Nalî

Helbestên Nalî Şarezûrî

Nalî an jî Nalî Şehrezûrî (b. 1791, Şehrezûr – m. 1855 Stembol, Tirkiye) matematîkzan, helbestvan, û zimannasekî kurd e.

Şewî Yelda

Şewî yeldaye ya deycûre emşew
Ke dîdem dûr le to bênûre emşew?

Dilim wek hakimî me`zûle qurban!
Xelatî weslî toy menzûre emşew

Dilîş mayil be dîdey toye, boye
Le min wehşî û remîde û dûre emşew

Ke toy şay keçkulahî dîde mestan,
Çi bakim qeyser û fexfûre emşew?!

Le xew helsawe ya aloze çawit?
Hemîşe waye ya mexmûre emşew?

Suruşkim neqşî çawî to dekêşê
Cêgem serdarekey (mensûr e emşew

Dilim wek hakimî me`zûle qurban!
Xelatî weslî toy menzûre emşew

Musulmanan depirsin halî « Nalî »
Le kuncî bêkesî mehcûre emşew.

 

Mûy Spî Kirdim

Mûy spî kirdim be şuştin avî eynî şor e şet
şor e şet yeînê ke tê da xo qelb û bebet
Helgire wek momî kefûrî beşew da mû be mûm im
Wa siyarû bû be xwênim nuqte nuqte xet be xet
Min delêm şew bû be roj nefsim delê roj bû be şew
Ew musîbe çunke çawî pê spî bû min xelet
Rewxenî dîde rijaye serkîtabî xetî xom
çaw le îşî ew spî nûrîş be ser ew da seqet
Serd û germ e ahekem sewsegiyay kirdim be pûş
Payîzî rû bû be burdî sûr û zerdî muxtelît
Wechekem îsmî beyaz ema wereq zerd û siya
Ba muxetet bê be kefûrî keşîdey xoş nemet
çûnke lewhî rû siyeh rûzerdî bê tezînî ye
Xwênî çawim cedWalî bê qetre kanîşî nuqet
Neqşî du mûyî bedewrî rû debête eybî şeyb
Ayeney rûpakî ye rûnakî ye nûr û şemet
Ya gedayêk e xenî ya padîşahêk e feqîr
Lem duwe xalî nî ye Nalî le rûy hedî weset.

 

Şew Hat û Emin Mestî

Şew hat û emin mestî xeyalatî kesêkim
Meşxûlî nefes girtinî muşkîn nefesêkim

Lem hucre, leber pencere kewtûm û dexwênim
Bê `eynî delêy bulbulî goşey qefesêkim

Hem warîsî ferhad û hem naîbî mecnûn
Wa tê mege, qurban, ke geda, bulhewesêkim

Gerden keçî tom bê keşiş û rest û qelade.
Wa zen mebe na`arif û herze meresêkim

Wellahî klawî serî min çerxî demalîy
Bibwaye be damanit eger dest resêkim

Bawerr meke roh sextî xemî fîrqetî to bim
Bo hatinî to baqîye nîwe nefesêkim

Her lehze delêm min segî dergam û, reqîbiş
Dête ser û çawim ke minîş seg megesêkim

Girtûye segit çakim û lay tomewe
Ye`nî were “Nalî” ke minîş dadiresêkim.

 

Çîn û Maçîn

Xetat fermo ke xoşe çîn û maçîn
Ke naçîn, lêre xoşe çînî maçîn
Birot her çîn û perçem çîn le ser çîn
Emende çî ne, qurban, pêm bilê çîn?
şikafêke kilafey nafî zulfit
Derêjî mîsk û ‘enber lêre ta çîn
Le ser bergî gulêkî baxî husnit
Hezar gulçînî bê berg û newa çîn?
Eto mîhrîyy û mehrûyan sitarin
Le xizmet şewqî to da şewçira çîn?
Hemû zerratî mîhrî rûte baqîn
Xudaman bo beqa ye lêre laçîn
Bilê Nalî be erbabî wefa: Bên
Hemû muhtacî xak û bêl û paçîn.

 

Bê To

Nemirdim min eger emcare bê to
Neçim, şert bê, heta em xware bê to
Derûnim xallîye, wek `ney` denallê
Hewarêkî çi pirr haware bê to

Qesem bew şerbetî dîdarî paket
şerabim `înî jehrî mare bê to
Le kin to xar û xes gullzare bê min
Le kin min xermanî gull xare bê to

Bînayîm kwêre, hellnayê be rûy kes
Mujem yek yek dellêy bizmare bê to
Le kin min ba wicûdî nas û ecnas
Kesî tê da nîye em şare bê to

Hemû rojê le taw hîcranî emsall
Temenay mirdinî pêrare bê to
Heta tom aşna bûy, aşnam bûn
Emêsta mû be mû exyare bê to.

 

Nemirdim

Nemirdim min eger em care bê to
neçim şert bê heta em xware bê to

derûnim xalîye wek `ney` denalê
hewarêkî çi pirr haware bê to

Bînayîm kwêre helnayê be rûy kes
mujem yek yek delêy bizmare bê to

hemû e`zayî nalînim denalê
serapam mîslî mosîqare bê to

qesem bew şerbetî dîdarî paket
şerabim `eynî jehrî mare bê to

le kin to xar û xes gulzare bê min
le kin min xermenî gul xare bê to

le kin min ba wicudî nas û ecnas
kesî têda nîye em şare bê to

heta tom aşna bûy aşnam bûn
emêsta mû be mû exyare bê to

hemû rojê letaw hîcranî emsal
temennay mirdinî pêrare bê to

le hesret serûy qedit çawî `nalî`
dû coge belku dû rûbare bê to.

 

 Xem Dexom

Ger depirsî min leberçî kem dexom
Min be birsî qet mezane, xem dexom

Awî siwêrî çaw û barî tallî lêw
Siwêr û tallî dem dem û jem jem dexom

Ta serî zulfit leser rû helqeda
Min wekû marî ser agir xem dexom

Awî kewser noşî sofî bê ke min
Awî însan, ye’nî maçî dem dexom

Şerbetî xewf û recay exyar û yar
Tirş û şîrîn hem deçêjim, hem dexom

Min le tewrî alem û dewrî felek
Zerbî lazîb, zexmî bêmerhem dexom

Tallî bêyar û dîyar û tar û mar
Elqemî çî? Erqemî çî? Sem dexom

Newe’ însanê heye xem qûtîye
Min xemî xom û xemî alem dexom

Xem dellê: Nalî ke xemxorîm neke
Naîlacim min benî adem dexom.

helbestakurdî.

Lê Binêre

şahîn vural

Helbestên Şahîn Vûral

Di sala 1991’ê  de li Dêrika Çîyayê Mazî ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !