Piştî Osmaniyan Rewşa Desthilatdariya Sûriyê / Mehmûdê Sebrî

Piştî Osmaniyan Rewşa Desthilatdariya Sûriyê / Mehmûdê Sebrî

Di sala 1920 de, piştî cenga Cihana yekemîn, desthilatek Erebî pêk hat, bi serperiştiya Firensa. Rewşenbîr û konevan ên Sûriya ji bajarên mezin bûn, nemaze ji Şam û Heleb… Û hestê wan yê netewî nuh û germ bû, û kêşeya Filestîn û dozdariya Cuhuwa, ji bo pêk anîna welatê netewî ji wan re, li Filestîn – xurt dibû, û Ereb û Musilman – dijî wê dozê bûn, û bi vê egerê her tevgera Cuhuwa pêş ve diçû, hestê netewî, li nik rewşenbîr û konevanên Ereb – gûrtir dibû, û bi aliyê tundî û regezperestiyê de – diçû.

Konevanên Sûriya nûjen – rewşenbîrên bajarên mezin bûn, digel Kesayetiyên hozdar û êldar ew ên ku piraniya wan – ne xwenda bûn, nemaze Kesayetiyên parêzgehên rojhilata Sûriya, Cizîrê, Dêra Zorê, Reqqa. Bi vî awayî, desthilat – di destê rewşenbîran de bû, û ev ên han, kesayetiyên ne rewşenbîr, li pey xwe dikişandin, bi wî hestê netewiyê ku her diçû, tundtir dibû, digel wî hestê hozdarî ku li nik kesayetiyên ne rewşenbîr di desthilatê de, ew jî, ji hestê regez-perestiya hozdarî, bi aliyê regezperestiya netewî de – çûn.

Li parêzgeha Cizîrê ku piraniya niştecihên wê–Kurd bûn, û hozên Ereb yên Cizîrê , 90 ji sedê wan koçer bûn, û Kurdên Cizîrê, li beşê mezin, ji Cizîra jorîn, gund ava kiribûn û çalên avê yên bin zemînê kola bûn,û çandinî dikirin, li 30-40 k. m, û li hin cih an pirtirbûn, û ber jêr ta 70- 80 k. m. çêrgeh bûn, ji pez û tarişê Kurda re. Û hozên Ereb, li Cizîrê ku piraniya wan koçer bûn, li cihê avê û çêreyê digeriyan, nemaze li aliyên başûra herdû çemên Xabûr û Red, û di havîna de, gava çêre li deverên jêrîn hişk dibû – dihatin gundên Kurda, pez û tarişên xwe, li pirêzeyên ceh û genim – diçêrandin, û teneyên ku ji wan re pêwîst bûn – ji ba Kurda dikirrîn, yan jin û zarokên wan, sinbilên genim, ji pirêzeyan – berev dikirin, û tene ji wan sinbilan der dixistin. Divê bête zanîn ku hozên Ereb yên mezin –ku li Cizîrê xuya dibûn, Hoza Şemmera, li jêra Iraqê bû, û hoza Beggara li parêzgeha Dêra Zorê bû. Hoza Cubûrî ya Ereb ew jî mezin bû, li Cizîrê bû, û li hawîrî Hesekê bû, dûrî deverên Kurda bû. Hozên Ereb ku hin ji wan nêzîkî devera Kurda bûn ev in: Herba, Şerabî, Benî seb’a, Teyya.

Desthilatdar û pûlîs û fermanberên Cizîrê, 95 ji sedê wan – ji niştecihên parêzgehên din bûn, ta nuha jî ne parêzger û ne serdarê pûlîsa, ji niştecihên Cizîrê, li vê parêzgehê – ne ketine desthilata wê!. Desthilatdarên parêzgeha Cizîrê ku tevde Erebên rewşenbîrên ji dervey wê bûn, û regezperestiya netewî bi wan re hebû, bi egera ne li heviya Ereb û Cuhuwan –dîtin ku Kurdên Cizîrê, Piraniya xakên jora Cizîrê avakirine û piraniya wan di çandiniyê de kar dikin, û rewşa wa ya abûrî – çaktire ji ya Erebên Cizîrê.

Ew ê desthilatdariyê, bi nerînek regezperestî – li van diyardeyan – nerî, û hin kar û barên dijî Kurda – dane ber çavên xwe, lê bi nehînî, çikû ew desthilatdarî wê demê – qels bû. Hin hozên Ereb degel kirin dijî hozên Kurd, hozên Kurd jî kirin du beş, welatparêz (wetenî) û ne welatparêz (noker), û yên pêşîn kirin hevbendên hozên Ereb, û hin qezencên dem demî – dane wan, hin xakên Kurda, li Cizîra jorîn, li ser hin hozên Ereb tomar kirin, digel ku wan hozên Ereb çi karên çandniyê di wan xakan de, ne kiribûn. û hin serekên hozên mezin, ji Ereban gurêx kirin, li ser hozên Kurd, da bi zordarî, xakên devera Kurdî – ji destê wan derxin, û piraniya xakên Cizîrê yên ne vejandî – li ser Ereban tomar kirin. Û bi van kar û barên şovînî, gelek şerên hozdarî di nav hozên Kurd û Ereban de – rû dan.
Em dê li ser hinan ji wan şerên hozdarî – rawestin:

Hoza Şemmera ku tev koçer bûn, û piraniya niştecihiya wan – li jêra Iraqê bû, û hoza Koçerên Botan ku dostên Şemmera bûn, bi nîşana ku di şerê navbera hoza Şemmera û hoza Millanê Birahîm Paşa de, sed suwarên koçerên Botan, bi serdariya Birahîm A’xa kurê Mustefa Paşa yê Koçer– alîkariya Şemmera kirin dijî Millan.
Ji nişka ve, disala 1927 de, hin suwarên Şemmera ji Malbata Şellal – ketin pêşiya hin suwarên Koçer, da wan ji çekdarî bikin, û wan bi şellînin û tarişên wan – ji wan bistînin, lê suwarên Koçera berevaniya xwe kirin û ew şikandin û yek ji wan, bi navê Bineyyan – kuştin, û yekî dî birîn kirin.

Û di sala1932 de, carek dî, Şemmera ketin pêşiya Nayif Paşa û12 suwarên Koçera. Şemmera pirtir bûn, û herdû alî ketin şer, û di encamê de, Milêhan ê birayê Dehamê Hadî –hat kuştin, û Tirêwî birîndar bû, û hespek Şemmera–hate kuştin, û di van her dû şeran de, çi ziyan ne gihişte Koçerên Botan.
Di sala 1958 de, piştî kû herdû hoz li hev hatin, hinek ji Şemmera êrîşî bereya Wareserya ji Koçeran – kirin, û di şerê di nav herdû aliyan de, du mêr û jinek – hatin kuştin.

Lê bi pendiyariya serekên herdû hozan, Nayif û Deham ê Hadî, ew lihevhatin birin serî. Ji bo wê lihevhatinê, û piştî ku Nayif Paşa dît ku desthilat layengerê Şemmera ye, nema doza wê devera bakurê Til koçer kir, ew a ku bi pîvana 10 k. m. di 15 k. m. de bû, û ji devera Koçera bû, û ma ji Şemmera re. Û ji bilî wê deverê, gelek gundên Nayif Paşa, bi ”Çembera Erebî”, û çakkirina çandiniyê (Islahizzira’î) û yasayên şovînî – çûn, û Nayif Paşa nema kula wê devera ku gihişte Şemmera – kişand, çikû Nayif naskiribû ku ew dever dê her biçe, û xwest ew bibe sedema vemirandina dijminahiya navbera herdû hozan.

Rewiştên hozdarî, hin qenc in, û ji berjewenda mirova re ne. Û hin ji wan ne ji berjewenda mirovatiyê ne.
Regezperestî ramanek çewt e. zordarî, serdestî, sitem – ji rewiştên hozdarî ne, lê ne qenc in, û ziyanê digihînin mirovatiyê û mirovên bê guneh. Hem ziyana van rewiştan fireh dibe, û hin caran, digihêje zordar û sitemkaran bi xwe. Rewiştên qenc yên hozdariyê – hevkariya hoza, alîkariya hozên ku dikevin tengiyê, û hevjiyana bi têgihiştin… ji berjewenda mirovatiyê re ne. Şemmera hozek mezin e, û bîrewerên wê pir in, û gelek car, bi hozên din re, ji Kurd û Ereban – hevkarî pêk anî ne. Lê têkiliyên Şemmera digel Kurdên Sûrî – leke û şaşî tê de hene. Me mînaka têkiliyên vê hozê digel hoza Koçerên Botan derbas kir. Û em dê mînakên din jî –bidin xuya kirin.

Şemmera di demên hozdariyê de, ezmûnên wan pir bûn, û pend ji wan – werdigirtin. Lê hin caran, ew pend jibîr dikirin. Pendek ji yên Şemmera ew gotina li ser zimana ”Xwedê xurttire ji kurê Si’ûd” li ser serbora şikestina Şemmera û malmezina wan, malbata Reşîd, li hember hoza ‘Iniza û malbata Ebdil ‘ezîzê Si’ûd. Mebesta vê pendê ew e ku xurtî ji çi kesî re na mîne, xurtiya Xwedê bi tenê, ji wî re – dimîne.
Mixabin! Şemmera ev pend, hin caran – jibîr kirine, û zordarî li hozên biçûk kirine, bac û ”Xûkîtî” ji hin hozên cihgirtî û xwediyên gunda û çandiniyê standine, û bûne asteng, li ber avahî û vejandina xakan bi çandiniyê, û ya ji van kambaxtir, gava serekên Şemmera – ketin bin bandora şovîniyên desthilata Sûrî de, ziyan û sitem gihandin Kurd ên Sûrî, û gelek perçeyên xakên hozên Kurd – ji destên wan derxistin. Erê xuya ye ku Şemmera hevkarî digel pêşinyara heştemîn ya Mihamed Teleb Hilal re – kirine, ew pêşinyar Dibêje:
”8-Niştecihkirina regezên Erebên netewiyên bawermend, li deverên Kurdên sînoran. Ev Erebên han – dê bibin keleh di mandê de, û bibin zîrevan li ser Kurdan, ta ku ew Kurd bêne mişext kirin. Em pêşinyar dikin ku ew regezên Ereb – ji Şemmera bin, çikû ew ji xizantirînên hoza ne, ji xwedîtiya xakan, û ji aliyekî dî ve, ew dabînkirî ne, bi netewîtiyê ji sedî sed”.

Diyare ev pêşinyar – hatiye pejirandin, ne ji aliyê Şemmera bi tenê, lê ji aliyê du hozên mezin yên din, ji Ereban, hozên Cubûriya û Beggara jî, berî 65 sala, hevkarî bi vê ramanê re kirine. Mixabin ku ev ramana regezperest her diçe – li nav gelek hozên Ereb, li Cizîrê belav dibe.
Hoza Şemmera, destdirêjî li hoza Abasa kirine, berî nêzîkî nod salî, di dema Dellî kurê Colo de, û bereya Misgal ji Şemmera – êrîşî gundên hoza Abasa kirin, lê şervanên Abasa, bi serdariya Dellî – li hember Şemmera rawestiyan û ew şikandin û dane ber xwe, ta ew gihandin gundê Kelehê, li devera Koçerên Botan. Ew hestê dijminahiyê – bi Şemmera re ma, û desthilata Sûrî du gundên Abasa–li ser Şemmera tomar kirin, lê Şemmera naskirin ku Abasa bi hêsayî gundên xwe na din wan. Şemmera ew herdû gund dane hoza Omerka û li ser wan tomar kirin, da herdû hozên Kurd, bi pêxîla hev bigirin. Û devera jêrîn ku ya Abasa û Kurdên din bû, û çêregeha pez û tarişên wan bû, lê neçandî bû, bi hoya ku gîsinkêş û çinînker ên – mîkanîkî nebûn. Desthilata Sûrî ew devera jêrîn, li ser Şemmera tomar kir, û da wan.

Her wiha Şemmera, bi alîkariya desthilata Sûrî, bi tomar kirinê, dest danîn ser devera jêrîn ya Aliya, ew a ku hêj çêregeha pez û tarişê hoza Aliya bû, û hêj nehatibû çandin. Di ser van dekan re, Şemmera êrîşî gundê Kevirê Dinna kirin, da wî gundî, ji destê Aliya derxin, lê hoza Aliya, nemerdî nekirin, û êrîşa wan, polî poşman – bi şûn de, vegerandin. Carek dî, dema ku Şako yê Kurd, ‘Efra jina Ebdirrehman ê Medlûl, ji serekên Şemmera –revand, Şemmera ew bûyer kirin behane, û xwestin şerekî fireh, dijî devera Abasa û Aliya vêxin. Lê bi hêminiya Kurda û xwe ragiriya wan, û girtina Şako û Efra, ji aliyê desthilatê, û kuştina herduwa, bi destê Şemmera, dawî li wê arîşeyê hat.

Cubûriya jî, hozek mezin e, ji Erebên Cizîrê, piraniya wan, ta berî 60 salî–koçer bûn, pez û tariş xwedî dikirin, û hindik ji wan – niştecih bûn, li kenarên çemê Xabûr, li devera bajarê Hesekê, ji başûr û rojava de. Ev hoz, di demên hozdariyê de –ne şervan bû, û li ser wan dihate got in: ”Mêra mêr dikuştin, û Cubûriya hûr dişuştin”. Û her peyrew bûn bo desthilata Osmanlî, û çi caran, yaxî nebûne li ber wê desthilatê. Û ji bo vê yekê, Osmanliya, naznavê Paşa – dane Muslit, ji malmezina wan, malbata Mulhim. Û gava ku desthilata Sûrî pêk hat, bi serperiştiya Firensa, Cubûriya, çi cara li ber Firensa ne rabûn, tev ku Hesekê navenda desthilata Firensiya – bû, û di wan çaxan de, piraniya hozên mezin, ji Kurd û Ereban – li dijî Firensiyan yaxî dibûn. Û gava desthilata Erebî, li bin serperiştiya Firensa –cih girt û xurt bû, serekên Cubûriya pêwendên xwe digel wê desthilatê çê kirin û bûn

peyrewên dilsoj ji wê re, bi dostên wê re dost bûn û bi dijminê wê disthilatê re dijmin bûn. Bi vî awayî Cubûriya bûn dijî Kurda, û wê desthilatê, dever ên Kurda yên jêrîn – li ser Cubûriya tomar kirin. Devera jora Til birek ku dihate navdan ”Berkesiz” û kenarên Çemê Ceqceq ku dihate navdan çemê ”Hirmêsê”, li ser Cubûriya hatin tomar kirin, tev ku ew dever – yên êla Temika bûn, her wiha devera jêrîn ya êla Mîrsiniya bû, lê bi alîkariya desthilatê, li ser Cubûriya tomar bû. Cubûriya xwe xurt dîtin, û bi piştgiriya desthilata Sûrî, destdirêjî kirin, li ser van herdû êlên Kurd, û êrîş kirin ser dever a jêrîn ya Mîrsiniya, bi serdariya Ebasil’axewat ji malbata Mulhim. Mîrsiniya berevaniya xwe kirin, û şer vêket, û di encamê de, ‘Ebasil’axewat hate kuştin.

Em dê li ser vî şerê Cubûriya û Mîrsiniya – rawestin. Ev şer û piraniya şerên hozdarî, di navbera hozên Ereb û Kurd de – destpêkirin, piştî xurtiya desthilata Erebî, li Sûriya, bi egera qelsketin û roxandina Firensa, di cenga Cihanî ya duwemîn de. Şerên Begara û Kîkan tev, di her dû salên 1944–1945 de, vêketin. Şerê Cubûriya û Mîrsiniya di sala 1944 de bû. Şerê di navbera Şemmera û Aliya de, şerên di navbera Şemmera û koçera de, ne liheviya Kurdên Abasa û Omerka, bi destwerdana Şemmera – tevde di demên desthilata Sûriya Erebî de bûn. Û ew şerên hozdarî tevde – di navbera hozên Ereb û kurd de bûn, bi piştgiriya desthilata Sûrî, ji hozên Ereb re, û bi mebesta ku ew hozên Ereb – dest deynin ser xakên ku Kurda berê girtibûn û ava kiribûn. Û gava ew mebesta desthilata Sûrî bi giştî, bi şerên hozdarî – bi cih ne hat, ewê desthilatê, bi yasa û pirojeyên şovînî, ew mebest bi cih kirin. Ew mebestên şovînî, bi Çembera Erebî, bi hijmara awarte ya sala 1962, û bi yasaya çakkirina çandiniyê ”Islahizzira’î”, bi fermana yasakarî ya /49/ di sala 2008 de, t. d – hatin bi cih kirin.

Ev şerê Cubûriya û Mîrsiniya, yeke ji wan şerên hozdarî, ji aliyê hozên Ereb, dijî hozên Kurd. Hoya vî şerî ew bû, ku hin Kurdên ji êla Mîrsiniya, di salên sî yan de, ji sed-saliya bîstan, hin gund ava kiribûn, li devera bakura Tilbirek. Ew gundên Mîrsiniya ev bûn:Gundê Heso Xelef, Qolo, Qurdîsê, Werdiyê, Girzîn…t. d. Serekên Cubûriya, piştî ku dîtin gîsinkêş (terektor) û çinînkar (derrase) yên Mîkanîkî, ketin kar – xwestin wan gundên Mîrsiniya yênbakura devera xwe ji destê Mîrsiniya derînin, û gava Mîrsiniya daxwaza wan – ne pejirandin, Ebdil’ezîz ê Muslit serekê Cubûriya – gef li wan kirin ku dê gundên Mîrsiniya ta gundê Topiz yê Evdiyê Xello, serekê Mîrsiniya ku nêzîkî sînorê Turkiya ye, teva, ji destê wan, derxe, bi zorê. Niştecihên wan gundên Mîrsiniya yên jêrîn ku nêzîkî devera Cubûriya bûn – tirsiyan û hewar gihandin Evdiyê Xello. Û Hiskoyê Biro yê Xello, birazayê Evdiyê Xello, digel 8-9 suwarên çekdar – di hana wan gund ên Mîrsiniya yên jêrîn de hatin.

Serekên Cubûriya biryar dan; êrîşî wan gundên Mîrsiniya yên jêrîn bikin, û wan talan bikin û biqewirînin. Dibe ku di bîra wan de bû ku berjor biçin, ta gundê Topiz, wek ku Ebdil’ezîzê Muslit gotibû, yan bigihana sînorê Turkiya, wek
ku Raxibê Beşîr serekê Beggara, li ser Kîkan gef kiribûn, yan wek ku gundên Tilcemalê û Dugirka, ku li ser Şemmera hatibûn nivîsandin. Tête gotin ku Ebbasil A’xewat, yek ji serekên Cubûriya bû, û şervanekî wa yê bi nav û deng bû – biryara Cubûriya ne pejirand, û ‘Ebdil’ezîz ê Muslit, tinazê xwe bi wî kir, û ew cixirand û got: ”Tu yê şahî û govenda yî” (ango tu ne şervanî). Ebbasil A’xewat şermezar bû, û li ber xwe ket , û biryar da ku serdariya wê êrîşê û wî şerê dijî Mîrsiniya bike, û sedên suwarên çekdar, ji Cubûriya – êrîşî wan gundên jêr în yên Mîrsiniya kirin. Hisko û çekdarên xwe bose girtin, li gundê pêşîn, gundê Heso Xelef, Hisko ji çekdarên xwe re got: ”Kes ji we, berî min, tivingê ne teqîne, û miqate û nigehdar bin, li koleyekî reş yê Ebbasil A’xewat, ew kole segman e, eger ew, li me bi
zivire, û bikeve pişt me, û me ji paş ve, bibîne, yek fîşek û berika wî – ji nîşanê şaş na çin”.

Êrîşa şervanên Cubûriya nêzîkî bosegeha Hisko û çekdarên wî – bû, û şervanên wan hatin nas kirin, Hisko destûra teqînê da. Bê guman, ew û çekdarên xwe yên hilbijartî, tev segman bûn, berikên wan, ji nîşanê şaş ne dibûn. Hisko ji çekdarên xwe xwest ku Ebbasil A’xewat – ne kujin, çikû her dû, berê dostên hev bûn.
Gava pêta şer hil bû, yekî ji çekdarên Hisko got: ”Hûn wî koleyê reş ew ê segman – ji mi re bihêlin, ez dê wî bikim berger, û gorî û qurban ji diya xwe re, çikû mi çi qurban hêj li wê ne da ne”. Û hesp û suwar–hatin kuştin, û di pêşiya kuştiyan de, Ebbasil Axewat û koleyê wî yê reş –hatin kuştin, û Cubûriya şikestin, û rahiştin termê Ebbasil Axewat û reviyan. Lê piştî ew hinekî dûr çûn, kurê Ebbas vegeriya, hat kilaşa bavê xwe, ew a li cihê kuştina wî ma bû. Hisko got: ”kilaşa bavê wî bidin wî, û wî şermezar nekin”.
Şerekî dî jî, berê – çê bibû di navbera Cubûriy û Temika de, lê herdû aliya, zû li hev kirin, ku rojhilata Ceqceq ji Cubûriya re be, û rojava ji Temika re be. Lê bi alîkariya desthilata Sûrî û piştgiriya wê ji Cubûriya re, çend gundên bakura Telberek, ji devera Temika gihan Cubûriya. dijminahî gûr bû, û bi wê egerê, piraniya wan herdû deverên jêrîn yên Temika û Mîrsiniya –man ji Cubûriya re, ji bilî çend gundên ku paşê Kurda ji Cubûriya Kirrîn.

Deverên jêrîn yên Kurda li hembera devera Amûdê, ango deverên hozên Millanê Xidir, Gabara, û Deqoriya, ew jî
hatibûn tomar kirin, li ser hoza Cubûriya, lê bi egera ku desthilata Sûrî, ev her sê hoz ”Wetenî” – didîtin, û ew desthilat ne dijî wan bû, Cubûriya, gundên wê deverê – firot in wan her sê hozan, tev ku Cubûriya ew dever, ne ava kiri-bûn, û ne cot li wê kiribûn, û ne çandibûn. Ew devera jêrîn ya wan her sê hoza bû, çêregeha pez û tarişê wan bû, û nîşan ên wan yên dîrokî li wê deverê – winda na bin, û nîşana mezin Kewkebê Milla ye. Lê ya qenc ew bû ku şer û kuştin – di nav wan û Cubûriya de, çê nebûn.

Nasnameya Kurdî li Sûriya / Çapxaneya Emîral.

Lê Binêre

Komkujiya Robozkê

Komkujiya Qilabanê an jî Komkujiya Robozkê di 28ê kanûna 2011an de li gundê Robozkê yê Qilabanê pêk hat. Piştî ku di heman demê de civîna Lijneya …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !