ÇÎROKA JALEYA ŞAHANE / Sirri Ayhan

ÇÎROKA JALEYA ŞAHANE / Sirri Ayhan

Rojekê malbateke bi zarok hatin li apartmana me li qada jorê bi cih bûn.

Zarokek wan hebû. Jinik 35 salî filan bû. Jineke kej e tefeşmezin, çav şîn, têr û tijî û memik mezin bû. Mêrik jî 45 salî filan hebû. Yekî zeîfokî xewreçûyî bû. Tîpek balkêş bû, di navbera kar û mal de dihat û diçû.

Ez jî nû ji jina xwe cuda bibûm. Hêjî ez di şokê de bûm û tirsa zewacê di dilê min de bû. Ez bi şev li ser taksiyê bûm, karê min şevê bû, loma bi roj piranî ez li malê bûm.Hin caran min zaroka malbata cîrana nû ji bi kurê xwe re dibir dibistanê û dianî.

Jinikê gelek caran ji min re xwarin dianî û têkiliya xwe bi min re germ kiribû. Hin caran mêrê jinikê ji bo karê montajê (lihevdan) diçû bajarên din. Hin caran dema rastî min dihat, digot em nû hatine van deran û em derdorê nas nakin. Eger karekî me hebe, gelo tê bikarî bibî alîkar? Min jî digot baş e ser çavan, ez ê bi kêfxweşî hevkariya we bikim.

Ez ew qas ji zewacê û ji jinan tirsiyabûm, tê bêjî qey ez ketibûm xelwetê. Ev şeş meh bû min xwe dabû koşekî. Min hewil dida ku ew tişta nexweş a ku hatiye serê min, ji bîr bikim.

Li ser taştêyê yan li cihekî din dema me hev didît, jinikê bi awayekî balkêş li nava çavên min dinêrî û digot: “Ez fam nakim çawa mêr dikarin bêejin bijîn.” Min xwe xafil dikir û xwe li nezaniyê didanî. Jinikê ku dizanî ez ji jina xwe cuda bûme, her dem digot xwîşkek min li Tirkiyê heye, ez dibêjim ew ji bo te baş e.

Min jî jê re bi caran digot ku ez nû cuda bûme, ez ji zewacê tirsiyame û ji bo tiştekî nû ne amade me, lê jinikê her dem hincetek didît û xwe nêzîkî min dirir.

Ji nava vîdeyon hin wêne û dîmenên xwîşka xwe nîşanî min dabûn, ya rastî hinekî bala min kişandibû.

Jinikê ji min re digot zave, dihat mala min ser û ber dikir, dida hev, ji bo xwe nêzîkî min bike, her tişt dikir û semimiyeta xwe bi min re zêde kiribû.

Rojekê ku mêrê wê ji bo kar çûbû bajarekî din, min zarok danîn dibistanê û hatim malê. Min xwe amade dikir ku razêm, zengilê telefonê lê da. Israr kir û min jî rakir û bersiv da. Jale ya cîrana me bû. Got min maşîna te li derve dît, ma tu naçî ser kar?

Min jî bi bêhntengî û westan got,” ez du hefteyan naçim ser kar, min destûr girtiye.” Jinikê got,” tu çawa cîran î. Xwedê negiravî qaşo tê bibî zavê me jî. Ev çi hal e, em taze hatine vir, kesî nas nakin, ez tim li malê me û bêhna min teng dibe, tu qet rojekê me nagerînî jî.”

Me qederî xweş sohbet kir. Paşê min got ,”baş e ser çavan ezê rojekê te bigerînim.” Min telefon digirt. Wê got: “Zêde min gîro neke, ez bê sebr im. Jixwe sohbeta bi te re jî xweş e, kêfa min jê re tê. “

Min jê re got :” baş e wê çaxê em ê sibê herin bigerin.” Ji ber ku ez bê xew bûm, min lêborîn xwest, telefon girt û ketim nava ciyan.

Di nava cihan de gevizîm. Min nekarî razêm. Jinik bi rastî xweşik û lihevhatî bû. Her çend ku zewicîbû lê pir li xwe dinêrî. Hej xwe dikir. Mêrê wê jî feqîrekî kedkar bû, serê wî di karê wî de bû.

Bi hêviya ku xwîşka wê nas bikim, min têkiliya xwe dewam dikir û navbera xwe pê re xweş dikir. Min kir û nekir, xew nekete çavên min. Ez rabûm, min serê xwe şuşt. Çavê min li telefonê ket. Min reqema Jaleyê lê da û jinikê bi dengekî nazik û germ got: “Alo, keremkin”

Min got, eger,” tu bixwazî em dikarin îro herin gerê. “
Bi dilgermî û dengekî xweş got, pir baş e, heta nîv saetê ez têm mala te.

Min kincên xwe li xwe kirin û li benda wê mam. Piştî demekê zenga derî lê da . Min kilîda maşînê (erebe) rakir û xwe berda jêrê.

Hewar hey hewar, cîranê wisa li xwe kiribû tê bêjî qeş wê here şahiyê. Cilên wê vekirîbû, sing û bergên wê xuya dikirin. Mirov dil nedida lê binêre.

Min silav dayê û jê re got ,“Jale ev cil û berg pir li te hatine.”

Pirsî bi rastî te eciband? Li min hatiye?

“Min got erê şahane ye, pir li te hatiye. “

Jixwe bi van cil û bergan min nedikarî Jaleyê bibim nava sûkê û nava cimaetê bigerînim. Min biryara xwe da. Li nava daristanê resturanteke bêdeng û romanîk hebû. Manzere û dîmenên li  derdora wê jî xweş bûn. Min got ez ê bibim wir. Di rê de tijî bêhna gulavê li nava maşînê dihat. Bêhneke xweş bû, mirov pê mest dibû.

Di nava rê de me deng nekir. Lê di bin de me awir didan û bi dizî li hev dinêrî.

Min dêna xwe dayê, li aliyê çep û rastê ji bilî çend daran û yek du maşînên li pêşiyê, ti kes tinebû. Min bi devekî ken got, sebir bike, piştî çend kêliyên din tê bi dîmen û manzereyê şaş bimînî. Em ketibûn nava rêya daristanê. Li çep û rastê me spîndar hebûn. Tê bêjî qey em di tûnela daran de bûn. Em gihîştin cihê ku em ê biçûnayê. Qadek bû di nava daristanê de. Golek li nava wê bû. Di nava golê de şînahî û giraveke biçûk hebû. Di nava girava biçûk de jî restûran-cafeyeke romantîk hebû.

Jaleyê bi meraq li derdorê nêrî û got,” Cemîl ew bihuşta ku behsê dikin, ev der e ez bawer im.”

Min jî got eger wisa be, em jî perî û milyaketên bihuştê ne.

Em li kelekê siwar bûn û min bêrik lê dida. Kirasê dirêj ê Jaleyê ji ber bayê radibû. Çavê min lê ket, ez ecêbgirtî mam. Jixwe bermemik lê tinebû û di bin kiras de jî tiştek li xwe nekiribû. Min şerm kir û serê xwe xiste ber xwe. Jale di alema xwe de bû. Hewayê temîz dikişande nava dil û hinavên xwe. Singa wê fireh dibû û didanişî. Dem dema wê bû ne xema wê bû. Hema digot; “Ezemet e, şahane ye”, me dest bi sohbeteke germ kir. Me li ser hev pêkenok digotin, çîrok digotin, em dikeniyan. Em pê nehesiyan dema çawa diçû.

Ji nişkave li nava çavên min nêrî, fikirî, paşê bi ken got, Cemîl ,”tu dikarî min re bêjî, kêfa te ji jinên çawa re tê?”

Ez şaş bûm. Ez ne li benda pirseke wisa bûm. Min bila qemer û reş esmer be. Çavşîn û porreş be. Bejna wê ne kin û ne dirêj, ne qelew û ne zeîf be.

Wekî ku hêviya Jaleyê şikestibe, bi rengekî xemgîn got :“heyf”.

Min got:“Çima?”

Got:” ez kej im, pora min zer û çavên min şîn in. Rengê min jî spiyê vekirî ye. Tiştê ku te got ez naşibim wan jinan heyf.”Min dilê xwe girt.

Paşê Jaleyê li min nêrî û girnijî. Kena li ser lêvên wê bala min kişand. Ez qet ti carî nefikirîbûm ku dibe tiştek di navbera min û Jaleyê de çêbe. Min xeyal jî nekiribû.

Jale xanimê kesereke kûr kişand, bêhna xwe hêdî berda û got: “Cemîl ricayê dikim min xelek fam neke. Nefikire ku ez jineke bê-exlaq im. Dilê min ketiye te. Ji roja min tu dîtî heta niha, tu di xewn û xeyala min de yî. Tim di bala min de yî. Dilê min te dixwaze.”

Ez şaş mabûm. Min xwe hêrs kir û jê re got: Ji bîr bike. “Tiştek wisa ne mumkin e. “

Wê got: “Ez nikarim te ji bîr bikim. Dema bi mêrê xwe re dikevin nava ciyan ez li te difikirim. Dema em li hev şa dibim, ez te xeyal dikim.”

Ez matmayî mabûm. Min nedizanî çi bikim û çi bêjim. Ez nû fikirîm ku hemû hatin û çûna wê ji ber vê bûye.

Ji nişka ve şîrata bavê min hate bîra min ku digot: “Lawê min bigere, kêfê bike û bijî. Ji dinyayê tamê bigre. Mirov carekê tê dinyayê. Hîzîtiyê jî bike. Xwe ji ti tiştî nede paş. Lê ji bîr neke, dema çûyî taxa xwe, ti carî xwe xira neke. Her dem bi hurmet û rêzdar be. Camêrtiya xwe xira neke. Bi çavekî xirab li keç û jinên xelkê nenêre.”

Heta vê emrî min ev gotinên bavê xwe ji xwe re kiribûn rêber û eynika jiyanê. Li taxa me her dem ez wekî ciwanekî baş nimûne nimûne nîşan didam. Ez bibûm mînaka baş a taxa me. Loma diviyabû ez bihatama ser hemdê xwe. Min ji wan hestên Jale yên li hemberî xwe sûd negirta.

Min bera xwe da Jale xanimê û min jê re got: “Ne te ev tişt ji min re gotin, ne jî min tiştek bihîst. Dêna xwe bide ser mala xwe. Malxê te mirovekî baş û kedkar e. Ji kerema xwe re careke din tiştekî wisa neke. Ez ê bi te re xeber nedim ku dubare  bikî. Em heval in û cîran in. Ji vê zêdetir tiştekî din ne mumkin e.1

Ji bo ku em rabin, min işaret da garson. Min hisaba xwe da û em rabûn. Dema em li erebê siwar bûn, bû kûre kûra Jaleyê û giriya. Êdî min nedikarî li ti tiştekî bifikirim. Min tam gaz da erebû û min xwest bi lez bigihîjim malê. Di nava rê de me ti tiştek xeber neda. Min li koşeyekî Jale peya kir û min jê re got careke din telefon neke û li min nepirse. Bi vê hêrsbûn û aciziyê ez çûm mal. Gotinên Jaleyê ji bîra min nediçûn. Ez pir ditirsiyam ku li derdorê kesek bibihîze, min nedikarî ji bîr bikim û bêhna min diçikiya. Min çend duble Wîskî vexwarin, paşê min bi aveke hênik serê xwe şişt û ketim nava livînan. Heta serê sibê wekî miriyam razam.

Serê sibehê saet 7’ê ji xew rabûm. Min qehwe xiste makînê. Min ji xwe re taştê amade kir. Kurik zû çûbû dibistanê. Bêhna qehwê li aşpêjxanê belav bibû. Min fîncanek qehwe dagirt û qultek lê da.

Ox xweş, dinya çi xweş e! Ew çi kabûs bû min dît gidî! Min çagareyek pê xist û bêhnek xweş kişand. Min dûrendaz a televîzyonê anî û televîzyon vekir. Di wê heynê de zengila telefonê lêda. Min berguhka telefonê rakir, da ber guhê xwe û min got :“Alo!”

Jale xanim bû telefon kiribû.

Got:” ez dixwazim tiştekî ji te bipirsim.”

Min got:“kerem ke bipirse.”

Got:” ez ji te bi guman im. Gelo tu heno yî !” Em bêdeng man. Paşê got heger ne wisa bûya, te jineke wekî min ber-nedida. “

Min got :”Jale wisa qise neke!”

Got:” qey henotî li zora te çû Cemîl! Jixwe eger tu qûnek nebayî, jina te terka te nedikir û nediçû. Ya herî baş tu here ber garajê, li bin pirekê qûna xwe bide.”

Dînê min ji serê min derket. Kêm aqiliya ciwantiyê zor li min kir, min got xwe bigre vaye ez hatim. Min tiştek li xwe kir û bi lez ji malê derketim. Êdî şîreta bavo ji bîra min çûbû.

Eger ez heno bûma, li zora min nediçû. Lê kêfa min ji zilaman re nedihat, min ji jinan hez dikir. Tercîhek min a henotiyê tinebû. Ew jî tiştekî insanî ye. Rêza min ji wan re heye. Lê bi min re ew hest tineye.

Xwedê heye, Jale pir bedew bû, bala mirov dikişand zalimê. Ji bo min ne zehmet bû ku xwe bidim isbatkirin. Mêrê wê hate bîra min. Li ser navê wî ez xemgîn bûm. Lê piştî vê saetê veger nedibû êdî.

Ez gihîştim ber deriyê Jaleyê û min li zengila derî da. Derî vebû. Ez hêdî hedî pêlekanan hilkişiyam. Xuya bû ku Jale nû ji serşokê derketiye. Xawlîke mezin lê bû û di nava derî de li benda min bû. Ez ketim hundir. Derî di ser me de girt. Min li nava çavan nihêrî. Ez wisa şûş mam min lê nêrî. Bi rastî pir bedew bû. Destên xwe li stûyên min badan û ez ber bi xwe ve kişandim. Min hew dît ku lêvên wê di nava dev û lêvên min de ne. Lêva min a binî girt û mişt. Êdî tîr ji kevanê derketibû. Zimanê min wekî ku gerokên ku li xezînê  digerin di devê Jaleyê de dihat û diçû. Min destê xwe hêdîka avêtin girêka xawliyê û vekir. Memikên wê ji xeyala min vêdetir mezin û girover bûn. Me xawlî avêt û xwe li erdê dirêj kir.

Lê Binêre

DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP / Şemoyê Memê

DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP / Şemoyê Memê

Destpêk Balkêş e, gelek rohilatnas û gerok pesnê zargotina Kurdan didin, “Rohilatnasê Sovyeta berê  Î.O. …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !