Yilmaz Guney

Robîn Hoodê Hemdema Me: Yilmaz Guney / Mehmed Dehsiwar

Yilmaz Guney (1937-1984)

Ger mirov bixwaze lehengên ku ji hêla piranîya kurdan ve baş tên dinasîn bi nav bike, dê mirov ji Şêx Seîdê Pîran, serokê serhildana yekemîn a sedsala 20ê dest pê bike. Seyîd Riza, Elîşêr û Nûrî Dêrsimî, Îhsan Nûrî û Yado, Qadî Mihemed û Mistefa Barzanî jî vê rêza lehengên kurdan didin berdewamkirin. Bêşik wekî din jî gelek lehengên hêja û bi hezaran lehengên bênav hene ku ne em navên wan hemûyan dizanin û ne jî bi hezaran rûpel têrî bilêvkirina wan dike. Lê em dikarin wan bi giştî bi nav bikin û vê watinîya hêja bispêrin dîrokê û dîroknasan.

Ew egîd û welatperwerên li serê çiyê, li kolan û zaboqan, li gund û bajaran, di girtîxaneyên dewleta barbar û koledar de, di rojname û kovaran de ji bo guhartina civatê, ji bo rizgarî û azadîyê tekoşînê didin, lehengên me ne. Şehîdên me yên çaraliyê Kurdistanê ku di rêya serxwebûn û azadîya neteweyê kurd de serî dane, rûmeta me ne.

Tevî her tade û zordarîyan, heps, lêdan û îşkenceyan jî, nivîskar, rojnamevan û kedkarên rojnamegerî û wêjeya kurdî, di rêya şerê rizgarî û azadîyê de tekoşîna xwe berdewam dikin. Ewmêrxas û egîdên me ne û ji bîra me naçin.

Penaberên kurd ên ku ji ber herçar dewletên dagîrker û barbar, dev ji welatê xwe û axa xwe, dev ji dêûbav û pismamên xwe, dost û hevalên xwe berdane û li çaralîyê cîhanê belav bûne, di bin şertên zor û dijwar de, ji welatê xwe û ji gelê xwe bidûrketî dijîn; ew leheng û hêjayên me ne.

Hunermendên kurd, çi yên li hundir û çi jî yên li derve dijîn, xizmetê ji çand û kultura kurdî re dikin; jiyana gelê kurd bi awaz û instrumentên xwe didin berdewamkirin. Ew lehengên me ne ronahî didin me.

Dê û bavên me, xwişk û birayên me ku ji bo me gelek tade û zehmetî kişandine; ji hesreta keç û lawên xwe, xwişk û birayên xwe nexweş û perîşan bûne. Di tekoşîna gel de, hiş û aqil, sebir û semax ji xwe re kirine rêber; ew leheng û pîrozîyên me ne. Gundî û karkerên me, xwendevan û karmendên me, alim û zanayên me, bi tevahî gelê kurd bi salan e li hember tunebûn û qirkiriên têdikoşe lehengê herî mezin e. Em bi vê minasebetê wan tevan bi rûmet û rêzdarî bi bîr tînin.

Îcar sedemên ku min Yilmaz Guney ji nav van lehengan jî neqand ev in: Ya pêşîn ew e ku ji destpêkê ta niha li ser wî û jîyana wî, bi taybetî jî li ser kurdîtî û tirkîtîya wî gelek nîqaş çêbûne. Nemaze piştî ku Yilmaz xwe bi her awayî amadeyî tekoşîna rizgarîya gelê kurd kir, hem dewleta kolonyalîst hem jî ronakbîr (?) û rojnamevanên tirk, êrîşên mezin birin ser wî û ew tawanbar kirin. Dostên wî yên çep ku ta niha li dora wî bûn, pê dipesinîn û bi hebûn û alîkarîya wî nan dixwarin, li cem dewleta xwe cî girtin û bûn dijiminên wî. Di gotar û nivîsên xwe de, bextireşî û derewên bêesil xistin histûyê wî. Demokrat (?) û sosyalîstên tirk, ew aforoz kirin. Êdî Yilmaz ne bi tenê di filîman de, lê di jiyana xwe de jî Kurd bû û eşkere daxwaza serxwebûna Kurdistanê dikir!û “bölücü” bû! Dewleta Tirk bi hemû hêzên xwe ve, bi ronakbîr û nivîskarên xwe yên nîjadperest ve, berê xwe da YilmazêKurd.

Li ser van êrîşên dewletê û qelemşorên wê, Tevgera Kurd çi kir? Li cem Yilmaz çiqas cî girt? Di vî warî de wezîfeya xwe pêk anî yan na? Bersiva nîjadperestên tirk da yan na? Ev pirs hewcedarîyê nîqaşê ne û hêvî dikim ku rojek berî rojekê di vê babetê de nîqaşên berhemdar bêtin kirin.

Sedemê duyem jî ew bû ku li ser lehengên kurd, kêm zêde nivîs û berhem hatine amadekirin û di vî warî de tunebûna nivîsarên li ser jîyana Yilmaz, ên li ser bîr û baweriyên wî, kêmasiyeke mezin bû. Ji xwe bi kurdî hima bêje qet tiştek tune û bi tirkî jî bi çavên kurdan li ser Yilmaz gelek kêm berhem hatine amadekirin. Eşkere ye ku ev kêmasiyeke mezine û divê rojek berî rojekê ev valahî bê dagirtin.

Sedemê dawîn jî, jîyana Yilmaz Guney ji min re pir balkêş bû û hêjayî nivîsandinê dihat.Ew ne bi tenê leystikvanekî sînemayê bû, lê şaîr, çîrokvan, wêjekar, filîmçêker, siyasetvan û kurdekî mirovperwer bû. Mirovekî pir jîr û şareze, berhemdar û bi tolerans, dostê dostê xwe, dijminê zordestî û sitemkarîyê bû.Ji ber ditîn û bawerîyên xwe, ji ber berhem û xebata xwe, ji sisêya yekê jiyana xwe di zîndanên dewleta barbar de, li nefiyê û penabertîyê derbas kir. Dewleta Tirk, jê pir bi xof bû, ji bo her nivîs û piranîya berhemên wî, mahkemeyên nuh li dar xist û ew dişand girtîxaneyan. Lewra jî min tekoşîn û berxwedana wî, berhemên wî û jiyana wî, hêjayî bibîranînê dît.

Meriv dikare bi rehetî bibêje ku Yilmaz, Robîn Hoodê hemdema me ye.Ew ji hêla gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn ve baş tê naskirin û gelê me ji vî lehengê xwe yî dîrokî gelek hez dike. Piraniya filîmên wî, ji dîrok û jiyana neteweyê kurd hatine amadekirin. Gelê kurd di filîmên wî de, belengazî û xizanîya xwe, bindestî û perîşanîya xwe didît. Gelê me her wiha bi van berhemên qehremantî û mêrxasî, li hember zordestî û koledarîyê, berxwedan û serhildanê jî didît.Yilmaz bi Koçero û Dawido, ne tenê li hember xwînmij û zordarên herêmî, her wiha li hember leşkerê dagîrker jî hêvî û bawerîyeke xurt dida gel. Bi Seyidxan û Lawê Kozan/Kozanoglu re, mohra xwe hem li dîroka sînemayê dixist û hem jî mesajên hêja dida gelê xwe.

Bi Hêvî/Umut re ne tenê perçeyek ji jîyana malbata xwe, lê jîyana bi mîlyonan kurdên belengaz jî dianî rojevê.Ev filîm ne tenê li welêt, lê li çaralîyê cîhanê jî bû bûyereke mezin, di jîyan û berhemên wî de çerxeke nû vekir.Yilmaz tevî qedexekirin û pêşîlêgirtina dewletê jî, li çaralîyê cîhanê hat nasîn û gelek xelatên navneteweyî wergirt.Hêvî/Umut, bi mehan li sînemayên Ewrûpayê, bi awayê “non-stop” hate temaşekirin û di nav deh filîmên herî baş de, kete dora yekemîn.

Kerî/Sürü (Şivan û Bêrîvan), jîyana belengazên kurd, dijminatî û neyartîya nav eşîretên kurd ku hê îro jî pir aktuel e, dianî ber çavan. Ev fîlm jî bi gelek xelatên giranbiha taceser bû û hostatîya Yilmaz da îspat kirin. Heval/Arkadaş ne tenê rewşa kurdan, lê rewşa gelê tirk ê belengaz jî dianî ber çavan; rewşa hevaltî, dostanî û durûtîya maldarên xwenenas û tekoşîna li hemberî wan dianî ber çavan. Şik/Endîşe, rewşa kurdên penaber li Çukurovayê, şerpezetî û belengazîya wan, tade û kevneperestîya hinek fikrên herêmî dianî ber çavan. Di amadekirina vî filîmî de Yilmaz bi tiliya sîxurên dewletê, hate komploya hakimekî faşîst û kete girtîxaneyê.

Di girtîxaneyê de, haziriya filîmê Rê/Yol ku dê evfîlm di jîyana wî de guhartineke gelek mezin bikira, kir. Ev fîlm, piştî ku li Cannesa Fransayê xelata yekemîn wergirt, navê Yilmaz li çaralîyê cîhanê kete nav filîmçêkerên herî bi nav û deng. Di vî fîlmî de jîyana girtiyên kurd, reva wan a ji hepsê û bi çend dîmenên cuda, jiyana gelê kurd dihate ber çavan.

Dil dixwest ku Yilmaz berî fîlmêDîwar, fîlmê xwe yî herî girîng ku wî bi xwe jî “projeya xwe ya herî girîng” bi lêv dikir, fîlmê dîroka Kurdistanê pêk bianîya.Helbet fîlmê Dîwar jî ne kêm û hindik bû û jîyana zarokên girtîxaneya zarokan dianî ber çavan û pir girîng bû. Lê belê ne fîlm ji teref ewrûpîyan ve hat fêmkirin û hat girtin, ne jî Yilmaz berî mirina xwe, derfet nedît ku ji bo kurdan vê berhema dîrokî pêk bîne.

Weke ku tê zanîn, projeyeke Yilmaz li ser dîrok û perçebûn, jîyan û berxwedana gelê kurd hebû û ji bo vî fîlmî hazirîyên xwe dikir. Lê çi heyf û mixabin, jîyana wî têr nekir û ew di temenekî gelek ciwan de, ji nav me beşdarî qora şehîdan bû û li pey xwe valahîyeke mezin hêla.

Her wekî ku dê xwendevan di jêr de jî lê bivarqilin, jîyana Yilmaz bi xwe ya belengazî û xizanîyê, lê her wiha ya berxwedan û serhildanê bû.Çendî ku wî dîmenin ji jîyana xwe, di gelek fîlm û nivîsarên xwe de anîbe ziman jî, ne fîlm û ne jî pirtûkên mezin têrî danasîna jîyana wî nakin.Lê em ê dîsa hewil bidin ku bi kurtayî, bi qasî ku em dikarin, li ser jîyana wî û berhemên wî rawestin.

Yilmaz di 9ê îlona sala 1984ê de li xerîbîyê, bi evîn û hesreta rizgarîya welêt, li Parîsê ji nav me qetiya û alîjîyan bû. Bi munasebeta cenazeyê wî, bi dehhezaran kurdên welatperwer û cure cure mirov ji gelên cîhanê beşdarî seremonîya cenazeyê wî bûn û xemgînîya xwe dîyar kirin. Bi mîlyonan kurd û mirovperwerên ji gelên din, bi alîjiyanbûna wî re li çokên xwe xistin û ketin xemgînîya Yilmazê mirovperwer. Niha gelek sal di ser mirina wî re derbas bûne; lê ew hîn jî zindî ye, di dilê gelê xwe de û dilê me de dijî.

Ger mirov 47 salên jîyana wî, ji bilî 11 salên girtîxaneyan û du salên eskeriyê bîne ber çavan, mirov dikare jîyana Yilmaz, bi sê beşan ji hev veqetîne. Beşa yekem, zarokî û xortanîya wî ye ku dê ev li ser dîtin û baweriyên wî bandoreke mezin pêk bîne. Yilmaz ji malbateke belengaz û gelek xizan tê. Rewşa malbata wî, birçîbûn û bêîmkaniyên jîyaneke xweş, rewşa bi mîlyonan gundîyên feqîr û belengaz û nakokîyên civakî, hîn di zarokiya wî de, ew bi her awayî dixe bin tesîra xwe. Ew hê di xortanîya xwe de hem tade û pîkolîyên li ser gundî û belengazan dibîne û hem jî zordestîya li ser gelê kurd ferq dike. Bi gotinên wî, ew di nav gundên tirkan de du caran reşik bûn; reşik bûn ji ber ku feqîr û belengaz bûn, cara duyem reşik bûn, ji ber ku kurd bûn.”

Beşa duyem, destpêka nivîskarî û di gel wê jî destpêka hunermendîya wî ya sînemayê bû. Bêşik ev beş jî bi çend perîyodan ji hev cuda ne. Weke numûne, destpêka fîlmên şer û lêdanê ji bo ku ew xwe di nav dêwên sînemaya tirk de bide qebûlkirin; beşeke bi serê xwe ye. Wê heyamê di nav dêw/girseyên sînemaya tirk de xwe pêşkêşkirin û îspatkirin, pirsa herî giring bû û Yilmaz bi tenê bi îmkanên xwe û bi alîkarîya çend dostên xwe, di sînemaya tirk de got; “ez jî heme!

Beşa sêyem, ji fîlmê Hêvî/Umut dest pê dike û ev beş jî di nav xwe de bi çend perîyodan ji hev vediqete. Weke ku tê zanîn, piştî vî fîlmî Yilmaz ne tenê li seranserê Turkiyeyê û Kurdistanê, lê li Ewrûpayê û çaralîyên cîhanê hate naskirin û ne bi tenê weke leystikvan, lê her wiha weke senarîst (nivîskarê fîlman) û rejîsor (fîlmçêker) jî di nav ên herî payebilind û naskirî de cî veda. Her wiha Yilmaz di vê demê de piranîya fîlmên xwe li ser civaka kurd, zordarîyên herêmî û yên Dewleta Tirk amade kir û bi fîlm û berhemên xwe, pirsên mezin xist serê gelên bindest.

Ev beş e ku Yilmaz filîmê Kerî/Suru, Êş/Aci, Lawje/Ağıt, Yên Bêhêvî/Umutsuzlar, Heval/Arkadaş, Baba, Şik/Endîşe û cûrbecûr fîlmên jîyana civakî ya kurdan li pey hev pêk anî û sînemaya tirk bi her awayî xiste bin bandora xwe. Ev beş e ku dewleta kolonyalîst bi her awayî êrîşên mezin tîne ser Yilmaz û dixwaze ew bêtesîr û bêhukim bike, ji civaka wî û gelê kurd dûr bixîne. Lewra jî bi komployan û bi sûcê komunizm û bölücü“tiyê, ew dixin zîndanên tarî û berhemên wî qedexe dikin.

Lê Yilmaz di girtîxaneyan de jî vala nasekine, hetta ew di wir de xwe bêtir amadeyî berhem û fîlmên nû dike û berhemên çêtir hazir dike. Di zîndanan de, xwe ne tenê ji bofîlman diwestîne; lê her wiha çîrok, şiîr û romanan jî dinivisîne. Pirtûkên wî Salpa, Sanik/Tawanbarkirî, Hücrem/Hucreya min û nivîsên wî yên bi navê Selimiye Mektupları/Nameyên Selîmîyeyê û Oğluma Hikayeler/Çîrokin ji kurê min re di hepsê de amade bûne.

Wekî din jî sê projeyên mezin û girîng hebûn di serê wî de. Projeya pêşîn rewşa girtiyên kurd ên zîndanan û reva wan a ji girtîxaneyê bû. Ya din jî fîlmekî li ser girtîxaneyên zarokan, tade û îşkenceyên ku li wan dihatin kirin bû. Ev herdu proje bi fîlmên û Dîwar hatin amade kirin. Ji xwe Yilmaz hê di hepsê de haziriya fîlmê kiribû û weke ku tê zanîn, ev filîm li Frensayê di festîvala Cannesê de xelata yekemîn wergirt. Lê projeya wî ya ku wî ew herî girîng dipejirand, mixabin pêk nehat; nexweşîya wî dest neda û temenê wî têr nekir. Weke ku min di jor de jî dîyar kir, ev proje dê rewşa kurdên bindest, rewşa kolonyalîzmê û dîroka Neteweyê Kurd bianîya ber çavan. Çi bêjim, felek weke careke din ji caran xayîn û bêbext derket; ew hê di temenê xwe yê herî xweş û berhemdar de, ji meveqetand.

Berî ku ez dest bi danasîna jîyana wî bikim, dixwazim li ser tiştekî Yilmaz ku bi ya min negatîf bû, bisekinim. Divê meriv qebûl bike û bibije ku Yilmaz, gelek salan ji aşê xelkê re av kişand, ne ji gelê xwe re. Eger bi tevayî nîn be jî, di destpêkê de giranîya wî û dîtinên wî li hêla çepê tirkan bû. Ev dibe ku ji dîtinên wî yên înternasyonalîstîyê dihat, dibe ku ji der-dora wî ku giranîya wan çepîtiyê dikirin, dihat. Her wiha dibe ku ew jî weke piranîya şoreşgerên Kurd ku bi salan di nav hêzên çep ên tirk de xîzmetê kirin û hîn jî gelek ji wan karên xwe berdewam dikin, mode be. Lê divê meriv tiştekî din jî bibêje û qebûl bike ku tevgera kurd jî ji hêla xwe ve Yilmaz Guney bi tenê hişt, xwe nêzî wî û xebata wî nekir û jê dûr ma. Bi taybetî jî hêzên pro-Sovyet, ew bi Maocîtîyê tawanbar kirin û ji ber dîtinên xwe yên hişk, di gelek deveran de dijminatîya wî kirin.

Bêşik dibe ku vê yekê jî tesîrê li nêzîkbûyina wî ya çepê tirkan kiribe. Lê Yilmaz jî weke bi hezaran kurdên wê demê, bi TÎP ê (Partiya Karkerên Turkiyeyê) re kar dikir û piştî ku ev partî ji hev bela bû, wek rêxistinî nebû endamê tu rêxistinê. Piştî vê, navê wî ji ber alîkariya wî, ku dîsa piranîya kurdan li dijî Dewleta Tirk piştgirîya wan dikirin, bi Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan re derket û Yilmaz jî bi tawanbarkirina piştgirîya wan û rêxistinên wan hat girtin. Jixwe piştre jî Yilmaz bi xwe weke rêxistineke bi serê xwe tevgerîya û li gorî wê jî kovar derxist û ramyarîyên xwe eşkere kirin. Kovara Guney êdî weke kovareke rêxistinî derdiket..

Yilmaz jî weke gelek urdan di dawiya temenê xwe de, bi dîtinên xwe, nivîskarî û hunermendîya xwe û bi her awayî bû welatperwer û şoreşgerekî kurd. Ji bo kultur û çand, azadî û rizgarîya Neteweyê Kurd xebata xwe domand. Ji bo yekîtiya kurdan hewil da. Lê çi mixabin jîyana wî ya weke şoreşgerekî xwerû kurd, demeke kurt ajot.

Malbata Yilmaz

Diya wî Gulê, ji eşîreta Cibran, ji gundê Darebîyê bû. Ew bi xwe jî ji malbata Xalid Begê Cibran bû. Darebîyê, gundekî Vartoyê ye ku dikeve nav çiyayên Bîngolê û deşta Şerefdînê. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, Dewleta Osmanîyan li gel Elmanyayê cîvegirtibû û bi Rusya re ketibû şer. Leşkerê Rus di destpêka 1916ê de kete Kurdistanê û tevaya Serhedê zeft kir û ta Kevirê Gavan, nêzî Bîngolê meşiya. Li hember van êrîşên leşkerê Rus, bi sedhezaran kurdên belengaz dev ji ax û gundên xwe berdan û li çaralîyên Kurdistanê û Turkiyeyê belav bûn. Gundîyên Darebyê jî mîna bi hezaran kurdên din ji cî û warên xwe penaber bûn û piştî rêveçûna bi rojan, xwe avêtin himêza Diyarbekirê. Lê Diyarbekir bixwe jî ji macirên kurd tije bûbû û li wirê jî cî nema bû. Gundîyên Darebîyê li wirê namînin û berê xwe didin Sêwregê û gundên wê. Yên ku cî peyda dikin, li wan deran bi cî dibin, ên din jî ber bi Anatolîyayê ve berdewam dikin.

Dêya Yilmaz Gulê li wir mezin dibe û bi mêrê xwe yê pêşî, Koço re dizewice. Bi serhildana Şêx Seîd re, kurê wê Mihemed tê dinyayê. Piştî wî lawekî wan î din jî çêdibe. Jîyana wan, jîyaneke xizantî û belengazîyê ye; piştî sala xelayê, an ku sala 1935ê ji ber birçîbûn û perîşanîyê dev ji gundê xwe berdidin û dîsa macir dibin. Ew bi rêveçûnê xwe digihijînin Edeneyê û li gundê Yenîceyê bicî dibin. Li vî gundî li ber destê axa dest bi kar dikin. Şertên zor, birçîtî û perîşantî, mêr û jinê ji hev dûr dixe; ew piştî demekê ji hev vediqetin. Koço zarokên xwe hiltîne û vedigere gundê xwe.

Piştî ku mêrê wê vedigere gundê xwe, Gulê zilamekî bi navê Hemîd Putun dinase û ew bi hev re dizewicin. Hemîd bi xwe jî ji Sêwregê ye û pismamê Koço ye. Gundê Hemîd, Desman û yê Koço Nigît, cinarên hevdu bûn. Zarokê Hemîd û Gulê yê pêşîn, di 1ê nîsanê, di sala 1937ê de tê dinyayê. Navê wî Yilmaz datînin. Yilmaz di nav şertên pir zor û xizan de, lê bi stran û destanên kurdî mezin dibe. Diya wî Gulê, ger wextê wê hebûya, serê Yilmaz datanî ser çoka xwe û bi dengê xwe yî zîz û bi şewat, jê re destanên Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Zembîlfiroş distirîya yan jî helbest û metelokên kurdî, çîrok û destanên mîna Rostemê Zal û Mîrze Mihemed digot.

Tevî xizantî û belengazîya xwe jî, dixwest kurê xwe bide xwendin daku ev rezîltîya ku wan kişandibûn û hîn jî dikişandin, neyê serê wî; ji vê belengazî û şerpezetîyê rizgar bibe. Gulê ji malbateke esîlzade dihat, rewş û dîroka gelê kurd, belengazî û bindestîya kurdan baş dizanîbû. Pir jîr bû û hay ji wêjeya kurdî a klasîk hebû. Li gorî ku tê gotin û her wiha meriv di fîlm û berhemên wî de jî dibîne, tesîra çîrok, destan û gotinên dêya wî, li ser Yilmaz tesîreke pir mezin kirine û lewra jî Yilmaz van destan û çîrokên kurdî beş bi beş, di gelek filîmên xwe de pêşkêşî temaşevanan kiriye. Her wiha Yilmaz di dema eskerîya xwe de jî li Mûşê li ser vî awayî lêkolînekê kiribû û gelek destan, çîrok û metelokên kurdî berhev kiribû.

Bavê Yilmaz Hemîd, piştî ku bavê wî ji teref neyarê wan ve tê kuştin û dêya wî ji mecbûrî bi kurapê wî re dizewice, li mal namîne û diçe cem bapîra xwe. Piştî ku ew jî dimire, diçe cem meta xwe û piştî mirina wê jî bi tenê dimîne. Tevî tenêbûn û birçîbûnê jî naçe ba dêya xwe û zirbavê xwe. Ji birçîbûnê, rojekê dikeve dizîya malekê û ji teref xwediyê malê ve tê girtin. Ne ji ber lêdanê, lê ji ber şerm û fediyê, 12 salî dev ji gundê xwe Desmanê berdide û bêser û bêber, dest bi meşê dike. Piştî gera nêzî mehekê, digîje Edeneyê û li wir li kar digere. Li gundê Yenîceyê karekî şivantîya berxan dibîne û yekser dest bi kar dike.

Hemîd li derdora xwe mêrekî çê dihat qebûlkirin û xwediyê sozê xwe bû. Bêtirs bû û ji çekan jî gelek hez dikir. Qet bêçek nedigerîya; lewra jî jê re “Felek Hemîd” dihat gotin. “Felek” Hemîd mêr û camêr bû; lê ne axa wî û ne jî malê wî hebû. Qet jî çênebû, timî xulamê ber destê axê yan jî çawîşê ser karkerên pembû bû. Qet pere yan jî mal ne kete destên wan; mîna bi hezaran xulaman, nanoziko dişixulîn. Lê tevî wê jî, kurê xwe Yilmaz da xwendin. “Em nebûn mirov, bira ew bibe” wî digot.

Zaroktîya Yilmaz

Yilmaz di 1ê Nîsana 1937ê de, li gundê Yenîceyê, di odeyeke kevneaxur de hat dinyayê. Dêûbavên wî jî, mîna bi sedan xulamên Mehmet Yalçin Axa xizan bûn û bi nanoziko kar dikirin. Ji bo zikên xwe tije bikin, pêwîst bû ku 15-20 seetan ji axê re kar bikirina. Dema pembû, pembû didan hev; piştî erdrakirinê jî tov datanîn û demên din jî li ber mala axê xulamtî dikirin.

Yilmaz di vê birçîbûn û belengazîyê de, hêdî hêdî, kêm şîr û kêm xwarin mezin dibe. Piranîya zaroktîya wî li ber tava germ derbas bû û sal duwazdeh meh birçî bû. Dêûbavên wî, ji tovkirin û eşêfê, ji danehev û xîzmetê pê re nedigihîştin ku li kurê xwe miqate bibin û wî bi dilê xwe xweyîkin. Li malê jî ne xwarin û ne jî pêxwarin hebû ku bixwin da ku şîrê dê çêbe û ew jî bide Yilmazê piçûk.

Yilmaz di van şertên zor û giran de, roj bi roj mezin dibe û bejin diavêje. Çaxê dusalîya xwe diqedîne, jê re xwîşkek çêdibe; navê wê Leyla datînin. Yilmaz û xwişka xwe Leyla, di zaroktîya xwe de pir alîkariya hev dikin û ji hev gelek hez dikin; dibin parvekerên derdên hevdu. Ev hezkirin û hemderdî, ta mirina Yilmaz jî berdewam dike.

Yilmaz hîn di pênc şeş saliya xwe de dest bi kar dike, berxikên axê xwedî dike û bi vî teherî alîkarîya malbata xwe dike. Ew hîn di vê demê de ferqa nav axa û xulam, bindestî û xizanîya gundî û karkeran, serdestî û zengînîya axa û xwedîmilkan dibîne. Zarokên maldaran, şîr û şekir her tim li ber destan, destên xwe ne dixistin nav ava sar. Lê zarokên gundî û xulaman bêyî şîva şevê, tazî û tenê bi nanê heşk mezin dibûn. Ev rewşa newekhevîyê di zaroktîya wî de, li ser Yilmaz bandoreke mezin datîne.

Yilmaz zarokekî bejindirêj î zirav û esmer bû, pir livok û gelek jîr bû. Hê di zaroktîya xwe de xwedîbiryar bû; pir bi gurûr bû û neheqiyê tehemul nedikir. Xortekî bi hurmet û bi merhamet bû, dilê kesî ne dihişt û mirovperwer bû. Lê ji tu kesî re jî, bi hêsantî stûxwarî nedikir û pir bi rik bû. Tevî vê jî ji alîkariyê hez dikir û li hember neheqîyê şer dikir. Çaxê axa û maldaran neheqîyan li xulam û karkeran dikirin, berê xwe bêtirs dida wan û ew rexne dikir. Lewma jî herkesî jê hez dikir û rûmeta wî digirt. Ev mêrxasiya wî her wiha ji hêla axê ve jî dihat teqdîrkirin û lewra jî navê wî danîbûn Dîkê Yenîceyê.

Bavê wî, ew heft salî şiyand dibistanê. Ji ber ku li gundê wan dibistan tune bû, ew ji mecbûrî çû gundê Kadiköyê ku ji gundê wan 12 km dûr bû. Li vî gundî dibistaneke sêsalî hatibû vekirin û ji gelek gundên hawîrdor zarokên maldaran dihatin û li wir dixwendin. Axayê wî nedixwest ku Hemîd kurê xwe bide xwendin. Dê kurê xulamekî çi bikira bi xwendinê?Cîyê wî li cem bavê wî û li ber pez û berxikan bû. Ji xwe ne pereyên wî hebû ku kurê xwe bida xwendin û ne jî rewşa wan dest dida. Lê Hemîd jî xwedîbiryar bû û ji ya xwe daneket; kurê wî dê bixwenda. Wî dizanibû bê Yilmaz çiqas jîr bû û lewra jî pêwîst bû ku ew bixwîne.

Yilmaz sê salan li ser hev di berf û seqemê de, di bin tava tûj û germ de, bê westan, her roj çar saet çû dibistanê û vegerîya. Ji bilî rêya dûr û xwendina dibistanê jî li gund kar dikir.Di havînên xwe de jî li ber pezê axê şivantîyê dikir.Lê axayê gund ji xwendina wî gelek aciz û nerihet bû. Çawa çêdibû ev kurdê ber destê wî, feqîrekî bi pênc pere, kurê xwe dişand dibistana lawê axê. Lê Hemîd Putun kurê xwe tevî nerazîbûna axê jî şiyand dibistanê. Bira birçî û tazî bimana, lê bira Yilmazê wî bixwendina; bibûna mirov!

Di van salên xwendina Yilmaz de, bavê wî jineke ciwan tîne ser dêya wî.Dêya wî Gulê pir aciz dibe, dev ji mêrê xwe ber dide û diçe Edeneyê, li cem kurapê xwe bicî dibe. Piştî ku Yilmaz sê salan dixwîne, bavê wî ew dişîne Edeneyê cem dêya wî ku xwendina xwe berdewam bike. Yilmaz li vir hem dixwîne û hem jî kar dike. Pereyên ku dêya wî ji kincşûştinê û ji karên piçûk werdigire, têra wan nake û bavê wî jî nikare du malan xwedî bike.

Ji jina Hemîd Çawîş a nuh pênc zarok tên dinyayê, lê herduyên pêşîn zû dimirin. Tevî ku jina wî ya nuh Sebîha ciwan û sipehî bû jî, Hemîd weke ku ji Yilmazê lawê Gulê hez dike, ji tu zarokên xwe yên din hez nake. Yilmaz, evîn û gurûra wî, hesret û hebûna wî bû. Lê piştî bav jin anîbû ser dêya wî, mal ji Yilmaz re bûbû dojeder. Her roj şer, her roj qirên û xeyd, jê re tu hizûrê nehiştibû. Yilmaz van salên xwe, di jiyana xwe de rojên herî zor qebûl dike.

Yilmaz bi destpêka dibistana navîn re sînemayê dinase. Li Edeneyê cara yekem bi 25 qurûşan dikeve sînemayeke feqîran û fîlmekî bi şer û qirên temaşe dike. Yilmazê pîçûk bi temaşêkirina vî fîlmî re dikeve bin tesîra sînemayê û ji wê rojê û vir ve, ji ber sînemayê naçe. Her çiqas pereyên wî tunebûn ku here hundirê sînemayê jî, timî li afîşên fîlman mêze dike û difikire ka wê çawa here hundir û ew bibîne.

Xortanîya Wî

Di destpêka salên 1950ê de, Yilmaz êdî xort tê hesabê. Li dibistanê dersên wî pir baş diçûn û di van salên dibistanê de gelek pirtûkên têkel dixwend. Ev xwendina wî, ew ber bi edebîyatê ve hêl dike û ji roman û şiîran re întereseyeke wî ya kûr dest pê dike. Hê di vê demê de Tolstoy, Çehov, Dostoyevskî û Gogol dixwîne û hêdî hêdî dest bi nivîsandina meqale û şiîran dike; li ser edebiyatê bi hevalên xwe re dikeve nîqaşê.

Lê ji hêla din ve jî sînema di serê wî de cîvedide û dikeve xwîna wî. Yilmaz di salên xwe yî xortanîyê de li ber sînemayê reklamvanekî fîlman ku di nav bajêr de reklama fîlman dikir, dinase û dû re dikeve dewsa wî. 14 salî dest bi makînîstîyê dike û her wiha çi karê vala jî dibîne, dest diavêjê. Bi destpêka lîseyê re, li Edeneyê li ser hesabê And Fîlm kar dike û piştre derbasî şîrketa Kemal Fîlm dibe.

Yilmaz di sînemayê de kar dikir û jîyana xwe bi vî awayî qezenc dikir, lê dilê wî hê jî li ser edebiyatê bû. Her wiha derdora wî û hevalên wî jî bi giranî dilsozên edebiyatê bûn. Dilsozîya wan a edebiyatê, ew teşwîqî derxistina kovareke edebî kirin. Li ser vê, bi alîkarîya midûrê sînemayê jî wî û çend hevalên xwe dest bi weşana kovara edebî ku navê wê Doruk bû, dikin. Lê ev kovar ji sedemên bêperetîyê, bi tenê çend hejmar derdiçe. Pişt re nivîsên wî û yên hevalên wî, di rojnameya Bugün de, di beşa çand û huner de derdikevin.

Yilmaz di salên 1953-54 an de 16-17 salî, di gelek babetan de nivîs û çîrokên civakî dinivîse. Çîrokên wî yên bi navê Mirin gazî min dike û Dawîya bindestîyê tuneye, di kovara Yenî Ufuklar de çap dibe. Wê salê, çîroka wî ya bi navê Sê nenasbarên sîstemên newekhevîyê di kovara Onüç de çap dibe û dibe sedemê girtina wî. Ev çîroka ku civakê û sîstema kedxwarî û zordestîyê rexne dikir, di jîyana wî de roleke taybetî cî werdigire û rewşa wî bi her awayî diguhirîne. Dewleta paşverû, ji bo vê çîrokê 18 heyv cezayê hepsê û şeş heyv jî cezayê nefîyê da Yilmaz.

Ew di sala 1956ê de lîseyê diqedîne û li Enqereyê, li Fakulteya Huqûqê dest bi unîversîteyê dike. Dixwest bibe ebûqat. Bi vî awayî, hem dikaribû ebûqatî bikira û hem jî bi edebiyatê re mijûl bibûya. Lê betal û bêpere nikarê xwendina xwe berdewam bike, lewra jî ji mecbûrî vedigere Edeneyê û karê xwe berdewam dike. Salek şûnde, di berîkê de 150 banqinot, bi sozê ku karê wî di cî de bimîne, diçe Stenbolê.

Li vir zû dikeve nav civaka wêjekaran. Çîroka wî ya bi navê Dahatûyabêhêvî di kovara PazarPostası de derdikeve. Yilmaz êdî ne naşîdê wêjeyê bû, bûbû wêjekarekî girîng û jêhezkirî. Salek piştî hatina Stenbolê, li Unîversîteya Stenbolê dest bi xwendina Fakulteya Ekonomiyê dike. Êdî meaşekî wî, cîhê razana wî hebû û dikaribû bi rehetî unîversîteyê bixwenda.

Yilmaz di sala 1958ê de dibe nivîskarê filîmên sînemayê. Wê hingê mîna karmendekî li şîrketa Dar Fîlm kar dikir. Filîmçêker Atif Yilmaz û nivîskar Yaşar Kemal, li ser pirtûka Kemal ya bi navê Zarokên vi welatî kar dikirin û hazirîya nivîsa senaryoyê dikirin. Ew jî dikeve nav wan û dixwaze vê senaryoyê di ber çavan re derbas bike. Herdu zilam, bi baldarî û hinek jî bêdil vê pêşneyarê qebûl dikin. Yilmaz senaryoyê sererast dike û şûnde dide Atif Yilmaz. Ew ji guhartin û sererastkirina wî gelek kêfxwedibe. Li ser înada Yilmaz, Atif di vî filîmî de roleke piçûk dide wî û ew gelek tê ecibandin. Êdî navê wî jî li ser afîşê fîlm heye; ne Yilmaz Putun, lê Yilmaz Guney. Yilmaz ji ber êrîşên dewletê, paşnavê xwe guhartibû.

Yilmaz bi fîlmê Pezkovi/Alageyîk kete nav leystikvanên sînemayê. Çaxê Atif û Yilmaz bi alîkarîya Yaşar Kemal hazirîya vî fîlmî dikin, Yilmaz dixwaze di fîlm de weke serekleystikvan bileyîze. Lê Atif bi şik e, di nav artîstên bi nav û deng ên mîna Ayhan Işık, Cüneyt Arkın, Göksel Arsoy, Edîz Hun û Fîkret Hakan de dayina roleke wisa giring bo yekî kêmtecrûbe, pir bi rîsk bû. Li gora Ayhan Işık, ew “dişibîya zarokên kurd ên ku di kuçeyan de otomobîl dişûştin, ma ji wî jî artîst çêdibû?”

Yilmaz înad kir û bi alîkarîya Yaşar Kemal, Atif îqna kir. Atif ê di vê biryara xwe de poşman nebûya; Yilmaz di vî fîlmî de, mîna stêrkeke nuh û bi şewq xwe da qebûlkirin û Atif jî bi vî fîlmî çend xelatên girîng wergirtin. Atif Yilmaz piştî salekê, bi vî fîlmî xelata fîlîmçêkerê herî serkeftî jî wergirt. Hima piştî vî fîlmî, Dema titûnê bû fîlmî Yilmaz ê duyemîn.

Dadgeha tirk, di sala 1961ê de cezayê wî yê li ser nivîsa wî bi navê Sê nenasbarên sîstemên newekhevîyê” dabûyê û Yilmaz di amadekirina fîlmekî de, li Stenbolê ji teref polîs ve hat radestkirin. Polîs ew pêşî dibin girtîxaneya Üsküdarê û piştî nêzî du mehan jî ew dişînîn girtîxaneya Nevşehîrê. Yilmaz berî sersala 1963ê jî cezayê xwe diqedîne û diçe cihê surgina xwe, Konyayê.

Yilmaz li girtîxaneyê jî vala namîne, dest bi nivîsandina romana xwe yî pêşîn Boynu bükük öldüler/Histûxwarî mirin dike. Di romanê de, li ser rewşa xulamên axê û karkerên pembû disekine, rewşa axê û têkilîyên wî yên bi xulaman re tîne zimên. Xelîlê romanê, bavê wî û Emîne jî dêya wî ye. Xelîl xulam û berdestkê axayê zilimdar e û bi nanoziko kar dike. Lê ew roj bi roj hişyar dibe, bi hişê xwe ve tê û ew bi xwe dibe xwedîbiryar. Jîyana wî diguhire, ew Xelîlê xulam û stûxwar, dest bi berxwedanê dike û fermanên axê pêk nayne.Yilmaz di romana xwe de, di şexsîyeta dêya xwe de, Emîne dixe şeklê jineke kurd.

Di hevpeyvîneke li ser vê romanê de Yilmaz wiha dibêje:

“Dîtin û bawerîyên min, ji rewşa jîyanê derketine. Di zaroktîya xwe de me nizanibû ku em kurd in; herkesî bi tirkî diaxifî û min jî zimanê dêya xwe nizanibû. Lê gelek pişt re, ez fêr bûm ku çi tade û eziyet le kurdan tê kirin. Ji wê hingê û vir de, ez ji tevaya netewe û gelan hez dikim û piştgirîya wan dikim.” 

Jîyana bindestî û belengazîyê, li ser wî gelek tesîr kiriye. Piştî mirina wî, di fîlmekî dokument a li ser jiyana wî de, li ser vî awayî bi dengê xwe wiha dibêje:

“Di zaroktîya min de, du tiştan li ser min pir tesîr kirine ku ez wan qet ji bîr nakim. Ya yekem ku em kurd bûn û tade û zordarîyên ji ber wê li me dihat kirin; ya duyem jî xizantîya me û bandorên wê ku li ser me dikirin. Ev herdu tişt, di tevaya jîyana min de, ez xistime bin bandora xwe.”

Yilmaz li ser wan tiştên ku ji bo hunermendîya wî tesîra li wî kiriye jî wiha dibêje:

“Ez hunermendîya xwe, deyndarê dê û bavê xwe me. Ji bo ku ez bikaribim bixwînim, tevî birçîbûnê jî, çi pereyên wan hebûn, ji bo min xerc dikirin. Herduyan jî stranên kurdî baş dizanibûn û di her rewşê de, di dawet û kêfxweşiyan de ji me re distiriyan. Dêya min di şevên reş û dirêj ên zivistanê de, çîrok û destanên kurdî yên yek ji yekê xweştir digot û em tevî cinarên xwe, li ber wan mest dibûn. Min her tim dixwest ku van çîrok û destanan binivsînim û ji xwe re hildim, lê çi mixabin ku min wê hingê nikarîbû ev tiştî bikirana.”

Romana wî, di dema Qraltîya wî ya sînemayê de çap bû, lê baş nehat girtin. Qralê sînemayê, Yilmaz Guney ew nivîsandibû, lê kêm kesên ku Yilmaz dixwest, ji romanê û ji mesajên wê fêm dikirin. Piştî ku di sala 1972ê de çapa duyem derket û xelata wêjeyî ya Orhan Kemal wergirt, bi carekê kete nava romanên herî zêdexwendî. Dema romana wî vê xelatê werdigre, Yilmaz di girtîxaneya Selîmîyeyê de bû. Ev roman pişt re, bo gelek zimanan hat wergerandin û gelek hat xwendin.

Qralê Kirêt Yilmaz Guney

Yilmaz piştî ku ji bo cezayê nefîyê diçe Konyayê, li wir jineke bi navê Can Ünal dinase. Can Ünal wê demê di pavyonekê de dengbêjî dikir. Yilmaz jî ji ber komunîzmê hukim wergirtibû û kesî karekî baş nedidayê. Ji mecbûrî, li pavyonekê dest bi kar dike û herdu hev li vê pavyonê hevdu nas dikin.

Piştî ku cezayê Yilmaz tewa dibe, diçe Stenbolê û li wir bicî dibe; pişt re jî Canê tîne cem xwe. Lê Canê ji xwe re rihet nasekine; ew dixwaze Yilmaz bi her awayî bi xwe ve girê bide û ji rewşa hunermendîya wî sûd wergire. Di nava wan de nexweşîyeke mezin dest pê dike. Di nava van xireciran de qîza wan Elîf tê dinyayê.

Yilmaz li Stenbolê dîsa dest bi xebata xwe dike û li ser hev fîlm amade dike. Ew êdî Qralê Kirêt ê sînemayê bû. Vî navî jî, wî bi xwe li xwe danibû. Rojekê di nav sohbetê de, qala Ayhan Işık û qeşengîya wî tê kirin; Yilmaz jî bi henek weha dibêje: “Eger ew Qralê qeşeng ê sînemayê be, ez jî Qralê Kirêt ê sînemayê me!” Û piştî vê gotarê navê wî dibe Qralê Kirêt.

Yilmaz di demeke kin de bi dehan fîlmên nuh amade dike û gelek navdar dibe. Lê jîyana wî ya bi Can Ünal re, roj bi roj xerabtir dibe. Can tevî van şer û qirênan jî, rojekê berî rojekê dixwaze pê re bizewice; lê Yilmaz xwe nade ber vê daxwazê. Di van xireciran de Yilmaz û Nebahat Çehre hev nas dikin û bi hev re dest bi jîyanê dikin. Piştî hevjîyana wan eşkere dibe, zû zûka dizewicin. Lê Can Ünal jî ji hêlekê ve dest bi plan û fesadîyan dike, ji hêla din ve jî qîza xwe li hember Yilmaz bi kar tîne. Gelek caran nahêle ku Yilmaz keça xwe bibîne.

Yilmaz naxwaze navê wî bi awayekî nexweş û bi neheqîyê berbelav bibe û gelek jî bi ber xwe dikeve. Heta jê tê, dixwaze vê meseleyê bi sahilî bitefîne; lê Canê zêde bi ser ve diçe û dixwaze wî rezîl bike. Tevî vê jî Yilmaz zêde dengê xwe nake, lê qîza xwe jî bi awayekî jê distîne. Gelek piştre, çaxê ku bi Fatoş re dizewice, Elîfê qanê dike û tîne cem xwe û piştî ku derdikeve Ewrûpayê jî, keçik li pey bavê xwe diçe Parîsê.

Yilmaz di sala 1963ê de fîlmê Herdu jî mêrxas bûn/Îkîsî de cesurdu dikşîne. Ev fîlm, perçeyek ji jîyana wî ye û pir tê hez kirin. Ew bi vê yekê gelek kêfxweş dibe û ev şewq û serfirazîew dixe xebateke zor û giran. Bi vê şewq û kêfê, di sala 1965ê de tam 21 fîlman amade dike ku ev di dinyayê de dibe rekoreke mezin. Yilmaz di vê demê de, li sê-çar studyoyan kar dike; di sê-çar fîlman de dileyize û piranîya wan jî ew bi tena serê xwe îdare dike. Her wiha Yilmaz nivîsên fîlman jî bi xwe amade dike; ji xwe piranîya senaryoyan di serê wî de ne, tenê ew wan dizane û leystikvan û amadekarên fîlman jî li gora senaryoya ku di serê Yilmaz de bû kar dikin. Piranîya fîlmên wî, bêyî senaryoyên nivîsandî hatine kişandin.

Yilmaz di destpêkê de fîlmên şer û qirên amade dike û di wan de dileyîze; xwe bi van fîlman, di nav gel de dide qebûlkirin. Lê li hember nîşandana fîlmên wî astengiyên mezin derdikevin holê; fîlmçêkerên Stenbolê ên dewlemend, fîlmên wî li sînemayên bajêr nadin nîşandan. Li ser vê Yilmaz dest bi fîlmên civakî û gelêrî dike û fîlmên civaka kurd amade dike. Qanûnên sînoran/Hudutların kanunu, Gurên birçî/Aç kurtlar û Seyîdxan/Seyithan berhemên vê demê ne.

Yilmaz di berhemên xwe de kurdîtîya xwe, bi her awayî eşkere dikir. Ji bilî ku naverok li ser jiyana kurdan bû, di gelek fîlmên xwe de nav û gotinên kurdî bi kar dianî û gelek caran jî van bi gotinên mîna “Mejûyê min î kurd hêrs nekin!” temam dikir. Filîmên mîna Koçero, Dawido, Gurên birçî, Qanûnên sînoran û gelekên din, bi tevayî li ser jiyana gelê kurd bûn.

Piştî ku fîlmên wî li Kurdistanê û li dervayî Stenbolê pir kar dikin û dikevin pêşîya tevaya fîlman, sînemavanên Stenbolê bi xwe diçin li ber Yilmaz digerin da ku fîlmên wî li Stenbolê bidin nîşandan. Êdî rêya Stenbolê jî li ber wî vebûbû; kar û xebata wî, sebir û berxwedanawî, dewlemendên Stenbolê anîbû îmanê.

Filîmê wî yê ku cara yekem xelatê werdigire, Seyîdxan e. Bi vî fîlmî, di sala 1968ê de 17 xelatên herî girîng werdigire û bi carekê sînemayê dixe bin bandora xwe. Di 1972ê de bi filîmê Hêvî li Îtalyayê xelata mezin a taybetî ya jurîyê werdigre û li Ewrûpayê jî tê nasîn. Piştî vê, hema her fîlmê wî, tevî ku dewletê ew qedexe jî dikirin, çend xelatên girîng werdigirt. Piranîya fîlmên wî ên ku piştî Hêvî derketin, tevî ku dewletê ew qedexe jî dikirin, bi xelatên herî giring hatin taceserkirin.

Piştî fîlmê Hêvî, êdî fîlmên wî bi temamî li ser rewşa kurdan û li ser civakê û nakokîyên wê bûn. Êş, Lawje, Yên bêhêvî, Baba, Kovboy Alî, Rojekê bivê nevê/Bir gün mutlaka çend fîlmên vê demê ne. Lê Yilmaz berhemên xwe yên herî hêja di girtîxaneyê de amade kiriye. Di wir de bêtir dikarîbû bifikire û wextê wî jî bêtir bû. Heval, Kerî, û Dîwar, ku Yilmaz bi van filîman ne tenê di çapa Kurdistanê û Turkiyeyê de, lê li Ewrûpayê û li çaraliyên cîhanê jî hate naskirin û pejirandin, di girtîxaneyê de hatine amade kirin. Weke ku tê zanîn filîmê li Cannesê xelata yekemîn wergirt û Yilmaz di çapa cîhanê de kete nav filîmçêkerên herî mezin.

Di fîlmên Yilmaz de motîfên kurdî

Polîs Yilmaz di sala 1968ê de dîl digire û dişîne eskerîyê, Mûşê; cîyê dêya wî, welatê bav û kalan. Lê ew li wir jî vala nasekine û karê xwe didomîne. Wî di sala 1969ê de fîlmê Gurên birçî/Aç kurtlarkişand. Di vî fîlmî de balkêşî dikşîne ser jîyana kurdan û di fîlm de motîvên kurdî bi kar tîne. Lewra jî ev fîlm ji teref dewletê ve tê qedexekirin. Seyîdxan, efsaneya Bedirxan e û Lawje jî temamî bi motîvên kurdî hatiye xemilandin. Hêvîdîmenek ji jîyana malbata wî û bi mîlyonan malbatên kurd e. Êş dijîtî û nakokiyên nav kurdan tîne ber çavan û Kerî jî rewşa civakî ya Kurdistanêbi hostatî pêşkêşî temaşevanan dike. Navekî fîlm jî Şivan û Berîvan e û navên leystikvanên sereke yê fîlm jî her ev in.

Ew hê di sala 1968ê de li jîyana xwe ya berê û li berhemên xwe rexne dike. Dîtinên wî yên kurdayetî di van deman de dest pê dike û êdî piştî van salan Kurdistanê eşkere bi nav dike. Lê Yilmaz nasnameya xwe yî kurdîtîyê, baştirîn di girtîxaneyan de fêr dibe û li kurdîtiya xwe xwedî derdikeve. Hesreta wî dibe fêrbûna zimanê kurdî. Xwe hêdî hêdî fêrî kurdî dike û li ser kultur û mûsîka kurdî lêkolîn dike. Bi kû ve diçû, ji devê wî kilam û lawjeyên kurdî derdiketin. Di sala 1978ê de, di kovara Güney de wiha dibêje:

“Min di jîyana xwe ya berê de gelek şaşîtîyan kiriye; ew helbet ji kêmasî û netêrbûna min dihatin. Wê heyamê min nizanîbû çi bikira û bi çi awayî bikira. Lê bi taybetî, Selîmiyeyê hişê min anî serê min. Çi li vir, çi li Enqereyê û Qeyseriyê li ser ka ez dê ji gelê xwe re çawa bêtir bi fêde bibûma, ketim lêkolînê û min ji xwe re wiha got: Her tiştê ku ne li ser bingeha rastiyê be, dê li ber dojeha rastiyê bimihe û xerab bibe!”

Yilmaz, di derheqa avakirina rêxistinên kurdan û li ser rewşa şoreşgerên tirk jî wiha digot: 

“Ger îro şoreşgerên kurd dixwazin rêxistinên xwe bi xwe ava bikin, ev ne kêmasî û şaşîtîya wan e, lê ya şoreşgerên tirk bi xwe ye. Şoreşgerên tirk, tu caran bawerî nedane kurdan. Ev jî dide xuyakirin ku proletaryaya tirk, di bin tesîra revîzyonîzm, şovenîzm û reformîzmê de ye.” (Guney – Tebax 1978) 

Yilmaz van dîtinên xwe di pêş de hîn berferehtir û ronîtir dike û dibe yek ji wan kurdên ku Enstîtuya Kurdî li Parîsê dadmezirînin. Yilmaz bêyî ku dijîtîya rêxistinên kurd bike, ji bo lihevnêzîkbûn û yekîtîya wan karekî bêhempa kir. Wî, beşdarbûn û birêvebirina vî karî, ji xwe re vatinîyeke neteweyî dihesiband. Tevî vê jî tu caran nekete nîqaşên nav rêxistinên kurd. Her weke ku em ê di pêş de jî li ser vê pirsê hîn dirêjtir rawestin, wî beşdarbûna damezrandina dezgeheke wiha giring û meşandina kar û barên wê, ji xwe re wezîfeyeke herî pîroz pejirand û di pirsa kurd û Kurdistanê de bû xwedî perspektîveke vekirî.

bi temamî rewş û jiyana kurdên belengaz, birayetî, pismametî, kuştin û gelaciya cendermeyê tirk tîne ber çavan. Her wiha di fîlm de navê Kurdistanê jî cara yekem tê ser perdeyê û ber çavên temaşevanan. Yilmaz bi vî fîlmî, Kurdistanê ji Turkiyeyê ji hêla coxrafîk ve jî veqetandibû û xweser kiribû. Ev guhartinên nuh, ne tenê dewleta dagîrker, her wiha dostên wî yên herî nêz jî aciz kiribû. Çawa çêdibû qala Kurdistanê dikir? Hem jî di ”Sînemayatirk” de! Bira rewşa ”kurdên biqemçik” bianîya ber çavan, bira rewşa karkeran bianîya zimên, bira qala komunîstîyê bikira; lê ev Kurdistan çi bû û ji kûhatibû! Na! Yilmaz êdî xurifî bû û hatibû leystika “bölücü”yan! Piranîya komunîstên tirk jî dest bi dijmintîya Yilmaz kirin û xwestin wî ji ber kurdîtîya wî piçûk bixînin.

Lê Yilmaz ji ya xwe nehat xwarê; pêwîst bû rewşa kurdan û Kurdistanê bi awayekî bihata fêmkirin û çareserkirin. Weke hunermendekî şoreşger, wezîfeya wî bû ku rewşa kurdan bianîya ber çavan û alternatifên rizgarîyê bêxista nîqaşê. Em ê di dawîya nivîsa xwe de werin ser vê pirsê û dîsa derbasî jîyana wî bibin.

Yilmaz di sala 1970yî de bi keçeke ku bavê wê pir dewlemend bû re dizewice. Fatoş Suleymangîl (piştre Fatoş Guney), şagirteke koleja Amerîkayê bû û rojekê bi teşvîka hevaleke xwe diçe cîhê ku Yilmaz lê fîlm amade dike. Herdu hevdu nas dikin û tevî ku Yilmaz bi temenê xwe ji wê gelek mezintir bû jî, di nav wan de têkiliyeke hîssî dest pê dike. Piştre tevî ku dêûbavê wê nerazîne jî, ew bi hev re dizewicin.

Piştî salekê ji wan re lawikek çêdibe û ew navê wî Yilmaz Guney (2) datînin. Evîndarîya wan roj bi roj zêdetir dibe û wê dema ku li cem hev dimînin, bi hev re gelek mesûd bextewar dijîn. Fatoş di qîzantîya xwe de jî ji keçên hemdemê xwe yên dewlemend, burjuva û jixwehezkirî cudatir bû. Piştî ku Yilmaz dinase û bêtir nêzî hev dibin, pirsa kurdan û rewşa bindestî û şerpezetîya wan jî fêr dibe. Ew di demên herî zor de, di rewşên herî bixeter de ji mêrê xwe re dibe piştgira herî mezin. Yilmaz jî ji ber piştgirîya jina xwe, ji ber edeb û xanimîya wê, pir serbilind û bextewar e.

Mêr û jin, tevî evîn û hesretê jî, zêde hevdu nabînin. Ji hêlekê ve karê Yilmaz, ji hêla din ve jî heps û zîndanên Dewleta Tirk, dibûn sedemên astengîya hevdîtina wan. Yilmaz di girtîxaneyê de, di bin zîndanên kûr de jî, jina xwe tenê nedihişt; ji wê re her roj name dinivîsand û bi rêyekêpê re dikete pêwendîyê. Wan nameyên hesret û evînê, yên dilsozî û hêvîyên pêşerojê; yên bawerî û teselîyê ji hevdu re dişandin û hesreta xwe bi vî awayî têk dibirin. Wekî din jî, ji bo kurê xwe, çîrokên bi navê Ji kurê min re çîrokdinivîsand û ji kovaran re dişand da ku bên çapkirin. Fatoşa bedew û evîndar jî, agirê hesreta xwe piçek be jî, bi van name û çîrokan ditefand.

Piştî zewacê bi du salan, Yilmaz ev car bi tawanbarîya endametçya THKP-C yê, ji teref polîs ve tê girtin. Belê Yilmaz alîkarî û piştgirîya Denîz Gezmîş û hevalên wî, Mahîr Çayan û hevalên wî eşkere dikir. Wekî din jî kî biçûna cem wî û alîkarî bixwesta, bi şertê ku li dijî dewleta koledar bûna, Yilmaz alîkarîya wan dikir û vê jî venedişart. Lê Yilmaz ne endamê vê partîyê yan jî partîyeke din bû. Jixwe Yilmaz di girtîxaneyê de, rexneyên tûj û giran anî ser şaşîtî û kêmasîyên van partî û rêberên wan û bi vê jî îspat kir ku ew ne endamê wan bû.

Dadgeha leşkerî ji ber endametî û alîkarîya wî ya bi van partiyan re, heft sal cezayê giran da Yilmaz. Yilmaz di girtîxaneya leşkerî ya Selîmîyeyê de du sal û sê meh raza. Di vir de serpêhatiyên xwe, di pirtûka Hucreya min de berhev kir û da çapkirin. Piştî du sal û sê mehan, bi efûya 1974ê ve ji girtîgehê derket. Yilmaz dîsa azad bû lê carekê ketibû deftera dewletê û polîsên wê; ew ê wisa bi rehetî rizgar nebûya. Dadgehên leşkerî hê ew di hepsê de bû, ji bo curbecur axaftin û nivîsên wî, jê re nêzî 20 salan ceza dixwest.

Dîsa Girtîxane

Ne dewleta barbar û koledar û ne jî feleka xayin dev ji Yilmaz bernedidan. Sê meh piştî azadîya xwe, Yilmaz li Yumurtalikê fîlmê Şik dikişîne û şevekê ji bo fîlm dixwaze demançeya xwe biceribîne û têxe kasetê. Lê dadgerê serxweş destûrê nade û pişt re li wan dibe bela. Dadgerê Yumurtalikê Sefa Mutlu, merivekî faşîst bû û wê şevê serxweş bû. Çi ecêp kuew wê şevê li restauranta ku Yilmaz û hevalên xwe lê kêf û şahî dikirin, mêvan bû. Kêfxweşî û eleqeya ku ji Yilmaz re dihat nîşandan, ew gelek aciz dikir û dihefsidand. “Ger ew qralê sînemayê be, ez jî yê Yumurtalikê me” wî digot û dev diavît Yilmaz û civata wî. Çaxê Yilmaz li ser nesîheta serokê beledîyeya Edeneyê, Ege Bagatur diçe ku destûra çekteqandinê ji dadgerwerbigre; ew hê pirtir hêrs dibe û dîsa dev davêje civata wî. Yilmaz mirovekî ku niheqî û heqaretan qet qebûl nedikir, tevî vê jî deng nabe xwe û dengê xwe nake. Çawa hebe ew serxweş bû û Yilmaz nedixwest xirecir derkeve.

Çendî ku karkerên restaurantê dadgerê serxweş dibin mala wî jî, ew dîsa vedigere restaurantê û şerê xwe berdewam dike. Dibîne ku deng ji kesî dernakeve, ewîcar dev diavêje jina Yilmaz, Fatoşê. Yilmaz dikaribû tehemulî gelek tiştan bikira; lê çaxê gotin hatibû ser jin û namûsa wî, hiş li serî nemabû. Ji cîhê xwe radibe, diçe cem dadgerê provakator û çend şeqamên xweş lê dixe. Dadger dikeve erdê û dest diavêje demançeya xwe. Çaxê Yilmaz dibîne ku ew destê xwe diavêje demançeya xwe, ew jî demaçeya xwe ji ber xwe dikşîne. Lê hevalên Yilmaz, bi wî digirin daku kuştinek çênebe. Lê êdî qewimîbû û Yilmaz hew dikaribû xwe zeft bikira. Demaçe diteqe û fîşekek di orta çavê dadgerê faşîstre derbas dibe. Gelek şahid jî eşkere dibêjin ku demaçeya Yilmaz bêyî hemdê wî û bi şaşîtî di nav destan de teqiyabû.

Ji xwe dewleta barbar jî li tiştekî wiha digerîya; bi vî awayî dikaribû Yilmaz ji ber kuştina dadgerekî dewletê, bêxe zîndanan û wî bi gelê wî bida jibîrkirin. Dewlet bi her hêz û îmkanên xwe ve, berê xwe dide Yilmaz û wî ji ber sûcekî adî dixe bin çavan. Rojname û medyaya tirk jî Yilmaz mîna mêrkujekîadî pêşkêş dikin. Yilmaz berî kudadgeh dest pê bike û bêyî xweparastinê mehkûm dibe. Piştî ku di sala 1975ê de hikûmeta Mîlliyetçî Cephe (hukumeta nîjadperest) tê ser hukim, êrîşên dewletê û medyayê pir xedartir dibin. Bi vê hukûmeta nû re, şertên girtîxaneyan girantir bûbûn; dadwerên faşîst û nîjadperest ji bo ku Yilmaz ji malbata wî û dostên wî dûr bixin, ew li curbecur girtîxaneyan didin gerandin..

Piştî du salan, dadgeha Enqereyê “ji bo kuştina dadgerê li ser wezîfeyê”, 19 sal cezayê giran dide Yilmaz. Yilmaz li ser biryara dadgehê, di dawîya mahkemeyê de, di bersîva xwe yî dawîn de wiha dibêje:

’’Ez dizanim dadgeha we, vê cezayê ne ji bo bûyera Yumurtalikê û kuştina hakimekî serxweş dide min. Ev dadgeh û cezayê ku hatiye dayîn, siyasî ye! Ev ne neheqiya pêşîn e ku li min hatiye kirin û e wê ne ya dawîn be jî. Lê bila baş bête zanîn ku dê tekoşîna me berdewam be! Dê tekoşîna me di nav gel de, li serê çiyan û di nav kolanan de, bi teherên nûjen dom bike!’’

Yilmaz merivekî wisa bû ku di her şertan de, ji heqê xwe derdiket. Jiyana wî ya girtîxaneyan jî pir bi rêkûpêk û organîzekirî bû. Wî biavêtina kîjan hepsê, şertê îdareyê hêdî hêdî diguhirand û li gora dilê xwe û bawerîya xwe sererast dikir. Di tevaya girtîxaneyên ku ew lê mabû (Îmralî, Îsparta, Îzmît, Qeyserî, Nevşehîr, Istanbol -Toptaşî û Selîmîye- û Enqere), serokên girtîxaneyan çiqas hişk û li dijî wî bûna jî, mecbûr diman ku xwe li gora wî amade bikin. Cîhê ku ew lê bû; tadeyî û zordarî, mezinahî û piçûkantî li wir ne dima. Jîyana birayetî û wekhevîyê, dibû qanûnên yekem. Her tim li cem feqîr û belengazan cîh digirt; piranîya mesrefên hepsîyan, wî bi alîkarîya hevalên xwe amade dikir. Çi pere û îmkanên wî hebûna, dixist oxira hepsîyan. Ger pereyên wî tunebûna jî, ji hevalên xwe yên derve alîkarî dixwest.

Zîndanên tirk jê re mîna dibistanan bûn; ji bilî organîzekirina girtîxaneyê, tevaya wextê xwe dida xwendin û nivîsandinê. Razana wî, tenê çar-pênc saet bû; wekî din bi berbanga sibehê re çi rojname û kovar hebûna, dixwend û di serê xwe de not digirtin. Piştî wê, bersîva nameyên ku jê re dihatin, dinivîsand. Mehê nêzîkî du hezar, carina jî pênc hezar name jê re dihatin. Yilmaz van nameyan tev dixwend û bersîva piraniya van dida. Piştre bi girtiyan re diket sohbetê û dawî jî dest bi nivîsên xwe dikir. Bi xêra wî, gelek girtîyên nexwendî, fêrî xwendîn û nivîsandinê, fêrî xwendina pirtûk û romanan bûn.

Yilmaz ne bi tenê di hundir de dihat hezkirin; li derve jî ji bilî bi mîlyonan kurd û tirk, xwedî gelek dost û hevalên hêja û giranbiha bû. Tevaya dost û hevalbendên dewleta tirk, ji Yilmaz ne xweş bûn û bi her awayî dijminatîya wî dikirin. Faşîst û nîjadperestên tirk, polîs û medyaya tirk di gel dewleta xwe, li ber fersenda êrîşên dijwar bûn. Lewma jî Yilmaz li kû dibûna bila bibûna, xwedî demançe bû û çend heb jî parêzgerên wî li dora wî hebûn. Gelek caran jî haya wî ji van parêzgeran tune bû; ew ji derve ve, ji teref dostên wî yên mîna Îdrîsê Kurd ve dihatin şiyandin.

Îdrîsê Kurd (Kurd Îdrîs), mêrxasekî hêja û dostê Yilmaz ê herî nêz bû. Ew bi xwe ji Qersê bû û ji ber feqîrtî û belengazîya xwe hatibû û li Stenbolê bi cî bûbû. Ew jî mîna gelek kurdên Stenbolê, bi hemalîyê dest bi kar dike. Piştî ku derdora xwe dinase û hinek pere dikevin destên wî, ew qehwexaneyekê vedike. Ew ji berê ve zilamekî mêrxas e û ji tu kesan û ji tu tiştan natirse. Li hember neheqî û zordestîyê bê însaf bû û ew jî mîna Yilmaz pir bi girûr bû. Bi kurdîtiya xwe serbilind bû û dostê kurdên ketî û belengaz bû. Kîjan kurd biketina tengasîyê, alîkarîya wî ji xwe re weke qanûn dihesiband û lewra jî di nav kurdan de, bi mêrxasî û camêriya xwe dihat nasîn.

Îdrîsê Kurd piştre qumarxane vedike û karê xwe pir mezin dike. Dû re qulûban vedike û lewra jî dewlet û medyaya tirk, navê Mafya û Baba pê ve dikin. Di eslê xwe de Mafya û Babayên herî mezin, bi wezîr û serokwezîran re rûdiniştin; xwediyê pere, qesir û qonaxan bûn. Dewleta Tirk, general û wezîrên hukûmetê, ji wan re kar dikirin û li ber destên wan mîna xulaman diçûn û dihatin. Îcar kesên mîna Îdrîs, ku li hember neheqî û zordestiyê xwe û kesên mîna xwe diparastin; nanê xwe û derdora xwe, ji devê şêr bi zor derdixistin. Bavê feqîr û belengazan bûn. Lewra jî dewletê ji çend mehan carekê û di her cuntaya leşkerî de, ew dixistin zîndanan.

Pêwendîyên Yilmaz û Îdrîsê Kurd, pir xweş bûn. Herdu mîna birayên hev, li hevdu miqate bûn û hev di parastin. Îdrîs rewşa Yilmaz baş dizanibû; ji bo ku belayeke nedîtî neyê serê wî, ew bi kû ve biçûya, ji bo parastina wî, çend zilamên xwe dida dû wî. Her wiha dema ku dikete girtîgehê jî merivekî xwe bêyî ku Yilmaz pê bihise dixist girtîgehê da ku wî bide parastin. Bi vê hişyarî û dilsozîya xwe Îdrîs, Yilmaz ji gelek xeterên mezin û rewşên xerab filitandiye. Ji nav cemaeta Îdrîsê Kurd, mirovên bi nav û deng ên mîna Dundar Kiliç, Guven Şengîl, Yusuf Koç, Ehmedê Kurd, Îskender Çolak û gelek kesên din jî dostên Yilmaz bûn.

Yilmaz li Parîsê

Yilmaz Guney di 12 yê çirîya pêşîn ya sala 1981ê de, piştî ku derdikeve îzna xwe, bi alîkarîya dost û hevalên xwe derbasî giraveke Yewnanê dibe. Ji wir bi alîkariya dost derveyî welêt, derbasî Swîsrayê dibe; lê hukûmeta Swîsrayê ji ber têkilîyên aborî yên bi Turkiyeyê re, serîlêdana wî ya siyasî qebûl nake. Ji wir derbasî Frensayê dibe û li wir dibe penaberê siyasî.

Piştî ku derdikeve Ewrûpayê, pir digere; ew bi kû ve diçe, bi rûmet û şanazî tê pêşwazîkirin û hezkirin. Serokên dewletên herî mezin, ew weke mêvanekî herî girîng qebûl dikin û dibin mazûrvanên Yilmaz. Serokkomarê Frensayê Mîtterand, ji bo wî bixêrhatineke mezin amade dike û bi hatina wî, kêfxweşîya xwe dîyar dike. Bi sedhezaran Kurdên li Ewrûpayê, bi derketina wî, bi dîtin û guhdarîkirina wî kêfxweş dibin. Ewrûpa, bi hatina wî, mîna stêrekê geş dibe

Lê bi derketina wî re, dewleta Tirkîyê jî ketibû rewşeke ecêb û gelek xerab. Mahkemeyên wî, hîn ew li welêt bû berdewam dikirin û dadgehên tirk ji bo wî zêdeyî sed salan cezayên giran dixwestin. Piştî ku ew derkete dervayî welêt, dadgehên leşkerî bi lez û bez pêşî zêdeyî 20 salan ceza didin wî û pişt re jî ew ji hemwelatîyê avêtin. Di ser de jî ji dewleta Frensayê daxwaza paşvedana Yilmaz dikirin. Piştî ku ev daxwaz nehat pejirandin, hukûmeta Tirk, hukûmetên Frensa û Yewnan bi du nameyan protesto kir.

Ji hêla din ve jî medya û rojnameyên tirk êrîşên dijwar dibirin ser Yilmaz. Piştî ku filîmê di sala 1982ê de li Cannesê xelata zêr wergirt, ev êrîş û xêrnexwazî hîn zêdetir bûn. Li gorî wan Yilmaz êdî “leystika dijminên dewleta Tirk bû” û eşkere ketibû sefa “bölücü” û “terörîstan”. Tevî vê jî cunteya leşkerî, bi derketina wî re, ji “komunîstekî Kürtçî” rizgar bûbû. Êdî Yilmaz Guneyê “kürtçî” û “komunîst” nikaribû zêde zerarê bide dewletê. Digel vê bawerîyê jî, dewleta tirk ferman dabû medyayê da ku Yilmaz “piçûk” bixînin û li dijî wî kampanyayeke mezin li darbixin.

Ya rastî, Yilmaz nedixwest ji welêt derkeve. Cîyê wî, di nav gelê wî de bû û hîn gelek karên wî nîvçe mabûn. Piştî ku cuntaya faşîst hatibû ser hukim, rewşa wî û siheta wî roj bi roj xerabtir, dawayên li ser wî roj bi roj zêdetir û girantir bûbûn. Her axaftin û nivîsa wî, fîlmên wî yên berê û yên ku nuh dihatin amadekirin, dibûn sedemê lêpirsînên nuh. Bêşik Yilmaz baş dizanibû ger ku cezayê xwe tewa jî bike, dewletê ew ji zîndanê bernedida. Wekî din jî, ew di zîndanên dewletê de bi nexweşîya kanserê ketibû. Li Tirkîyeyê jî dermanê wî tunebû û çareserkirina vê nexweşînê bêîmkan bû. Ji lewre jî biryar da ku ji bo demeke kin derkeve derveyî welêt. Bi vî awayî dê hem nexweşîya xwe derman bikira û hem jî piştî ku rewşa welêt biguherîya, vegerîya welêt; axa bav û kalan.

Yilmaz li vir jî vala nasekine; ew ji hêlekê ve projeyên fîlmên nû amade dike, ji hêla din ve jî di bin baskê Enstîtuya Kurdî de, ji bo Kurdistanê û yekîtiya kurdan xebat dike. Lê hesreta welêt, her tim di dilê wî de cîyê yekem digre. Piştî fîlmê Dîwar, nexweşîna wî girantir dibe; kanser xwe roj bi roj li hundirê wî digerîne û ew ji taqetê dixe. Tevî vê nexweşîna xwe ya giran jî, hazirîya projeya xwe ya herî mezin an ku fîlmê li ser dîrok û rewşa îroyîn a Kurdistanê dike.

Çi mixabin piştî 1984ê pir ji taqetê dikeve û piranîya wextê xwe, li nexweşxaneyên veşartî derbas dike. Ew ji mirinê qet natirse û bi ber mirinê nakeve; lê bi ber wê dikeve ku dê nikaribe projeya xwe ya herî girîng û mezin bi dawî bîne. Egît û mêrxasê kurd, kelema çavê dewleta tirk, mêrê mêrxasan Yilmaz Guney, di 9ê Îlona sala 1984ê de, li nexweşxaneya Parîsê ya navneteweyî, çavên xwe yî delal digire û me di xemgînîyeke kûr de dihêle. Li ser wesîyeta wî, termê wî li Enstîtuya Kurd a Parîsê amadeyî ziyareta mêvanan dibe. Çar roj şûnde, di roja 13yê Îlonê de, termê wî ji Enstîtuya Kurdî dibin goristana Komuna Parîsê ku bi sedan kesên bi nav û deng li wirê hatine veşartin. Di pey cenaze de bi deh hezaran kurd û ji curbecur neteweyên têkel mirov beşdarî merasîmê bûn, xemgînîya xwe dîyar kirin û Yilmaz bi oxira dawî ve şiyandin.

Êdî ew ne di nav me de bû; ew li derveyî welêt û ji gelê xwe dûr, mîna kevokeke penaber ji nav me veqetiyabû. Lawê kurd, hunermendê hêja û dostê mirovantîyê, dostê dostê xwe û dijminê dijmin, bi rêya Enstîtuya Kurdî re ji hemû gelên bindest û belengaz re vê mesajê şandibû:

“Rastî neynika mirov e, tu car ji rastîyê neyên xwarê! Ger di vê de serê we jî biçe!”

Yilmaz tenê 47 sal jîya. Ji van, wî 11 sal di zîndan û girtîxaneyan de, du sal eskerîya tirkan a mecbûrî, şeş meh li nefîyê û sê salên dawîn jî li derveyî welêt derbas kir. Tevî vê jî di van salên kin de bi sedan berhemên hêja û bi rûmet amade kir. Hejmara tevaya fîlmên ku ew tê de leyistîye, senaryoyên wan nivîseye û rejîsorîya wan kiriye 113 ne. Pênc romanên wî bi navê Ew stûxarî mirin, Salpa, Tawanbarkirî, Hucreya min, Cam şibake û Em du nanan dixwazin hatine çapkirin. Wekî din jî pirtûkeke wî ya çîrokan bi navê Ji kurê min re çîrok hatîye çapkirin û li ser dîtinên wî yê siyasî gelek nivîs û meqaleyên wî, di kovar û rojnameyan de hatine weşandin.

Jîyana Yilmaz bi xwe weke romanekê ye; mîna şerîda fîlmekî berhemdar e û gelek dewlemend e. Meriv naxwaze dev ji xwendin û temaşekirina wê berde. Li ser jîyana wî û dîtinên wî gelek nivîs, pirtûk û fîlmên dokumenter derketine. Gelek ji wan xwestine Yilmaz bikin tirk û berhemên wî têxin xîzmeta tirkan û kultura tirkî. Hinekan jî xwestine ku Yilmaz, ji dewleta Tirk re kedî bikin û ji lewre jî dîtin û bawerîyên wî, bi ramaneke çewt dane pêşkêşkirin.

Herî dostekî wî yê nêz Nîhat Behramê şaîr û nivîskar, serpêhatîyên xwe yên bi Yilmaz re, firot rojnameya Mîlliyetê û heqaret û nebûkarîyên mezin bi Yilmaz kirin. Gelek nivîskarên çep û demokrat (?), xwestin bi nivîs û dîtinên xwe yên nîjadperest, Yilmaz kedî bikin û ew bikin beşek ji çepîtîya tirkan û di gel vê yê dewleta Tirk. Hinekan xwestin tenê hêla wî ya sînemayê û hunermendîya wî bibînin û kurdîtîya wî bidin jibîrkirin. Hinekan jî xwestin ew bi tenê mîna komunîstekî pêşkêş bikin.

Ji hêleke din ve dewleta Tirk û medyaya paşverû û nîjadperest, êrîşên mezin birin ser Yilmaz. Hem dewleta Tirk û nîjadperestên tirk û hem jî sosyalîst, ronakbîr û demokratên (?) tirk, mîna her car, li hember Yilmaz jî bûbûn yek qor û berê xwe bi dijwarî dabûn wî. Dîtina wan a herî hevbeş ew bû ku Yilmaz piştî derketibû Ewrûpayê, hatibû leystika kurdên “bölücü” û  bûbû “maşeya” wan. Li gorî ronakbîr (?) û demokratên (?) Tirk, pêwîst nedikir ku Yilmaz vî alîyê xwe derxista holê û hêla xwe ya hunermendîyê bixista binê sîya kurdîtîyê. Ev dîtin û îddîa ji bilî şaşîtî û nîjadperestîyê, duserî bû û nakokîyeke mezin himbêz dikir. Ji hêlekê ve Yilmaz bûbû “xayin”, ji hêla din ve jî hunermendekî tirk bû. Li gorî wan bira Yilmaz Kurd bûna, qet ne xem bû, lê pêwîst bû ku wî hêza xwe bida ser hunermendîyê û ne ser Kurdîtîyê.

Eşkere ye ku Tevgera Kurd jî Yilmaz baş fêm nekirîye yan jî girîng nedîtîye ku li ser wî binivîse û ji ber vê jî meydanê ji nîjadperestên yirk re vala hiştîye. Ji hêla Tevgera Kurd ve xwedîlênederketina Yilmaz, bûye ku êrîşên mezin hatine ser Yilmaz û ew bi salan mîna “çepê tirkan” hatiye nasîn û pêşkêşkirin.

Îcar Yilmaz bi xwe ji salên 1970 yî û vir ve, ji bo rizgarî û serxwebûna kurdan kar û xebat kirîye. Li gorî wî heta ku kurd serbixwe nebûna, yekîtiya Turkiye û Kurdistanê bêmane û ne di cîî de bû. Ev dîtin û baweriyên wî, di gelek gotar û nivîsên wî de, bi gelek wesîleyan hatine ziman û nivîsîn.

Yilmaz di şertên Turkiyeyê de, li gora qanûnên dewletê nikarîbû kurd û Kurdistanê eşkere bîne zimên. Her çiqas di gelek fîlm û nivîsarên xwe de tema û motîvên kurd bikar anîbe jî, giranî -mîna piranîya rêxistinên kurd- daye zimanê “ezop” ê. Tevî vê jî gelek fîlm û nivîsên wî, ne tenê ji bo “komunîzmê”, lê bi taybetî ji bo kurdewarîyê hatine qedexekirin û di derheqa wan de bi sedan dawe hatine vekirin. Weke ku me li jorê jî got, di fîlmên wî de motîfên kurdî bi her awayî û bêtirs hatine bikaranîn. Çaxê ew derket derveyî welêt, di bikaranîna navê Kurdîstanê de li Ewrûpayê qedexetî tune bû û Yilmaz jî di her wesîleyê de evnav bikar anî. Ev her wiha derbasî fîlmên wî jî bû.

Axaftina dawî

Yilmaz ne mirovekî cahil û nezan bû. Ger meriv li jîyana wî û berhemên wî binêre, harmonîyeke xweş tê ber çavên meriv. Ew ji destpêkê heta dawî kurd bû, giranîya xebata wî li ser rewşa kurdan bû û weke mêrxas û lehengekî kurd ji nav me veqetîya û bi oxira xwe ve çû. Wî evîn û hesreta xwe, dîtin û bawerîyên xwe yên di derheqa kurd û Kurdistanê de, çend meh berî mirina xwe, di Newroza sala 1984ê de li Parîsê wiha digot:

“Hevalên hêja, dostên min, mêvanên giranbuha… Hûn bi xêr hatin cejna Kurdan!

Weke hun dizanin, Newroz sembola berxwedana gelê kurd a li hember zilm û zordarîyê, sembola berxwedan û serhildanê ye. Ez dizanim ku dilê tevaya beşdarên vê cejnê, bi vê maneyê lêdixe. Dê dilên zarokên we jî li hember zilm û koledarîyê, ji bo azadî û serxwebûnê lê bixe. Heta îro, ji bo van armancan gelek qurban hatine dayîn û dê hê jî bên dayîn. Em dizanin ku serkeftin bê qurban nayê bidestxistin. Divê ku em xwîn û girînê bidin ber çavên xwe.           

Em dipirsin: gelo kê dikare vî dilê hewçend bi rik û xwedîbiryar, bêdeng bike? Êş, sitembarî, xizantî, xwîn û rindikên çavan, ne çarenûsa gelê Kurd e. Em vê qederê nas nakin! Em naxwazin bibin zarokên welatekî ku ji her çar alîyan ve hatîye dagîrkirin; em dixwazin bibin zarokên welatê kurdan ê serbixwe, demokrat û yekbûyî, bibin zarokên Kurdistanê!          

Em dixwazin dinyaya xwe, axa xwe bi destên xwe çêbikin û wê ji nuh ve ava bikin. Em dixwazin li welatê xwe, di bin alaya xwe de azad û serbixwe bijîn!  Em ji bîr nakin ku menfaetê gelên kurd, tirk, ereb û eceman di damezrandina welatên bi hêz de ye. Lê em dîsa dizanin ku ger yekîtîya gelan ne bi dil be û ev şert neyên amadekirin, ev yekîtî xeyal e!           

Îro armanca wan kesên ku li çaraliyên Kurdistanê, li serê çiyê, di deşt û kolanan de, di zîndanên faşîstan de li hember dagîrkeran şer dikin û dimirin jî ev e. Em silavên xwe yên germ pêşkêşî wan dikin. Ew şehîdên ku di vê rê de şehîd dibin, wê tim di dilê me de bin. Çi serbilindî û bextewarî ye ku ew di rêya serhildan û berxwedanê de bûn meşaleyên agirê serxwebûnê.  (…)           

Hevalino! Enstîtu, tovê serxwebûnê û berhema tekoşîna neteweyê kurd e. Hê pirtir pêşkeftin û bihêzbûna wê, bi xebata we ve girêdayî ye. Em dê li dora wê bicivin û ji bo ku di rêya daye ber xwe de bi ser bikeve, li gorî qeweta xwe piştgirîya wê bikin.Em dê zanibin ku tekoşîna serxwebûnê pirhêl e. Carina du rêzên ku rastiyê tînin zimên, dîtinek an jî awaza straneke ku dilê gel bilind dike, carina jî mizraba ku li têla tembûrê dixe, ji bombeya atomê bi tesîrtir e.           

Ji ber vê jî divê em di her alîyên jîyanê de şerkerên serkeftî bin û wan bigihîjînin. Divê em tembûra xwe baş lêxin, stranên pir baş bistrên. Divê em çîrokên baş, şiîrên hêja û romanên xurt binivîsin. Divê em zanyarên xurt, dîplomat û teknîsyenên baş perwerde bikin. Divê destên me hem pênûsê û makîneyan û hem jî çekan baş bikar bînin. Divê carina tembûra me bibe çek û carinan jî çeka me bibe tembûr. Em baş dizanin ger em stranên herî baş û peyvên herî rast, di cîyê wê de bikar bînin, ewê mîna fîşekan bi hêz bin.           

Çiyayên me, deşt û daristanên me li hêviya me ne. Em naxwazin tevaya temenê xwe li xerîbîyê, jîyana xwe bi kilamên xerîbîyê derbas bikin. Gelê me, bi mêrxasîya xwe, destanan daye nivîsandin û bi ezm û hêza xwe, dikare hemû astengî û zorîyên li pêşîya xwe ji ortê rake.           

Şoreşger û demokratên tirk, ecem û ereb bi parastina ku neteweyê Kurd çarenûsa xwe bi destê xwe tayin bike, perçeyek ji tekoşîna me ye. Biratîya kedkarên bindest, çekeke ji ya me yî herî bi hêz e.           

Bira dost û dijmin baş bizanibin ku em dê bi ser kevin… Em dê bêşik bi ser kevin!

Mirina weke şervanekî azadiyê, ji jiyana koletiyê pir bi rûmettir e!

Bijî Kurdistana serbixwe, demokrat û yekbûyî!

Bijî  Enstîtuya Kurdî!” 

Ev gotinên wî yên dawî bûn ku di civateke wiha mezin de dîyar dikir. Dîtinên Yilmaz di vir de pir vekirî û eşkere ne. Serxwebûn û azadîya neteweyê kurd, mîna piranîya kurdan, daxwaza wî bû jî. Hem fîlmê û hem jî axaftinên wî yên li Ewrûpayê, şiqameke mezin li şovenîst û nîjadperestên tirk dixe û her wiha bersîveke girîng dide kurdên ku di derheqa wî de ketibûn şikê û bi salan xwe jê bi dûr xistibûn. Ev her wiha dokumaneke dîrokî ye ku tu şik di mêrxasî, egîdî û kurdîtîya wî de nahêle.

Yilmaz namire û dê nemire.Ew dê her tim di dilê gelê Kurd, di dil û mejûyê welatperwerên kurd de bijî. 100 sal jî di ser alîjîyanbûna wî re derbas bibe, ew dê mîna Melayê Cezîrî, Ehmedê Xanê, Cegerxwîn, Şêx Seîdê Pîran, Seyid Riza, Îhsan Nûrî, Xalid Begê Cibran, Qadî Mihemed, Mistefa Barzanî û bi hezaran şehîdên urd, di dilê neteweyê kurd de bijî. Dê fîlm û berhemên wî, ditîn û tekoşîna wî bi hezaran sal li ber çavê gelê kurd, di mejûyê gelê kurd de bijîn!

Helbesta Yilmaz a ku berî mirina xwe nivîsandibû:

Tenêbûn

Min berê tenêbûnê nas nedikir

Di nava tenêbûnê de

tenha me niha.

Ma bitenê ez

qetiya me ji şaxê xwe?

Dûr ketime ji daristana xwe?

Min berê tenêbûnê nas nedikir …

Çavkanî:

* Yılmaz Güney Efsanesi (Efsaneya Yilmaz Guney); Ahmet Kahraman

* İnsan Yılmaz Güney (Mirov Yilmaz Guney); M. Şeymus Güzel

* Mahpus Yılmaz Güney (Girtî Yilmaz Guney); Hasan Kiyafet

* Kürt Gözüyle Yılmaz Güney (Bi çavên Kurd Yilmaz Guney); Mahmut Baksî

* Kovarên Güney; 7,8,9

* Romanên Yilmaz. (Boynu Bükük Öldüler, Salpa, Sanık, Hücrem, Cam Pencere, İki Ekmek İstiyoruz, Oğluma hikayeler)

* Fîlmên Yilmaz (Hêvî, Kerî, Baba, Rê, Dîwar û hwd.)

* Nivîsên Yilmaz ên ku di kovar û rojnameyên curbecur de hatine nivîsîn.

* Fîlmê dokumenter ê ku di televîzyona A-TV de hatibû weşandin.

* Nivîsa Nihat Behram a ku di rojnameya “Milliyet” ê de derketibû.

Lê Binêre

Serhildana Agirî: Bext û Bêbextî / Sıraç Oğuz

Serhildana Agirî: Bext û Bêbextî / Sıraç Oğuz

Serhildana  Agirî di  sala 1926  da dest pê kir û di sala  1932’an da bi …