Serhildana Agirî: Bext û Bêbextî / Sıraç Oğuz

Serhildana Agirî: Bext û Bêbextî / Sıraç Oğuz

Serhildana  Agirî di  sala 1926  da dest pê kir û di sala  1932’an da bi dawî bû. Di nav wan salan da Dewleta Tirk komkujîyeke mezin li gelê Kurd kir.  Bi hezaran jin û zarok, kal û pîr hatin kuştin, bi hezaran kes û malbat hatin nefîkirin, bi hezaran xort û mêr hatin zîndankirin û ew bi salan girtîgehan da man.

Li ser berxwedana serokên serhildana Agirî, Îhsan Nuri Paşa, Biroyê Heskê Tellî, Ferzende Beg û Reşo yê Silo û hevalên wanên şervan û peşmergeyên nemir, klam û stran hatin gotin, roman û çîrok hatin nivîsandin, ew hemû di dilê miletê Kurd da hejî dijîn.

Min di davîya salên 1990’î da li bajarê Agirî, şervanekî ji şervanên serhildana Agirî  nas kir. Navê wî Şêx Teto bû. Şêx Teto, wê demê miroveke heftê anjî  heyştê sali û şexsîyeteki welatperver bû. Min ew kalê nûranî û dilşikestî bi hevaltîya nevî ye wî naskir û ez pirî caran li mala wan bûm mêvan. Her carê min min di derheqê bîranîn wî da pirs jê dipirsî, wî jî bê îtiraz bersivên pirsên min dida.

Di bîranînên xwe yên di dema serhildanê da behsa gelek tişten girîng dikir, lê mixabin wê demê ji ber nezantî û fikrên me yên çewtî, çave me rastî û gotinên mezinan nedît, an jî me wan gotinên wan ên balkeş bi feodalizmê va girêdida û kirinên wan wek kirinên netew nedidît.

Rojek disa bi mîvantî li mala wan bûm, dema ku me qala serhildanên Kurd kir, qirika wî tijî bû, hêsir ji çavên wî hat, rewşa  wî bala me kişand.

Me jê ra got; „çi bû, kalo xêre, tu bo çi digrî?“

Girîyê xwe berda û dest bi axaftinê kir û ji me ra got; „Kurê min hun dijminê xwe baş nas nakin, hun bi vî avayî tû carî sernakevin, dijmin hergav bi pîlan û bi dek û dolaban tevdigere, di dema şerda me ji dijmin êsîr digirt, me çekên wan ji wan digirt û cardin wan azad dikir. Lê wan dema şervanên me, anjî sîvîl digirtin, berê li wan tade û îşkence dikirin, dû ra jî dikûştin.

Ew leşkerên ku me berdidan, ew jî demek şûnda bi dil û can dîsa li hinberî me, ji berê zêdetir bi kîn û dijwarî şer dikirin.

Em di nav şerda bi şert û şûrtên mirovahîyê tevdigeryan, wan hovîtîyên herî mezin li me dikirin, dîsa jî me bêbextî li wan nedikir. Ew wusa nebûn, bi bêbextî êriş li me dikirin. Bila bê sebeb nabêjin,  bextê romê tune.

Pircaran li ser gunda da digirtin û bi sîtila av dikelandin, nav gunda xortên herî cîvan û bedew digirtin û bi ser serî dikirin nav ava kelî û wan dikuştin. An jî agir vêdixistin û hestîf sor dikirin û hestîfên sorkirî bi laşê mîrov û zarokan da dizeliqandin.

Rojekî şer pir giran bibû, leşkerê romê di zorê da mabûn, xeber ji me ra şandin û digotn, ‚emê heta çend roja şer rawestînin’, sedem daxwaziya wan, bi şert û qewl û bi bextê mirovatîyê ji bo sê rojan peymanek agirbest hate danîn.

Lê wan bi dek û dolap agirbesta ku di nav me da çêbibû, dan alîkî û roja dûyem da, di nîvê şevê da, bi hazirîyekî mezin û taybet ser meda girtin, heta em komî serhev bûn, dijmin fermana me anî û em ji hev belav bûn. Wan bi hovîtî û bi bêbextî êrişî me kirin, piranîya şervanên me kûştin û careke din dîsa biserketin. Ji para wan ra serkeftin, ji para me ra jî disa kûştin û bindestî ket.“

Ew tişten ku rahmetli Şex Teto ji mera gotibû, di ser wan da gelek wext û zeman derbas bû, ez ne şaşbim xatiratê Cemal Madanoğlu ku ew generalekî Tirkê teqawide û di serhildana Agirî da li dijberî Kurdan şer kiribû, pirtukek hatibû çapkirin, tişten ku di pirtukê da hatibûn nivîsandin, tiştên ku Şêx Teto ji me ra gotibûn, serrastdikirin.

Madanoğlu jî di pirtûka xwe da dibeje; „ di serhildana Agirî da bi peymanek me Kurd xapandin û bi wê xapandinê me qedera şer girt nav destê xwe û em biserketin.“

Dû ra dibêje ku; „mixabin Kurd şervan bûn, jihatî bûn, lê zû dahatin xapandin. Pir zu bawerîya xwe bi dijminên xwe dianîn, dek û dolap nizanîbûn, ji alî şervanî û mêranîyê da bê qisûrbûn, lê bê dek û dolab tevdigerîyan, loma bisernektin…“

Belê di ser serhildana Agirî da nêzikî 90 sal derbas bû, Kurd hejî bê pîlan û bê dek û dolab tevdigerin, bi sîyasetek çewt û bi ruheke bênetew, bi navê bratî û aşitî yê, bi gotinekî serhedê nizam ji bo çi kul û kuruderê, di şopa neyarê xwe da bêhiş û bêaqil dimeşin.

Navkurd.

Lê Binêre

Komkujiya Robozkê

Komkujiya Qilabanê an jî Komkujiya Robozkê di 28ê kanûna 2011an de li gundê Robozkê yê Qilabanê pêk hat. Piştî ku di heman demê de civîna Lijneya …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !