EHMEDÊ XANÎ

PATRONAJ Û EHMEDÊ XANÎ / Roger ACUN

Destpêk

Ehmedê Xanî, di sala 1651’ê li gundê Xanê ji dayik bûye. Di sala 1707an da li Bazîdê wefat kiriye. Helbestvan û mutesewifê kurd Seydayê Xanî, jiyana xwe piranî li Bazîdê derbas kiriye. Xanî, bi navê “Nûbihara Biçûkan” (1683), “Eqîdeya Îmanê” (1687) û “Mem û Zîn” sê berhemên giranbuha ji me ra hiştine. Gelek helbestên wî piştî wefata wî wek dîwanekê hatine berhevkirin. Seydayê Xanî di kurdolojiyê da dîsîplîneke sereke ye. Gelek xebat li ser jiyan berhem û fikren wî çêbûne û di pêşerojê da em ê bibinin ku li ser Xanî gelek xebatên din wê derkevin pêşberî me. Berî her tiştî zimanê Xanî, zimanekî alegorîk e. Ji bo têgihiştineke bi kemal, şerha berhemên Ehmedê Xanî gelek muhîm e. Di serî da Abdurrahmanê Durre, Prof. Dr. Kadrî Yıldırım, Perwîz Cîhanî û hin kesên din,li ser şerha Xanî pir sekinîne. Di şerhên Ehmedê Xanî da arîşeya bingehîn ew e ku di hin xalan da şarîh, dikevin nava nakokiyan ev yek jî şerha Ehmedê Xanî û berhemên wî dijwartir dike. Di nava berhemên wî da a ku ji aliyê şerhê va gelek dijwar “Mem û Zîn” e. Di çîrok û fêmkirina çîrokê da zêde arîşe tune ye lê di têgişitina destpêka mesneviye da hin beytên ji aliyê maneyê ve dijwar hene û ev bêyt, ji bo ku baş bêne fêmkirin divê werin şerhkirin.

  1. “Mem û Zîn”

Xanî, ev berhem di 44 saliya xwe da temem kiriye. Berhem bi cûreya mesnewiyê hatiye nivîsîn. Her malik, di navbeyna xwe de mukaffa ye. “Mem û Zîn” bi giştî ji 2656 malikan pêk te. “Xanî ew bi qalibê erûzê bi behra hezecê nivîsiye[1] Ev pirtûka gewre bi babetê xwe hevtayê “Romeo û Jûliyet”a Shakespeare û “Leyla û Mecnûn”a Fûzûlî’ye. [2]

Ehmedê Xanî, halê bindestî û hejarîya miletê kurd baş zanibû û li erdê Bazîdê ewî bi çavên xwe belengazîya kurdan dîtibû û bûbû xemkeşê derdê miletê xwe. Xanî di “Mem û Zîna” xwe da pirsa bindestîya kurdan, şerê di nava wan û derd û kulên wan nivîsîû anî ber çavan, ku milet bi xwe bihese, qewata xwe bike yek . Xanî merivêkî bîrewer bû. Wî zimanê Erebî, Farisî û Tirkî baş zani bû.[3]

 

  1. Şerh

Şerh, ji aliyê maneyê va tevîl û tehlîla tekstan e. Di edebiyata klasîk da wek dîsîplînekê derdikeve pêşberî me. Şarîh, hewl didin ku maneyên di helbestên helbestvanan da veşartî li ber me raxin û di têgihiştina berhemê da di navbera hunermend û xwendekar da bibe pirek ê. Ji ber ku di dînê Îslamê datradîsyona tefsîrê heye îlmê şerhê gelekî pêşketî ye. Em dikarin bibêjin ku hermenoûtîka ku di nav edebiyatên ewrûpî da di êwra modern da weke mizgîniyekê hatiye pêşwazîkirin bi navê şerhê bi sedan salan berê di nava rojhilatiyan de hebû.

 

  1. Patronaj di Peywenda “Mem û Zîn”ê da

 

“Ger dê hebûwa me jî xwudanek

‘Alîkeremek letîfedanek” [4]

 

(Eger ê me jî xwediyekî me hebûya

Comerd bûya û ji senetê fêm bikira.)

 

Bêje:

Ger : Eger.

Xwudan: Xwedî.

Alîkerem: Comert.

Letîfedan: Zana û pisporê gotinan.

 

Seydayê Xanî di vê beyta xwe ya Ji “Mem û Zîn”ê da gilî û gazinan dike. Dibêje ê me jî hukumdarekî me hebûya ango em jî desthilatdar bûna û ew siltanê me wek ê xelkên din ji huner û edebiyatê fêmbikirana dê çi baş bibûya. Xwezî wisa bûya. Seydayê Xanî heyf û mixabina xwe bi vê yekê tîne, gilî û gazinan dike ku ew û ên weke wî ji wî nî’meta han mehrûm in. Siltanekî kurdan ê ku ji hunere fembikira hebûya helbestvanên kurd jî dê berhemên xwe pêşkêşî wî bikirana û bi mora wî ya li dîwana wan keta wan ê jî di qada edebiyatê de rewac bidîtina. Ji bilî morê jî ew siltanê ji hunerê fêmdike wê caîzeyên hêja bidana wan û ew ê jî bi qedrê van caîzeyan şad û bextewar bibana û berhemên xwe dikaribûn hîn di rewşeke aram da bi rehetî avabikirana. Lê sed heyf ku ev tişt ji wan dûre. Di tradîsyona edebiyata klasîk da helbestkaran, ji helbestên xwe “dîwan” tertîp dikirin û van dîwanên ku tertîp kirine pêşkêşî siltanan dikirin. Siltanan ji bo ku qedr û qîmeta li hember hunera wan destnîşan bikin “caîze” didan helbestkaran. Ev caîze jî ji debara helbestvanan ra dibû alîkar.

 

“Îlm û huner û kemal û îzan

Şe’r û xezel kîtab û dîwan”[5]

 

(Hem zanîn û huner hem kemilîn û agahî

Helbest û xezel kîtab û dîwan)

 

Bêje:

Îlm: Zanîn.

Huner: Sen’et.

Kemal: Temam bûyîn, Kemilîn.

Îzan: Hiş û besîret.

Şe’r: Helbest.

Xezel: Cureyeke helbesta klasîk(Helbestên evîn, şerab û li ser xweşikîya jinan)

Dîwan: Di edebiyata klasîk da kitêbên helbestkaran.

 

Seydayê Xanî di peywenda beyta jorî ku me hewl da em şerh bikin gilî û gazinên xwe didomîne dîbêje ew xwediyê ku me dixwest hebûya li ba wî qedra zanîn, huner û kemilînê û qîmeta helbest û kîtêba hebûya (dê çi baş bibûya) Seydayê Xanî van têgehên şaristanîyê ji bo pêşveçûna netewekê weke hîmên bingehîn dibine. Dixwaze ku li ba desthilatdarên kurdan jî qedra van têgehan hebin. Lewra Xanî baş dizane ku ne ji van tiştan be netewek nikare li qada dîrokê mayende bibe. Hebûna van tiştan jî tenê bi xebatên alîman û hunermendan nabe. Divê îqtîdar xwedî li van xebatan derkeve. Ji bo ku mîlet di nav cumle miletan de xwedî cihekî tekûz be.

Seydayê Xanî bi jimartina bêjeyên nêzwate hunera tenasube çêkiriye. Îlm û huner, kemal û îzan, helbest û xezel, kîtab û dîwan. Dîsa bi dûbarekiria dengê “a”yê hunera asonansê derketiye holê.

 

“ Ev cins biba li ba wî me’mûl

Ev neqd biba li nik wî meqbûl ”[6]

 

(Heger ev nirx li ba wî derbasdar bûna

Ev pûl li cem wî xwedî qîmet bûna)

 

Bêje:

Cins: Cure.

Me’mûl: Belavbûyî.

Neqd: Pere an pûlê madenî.

Li nik wî: Li ba wî.

Meqbûl: ( Baş, çê, Qenc, tiştên têne qebûlkirin)

 

Seydayê Xanî di vê beyta da jî gili û gazinan didomîne û dîsa dibêje ger ev nirxên ku min jimartin li ba wî (siltan) hebûya dê ev pûl li cem wî biqîmet bibûna. “Lê sed mixabin! Ji bê kesîtî ev meta ûqumaşên wan ên giranbiha, di sûka wêjevanî da, bê nirx û bêrûmet, di kuncikê îhmalê da, tozgirtine û mane.Belê, ev heye ku zêr çîqas jeng û pas bigire jî, dîsan zêr e, ji qîmetû rûmet da nakeve. Roja ku bikeve destê zêrkerekî şareza, ewîcîla bike, dê rewneq bide û bighîje nirx û bihayê.” [7]

 

Encam

Ehmedê Xanî, di qada edebiyata klasîk da helbestkarekî helbesta wî kûrmane ye û pirtebaqeyî ye. Zimanê ku bikaraniye zimanê helbesta serayê ye. Xanî, ji aliyê hunerên ciwankariyê va gelek helbestên giranbuha nivîsîne. “Mem û Zîn” jî weke muzeya hunerên ciwankariyê e. Ji ber vegotina Xanî ya bi belaxat û ji ber remzên wî helbasta wî divê bi baldarî bê şerhkirin lewra tehlîlên ne îlmî dikarin helbestê ji maneya wê ya derûnî dûrbixin. Di dîsîplîna Ehmedê Xanî da şerh ango hermenoûtîk xwedî roleke bingehîn e.

“Mem û Zîn” di nav berhemên Xanî da şahkar e. Lewra ev berhem hem bi şêwaza xwe ya edebî hem bi naveroka xwe ya civakî û sîyasî ji bo çand û hunera kurdî bêhempa ye. Ji alîyê rûxsarî va berhemeke klasîk e. Ji alîyê binyada fikra neteweyî modern e. Ji alîyê çanda kurdî va berhemeke folklorîk e.

Çavkanî

  • Hêzil, Samî,Kurte Wêjeya Kurdî, Weşanên Sîtav, Îstanbul, 2015, r. 78.
  • Bozarslan, M. E.,Mem û Zîn, Gün yayınları, İstanbul, 1968, r. 8.
  • Kurdo, Qanate, Tarixa Edebıyata Kurdî, Öz-Ge Yayınları, Ankara, 1992, r. 107.
  • Durre, Abdurrahman, Şerha Dîwana Ehmedê Xanî, Keskesor, Stenbol, 2002, r. 36.
  • Şemrexî, Huseyîn,Mem û Zîn, Nûbihar, Îstanbul, 2017, r. 37.

 

Roger Acun / Zanîngeha Dîcleyê / Beşa Ziman û Çanda Kurdî / Xwendekarê Doktora

 

[1] Samî Hêzil, Kurte Wêjeya Kurdî, Weşanên Sîtav, Îstanbul, 2015, r. 78.

[2] M. E. Bozarslan, Mem û Zîn, Gün yayınları, İstanbul, 1968, r. 8.

[3] Prof. Qanate Kurdo, Tarixa Edebıyata Kurdî, Öz-Ge Yayınları, Ankara, 1992, r. 107.

[4] Huseyîn Şemrexî, Mem û Zîn, Nûbihar, Îstanbul, 2017, r. 37.

[5] Huseyîn Şemrexî, Mem û Zîn, Nûbihar, Îstanbul, 2017, r. 37.

[6] Huseyîn Şemrexî, Mem û Zîn, Nûbihar, Îstanbul, 2017, r. 37.

[7] Abdurrahman Durre, Şerha Dîwana Ehmedê Xanî Felsefe û Jiyana Wî, Keskesor, Stenbol, 2002, r. 36.

Lê Binêre

Serhildana Agirî: Bext û Bêbextî / Sıraç Oğuz

Serhildana Agirî: Bext û Bêbextî / Sıraç Oğuz

Serhildana  Agirî di  sala 1926  da dest pê kir û di sala  1932’an da bi …