Osman Efendiyo Babij

Jiyana Osman Efendiyo Babij

Osman Efendiyo Babij di sala 1852yan de li gundê Babê yê Sêwrega Rihayê welidiye. Navê wî yê fermî Osman Efendî ye lê di nava gel de wek Osman Efendiyo Babij hatiye naskirin. Navê bavê wî Hecî Eyup Efendî û yê diya wî Emîne Xanim e. Bavê wî demekê miftîtiya Sêwregê dike ji aliyê gel ve pirr tê hezkirin. Osman Efendiyo Babij piştî perwerdeya xwe ya medreseyê îcazeta xwe hildide li Sêwregê dest bi memûriyetê dike. Bi mirina xoceyê wî yê hêja Zilfîkar Zuhtî Efendî re di sala 1905an de ji bo miftîtiya Sêwregê tê tayînkirin. 24 salên xwe di miftîtiya Sêwregê de derbas dike. Di sala 1929an de jiyana xwe ji dest dide niha gora wî li Sêwregê ye. Osman Efendiyo Babij zimanên Erebî, Osmanî, zaravayên Zazakî û Kurmancî yên Kurdî dizanibû.

Mewlûd piştî mirina Osman Efendiyo Babij herî pêşî di sala1933yan de ji aliyê Celadet Bedirxan ve bi tîpên Erebî li Şamê tê çapkirin. Transkrîpsiyona ewil ya bi tîpên Latînî di sala 1985an de ji aliyê Malmisanij ve tê kirin û di hejmara çaremîn ya kovara Hêvî de bi navê Biyîşê Pêxemberî tê weşandin. Enstîtûya Kurdî ya Amedê di sala 2007an de mewlûdê careke din bi navê Mewlido Dimilî (Zazakî) çap dike. Dîsa Mewlûd ji aliyê Roşan Hayig ve di kovara Zazana de bi navê Biyayişê Pêxemberî tê weşandin. Herî dawî Ahmet Kırkan di teza xwe ya lîsansa bilind de mewlûdê bi navê Bîyîşa Pêxemberî bi nav dike.

Mewlûda ku ji aliyê Malmisanij ve hatiye amadekirin 196 beyt ya ji aliyê Enstutiya Kurdî ya Amedê 205 beyt, ya Roşan Hayig 206 beyt û ya Ahmet Kırkan 204 beytan pêk hatine. Mewlûda Osman Efendiyo Babij bi zimanekî sade, fambar û watebar hatiye nivîsandin.

Occo Mahabad / https://www.bernamegeh.org/2021/08/25/occo-mahabad-diroka-mewluden-zazaki/

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …