Seyid Eliyê Findikî

Jiyan û Berhemên Seyid Eliyê Findikî

Seyid Eliyê Findikî, di sala 1892an de, li Findika Botan hatiye dinyayê. Seyid ‘Elî, kurê Seyid Suleymanê kurê Seyid Îbrahîmê kurê Seyid ‘Umerê kurê Mele Hesenê Xetîb e. Malbat digihêje Hezretî ‘Elî.1 Dema ku Tataran, bi ser Bexdayê ve girtin û ew der dagir kirin, kalikên S. ‘Elî koç dikin û diçin Erzenê.
Zarokatiya S. ‘Elî li Findikê derbas dibe. Xwendina xwe ya sereke li cem bavê xwe temam dike. Paşê diçe Harûnan û li wir dest bi feqîtiyê dike.2 Navê hinik seydayên wî ev in: Mela Îsmail (melayê gundê bafê/Sulak/İdil), Mele İbrahîm (melayê gundê Korik/Beşiri), Seyid Ebdurrehman (Miftiyê Farqînê), Mele Huseyin Kıçık (Ji alimên navdar yên Farqînê), Mele Hamid, Mela Yakup, Hecî Fettahê Hezroyî û xezûrê wî Şêş Seyid Hesen3 Îcazeya xwe ya yekemîn, ji Seyid Ebdurrehman ku wê demê Miftiyê navçeya Farqînê bû, setandiye. Li cem Seyid Ebdurrehman heft salan (1915-1922) bê navber xwendiye.

Piştî ku vedigere Findikê, demekê li cem apê bavê xwe Şêx Hesenê Findikî dixwîne û îcazeyek ‘ilmî ji wî jî werdigire. Ev îcazeya ku sitandiye ji hêla hukûmetê ve weke belgenameyeke bilinda a perwerdehiyê hatiye pejirandin û ji leşkeriyê jî rizgar bûye.4 Îcazeya sêyem jî ji şêxê xwe, Şêx Seydayê Cizîrî distîne.5 Bi vî awayî di warê zanistiyê û ‘ilmê de dibe xwediyê sê destûrnameyan/dîplomeyan.
Piştî ku xwendina xwe diqedîne, bi qîza Şêx Hesen re –ku hem apê bavê wî ye û hem jî seydayê wî ye- dizewice. Berê dibe meleyê Findikê, paşê ew û birayê xwe Seyid Mecîd bihevre li gundê Guvina melatiyê dikin. Dûv re li ser pêşniyariya Şêx Ebdullah weke mudderis diçe gundê Senatiyê û li wir dersa feqiyan dide. Di encamê de li gundê Cinibrê6 bi cîh dibe û 25 salan li vir bi karê perwerdehiyê mijûl dibe.7
Seyid ‘Elî, di sala 1967an de wefat dike. Li Cizîrê, li cem tirba Şêx Seyda li Taxa Qelê hatiye definkirin. Li ser tirba wî ev çarîna wî ya meşhûr hatiye nivîsandin.

Di dinyayê heçî rabe
Feqîr û şêx û axa be
Ji ber mirnê xilas nabe
Di şerq û hem di xerbê da 8

B- Berhemên Wî

Seyid ‘Elî gelek berhem li dû xwe hiştine. Lê mixabin li ser wan tu lêkolînên dorfireh nehtine kirin. Tenê Dîwana wî pir tê zanîn. Berhemên wî ev in:
1- Dîwan
2- Der’uş-Şubuhat Fî Nezm et- Terehat: Li ser fikr û ramanê ye.
3- Hewaşîn ‘Ela Tefsîrî Qadî el Beydawî: Li ser tefsîrê ye.
4- Rîsalet el- Lem`e Fî Îadetî el-Cumû’e: Li ser fiqhê ye.
5- Rîsaletun Fi Necatî Ebeweynî en-Nebiyyî (Li ser bawerî û jiyana pêxember e.)
6- Rîsaletun Fî Cewazî def‘ i ez-Zekatî Îla Benî Haşim we Benî el-Mutt’Elîb (Li ser dayina zekatê ye.)
7- Zulfeqarê ‘Elî ‘ela Reqebetî Munkîr el- Îstimdadî Mîn Nebyyîn ewwelî (Li ser ‘Eqîdê ye.)
8- Hewaşîn ‘Ela Dîwan el-Cezerî ( Li ser Dîwana Cezerî hatiye nivîsandin.)9

C- Dîwana Wî 10

Di Dîwana wî de, 52 helbest hene. Helbestên wî, ji malik û çarînan pêk tên. Teşeya nezma helbestan bi piranî qesîde û mesnewî ne. Di dîwanê de helbesta herî dirêj helbesta bi navê ‘Selam Ser Te Cemîl Tu Her Cemîl Bî’ ye. Ev helbest ji 53 malikan pêk tê û di Dîwanê de helbesta 15. e . 11 Helbesta herî kin a Dîwanê, ji 4 malika pêk tê û navê wê; ‘Selam Ser Te Mela Ehmed Bi Zehfî’ ye.12
Ji 52 helbestên Dîwanê, 2 helbest bi ‘Erebî û helbestek jî bi Farisî hatiye nivîsandin. Helbestên ‘Erebî, yek jê, helbesta 13an13 e, ya din jî a 47an14 e. Sernavê helbesta 13an‘Hiyeddinya Teqûlû li Talibîha’ ye. Yanî “Ew e Dinya Dibêje Talibên Xwe”. Sern vê helbesta 47an ‘Selamun ‘Eleykum Sukanellizar’ e yanî ‘Li Ser We Selam Be Ey Ehlê Îzar’. Helbesta 14an15 jî bi Farisî hatiye nivîsandin û sernavê wê: ‘Derîn Dinya Kesê Bê Xem Nebaşed ’ e. Yanî ‘Di vê dunayaya han kes bê xem nîne’. Helbestên ‘Erebî û Farisî di çapa weşanxaneya Nûbiharê de wergerandina bi Kurmancî hatiye nivîsandin. Helbesta heftem a Dîwanê, sernav û malika yekem û a dawî bi ‘Erebî ye, lê dewama wê bi Kurdî ye.16

Çavkanî: 

1 Seyid ‘Eliyê Findikî. (2010). Dîwan, Ed. Suleyman ÇEVİK, İstanbul, Weşanxana Nûbihar, 7. ; Gökçe, Cuneyt. (2008). “Seyid Ali Fındikî ve Divan’ı”, İbrahim Hakkı ve Siirt Uleması Sempozyumu, Ed. Ahmet Erkol- Abdurrahman Adak, İstanbûl, Beyan Yayınları, 481.; Erzen, M. Said. (2007), Dünden Bugüne Erzen Ailesi, İstanbul, 14. (Erzen, di pirtûka xwe de heta ku malabata S. ‘Elî digihêje Hezretî ‘Elî, Navê bavan yek bi yek diyar dike û navê hezretî ‘Elî jî tê de 44 bava dide nasandin.)
2 Dîwan. 7. (Dîwan, kurtasiya têbinî ya yekem e û ji vir û pê ve dê ev kurtasî were bikaranîn. )
3 Gökçe. Jêdera berê, 482.
4 Dîwan. 8.; Gökçe. Jêdera berê, 482.
5 Gökçe. Jêdera berê, 482.

6 Cinibr û Senati du gundên bi Cizîrê ve girêdayine.
7 Dîwan. 8.; Gökçe. Jêdera berê, 482.
8 Dîwan. 19.
9 Dîwan. 9.
10 Dîwana Seyid Elî Findikî di serî de bi destxeta kurê wî Ebdurrehman Erzen ve dihat naskirin. Cara ‘ewil weşanxana Nûbiharê wê çapkiriye. Heta niha ji weşanxana Nûbiharê 4 caran hatiye çapkirin. Bi edîtoriya Suleyman Çevik û Selman Dilovan di sala 1999an de li Stenbolê cara yekem hatiye çapkirin. Çapa duyem di sala 2000 î de, çapa sêyem di sala 2004an de û çapa çarem di sala 2010an de hatiye kirin. A ku em ji bo vê maqaleyê jê îstîfade dikin çapa çaremîn e.
11 Dîwan. 109.
12 Dîwan. 293.
13 Dîwan. 103.
14 Dîwan. 303.
15 Dîwan. 105.
16 Dîwan. 57.

M. Zahir Ertekin, “Naveroka Helbestên Seyid ‘Eliyê Fındikî”, Uluslar arası Bilim Düşünce ve Sanatta Cizre Sempozyumu Bildirileri, İstanbul 2012, s. 487-493.

Lê Binêre

Enwer Yilmaz

Jiyana Enwer Yilmaz

Kedkarê Kirdkî Enwer Yilmaz serra 1980 de Dîyarbekir de ameyo dinya. Bi eslê qezaya Çewlîgî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !