Çapemeniya Kurdî

Çapemeniya Kurdî / Ahmed Kanî

Bêjeya “çapemenî”yê xwedî wateyeke berfireh e. Em dikarin bibêjin ku ji rojnamegeriya kurdî bigire heta televîzyonkariya kurdî gelek beşên cuda yên çapkirî û dîtbarî di bin vê bêjeyê de cihê xwe digirin. Ji bêjeya “kurdî” mebesta me zimanê kurdî ye ku îro bi çar (Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî) dîyalektên xwe yên zindî çapemenîyek rengîn pêşkêşê civata kurdan dike. Bi tevî vê zindîbûna zimanê kurdî jî hê çapemeniya kurdî bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê ji hêla zimanî ve lewaz e, piranîya nûçeyan ji zimanê tirkî têne wergerandin, ev rewş jî li ser zimanê kurdî karîgerîyek neyînî pêk tîne.

Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de li ser dîroka çapemeniya kurdî û zorûzilma li ser çapemeniya kurdî rawestim. Bo ku em bi kurtî agahî di derbarê dîroka çapemenîya kurdî de bidin, pêwîstî bi gelek çavkanîyan heye. Em dikarin bibêjin ku îro êdî çavkaniyên me yên ji xebatên tezên master û diktorayê ku bi metodeke zanistî têne amadekirin, pêk tên gelek hene. Em ê sûdê ji van çavkanîyên birûmet bigirin.

Wek gelek karên kurdan ên di qada modernîteya derengmayî de, karê çapemeniya kurdî jî gelek dereng dest pê kiriye. Mînaka pêşîn a çapkirina pirtûkên kurdî em karin bibêjin ku Dîwama Mewlana Xalidê Şehrezorî ye ku di sala 1844an de li Suleymanîyê hatiye çapkirinê. Ev helbestên vê Dîwanê jî piranîya wan bi farisî ne. Bi zimanê kurdî di vê Dîwanê de helbest gelek in. Bi erebî û bi tirkîya Osmanî jî çend helbest tê de hene.

Min ji gelek kesan bihîstîye ku dibêjin di serdema Împaratoriya Osmanî de bi zimanê kurdî weşangerî serbest bûye. Ev ji bo çapemeniya kurdî ne rast e. Wek mînak di sala 1894an de berhemek bi navê “el-Hediyyetu ‘l- Hemîdiyye Fî’l-luxetî ‘l -Kurdiyye” ji alîyê Yusuf Zîyaedîn Paşayê ku wê serdemê Qaymeqamê Mûtkîya Bedlîsê bûye, ve hatîye çapkirin. Ev berhem ji du beşan pêk hatîye, kurte beşek li ser rêzimana kurdî bûye û ya dî jî ferhengokek bi kurdî erebî bûye. Bi tevî ku ev berhem bo Siltan Evdilhemîd hatîye dîyarîkirin jî dîsa jî hatiye qedexekirin û topkirin.

Di destpêka rojnamegerîya kurdî de, rojnameya Kurdistanê ku rojnameya pêşîn bi kurdî ye, di 22ê Nîsana 1898an de, li derveyê welat, li Qahîreyê, ji alîyê Mîqdad Mîdhet Bedirxan ve hatîye amadekirin û weşandin. Ev roja 22ê Nîsanê êdî li hemû cihên ku rojnaêegerên kurd lê dijîn wek roja rojnamegeriya kurdî tê pîrozkirin. Heşt roj piştî rojnameya Kurdistanê tê weşandin, Siltan Evdilhemîd, di 30ê Nîsanê de fermana qedexekirina rojnameya Kurdistanê ji hemû walîyan re dişîne, bi taybetî jî ji waliyê bajarên ku kurd lê dijîn û ji waliyê bajarên li perava Deryayaspî ku pêşîya rojnameyên bi keştîyan têne şandin bête girtin. Rêveberên Împaratorîya Osmanî bi qedexekirina rojnameya Kurdistanê jî ranewestîyane, bo ku xwedîyê rojnameya Kurdistanê Mîqdad Mîdhet Bedirxan bi zorê bînin Stenbolê û bi vî awayî weşana rojnameya Kurdistanê bidin rawestandin zilmûzora li ser malbata bedirxanîyan, bi taybet jî li ser Emîn Ali Bedirxanê ku bavê Mîr Celadet û Kamuran Bedirxan e, domandine. Ev astengiyên ku me li jorê pêşkêş kirin jî nişan didin ku ji destpêkê heta îro çapemeniya kurdî her bi qedexeyan re rûbirû maye.

Çapemeniya kurdî wek tîyê li avê bigere, her çavdêrî li asoyên ku bayê azadîyê jê rabûye kiriye. Di dewra Împaratorîya Osmanî de, bi taybetî jî piştî meşrûtîyeta duyem pêlek geş di çapemenîya kurdî de radibe, li Stenbolê û Amedê çapemeniya kurdî geş dibe. Geşedana herî xurt di salên 1913-1919an de, bi damezrandina komeleyên kurdan re rû dide. Bi tenê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê kovar û rojnameyên wek Kurdistan, Jîn, Serbestî û hwd. derxistîye. Piştî Şerê Cîhanê Yekem ku tevgera Rizgarîya kurdan têk çûye û hevalbendên Cemîyeta Îtîhad û Terakî li ser mîrateya Îîmparatorîya Osmanî Komara Tirkiyeyê damezrandine bi tevayî pêşîya çapemeniya kurdî girtine. Li ser vê rewşa giran dîsa rewşenbîran li dervayê welat hewl dane ku kovar û rojnameyan biweşînin.

Kurdên ku li Kafkasan bûne rojnameya Rêya Teze ku weşana xwe bi kêmanî be jî heta îro domandîye û li Rojavayê Kurdistanê jî bi rêberîya hin rewşenbîrên kurd ên wek Mîr Celadet û Kamûran Bedirxan, Zinar Silopî (Qedrî Cemîlpaşazade), Apê Osman (Osman Sebrî), Qedrî Can, Nûredîn Zaza û hwd. Kovara Hawarê, Ronahî û Roja Nû hatine weşandin. Ev her du alîyên kurdan jî weşanên xwe bi tîpên latînî kirine. Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rojname, kovar û pirtûkên kurdî bi tîpên aramî hatine weşandin. Di serdema Şerê Cîhanê Duyem de ku li Rojhilatê Kurdistanê Komara Kurdistanê ya Mahabadê hatibû avakirin, gelek rojname û kovar derçûbûn. Lê mixabin ev bayê azadîyê ku çapemenîya kurdî pê geş bibû jî pir nedomand. Li her çar parçeyên welatê me bi qasî 20-25 salan çapemenîya kurdî di binê zilmûzorek giran de, di nava mirin û jîyanê de çû û hat. Di salên 1960an de, li Başûrê Kurdistanê çapemenîya kurdî hinek azadî bi dest xist û gelek rojnameyên hêja hatin weşandin. Di salên 1970yan de, li Bakurê Kurdistanê gelek rojname û kovarên kurdî hatin weşandin. Di Îlona 1980yan de, carek din çapemeniya kurdî li Bakurê Kurdistanê bi zilmûzorek mezin re rû bi rû ma û dîsa wek dewrên berê ji mecbûrî berê xwe da derveyê welat. Li derveyê welat xebatên çapemenîya kurdî berdewam kirin. Ev xebat bi piranî jî li Swêdê hatine kirinê û hêjî didomin.

Di roja me ya îro de rewşa çapemenîya kurdî çawa ye? Em dikarin bi rêya panela ku bi navê “Ji Raboriyê Heta Paşerojê Çapemeniya Kurd” a di 24ê Kanûna Paşîn a 2016an de, bi boneya derçûna hejmara 100. a kovara Dengê, ji alîyê berpirsîyarên vê kovarê ve hatibû lidarxistin, li bersiva vê pirsê bigerin. Îro li Başûrê Kurdistanê, çapemeniya kurdî gihîştîye asteke payebilind. Wek ku panelîstê bi navê Ako Muhammed Gerînendeyê Giştî yê Tora Rûdawê gotiye, êdî bi dehan kanalên televîzyonên kurdan hene ku li ser satelaytê ji hemû cîhanê re nûçeyan pêşkêş dikin. Li Bakurê Kurdistanê televîzyona TRTê jî bi tevî ku bingeha qanûnî nehatibe danîn jî bi teknîkeke pêşketî weşanên bi zimanê kurdî dike. Pêşkêşvaneke vê kanalê bi navê Sidar Basut panelîst bû. Panelîstên din jî Roşan Lezgînê edîtorê rojnameya Newepel û Kovara Şewçilayê ku weşanên bi diyalekta Kirmanckî dikin, Fehim IŞIKê rojnamevan û Suleyman Çevikê edîtorê kovara Nûbiharê bûn. Li Bakurê Kurdistanê rojnamegeriya kurdî bi qasî televîzyonkariya kurdî ne pêşketî ye. Rojnameya “Azadiya Welat” a ku rojane derdikeve bi ked û zehmeteke pir mezin weşana xwe didomîne. Lê divê em em li ser hêla wê ya ku nûçeyên xwe ji rojnameyên bi tirkî digire jî rawestin. Gelek biwêjên tirkî bi awakî çewt werdigerîne kurdî. Bi tevî van kêmaniyan jî jiber ku nimûneya rojnameya rojane ye ez jê re temenek dirêj dixwazim. Piraniya rojnameyên herêmî yên bi tirkî têne weşandin jî rûpelek du rûpelên xwe bi kurdî amade dikin. Xwezî derfet hebûya meriv li beşên kurdî yên van rojnameyên herêmî xwedî derketana. Lê mixabin heta niha ev derfet bi destê me neketiye.

Wek me di serê de nivîsî bû, çapemeniya kurdî bi tenê ji rojnamegerî û televîzyonkarîya kurdî pêk nayê. Her wisa hemû weşanên wêjeyî, çandî hunerî yên bi kurdî jî digire nava xwe. Îro li her çar parçeyên welatê me hejmara pirtûkên helbest, çîrok û romanên hatine çapkirinê ji hezaran derbas bûne. Êdî serdema ku hinek nivîskarên me yên li derveyê welat çend roman dinivîsîn û digotin em afirînerên zimanê romana kurdî ne derbas bûye. Gelek kovarên teorîk derdiçin ku bi piranî naveroka wan ji teorîya wêje, huner û rexneyê pêk tên. Gelek weşanxaneyên kurdî hene ku bi saya nivîskar û akademîsyenên kurd, berhemên wêjeyî, hunerî, dîrokî, çandî û rexneyî ji zimanên biyanî têne wergerandin, çap dikin.

ENCAM
Wek me di nivîsa xwe de pêşkêş kir, pêşketin û geşedana çapemeniya kurdî rasterast bi statuya azadîya kurdan ve girêdaye. Dema ku zilmûzora li ser civaka kurdan hinek kêm dibe çapemeniya kurd jî gur û geş dibe û bi pêş dikeve. Divê kurd li çapeniya xwe xwedî derkevin. Xwedîderketin jî bi sendin û xwendina berhemên çapemeniya kurdî pêk tê.

ÇAVKANÎ
1-Teza masterê li Zanîngeha Artukluyê ya Mesûd Serfiraz a ku di nava weşanên Peywend de, di sala 2015an bi navê “Kurd, Kitêb, Çapxane-Weşanên Kitêbên Kurdî di Dewra Osmanîyan de (1844-1923)” li Stenbolê derçûye.
2- Dîsa teza masterê lê vê carê li Zanîngeha Marmarayê bi tirkî, ya Fetullah Kaya ku di nava Weşanên Hîvdayê de, di sala 2010an de bi navê “Kürt Basını” li Stenbolê derçûye.
3- Xebata Malmîsanij û Mahmûd Lewendî ya bi navê “Li Kurdistana Bakur û Li Tirkiyê Rojnamegeriya Kurdî (1908-1981)” di nava weşanên Jîna Nû de, li Uppsalaya Swêdê di sala 1989an de derçûye.
4- KURDISTAN (1898-1902), rojnameya pêşîn bi kurdî, bi tîpên erebî, Amadekar: Hemîd Bedirxan, ji Weşanên Dezgey Çap û Weşana Bedirxanîyan, di sala 2006an de li Tehranê derçûye.
5- KURDISTAN (1898-1902), rojnameya pêşîn bi kurdî, Cild: 1-2, Latînîzekirin û Amadekarin: M. Emîn BOZARSLAN, di nava Weşanên Dengê de, di sala 1992an de li Uppsalaya Swêdê derçûye.
6- Felat Dilgeş, KURDISTAN, di sala 1998an de, di nava Weşsnên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de derçû.
7- Ahmed KANÎ, Morfolojiya Kurdiya Kurmancî û Zimannasî, Berhema li ber çapê.
8- Analîza Rojnameya KURDISTANê (1898-1902), xebata teza masterê li Zanîngeha Artukluyê.
9-Malmîsanij, İlk Kürt Gazetesi KÜRDISTAN’ı Yayınlayan Abdurrahman Bedirhan 1868-1936, Weşanên Vate, Stenbol 2011
10- http://www.rojawelat.net/kurdistan/panela-bi-nav-ji-roboriy-heta-paseroj-capemeniya-kurd-h1629.html

RojnameyaKurdistan.com.

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …