Mehmûd Derwîş û Kurd

Mehmûd Derwîş û Kurd / Helîm Yûsiv

Mehmûd Derwîş helbestvanekî xwedî bandoreke wisa ye ku hema hema her kesê ku hayê wî ji wêjeya erebî heye xwedî çîrok û serpêhatiyekê ye, yan bi wî bi xwe re, yan jî bi helbestên wî  re. Nozdeh salî dîwana xwe ya yekem çap kiribû. Her ku dem derbas bû, her ku bi emir mezin dibû, bejna helbesta wî jî bi bejna wî re hêdî hêdî bilind dibû. Hetanî ku gihîşt wê pileya ku mirov qala mezintirîn helbestvanê zimanê erebî bike, yekser navê wî dihate ser zimanan.

Di hinek qonaxan de, hinek nav, ji ber sedemên cihê, di çapemeniyê û di derdorên wêjeyî de wê pîleya yekem digirin, lê piştî demeke kurt, winda dibin. Ji ber ku berhemên wan nikarin ji bilindbûna wan re bibin bingeh û palpişt. Derwîş helbestvanekî wisa ye ku hêjayî wê pîleya yekem e di pîramîda helbestê de û berhemên wî dikarin wî cihê wî yê berz heta hetayê biparêzin.
Helbestvan in hene ku di asteke bilid de dinîvisîn in, lê ew li hêlekê ne û xelk û êş û derdên wan yên giran li hêleke din in.

Helbestvan in jî hene ku li cem xelkên xwe cih digirin, li ser êş û kul û derdên wan dinivisînin, lê nikarin wan êşan bi şêweyeke hunerî û bilind ragihînin. Mesele wisa bû ye ku helbest li deverekê deng dide û li deverin din xelk û êşên xwe bi hev re bi tenê ne.

Serkeftina herî mezin ya helbesta Mehmûd Derwîş ew bû karibû ew çiya û newalên di navbera helbestê û êşên xelkên xwe de derbas bike û bi şêweyekî hunerî, di asteke bilind de, bibe dengê êş û birînên xelkên xwe yên di bin zilmê de, wisa jî  bûbû sembola welatê xwe yê birîndar û bindest Filistîn ku, niha jî şerê birakujiyê cerg û kezeb lê parçe werçe kirine.
M. Derwîş di wê ezmûna zehmet de biserketibû. Hem helbestvanekî bejin bilind bû, hem jî dengekî berz ji dengê berxwedanê bû.

Mehmûd Derwîş û Kurd:

Hevbeşiya birînên bindestî, parçebûn, serhişkî û berxwedanê di navbera kurdan û filistîniyan de bala helbesta M. Derwîş kişandibû. Piştî helbesta El Cewahirî ya navdar li ser kurdan M. Derwîş helbesta (Kurdistan) nivîsand û tê de ketina her şehîdekî kurd wekî jidandina ben bû di qirika wî de. Bi van hestên germ li ser berxwedana kurdan ya di ber welatê wan de dinivîsand. Lê, cihê mixabiniyê ye ku di berhemên wî yên giştî de ev helbest nehate çapkirin. Ev yek jî bûbû cihê dilsarî rexneyan ji hêla kurdan de.
Lê, têkiliya wî ya demdirêj û hevaltiya wî ya xurt bi hevkarê wî yê kovara Elkermilê Selîm Berekat re, dibû sedema germkirina hestên wî yên li hember kurdan. Berî demeke kurt helbesteke din diyarî hevalê xwe S. Berekat kiribû. Helbest bi vî navî bû (Kesekî yê kurd nîn e, ji bilî ba) yan jî ji bilî bayê kesekî kurdan nîn e. Di helbestê de li ser kurdan wisa dinîvisîne:
…………
“Siyê ji ser nasnameya xwe dadiweşîne.
Nasnameya min zimanê min e.
Ez….û ez.
Ez zimanê xwe me.
Ezim yê di zimanê xwe de, sirgûnkirî.
Û dilê min pîzota yê kurd e, li ser çiyayên wî yên şîn.”
………….
Ji lew re jî dilê Mehmûd Derwîş, ew dilê ku di nav ariya vê serdema me ya vemirî de, mîna pîzoteke vêketî ronahî dida can û cesedê helbestê, li nexweşxaneyeke Teksasê hate rawestandin û ne li (Birwa) gundê wî yê xerakirî, belê li Ramella hate veşartin.
………………
Du caran ez ji nêzîk ve pêrgî helbesta Mehmûd Derwîş û dengê wî yê dagirtî û bi heybet, bûm.
Cara yekem, ez û Jan Dost bûn, sal 1998 bû. Li Zanîngeha Helebê, ji ber ku berî saetekê ji dema destpêkirina şeva helbestxwendina wî cih nema bû, ji ber pêlên hezarên xwendekaran, me nikaribû xwe bigihanda hundir salona helbestxwendinê û me ji dûr de û li derve, lê guhdarî kir.
Cara diduyan, ez û Taha Xelîl bûn, sal 2002 bû, Taha li Berlînê mêvan bû û ew bû xwediyê pêşniyaza çûna şeva Mehmûd Derwîş. Vê carê salon fireh bû û ji bilî M. Derwîş, Adonis û Emced Nasir jî hebûn. Gava me xwe bi M. Derwîş da naskirin, yekser bi ken li me vegerand: Hûn cemaeta Selîm Berekat in. Wisa jî bi germayî kêfa xwe ji kurdan û ji Selîm Berekat re dianî.

Vaye Mehmûd Derwîş  jî bû bîranînek. Piştî çûyîna wî dinya hinekî nexweştir bû. Helbest hêsirên xwe vedişêrin û dilên ku helbestên wî ew tijî hezkirin kiribûn, niha xemgînin.
Tiştê seyr di vê çûna wî de ew bû ku ez wisa hisiyam ku mirovekî (ne ji dema me ) ji nav me çû. Her tişt wisa dide xuyanîkirin ku êdî ev dem dema serekdewlet, serekhêz, general, mîlyardêr û çeteyên siyasetê ye. Nizanim çima her wêjevanek, her helbestvanek wekî xerîbekî, biyaniyekî bi tenê û bêkes, dijî, wisa jî bitenê, bêkes û biyanî dimre û diçe.
Nizanim ev yek ji min ve wisa tê xuyakirin, yan jî rastiyeke vê dema me ya zuha ye.

Diyarname / https://diyarname.com/article.php?Idx=338

Lê Binêre

Serhildana Agirî: Bext û Bêbextî / Sıraç Oğuz

Serhildana Agirî: Bext û Bêbextî / Sıraç Oğuz

Serhildana  Agirî di  sala 1926  da dest pê kir û di sala  1932’an da bi …