Alîşêr Efendî û Çend Helbestên Wî

Alîşêr Efendî û Çend Helbestên Wî / Doxan Yildirim

Alîşer, wek ku tê zanîn, di nav berxwedana Qoçgirî û Dersimê de şexsiyeteke mezin bû. Wî li dijî zor destiya Tirkan di her cepheyî de şer kiriye. Alîşêr hem dîplomat û hem jî komutanekî zîrek bû. Di gel van xusûsiyetan mirovekî şahîr û tembûrvan jî bû. Hin helbestên wî bûne stran. Belê mixabin gelek helbestên wî ên nivîskî îro winda ne. Kitêbxana wî j i aliyê Tirkan de tê talankirin. ( Li gora ku M. Bayrak ji min re got: Nazmi Sevgin di kitêba xwe de qala destdayina ser sindoqek kitêbên Alîşêr dike.) Dijmin dixwest ku bi yêk carê re rêyan ji ortê rake ku her tişt bê ji bîrkirin. Piştî kuştina Alîşêr û Zarîfê neviyê Qasim Çavuşê birayê Alîşêr Zeynel ku di wê demê del3 salî bû ji aliyê Rehber û merovên wî tên kuştin. Xwenga Zeynel ya ku di wê wextê de di pêçekê de bû birîndar dibe. Bavê van zarokan Yusuf li Dersimê di şerê aşîrayetiyê de tê kuştin.

Çendek berê bi firseta çûyina welêt, min da dû şihîrên Alîşêr . Çend hebên ku min bi destxist derbasî nivîsê kir ku peşkeşi xwandevanan bikim. Sernivîsên helbestan ji aliyê min ve hatine danîn. Alîşêr helbestên xwe bi Kurmancî û Tirkî nivîsandine. Heta niha min nebihîstiye ku helbestên wî bi zarê Dimilikî hene. Naveroka helbestan li ser mesela Kurd û eşqa Hz. Alî (Qizilbaşi), tekoşîna li dijî devletên T irk û Moxolan e. Dema ku çekdarên Qoçgirî bi awayê leşkerîxwe perwerde dikin, perwerdekirin û patev bi Kurmancî ye.

CEBXANA ME TUNE

Lo lo eman e!

Çiyayê gazan girtiye berf û dûman e
Cebxana me tune, halê me yemane
Subedan li kewkebê, derketine serê Mezgelê
Me qurşûn avêtin hevdu, seba vê din ê meshebê
Min ev helbest ji teref gundiyên Altşêr Cemal, A. Haydar, Xalojina Riqê
bihtst. Helbest dirêj e, belê mixabin ewqast dizantbûn.

HASRET

Bu dûnya fanidir fani
Dedem seyit Kasim Xanî*
Kiş almiş Munzur dagini
Uçan kuşlar xeber hanî
Hasretin beni yakiyor
Boynuma zencir takiyor
Pirim kaldi Erzincan da
Talipler yola bakiyor
Seyit Kasim miri kelam
Giden yoktur yazam selam
Pirim kaldi Dersim elinde
Kimse yoktur haber alam

*Navê Seyit Kasim di kitêba “ERZlNCAN Tarihi, Cografi, Toplumsal,
Etnografi, Idari, Ihsal inceleme araşttrma tecrubesi” ya Ali Kemal des.119
derbas dibe.

HAYDAR BEG

Tarih bin ûçyiiz otuz yedi
Haydar Begden geldi haber
Haydar Beg ata binmiş
Yigitleri hep seçmiştir
Erzincan Kiirtleri derler
Köpriiler hep atilmiştir
Haydar Beg beylerin beyi

Cihanda bulunmaz dengi
Duwanhkta tabur bozdu
Aslan gibi etti ceng.

*Mehmet Karakuş ê Kevenlîvê helbesta Alîşêr dixwîne.Di helbestê de du rêz
kêm hene.
Min, ev her çar helbestên jêrîn ên Alîşêr ji devê Belguzarê Kevenlî bihtst.
Belguzar aniha 64- 65 salîy e. Kalikê wî Mistefa demekê dirêj li cem Alîşêr li
Dersimê dimîne. Piştî demekê li gundê xwe vedigere û dersê dide zarokan.

EY CANAN

Ey canan bi eşqa te jî hatim
Demê te yad mekim, çi bikim?
Ji hisna te re ez jî matim
Lê ez feryat mekim, çi bikim?
Zihîn li eşqa te heye
Zaten li meşqa te jî heye
Li ruyê min şevqa te heye
Ez dil abad mekim, çi bikim?
Ez jî maîlim cemal tu yî
Di fikra min da xeyal tu yî
Ser dikim qil û qal tu yî
Ez jî qisan îcat mekim çi bikim?
Seba te giştî aşiqan
Mal û milk kirin wêran
Seba te jî şahê rindan
Ez jî berbat mebim çi bikim?
Ez jî Mecnûn tu jî Heva
Li sevdayê te ye Leyla
Seba şêrîn koy û qeya
wek ku Ferhat mekim çi bikim?
Ey canan tu jî serê yaran
Çima tu pirs nakî caran

Tu jî şad dike exyaran
Li te bêzar mebim çi bikim?
Teqî bere yarê te ye
Dijminê exyarê te ye
Maîlê dîdara te ye
Ez jî bi te xeşat mekim çi bikim?

MIN GOT

Alema ervahê cema elestê
Exyar la îllah got min îllelah got
Li asanê taqvîm li hêla rastê
Cemalê te ra min bîsmîllah got
Bîsmîllah min lê hanî alemî ceberut
Ervahê lê hanî miilkii merecut
Li alemî şahadet el sirrî lehut
Nura Ahmet ra min resullulah got
Resullulah yare şefaat kanî
Ububet velayet kê ku nezanî
Caran jî nabînî feyz-i rehmanî
Bi eşqa Elî min velîlulah got
Welîlulah ne got misliman nîne
Li mûheyîbê dewdu îmaman nîne
Mûnkir mûnafike ji quran nîne
Şikir bi Xwedê min eyvallah got
Eyvallah min yare vahadeta te ye
Giştî mevcutat heyeta te ye
Di ber şera hîzmet taeta te ye
Nemi niyaz vaye min huvallah got
Huvallah dibêm yareb te çitan tarîf kim
Kullî îçtîhadan gîştî tarîf kim
Bi elhemdûllîlah hatmi şerîf kim
Ruyê min tu yî, min amentûbillah got

Amentûbillah Takî min mazlûm meke
Li heyeta ebed min mahdûm meke
Li meqema ewliyan min mahrûm meke
Bi heqqê Muhamed Alî te ra Allah got.

RAHM EYLE

Rahm eyle bize putlarm şahi
Benim çektigimi erd-i semah çekemez
Zalimin zulmi, mazlumun ahi
Azim olan aşik ala çekemez
Yari mahçub edip exyari memnun
şanma dûşermiydi çeşmi purhun
Adalet nizami eyledin mahzun
Sabreden eyyub-y ala çekemez
Kalmadi meydanda ad edenin merdi
Exyardir çektigim ah ile sevdi
Bir yanda bize dost olanin derdi
Hem bu hali halk-i alem çekemez
Seni seven daim dûşmûş esarete
Kurtar bizi dedik gel inayete
Gittikçe dûşurdiin xemi minnete
Hem bu hali Hiiseyni Kerbela çekemez
înayet eyle şahim geldi zamam
Xoş merhem bagla bu derdi mihani
Lutf eyle mahf et şu kavmi mervam
Hem bu hali Taki yi şeheda çekemez.

ELHEMDÛLLÎLAH

Cemahm murad cihan numadir
Bare kella gördûm elhemdûllilah
Cemahn hikmet syrn xudadir
Zerresine erdim elhemdiillilah

Efkarim efkanm Allah-i ekber
Ya nuri Muhammed dilimden ezber
Mûrşidim muilim sultanim Haydar
Yani ser verdim elhemdûllilah
Set selatil sela mihri mahim var
Ömriimiin miilkinde on iki şahim var
Hazreti Cafere giden ragim var
ikiligi sildim elhemdûllilah
Ol emir el miiminin danl amandir
On dört yildizim var şöhreyi candir
Cûmlesi bûlbûli danl cinandir
Gûllerini derdim elhemdûllilah
Serhab-i aşkinla şaha beyhuşem
Methi muhabetle mesdi meyxuşem
Ben Taki halka bir guşem
Payine yiiz siirdiim elhemdûllilah.

Kovara Çira, Hejmar 9, 1997.

Lê Binêre

Enwer Yilmaz

Jiyana Enwer Yilmaz

Kedkarê Kirdkî Enwer Yilmaz serra 1980 de Dîyarbekir de ameyo dinya. Bi eslê qezaya Çewlîgî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !