QANATÊ KURDO

ZANYARÊ KURD: QANATÊ KURDO / ESKERÊ BOYIK

Qanatê Kurdo sala 1909 an li gundê Sûsizê, qeza Qersê ji dayika xwe bûye. Sala 1922 an bi însîatîva nivîskarê Kurd Ahmedê Mîrazî, ewledê gelê Ermenî, dost û xêrxwazê gelê me Lazo (Hakob Xazaryan) û hinekên din, li bajarê Tilbîsê ji bo wan zarokên Kurd dibistan vedibe. Di dibistanê de zaroka him dixwend, him hînî kar dibûn, him jî tê de radizan. Qanat dibe şagirtê wê dibistanê… Tev Qanat ji wê dibistanê xwendina xwe dest pê kirin usa jî zimanzanê Kurdî bi nav û deng , doktorê fîlologyê Çerkez Bakayêv, nivîskar, berpirsyarê rojnama RIYA TEZE yê ewlin Cerdoyê Gênco, Mêrxwesê Yekîty a Sovyêtê Semend Syab endov û gelekên din. Sala 1928 an kommerkezya Partya Komûnîstên Ermenistane bi pêşniyaza Erebê Şemo 8 xor tên Kurd dişînin Lênîngiradê (Pêtêrbûrg) ji bo xwendinê.Qanat di nav wan da bû.

Berê ew di fakûltêta karkira ya înstîtûta zimanên rojhilatê yên zêndî de dixûne, paşê xwendina xwe li ûnîvêrsîtêta Lênîngira dê beşê ziman, dîrok û edebyetê de pêşda dibe. Saya xebathizî, zên û rind zanîbûna zimanê dê di demek kin de guhdar ya dersdaran, ya rojhilatzanên dinêe’yan N. Mar, H. Orbêlî, A . Frêyman dikşîne ser xwe. Hê xwendkar ew dersê zimanê Kurdî dide xwedkarên ûnîvêrsîtêtê û bi xebata zanyariyê ve mijûl dibe.

Ji pey xwendina ûnîvêrsîtêtê re ew aspîrantûra ûnîvêrsîtê tê de xwendina xwe berdewam dike. Sala 1941ê bi babeta „Çêkirina fêlêd bargiranî di zimanê kurdî da „ têza doktorya xwe, ya ewilîn xweyî dike. Piştî şer ew di înstîtûta rojhilatzaniyê de pirsên Kurd zaniyê yên cude cuda ve mijûl dibe, kûrsên zimanê Kurdî de dersê dide. H. Orbêlî sala 1959an para rojhilatzaniyê ya înstîtûta Lênîngiradê ya zanyariyê de koma Kurdzaniyê başqe dike. Ji pey salekê re Qanat dibe serokê wê komê.

Heta dawiya jîyana xwe jî wî ew karê Kurdewariya pîroz bi serbilindî û hîskirin pêş de bir, li dû xwe bi sedan xebatên Kurdzaniyê yên bingehîn û giranbiha hişt, navê xwe bi herfê zêrîn di dilê gelê xwe de nivîsî. Sala 1985a 31ê oktobirê li Lênîngradê zanyarê mezin di 76 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe… Qanatê Kurdo, ji sedî zêdetir monogirafya,
pirtûk û gotarên zanyarî li ser ziman, zargotin, dîroka Kurdî weşand, ji 20î zêdetir Kurdzan hazir kirin… Kurdzanekî usa nîne, ku wan salan di welatê Sovyête de hatibe hazirkirin û emekê wî evdê mezin ser nîbe, tune ye.

Ji xebatên wî yên bîngehîn in:

„ Rêzimana zimanê Kurdî (Kurmancî) „ (1957),

„Ferhenga kurdî (Kurmancî)-Rûsî“ (1960), „Ferhenga Kurdî (soranî) – Rûsî“ tevî Zara Yûsûpovayê, (1983),

„Beranderkirina rêzmanên dîalêkta Kurdî (Kurmancîya jor û Kurmancîya jêr)“ (1973),

„Tarîxa edebiyata Kurdî“ cilda 1 (1983), cild 11 (1985),

„ Gramêra zimanê Kurdî“(1990),

„Duwanzdeh varîant, Mem û Z în „(1996) û hwd…

Zarokên Kurd li welatê sovyêtê bi pirtûkên wî hînî zimanê dê dibûn. Heta salên nodî 10 pirtûkên wî yên dersa li Ermenistanê hatine weşandin.

Lê Binêre

Enwer Yilmaz

Jiyana Enwer Yilmaz

Kedkarê Kirdkî Enwer Yilmaz serra 1980 de Dîyarbekir de ameyo dinya. Bi eslê qezaya Çewlîgî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !