Melayê Cizîrî ki ye

Melayê Cizîrî

(1407 – 1481)

Melayê Cizîrî, di nav helbestvanên wêjeya klasîk ya kurdî de helbestvanê herî navdar e. Navê wî yê rast, Ehmed e. Di helbestên xwe de bi piranî mahlasa “Nîşanî” bi kar tîne.

Di sala 1407an de ji dayik bûye. Mamosteyê wî yê pêşîn, bavê wî ye. Dû re li gelek deverên welêt, wekî Amed, Hekarî û Hesenkêf xwendina xwe dewam kirîye. Îcaza meletîyê li Amedê ji Mela Tahayî wergirtiye. Demek dirêj li gundê Serba yê Amedê û li Medreseya Sor melatî û seydatî kiriye.

Dîwaneke wî heye. Dîwana wî, di wêjeya kurdî de yek berhemek sereke ye. Dîwana Melayê Cizîrî de bi giştî 140 helbest hene. Di dîwana Melayê Cizîrî ya bi navê “Çapa Cizîrê” de 114 helbest hene. Ji van helbestan teqrîben 80 xezel, 13 qesîde, 12 murebba, 1 muxemmes, 1 texmîs, 1 mustezzad, 2 muesser, 27 bend muselsel in, ku ew ji tercî’î bend û terkîbî bend, 16 çarîn û 2 yekane û 2 daneberhev tê de ne.43

Di wêjeya klasîk a kurdî de, dîwana Melayê Ciziri, berhemeke giranbiha ye, bijarte ye. Ev berhema kurdî, ji bo wêjeya tesewufê nimûneyeke baş e. Mele di dîwana xwe de biwêjên tesewûfê bi hunereke baş kar anîne.

“Ji dîwana Melayê Cizîrî jî tê fêmkirin ku wî perwerdeyî li ser tefsîr, hedîs, kelam, tesewûf û zanînên klasîk yên Îslamî û pêşiya Îslamê dîtiye. Farisî, Erebî û Tirkî baş zane. Lê dîsa jî wî beravejî gelek helbestvan û zanayên esil kurd, ku bi zimanekî biyanî nivîsîne, melayê Cizîrî bi kurdî nivîsiye. Mela, xwestiye ku milletê xwe wekî milletên yên derûdorên xwedîpirtûk û bi xwendin be. Xwestiye ku eşqa îlahî di nav gelê xwe de belav bibe. Lewra helbestên wî bi piranî tesewûfî ne.Kesên ku dîwana Melayê Cizîrî bixwînin, dibînin ku bi rastî jî ew yek ji wan melayên Kurdistanê yên mezin e. Bi ser de jî xwediyê gelek zanistên din e, dinyadîtî ye. Xebera wî ji zanayên dinyayê yên dema wî û beriya wî hebûye. Tarîxê dizane, civatê nas dike, hekîm e, arif û ‘ellame ye.”44

Melayê Cizîrî di helbestên xwe de wêjevanekî pir mahir e. Ew mirovekî mitesewif e. Ehlê xwenasbûnê ye. Helbestên wî bi piranî li ser eşq û evîna Xwedê Teala ye.

Hin helbestên wi, yên ku rasterast li ser jiyana xelkê, Ii ser evînê ne, bi kurmanciyeke zelal û vekiri hatine nivisandin. Fêmkirina wan geleki hêsan e. Melayê Ciziri, helbestvanekî oldar e û di wêjeya tesewûfê de zana bûye. Zanîna wî li ser wêjeyê, felsefê, dirokê û hwd. gelekî hebûye. Bi mijarên dîrokî û felsefî, ew zanebûna wî di helbestên wî de xuya dike.45

Çavkanî:

43Dîlovan (Amd.), Selman,  Dîwan, Melayê Cizîrî, Weş. Nûbihar, Stenbol 2010,  r.11.

44Dîlovan, h.b., r.9.

45Kaya, Zeynelabidin(Wer.),  Dîwan, Melayê Cizîrî, Weşanên Roja Nû, Stockholm 1987, r.20.

Hüseyin Koyuncu.

Lê Binêre

Serhildana Agirî: Bext û Bêbextî / Sıraç Oğuz

Serhildana Agirî: Bext û Bêbextî / Sıraç Oğuz

Serhildana  Agirî di  sala 1926  da dest pê kir û di sala  1932’an da bi …