Mela Nûrulahê Godişkî kî ye

Mela Nûrulahê Godişkî

Malbata Mela Nûrulah bi eslê xwe ji wîlayeta Sêrtê navçeya Misircê gundê Têlanê ye. Malbata wî li wê herêmê wek “Mala Şêx Biço” hatiye naskirin. Malbatê piştre koçî herêma Mûşê kiriye. Mela Nûrulah jî di sala 1918an de li gundê Xarsê yê Têliya Mûşê hatiye dinyayê. Mela Nûrulah herî dawî li herêma Bedlîsê bi cih bûye û li wir wek Godişkî hatiye naskirin. Hê sê mehî bûye, bavê wî Mela Ehmed wefat kiriye. Apê wî Feqî Mistefa ew xwedî kiriye. Li gundê Nokê li cem kurapê xwe Mela Sidîq dest bi xwendine kiriye. Piştre çûye Medreseya Oxînê li wir li cem Şêx Elaedînê kurê Şêx Fethullahê Werqanisî xwendiye û li cem Şêx Xalid îcazet standiye.

Piştre li ser daxwaza Şêx Elaedîn li gundê Qerabû dest bi melatiyê kiriye. Bi tevahî 45 salan li gundên curbicur ên Bedlîsê û derdora wê (Qerabu, Güzeldere, Kîzwak, Xizorkîn û Kuştiyan) melatî kiriye. Di sala 2003yan de li Tetwanê
wefat kiriye, lêbelê li Oxînê hatiye veşartin.1

Mela Nûrulah nivîskar û helbestvanekî girîng e û xwediyê gelek berhemên edebî ye. Berhemên wî li jêrê hatine nişandan:

El-Hemail fi’ş-Şemail: Ev berhem derheqê taybetiyên bedenî yên cenabê Pêxember, rabûn û rûniştina wî û mijarên bi jiyana wî ya rojane ve têkildar de ye. Mela Nûrulah di nivîsîna vê berhema xwe de rîsaleyeke pexşan a Şêx Fethullahê Werqanisî esas girtiye û ev rîsale adapteyî forma nezmê kiriye. Ev berhema Mela Nûrulah ji aliyê Zeynelabidîn Zinar ve hatiye amadekirin û di sala 2007an de ji aliyê weşanxaneya Dozê ve hatiye çapkirin. Lêbelê digel ku berhem ya Mela Nûrulah e jî, di vê çapê de nivîskarê berhemê wek Şêx Fethullahê Werqanisî hatiye nivîsîn. El-Cewahiru’r-Reşadiye: Ev berhem bi kurdî ye û siyera cenabê pêxember e.

Dîwan: Ev berhem bi kurdî ye û ji helbestên nivîskar pêk tê. Es-Sebaik fi’l-Menasik: Ev berhem bi kurdî ye û derheqê erkanên umre û hecê de ye.
Çenta Yetîman: Ev berhem bi kurdî ye û derheqê eqîdeya Îslamê de ye.
Kufru’l-Kebair: Ev berhem bi kurdî ye û derheqê gunehên mezin de ye.
Sehlu’l-Mewrid: Ev berhem, bi erebî ye û şerha mewlûda Melayê Bateyî ye.
Cami’u’l-Me’anî: Ev berhem, bi erebî ye û şerha eqîdeya Îmanê ya Ehmedê Xanî ye.
Şerha Qesîdeya Dilo Rabe: Ev berhem, bi erebî ye û şerha helbesta “Dilo Rabe” ya Feqiyê Teyran e.
El-Himyan fî Hidayeti’s-Sibyan: Ev berhem, bi erebî ye û derheqê tecwîda Qur’anê de ye.2

Di nav hemû helbestvanên Bedlîsî de yê herî zêde xwedî berhem Mela Nûrulah
e. Berhemên wî hem ji aliyê qewareyê ve mezin in, hem jî ji aliyê cureyên xwe
ve orjînal in. Lêbelê heta niha ji bilî el-Hemail fi’ş-Şemailê berhemên wî
nehatine çapkirin.

Çavkanî:

1- Mela Wefayê kurê Mela Nûrullahê Godişkî, 07.07.2014, Tetwan; Feqî Huseyn Sağnıç, Tarîxa Wêjeya Kurdî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, İstanbul 2002, 609-612.

2- Mela Wefayê kurê Mela Nûrullahê Godişkî, 07.07.2014, Tetwan.

Abdurrahman Adak / HELBESTVANÊN KLASÎK JI PERSPEKTÎFA HERÊMÎ: NIMÛNEYA HERÊMA BEDLÎSÊ.

Lê Binêre

Omer Avnî Efendî yê Xarpûtî

Nivîskarê Kavaid-i Lisan-ı Kurdî (Qavaîdê Lîsânê Kurdî): Omer Avnî Efendî yê Xarpûtî (1865-1932)

Seîd Veroj Omer Avnî Efendî, ji bajarê dîrokî yê Xarpûtê ye ku îro bi navê …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !