêwîst bû bi tirkan re jî têketina şer. Di rewşeke wiha de pêwîstî bi vê tunebû. Piştî ku agahdarî hat û îltîcaya wan qebûl bû, di 18ê hezîranê de derbasî nav sînorên Yekîtîya Sovyetê bûn.

Navê Barzanî bi vê meşa dirêj û bi xeter kete dîrokê û di nav gelê kurd de hê bêtir belav bû. Êdî ew lehengekî gelê xwe û canfîdayê şoreş û berxwedanê bû.

Piştî Meşa Dirêj rewşa kurdên Başûr û Iraqê

Piştî têkçûna Komara Mehabadê rewşa Kurdan çaralî xerabtir bûbû. Serokên kurdên Îranê hatibûn qetilkirin, kurdên Iraqê bêserok û bêserwer mabûn û kurdên din jî xemgîn û perîşan bûbûn. Tade li ser kurdan roj bi roj zêdetir dibû. Qurfeke mezin ketibû nav kurdan û zilm û zordarîyên dijmin li çaralîyê Kurdistanê bûbûn jîyana rojane.

PDK-I demeke dirêj pirsgirêkên bêserokatîyê kişand. Serokê partiyê Barzanî li derveyî welêt jiyana penabertîyê dijîya, sekreterê wê Hemze Abdulah di hepsê de bû û xebata partîyê ketibû rewşeke xerab.

Îbrahîm Ahmed û çend hevalên xwe di vê demê de ketibûn nav sefên partiyê. Weke ku tê zanîn Îbrahîm Ahmed bi fikrên çep dihat nasîn û dixwast partiyê bikşîne ser fikra çepîtîyê. Ew di kongreya 1951ê de bû sekreterê partiyê û tevî hinek hevalên xwe di programa wê de hinek guhertin pêk anî. Navê Partiyê di kongreya sêyemîn de ku di sala 1953ê de pêk hat, ji Partî Demokratî Kurd bû Partî Demokratî Kurdistan-Iraq. Dê ev rewş û guhertinên nû gelek eşîran ji partîyê bi dûr bixista û ew lawaz bikira.

Di sala 1954ê de di rewşa Iraqê de guhertineke mezin çêbû. Hukûmeta Nûrî Saîd destûr dabû ku partî eşkere kar bikin. Her wiha Partîya Komunîst ya Iraqê, Partîya BAASê, Partîya Rizgarî û ya Demokratên Neteweyî bi biryarekî di nav Enîya Neteweyî de yekîtîyekê ava kirin.

Partîya BAASê mîna seksîyoneke Partîya BAAS a Suriyeyê ku di salên 1940ê de ji teref Mîşel Eflaq ve hatibû damezrandin, kar dikir. Programa partîyê giranî dida ser “şoreşa neteweyî”.

Di sala 1955ê de Partîya Rizgarî û ya Demokratên Neteweyî gihîştin hevdu û pirsa kurdan jî xistin programa xwe. Êdî Iraq ji kurd û ereban pêk dihat. Digel ku ev gotin bi xwe re zêde tiştan ne dianîn jî, ev gavekî girîng bû û kurdan dixwest ji vê îstîfade bikin.

Lê ev rewş jî dê zêde dom nekira. Piştî hilbijartinan Nûrî Saîd partîyên din qedexe kir û êrîşên li hember kurdan zêdetir bûn. Di sala 1955ê de Ji teref Turkîye, Iraq, Îran û Pakîstanê ve Peymana Bexdayê hate îmze kirin. Amerîka jî weke çavdêrê vê peymanê bû. Piştî ku Iraq xwe di sala 1958ê de ji vê peymanê vedikşîne, navenda wê diçe Ankarayê û navê wê bû Cento.

Di nav Partîyê û Partîya Komunîst de gelek caran nakokîyên mezin derketibûn. Lê di sala 1957ê de ev nakokî zêdetir dibin. Êdî Partîyê jî xwe nêzî fikrên çep kiribû û beşek kurdên di seksîyona Kurdistanê de ketibûn nav sefên Partîyê.

Di 14ê tîrmeha 1958ê de bi serokatîya general Abdulkerîm Qasim cuntayeke leşkerî hat ser hukim. Cûntayê Melîk Feysel û Serokwezir Nûrî Saîd da kuştin. Wan bi vî awayî welêt ji melîktîyê jî rizgar kiribû û komara nû damezrandibûn. General Qasim di hukûmeta nû de cî dabû partîyên din jî. Her wiha Baba Alîyê kurê Berzencî jî ji kurdan neqandibû û kiribû wezîrê karûbarên avakirinê. Wî her wiha ji bo ku cîyê xwe ewle bike Konseya Neteweyî jî ava kiribû. Di vê konseyê de alewîyek û kurdek jî hebûn.

Hukûmeta nû girtîyên kurd ku di nav wan de Şêx Ahmed Barzanî û şaîrê mezin Goran jî hebûn, serbest berdan. Herçî hukûmeta nû otonomîya kurdan bi tevayî qebûl nekira jî, ne dixwest kurdan di rewşeke wiha de bike dijmine xwe û li hêvîya ku bi wan re pêwendîyeke xweş deyne bû.

Li gora qanûnên ku ji nû ve hatibûn amadekirin Iraq beşek ji niştîmanê ereban bû lê kurd û ereb bi her awayî mîna hevdu xwedîpar bûn. Mafên wan yê neteweyî dê li gora çarçoveya neteweyî ya Iraqê bihata dayîn. Her wiha tu ferq di nava netewe, ziman, ol û bawerîyan de jî tunebûn.

Îbrahîm Ahmed li ser navê Partîyê nameyekê ji Bexdayê re şand û ji bo ku hukûmetê pirsa kurdan xistîye bernameya xwe, piştgirîya wê dîyar kir û pîrozbahîyên xwe pêşkêş kir.

Dema zagonên bingehîn hatin îlankirin, li ser navê Partîyê Îbrahîm Ahmed axaftinek kir û li ser van guhertinan razîbûna xwe û ya gelê kurd pêşkêş kir. General Qasim jî di axaftinekê de dîyar kir ku hukûmetê bangî Barzanî kirye da ku vegere welatê xwe.

Barzanî li Yekîtîya Sovyetê

Piştî ku Barzanî û hevalên xwe bi meşeke dûr û dirêj ku 52 rojan diajo derbasî Sovyetê bûbûn, li Naxçîvana Azarbaycanê hatibûn bicîkirin. Barzanî û hevalên xwe li wir ji hevdu tên veqetandin. Ew di kampên leşkerî de, di rewşên xerab de dest bi jîyaneke nû dikin. Piştî demekê Barzanî dibin Bakûyê.

Barzanî û hevalên wî ji hevdu veqetandibûn û nedihiştin ku hevdu bibînin. Her wiha rewşa penaberên kurd roj bi roj xerabtir dibû. Li ser şîkayeta Barzanî çend caran rê dan ku hevdu bibînin, lê ev bêşik ne li gorî dil û dxwzên wan bû.

Xuya bû ku berpirsîyarên Partîya Komunîst a Azarbaycanê kîna xwe ya dema Mehabadê ji bîr nekiribûn. Berpirsîyarên kurd di dema Mehabadê de nexwestibûn ku têkevin bin hukmê Azarbaycanê û niha jî fersend ketibû destê Bakirov û berspirsyarên Partîya Komunîst. Bakirov wezîrê hundirîn û berpirsîyarê ewlekarîyê Berîya jî kişandibû hêla xwe û herduyan li gora dilê xwe agahdarî didan Stalîn û Komîteya Merkezî. Ev rewş bêşik li gorî dil û daxwaza Stalîn bû jî.

Barzanî û hevalên xwe di dema Stalîn de ji ber van sedeman gelek êş û derd kişandin. Car bi car Barzanî û penaberên kurd dihatin nefîkirin. Nefîkirineke di nav nefîyê de… Penaberên kurd pirê caran birçî diman. Her wiha di nav kampên kar de yan jî di nav kampên leşkerî de kar dikirin. Lê ya herî xerab jihevqetandina wan bû. Ev jihevveqetandin û birin û anîn ta ku Stalîn sax bû jî dom kir. Her tim ji hevdu dûr û di bin çavan de bûn. Di kampên xerab de nîv têr û nîv birçî dijîyan û her ji çend mehan an jî salan carekê dihatin nefîkirin.

Barzanî ji vê rewşê ne razî bû. Wî ji berpirsîyarên hukûmeta herêmî destûr xwest ku here cem berpirsîyarên Partîyê û Hukûmeta Sovyetê da ku pirsa neteweyê kurd bîne ziman. Wî dê bi vî awayî rewşa penaberên kurd jî bianîya ziman û gilî û gazincên xwe pêşkêş bikira. Lê ev daxwaza wî nehat qebûlkirin.

Hukûmetê di tebaxa 1948ê de penaberên kurd şiyandin Ozbekîstanê. Barzanî li Taşkentê hat bicîkirin û bi alîkarîya mamosteyekî rûs xwe fêrî rûsî kir. Tevî ku Barzanî ne li Azarbeycanê bû jî, Bakirov hê jî dijîtîya wî dikir û di derheqa wî de raporên xerab dişand navenda Partiy Komunîst. Wî her wiha merivekî xwe şiyand cem serokkomarê Ozbekîstanê Yusufov û ew jî mîna xwe kir dijminê Barzanî.

Bi vî awayî Bakirov, Yusufov û serokê parastinê yê dema Stalîn Beriya li dijî Barzanî cepheyeke dijberîyê ava kiribûn. Barzanî jî helbet vala ne disekinî. Wî ji çend rojan carekê nameyên ku rewşa penaberên kurd dîyar dikirin ji Kremlînê re dişand. Lê mixabin ku ev name bi giştî li cem Berîya diman û nedigihîştin cîyê xwe.

Di adara 1949ê de dîsa cîhê Barzanî hat guhertin. Vê carê wî şandibûn giraveke ku di nav gola Aralê de dima. Pişt re gav bi gav ên din jî birin Aralê, lê wan li sê giravên cihê belav kirin. Yên mayîn jî li cîyên din belav kiribûn. Pêwendîyên wan ji hev qut bûn û haya wan ji hevdu tunebû. Daxwazên hevdîtinê jî bi tu awayî ne dihat pejirandin. Barzanî rojekê di sala 1950ê de bi mirovekî cîran ku dê biçûya Moskovayê re dikeve pêwendîyê da ku nameya wî li bajêr bavêje qutîya posteyê. Ji bo vê wî bedlek kinc û hinek pere dabû mêrik. Bi alîkarîya wî name digîje Kremlînê. Li ser daxwaza Stalîn di serokatîya Finikradof de delegasyonek diçe Taşkentê û Barzanî jî tînin wir. Ev heyet jî daxwaza Barzanî qebûl nake, ango destûr nade ku ew here Kremlînê.

Di destpêka 1953ê de bêyî ku haya wan ji hevdu hebe penaberên kurd tev li meydana hukûmetê dirûnin û dest bi boykota xwe dikin. Şertê wan ew bû ku di serokatîya Barzanî de delegasyonek biçe Kremlînê û li ser pirsa kurdî bi serokên dewletê re guftûgo bike. Ew nêzî 72 saetan li wir rûniştin û daxwazên xwe pêşkêşî berpirsîyarên herêmî kirin. Li hember zirtên serokê hukûmetê jî Barzanî û kurdên din xwedîbiryar bûn. Pêwîst bû ku pirsa neteweyekî bindest çareser bibûya û Barzanî amadebû ku her xeterê, her wiha mirinê jî himêz bikira.

Ancax piştî vê rê dan ku du kes li ser navê kurdan herin Moskovayê. Tevî ku rê nedabûn Barzanî ku du nav van du kesan de be jî, wî qîma xwe bi vê pêşnîyarê anîbû.

Tevî vê jî heta ku Stalîn sax bû, xirecira penaberên kurd û hukûmeta herêmî berdewam kir. Çaxê Stalîn mir û Kruschev kete dewsa wî, rewş bi her awayî guherî. Serokê KGBê Berîya hat kuştin û gelek ji hevalbendên wî jî hatin cezakirin. Piştî ku rewş hebekî sivik bû, Barzanî çû Moskovayê da ku Kruschev û serokên Sovyetê ziyaret bike û doza alîkarîyê bike. Lê ew jî ne hêsan bû. Barzanî li ber Kremlînê sê roj û sê şevan kete greva rûniştinê. Di dawîyê de Barzanî derdikeve hizûra Kruschev û rewş bi giştî jê re dîyar dike. Kruschev û hevalên xwe bi hevre Barzanî guhdarî dikin. Barzanî her wiha tiştên ku Bakirov û Berîya anîbûn serê wan tîne ziman û wiha dibêje:

“Hun ji hêlekê ve alîkarîya gelên bindest dikin û ji hêlekê ve jî Berîya û merivên mîna wî li dijî van kiryaran xebatê dikirin.” Barzanî li gotinên xwe wiha dom dike: “Ez xwe niha serkeftî dihesibînim. Ji ber ku ez niha pirsa neteweyê kurd bi nûnerîya herî bilind a Rojhilatê re, an ku bi serokatîya Kremlînê re diaxifim. Jixwe ez jî ji bo rewşa neteweyê kurd ku ji teref dagîrkeran ve ku çaralî hatîye perçekirin bînim ziman, hatime vir. Vî neteweyî bawerîya xwe daye min. Hun dewleteke mezin in û dibêjin ku hun alîkarîya neteweyên bindest dikin. Ez ji bo vê hatime vir. Ez ji bo ku doza gelê kurd a heqiyê bi ser bikeve alîkarîya we dixwazim.”

Kremlînê ji 74 nameyên ku Barzanî ji hukûmeta Sovyetê re şandibû bi dest xistibûn. Lê yek ji van nameyan jî ne gihîştibû cîyê xwe. Barzanî ji Kruschev û hukûmeta Sovyetê piştgirîya mafên kurdan daxwaz kir, Kruschev jî soz û bextê ku dê kurd ê bi xwe li ser çarenûsa xwe biryar bidin da Barzanî.

Piştî vê hevdîtinê rewşa penaberên kurd baş dibe. Gelek xortên kurd, nêzî 200 kesî li unîversîteyên Moskovayê dest bi xwendinê kirin. Her wiha xanîyekî û otomobîlekê dan Barzanî û wî jî dest bi xwendina zimên, sîyasetê û aborîyê kir. Barzanî her wiha beşdarî kurseke leşkerîyê jî bû. Ev kurs ji generalên rûs û yên dewletên sosyalîst re dihat amadekirin.

Barzanî li wir ronakbîrên kurd ên mîna Qanatê Kurdo û Ereb Şemo dît û di sala 1956ê de çû Yerevanê û li wir kurdên din zîyaret kir. Barzanî piştgirîya daxwaza kurdên Sovyetîstanê ya otonomîyê kir. Hukûmeta Sovyetê ev daxwaz qebûl nekir lê ji bo pêşketina çanda kurdî biryarên nû wergirt û bi vî awayî weşanên kurdî, radyo û pirtûkên kurdî bi serbestî û bi alîkarîya dewletê dest bi weşanên xwe kirin.

Dema Barzanî û hevalên xwe li Sovyetîstanê diman, bi serokatiya Celal Talabanî heyetek li ser navê kurdên Başûr beşdarî kongreya navneteweyî ya şagirt û ciwanan bûbû. Çaxê Barzanî û Talabanî hevdu dîtin, Talabanî jê re rewşa Kurdistanê û ya kurdan anî ziman û li pêşneyarên Barzanî guhdarî kir. Wî dê ev pêşnîyar bigihanda berpirsîyarên partîyê.

Barzanî li Sovyetê vala nedisekinî. Wî ne bi tenê bi kurdên Sovyetîstanê re danustandin dikir, wî her wiha bi gelek heyetên navneteweyî re jî pêwendî datanî û pirsa kurd dianî ziman. Ji bilî wan heyetan wî bi berpirsiyarên Kremlînê û Partiyê re jî pêwendîyan xurt dikir.

Barzanî vedigere Kurdistanê

Di 14 ê tebaxa 1958ê de general Abdulkerim Qasim dest datîne ser hukim. Êdî rê ji Barzanî û penaberên kurd re vebûbû ku vegerin ser axa bav û kalan. Her wiha hukûmeta nû jî destûr dabû ku Barzanî vegere welatê xwe. Hinek penaberên kurd li Sovyetê man, lê yên din bi kêfxweşî û bi def û zirne vedigerin Kurdistanê. Barzanî û hevalên xwe di ser Romanya, Bulgarîstan û Çekoslovakyayê de diçin Misirê û li wir jî Cemal Abdulnasir ziyaret dikin.

Çaxê Barzanî di 6 ê çirîya paşîn de li Bexdayê ji balafirê peya dibe, mîna qehremanekî neteweyî tê himêzkirin. Bi sedhezaran kurd li meydanê li benda wî bûn. Her wiha general Qasim jî hatibû pêşiya wî. Hevdîtîna Barzanî û Qasim dê ne bi vê tenê bima û dê herdu serokan li ser pirsgirêka kurd û ya Iraqê car bi car bihatina cem hevdu û ji bo çareserkirinê guftûgo bikirana.

Bi vegera Barzanî re Partî dîsa xurt bûbû û dest bi xebateke nûjen kiribû. Partî êdî eşkere kar dikir û dikaribû çaralî xebatê bikira. Rewşa nû hem li Kurdistanê û hem jî li Iraqê azadî û rehetîyeke berbiçav anîbû holê. Lê ev ê jî zêde dom nekira. Pirsgirêkên civakî û neteweyî rê ne dida ku ev azadî û rehetî zêde dom bike.

Yek ji wan pirsgirêkên sereke ew bû ku Misir û Iraqê dixwastin bi hev re Komareke Ereb damezrînin û xwedêgiravî xwe xurttir bikin. Lê di rewşeke wisa de Kurdistan mîna perçeyekî vê komarê dihat hesibandin. Ev rewş bêşik ne li gora ramanên Barzanî û kurdên din bû.

Di nav leşkerê ereb de jî pirsgirêkên bingehîn hebûn. Gelek ji generalan ne dixwest ku yekîtîyeke wiha çêbe. Her wiha di pirsa kurdî de jî nakokî hebûn. Gelek ji nav serokên leşkeran nîjadperest bûn û pirsa kurd ji bo çaxê ku kurd bi hêz bûn qebûl dikirin. Wan bi vî awayî dixwest xwe bi hêz bikin û dîsa êrîş bibin ser kurdan.

Dewletê bi vê armancê pêşî xebata rêxistinan azad kir lê pişt re wan bi xasûkî da pêşberî hev. Hukûmetê dîsa soz û bextê xwe jibîr kiribû. Wê dor bi dor rêxistinan ji ortê da alî û pişt re jî kovar û rojnameyên kurdî qedexe kir. Bêşik Qasim ji nakokîyên nav rêxistinan jî îstîfade dikir. Lê ew bi wê jî nema û xwest di nav eşîrên kurdan û Barzanî de jî nakokî derxe. Û di vî awayî de jî baş bi ser diket.

Barzanî bi vê rewşê gelek diêşîya. Çaxê li Moskovayê beşdarî pîrozkirina Şoreşa Oktobrê bû, gilî û gazinên xwe ji berpirsîyarên hukûmeta Sovyetê re pêşkêş kirin. Lê wan bi tenê Barzanî guhdarî kir û pişt re jî bêdeng man.

Piştî ku Qasim muxalefeta din belav dike, dor hat ser urdan û bi taybetî jî ser Barzanî. Ji ber nakokîyên reforma axê, gelek serokeşîrên kurd çek hilgirtibûn û êrîş dibirin ser hêzên leşkerî. Ji xwe Qasim jî vê rewşê bi zanebûn amade kiribû. Piştî ku dît di nav kurdan de nakokîyên girîng hene, di îlona 1961ê de êrîş bir ser Kurdistanê. Pêşî bi balafiran Kurdistanê da bombekirin û pişt re jî du tumen leşker şiyandin welêt.

Barzanî û Partîyê fêm kiribûn ku nikaribûn bi vî awayî kurdan biparêzin. Pêwîst bû dîsa dest bi berxwedanê bikin. Li ser vê biryar hat girtin û Barzanî tevî 400 pêşmergeyên xwe derket serê çiyayê Metînan û herêma Berwarî. Şerê çekdarî pir lawaz dest pê kir, lê di nava demeke kin de çaralî belav bû. Pêşmergeyan roj bi roj axê ji destê dijmin rizgar dikirin û êrîşên dijmin jî bi hostetî dişikandin. Di şer de bi hezaran leşkerên ereb hatin kuştin.

Ji hêlekê ve serhildana kurdan û ji hêlekê ve jî nakokîyên nav rêxistin û hêzên ereban, hukûmeta Qasim roj bi roj qels dikir. Her wiha muxalefeta ereban jî ji bo armanca xwe, Şoreşa Kurd pir girîng dipejirand. Ji bo ku bi serkevin û Qasim ji ser hukim daxînin, piştgirîya kurdan û rebêrên wan pêwîst didîtin. Ji lewre jî car bi car xwestin ku bi serokatîya şoreşê re têkevin pêwendîyê û hevkarî bikin. Kurd jî bi şertê bidestxisitina otonomîya Kurdistanê û hatina demokrasîyê li Iraqê ji bo xebateke wiha amade bûn. Nûnerên kurd û berpirsîyarên Koalîsyonê çend caran hev dîtin û biryar girtin da ku hukûmeta Qasim ji ser hukim daxînin.

Koalîsyonê di destpêka sibata 1963ê de dest bi xebata xwe kir. Ji hêlekê ve grev û boykot û ji hêlekê ve jî serleşkerên muxalîf êrîş birin ser Qasim û hukûmeta wî. Baasîyan di demeke kin de hukim xistin destên xwe û general Qasim kuştin. Serokatîya Konseya Neteweyî ya Şoreşger an ku Koalîsyonê Abdulselam Arif weke serokkomar û Hesen al-Bakr jî weke serokwezîr hilbijartin.

Koalîsyon ji Baasî û Nasirîstan pêk dihat. Koalîsyonê wezîrên hukûmetê di nav hev de parê vekirin û du wezaret jî dan Kurdan. Li gorî wan pirsa kurdî jî bi vî awayî hel bûbû. Tevî ku kurdan bi şertê otonomîyê piştgirîya wan kiribûn jî, wan qet behsa wê ne dikir.

Kurd nikarîbûn dev ji otonomîya xwe berdana. Ji ber ku niha garantîya tu tiştekî tune bû û çaxê ne li gorî hesabê hukûmetê bûya, dîsa dikaribûn êrîş bibin ser kurdan. Ji lewre jî Barzanî di seroktîya Celal Talabanî de çend nûnerên kurd şand Bexdayê da ku li ser pirsa kurdî bigîjin biryarekê. Piştî çend car çûyîn û hatin, nîqaş û dilhiştin û di dawîyê de jî çûyîna cem Cemal Abdulnasir û bi “erêkirina” wî, hukûmetê otonomîya qismî ya kurdan qebûl kir.

Kurd her tim ji bo aştiyê amade bûn û di vî awayî de car bi car gav avêtibûn. Vê carê jî xwe hazir dikirin daku dev ji çekan berdin. Lê ta niha jî tu garantiyek tune bû. Pêwîst bû ku Kurdistan azad bibe û kurd di nav axa xwe de bibin xwedî erk.

Piştî ku Koalîsyonê dest danî ser hukim, pêşî fermana komunîstan derxist. Mîlîsên hukûmetê di demeke kin de bi hezaran komunîst û kesên çep kuştin. Hingê gelek komunîst û bi taybetî jî endamên PKI, ku heta niha Şoreşa Kurd bi xayîntî û ajantîya emperyalîzmê sûcdar dikirin, êdî xwe avêtibûn bextê kurdan û hatibûn Kurdistanê.

Bêşik Barzanî û Partîyê ev anîn bîra wan, lê wan nikaribû ew bi paş ve bişînin kuştinê. Piştî ku PKI di Kurdistanê de bi cî bû, êdî xwe beşek ji Şoreşa Kurd dihesiband û wê “pêşverû” dipejirand. Endam û alîgirên ku ji ber destê Baasê rizgar bûbûn, li Kurdistanê bi cî bûn û bûn xwedîyê kampên xwe.

Hukûmeta Yekîtîya Sovyetê heta dawî piştgirîya Qasim kiribû. Lê piştî ku hukûmeta nû dest bi kuştina komunîstan kir û piranîya wan jî xwe avêtin tor û bextê kurdan, di nîsana 1963ê de sîyaseta Qasim a li hember kurdan di rojnameya Pravdayê de hate rexnekirin. Nivîsa ku di rojnameyê de derketibû her wiha piştgirîya mafên Kurdan jî dikir. Berpirsîyarên Sovyetê bi vê jî neman û di medyayê de car bi car hukûmeta Iraqê rexne kirin û piştgirîya Şoreşa Kurd kirin.

Her wiha di vê demê de Yekîtîya Dewletên Amerîkayê jî nêzîkayî li pirsa kurdî dikirin. Ew bi vê armancê nameyekê ji Barzanî re dişînin û jê daxwaza pêwendîyan dikin. Ew di nameyê de piştgirîya xwe ya Kurdistaneke otonom jî dîyar dikin.

Planên Yekîtîya Komara Ereb jî ku ji dewletên Misir, Iraq û Sûrîyeyê ve pêk dihat, di 17ê nîsana 1963ê de bi dawî hat. Hukûmeta Iraqê dixwest pirsa kurdî bi Yekîtiya Komara Ereb ve girêde. Lê Barzanî û kurdên din ev qebûl nedikirin. Dê ev “Komar” an jî federasyon bi tenê heyvekê dom bikira û neketa jîyanê.

Hukûmeta Iraqê di gulanê de piranîya leşkerên xwe şand Kurdistanê. Lê Barzanî hê jî dixwest pirsa kurd bi rêya aştî hel bike. Ji bo wê jî Barzanî doz ji serokwezîr Hasan al-Bakr kir ku li gorî şertên pêvajoya aştîyê gav biavêje û pirsa kurd bi vê rêyê çareser bike. Barzanî ji bilî vê bala al-Bakr kişand ser leşkerê ereb ku Kurdistanê seranser dagir kiribû.

Bersîva al-Bakr bû hepiskirina nûnerên kurd ku ji bo hevdîtinan çûbûn Bexdayê. Di destpêka hezîranê de jî li Suleymanîyeyê nêzî 300 kurd hatin girtin û wendakirin. Hukûmet bi vê jî nema û ji bo kuştin an jî girtina Barzanî 100 000 dînar pêşkêş kiribû.

Hukûmetê di vî şerî de ji sê hêlan ve êrîş biribû ser Kurdistanê: Amediyê, Rewandûz/Barzan û Koy Sancaq. Her wiha nêzî 5000 leşkerê Sûrîyeyê jî beşdarî vê êrîşê bûbûn. Nêzî 200 gund seranser hatin şewitandin û wêrankirin. Bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin. Cuntaya Arif û al-Bakr biryar dabû ku vê carê doza kurdî ji binî ve ji ortê rake û ji lewra jî Kurdistanê seranser wêran dikir. Lê tekoşerên kurd di bin serokatîya Barzanî de, bi şerê gerillayê leşkerê ereb car bi car şikandin û di dîroka Kurdan de lehengîyên bêhempa pêk anîn.

Hukûmeta Iraqê dîsa bi Sovyetê re pêwendî danî ku wan bikşîne alîyê xwe da ku dev ji rexneyên xwe berde û piştgirîya Kurdan neke. Li ser daxwaza Sovyetê, Moxolîstana ku demek berê di Yekîtîya Neteweyan de doza kurdî anîbû ziman, vê pêşnîyara xwe bi şûnde vekişand. Barzanî dê li ser vê rewşê wiha bigota:

“Em ne di wê bawerîyê de ne ku em ê mafên gelê xwe bi pêwendîyên di nav lordan de wergirin. Em ê vê serkeftinê bi tekoşîna xwe ya pîroz û çekên xwe bi dest bixin.”

Bi rastî jî pêşmergeyan tekoşîneke wîsa bêhempa dan ku cahşikan dev ji çekan berda û leşkerê dijmin jî xwe bi şûnde vekişand. Êdî di çirîya pêşîn de, gelê kurd axa rizgarkirî bi giştî ji destê dijmin derxistibû.

Aştîya 1964ê û dubendîya kurdan

Şerê azadîyê hukûmetê jî berdabû hev. Di çileyê pêşîn de Arif di hukûmetê de guhertinên mezin pêk anî; wî Baasîyan ji kar û barên hukûmetê bi dûr xist û bi vî awayî hukim bi tevayî xiste bin kontrola xwe. Di hukûmeta nû de cî dabû kurdekî nexşebendî jî.

Arif di gotinê de aştî dixwest û “em dixwazin vî welatî bi birayên xwe yî kurd re parve bikin” digot. Li ser daxwaza Amerîkayê, Cemal Abdulnasir û Ben Bella însîyatîf girtin û di 10 ê sibata 1964ê de şer rawestîya. Êdî Arif şer dabû rawestandin. Bêşik ev ji bo kurdan jî baş bû.

Li gorî şertên lihevhatinê dê di nava çarçoveya yekîtîya Iraqê de çareserkirina mafê neteweyî ya kurdan bi zagonên bingehîn bihatina garantîkirin. Dê bi efûyeke giştî kurdên girtî serbest bibûna û dê malên wan bi paş ve bihatina dayîn. Dê Wezareta karên Bakur bibûna sîvîl û ji nû ve bihatina sazkirin. Dê karmendên kurd vegerîyana ser karên xwe û ambargoya aborî ji ser Kurdistanê rabûya. Dê her wiha komîsyonek ji bo zerar û ziyanê Kurdistanê saz bibûya û tazmînata wê bida kurdan.

Barzanî weke prensîb vê lihevhatinê qebûl kir û ji bo şerrawestandinê biryar da. Wî li ser vê ji medyayê re weha digot:

“Em fersendekê didin hukûmetê da ku sozê xwe bi cî bîne û mafên me yên neteweyî têxe jîyanê. Ger ew li ser sozê xwe nesekinin, em ê ji mecbûrî bersîvê bidin. Bidawîanîna şerê çekdarî nayê maneya ku em dev ji çekan berdidin. Em ê li gora rewşê û pêkanîna şertên kurdan biryar wergirin.”

Digel van gotinan jî, şer rawestandin û peyman di nav Partîyê de dubendî derxist holê. Îbrahîm Ehmed û hevalên xwe vê peymanê ji bo kurdan têr nedidîtin û doza otonomîyeke  berfirehtir dikirin. Li gorî wan rewşa cûntayê a niha ne baş bû û hêza leşkerî jî pir qels bûbû. Pêwîst bû ku kurdan ji vê rewşê sûd wergirta û şerê xwe dom bikira da ku otonomîya xwe bi dest bixista.

Ji alîyê din ve ji ber ku rewşa kurdan jî ne baş bû, Barzanî jî ne dixwest şer dom bike. Pêwîst bû ku kurd jî hebekî bêhna xwe berdin û divîya ku Kurdistana wêran bihatina avakirin. Divîya ku girtiyên hepsan bihatina berdan û vegerîyana malên xwe û gundîyên kurd axa xwe biajotina. Li gorî Barzanî rewşa xerab ya aborî pişta kurdan şikandibû.

Bêşik ev nakokî ne bi tenê ji rewşa niha derketibû holê. Nakokî çi bêje ji destpêka ketina Îbrahîm Ehmed a nav Partiyê ve dest pê kiribû û car bi car di rewşên wiha de xwe nîşan dida. Lê dê ev nakokî bi vî awayî jî ranewestîya û Ehmed û hevalên xwe roj bi roj ji Barzanî û şoreşê bi dûr biketina. Ew û hevalên xwe di kongreya 6ê de beşdarî civînê nebûn û li hember Partiyê û Mustafa Barzanî helwest danîn.

Ev nakokî di demeke kin de mezin bû û di nava herdu hêlan de şerê çekdarî dest pêkir. Îbrahîm Ehmed, Celal Talabanî û Omer Debaba serokatîya muxalefetê dikirin û her sê jî endamê polîtburoya Partiyê bûn. Dê grûba wan di şer de zêde bi ber xwe neda û derbasî Îranê bibûya.

Cûnta li ser sozê xwe nasekine

Hukûmet ê dîsa li ser sozê xwe nesekinîya. Daxuyanîyên ku Barzanî car bi car ji wan re dişand ne digîştin wan an jî bêbersîv diman. Cûntayê di dawîyê de, piştî ku rewşa xwe hinek sererast kir û xwe ji şer re amade kir, şertê ku kurd dev ji çekên xwe berdin anî pêşberî wan. Dê her wiha hêzên pêşmergeyan jî bihatina belavkirin. Li ser wê bersîva Barzanî eşkere bû:

Pêşmerge bersîva hêvîya mafên neteweyî yên dîrokî ne. Ew parêzgerên pîroz ên mafên gelê kurd in. Her kî bixwaze bêyî ku kurd bigîjin mafên xwe hêzên pêşmergeyan bêtin belavkirin, ew pirsê berevacî dikin. Her weke ajokerê ku erebeyê li pêşîya hespan girê bide.

Cûntayê di destpêka sibatê de ultîmatomekê ji Barzanî re şand û xwest ku ew û hevalên xwe teslîmî hukûmetê bibin. Cûntaya şovenîst niha dixwest ji belavbûna kurdan îstîfade bike û ew di rewşeke zor de zeft bike. Lê kurdên ku derbasî Îranî bûbûn û demek berê li dijî Barzanî bûn, niha dîsa dixwestin beşdarî şoreşê bibin. Li ser vê Barzanî ji bilî Î. Ehmed û S. Azîz efûyeke giştî derxist û ew jî dîsa gihîştin hêzên şoreşê. Ji bilî vê Barzanî eşîrên din jî gihîştandibû şoreşê. Di demeke kin de êzîdiyên kurd jî ji hêla xwe ve serî hildan. Vê carê êdî kurd di bin serokatîya Barzanî de weke neteweyekî hevgirtî serî hildabûn.

Lê Arif jî vê carê xwe baş xurt kiribû. Ji hêlekê ve Sovyeta ku heta niha pereyê ku dê bida Iraqê dabû rawestandin, êdî dabû cûntayê. Piştî ku merivên Baasê ji hukim hatibûn dûrkirin, hukûmeta Sovyetê ji rewşê razî bû. Her wiha Nasir Kruschef û Arif bi hevdu re dabû naskirin û Arif jî bi her awayî temînat dabû Sovyetê. Ji bilî vê hukûmeta Amerîkayê jî di Rojhilata Navîn de îstîkrar dixwest û ji sîyaseta Arif razî bû. Bi kêmasî bawer dikir ku dê bikaribe ew ji bin kontrola Sovyetê derbixe. Dê her wiha Nasir jî bangî Barzanî bikira û daxwaza ku digel leşkerê xwe teslîm bibe bikira û bi vî awayî li hember Şoreşa Kurd rûyê xwe yê rast eşkere bikira.

Lê nakokîyên Kurdan hê jî dom dikirin. Partîyê ji endamên muxalefeta ku bi efûyekê şûnde vegeriyabûn, daxwaza li xwe rexnekirinê dikir. Celal Talabanî ev qebûl nekir û Partiyê jî ew xist bin çavan. Celal Talabanî, Omer Debabe û Alî Eskerî di 1966ê de bi dizî ji Gilalayê revîyan û derbasî Bexdadê bûn.

“Yan Kurdistan yan neman!”

Di nîsana 1966ê de Abdulselam Arif û du wezîrên xwe di qezayeke helîkopterê de dimirin. Birayê wî Abdurrehman Arif dikeve dewsa wî. Abdurrehman li ser daxwaz û bangên Barzanî mîna Abduselam, behsa biratîya Kurd û Ereban dikir. Lê xuyabû dê ew jî zêde dom nekira. Serleşkerên cûntayê ji bo domandina şer zor didan hukûmetê û hukûmetê jî car bi car bang li Barzanî dikir ku tevî pêşmergeyên xwe teslîmî hêzên dewletê bibe. Rêya Kurdan a dirêj û bi tade her berdewam bû.

Di dawîya gulana 1966ê de tekoşerên kurd hêzên dijmin perîşan kirin. Hukûmet dîsa mecbûr ma ku dest bi hevdîtinê bike.  Ev dihat wateya aştîyê. Hukûmetê dê bi devkî dîsa mafên Kurdan qebûl bikira. Arif di çirîya pêşîn de hate Kurdistanê, cem Barzanî. Ev yekemîn car bû ku serokkomarek hatibû Kurdistanê. Barzanî hingê şîara xwe ya tarîxî diyar dikir: “Yan Kurdistan an neman!”

Barzanî vê carê şert danîbû ber cûntayê ku di bin kontrola Yekîtîya Neteweyan de mafê kurdan ê çarenûsîyê bête dayîn. Arif ew jî qebûl kir. Lê cûntayê vê carê jî ev bi cî neanî.

Baas tê ser hukim

Li Iraqê şerê li ser îdarekirina welat yek ji wan pirsgirêkên herî girîng e. Ji ber wê jî di nav hêzên leşkerî û sîyasî de her tim nakokî hene. Herçî Baas ji bo demeke kin ji îdareyê hatibû bi dûrxistin jî, ji hêza xwe zêde tişt wenda nekiribû. Di 17ê tîrmeha 1968ê de cûntayeke nû hat ser hukim. Vê carê Hesen al-Bakr bi piştgirîya leşkerên muxalîf û bi alîkarîya Partîya Baasê dest danîbû ser hikum û hukûmeteke nû ava kiribû.

Mîna cûnta û hukûmetên din, ji bo ku Baas bikaribe birêvebirina hukmê xwe ewle bike, pêwîstîya wan dîsa bi kurdan hebû. Ji bo wê jî di hukûmeta nû de çar wezaretan ji kurdan re veqetandin. Ji van du kes ji hêla Barzanî, yekî serbixwe û yek jî ji aliyê Îbrahîm Ehmed û grûba wî bû.

Lê Barzanî li hember vê derket û nehişt ku hevalên wî beşdarî hukûmeteke ku hevalbendên Îbrahîm Ehmed tê de cî digirtin, bibin. Barzanî ji ber du sedeman li hember vê biryarê derdiket. Ya yekem ew bû ku hukûmetê bizanebûn dixwest kurdan parçe bike û vê bike de facto. Ya duyem jî li gorî Barzanî êdî ev grûb ne di nav sefên kurdên azadîxwaz de bûn.

Digel vê jî Partîya Baasê dê di destpêka çileya paşîn a 1969ê de di kongreya heftemîn de mafên kurdan qebûl bikira û li deklarasyona xwe ya hezîranê xwedî derketa. Li gorî vê deklarasyonê divîya ku kurd û ereb li hember emperyalîzmê û siyonîzmê hêzên xwe bidana ser hev û welêt bi hev re ava bikirana. Tevî vê jî armanca cûntayê ew bû ku ji rewşa kurdan îstîfade wergire û ew berî hevdu bide. Wan qaşo dixwest ku pirsa kurdî hel bikin, lê ne bi serokatîya şoreşê re. Serokên dewletê ji dewsa ku bi Barzanî re têkevin pêwendîyê, berê xwe dabûn Îbrahîm Ehmed û hevalên wî.

Barzanî nikaribû ev qebûl bikira. Xuya bû ku şerekî nû xwe nêz dikir. Pêşmerge niha ji bo şerekî nû amade bûn. Wan êrîş birin ser hêzên cûntayê û Qeledizê û Pencewînê ji destên wan rizgar kirin.

Cûntaya ereb ji hêlekê ve êrîş dibirin ser kurdan û ji hêlekê ve jî dixwest eniyekî giştî ava bike. Lê ev bi ser nediket û Barzanî jî armanca wan fêm kiribû. Li ser vê partiyê di 15ê gulana 1969ê de ji bo yekîtîyeke ku mafên kurdan bîne cî û cûntayê ji ser hukim daxîne, dest bi xebatekê kir û vê bi daxuyanîyekê jî dîyar kir.

Şoreş her diçû û xurttir dibû û ji hêla çekan ve jî pir bi hêz bûbû. Cûnta vê carê bêçare mabû. Her wiha li ser Şat al-Ereb bi Îranê re jî nakokî derketibûn. Nakokîyên navxweyî û şoreşa kurdan du pirsgirêkên din bûn.

Di îlona 1969ê de Sovyetê bi xwe dixwest ku ji çareserkirina vê pirsê re bibe alîkar. Baas ji berê ve amade bû, lê ya herî girîng ew bû ku Barzanî qayil bikin. Li ser vê dê Sovyetê merivekî bi navê Ezîz şeref ku ji sala 1965ê ve li nefiyê dijîya û bi saya kurdan ji destê cûntayê rizgar bûbû, bişanda cem Barzanî.

Barzanî bi xwe ji cûntayê bi şik bû. Bawerîya wî bi hukûmetê ne dihat. Li gorî wî dema wan di odeyekê de li ser çareserkirina pirsa kurdî nîqaş dikir, di odeyeke din de planên leşkerî amade dikirin. Ya rastî vê carê jî rewş wisa bû. Hukûmetê ji hêlekê ve bangî aştîyê dikir û çareserkirina pirsa kurdî li hember emperyalîzmê dianî rojevê, ji hêlekê ve jî leşkerê xwe dişand Kurdistanê.

Ber bi 11ê Adarê ve…

Di destpêka 1970ê de Hesen al-Bakr di nava endamên hikûmetê de guhertineke din pêk anî. Vê carê wî Ezîz Şerîf kiribû wezîrê dadê. Wî her wiha di nav hukûmetê û Partiyê de navbeyntîyê jî dikir. Civîn carinan li Bexdadê û carinan jî li Kurdistanê pêk dihatin.

Di dawîyê de Saddam Huseyn, ku hingê cîgirê serkarê leşkerî yê herêmî bû, çû Kurdistanê û sê rojan bû mêvanê Barzanî. Piştî guftûgoyn deklarasyona peymanê ji teref Barzanî û Saddam ve hat îmzekirin û di 11ê Adara 1970ê de ji teref al-Bakr ve di radyoyê de hat îlankirin.

Ev peyman di dîroka gelê Kurd de gavek ji yên herî girîng bû. Kurdên başûr bi vê peymanê digihîştin azadîya xwe û li bakurê Iraqê Kurdistaneke otonom dihat damezrandin. Dê di demeke eyan de jimartinek li Kurdistanê çêbûya û li gora wê jî serwerîya kar û xebata Kurdistanê têketa destên uurdan. Kurd êdî di welatê xwe de îdareyê dixistin destên xwe.

Bi vê peymanê re ji hêlekê ve cuntayê û ji hêlekê ve jî PDKê efûyeke giştî îlan kirin. Bi vî awayî piranîya kurdan serbest bûbûn. Di dawîya adarê de hukûmeteka nû ava bûbû û di nav vê hukûmetê de pênc wezaretên ku Barzanî jî tesdîq kiribû, dabûn Kurdan. Samî Abdurrahman jî bûbû wezîrê karûbarên “Bakur”.

Dê li gora peymanê serkirdatîya Konseya Şoreşa Kurdî jî bihata fesixkirin. Barzanî piştî peymanê û damezrandina hukûmeta nû, ji bo nîyeta xwe ya qenc bide nîşandan “ez êdî bi tenê mafên gelê xwe yê Iraqê diparêzim” gotibû.

Piştî lihevhatinê û efûya giştî, Partîyê kongreya heştemîn pêk anî. Kongre bi beşdarbûneke berfireh û eşkere pêk hat. Digel delegeyên Partîyê ji rêxistinên din û ji Baasê jî delege beşdarî civînê bûn. Barzanî careke din weke serok hat hilbijartin û Hebîb Kerîm jî bû sekreter. Digel Samî Abdurrahman, Mehmûd Osman û Alî Abdullah, Mesûd û Îdrîs Barzanî jî ji bo komîteya merkezî hatin hilbijartin.

Sekreterê Partîyê Hebîb Kerîm di civîna polîtburoyê de weke cîgirê serokkomarê Iraqê hat hilbijartin. Lê berpirsîyarên Baasê wî xwedêgiravî ji ber pêwendiyên wî yên bi Îranê re ji vê wezîfeyê re qebûl nekirin. Dê ev biryara cûntayê hê di destpêka peymanê de nakokî derxista.

Lê nakokî ne ev bi tenê bû. Cûntayê berî wextê jimartina şênîyên bajarê Mûsil û Kerkûkê, ereb di vir de bi cî kiribûn da ku îdare nekeve destê kurdan. Di qanûnê bingehîn a nû de qet behsa otonomîya kurdan jî tune bû. Li gorî peymanê dê îdareya bajarên Kerkûk, Xaniqîn, Mûsil, Sîncar û Dîyalayê ji teref hêzên kurd û hukûmetê ve bihatina îdarekirin. Lê ev jî bi cî nebû. Her wiha li Bexdayê li hember nûnerên kurd Îdrîs Barzanî û Hemîd Berwarî sûîqest jî hatibû plankirin.

Barzanî di destpêka 1971ê de li hember sîyaseta asîmîlasyonê û bicîkirina ereban li bajarên Kurdistanê derket û van kiryaran protesto kir. “Armanc ji van kiryaran berî ku di çirîya pêşîn de jimartin çêbin, nifûsa ereban li bajarên Kurdistanê zêdekirin e” Barzanî digot.

Dê di demeke kin de li hinek deveran şerên piçûk derketina. Hukûmetê bi hinceta van êrîş û şerên piçûk, di havînê de êrîş bir ser kurdan û dîsa şer dest pêkir. Berdevkê cûntayê êdî Saddam bû û wî dest bi sîyaseteke nû kiribû. Berî ku êrîşê bibe ser kurdan jî bi hukûmeta Sovyetê re pêwendî danîbû û bi saya peymanekê, rewşa cûntayê saxlem kiribû.

Lê dê cûnta dîsa jî bi ser neketa. Hêzên pêşmergeyan, mîna ku cûntayê texmîn dikir, nehatibû belavkirin. Di dawiya îlonê de cûnta di şer de ketibû tengasîyê. Pêwîst bû ku tiştekî cuda bête kirin. Dor vê carê hatibû ser Saddam. Saddamê ku îmzeya xwe avêtibû ser peymana 11ê adarê, bi van xebatên xwe rutbeya xwe roj bi roj bilindtir kiribû.

Melle Mustafa Barzanî merivekî oldar bû, Saddam vê dizanibû. Wî heyeteke ji meleyan pêkhatî tevî du Quranên diyarî şand cem Barzanî. Dê herhal wî xwîna misilmanan nerijanda, ew fikirîbû. Lê di nav wan Quranan de ji bo qetilkirina Barzanî bombe hatibûn veşartin û meleyan jî ev nizanîbûn. Dê bombe di destê meleyekî de û bi pêşmergeyekî ve biteqîya û Barzanî careke din ji kuştinê rizgar bibûya.

Cûnta li benda xebera kuştina Barzanî bû. Lê çaxê pê hisîyan ku rewş ne wisa ye, dest bi teroreke nû kir. Cûnta bi vê jî ne rawestîya û li pey leystikên din gerîya. Ew her tim li pey merivên qels bû da ku şoreşê ji hundir ve têxe destê xwe. Yek ji wan mirovên qels jî Ubeydullahê kurê Barzanî bû. Saddam bi awayekî ew kişandibû aliyê xwe. Çaxê Partî û Barzanî pê hisîyan, ew girtin û xistin hepsê. Lê şeva ku dê bihatina kuştin ew bi awayekî revîya û çû cem Baasê. Ew êdî “mêvanê” Saddam bû û di xîzmeta wî de bû.

Hukûmetê bi gavên xwe yên “pêşverû” û bi pêwendiyên bi sîstema sosyalîst re dixwest Şoreşa Kurd bi her awayî bifetisîne û pê re jî artêşa rizgarîyê bi dawî bîne. Bi vê armancê û li ser daxwaza Sovyetê, Partîya Komunîst dest bi weşanên xwe kir. Pişt re jî ji vê partîyê du wezîr xistin nav hukûmetê. Dawî jî hukûmetên Iraq û Sovyetê li hevdu kirin û bi hevdu re peymana dostanî û hevkarîyê li Bexdayê îmze kirin. Piştî vê peymanê hukûmeta Sovyetê bi hezaran danîşmend, teknokrat û leşkerên ku bi petrola kurdan dihatin xwedîkirin şand Iraqê.

Barzanî xetera mezin fêm kiribû. Heta niha Sovyetê car caran piştgirî dikir an jî dengê xwe li hember qirkirinan derdixist. Lê niha ev jî ji dest çûbû. Barzanî bi Îranê jî ne zêde bawer bû. Wî dizanibû ku dê Îran di rewşeke xweş de dev ji kurdan berda û ew bi tenê bihêla. Her wiha Amerîka jî daxwaza wî ya piştgirîyê bêbersîv hiştibû.

Tevî ku Barzanî bi her awayî hêvîyên xwe ji cûntayê birîbû jî, dîsa nedixwest xwîn bête rijandin. Ji bo vê jî heyetekê şand Kremlînê ku pirsgirêkê bîne ziman û Iraqê mecbûr bike da ku cûnta peymanê bicî bîne. Di civînê de Partîya Komunîst a Yekîtîya Sovyetê şertên ku PDKê pêşkêş dikir, ango bicîanîna deklerasyona 11ê Adarê qebûl dikir.

Lê hukûmeta Sovyetê ji bo bicîanîna vê deklerasyonê zorî ne dida Iraqê. Cûntayê jî êdî di vî awayî de pişta xwe qewî kiribû û hêzên xwe jî dabû ser hev. Ji bo wê jî êdî dîsa dikaribû dest bi êrîşên xwe bike. Bi vî awayî pêşî êrîş birin ser Şêxan û pişt re jî gundên Sîncarê ku kurdên êzîdî tê de dijiyan bombe kir. Leşkerê cûntayê bi vê jî ranewestîya û êrîşên xwe gav bi gav zêde kir.

Lê Barzanî û PDK jî vala nedisekinîn. Ji ber ku pêwendîyên Sûrîyeyê jî mîna Iraqê bi Sovyetê re hebûn û perçeyekî Kurdistanê di bin bandora wan de bû jî, tu hêvîyên alîkarî yan jî piştgirîyê ji wir jî tunebû. Her wihe perçeyê herî mezin ê Kurdistanê di bin bandora Turkiyeyê de bû û di rojeva Komara Turkîyeyê de jî ji bo kurdan tu guhartinek tunebû. Turkîye her wiha li hember her şikil pêşdeçûna pirsa kurdî bû jî.

Bi vî şeklî bi tenê Îran di dest de mabû. Dewleta ku bikaribe kurdên başûr bigîjîne Amerîkayê, Îran bû. ev jî ji ber ku nakokiyên wan bi Iraqê re hebûn dikaribû bi ser biketa. Iraqê bi rêya Sovyetê hukmê xwe li Xelîcê jî zêde kiribû. Ji bo vê jî Şah dixwest bi Kurdan re têkeve pêwendîyê û bi rêya wan cûntaya Baasê ji ser hukim daxîne.

Bawerîya kurdan û Barzanî bi Şahê Îranê nedihat, lê tevî vê jî tu rêyên din xwanê ne dikirin. Şah Riza bi rêya Nîkson û Kîssinger û bi “garantorîya” wan bi Barzanî re kete pêwendîyê. Kîssinger bi vî awayî biryara alîkarîyê da. Lê dê weke ku pişt re jî dîyar bibûya û ku di şerê Xelîcê yê dawî de jî eşkere bû, ev alîkarî ne ji bo serkeftina kurdan bû. Wan bi vê alîkarîyê dixwast cûntaya Iraqê bitirsînin û têxin bin hukmê xwe.

Cûntaya Baasê jî vê rewşê bi her awayî bi kar anî. Ji hêlekê ve Partîya Komunîst a Iraqê kişand hêla xwe û ji hêlekê ve jî Enîya Neteweyî ya Pêşverû ava kir da ku dorê li kurdan teng bike. PKI dîsa çû Bexdayê û şoreş û serokên wê dîsa bûn “paşverû”! Li gorî wan “Barzanî bi temamî ketibû nav lepê emperyalîzmê û kevneperestan”.

Cûntayê ji hêlekê ve van kiryaran kirêt dikir û ji hêla din ve jî di adara 1974ê de hazirîya îlankirina otonomîya yekalî dikir. Lê Barzanî û kurd bi temamî vê kiryarê protesto dikirin. Ji ber wê jî Barzanî Îdrîs şand Bexdayê da ku hukûmet vê biryarê bicî neyne. Lê hukûmet di vî awayî de xwedîbiryar bû û di 11ê adarê de otonomîya yekalî ku ji teref kurdan ve nehatibû pejirandin îlan kir.

Li ser vê Partîyê wezîrên xwe ji hukûmetê vekişand û walîyên Hewlêr û Suleymanîyeyê jî dev ji karên xwe berdan. Hukûmetê jî zû zûka dewsa wan ji kurdên hevalbendên xwe dagirt. Yek ji wan jî Ubeydulla Barzanî bû.

Hasan el-Bekr û Saddam zagonên bingehîn guhertibûn û otonomîya ku dabûn kurdan jî li gorî xwe di bin kontrola xwe de hiştibûn. Bi vî awayî Barzanî û Partîyê bêtesîr kiribûn û ji raya giştî re dîyar dikirin ku otonomîya kurdan hatîye dayîn.

Şerê dawî

Bêşik gelek sedemên şerê dawî hebûn. Lê sedemê herî girîng çavsorîya cûntaya Baasê bû. Cûntayê Yekîtîya Sovyetê û piranîya dewletên Ereb dabû pişt xwe û li hember emperyalîzmê û hevalbendên wan kurdan şerekî bêhempa dikir. Her çiqas Sovyetê jî daxwaza ku Kurd û PDK bi Baasê û PKI re têkevin hevkarîyê û bi vî awayî li hember emperyalîzme hêzeke xurt ava bikin dikir jî, Barzanî bi wan bawer nedikir û guh ne dida gotinên wan.

PDK beşdarî nav Enîya Pêşverû ya Neteweyî (EPN) nebû. Nakokîyên bi PKI re her çû zêde bûn û di navbera wan de gelek caran şerê çekdarî pêk hat. Digel vê jî Sovyetê nedixwest ku kurd “têkevin” bin hukmê emperyalîzmê. Ji ber wê jî car bi car pêşnîyar dikirin da ku Kurd jî têkevên nav refên pêşverûyan û EPN e. Lê kurdan guh ne didan wan.

Êdî nakokî gihîştibû dereceya herî bilind. Endamên komunîst bi hêzên cûntayê re êrîş dibirin ser kurdan û hêzên şoreşê. Partîyên komunîst ku ta niha bêdeng bûn jî êdî şoreşê rexne dikirin û Barzanî bi “hevalbendîya emperyalîzmê” sûcdar dikirin.

Cûntayê carbicar li ser hev ultîmatom didan Barzanî da ku şertên ku wan danîne qebûl bike. Lê bersîva Barzanî vekirî û dîyar bû: Tekoşîn dê bi tenê çaxê ku mafên kurdan têketina bin garantîyekê bi dawî bihata!

Vê carê şer pir giran bû û cûntayê bi tevahîya hêza xwe êrîş dibir ser kurdan. Hejmara leşkerê cûntayê nêzî 150 000 bû. Hêzên pêşmergeyan jî nêzî 50 000 bû lê nêzî 70 000 jî mîlîsên wê yên ku çaxê pêwîst bûya radikirin çekan û derbasî nav hêzên şoreşê dibûn, hebûn.

Balafirên cûntayê tevî pîlotên Sovyetê seranserê Kurdistanê bombebaran dikirin, lê cîhan bêdeng bû. Hawar û gazîyên Barzanî ku ji çaralîyê cîhanê re dikir, bêbersîv diman. Tu kesî dengê Barzanî û yê gelê kurd ne dibihîst.

Tevî şerekî pir dijwar û bombeyên napalmê jî, cûntayê di şer de pir zorî dikişand. Pêşmergeyên qehreman dinyayê li leşkerê dijmin kiribû zîndan. Hêzên leşkerî bi hezaran mirî li pey xwe dihiştin û direvîyan. Cûntayê fêm kiribû ku dê di şer de wenda bike; pêwîst bû ku bi rêyeke din kurdan bişkîne.

Ji bo vî karî Sovyet namzedê herî girîng bû. Seddam Sovyetê qanê kiribû ku bi Amerîkayê re di Konseya Ewleyî de li hevdu bike ku Îran û Iraqê li hevdu bînin. Îran jî amade bû ku bi Iraqê re li hevdu werin û şer bidin rawestandin. Êdî Amerîkayê jî sozên xwe ji bîr kiribû û dev ji piştgirîya kurdan berdabû. Jixwe ji bo wan jî hevalbendê wan Îran girîngtir bû.

Şêwirmendên Îran û Iraqê di destpêkê de li Stenbolê hatin cem hevdu. Şah Riza û Enwer Sedat di destpêka 1975ê de li Qahîreyê hevdu dîtin û Sedat pêşnîyara Saddam pêşkêşî wî kir. Sedat pişt re di sibatê de çû Bexdayê û şertên Şah pêşkêşî Saddam jî kir. Di dawî de jî Şah Riza Pehlewî û Saddam Huseyn di 6ê adarê de li Cezayîrê di civîna OPECê de hevdu dîtin û li hevdu kirin. Piştî civînê di bin garantorîya serokkomarê Cezayîrê Bumedyen de peymana xwe ji medyayê re eşkere kirin.

Peymana Cezayîrê hêvîyên kurdan bi her awayî bi dawî anîbûn. Îran bi vê peymanê re Şat al-Erebê bi dest dixist û dibû xwedîyê Xelîcê. Bi vî awayî otonomîya kurdan, ku sibê dikaribû li serê Îranê jî bibe bela, bi cî nedihat. Îranê dev ji piştgirîya kurdan berdida û Iraqê jî dev ji ya Dofarê berdida.

Dema peyman eşkere bû, Barzanî li Tehranê bû. Çaxê wî û Şah hevdu dîtin, bersîva Şah diyar bû: “Hûn dikarin şoreşa xwe bidomînin lê em dê çekên xwe ji we wergirin û sînoran bi temamî bidin girtin. An jî hûn dikarin bi efûyê vegerin Iraqê û teslîmî hikûmetê bibin. Ya dawî jî hûn dikarin îltîcayî me bikin.

Barzanî tu caran wiha aciz nebûbû. Li ser telgrafa wî navenda PDKê civînekê pêk anî û di civînê de biryarê berdewamîya şerê çekdarî da. Ev wê çaxê li gora dilê Barzanî bû jî.

Barzanî di 9ê adarê de vegerîya Kurdistanê û serkarên şer û siyasetvanên kurd da civandin û rewşa nû diyar kir. Piştî nîqaş û şêwirmendîyê Barzanî ji Nîkson û Kîssinger re li ser navê Partîyê û kurdên Başûr nameyeke kurt şiyand:

 

Rewşa nû di nav gelê me û şervanên me de bêçareyî û perîşanîyê dixe jiyanê. Gelê me li hember xetereke pir mezin e. Em li hember rewşeke hebûn û tunebûnê ne. Ez ji vê re tu gotin û îzehkirin nabînim. Em hevî dikin weke ku we ji me re jî soz dabû, alîkarîya me bikin û li cem gelê me cî bigirin. Ji bo berdewamîya jîyana me û parastina malbatên me, ji bo jîyaneke bi şeref û bi şexsîyet ji vê pirsgirêkê re çereserîyeke bi rûmet pêk bînin.”

 

Barzanî helbet tu bersîv wernegirt. Lê wî di dawîya adarê de nameyeke din ji Kîssinger re şiyand:

 

Birêz Kîssinger, me jî dixwest ku pirsgirêka navbera Îran û Iraqê bi rêya aştîyê hel bibe û em bi vê kêfxweş in. Lê digel vê eşkere ye ku gelê me yê bêparastin di van şertan de ketiye xetereke pir mezin. Îranê sînorên xwe ji me re daye girtin û alîkarîyê jî qut kiriye. Tevgêra me û gelê me bi şeklekî kesnedîtî tê tunekirin.

Birêz Kîssinger, em bawer în ku Dewletên Yekbûyî li hember gelê me xwediyê berpirsiyarîya moral û sîyasî ye. Ji bo wê jî em ji we hêvî dikin:

 

1) Em dixwazin şerê li hember gelê me yekser bête rawestandin û fersenda hevdîtinê bête amadekirin, ji bo gelê me çareserîyek bête dîtin an jî bi kêmasî îtîbara me bête dayîn.

 

2) Bila her rêyên tesîrên mirovantîyê bêtin bikaranîn da ku Îran di vê rewşa dîrokî ya bi derd û keder de alîkarîya gelê me bike. Bi kêmasî bila alîkarîya jîyana me bike da ku em bikaribin ta ku çareserîyek bête dîtin, di cîhê xwe de şerê xwe bidomînin.

           

Birêz Kîssinger, em pir bi endîşe ne. Em li benda bersîveke nihênî ne. Em ne bawer in ku DYA li hember Kurdan di tevgêreke bêberpirsîyar de ye.

 

Kissînger ji vê nameyê re jî tu bersîv neda. 15ê adarê berpirsîyarê SAVAKê li qerergeha kurdan bû û ultîmatom dida wan: sînor bi giştî hatibû girtin û her alîkarî hatibû qutkirin. Her wiha ji devereke din jî rê ne dihat dayîn ku alîkarî di sînoran re derbas bibe. Pêwîst bû yan çekên xwe bidana Îranê û derbas bibûna yan jî bi hikûmeta Iraqê re li hev bihatina.

Barzanî tu caran neketibû rewşeke wiha nexweş. Wî gelek zorî dîtibûn û gelek caran jî ketibû rewşên zor, lê qet wiha bêçare ne bûbû. Niha êdî xwarina gelê kurd jî ketibû xeterê. Rewş bi her awayî li gora hesabên cûntayê dimeşîya. Kurd jî bi her awayî bi tenê mabûn. Barzanî di dawî de ji mecbûrî xeber şand cem Hesen al-Bakr ku li ser muzakereyên xwe bidomînin. Êdî xwînrijandin ne pêwîst bû. Lê Bexdayê pêşnîyarên Barzanî qebûl nekir.

Barzanî di 22ê adarê de bi rêya Radyoya Kurdî careke din bangî Amerîkayê kir da ku zor bidin Îranê ku şerrawestandinê dirêj bikin. Bi vî awayî gelê kurd dikaribû derbasî Îranê bibe.

Gelê ku ji ber êrîşên cûntayê direvîya, berê xwe dida sînorên Turkîyeyê (bakurê Kurdistanê) û Îranê (Rojavayê Kurdistanê). Lê sînor bi her awayî girtîbûn. Di destpêkê de çend kesên ku derbasî Bakur bûn, hatin girtin û bi şûnde hatin şiyandin. Leşkerê Saddam ew yek bi yek kuştin. Vê rewşê di nav kurdan de panîkeke mezin pêk anî.

Di vê rewşê de Barzanî tevahîya giregirên Partiyê û şoreşê civand. Wî rewşê îzeh kir û herkesî di kiryarên xwe de azad hişt. Dê ew bi xwe derbasî Îranê bibûya û pêşnîyara wî ji bo yên din jî ev bû. Lê kesê ku bixwesta dikaribû bimaya û şer bidomanda. Kes li hember pêşnîyara wî derneket û ji bo xwevekişandinê biryar hat wergirtin.

Xwevekişandin û derbasbûyîna Îranê di 22ê adarê de dest pêkir. Nêzî 200 000 kurd ji dijminekî revîyan û xwe avêtin tor û bextê dijminekî din…

Piştî têkçûna şoreşê…

Şoreşa Kurd careke din ji bo demekê be jî bi dawî hatibû. Barzanî, serok û serleşkerên şoreşê dîsa li nefîyê bûn. Barzanî û hevalên xwe, xwe avêtibûn bextê Şahê bêbext.

Barzanî êdî biryar dabû; wî dîyar kiribû ku wî dev ji rolê serokatîyê berdaye. Pêwîst bû êdî Neteweyê Kurd serokên din ji nav xwe derxista. Dema wî bi rojnamevanê Misirî Hasaneyn al-Haykal re xeber da, wiha digot:

Şoreşa Kurd bi dawî nehatîye, niha bi tenê navbir daye û bêhna xwe dide. Rola min bi dawî hatîye, lê gelê kurd li ciyê xwe ye û dikare serokên ku berxwedanê bi rê ve bibin ji nav xwe derêxe. Rola min tewaw bûye, lê ne mumkin e ku dawîya gelê kurd were.

Barzanî ji destê dijmin, ji tade û zordarîyên dijmin gelek dîtibû. Wî dizanibû ku dijminên kurdan çiqas dijwar û barbar in. Ji lewre jî tu caran xwe ne da destê dijmin. Xayîntî û bêbextîya dijmin di gelek rewş û awayan de jê re bûbûn ders.

Min xwe neda dest, lê me xwest ku em niha şoreşê bi dawî bînin. Bêşik min dikarîbû pişt re jî şoreşê bida domandin, lê min nexwest zêde xwîn birije. Min her wiha xwest ku bi vî awayî rola xwe jî bi dawî bînim. Lê ev teqez ne dawya Şoreşa Kurdan e…

Tevî van gotinan jî xwe avêtibû bextê dijminekî bêbext. Lê êdî tu mecal jî pê re nemabûn. Dor li wî û gelê kurd pir teng bûbû û dijmin keys lê dîtibû. Dijmin pir xurt û bi fen bû. Piştî ewqas tekoşîn û serhildan ew helbet gelek westîyabû jî. Ya rastî ew ne ji şer westîyabû. Ew bêtir ji bêbextîya dijimin û kurdên ku mil didan wan westîyabû.

Piştî ku derbasî Îranê bû, nexweşîna wî hê bêtir giran bûbû. Heta ku di şoreşê de serokatîya serhildanê dikir, kesî pê nehisandibû. Niha êdî nikaribû veşêre û rewş roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçû. Li ser vê partiyê û malbata wî di destpêka 1976ê de Barzanî şandin Amerîkayê.

Têkçûna şoreşê di nav kurdan de rewşeke nû derxist holê. Kurd êdî bi hevdu ve ketibûn û çaralî hevdu sûcdar dikirin. Nîqaşên piştî şoreşê, mîna her şoreşan, bi xwe re dîtin û şiroveyên cihê dixistin rojevê. Bêşik nakokîyên ku gelek caran berî şoreşê jî dihatin rojevê, vê carê êdî bêtir eşkere bûbûn û kurdan bi her awayî parçe kiribûn û dê di pêvajoyê de alozî û nexweşîyên girîng bianîna holê. Ji hêlekê ve serokatî, ango malbata Barzanîyan dihatin tawanbarkirin û bi taybetî jî Barzanî bi kevneperestîyê dihat sûcdarkirin. Her wiha wê demê gelek kesan dîtinên çep û marksîzmê jî, ku êdî hêdî hêdî li Kurdistanê jî belav bûbû, ji xwe re dikirin mertal û êrîş dibirin serokatîya şoreşê. Ji hêla din ve jî du rêxistinên cihê, YNK û Qiyada Miwaqet dest bi xebateke nû kiribûn.

Şoreş bi ser neketibû lê ne dibû ku gelê kurd bê serokatî bimîne. Ji hêlekê ve Celal Talabanî û hevalên xwe ji bo serokatîyê û avakirina tevgêreke xurt (YNK) çalakî dikirin û ji hêla din ve jî hinek endamên komîteya merkezî ya PDKê bi navê “PDK Qiyada Miwaqet” (QM) dest bi xebateke nû kiribûn. Wan ji xwe re “stratejîyeke nû” pejirandibû û êdî xwe di nav sefên pêşverûyan de didîtin.

Yekemîn konferansa QM di tebaxa 1976ê de li Berlînê çêbû. Barzanî, ku li Amerîkayê bû, dîsa weke serokê partîyê hate hilbijartin. Sami Abdulrahman bû sekreterê partiyê. Mesûd Barzanî, Cewher Namik, Kerîm Sincarî, Alî Abdullah, Dr. Kemal û çend kesên din jî bûn endamên komîteya merkezî.

Barzanî li Amerîkayê di nexweşxaneyekê de dima. Ev ne cara pêşî bû ku dûrî welatê xwe bû, lê dîsa jî hesreta welat û azadîya gelê Kurd di hişê wî de bû. Tavî êşa xwe ya dijwar jî ew li pêşeroja neteweyê xwe difikirî. Tevî ku êdî ne faal jî bû, car caran bi rojnamevan û siyasetmedarên cîhanê re diaxifî û pirsa kurdî dianî ziman.

Çaxê ku Jimmy Carter bû serokkomar, Barzanî jê re nameyekê şiyand. Barzanî dê di nameya xwe de wî ji bo hilbijartina serokkomarîyê pîroz bikira û pirsa kurdan û tekoşîna wan bi dirêjî bianîya ziman. Wî her wiha rewşa têkçûna şoreşê û sedemên wê jî bi lêv dikir û li ser alîkarîya “dostên Kurdan” ku hindik û bi derengî digihîşt destê wan agahdarî dida wî. Barzanî di nameya xwe de ji Carter dipirsî:

 

Birêz serokkomar, em ne li hember lihevhatina Îran û Iraqê bûn; lê gelo pêwîst bû ku kurd bibûna qurbanên vê lihevhatinê? Me kurdan bi soz û bextê Yekîtîya Amerîkayê û Îranê bawer kir û li hember cûntaya Iraqê şer kir. Ew soz û bextê ku ji bo azadîyê hatibû dayîn li kû ma? Li kampên Îranê, yên penaberîyê? Li Başûrê Iraqê ku kurd hatine nefîkirinê? Di belavbûn û bêserûberbûna kurdên li Rojavayê? Bi perçekirin û belavkirina malbatan, jin û zarokan? Di bin îşkenceyên mirinê de? Neteweyê YDAyê ku ji bo hemû gelan şayanî serfirazîyê ye û bingehê yekîtî, azadî û demokrasîyê ye, dikare piştî vê rola ku di têkçûnê azadîya kurdan de leyîstîye, bêyî însîyatîf bimîne?

 

Barzanî di nameya xwe de fikra Jefferson jî tîne bîra Carter û wiha dibêje:

 

Dibe ku xeyalên me ne mîna yên Mr. Jefferson mezin bin. Lewra em bi tenê otonomîyekê mitewazî daxwaz dikin. Me ji bo vê şer kiriye, em ji bo vê mirin e û em dê hertim vê bibîr bînin. Amerîkayê vê temînatê daye kurdan û ez ji hukûmeta we ya nû vê hêvî dikim.

 

Dê Jimmy Carter jî tu bersîv neda Barzanî. Barzanî pir aciz bûbû û careke din jê re name şiyand. Wî di vê nameyê de hêvî dikir ku Carter ziyaret bike û pirsa kurdî bîne zimên. Lê ev name û daxwaz jî bêbersîv ma.

Nexweşîna Barzanî di sala 1978 an de pir giran bûbû. Lê wî wesiyet kiribû; divê biçûya welatê xwe û di nav gelê xwe de nefesa xwe ya dawî bida. Pir mixabin ku wî derfet nedît û negihîşt Kurdistanê. Dema termê canê pak gihîşt Kurdistana Rojhilat, bi sedhezaran kurd li bendê bûn û bi mîlyonan kurd jî xemgîn û melûl bûn. Neteweyê Kurd serokê xwe, serokê serhildan û şoreşa salan wenda kiribû. Êdî Barzanî ji Kurdan xatir xwestibû û çûbû ser dilovanîya xwe…

Tiştekî gelek balkêş e ku cîhekî taybetî ya meha adarê di jîyana wî de cî vedabû. Ew di 14ê meha adarê de hatibû dinyayê. Wî di 11ê adarê de navê xwe li bin Peymana 11ê Adarê dinivîsand ku vê peymanê mafên kurdan a otonomîyê qebûl dikir. Serokê nemir di 1ê adarê de çavên xwe ji jîyana bêbext re digirt û dest bi jîyaneke bêdawî dikir. Herçî ew alîjîyan bûbû jî, ew di dilê gelê xwe de xwedîyê ciyekî taybet bû û ew dê her dem mîna serok û tekoşerekî gelê xwe bijîya.

Di çavên hinek siyasetmedar, ronakbîr û rojnamevanêncîhanê de Mustafa Barzanî

 

Serokekî ku kevnî û nûjeniyê digîjîne hevdu. Xwe bi her awayî daye tekoşîna gelê xwe.

Cemal abdul-Nasser; serokkomarê kevn ê Misirê

 

Serokekî dîrokî ku ji bo gelê xwe bi salan li hember neheqî û barbarîyê tekoşîna azadîyê da.

Kemal Jumblatt; serokwezîrê kevn ê Lubnanê

 

Ya rastî Mustafa Barzanî, serokê tekoşer, dîroka Şoreşa Kurdî ye.

Edgar O‘Ballance, “Kurdish Revolt”; serleşkerê Îngîlîzî

 

Mustafa Barzanî merivekî mezin bû…  pêwîst e ku em dîroka wî bixwînin.

Husnî Mubarek; serokkomarê Misirê

 

“… Jîyana wî, her weke ku bi serê gelek kurdan ve hatîye û ev perçeyek ji çarenûs û trajedîya jiyana wan e, rêzek ji ya şer û nefiyê bû…”

Davîd Adamson; “The Kurdish War”, rojnamevanê Îngîlîzî

 

“… Tê gotin ku ew di warê sîyaset û şervanîya Dîroka Kurdî de piştî Selahaddînê Eyyûbî, merivê herî girîng e.

Dr. Guenther Dischner; nivîskarê Elmanî û nivîskarê “Sallah Al Dine-Al -AYUBI‘S Grandchildren”

 

Di Rojhilata Navîn de serokekî mîna wî nehatîye dîtin...”

Dana Adams Schmidt; rojnamevanê Amerîkî

 

Musatafa Barzanî di dîroka gelê Kurd de sembola tekoşînê bû.

Rene Maurice; sekreterê presê yê Francois Mitterand

 

Ji nav tevahîya leheng û şehîdên kurdan ên ku beşdarî tekoşîna rizgarîyê bûne, cihê Mustafa Barzanî di dilê Kurdan de herî taybetî ye.

Jonathan Randall; rojnamevanê Amerîkî û nivîskarê “The Roads of Kurdistan As I Travelled Them”

 

Çavkanî:

* William Aegleton, Mehabad Kurd Cumhuriyeti 1946 (Komara Kurd a Mehabadê 1946); Koral-1990

* Sait Kırmızıtoprak, Kürt Millet hareketleri ve Irak‘ta Kurdistan İhtilali (Serhildanên Neteweyê Kurd û şoreşa Kurd li Iraqê); Apec-1997

* M. Sıraç Bilgin, Barzani; 1990

* M. Sıraç Bilgin, Barzani‘nin son yılları (Salên dawî yên Barzanî); Hiddekel-1993

* Dr. Abdurrehman Qasimlo, Kurdistan û Kurd; Jîna Nû-1991

* Kurdistana îroyîn, problemên tevgera netewî; Roja Nû-1998

* Prof. Dr. şakirê Xidoyê Mihoyan, İki dünya savaşı arasında Irak‘ta Kürt sorunu (Di navbera herdu şerên Cîhanê de li Iraqê pirsa kurdî); Jîna Nû-1990

* Barzani‘nin tarihi geçmişinden Sovyetler Birliğine tarihi yürüyüşü 1945-1958 (Di jiyana Barzanî de meşa wî ya dîrokî ya Yekîtîya Sovyetan); Weşanên Yekîtiya Demokratên Kurdistanê-1987

* Kerîm Husamî, Komara Demokratîk a Kurdistanê (Mehabad); Jîna Nû-1986

* Abdul Kadir Brifcani, From Mustafa Barzani to Masoud Barzani (Ji Mustafa Barzanî ta Mesud Barzanî); TWA Limited-London, 1999

* Mesud Barzanî, Barzanî û Tevgera Azadîxwaziya Kurd 1931-1958; Perwerde-Hewlêr, 2000

* Pavel Anatolij Sudapolatov, Direktoratet-Stalins spionchef berättar (ji wergera beşa li ser barzanî, Mustafa Aydogan-Platform)

* David A. Korn, The last Years of Mustafa Barzani (Salên dawî yên Mustafa Barzanî); Middle East Forum-1993 (www.meforum.org)

* The significance of the Iraqi “Revolution” of 1958 for the Kurds of Iraq (www.krds.net/revolution1958.htm)

* Mir Muhammed Revolt, Struggle in Iraq (www.ukin.org/struggle/iraq.htm)

* Mullah Mustapha Barzani, (www.krg.org)

* Bi kurtî ve jiyannama Barzaniyê nemir (www.kdp.pp.se/barzani)

 

Lê Binêre

BEDİRHAN BEY İSYANI

HER YÖNÜYLE BEDİRHAN BEY İSYANI

Cabir DOĞAN/ BEDİRHAN BEY İSYANI Tanzimat’ın Diyarbakır ve Çevresinde Uygulanmasına Karşı Bir Tepki Hareketi ÖZET …