Osman Sebrî

Mehkemekirina Cemîlê Çeto / Osman Sebrî

Osman Sebrî di bîranînên xwe de  behsa Cemîlê Çeto û zarên wî çawa hatine mehkemekirin dike. Ev Bîranînên Osman Sebrî di riya kurê wî mamoste Hoşeng re gihane destê Dilawerê ZENGÎ.

Mehkema Cemîlê Çeto

Cemîlê Çeto yek ji axayên ku hevalbendiya
hikûmeta Tirk kiri bû. Lê nizam ji ber çi ûştê
hikûmetê ew tevî herçar lawên wî Evdê, Feremez,
Izedîn û Naîf girtin û dan mehkema îstîqlalê. Bi vê jî
têr nekir ku jin û zarokên wî jî girtin anîn Diyarbekirê
û di qişla leşker de girtî hiştin.

Digel Cemîlê çeto bi navê Qadirê Bêndûr
axayek û sed pêncî zilam hebûn. Herçî Qadir ne
tê;lê Cemîl di kurdistana bakurr de axakî bi nav û
nas bû. çi kesê ev herdu axa bidîtana û eqilê wan
binasiya, dê baş bizaniya ku welatê Kurdan di nav
lepên çi celeb mirov de maye û wê dongiya wî
milletê reben çi be. Cemîl dirêjiya rojê eynik û
mûçink di dest de mûyên ser çavên xwe
dikişandin; herwekî jê pêve tu bar û raman jê re
tine bin. Herçî Qadir, pirtaline kevnik wergirtî bûn
heya mehkeme wî reben bibûne û dev jê berde.
Herdu axayên Xerzan û Pencînaran bi vî eqilê kurt
û kêmber ketibûn ber lepên mehkema îstîqlalê.

Her wekî mehkeme di avahiya sînemayê de hati
bû danîn, hemî kursiyên wê jimar kirî bûn. Jimara
yekê di ber depê bilind ku mehkeme li ser rûdinişt
de dest pê dikir. Dema ew biribûn mehkemê,
Cemîlê çeto li ser kursî jimar yek, û Qadirê Bendûs
li ser jimara dudu rûnişti bûn. Yên mayî rasthat li pê
hev rûnişti bûn. Van kesên han hemiyan bi tirkî
nedizanîn, ji lewre hemî hewceyê terciman bûn.
Yanê çi pirsan bersiva ku bihata wê du caran
bihata gotin; carekê bi tirkî û carekê bi Kurmancî.
Tevî vê mehkema wan bi du celsan qediya, her
celseyekî ji pênc saetan pirrtir dûm nekir.

Herwekî adet e di hemî mehkeman de hin pirsên
teqlîdî hene ku ji mitehim têne pirsîn, wek:
-Navê te çiye?.
-Navê bavê te çiye?.
-Ji kûyî û çend salîyî?
-Te jin û zarrok hene?
-Bi çi karî mijûl dibî?
-Ev tihmeta ku ketiye sitûyê te raste an na? heke
ne raste delîlê te çi ye?
Ev her şeş pirsên han yek bi yek ji her girtiyekî ku
diçû pêş mehkemê dibûn. Xwendevan bawer
dikin ku ev her şeş pirs û bersivên wan bi du
zimanan 150 carî bêne pirsîn û gotin, celseyek bi
zor têra wan bike. Celsa din têra pirsên serek û
bersivên mittehiman nake. Ka mirafe’a naîb’am û
xwe paristina mittehiman?! Ma gelo jê re çiqas
wext divê?..

Ev giş bi du celsan qediya. Dema serekê
mehkemê hikim da li ser jimara kursiyan hat. Piştî
hissiyatên hikim, serekê mehkemê got:”….. jimar
yek û dudu îdam, heya jimara nodî 15 sal, jê pêve
ne berpirsiyar..”. Ev bû hikmê ku ji wan re hat
dayîn. Ez bawerim ku çi mehkemeyeke sitemkar
heya îro hikim li ser jimara kursiyan nedaye.
Sibatira mehkema Cemîl em birin mehkemê .
Cendekên Cemîl û Qadirê Bêndûs hê danexistibûn,
em di ber sehpa wan re derbas bûn. Ya
ecêb, dilê me bi wan herdu mêran neêşî. Di nava
hemî girtiyan de kesî bi çavekî baş li wan
nedinihêrrî. Tê bîra min, berî mehkema Cemîl bi
çend rojan Emrê Temir îdam bûbû. Dema li
mehkemê vegerrî, Cemîlê çeto bi girî xwe avête
himbêza wî. Emer bi xeyd Cemîl li ser sînga xwe
dehf da û bi zarekî tehl gotê:

-”Cemîl! ez ne yê girî me ku tu bi ser min de
bigirî. Min dilê xwe ji Tirkan rihet kir û ya ku ji min
hat, min neda paş. Lê reben! yê ku ji neyaran re
bû alîkar tu bû, îro jî dikin te bikujin. Giriyê xwe ji
xwe re bihêle, hêjaye tu bigirî; lê bi ser xwe de”.

Cemîl ji xwe sar bû, nema dizanî çi bike . Wê rojê
min dît, kesê dibe dest û hevalbendê dijmin çiqasî
kêm û şikestiye. Jê pêve, yên welatparêz bi tena
xwe hatibûn girtin; lê Cemîlê çeto tevî jin û
zarokên xwe hatibû girtin. Xuya bû destekî veşartî
ev sîle li ser çavên Cemîl dabû ku ew dest ji gelê
Kurd ne î biyanî bû.

Lê Binêre

Komkujiya Robozkê

Komkujiya Qilabanê an jî Komkujiya Robozkê di 28ê kanûna 2011an de li gundê Robozkê yê Qilabanê pêk hat. Piştî ku di heman demê de civîna Lijneya …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !