Dengbêjî

Di Dengbêjîyê De “Naverok” / Elîf Gûn

Kurte

Wekî ku ji serenavê diyar e em ê di dengbêjîyê de  “naverokê” bidin nasîn. Armanca vê xebatê ev e; ku di dengbêjîyê de dengbêj di kilamên xwe de herî zêde kîjan (naverok) vegotiye û li ser sekinîye? Sedemên hilbijartina van kilaman çi ne? Her wiha em dê di destpêkê de li ser çemka “naverok” rawestin. Ji bo mijar baş were fêmkirin em ê hin agahîyan di der heqê naverokê de bidin, û li ser hin kilamên Reso û Şakiro rawestin. Di wan kilaman de herî zêde kîjan naverok ber bi çav e, em dê li sere wan rawestin û wan dahûrînin.

Peyvên Sereke: Naverok, dengbêjî, stran, erdnîgarî, tema.

Destpêk

Naverok çi ye? Naverok tê çi wateyê? Di der heqê naverokê de gelek pênase hatine çêkirin û vegotin. “Muhtewa/naverok/mane; di berhemeke wêjeyî de ji peyva pêşîn heta peyva dawîn li ser kîjan hîs û ramanê sekinîye(tema), kîjan bûyer, çavdêrî û mesele yan jî mijara ku li ser ve sekinîye û ji xwendevanan re çi vegotiye” (Kardaş, 2018: 107). “naverok, Ev peyva ku tiştan di nav xwe de dihewîne. Wateya peyvekê yan jî ramanekê.”[1] Yanî em ji peyva naverokê: hewandin an jî tê de hebûnê fêm dikin. Di kilam, helbest, berhem… û hwd. Di hundirê xwe de çi dihewîne û tê de çi heye? Dengbêjî li ser hemû mijarên civakî û ferdî tê hêvisandin. Bi giştî li ser eşq, bêrîkirin, mêrxasî, mirin, civak, dîn, gilî û gazinê û li ser demê û mijarên xwezayê jî tê behs kirine. “Tiştên ku ji naverokê bê fêmkirin mijar, şiverê, raman, bûyer, heyîn, hîs, dîmen û wate ye.” (Kardaş: 2017. r. 107). Di berheman de mijar, tema û peyamên hatibin xwestin ku bên dayîn naverokê pêk tîne. Naverok, tema û mijara berhemên hunerî pêk tînin. Kardaş, di dengbêjan de naverokê wiha tîne ziman; “Di kevneşopîya dengbêjan de temaya ku herî zêde tê bidestxistin hezkirin û eşq e. Temaya hezkirinê dibe ku bi vî awayî dabeş bibe; hezkirina Xweda û pêxemberan, hezkirina dê û bavan, hezkirina xwezayê, hezkirina cinsî ya hemberî hev, hezkirina welat. Êşa ji dûrketinê, hesreta welat, hesreta demên borî, kêmhêvîbûn, tirsa ji mirinê û ji xurbetê jî bûne mijarên sereke. Mijarên exlaqî, dînî(olî), sîyasî û aborî jî di berhemên dengbêjan de cih girtine.”[2]

Di berhemê kevneşopîya dengbêjan de mijara herî zêde tê bidestxistin hezkirin û qehremanî ye. Hezkirin, eşq, şerên di navbera eşîran de, serhildanên eşîran li hemberî otorîteyan, hezkirina welat, êşa xurbetê, hezkirina xwezayê di serê mijarên dengbêjan de cih digrin. Erdîgarî jî bandorê li ser dengbêjan û naverokê dike. Kardaş, li ser erdnîgarîyê wiha dibêje; Cihên erdnîgarî weke zozan, hemû bajarên Tirkîyê, bajarên Sûrîyê, warê eşîran, cihên pîroz jî di berheman de derbas dibin. Di berheman de kesayetên oldar, kesayetîyên mîtolojîk jî dibe ku cih bigrin. Dînê Êzîdî, Xiristîyanî, misilmanî û mezhebên misilmanan; cihên ku bi hev re lê dijîn an navên lehengên cîranan jî di berheman de pir tê bikaranîn.[3]Ji alîyê naverokê ve mijara hevpar a herdu kevneşopîyan e, yek jî mijara hezkirinê ye, hezkirin, mijareke hevpar pêk tîne. Di kevneşopîya dengbêjan de lehengên dînî (olî), di lehengên mîtolojîk de erdnîgarîyeke zêde tê bidestxistin, lê belê di kevneşopîya dengbêjîyê de ev tişt bi bajarên Tirkîyê û Sûrîyê ve sînorder e. Mijarên weke eşq, hezkirin, qehremanî, hezkirina welat, êşa xurbetê û… hwd mijarên hevpar ên her du kevneşopîyan e.[4] ji fikrên berhem an jî metnên wêjeyî ku dixwazin bidin me û ji me re vebêjin, naverok tê gotin. Ango bi gotineke din tijîkirina nava berheman e.Yanî mijar, tema, raman, hest, xeyal, bûyer, rewş, mirov, amûr û… hwd. Her tişt dema ku helbest esas bê bidestxistin ji naverokê bêtir têgeha “xwe” tê bikaranîn.

Dolek Bona hizrî û nêrîna dinyaya derve ya estetîka û hunermendî wek hêla şewqa hunermend tespît dike. Û van tespîtan dike; “Estetîka modern di dewrekî wisa de ye ku ji alîyê şiklî-navorekî de nîqaşên mezin hene. Lê belê di sedsala bîstemîn de nêrînên li ser şikl û naverokê, em bi kurtasî bidin nasîn , em diakrin li van sê komadê dabeş bikin.

  • Dema ku berhemên hunermendî behsa çi dikin, meriv li ser van gotinan behs bike, naveroka berhema derdikeve holê. Lê mijara ku hatiye behs kirin. Çawa hatiye ziman an jî çawa hatiye îfade kirin, bê pirsîn jî wê çax “şikl” derdikeve holê.
  • Naveroka berhemên hunerî, reng, xêz, şikl û… hwd. bêruhên dramatîk, ên dişibin mirovan jî di nava xwe de dihewînin, şikl jî hemû têkîliyên di navbera wesetî, sedemî, hîsinî tîne ziman. Îdiaya vê nêrînê dema ku berhemên hunerî, ên zimanî bûne mijarên sereke, bi vî awayî îfadekirin jî gengaz e; naverok, têgehan re; şikl jî di navbera wan de pergala saz dike û têkîlîyê datîne.
  • Naverok, an jî berhemnên hunerî “çi” bûna wan fikr an jî tema ye. Şikl jî di nav berhemê de pêşkêşkirina terz an (rêyan) an jî temayê ye. (Karataş. 2017. r. 215).

Dengbêj dema ku kilamên xwe vedibêjin di bin bandora gelek tiştan de dimînin. Şer, eşq, bêrîkirin, hesret, hezkirina li hemberî Xweda, netewperwerî, qehremanî û… hwd. Tenê ev nîne, aborî jî bandorê li ser dengbêjan dike. Em dikarin ji kilamên wî dengbêjî ve jîyana wan jî bibînin. Carnan jîyana xwe jî dixin kilamên xwe de.

Lawiko

Di Kilama Lawiko de keçik gazî lawekî dike. Keçik di banga xwe de hezkirin, bêrîkirin û êşa xwe li hemberî wî tîne zimên. Dema em destpêka kilamê dinêrin keçik bangî hezkirîyê xwe dike. Destpêka kilamê wisa ye:

Eman werî werî li min ax lawikoo

Lawiko lawiko lawiko oy oy lawikoo

Di kilamê de hezkirîyê xwe dişibînê berxê sibê. Keçik, lawiko wiha teswîr dike; dibe rengê pora wî sor an jî qehweyî be, paşê dişîbîne gîyayekî xwarinê. Piştre wê destê hezkirîyê xwe bigre li şêx û zîyaretan bigere ji bo daxwazîya wan qebûl bibe. Da ku êdî miradê wan biqedînin. Yanî li gor daxwaza wan bi cih bê, yan jî miradê wan bibe.

Berxê sibe ye delaliyê dilê min lawik e

Fenanî mewija kej a bêdendik e

Ez ê rabim bi destê delaliyê dilê xwe bigrim

Li ser şêxan û ziyaretan bigerînim

Belkî ji ba xwedê da ricakî miradê miradxwazan biqedînin

Bi tevayî miradê min û delaliyê dilê min hasil bikin

Di her sê ristikên dawî de dibêje lawiko,  loman nekin ji min, ez sîyeke rihê xwe di rêya wî de feda bike jî ji bo wî pir hindik e, çimkî keçik ji bo wî lawî dikare hemû tiştên xwe feda bike. Evîn û hezkirina ku ji wî lawî dide nîşandan gelekî mezin e.

Lo delalîyo gilî û gazin û loman ji min mekin

Vê sivekê ruhê xwe di rêka te da feda bikim

Ji bona min keçikê pir hindik e[5]

Quling

Quling, temsîla zozan, berî, bêwarî, xerîbî, koçkirin û xurbetê ye. Quling herdem bêwelat e. Di destpêka kilamê de jinekê bangî li Mamedo dike. Ew jina ku bangî Mamedo dike, jê hez dike. Hêlîna xwe li ser dîwanê çêkiriye. Quling hatîye hêlîna xwe li ser mala bavê keçikê danîye û li wir keçik wiha dibêje: Gulîkurê nifira li xwe dike. Hêlîna xwe li ser dîwanê çêkiriye.

Mamedo! quling rabû ji Rewanê

Daniye ser çayir û çîmenê mala bavê min gulîkurê

Hêlîna xwe çêkiriye li ser caxê vê eywanê

Paşê keçik ji quling mizgînîyekê dixwaze. Dibêje quling bila ji min re bibêje Mamedo ji xurbetê bêqeza û bela vegerîyaye. Lê ew daxwazîya jinekê ye ku ji quling dike.  Lewra quling wek mirov dihesîbîne, wisa quling li benda mizgînîyekê ku ji mirov re bîne. Paşê dibêje şevê payîzê ji wê re bibe mêvan lê xwe weke keseke kotekî malê keseke din jê distîne û ji bo xwe dibe, bi peyva keleşê tîne ziman. Lê dilê wê bi kul û bîrin bûye, sebeba wê ji ber ku dilê wê yanî Mamedo li welatê jêrîn maye, dibêje:

Ji xêra Xwedê ra mizgînxwaza mizgîniyek bida min reberê

Bigotana Mamedê te bi xêr û selametî ji xurbetê vegeriya

Bila şevê payîzê bihata biba mêvanê min keleşê, min seyranê

Welat welat welat welatê me nîne

Dilê min ê kul ê bi birîn, delaliya dilê min ma li welatê jêrîn

Mamedo! Bihar e quling ji Sêweregê

Daniye li ser mêrg û çîmenê mala bavê min gulîkurê

Hêlîna xwe çêkiriye li ser caxa vê merekê

Xwezil ji xêra Xwedê ra, mizgînxwaza mizgîn bida min

Bigota Mamedê tê bi xêr û selametî ji xurbetê vegeriya

Bila şevê payîza bihata biba mêvanê sing û berê min keleşê, çavbelekê

 welat ax welatê min nîne

Ez çi bikim sebra dilê min ma li welatê jêrîn e[6]

Wisa kilam tê dubarekirin. Keçik jî bêwelat e, quling jî bêwelat e. Keçik bêwelatbûna xwe dişibîne bêwelatbûna quling. Keçik bêwelatbûna xwe tîne ziman. Em jî bêwelatbûna quling ji hêlîna wî fêm dikin. Lê di dawîya beşên kilamê de her car keçik bêwelatbûna xwe û quling tîne ziman. Çimkî hêlîna quling herdem xerabûyîye. Di kilamê du dewr tê xuya kirin. Yekemîn bihar e ya duyemîn jî payîz e.  Em di kilamê de evîn, hezkirin, bêwelatbûn, xerîbîyê dibînin.

Heseno

Kilama şer e. Şer di navbera Mala Mahmûd Begê û Heseno de derketîye. Li ser çîyayê bi navê “Golê” de problem derketiye. Dengbêj li ser asêbûna wan ku li ser Golê vê kilamê vedibêje. Bangî Heseno dike. Golê bişewite, ji Bekir axa û Heseno re wek şîr û şekir e. Bûyerê, dengbêj wiha dibêje, sibehekê du xort û benî ye mala Mahmûd Beg li ne tê de bi hevre dişêwirin. Paşê Bekir axa bangî Heseno dike, ti caran dev ji Golê ber nade. Bernedana xwe wiha tîne ziman, dibe heya fermana min ji Enqerê, Şam, Diyarbekir û Helebê heya ranebe.

Heseno lo lawo şewitiya Golê bişewite

Ji dilê min û te ra şirîn e hey fenanî şekir

Sibe bû mi dî xort û bendê di Mala Mahmûd Begê

Li derê dîwanê, hê yê mişêwre kir

Bekirê axê bi sê denga ba dikirî go Heseno lo lawo

Ez tu cara terka şewitî Golê nadim

Heyanî fermana mi ranebe ji Şam û Heleb ji Enqerê ê hêyê

ji Diyarbekir

Paşê bi dengkirinê rewşa xwe dibêje. Bi hin peyvan rewşa xwe tîne ziman. Dibêje ax ez delîl im, tişta ku rastîya tiştekî misoger dike. Sefîl û firar e.

Ax delîl im yadê,

Sefîl im yabo, ez firar im ax

Ahîî

Dîsa bi bangkirinê berdewam dike. Bekir axa jî rewşa xwe vedibêje, dilê ter, şîrîn û xweş seyran e. Careke din dibêje ku terka Golê nakê, bi sond dayînê ve tîne zimên. Terknekirina xwe wiha nîşanî me dike,  heya mêran nekujin, laşê wan nabe qesebxane.

Heseno lo lawo şewitiya Golê bişewite

Ji dilê min û ter a şirîn e hay xweş seyran e

Sibe bû mi dî xort û bendê di Mala Mahmûd Begê

Li derê dîwanê, hê yê li hev civiyane

Min dî Bekirê Axê bi sê denga ba dikirî go Heseno lo lawo

Min son xwarî tu cara terka şewitî Golê nadim

Heya mêra nekujim, cendeka nexim hê yê qesabxanê

Ax delîl im yadê,

Sefîl im yabo, ez firar im ax[7]

Kilama Lo Mîro

Kilam li ser Keremê Qolaxasî û Evdal hatîye gotin. Bûyereke civakî û şerî ye. Kilamek sîyasî û dîrokî ye. Kesên ku tê de derbas dibin; Keremê Qolaxasî, Evdal, Eyûbê kurmxwarî, Ferzende, Besra, Ehmê Keko.

Keremê Qolaxasî: Di serhildana 1925an de fermanderekî şervanên Şêx Seîd e. Di dema ku derbasî Îranê dibin, dewleta Îranê daxwaz dike ku çekên xwe deynin, lê Kerem û hevalên xwe çekên xwe danayînin.  Leşkerên Îranîyan çekên xwe gir alî wan didin û gelek kes tên kuştin ku Kerem jî yek ji wan e.[8]

Evdal: Evdal kurapê Kerem e. Ew jî li Îranê bi Kerem re şehîd dikeve.[9]

Ferzende; Ji çar lehengên Serhildana Agirîyê ye. Beşdarî Şoreşa Şêx Saîd dibe. Dema hereket têk diçe, Ferzende diçe ser sînorê Îranê. Ji  sînor derbas dibin û fermandarên leşkerî yên Îranê dixwazin ku hemû Kurd çekên xwe deynin û teslîm bibin. Ferzende birîndar dibe.[10] Dema ku em li bendên jêr dinhêrin, bangî mîr dike. Mîr Keremê Begê Qolaxasî ye. Ji ber ku îslam tune ye gilî û gazina xwe li hemberî tunebûnê tîne ziman. Ji tunebûna îslamê hatine kuştin. Hger Îslam li îranê hebûya gelek mirov nedihatin kuştin. Wek Kerem û Evdal. Neheqî heye, heger îslam hebûya ewqas mirov nedihatin kuştin. Piştmêrî qest ev e heger welatekî Kurdan hebûya qey Îran dikarîbû ewqas Kurd bikuştana. Ji bêwelatûyînê zilm û zordarî li gelê Kurd dibe.

Lo mîro! Lo mîro! Lo mîro! Ax lo mîro lo ho,

Ax lo mîro! Lo mîro! Lo mîro! Ax lo mîro lo ho,

Ez nemînim ji maqûliya berxê mala bavê xwe gulîbirê

Hew li dunyayê çi bikim îslamî tunîne

Lo mîro sibe ye min di Evdal ba kir

            Kerem, Kerem dengê xwe nekir

            Evdal ba dikir Kerem, Kerem dengê xwe nekir

Ev du berxê mala Evdilla Mistefa Begê rûniştin gaza biniyayê

Herduya bi hev re mişêwere kir

Ya pepûk ez im ya ku îsal hatiye serê berxê mala bavê min mehrûmê

Li bendên jêr Eyûb pêxember bi bîr tîne. Dibêje tiştên ku hatine serê Kerem û Evdal wek Eyûb pêxember in. Eyûb pêxember di jîyana xwe de gelek dijwarî dîtibû. Ew dijwarî ya ku Eyûb pêxember kişandîye Kerem û Evdal jî kişandine. Dengbêj xwestîye ku li ser dijwarîya ku Eyûb pêxember kêşandîye dijwariya Kerem û Evdal jî bibêje:

Li dinyayê bila nê serê Eyûbê kurmaxwarî

Kurma goştê canê wî tarûmar kir gidîno

Heyfa min nayê li kuştina Evdal û Kerem bi hêsîrî li hewşa Emîr Tûman

Heyfa min tê li wê heyfê, çilê zivistanê, ecêba giran min bi çavê

serê xwe dî, gidîno

Min dî Ferzende, Besra çû derê birê Ehmê Keko xweyî nekir

Li vir dîsa dubare dike. Bangî li mîro dike, paşê gilî û gazînê xwe dibêje:

De lo mîro, lo mîro, lo mîro lo, lo mîro lo

Ax lo mîro lo, lo mîro lo, lo mîro lo, lo mîro

Ez nemînimji maqûliya berxê mala bavê xwe, pepûkê

Hew gidîno ez çi bikim li dinyayê piştmêrî tunîne.

Lo mîro sibe ye bi Qisqaniyê diketim di ber de çem e

Xwedê xerab bike şewitiya Qisqaniyê bişewite di ber da çem e.

Min dî Keremê bejnzirav, Evdalê pozberan fena cara qasê xwe

daye cem e

Min nizanibû eza pepûkê axa berxê mala bavê min mehrûmê

bikşîne Îrana şewitî torpaxa Şahê ecem e.

Heyfa min nayê li kuştina Evdal û Kerem li hewşa Emîr Tûman

da bi hêsîrî gidîno

Şahde şihûdê berxê Mala Eshed bavê Elfesiya li dinyayê gelek

hebûn

Bîst mêr kuştine maqûlo, dîsa gava xwe dirêj kiriye, sond xwariye

Ranabe ji ser cenazê Evdal û Kerem e.

Kerem û Evdal kesên maqûl in. Dengbêj li ser maqûlîya wan dixwaze gilî û gazinên xwe bîne ziman. Gilî û gazinên wî ev in ku îslam tune ye.

Lo mîro lo mîro lo mîro, lo mîro ho

Ax lo mîro lo mîro lo mîro lo mîro lo mîro

Hew maqûlo ez nemînim ji maqûliya te ra çi bikim li dinyayê îslamî tunî ne.[11]

Rizgo

Ev kilam ji alîyê naveroka xwe ve gelekî dewlemend e. Gelek tiştan di hundirê xwe de dihewîne. Di klamê de em rastî dîlan û şînê tên. Her wiha di kilamê de şaristanîya civakî jî heye. Yanî, nirxên welatekî yan jî neteweyekê di hundirê xwe de dihewîne. Di kilamê de netew, nirx, dil û şîn heye. Porkurbûn û teyrê Tawûs di Êzîdîyatiyê de tê xuya kirin. Keçikek dema ku hezkirîyê wê dimire ji bo hezkirîyê xwe pora xwe jê dike. Di ristên jêrîn de Rizgo berxê birayê xwe ye, em vê çawa fêm dikin? Bi şayesandina wî em fêm dikin; dema bêhna ba nehatiye û hê jî berf spî ye. Bang dike, li wan berf barîye lê taybetîya berfê tîne ziman, berf spî ye. Ji bo ku gilî, gazin û nifirên xwe bîne zimên gazî Rizgo dike. Malxirabo tê vê sibehê sêr bike, sehr bike. Tivinga ku di destê Rizgo de weke pûrta teyrê Tawûs e, di destan de çirav e.

Rizgan berxê bira li me nehata bîna bayê sî têye hê berfa sîs e

Rizgo berxê li me barî berfa sîs e

Tu sêr bike vê sibengê malxirabo

Tivinga destê Rizgo fenanî pûrta teyrê Tawûs e

desta da ditaîse

Di çanda kurdan de porkurkirin tê wateya mirinê, şîn û êşê. Jinek, dayîkek, keçikek ji bo ku êş û şîna xwe nîşanî civakê yan jî kesê ku jê hez dike, bide pora xwe kur dike, ev kes dibe ku kur be, bav be yan jî hezkirî be, pora xwe jê dikin û dîyarî wan dikin. Di kilamê de behsa jineke wisa tê kirin, dema ku hîsên xwe tîne zimên gulîbira jinike porkur e. Dibêje rabe bi destê min bigire birevîne. Jinik jê daxwazî dike bila wê bavêje axakî ku bi bext e. Mixara xirabê ye, bê bînî û ne li ser hişê xwe ye. Paşê birayê rabûye û nerabûye, heftsalîya xwe de ye. Ev sibengê bi nifirekê malxirabo, ocaxkoro tîne ziman, dibêje ku tivinga di destan de wek pûrta teyrê Tawûs e. Keçikê birevîne lê dema ku keç hate revandin bibe bal axayekî bibext.

Tu rabe bi destê mi gulîbira Xwedê bigre birevîne

Bavê ber bextê axakî bi bext

Mi navê mixara xirave mixara bê bînî mixarekî bê ayik e

Qoçanê birayê mi rabûye ranebûye heftsalîya xwe da

sekman e

Vê sibengê malxirabno tivinga desta da fenanî

pûrta teyrê Tawûs ditaîse

Wê xwe biavêje ber birayê Qoço, wê bibêje ez gotina te dikim, li bedena Rizgo nexe. Kurapê wî ye, heyfê ku ew li Rizgo bixe, ew mêranî ye. Wê saca xwe di rêya xwe deyne, dest mede Rizgo, derba li wê gulîrabîrayê bixe. Daxwazî ji birayê xwe dike. Dibe di nav heval û hogirên wan de li wê bixe ji bo Qoço we bibe binav bişeref binamûs. Wisa di ristikên din de berdewam dibe. Jinik ji Rizgo hez dike, dixwaze Rizgo wê birevîne. Em wiha fêm dikin ku Rizgo kurapê wê ye. Birayê wê naxwaze ku ew bigihêjin hev. Paşê birayê xwe teswîr dike di heftsalîya xwe de ye rabûye û ranebûye sekman e. Yanî dijwar e bi quwet e. Wiha jinik şîna xwe û hîsê ji bo Rizgo dibêje:

Ez ê xwe bedrim pêşiya Qoço bibêm Qoçiyo

Ez ê bi te kim tu yê bi Xwedê kî derbetê

li bedena Rizgo mexîne

Rizgo lawê apê te ye peyakî heyf e darê pişta te ye

Mi teniya sacê di riya xwe daye

Bi destê zorê li ruwê Rizgo aniye

Derbekê li bedena mi gulîbira Xwedê bixîne

Di nav heval û hogira de ji te ra hem nav e hem şeref e

hem namûs e

Wayê Rizgo hey wayê lê Qoçan birawo

Ahî

Li vir dîsa berf  li wan barîya ye. Taybetmendîya berfê tîne ziman. hê berf nerm e. Wisa dîsa di beytên jêr de dubare dike.

Rizgan berxê li me barî berfa nerm e ê hê yê berfa nerm e

Rizgan berxê li me barî berfa nerm e

Tu sêr bike li vî erdî bi ser me de da girtî çerm e

Destê mi gulîbira Xwedê bigre birevîne

bavê ber bextê axakîbi bext

Mi navê mixara xerave

Mixara bê bînî mixarekî bê ayik e

Qoçanê birayê mi rabûye ranebûye

Heftsaliya xwe de sekman e

Şopê digerîne îzê tîne ser me

Tu sêr bike malxirabo ocaxkoro

Ez ê xwe berdim pêşiya Qoço

Ezê bêjim Qoçiyo ezê bi te kim tu bi Xwedê kî

Derbekê li bedena Rizgo nexîne

Rizgo lawê apê te ye peyakî heyf e darê pişta te ye

Mi teniya sacê di ruwê xwe daye

Bi destê zorê ruwe rizgo aniye

Derbekê li bedena mi gulîbira Xwedê bixîne

 Di nav heval hogira da ji te re

Hem nav e hem nav e hem namûs e kuro şerm e

Wê Rizgo hey wayê

Lê Qoçan birawo

Ehîî[12]

Dêrsim e Xweş Dêrsim e

Ev kilam, ji bo xwezaya Dêrsîmê hatîye vegotin. Dengbêj, gazîyekê dike, wextê ku hest bi xweşîyekê bike. Heza xwe li hemberî xwezayê dibêje. Xwezayê ji hin alîyan ve wisa rave dike.  Bajarê Dêrsim xweş e, ava çemê li gelîya, gol li alîyekî ve ser wî de tê.  Dengê avê tîne ziman. Av bi gimgim û zimezime, diherike.

Wey lo lo, wey lo lo, wey lo lo,wey lo lo,wey lo lo, wey lo,

Wey lo dilo, marimo, ne min go ezê çûmê Dêrsimê, xweş Dêrsim e,

Ax de avên çema kanîka, li geliya, li gola li ser min da têne

Gimegim e, zimezim e, wey dil, weydil…

Di vir de dengbêj ji bo hin kesan bang dike. Gundîno û malîno, di mala wî de du dengbêj rûniştîne. Tembûra wan teswîr dike, bi zivîn û zêrîn e. Dengbêj dibêje ji bo kula dilê min lêxin, şêwîş; yanî kesê ku ji ber bêxemî yan jî ji serxweşîyê nikare li ser lingan raweste, dibêje ew kes di mal de nîne.

Gundî, malîno, minê mala xwe didayê du sazbende rûnîştîne,

Sîmeke sazê wana zivîn e, yek zêrîn e,

Şêwîşê biskê çê di mal da nîne, ji kula dilê min re lê dixin

Ringering e, dingeding e, wey dil, wey dil…[13]

Gula di Zinêr de

Di vê kilamê de li ser quling, siruşt, xerîbî, hezkirin, mirin, dilşabûn û gilî û gazinên hemberî feleke diaxive. Bawerîya ku li hemberî Xweda şikestî heye. Dengbêj ji gulê re dibêje ez reben im li dinyayê digerim. Ez gul im, lê guleke ku di zinêr de ye. Ev gul gihîştina wê dijwar e û meriv nikare bigihêjiyê. Her kes gulên xwe çirpandine tenê ya wî ma ye. Ji hezkirîyê dûr ketiye, ji hev dûr in. Gula wî ma ye li çîyayekî bilind û stûyê xwe xwar kirîye li ber sosinan. Li benda xwedîya xwe ye.  Di navbera gulê û hezkirîyê wê de sondek heye. Dibê felek mala te wêran be, sond xwarîye ku dev jê bernade.  Tenê derdê wê tenêtî ye. Ji xwe ewle ye kes niakre bigihêjiyê û zererê bidiyê. Gulê xemgîn e, çimkî ji hezkiriyê xwe dûr e. Paşê dibe qebra sar û germ. Heta Xweda rihê wî jê bistîne terka gulê nake.

Lê lê gulê rebenê li dinyayê geriyam

Ez gul im, gula di zinêr da

Hey wayê.. hê..hê hê..hê..lê lê hayê hayê

Ez gul im di gula di zinêr da

Payîze xelkê gulên xwe çirpandin

Gula min maye li qeyayê, ma li çiyayê bilind

Stûyê xwe xwar kiriye di ser sosinê ra şax û mêl daye

Felek mala te mîrat be, min sond xwariye

Ez terka çelengsiwarê xwe nakim

Heyanî bi destê min bigrin, gidîno min daxin qebra germ û sar da

Heta nê ser min melekê mewtê, qasidê Şahê Merda

Di vir de gilî û gazinên xwe li hemberî felekê tîne ziman. Mala felekê wêran be, hê ciwan bû, li dinyayê hişt ku kêfxweş be, lê di kalbûna wî de êş û elem daye wî. Dilşabûna felekê xapandineke. Belê felekê ew şa kir, lê niha ew li cem hevalên wî feqîr û belengaz hiştiye.

Felek mala te mîrat be, emrê min 13 û 14 bû

Te dilê min li dinyayê gelek şa kir,

Di dawiya emrê min de ev çi êş û elem bû

Te li canê min peyda kiriye, ji par û pêrar de

Hey wayê hê.. bêje hey wayê hey wayê..

Lê lê rebenê ez a li dinyayê gelo gul im, guleka ter û tazî,

payîze xelkê gulên xwe çirpandin

Gula min maye li qeyayê, ma li çiyayê bilind,

Maye li ber sirê seqemê, hey Rebiyo, rût û tazî

Felek mala te mîrat be emrê min 13 û 14 bû

Te dilê min li dinyayê şa kir

 Ev a çi êş û elem bû payîze te li canê min peyda kiriye

Ez ji hevalê xwe mame sitûxwar û feqîr ewqas bi belengazî

Hey wayê hê hê hê hê..Bê de hey wayê hey wayê…

Hawara xwe ji Rebbê xwe re vedibêje. Bawerîya wî li hemberî Xweda şikêstî ye. Ya renkor bûye her du çavên wî kor bûne. Paşê dibêje ez qûl yanî xulamê te me, ne jî ez ebdê te me.

Rebiyo ez li dinyayê gul im gula ber qefayê

Ez a korê her du çavê min rijiyayê

Rengê çelengsiwarê min xerab bûye ji bihar da

Ez nizanim ji sirê ye ji seqemê

Sê payê wî ji sermayê

Felek bila ji îxbala min ra, mala te mîrat be, te kona li ser kona dayê

Emrê min 13 û 14 bû te dilê min gelek şa kir

Ev a çi êş û elem bû, payîze te li canê min peyda kiriye

Axira emrê min e, te ez dîn û har kirim berdame dinyayê

Hey wayê hê hê… hê hê…lê lê hey wayê hey wayê

Îro li dinyayê ne ez gune me

Xaliq, Li dinyayê ne ez gune me

Ya Reb tu îmdat bikî ne ez jî qûl û ez jî ebdê te me.[14]

Encam

Armanca vê lêkolînê, dîyarkirina naverokên ku dengbêj di kilamên xwe de bikartînin, Yan jî herî zêde kîjan naverok hatiye vegotin. Di kilaman de herî zêde mijara eşq û şer hatiye vegotin. Her tişt dibe naverok, yan jî dengbêj her tişt xistine naveroka kilamên xwe de. Ev tişta ku me vegot li ser hunera dengbêjî û erdnîgarîya ku dengbêj li ser dijî têkildar in. Derûnîya dengbêj jî bandorê li ser kilaman dike. Dengbêj di kilamên xwe de carnan peyamekê dide, yan jî bûyera ku vegotîye xwestîye ku bîne ber çavên me. Eşqa xwe carnan ji jinekê re carnan ji xwezayê re carnan ji bo welat vegotîye. Di kilaman de pêwendîyên çandî, civakî, erdnîgarî, derûnî û mirovî hene. Ev pêwendiyên di navbera wan de, di warê dengbêjiyê de, li ser dengbêj bandorê dike. Dengbêj ji bo kilamên xwe jî ji wan tiştan sûd digire.

Çavkanî

Beğik, Mahmut. (2018).Reso Şahê Dengbêjan, Nûbihar, İstanbul: Nûbihar Yayınları.

Karataş, Turan.(2007). Ansiklopedik Edebiyat Terimleri Sözlüğü. Ankara: Akçağ Yayınları.

Kardaş, Canser. ( 2017).Aşığın Sazı Dengbêjin Sözü, Ankara: Eğiten Kitap Yayınları.

muhteva.nedir.org/

Yıldız, Ayhan ve Taşkın, Hanifi.(2018). Şakiro Kewê Ribat. İstanbul: Nûbihar Yayınları.

[1]muhteva.nedir.org/

[2] Kardaş, Canser. Aşığın Sazı Dengbêjin Sözü, Eğiten kitap, Ankara, r. 204.

[3] Kardaş, h.b,  204.

[4] Kardaş, h.b,  204.

[5] Yıldız, Ayhan & Taşkın Hanifi, Şakiro Kewê Rifat, r. 98.

[6] Beğik, Mahmud, Reso Şahê Dengbêjan, Nûbihar Yayınları, İstanbul, 2018, r. 168.

[7] Yıldız, Ayhan & Taşkın, Hanif. Şakiro Kewê Rifat, Nûbihar Yaayınları, 2018, İstanbul, r. 275.

[8] Beğik, Mahmud, Reso Şahê Dengbêjan, Nûbihar Yayınları, İstanbul, 2018, r. 84.

[9]  Beğik, r. 84.

[10] Beğik, r. 85.

[11] Beğik, Mahmud, Reso Şahê Dengbêjan, Nûbihar Yayınları, İstanbul, 2018, r. 155.

[12] Yıldız, Ayhan & Taşkın, Hanifi. r. 269.

[13] Beğik, r. 182.

[14] Beğik, r. 166-167.

Kovara Şermola.

Lê Binêre

BEDİRHAN BEY İSYANI

HER YÖNÜYLE BEDİRHAN BEY İSYANI

Cabir DOĞAN/ BEDİRHAN BEY İSYANI Tanzimat’ın Diyarbakır ve Çevresinde Uygulanmasına Karşı Bir Tepki Hareketi ÖZET …