REWŞENBÎREKÎ KURDÎHEZ: KURDÎZADE AHMED RAMÎZ / Kenanê Nado

REWŞENBÎREKÎ KURDÎHEZ: KURDÎZADE AHMED RAMÎZ / Kenanê Nado

KURDÎZADE AHMED RAMÎZ di sala 1878an de li navçeya Lîcê hatiye dinê. Bi eslê xwe dimilî ye. Jiyana wî ya ku heya tê Stenbolê bi awayekî eşkere nayê zanîn. Perwerdehiya xwe ya zaroktiyê çawa, li ku, çi wextî û bi çi şiklî kiriye, heya vê gavê tu agahî nehatiye dayîn. Em dikarin bibêjin ku jiyana wî ya tê zanîn di serê salên 1900î de dest pê dike. K.A.Ramîz di nav siyaseta Kurdan a salên 1900î de roleke xwe ya mezin hebû.

Her gava ku ez li dîroka Kurdan dinêrim xebatên li ser ziman di sê serdeman de derdikevin pêşîya
min. Em dikarin van serdeman wiha bi nav bikin; cara yekem em dikarin bêjin ku serdema Klasîkan
e ku ew jî gencîneyên wek Melayê Cizîrî, Ehmedî Xanî, Melayê Batê û hwd. di xwe de hewandiye. Serdema
duyem jî em dikarin bibêjin bi nifşa serê sedsala 20emîn dest pê dike ku xebatên li ser ziman nemaze weşangerî, rojnamegerî û kovargeriya kurdî- hêdî hêdî potansiyeleke mezin diafirand. K.Ahmed Ramîz jî di vê serdemê de
ronakbîr, siyasetmedar, nivîskar û weşangerekî gelekî hêja bû.

Piştî vê nifşê ji ber ku gelek zext û zordarî ji her hêlê ve ji aliyê dewletên dagirker ve li ser Kurdan hatin kirin, mixabin ziman û edebiyat jî ji vê zilmê para xwe girt û em dikarin bibêjin heya piştî 12ê îlonê kete nav bîrên tarî û piştî wê em dikarin bibêjin ku pêşketin û hilbûna ziman û edebiyata kurdî ji salên 90î bigire heya îroj dîsa mîna her du serdemên berê di warê zimên de xizmetên gelek hêja û bêhempa hate kirin û bi vî awayî hêviya me ew e ku dê hin baştir bê kirin. Ev jî di pêşketina zimanê kurdî de bû serdema sêyemîn. Ji tesnîfa li jor meqseda min ew bû ku ez rewşa geşedana zimên û serdemên wî bi awayekî rûxarî raxînim ber çavên we û bi taybetî jî serdema duyemîn û di vê serdemê de jî Kurdîzade Ahmed Ramîz…

Belê, ji bo pêşketina zimên tişta herî muhîm axaftin û nivîsîn e. Ji bo nivîsînê tişta herî hewce sazî û dezgeheke weşanê ye. Ji bo vê yekê jî ku di vê hêlê de rola K.Ahmed Ramîz neyê nasîn, bawer im dê fêhmkirina mijarê jî natemam be. Lewra di salên 1900î de di warê weşangeriyê de bi çapxaneya Sadel Ekrad, Matbaa-i İçtihad û Amedî rola K.Ahmed Ramîz gelek mezin e. Ku em bêjin ev çapxaneyên han ji bo wê demê wek rehên xwînê
bûn, ne şaş e. Her wiha di warê hişmendî û sîyasetê de, bi endamtî û damezrîneriya xwe ya komaleyan
ve jî, wek sembolekî dê heta hetayê bi me re be û ji me re bibe mînak. Kurdewarî û hemiyetperweriya
wî jixwe bi kirin û nivîsên wî dê tu car winda nebe. Li pêşiya me dê her dem rêberek be.

Kurdîzade Ahmed Ramîz Kî Ye?

Di sala 1878an de li navçeya Lîcê hatiye dinê. Bi eslê xwe dimilî ye. Jiyana wî ya ku heya
tê Stenbolê bi awayekî eşkere nayê zanîn. Perwerdehiya xwe ya zaroktiyê çawa, li ku, çi wextî
û bi çi şiklî kiriye, heya vê gavê tu agahî nehatiye dayîn. Em dikarin bibêjin ku jiyana wî ya tê zanîn di
serê salên 1900î de dest pê dike. K.A.Ramîz di nav siyaseta Kurdan a salên 1900î de roleke xwe ya mezin
hebû. Navê K.A.Ramîz cara pêşîn di qeydên Kurdistan Azm-i Kavi Cemiyeti de tê xuyan ku ev cemiyet di sala 1900î de ji aliyê “Diyarbekirli Fîkrî Efendî” ve hatiye damezrandin û di dewleta Osmanî de wek cemiyeta Kurdan a legal a pêşîn tê zanîn. Her çi qas navê K.A. Ramîz di nav vê cemiyetê de wek endam derbas bibe jî tê gotin ku di damezrandina wê de jî hebûye û endamê herî çalak bûye. Dema ku îltîcayê Misrê kiriye, li wir jî -li gorî ku Zinar Silopî dibêje- li ser navê vê cemiyetê gelek çalakî li dar xistine û nemaze piştî hevnasîna wî û ‘JönTürkên’ Misrê, di eleyhê Abdulhemîd de jî gelek xebat meşandine û di demek kurt de di nav Jön Türkên wir de navdar bûye.

Wekî din, mîna ku dîsa Zinar Silopî dibêje, di Zanîngeha El-Ezherê de di beşa Kurdolojiyê de perwerdehî
dîtiye. Lê belê Zilkif Xweşhêvî jî di nivîsek xwe ya li ser K. A. Ramîz de vê gotina Zinar Silopî wiha rave
dike: “Lê baş nayê zanîn ku di wê demê de li Ezherê beşa kurdî hebûye an na. Lê dema mirov
bala xwe dide ser çalakiyên wî yên paşê ku dibistanên cuda cuda de mamostetî û midurtî kiriye, mirov
texmîn dike ku mumkûn e beşeke ‘perwerdehiyê’ jî xwendibe.” Lê ev tenê texmîn û şîroveyên şexsî ne. Di
çavkaniyan de tişta derbas dibe ew e ku beşa Kurdolojiyê xwendiye. Di 1905an de li Misrê di çapxaneyeke
piçûk de li ser danasîna Kurdistanê rîsaleyekê çap dike. Piştre li Misrê, ji bo ku pirtûkên
kurdî biweşîne çapxaneyekê bi navê ‘Sadel Ekrad’ dadimezirîne.

Xebata wî ya ewil, di vir de çapkirina Mewlûda Melayê Batê ye. Di vê çapê de paşgotinekê dinivîse û
wiha beyan dike: “Paş hemd û senayê tam ji bo Xaliqê enam, selat û selam ser Fexrê
enam digel enbiyayê azam û al û eshabê wî yê kîram be ku Xwedê teala ji me re muyeser kir neşra
‘mewlûd’a kurdî. Ev car niyeta min, ez kitêb û resaîlên kurdî teb’ û neşr bikim. Rica min ew e herçî li cem wî kitêbên kurdî hebit ji fezl û îhsana xwe, ya ji bo namûs û xeyreta qewmê xwe ji me re bişeynin heta ku ez teb’ bikim. Paşê digel nusxa wî çend nusxeyê din jî jê ra teqdîm dikim.” (Unwan: Kurdîzade (Ahmed Ramiz), Bîreweqî Sad el-Ekrad bîl Ezher bî Misir.)

Piştî ku di 24ê tîrmeha 1908an de meşrûtiyet tê danezanîn K. A. Ramîz jî vedigere Stenbolê. Dest bi xebatên siyasî û hişyariyê dike. Di 19ê îlona 1908an de, dema ku Kurd Teawun û Teraqî tê damezirandin, ew jî wek damezrînerekî vê cemiyetê cih digire. Piştre di sala 1910an de wextê ku “Kurd Neşr-i Maarif Cemiyetî” tê damezrandin ew di vir de jî wek damezrîner dixuye. Yek jî ji ber ku ev cemiyet li ser perwerdehî û weşandina pirtûkan dixebitî, ew zêdetir çalak bû. Di sala 1910an de “Kurd Teawun û Teraqî” li “Divan Yolu Hace Paşa Sokağı”yê mektebekê bi navê “Meşrûtiyet Mektebî” ava dike û ji midurtiya li vir her çi qas hin kes navê Ebdurehman Bedirxan bidin jî bi îhtîmalekê mezin tê zanîn ku midurê wê mektebê Kurdîzade Ahmed Ramîz bûye.

Wekî din, di weşanxaneyekê de, ku li ser navê “Kurd teawun û Teraqî” bûye, rojnameyekê bi navê “Kurdistan” derdixin. Lêbelê Fetullah Kaya di pirtûka xwe ya bi navê “Kürt Basını”yê de dibêje ku vê rojnameyê bi Mehemed Mîhrî Beg re derxistiye. Lê Zilkîf Xweşhêvî jî di nivîsa xwe de dibêje ku: “Di vê weşanxaneyê de dostên cane can Mîr Katibzade Cemîl Beg, Xelîl Xeyalî û Kurdîzade Ahmed Ramîz bi navê Kurdistanê, rojnameyeke (yan jî kovareke) heftane derdixin…” Ahmed Ramîz piştî ku tê Stenbolê çapxaneyeke bi navê ‘Amedî’ ava dike û li dora 60 pirtûkan çap dike. Hema hema ji hemû pirtûkan re bixwe pêşgotin jî nivîsiye. Piştre ji ber van pirtûkên ku çap dike jî gelek serê wî diêşînin, doz lê tê vekirin û tê sirgûn kirin. Yek ji wan pirtûkan pîrtûka Huseyîn Kamî ya bi navê “Divançe-i Dehrî” ye ku piştî ev pirtûk hate çapkirin, bû sedema ku Ahmed Ramîz di Dîwana Herbê de bê ‘dadgehkirin’. Di sala 1911an de ji ber vê yekê sirgûnê Kastamonuyê kirin.

Di sala 1912an de piştî ku hukûmet diguhere di şûna wê de Gazî Ahmet Muhtar
Paşa tê serî, Kurdên li Stenbolê wî didin zorê ku ji bo yên sirgûnkirî vegerin. Tê pejirandin û di lîsteyê
de di rêza 111emîn de navê Ahmed Ramîz jî hebûye. Piştî vê ew vedigere Stenbolê û bi Seyîd Abdulqadir re dest bi xebatê dike. Di heman demê de çend pirtûkên din ên ku çap dike jî tê zanîn ku ew jî di 1909an de
elifbêtka Xelîl Xeyalî û pirtûka Dr. Şerafedîn Mexmûnî ya bi navê “Hakikat-i Hal” e. Wekî din Ahmed Ramîz du pirtûkên Seîdê Kurdî jî di çapxaneya ku Abdullah Cevdet di sala 1904an de damezrandibû de weşandiye. Ev herdu pirtûk, yek ji wan “Nutuq” ya din jî “İki Mektebi Musibetin Şehadatnamesi” ye ku ji “İki Mektebi Musibetin Şehadatnamesi” re pêşgotinekê bi navê “İfade-i Neşir” dinivîse û di sala 1911an de çap dike. Tê gotin ku
Seîdê Kurdî beriya ku biçe Wanê vê pirtûkê bi xwe teslîmê Ahmed Ramîz dike.

Piştî sirgûna xwe ya pêşîn, dîsa ji ber çapkirina pirtûkan çend caran tê sirgûnkirin. Heya serhildana Şêx Seîd, bi qasî 10 salên di vê navberê de, tu agahî li ser jiyana wî tune ye. Lêbelê piştî ku serhildan ditemire, gelek rewşenbîrên Kurd tên girtin û di wê demê de gelek havalên wî jî ji hêla hukumeta Tirkiyê ve tên daliqandin. Ahmed Ramîz jî bi rêya Misrê direve Sûriyeyê. Piştî vê revînê, ji mirina wî heya vê gavê hema hema tu agahî nehatiye dîtin. Di wan salan de li Sûriyeyê nakeve nav xebatên Xoybûnê jî û di salên 1940î de li Şamê di taxeke Kurdan de diçe ber rehma Xwedê û di goristaneke wir de jî tê veşartin. Li ser mirina wî, hin kes dibêjin bi sedema nexweşiyê miriye, hin kes jî dibêjin ku xwe kuştiye. Lêbelê li ser vê meselê jî agahiyeke zelal tune ye. Pirtûkên Ahmed Ramîz Qedrî Cemîl Paşa di pirtûka xwe ya bi navê “Doza Kurdistan” de tenê behsa navê çar pirtûkan dike ku ew jî ev in:

1- Xetaya Selef û Xelef
2- Îxtara Dîcle û Firat weya Gaziya Hewaya Mabeynî Nehran
3- Paşvemana Kurdan weya Kurdistan
4- Hîmayekirina Maarîf weya Hîmayenekirina Maarîf

Ji xêncî van pirtûkan di 2007an de ji hêla koma “BGST”ê ve pirtûkeke li ser malbata Bedirxaniyan bi navê “Emîr Bedirxan” ku bi mexlesa ‘Lutfî’ hatiye nivîsîn, hate weşandin. BGST bi îlaneke ku wê demê di kovara “Îçtîhad”ê de hatiye weşandin îspat kir ku Lutfî mexlesa Kurdîzade Ahmed Ramîz bi xwe ye. Ev îlana ku di pêşgotin û dawiya pirtûka BGSTê de jî hatiye çapkirin wiha ye:

“EMÎR BEDIRXAN”
Nivîskar: Ahmed Ramîz
Ev berhem ji aliyê Ahmed Ramîz Efendiyê xeyretmend ve ji bo ku hal û ehwalê malbata Bedirxan Beg
bide nîşan hatiye nivîsîn ku sedema vê yekî jî ji ber ku kenehû Abdurezak Bedirxan şarevanê berê Rıdvan Paşa kuştiye, ew bi hemû endamê malbata xwe ve bi hukmê qerqûşiyê Ebdilhemîdê duwem hatibûn qehr û perîşan kirin.
Di çapxaneya Îçtîhadê de hatiye çap kirin. Fî’ 2 Frank e, Serdan: Çapxaneya Îçtîhadê. (İçtihad Dergisi, Kanun-ı Sani 1908, Sayı 5)

Naveroka pirtûkê jî bi gelemperî wiha ye; Serhildana Mîr Bedirxan û encama wî, li ser kuştina Ridvan Paşa û zilma ku ji ber vê li Bedirxaniyan hate kirin, bêsamîmiyetbûna Sultanên Osmanî, hîsiyata dînî ya li ser Bedirxan beg û gelê Kurdan û sûîstîmalkirina wî û wekî din çend rexneyên li ser Sultan Ebdulhemît. Rexneyekê wî ku bi awayê helbestî hatiye nivîsîn wiha ye:

JI SULTAN EBDULHEMÎDÊ DUWEM RE Diyarî Be!
Ji merivê heq-nexwazê nezan re nakim serî xwar
Ji derdan xwîn bigirîm jî ji derman re nakim serî xwar
Ez di her hal û karî de ewil zebûnê gewre û payebilind im
Mineta min her ji Xwedê ye ji Sultan re nakim serî xwar
Ka li tewrên kurê Kurdan binêre ku çawa derketiye li hember te
Ewladê Bedirxan im ji şêran re nakim serî xwar
Ji bo nanî zen neke ku ezê xwe biavêjim namerdan
Bi rastî ez bêzad im lê ji Sultan re nakim serî xwar
Wext tê ku ji her hêlê, dengê êrîşên huznebar tên bihîstin
Ez dîsa jî bo hewarê ji felekê re nakim serî xwar
Welhasil bizanibim ku biryara mirina min hatibe dayîn jî
Ji bo îzzet û şerefa xwe ji canê xwe re nakim serî xwar.

Ji bilî van pirtûkan, pîrtûkeke bi navê “Reşbelek” heye ku dibêjin nivîskarê vê pirtûkê jî Ahmed Ramîz e. Zilkîf Xweşhêvî di nivîsa xwe de dibêje ku “…nivîskar ‘Ebdullah Varlî dibêje, min ev pirtûk bi dest xistiye û xwendiye. Lê mixabin pirtûk winda kiriye. Li gorî pêzanînên wî ev pirtûk derbarê “Di nav Kurdan de nivîs” hatiye nivîsîn herwiha di dawiya pirtûkê de Eqîdeya Îmanê ya Şêx Ubeydullahê Nehrî hatiye nivîsîn. Û li gorî wî ev pirtûk li dora bîst-bîst û pênc rûpelî ye.”

Çavkanî:

1- Cemîl Paşa Qedrî (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, Öz-ge Yayınları, Ankara, 1991
2- Lütfî (Ahmed Ramiz), Emir Bedirhan, bgst Yayınları, İstanbul, 2007
3- Nursi Bediüzzaman, İçtimai Reçeteler 1, Tenvir Neşriyat, İstanbul,1990
4- Kaya Fetullah, Kürt Basını, Weşanxana Hîvda Îletîşîm, İstanbul, 2010
5- Xweşhêvî Zilkif, Kovara Nûbihar, Weşanxana Nûbihar,hej. 107, İstanbul, 2009
6- Melayê Batê, Mewlûda Nebî, Misir, 1324(Hîcrî) “ji arşîva Huseyn Şemrexî”
7- www.zazaki.net Lezgin Roşan, Diyerbekir’de Kürt Ulusçuluğu.

Kovara Pengav.

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …