Dr. Nûreddîn Zaza

Dr. Nûreddîn Zaza, Nerînek Rexnesazî / Xalis Misewer

Mafê vî gernas û lehengê Kurdperwer, li herkesê kurd heye ku jiyana wî nemaze ya netewyî ku bi kurtayî be jî, ji miletê wî yê kurd re bidin xuyakirin, ta ku em karibin hinekî ji wê helwêsta jiyana wî ya tiracîdîk, û tekoşîna wî ya ku di ber miletê xwe yê Kurd de buhurandiye, bidin xuyakirin û ronî bikin.

Nûreddîn Zaza, ev mirovê welatparêz siyasetmedarê bi nav û deng, zanyar û şareza, di sala 1919 an de, li bajarê (Madenê) li bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, ango hatiye vê dunyaya kurdan ya bi azar, êş, dilzar û xirecir..!. Piştî şoreşa agirî ku bi serokatiya Ihsan Nûrî Paşa vêketiye, bi birayê xwe yê mezin D.Ehmed Nafiz re, daketiye bajarê Helebê yê Sûryê, piştî çendakî ji wir berê xwe daye Şama şerîf, û birayê wî D.Nafiz vegeriyaye nav kurdên Cizîra Sûryê, û li gundê /Indîwerê/ li herêma Dêrka Hemko rûniştiye. pişt re diçe li bajarê Qamişlo rûdine, li wir bijîjkxanekê vedike, û mîna bijîjkekî pir navdar li nav miletê xwe, hem bi bijîjkiya xwey xurt û hem jî bi welatparêzya xw ya bi rûmet û navdar dibe, û textorya xwe bi xurtayî dixe xizmeta miletê xw yê Kurd de, êş û derdên wî derman dike, ango digel xebata xw ya siyasî de jî, gelek alîkariya tendirustî bi gelê kurd re li bajarê Qamişlo û derdorên wê jî kiriye. Yek ji kesên li ser destê wî ji nexweşîyeke xedar rihet bûye, ew jî Bavê min bû, herdem qal û behsa vî textorê jêhatî, welatparêz, hêja û zîrek bi qencî û başî tanî ziman.

Em ê li vir vegerin ser helbestvanê xwe D.Nûredeîn Zaza, ku piştî çûna Şamê bû ye beşdarê damezrandina komeleya (Hêvî), di sala 1938 an de, hin ji jiyana xwe li bajarê Qamişlo buhurandiye, û di sala 1944 an de, berê xwe daye başûrê Kurdistanê, ku xwe bigihîne serekê şoreşa kurdî yê navdar, Mele Mistefayê Barzanî. Lê li wir ji aliyê hukûmeta Iraqê ve hate girtin, pişt re, ango di sala 1945’an de derbasî Beyrûdê paytexta Libnanê dibe, li wir  di fakulteya zanistên konevanî (El- Ilûm – Elsiyasiye) ya Ferensî de xwendiye, û dibistanek bi zimanê kurdî vekiriye, lê pir berdewam nekiriye û dibistana wî hatiye girtin.

Di sala 1947′ an de berê xwe daye Ewrupayê û bûye (Derketî) ango helbesta xw ya bi vî navî li ser jiyana xwe ya bi felaket nivîsandiye, li bajarê Lozanê li Siwêsrayê bi cî bû ye.

Li bajêr bi çend hevalên xwe re kovareke bi navê (dengê kurdistan) derxistiye, ew jî bi sê zimanan, bi Kurdî, Inglîzî û bi Ferensî jî dihate weşandin. Li Lozanê asta doktora di fakulteya zanstên siyasî de qezenc kiriye. Ji wir çareke din vedigere Sûryê, bi serokatiya wî û bi çend hevalên xw yê kurd re, di sala 1957′ an de, konfransa damezirandina partiya (Elhizbiddîmoqratî – ElKurdî fî Sûrya) li darxistine, û bûye yek ji damezrînerên vê partiya dîrokî. Dîsanê li Sûryê di sala 1960′ î de, bi çend hevalên xwe re hatibû girtin, 18 meh zindan lê hatin birîn, mehên hebsa xwe di girtîgeha Mezê de li Şamê qedandine. Piştî şoreşa (Partiya Be-is) D.Nûreddîn careke din berê xwe daye Beyrûtê, lê ji ber çalakiyên wî yên siyasî, hukûmeta Libnanê di riya Urdunê re ew radestî hukûmeta Sûryê kiriye, û dîsanê 7 meh hukum lê hatin birîn.

Di sala 1970 yî de, Nûredîn drbasî Bakurê Kurdistanê bû ku here nik birayê xwe Reşo, lê hukûmeta Turkiyê cinsiyet nedayê, ji wir careke din berê xwe daye Dewleta Siwêsra, di dibistaneke wê de bûye mamosteyê zimanê Firensî, bi jinek Siwêsrî rojnemevan bi navê (Gilbert Faver) re zewicye, ji vê zewacê kurek bi navê (Şengo Valirî) jê re çêbûye û di şeva 7/10/1988 an de, di nexweşxaneyeke Siwêsrî de, vî gernasê kurd serê xwe danî, piştî ku jiyana xw ya tekoşer bi tîpên ji ronahya rokê  nivîsiye, li xerîbyê dibin xaka goristana bajarê Lozanê de laşê wî yê paqij hate veşartin û feleka dijwar pelên dîrokeke tiracîdîk bi kul û hesret tewandin. Li vir em bi devekî tije û dilekî germ dibêjin: Ey xweşmêrê Kurd.!. Ji niha û ta roja qiyametê, bila hezar dilopên dilovanyê, bi ser giyanê te yê paqij û canfîda de bêne xwar.

Piştî vê kurtenasîna jiyana vî zanyar, siyasetmedar û helbestvanê Kurd D.Nûreddîn Zaza, em ê vegerin li ser helbesta wî ya netewî hinekî biaxivin û bidin ber rexne û şîrovekirinê, ango lêkolînek binyatî enelayzî û rexnesazî, ji van helbestan re li gorî karîbûna xwe lidarxin. Di vê sirûda xw ya bi navê: (Şerê azadiyê) de, Dektorê me yê helbestvan wiha dibêje:

Xwîn xwarên axir zeman

Sêwlekên Trûman

Seîd, Qasim, û Basî

Tev li zanînê asî

Guh nadin

Tarîx, dîrok û destan

Guhartinên van salan

Şiyarî, û yekîtî û jêhatîbûna Kurdan

Ji navnîşana şerê azadiyê tê xuyakirin, ku helbestvanê hêja li vir dide nasîn, ku Kurdistan bê şer û tivingê azad û serbixwe nabe. Ev têkista helbestî jî, bi şêwaza (discurs) hatiye rêzkirin. Û peyvên wê ji çirûskvedana şewata giyan û dengê ahîn û nalînên  ne yên – Nûreddîn Zaza bitenê jî, lê yên miletê kurd tevan – di xwe de bi keser û hesret dicivîne. Helbestvan bi wilo tenê qayil nabe, êrîşeke dijwar dibe ser dagerkerên kurdistanê û alîgir û nokerên wan jî, ku van dagekeran mîna xwîn xwarên axir zeman dipesinîne û tewanbar dike.

Rêza helbestî /xwîn xwarên axir zeman/ du wêneyan di naveroka xwe de dicivîne.

– Mirovê xwîn mij, ango wêneyeke hovîtî mîna dirakola ji dagerkerên welêt re diafirîne, û ji bilî kuştina miletê kurd jî, ev dagirker xêr û xêratên wî jî dimijin û talan dikin.

– wêneyê din di peyva /axir zeman/ de dicive, ku ew jî wêneyek paşverû û bêpargêl dide dagerkeran, ango helbestvan dibêje: Heçî ev dagerker û destlatdarên Kurdistanê ne, ew li derveyî warê mirovatiyê ne, xwînmij û hefnikîn e. Lê peyva herî bi wate ku li vir cihê xwe baş girtiye, peyva/sêwlek/ e, ku helwest û rewşa zarokeke beradayî û kurtêlxur ji van dagirker û xwîn mijan re dide nasîn,  mîna navê /Seîd/ ku ew jî Nûrî-Eseîd e, ku demekê serokê wezareta Iraqê bû, pişt re Ebdilkerîm Qasim di sala 1958 an de, bibû serokê Komara Iraqê, û /Baes/ jî ew partiya ku piştî Qasim li Iraqê bûye destlatdar. Evna hemû helbestvan wan mîna noker û sêwlekên serokê Emerîka (Trûman) dibîne, û bi alîkarya Emerîka û Inglîzan kurdistan bi hovîtî xistine bin destê xwe. Û bi peyva – guhnadin- berê vê têkista helbestî guhertye, du wêneyên hemberhev têde têne xuyakirin

– Yek jê /sêwlektiya nokeran/

– Yê din /pêşketina kurdan e/ ango helbestvan dibêje: Ku ev navên min gotine ew sêwelek û kurtêlxurên xelkê ne, heçî sêwlekin tucaran pêşketin û mafê miletê kurd bi vê sêwelektiya xwe nabînin. Mixabin ev miletê jîr ku ji xewa nezaniyê nû şiyar bûye, ew ê ku ji berê de xwedî nasyar, dîrok, kultûr, kelepûr, û folkloreke wiha zengîn in, hayê kesekî ji jiyana wî nîne. Û ev kole û noker û sêwlekên (Trûman), in), dirakolên xwîn mij, mafê vî miletî herdem bi bêbextan re binpêkirine û bi xwîneke sar perçiqndine.

Dîsanê Doktor Nûredîn Zaza, di vê sirûda xwe de, dide pey û wiha dibêje:

Bi mîsaq, bi peyman

Bi kirîna nokeran

Bi nermî, gih bi sûtî

Bi kuştin û bi zindan

Bi hile û hiner

Çil sal timam, ser bi ser

Dilxweş kirin Ingilîz

Nefta meya wek dengîz

…………….

Dan wan kesên bêsincî

Em bi xwe xistin bin dest

Reben, pêxwas û birçî

Livir jî Dektor dîsanê, bi vê tabloya xwe ya helbestî lebat, çalakî û dijberiyeke dirêj di navbera du mihrîcanên wêneyên tiracîdîk de, ku berevajî hevdûne dixemilîne.

1- wêneyên pir negetîv û bêmirês, ji zordarî û stemkariya ku Ingilîz û nokerên wan li ser kurda pêktînin diafirîne, ew jî di van gotinan de têne xuyakirin, mîna – nokeran – sûtî – kuştin – zindan – hîle – hiner – bêsincî.

2- wêneyên xezanî û belangazya miletê kurd, bi van gotinan diyar dike, mîna – bindestî – reben – pêxwas – birçî.

Wiha bijîjkê me, şêwe û wêneyên lêkdayî pir bi wate û di cihê xwe de ji helwesta van dagerker, xapînok û tepreşên Inglîzan re, ku Kurdistan dagerkirine û bi xwîneke sar dane destê xelkê diafirîne. Ev Inglîzên ku ji sedê salan de bûne xwedî ezmûn û tecrîbêyên tepreşî, ku ezmûnên xwe hemyan li ser kurdan pêkanîne. Ji ber ku herkes dizane, navdarya inglîzan di vî warî de çiqasî dijwar û xedar e. Van inglîzan bi hemû hawayan dijîtiya kurda bi dijwarî kirine, mîna helbestvan dibêje: Geh bi nermayî û geh bi kuştin û geh jî bi peyman û mîsaq kurd xapandine û petrola wan li xwe, kole û nokerên xwe parkirine, ku kurd ji dûv wan bêpar, birçî, reben û pêxwas mane.

Ev tabloya ku bi zelalî rûreşya siyaseta Inglîzan, ku li hemberî kurdan pêkanîne, bi van wêneyên xw yên fotografî û zelal, ji xwînerên xwe re dide xuyakirin, weha helbestvan bi awakî zanistî dîroka bindestiya kurdan derdixe holê, û bi rêbazî ji pêşgotinê ta bi dawiya wê ve diçe, ji ber wilo helbesta xwe bi şêweya helbesteke mîna narative yan vebêjiyeke dîrokî û riyalîzm rêz dike, ji ber wilo sirûd yan xweşxaneya me hinekî bê xeyaleke helbestî maye.

Lê careke din em dibêjin: Ku li ser daxwaza (Ferîde Xanim), hevjîna egîtê kurd yê bi nav û deng Dr.N.Dêrsimî, çend rêzên helbestvanê me Dr.N.Zaza, li ser kêla ber serê Dêrsimî ku di goristana (Kefer Cennê) de, li hindama Helebê de hatiye veşartin hatine neqişandin. Û rêz jî evin.

Li ser vê rêya dijwar

Min jî kire pir hewar

Da ji bo we jî rojekê

Dinya bibe gulbehar

Ev kurte rêzên helbestî, bi dilsojî û bi ritim, mozîk û kêş, pir xweş û bi hest hatine rêzkirin, ew jî di peyvên – dijwar – hewar – gulbehar- de têne diyarkirin. Careke din tê xuyakirin ku helbestvanê me bi xwe jî, di nav agirê azadiyê de hatiye sûtin û armanca xwe û ya xwediyê gorê çaxa li dinê bû mîna hev dibîne, û weke mirovekî têkoşer û bi bawerî dibîne, ku wê rojekê ji rojan kurdistan azad bibe, û bi rengekî dilsojî nîşan dide, ku kurdperwerê vê gorê D.Nûrî Dêrsimî û hevalên wî yên hê li jiyanê dijîn û sax in mîna wî qehreman û şoreşgêrên welêt in, bi canfîdayî dane ser şopa serxwebûn û azadiya welêt. Lê ev canfîda bûna wan û ya xwediyê gorê jî, herdem ji bo miletê kurd de, li ser zimanê xwe û xwedyê gorê gazî miletê kurd dike, ku zanibe ev dijwariya milet tê ve derbas dibe, wê bêguman pişt re çira azadiyê li şeva kurdistanê ya reş û tarî vêkeve, wê cîhan bibe warê newroz û biharan, û xaka kurdistanê wê bi gul û çîçekan bê xwemilandin. wê cilên bindestiyê bi timametî bêne çirandin.

Derketî

Derketî li herderê bi tenê ye! Ev dar spehîn e, ev kulîlk xweşik in:

Lê ev ne dar û kulîlkên, welatê min in: Tu tiştî nabêjin min.

Derketî li herderê bi tenê ye! Ev çem bi dilekî şikestî li deştê

Diherikê: Lê xwirina wî ne wek çemê me ye, ku min di zaroktiya xwe de dibihîst, ev tu tiştî nayinê bîra min.

Derketî li herderê bi tenê ye! Ev stran şêrîn in, lê ahengên wan ên geş û zîz ne wek yên welatê min in.

Peyva /derketî/ jî peyveke bi azar, êş û dijwar hatiye bicihkirin, navnîşaneke pir di cihê xwe de hatiye, bi vê peyvê helbestvan dide xuyakirin, ku herdem li welatê xerîbyê xwe bi tenê,bi kul, êş û keser dibîne, bi dilzarî xwe bera nava dîroka miletekî perîşan û hejar weke miletê kurd dide, ew miletê ku herdem ji welatê xwe ji ber stemkariya dijminan derketiye, û herdem di welatê bav û kalên xwe de mêvan, bindest û xerîb maye.

Navnîşana xweşxaneyê, wêneyê vî derketiyê çolan, mîna wêneyê wê qitika ji refê xwe qetyayî tîne ber çavê mirov, û hêsrên mirov vêre vêre tîne xwarê.

Ango D.Nûreddîn Zaza hest û rivîna cerg û dilê xwe, di vê sirûdê de derdixe,  ku ew jî ji ezmûneke piraktîk ji jiyana wî ya tiracîdîk der tê, ew xwe dûrî welatê xwe penaberê derketî, xerîb û bi tenê dibîne, li xerîbyê sira bayê welêt li serê wî dixe, tê bîra wî ku welatê xelkê tucaran nabe welatê mirov, ta çiqasî dar û kulîlkên welatê xelkê xweşik û geş bin jî, lê ew kulîlk û zevî û ew devî û dar nabin zeviyên welatê kurdistana wî ya şêrîn û bi rûmet, tu watayê ji vê xurista welatê xelkê re di jiyana xwe de nabîne, û jêre diyardeyeke bêhavil vala û bê wateye.

Ne bese dar û kulîlkên welatê helbestvan nabin mîna yên biyaniyan, lê rûbar, çem û cobarên wan jî ne mîna yên welatê wî ne, ku ev çem û rûbar tu tiştî nayênin bîra wî, ta bi stranên xerîbiyê ne weke stranên kurdistana helbestvan in, aheng û awazên kurdistanê jî ne mîna yên biyaniyan e. Û careke din helbestvan kul û derdên xwe wiha tîne ziman:

Derketî li herderê bi tenê ye! Ji min pirsîn: “Çima hergav bi girînî? ” Gava min sebeb gote wan, tu kes bi min re negirî.

Derketî li herderê bi tenê ye!Min kalin dîtin, zaro li wan hêwirîne, mîna zeytûnên kevnare ku kelem û derxil li wan hatine hev, lê wan ti ne gote min: “Kurê min!” tu zarokî ne gote min “bavo”!

Derketî li her derê bi tenêye!

Ev dûbarekirina gotina – derketî li herderê bi tenê ye- didê xuyakirin ku xerîbyê bêhawe bandora xwe li vî helbestvanê netewperêz kiriye, ku welatê wî hevqasî li ber dilê wî şêrîn e. Lê tê xuyakirin ku ev malikên ha bi warekî diramatîk hatine lidardixistin û ev jî bêguman rengekî nûjen û warekî şehrezaye ku helbesvan di van malikan de pêkanîne, ku vêre pirs û bersiv têne lidarxistin, û wêneyekî pir sipehî ji rewşa kurdên penaber û bê welat re bi zanebûn dide nasîn.

Bi şewat û nalîn sedema giriyê xwe ji xelkê re dide xuyakirin, ku ew sedem jî dûrketina ji welêt e, lê mixabin kesek li biyaniyê pêre nagirî, alîkaryê di xemgîniya wî de nake, bi van gotinên tiracîdîk û bi şewat û bi bandor bi tenêtiya xwe, ku ew jî bi tenêtiya hemû kurdên bê welat dide xuyakirin û  dibêje:

lê wan ti ne gote min: “Kurê min!” tu zarokî ne gote min “bavo”!

Derketî li her derê bi tenê ye!

Em karin bêjin: Ku li vir Dektor dikeve nava hest û ihsasên xwe yê kûr û dûr de, bi awayekî monolog êş û bêzarya di nava xwe de derdixe derve û bi firû‏şdan û sembol jî di vir de malikên xwe organîze dike, ew jî çaxa bi tena xwe digirî û kesekî din li xerîbyê vêre nagirî, ango dost û alîkaran ji kurda re nabîne, mîna kurd jî dibêjin: ji çiyan pêve dostên kurdan tu kes nîne.

Doktor xweşî, rihetî û serbilindya xwe li welatê xwe ne li yê xelkê dibîne. Doktor vî tiştî ji dûr ve nîşan dide, şîreteke pir di cih de li xelkên kurdistanê dike û dibêje:

Heval, bav û bira, xweşî, rehetî, û serbilindî bi tenê li welêt hene.

Ango gelî kurdan…hûn li derveyî kurdistanê penaber û derketîn e, ji bilî vê kurdistana rengîn xweşî û rehetî û serbilindayî qet ji we re nîn in.

Lê Doktorê helbestvan qêrîn û girî ji kurdan re şerm û eyb dibîne û bi xurtayî doza şoreş û raperînê li wan dike, hêviyên xwe pir di paşerojê de dibîne, nav di kurda dide û wan bêhtir bi ceger û hêrz dike, lewra bi rengekî dîscurs bang dike û dibêje:

Derketiyê reben! Ev girîn û zarîn besin! Pirkes ji welêt hatine dûr xistin…..Hêvîya xwe vejîne, û xwe ragire, tu jî dê rojekî bigihî miraz û armanca xwe, heke îro nebe jî…….sibê!

Bi peyva – besin – helbestvan tabloyên du pêvajoyên netewî tîne hember hev, ango cudabûnê dixe navbera du pêvajoyên ku pêwistiya wan bi tekoşîna kurdan re hene, yek jê pêvajoya girî, zarîn û bêmecaliyê ye, ku ew jî ji peyvên mîna – reben – girîn – zarîn- têxuyakirin, ya din jî pêvajoya raperîn û berxwedanê ye, ku ew jî ji peyvên mîna – hêviya xwe – vejîn – ragire – bigihê – miraz – armanc – têxuyakirin. Dektor di vê sirûda xwe de, gelek omîd û hêviyan dixe dilê miletê kurd de, ji wan re dibêje: Gelî kurdan paşeroj li hêviya we ye, rabin xwe vemalin û li hêviya tu tiştî xwe ranegirin, îro roj roja we ye rabin bi mêranî, rabin bi hewar, qêrîn û raperîn, mafê xwe bistênin. Dîsanê di van pitikên dawiya rêza helbestî de, xwînerên xwe dixe nav fikar û ramanan de û dihêle ji xwe bipirse û bêje: Gelo ev helbestvan di sirûda xwe de çi dibêje.. û ji min çi dixwaze…?.

Wiha gernasê kurd siyasetmedar û helbestvan, Dektor Nûredîn Zaza, bi ezmanê kurdistanê ve hildiperike, destên xwe davêje roja ku dibin ewrên reş de mayî dadixe ser hêrik û çiyayên welatê xwe, şevên tarî li kurdan ronî dike û li ser gastînên azariyê dike qîrîn û hewar, nav di miletê xwe dide û dibêje: Rabe gazin û girî bi kêrî te nayên, rabe kurdo dest û lingan vemale, vaye roja azadiya.

shermola.net.

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …