roger acun

ÎRONÎ Dİ “MESELEYA WİJDANÊ” DA / Roger Acun

Ev çîroka dirêj a Ahmed Muxtar Caf, yekem ji mînakên pexşana kurdî/ soranî ye. Tevlî kû wek çîrokek dirêj hatîye naskîrîn jî wek romaneke kin an jî berteng dikare bê qebûl kirin.Malûm e li ser xûsûsîyetên “Meseleya Wijdanê” û di derbarê şexsîyeta edebî ya Ahmed Muxtar Caf gelek şîrove hatine kirin.Ez naxwazim van şîroveyan dûbare bikim. Mebesta min ew e kû ez, hewlbidim li ser vegotina Caf a îronîk bisekinim.

Îronî, di wêjeyê de wek vegotina qerfî (mizahi) tê qebûlkirin. Dema bi perspektîfeke berfireh li berhema Caf bê nêrîn şêwaza wî ya qerfî dê çêtir bê dîtin.Vebêjerê vê çîroka dirêj, bûyerên qewimîne ji devê şexsê yekem vedibêje. Di gava yekem,gotina “Tena serê xwe li ba çend pismamên xwe…”[1]destpêka vegotina îronîk e. Lehengê sereke (protagonist) yê ku di herikbarîya çîrokê de em pêdihesin ku navê wî Zorab Efendî ye sêwîyekî di bin destê ap û emojina de ye. Şivanî, gavanî, avdanî hemû tişt kirine.

Rojekê jê ra dibêjin ku: “ Êdî tu mezin bûye û divê li çareya serê xwe binêre. Zorab Efendî, alîkarîya tucarekî dike û dibîne kuhosteyê wî di dan û sitendinê da hîleyên eşkere dike Ji hosteyê xwe ra dipirse: “Hosta, gelo bi qanûnî hîlekirin di tîcaretê da helal e?” Caf, bi bêjeyên wek helal û hîle îronîyeke tenik afirandîye. Bi vî awayî dixwaze bibêje cihê lê hîle bêhesab be hîle, kirasê helalîyê li xwe dike.

“Ê baş e meseleya wijdanê çî ye?” Zorab Efendî, vê pirsê ji hosteyê xwe dike. Lê wek hemû pirsên bivir li serê menfîetê dixin bêbersiv dimîne ev pirsa dijwar. Bi gotina: “Hoste, destxeteke min a kor û topal heye.”[2] guherîna Zorab Efendî destpê dike. Ji dêleva nivîsandina deynê defterê, rêbaza hosteyê wî ya bi qetikê benan, nîşanî wî dide, hişê wî tevlîhev dike.

Berhema Caf, mîna galerîyeke mirovan e, hema bibêje hemû cûreyên tîpên ecêbê mirovahîyên, bi awayekî sembolîk tê da cih digrin. Yek ji wan tîpên balkêş – ku ew ser bi xwe tîpeke îronîk e- jina hosteyê Zorab Efendî ye. Hosteyê Zorab Efendî, ji bo mesrefê xeml û xêza xanima xwe derxe sextekarî û bêwijdanîyê dike. Ew Jî tê wateya ku ji bo bextewarîya şexsekî, binpêkirina mafên hemû mirovan rewa tê dîtin.Lê tiştekî balkêş e ku hoste, vê neheqîyê gişî li xelkê dike ji bo kêfxweşîya jina xwe û carna jî jê ra gotinên kufirî dibêje: “Ez, te ji seg kêmtir dizanim, tu gelek biaxifî ez ê telaqê te bixim nava destê te.“[3]

Dema vebêjer, teswîra jina hoste dike, wê bi awayekî gevre û li xweşikbûna xwe miqate terîf dike. Piştî vê gotinê “Jina hosteyê min, bi pêşkên wan fîstanên xwe yên sipehî, pozê xwe paqij dike.”[4]  tê bilêvkirin. Nakokîyên tîpolojîk, wek amûreke vegotina îronîk hatîye bikaranîn.

Zorab Efendî, pirsa sihhetê dike: “Ê baş e meseleya sihhetê çawan dibe?” Xanima hoste, behsa zîrekbûna şêxan di derbarê sihhetê da dike. Caf, bi vê rewşa kurt, rexneyeke nerasterast li mentiqa kevneşopîya civakê ya di derheqê tebabetê da dike.

Zorab Efendî, diçe ber destê axayekî, dibîne ku axa kurê xwe naşîne dibistanê. Pirsa meseleya xwendinê dike. Axa dibêje ku: “Dixuyê tu bi saya du rêzan va ehmeq bûyî. Ez ê ji bo çi kurê xwe bişînim dibistanê? wan bikim kafir û havîna çîpilrût û serqot bigerin.”[5]Caf, xuyaye ku ji nivîskarê gewre Hemîngway di warê dîyalogan de gelekî sûd wergirtîye. Ji ber ku bi dîyalogên kurt, derdê xwe herî baş anîye zimên.

Zorab Efendî, dibîne ku cenanê axê, ceh û genimê wî didizin. Li diji vê rewşê derdikeve. Pişt ra ew, bi xwe bi dizekîyê tê tewanbarkirin. Axa, dema cenanê xwe diparêze ku wan dizî nekirîye dibêje: “Tu derewan dikî. Ez, mirovên xwe nasdikim, dizîya min nakin. Ew mirov in ku heta niha li ser daxwaza min deh kesên bêqebehet kuştine; bi sed karwan jimin ra şelandine.”[6] Ev tablo bi serê xwe mînakek îronîya Caf ya bêhempa ye. “Sedeqet, xîyanet e û xîyanet jî seadet e.”[7]Ev hevok, di meseleya wijdanê zorab Efendî da mîlad e.Zorab Efendî, li cem axa dibîne ku axa, tûtinê bi çi şêwazê ji destê gundîyan derdixe û gundîyan çawa dixapîne û diheman demê da ew jî, ji aliyê sîmsaran va çawa tê xapandin.Zorab Efendî ku dibîne axayê wî jî tê xapandin, berê xwe dide navçeyekê. Biryar dide ku “Bi sê çar rêzên xwe yê kor topal” daxwaznameyan binivîse.

Di daxwaznameyekê da di cîhê ku binivîse “Heywanên min hatine heşmartin û du car qoçan lê hatîye birîn, ez mexdûr im.” Bi şaşî nivîsandîye: “Du bir heywanên min hene, her tenê birek hatîye hejmartin.”[8] Ji bo vê daxwaznameya xelet, lêdanê dixwe û bertîlê dide meqamekî pêwendîdar xwe ji vê xefikê jî xelas dike. Heta reîsê navçeyê, ferman dide ku ji niha û pê va tenê Zorab Efendî daxwaznameyan binivîse. Zorab Efendî jî dibêje ku: ”Min jî dev ji wijdanê berda, cehennema serê wan ku ji birçîna bimrin. Ma ez Eloxemxwarê dinê me?”       Bi dîtina hebek qedr û qîmet Zorab Efendî, bi nexweşîya payebilindîyê dikeve. Bi melayekî sohbet dike dibîne ku mela, sipîyekê ji xwe digre û diavêje, bi wî destê xwe ji bêşûştin nan dixwe  û dibêje ku.” Ez, Qadirî me, em sipîyan û kêçan nakujin; lewra ev, qetle.

Zorab Efendî, rojekê li mizgeftê dema li waazan gûhdarî dike, dibîne ku gelek kes digirîn. Zorab Efendî, ji mu’mînekî ra dipirse:” Ka tu ji bo çi digirî?” Ew jî dibêje ku: ”Her çi tiştê erebiye ew Quran e ji ber vê ez digrîm. Dema Zorab Efendî, ji wî mirovî rarawe dike ka mesele çî ye, mellayê ji terîqeta Qadirî, hêrs dibe û fermana lînçkirina wî dide cemaetê. Zorab Efendî, revî revî ruhê xwe xelas dike. Qetla sipîyan û fermana lînçkirina mirovekî, nimûneyeke vegotina îronîk ya balkêş e.

Her wiha bi dana bertîlê ra nîhayet bi awayekî fermî li sazîyeke dewletê tê wezîfedarkirin. “Dest ji min quwet ji Xweda.” Dest bi şelandina xelkê bêçare dike. Heta ku ji wezifeya xwe tê ezîlkirin. Camêr, nema li xwe datîne karê erzûhalnivîsîyê ji bike. Zorab Efendî, pişt ra dest diavêje meseleya millet û welatparêzîyê. Bi saya çend gotinên jiberkirî, teqdîrek berz dibîne. Rojek ji rojên Xweda bi wezifeya qeymeqamtîyê tê taltîfkirin û tayîna wî derdikeve navçeyeke rojava.

Zorab Efendî, li vê navçeyê meclîsek sahîb team dibîne û talîya talî dibe şahîdê pevçûna endamên vê meclîsa qaşo bi ruh û can bi hev ra bûn. Rojekê Zorab Efendî, dihere meqamê xwe û axaftina du zarokên li kuçeyê seh dike. Yek, ji yekî ra dibêje: “Tu dizanî Xweda kî ye? Ê din jî dibêje ku: “Dîyar e: Reisê qezayê Zorab Efendî ye.”[9]  Zarokê din dibêje: “Berîya her tiştî Zorab Efendî, evdekî zeîf wekî min û te ye.” Yê din, careke din dibêje: “Ji ber vê ew kesên ku bêaqil in, wî, Xweda dizanîn. Ew kesên ku tu, Xweda dizanî, eger li welatekî normal bûya hemaltî jî bi destê wî nediket.”[10] Zorab Efendî, dema dibe şahîdê van dîyalogên zarokan, ji zarokên xwendekar diqehere û ji hêza xwendinê ditirse. Ev yek jî, bi fikr û ramanên wî yê zarokatîya wî ra nakokîyeke mezin derdixe holê.

Di dawîya çîrokê de Zorab Efendî, li deverekê rastî birîneke civakî tê: Di şerên berberîyê da du eşîrên ku gelek mêr ji hev kuştine ji boli hev bên dixwazin du keçên xwe berdêlî bidin hev. Keçik jî, vê yekê napejirînin û hêvîya wan reîsê navçeyê Zorab Efendî ye. Ji wan keçikan yek, tê himber Zorab Efendî û jê ra dibêjê: ”Birêz reîs, em îroj gelek bextewar in ku cenabê we teşrîfî vê deverê kirîye. Ji ber ku em, bi hêvîne wê heqê mezlûman dê ji zaliman bê sitendin.”[11]

Encam

Di çîroka dirêj a Ahmed Mûxtar Caf da îronîyeke nakokî ya nav rewşan heye. Heta ku ji destê wî hatîye hewldaye rexneyeke hişmendîya kevneşopîyê bike. Di heman demê da qerf û henekê xwe jî bi tîpên di nav jîyana civakî da her tim derdikevin himber mirov kirîye.

Vebêjer, ji serîheta dawî Zorab Efendî wek lehengekî sereke derdixe pêş. Hemû bûyer, li derdora wî diqewimin. Zorab Efendî, sembola wijdanê têkçûyî ye. Hemû tîpên li derdora wî jî, dinav girînekê ava jîyanê daber bi bêdawîyeke kortarî digindirin.

Ahmed Muxtar Caf, bi vê “çîroka dirêj” himekî baş ji bo metnên kurdî yê îronîk danîye. Bi qasî dîtina rastîyê, vegotina wê jî hostetîyê dixwaze. Caf, bi vê çîroka xwe eşkere nîşanî me dide ku rastîyên jîyanê têra serê xwe balkêş in. Ne muhtacê lîstikên hûnerî ne û bi vegotinek rasterast jî dikarin tesîreke hêja û berz li ser mirovan bikin.

  • Zanîngeha Dîcleyê / Beşa Ziman û Çanda Kurdî / Xwendekarê Doktora.

                                                                      

Çavkanî:

[1] Ahmed Muxtar Caf,Meseleya Wijdanê,Avesta, Îstanbul,2009, r.23.

[2] Caf,  h.b., r.26.

[3] Caf, h.b., r.29.

[4] Caf, h.b., r.29.

[5] Caf, h.b., r.31.

[6] Caf, h.b., r.34.

[7]Caf, h.b., r.34.

[8] Caf, h.b., r.42.

[9]Caf, h.b., r.71.

[10] Caf, h.b., r.72.

[11] Caf, h.b., r.77.

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …