di dîroka Ibn Xeldûn de

Rewşa Kurdan di dîroka Ibn Xeldûn de

Wergera ji Erebî / Emîn Narozî

Ji Kîtab el-‘Iber We Dîwan el-Mubteda we el-Xeber fî Eyyam el-Ereb we el-Ecem we el-Berber (Ibn Xeldûn)

Piştî ‘Hemdaniyan Dewleta Merwaniyan Li Diyarê Bekir û Destpêka Kar û Barê wan û Rewşa Tevgera Wan

Ya rastî diviyabû ku em li pey dewleta ‘Hemdaniyan rewşa vê dewletê
bibêjin, çawa ku me ya El-Muqellediyan li Mûsilê û ya Benî Salih îbn (kurrê)
Mirdas jî li Helebê got. Çiku ev hersê dewlet jî ji nav dewleta wan derketine
û şax dane, bes Merwanî bi xwe ne Ereb in lêbelê ew Kurd in û ji ber vê yekê
jî me dewleta wan anî xiste nav rêza ya biyaniyan [yên ne Ereb], lê me ew hişt
piştî dewleta Benî Tûlûn, çimkî dewleta Benî Tûlûn gellek li pêşiya ya wan
bû. Niha jî dê em dest bi nûçeyên dewleta Merwaniyan bikin:

Ji xwe li pêş meseleya Badê Kurdî ku navê wî Huseyn îbn (kurrê) Dûşik1
û paşnavê wî jî Ebû ( Bavê ) ŞeccaŞ bû, bihurî. Herweha dîsa bihurî ku ew xalê
Ebû ‘Elî îbn Merwanê Kurdî bû, wî dest danîbû ser Mûsil û Diyarê Bekir
[herêma Diyarbekir] û gelş di nav wî û Deylemiyan de derketibû, lê piştre zora
wî çûbû û ew hilkişiyabû çiyayên Kurdan. Di duvre ‘Edud ed-Dewle û Şeref
ed-Dewle mirin, Ebû Tahir Ibrahîm û Ebû ‘Ebdullah el-‘Hesen hatin Mûsilê
zeft kirin, bes di nav wan û Deylemiyan de jî nakokî derket. Li ser vê yekê dilê
Bad jî ku hingê li Diyarê Bekir dima, bijiya Mûsilê û rabû ber pê ve çû, lê herdu
kurrên Nasir ed-Dewle zora wî birin û ew di cingê de hat kuştin, çawa ku li
pêş jî ev bûyer giş derbas bûn.

Dema ew hate kuştin xwarziyê wî Ebû Elîîbn Merwanji şer filitî û çû gihîşte
Husni Keyfa [Heskîfê] ku malbata Bad û zexîreya wî li wir bû û yek ji keleyên
wî yên asêtirîn bû. Wî ji bo ketina keleyê bi hîle diyar kir ku xalê wî ew
şandiye, ta ku kete hundurû rabû dest danî ser keleyê û jinxala xwe mar kir.
Piştr e ew li navçeya Diyarbekirê geriya û milkê xalê xwe Bad tev zeft kir, Di
wê navê de dema ku wî jî dora Meyafarqînê girtibû herdu kurrên ‘Hemdan
êrîşî ser wî kirin lê wî ew şikandin. Piştre dema ew li ser Amedê bû careke din
ew zivirîne ser lê cara diduyan jî şikestin. Rewşa wan ji Mûsilê ve têk çû û Ebû
Elî îbn Merwan Diyarê Bekir giş zeft kir. Xelkê Meyafarqînê ku rîspiyê wan
Ebû el-Esxer2 bû destê xwe dirêjî wî kir lê wî dengê xwe nekir haya ku roja
cejnê hat û ew derketin çolê. Li çolê wî êrîşî ser wan kir Ebû el-Esxer girt, di
sûrê de avête xwar û Kurdan dest danî ser bajêr. Ebû Elî deriyan li ser wan
[xelkê bajêr] girt nehişt ku ew têkevin hundurû û heryek ji wan bi riyekê ve
çûn. Hingê sala 380/990’î bû.

Kuştina Ebû Elî îbn Merwan û mezinatiya birayê wî Ebû Mensûr

Ebû Elî îbn Merwan bi qîza Se’d ed-Dewle îbn Seyf ed-Dewle [yê “emdanî] re zewicî bû, wî ew bi lez ji Helebê da anîn ku li Amedê jê re qesrekê ava bike.
Hingê rîspiyê wan tirsiya ku tiştê anîbû serê meyafarqîniyan dê bîne serê wî
û amediyan jî û hevalên xwe li ser vê yekê haydar kir. Wî j i wan xwest ku dema
ew têkeve hundurû ew zîv û zêr li ser bireşînin, bavêjin ser û çavên wî û paşî
lêxin.3 Wan jî wusa kir, ew mijûl kirin û ji nedî ve derbekê li serê wî xistin.
Hevalên wî li hev qelibîn, di wê navê de amediyan serê wî jî avêtin cem hevalên
wî yên Kurd û ew jî bi paş ve dageriyan Meyafarqînê. Parêzgerên wê ketin
gumanê ku dê ew Meyafarqînê zeft bikin û ji ber vê yekê nehiştin ew têkevin
bajêr lê piştre dema birayê Ebû Elî Muhid ed-Dewle4 Ebû Mensûr îbn
Merwan hat gihîşt bajêr hingê pasbanan rê dayê ku têkevê û wî ew der
[Meyafarqîn] zeft kir. Ji sikke (diravçêkirin) û xutbexwendinê pê ve tiştekîdin
ku bike jê re nemabû.

[Dema ew hat ser hukum] birayê wî Ebû Nesr dijî wî rabû û pê re berberî
kir, lê Ebû Mensûr zora wî bir û wî şand keleya Sêrtê, bes wî li wir jî timî jê
re zehmetî derdixist. Heçî Amed heya demeke dirêj di destê şêxê wan
‘Ebdullah5 de ma. Wî qîza xwe jî dabû îbn Dumneyê ku kuştina Ebû Elî îbn
Merwan girtibû ser xwe; lê wî [îbn Dumne] ew [‘Ebdullah] jî kuşt, dest danî
ser Amedê û li ber sûrê qesrek ji xwe re ava kir. Di pey de ew kete ber
fermanrewahiya Muhîd ed-Dewle, nava xwe û wî xweş kir, perû ji qiralê
Romê, xwediyê Misrê û şahên din re şandin û nav û dengê wî belavbû.

Kuştina Muhîd ed-Dewle îbn Merwan û mezinatiya birayê wî Ebû Nesr

Muhîd ed-Dewle li Meyafarqînê dima û di nav dewleta wî de
desthilatdariyeke xurt ya serokleşkerê wî Şirwe [Şêrwe] hebû. Wî jî zebt û
rebtê sipartibû koleyekîxwe ku Muhîd ed-Dewle zahf jê aciz bû û gellek caran
dixwest wî bide kuştin lê ji ber xatirê şirwe dîsa dev jê berdida. Carekê gava
ku koleyê Şirwe çû hizûra wî jê re fizûliya (fesadiya) Muhîd ed-Dewle kir û
nava wan xera kir. Demek di pey de dema ew [Muhîd ed-Dewle] çû cem, wî
[Şirwe] rabû ew kuşt ku hingê sala 402/10 11 ‘yan bû û dûvre weke ku ew bi
fermana Muhîd ed-Dewle here, çû dest danî ser heval, meriv û pismamên wî
tev.6 Piştr e ew meşiya heya Meyafaqînê, wan bi ceweta Muhîd ed-Dewle jê re
derî vekir, ew kete bajêr û ew der zeft kir. Wî dest pê kir li ser devê Muhîd ed-
Dewle ji xwediyên keleyan giş re name nivîsand û sipartina keleyan ji wan
xwest. Di nav wan de xwediyê keleya Erzena Romê [Xirebajar] Xwace Ebû
el-Qasim, keleya xwe neda kesekî û [ji bo eseyîkirina xeberê] berê xwe da
Meyafarqînê.

Di rê de ew bi kuştina Muhîd ed-Dewle hisiya û ji nîvê rê car
din bi paş ve zivirî Erzenê. Wî şande pey Ebû Nesr Ibn Merwan, wî ji Sêrtê
anî û bire cem bavê wî Merwan ku hingê tadeyî gihîştibûyê û ji bêgavî bi jina
xwe re derketibû çûbû Erzenê ser gora kurrê xwe Ebû Elî. Ew jî çûne cem, wî
li hizûra bavê wî û li cem gora birayê wî ew da sondê û Erzenê dayê. Di wê
navê de Şirwe jî ji Meyafarqînê mirov ji bo girtina Ebû Nesr îbn Merwan
şandibû Sêrtê lê hê berî hingê ew gihîştibû Erzenê jî; bi vê re jî ew [Şêrwe] têgihîşt ku dawiya wî hatiye. Piştî Erzenê Ebû Nesr deverên Diyarê Bekir yên
din jî girt, bi bernavkê [leqeba] Nesîr ed-Dewle hate bi nav kirin û dewra wî
dest pê kir. Wî xuyê xwe xweş kir û ji ber vê yekê jî ji her deverên cîhanê gellek
zana û şar eza lê kom bûn. Yek ji wanên ku qesta wî kiribûn Ebû ‘Ebdullah el-
Kazerûnî bû ku li hêla Diyarê Bekir mezhebê şafi’î pê belav bû. Gellek şa Şir
û helbestvan lê civiyabûn, pesnê wî didan û wî jî ew perû [xelat] dikirin. Di
dema wî de ew gelî û birrekên wan deveran tev ewle man û teba [reŞye] û
xwelêgirtiyên wî jî heya dema mirina wî di welatê xweştrîn de jiyan.

Vegirtina Nesîr ed-Dewle îbn Merwan bi ser Ruhayê ve

Bajarê Ruhayê di destê ‘Uteyr [en-Numeyrî] de bû, wan [ruhayiyan] ji Ebû
Nesr îbn Merwan re nivîsand û jê xwestin ku here wê vegire. Wî jî cîgirê xwe
yê Amedê ku navê wî Zenk [Zeng îbn Ewan] bû şande wir û ew der zeft kir,
lê wî [‘Uteyr] bi riya Salih Ibn Murdasê xwediyê Helebê ji îbn Merwan hêviya
bexşînê kir, wî jîew bexişand û nîvê bajêr dayê. Ew [‘Uteyr] çû Meyafarqînê
cem Nesîr ed-Dewle, wî qedrekî baş dayê û ew şande Ruhayê ku bi Zenk
[Zeng] re li wir bimîne. Ew çend rojan bi Zenk [Zeng] re bi aştî ma lê di wê
navê de kurrê wî cihgirê ku wî [‘Uteyr] ew kuştibû hate wir.8 Zeng ji bo
heyfhilanînê nav tê da û dema ew [‘Uteyr] derket wî jî da pey, ji bo tolgirtinê
lê kire gazî. Çaxê xelkê çarşiyê ev yek buhîst ji nedî ve avêtin ser û wî bi sê
hevalên wî ve kuştin. Benî Numeyriyan jî li dervayî bajêr ji Zeng re kemîn
danîn û hinek êrîşkaran şandin ser , gava Zeng bi leşker ve derket û kemîn
derbas kir hingê wan êrîş birê. Di şer de kevirek lê ket û ji ber derba wî kevirî
ew vegirê (fatihê) hijdemîn mir û Ruha jî ji Nesîr ed-Dewle re ma. Piştre Salih
îbn Murdas ji bo Ibn ‘Uteyr û Ibn Şibil mehderî (şefa Şet) kir û navçe car din
li wan hate zivirandin heya ku îbn ‘Uteyr çawa ku wê li pêş jî bê, ew der firote
dewleta Romê [Bizansiyan].

Dorgirtina Bedran ibn Muqelled ya Nuseybînê [Nisêbînê]

Nuseybîn [Nisêbîn] di destê Nesîr ed-Dewle îbn Merwan de bû gava ku
Bedran îbn Muqelled bi koma ‘Uqeyliyan ve çû ser û dora wê girt. Wî zora
wan leşkerên ku li wir bûn bir, lê Nesîr ed-Dewle hinek leşkerên din şande
alîkariya wan. Bedran hinek mirov şandin pêşiya wan û ew şikandin lê îbn
Merwan jî leşkerekî pirrtir li hev civand û wan şande Nuseybînê. Ew çûne ser
[Bedran] û cara pêşî ew şikandin bes piştr e dîsa ew li wan fitilî û êrîşî wan kir.
Wî her li şerê wan domand heya ku bihîst birayê wî Qerwaş gihîştiye Mûsilê;
ew jê tirsiya û ji ser wir rabû.

Ketina Xuzziyan [Oxuziyan/Oguz Ogullari] ya Diyarê Bekir

Ev Xuzzî [Oxuzî] ji hinek qebîleyên Turkan in û eslê Sulcûqiyan [Selçûqiyan] jî ji wan tê. Ji xwe li pêş bihurî ku çawa dema ew gihîştin Xorasanê
Muhemmed îbn Sebektekîn [Sibiktekîn], Erslan [Arslan] îbn Sulcûq [Selçûq] girt û ew avête zindanê, herweha ew xirabiyên ku li Xorasanê kirin û ew êrîşa
Muhemmed îbn Sebektekîn ku piştî mirina bavê xwe Mehmûd bire ser wan
û ew bi çolê ve reviyan çûne Azerbaycanê cem wan Xuzziyên ku berê li wir
bûn, bihurî. Piştî ku ew nikaribûn têkevin Hemezan, Qezwîn û Ermenîstanê
rabûn çûn xelkê îraqê şewitandin. Yên din jî ji Azerbaycanê hatin derxistin
û Wehşûzanê xwediyê Tebrîzê jî tibabek ji wan kuşt. Kurdan jî nehişt ew
têkevin nav wan û ew talan kirin.

Dûvre dema nûçe gihîşte wan ku birayê
Sultan Tuxrul Beg Niyal mrahîm bi Reyyê ve çûye, di wê sala 433/1041’an
de ew ji wir bi lez reviyan û çûne Azerbaycanê, lê dîsa xeber hat ku Niyal li
pey wan e, wan ji tirsa ji wir jî bazda, çiku ew re’yeyên wî û birayê wî bûn.
Dema ew reviyan rêbir ew di çiya û zozanan de birin haya ku gihîştin deşta
Cezîreya îbn ‘Umer [Cizîra Botan] . Ji wir hinek ji wan çûne Diyarê Bekii; wan
Qezwîn, el-Husniye û Yazîdiyê bi zor zeft kir, hinek ji wan jî li hêla rojhilatê
Cizîrê man û yên din çûne Mûsilê. Suleymanê kurrê Nesîr ed-Dewle li wir
nazir bû, wî ji bo lihevhatinê şande pey wan bi şertê ku ew bi wan re here
herêma Şamê, wan jî qebûl kir. Piştre Suleyman ziyafetekê da, Ibn Xuzz
[Oxuz) Elî vexwendê û ew girt, avête zindanê. Xuzzî [Oxuzî] bi herhêlê ve
reviyan û leşkerê Nesîr ed-Dewle, yê Qerwaş û yê Kurdên Besnewî 9 dane pey
wan. Piştre dema Ereb ji bo lêderbaskirina zivistana xwe çûne îraqê hingê
Xuzzî jî zivirîne Cezîreya ibn ‘Umer û dora wê girtin, wan Diyarê Bekir bi
kuştin û talanan xira kir. Nesîr ed-Dewle xwest ku bi berdana Mensûr ibn
Xuzz Eli ku Suleyman ew hebis kiribû, bertîl bike lê berdana wî têrî
rawestandina xirabiyên wan nekir û ew heya Nuseybîn, Sencar û Xabûrê pê
ve çûn. Qerwaş jîçawa ku me li pêş jî diyar kir , kete Mûsilê lê qefleyek ji wan
[Xuzziyan] jî dane pey û ew bûyerên ku me di behsa wî [Qerwaş]de derbas
kir di nav wî û wan [Xuzziyan] de çêbûn.

Çuna Romê ber bi welatê Merwaniyan ve û Vegirtina Ruhayê

Dema doza ‘Elewîtiyê li Şam û el-Cezîreyê belabû ku sedemê wê jî
xwendina xutbeyê li ser navê wan ji aliyê xwediyêHerranê û er-ReqeyêWîsab
en-Numeyrîbû û el-Wezîrîjialiyê ŞElewiyan ve bû waliyê herêma Şamê hingê
wî gef li îbn Merwan xwarin ku dê ew here bavêje ser welatê wî. îbn Merwan
ji xwediyê Mûsilê Qerwaş û ji xwediyê er-Reqeyê Şebîb îbn Wîsab daxwaza
alîkarî, hevkarî û rakirina doza ‘Elewîtiyê kir, wan jî erê kir, xutbeya ser navê
el-Mustensir birrîn û dest pê kirin xutbe li ser navê el-Qaîm xwendin. Sal
hingê 430/1038 bû; el-Wezîrî dîsa rabû ser zengoyan û gef li wan xwar. Li ser
vê îbn wîsab careke din dageriya ser Xutbeya ‘Elewîtiyê ku hingê ketibû meha
zulhecceyê [meha dozdemîn ji salnameya hîvî yî koçî ye] û bûbû dawiya salê.

Kuştina Suleymanê Kurrê Nesîr ed-Dewle

Nesîr ed-Dewle kurrê xwe Suleyman ku bi Ebû Herb el-Umûr jî dihate
nasîn [li hêla Cizîrê] kiribû walî. Di hingê de li el-Cezîreyê (Cizîrê) Mûşik [li
pêş Mûsik bihûrî] îbn el-Muhellî ku mezinê hinek keleyên wan deran bû, pê
re hemberî dikir û li ser vê yekê di nav wan de dijîtî derket. Piştre Suleyman
rabû xwe bi ger û fen nêzî wî kir. Ji ber ku xwediyê keleya Fenikê û hinek
keleyên din Mîr Ebû Tahirê Besnewî yê xwarziyê Nesîr ed-Dewle dostê
Suleyman bû, ew rabû wî ew Mûşik] bi qîza Ebû Tahir re zewcand heya ku
ev yek bû sedemê nêzîkayiya navbera wan û dilê Mûşik li Suleman vebû, pişta
xwe dayê û çû şerrê Dewleta Romê [Bizansiyan] li Ermenistanê. Nesîr ed-
Dewle ibn Merwan alîkariya mal û leşker pê r e kir, ji xwe berê jî wî li ser navê
wî ([Nesîr ed-Dewle] xutbe dixwend û bi ya wî dikir. Wî Mehdera Mûşik kir
lê Suleyman ew zû kuşt û ji Tuxrul Beg re got ku: “Ew miriye”.

Ji ber bikaranîna wî [Suleyman] qîza Ebû Tahir ku ew dabû Mûşik, ji bo vê kuştinê
Ebû Tahir bi awayekî manedar jê re spasî kir, lê Suleyman jê tirsiya û ji bo
bûyerê daxwaziya berîbûnê jê kir. Wî jî ew pejirand, daxwaza hevdîtinê li
Suleyman kir û ji bo wê yekê jî ji kelaya xwe ya Fenikê dakete xwar. Suleyman
jî bi çand kesan ve derkete pêşiyê, lêUbeydullah10 ew kuşt û çû gihîşte wan
kesên ku dijî bavê wî rabûbûn. Ev nûçe gihîşte Nesîr ed-Dewle, ew jî rabû wî
kurrê xwe Nesîr11 digel leşker ve ji bo parastina Cizîrê şande wir . Qureyşê
Kurrê Bedran gava ev bûyer bihîst, temê wî avête milkê Cezereya îbn ‘Umer
[Cizîra Botan] û çûyê. Kurdên Husniye û yên Besnewî jî bûne yek û ji bo
kuştina Nesîr îbn Merwan gihştin hev, lê wî bi wan re xweş şer r kir û welatê
xwe qenc parast. Di cengê de Qureyş bi çend ciyan birîndar bû û dageriya
Mûsilê, Nesîr îbn Merwan li Cizîrê ma û Kurd jî li hember wî.

Çûna Tuxrul Beg Ber Bi Diyrarê Bekir Ve

Dema Tuxrul Begçû Mûsilê û ewder zeft kir serê pêşî Qureyş ji wir reviya
lê piştr e di sala 448/1 05 6’an de zivirî û kete ber fermana wî. Dûvre Tuxrul Beg
ji wir berê xwe da hêla Diyarê Bekir û çû dora Cezîreya ibn ‘Umer [Cizîra
Botan] girt. Di çûyina wî [Tuxrul Beg] ya ser Mûsilê û dagerandina wî de îbn
Merwan jî di ber xizmeta wî de bû û jê re diyariyên curbicur şandibû. Wî ji
ber cizîrê ve jî mal dayê û diyar kir ku dê li kêleka wî têkeve wî şerrê pîroz û
pê re geliyan biparêze. Tuxrul Beg hingê dorgirtina ser wî rakir û çû hêla
Sincarê, çawa ku me di bûyerên Qureyş de jî got.

Mirina Nesîr ed-Dewle îbn Merwan û mezinatiya Kurrê wî Nesr
Di sala 453/1061’ê de Nesîr ed-Dewle Ehmed îbn Merwanê Kurdî yê
xwediyê Diyarê Bekir ku nasnavê wîel-Qadir Billah bû, pêncî û du sal piştî
ferman-dariya xwe mir. Deverên bin destên wî pirr bûbûn, malê wî zahf bûbû
û di wan gelî û birrekan de berhemên baş da bû. Wî gellek perû û diyariyên
hêja dida sultan Tuxrul Beg. Ew werîsê yaqûtî yê Buweyhiyan ku wî ji Ebû
Mensûr îbn Celal ed-Dewle kirîbû jî di nav wan de bû ku pê re sedhezar dînar
jî jê re şandibû û ji ber vê yekê jî wî [Tuxrul Beg] rûmeteke baş dabûyê. Wî bi
bihayê pêncsed hezar dînaran û zêdetir jî cariye ji melîkên mezin re dikirî da
ku demeke xweş bi wan bide j iyan û dilên wan şa bike. Ji bo razan û qerwaşiyê
ji hezarî bêhtir cariye li cem wî hebûn. Firaq û aletên muzîkê yên wusa bi
qîmet ku bihayê wan ji dused hezarî zêdetir bûn, li cem wî peyda dibûn.

Wî qîzên şah û milûkan li hev civandibû û bi wan re zewicîbû. Ji bo xwarinpêjiyê
aşpêjan şandibû diyarê Misrê û qût û mûnetên wan jî dabû heya ku li wir fêrî
aşpêjiyê bûbûn. Ebû el-Qasim îbn el-Mexribî ku mirovekî pêş yê dewleta
‘Elewiyên Misrê bû û Fexr ed-Dewle jî ku pêşewayekî dewleta ‘Ebbasiyan bû,
çûne cem; wî ew qebûl kirin û kirin wezîrên dewleta xwe. Çi helbestvanên ku
çûne cem qencî bi wan re hate kirin, zana û şarezayên ku qesta wî kirin cihê
wan li cem wî bilind bû û dema ku di sala [453/1061’ê]12 de mir hingê ew
serkeftin ji Nesr re ma; ew li Meyafarqînê rawestiya lê birayê wî SeŞîd çû
Amedê, ew der zeft kir û li ser vê yekê li hev kirin.

Mirina Nesr ed-Dewle û Mezinatiya Kurrê wî Mensûr

Piştre Nîzamuddîn Nesr îbn Nesîr ed-Dewle di zilhecceya sala 472/
1079’an de mir, kurrê wî Mensûr kete cihê wî û Ibn el-Enbarî jî dewleta wî
gerand. Ew li ser fermandariya dewleta xwe ma heya dema ku îbn Cuheyr hat,
avête ser û welêt ji destê wî derxist.

Çûna îbn Cuheyr Ber bi Diyarê Bekir ve

Fexr ed-Dewle Ebû Nesr Muhemmed îbn Cuheyr ji xelkê Mûsilê bû û berê
ji cariyeya Qerwaş re û piştre jî ji birayê wî Bereke re xizmet kiribû û ji cem
wî ji Qeyserê Romê re qîzên ezep biribû. Piştre ew kete ber xizmeta Qureyşê
kurrê Bedran jî ku paşînê xwest wî bavîje zindanê lê bi kefîltiya yekî Benî
ŞUqeylî xelas bû û çû Helebê. Li wir ew bû wezîrê Me’z ed-Dewle Ebû
Summal îbn Salih. Ji wir jî ew çû ‘Etiyyeyê û rastî Nesîr ed-Dewle îbn Merwan
hat; wî ew kire wezîrê xwe û rewşa dewleta xwe pê li hev anî. Dema ew di sala
453/1061 ‘ê de mir hingê wî [Fexr ed-Dewle] kar û barê Nesrê kurrê wîyê ku
kete cihê wî li hev rast kir lê piştre di sala 454/1 062’yan de reviya çû Bexdadê
ku hingê li wir wezîrtî jê re hatibû pêşkêşkirin. Ew piştî Muhemmed îbn
Mensûr îbn Du’ad13 bû wezîr. Di pey de gellek caran ew û kurrê wî ‘Emîd el-
Melîk ji kar hatin avêtin û car din li kar hatin zivirandin; herweha ew kete ber
xizmeta Nîzam el-Mulk û Sultan Tuxrul Beg jî.
Dema kurrê wî cara dawî ji ser kar hate avêtin hingê li cem Xelîfe
mehderiya wî hatibû kirin û Sultan û Nîzam el-Mulk şandinbû pey wî û kurrê
wî û pismamên wî giş. Ew çû Esfehanê cem wî [Sulatan] û qedir û rûmeteke
baş li wir dît. Wî [sultan] tevî leşker ew ji bo vegirtina Diyarê Bekir û sitandina
wir ji Merwaniyan birê kir. Wî alet danê û destûr jî dayê ku di xutbeyê de li
pey navê Sultan navê xwe bixwîne û wêneyên xwe li ser diravan bikêşe. Ew
di sala 476/1 083’yan de ji bo vê yekê bi rêket.

Vegirtina îbn Cuheyr bi Ser Amedê ve

Ji xwe me li pêş qala çuna Fexr ed-Dewle îbn Cuheyr tevî leşker ber bi
Diyarê Bekir ve kiribû. Piştîwê di sala 477/1084’an de Sultan, Erteqîbn Eksek
bi leşker ve şandibû alîkariya wî. Nesr îbn Merwan ji Şeref ed-Dewle Muslim
îbn Qureyş alîkarî xwestibû û ji wê bonê sozê dana Amedê pê re dabû, wî jî
qebûl kiribû û çûbû piştgiriya wî. Fexr ed-Dewle ibn Cuheyr ji ber merivatiya
Ereban ji cenga bi wan [Nesr û Muslim] re vekişiya, lê Erteq dijî wî derket û
bi Tirkan ve çû şerê wan û ew şikandin. Ew çû li Amedê gihîşte Muslim û ew
li wir xiste hesarê lê wî mal da Erteq û xwe ji ber xelaskir çû er-Reqeyê. îbn
Cuheyr jî berê xwe da Meyafarqînê lê Mensûr ibn Mezyed, kurrê wî Sedeqe
û Erebên pê re dev jê berdan û ji wir fitilîn. Fexr ed-Dewle çû devera ku bi navê
el-Qurm tê naskirin, li wir peya bû û hesara ser wê teng kir. Rojekê yek ji
parêzgiran ji sûrê hate xwar û cihê xwe vale hişt, yekî amî rabû çû cihê wî û
siloganên (duruşme û nîşanên) Sultan gotin; parêzgerên din yên ser sûrê jî li
pey wî çûn û xeber şandin cem Ze’îm er-Ruesa’ Ibn Cuheyr. Ew siwar bû û
çû di sala 478/1 085’an de dest danî ser bajêr. Xelkê bajêr malê Filleyên
(xiristiyanên) ku di bacgeh û deyndarvaniyê [tehsîlata bac, zikat û deynan] de
ji Merwaniyan re xizmet dikirin, talan kirin û bi vê yekê jî heyfê ji wan
hiltanîn, lê Xwedê çêtir dizane.

Vegirtina îbn Cuheyr ya Meyafarqîn û Cezîreya

îbn ‘Umer [Cizîra Botan] û Dawiya Dewleta Merwaniyan
Dema Fexr ed-Dewle îbn Cuheyr kurrê xwe şand Amedê ew jî çû bi ser
Meyafarqînê ve girt û heya sala 477/1 084’an li ser ma. Se’d ed-Dewle û
Kuhrayîn jî hatin alîkariya wî û her ku çû wî jî hesarê li wan teng kir Rojekê
sûr hat neqeb kirin û xelkê tê de sloganên (duruşme û nîşanên) Melîkşah
avêtin, hingê Fexr ed-Dewle jî kete bajêr û ew der vegirt. Wî dest danî ser
pertal û gencîneyên Merwaniyan û bi kurrê xwe Ze’im er-Ru’esa re ew ji
Sulatan Melikşah re şandin, di şewala [meha dehan ji salnameya koçî yî hîvî
ye] sala 478/1 085’an de ew gihîştin Esfehanê û Fexr ed-Dewle û Kuhrayîn jî
çûne Bexdadê. Wê hingê wî leşker şandibû ser Cezîriya îbn ‘Umer jî ku dora
wê bigirin. Malbateke xuyanî ya bajêr ku bi mala Benî Ruhhan dihate nasîn,
li ber wan [Merwaniyan] rabû û çû deriyê bajêr yê piçûk ku [navê wî] Neqeba
Mêraniyê bû, vekir. Leşker çûn di wir de ketin bajêr û li ser navê Sultan
Melikşah ew der zeft kirin. Bi vê yekê Dawiya dewleta Merwaniyan hat û
Mensûrê kurrê Nîzamuddîn Nesr ibn Nesîr ed-Dewle li Cezîreyê xwe avête
herêma Xuzziyan. Piştre Cekermîş ew girt û di xaniyê yekî cuhû de hebis kir
ta ku di sala 489/1 095’an de li wir mir. Mayina hertimî bi tenê ji Xwedê re
ye.

Têbinî:

1. Li pêş Dûştik bihurî (îbn Xeldûn Kitab el-el-îber we Dîwan el-Mubteda we el-Xeber fî
Eyyam el-Ereb we el-Ecem we el-Berber, Dar el-Kîtab el-Lubnanî, Beyrût, 1958, c. 4, r274)
Herweha li gor Ebdurreqîb Yûsuf ew”Dostik” e. (Ebdurreqîb Yûsuf, ed-Dewle ed-
Dostikiyye fî Kurdîstan el-Wusta, Hoşeng Kurdaxî, Beyrût, 1996, çap 2, beş 1 , r. 23 ). Li cem
îbn el-Esîr jî hem “Dostik” û hem jî “Dosik” tev tê lê ew di şûna “Bad” de nasnavê wî
wek”Baz” dide. (îbn el-Esîr, El-Kamil fî et-Tarîx, Dar Sadir û Dar Beyrût, Beyrût, 1966, c.
9, r. 35)
2. Li gor Ebdulreqîb Yûsuf û îbn el-Esîr navê wî ‘Muhemmed îbn Ebî es-Seqer” e.
(Ebdurreqîb Yûsuf, ed-Dewle ed-Dostikiyye fî Kuriîstan el-Wusta, Hoşeng Kurdaxî,
Beyrût, 1996, çap 2, beş 1, r. 67; îbn el-Esîr, El-Kamil fî et-Tarîx, Dar Sadir û Dar Beyrût,
Beyrût, 1966, c. 9, r 72)
3. Li gor Ebdurreqîb Yûsuf ku jilbn el-Ezreq el-Fariqîgirtiye, ev bûyera kuştina Ebû Elî bi
dek û dolab û navtêdana Şêrweyê nivîskar û dergevanê wî çêbûye. (Ebdurreqîb Yûsuf, ed-
Dewle ed-Dostikiyye fî Kuidîstan el-Wusta, Hoşeng Kurdaxî, Beyrût, 1996, çap 2, beş 1,
r. 69-70)
4. Li gor Ebdurreqîb Yûsuf û Ibn el-Esîr ‘Mumehhid ed-Dewle” ye. (Ebdurreqîb Yûsuf, ed-
Dewle ed-Dostikiyye fî Kundîstan el-Wusta, Hoşeng Kurdaxî, Beyrût, 1996, çap 2, beş 1,
r. 71; îbn el-Esîr, El-Kamil fî et-Tarîx, Dar Sadir û Dar Beyrût, Beyrût, 1966, c. 9, r73)
5. Li gor Ebdurreqîb Yûsuf û îbn el-Esîr “‘Ebd el-Berr” e. (Ebdurreqîb Yûsuf, ed-Dewle ed-
Dostikiyye fî Kurdîstan el-Wusta, Hoşeng Kurdaxî, Beyrût, 1996, çap 2, beş 1, r. 69; îbn
el-Esîr, El-Kamil fî et-Tarîx, Dar Sadir û Dar Beyrût, Beyrût, 1966, c. 9, r72)
6. Li gor îbn el-Ezreq el-Fariqî ew kurrê ŞêrweFeyles bûye û sala bûyerê jî 400/ 1009 yan
jî 401/1010 bûye. (Ibn el-Ezreq el-Fariqî, Mervani Kûtleri Tarihi, Koral Yayinlan, n. p.
1975, wergera TirkîM. E. Bozarslan, r 101). Li gor îbn el-Esîr jî Şêrwe li keleya Hetaxê ku
hingê sipartiyê wî bûye ziyafet daye û Mumehhid ed-Dewle jî vexwendiye sexdema ew çûye
wir Şêrwe bi hîle ew daye kuştin. (îbn el-Esîr, El-Kamil fî et-Tarîx, Dar Sadir û Dar Beyrût,
Beyrût, 1966, c. 9, r 73)
7. Li gor îbn el-Ezreq û Ebdurreqîb Yûsuf nasnavê wî “Nesr ed-Dewle” ye. ( îbn el-Ezreq
el-Fariqî, Mervani Kiirtleri Tarihi, Koral Yayinlan, n. p. 1975, weigera Tirkî M. E.
Bozarslan, r. 107; Ebdurreqîb Yûsuf, ed-Dewle ed-Dostikiyye fî Kuriîstan el-Wusta,
Hoşeng Kurdaxî, Beyrût, 1996, çap 2, beş 1, r. 80)
8. Li gor îbn el-Esîr berê ew der di destê’Uteyrê Numeyrîde bûye ku mirovekî pirr xerab
û nezan bû. Wî jî yekî bi navêEhmed kiriye cihgirê xwe ku gellek bi dadmendî bajêr idare
kiriye û wî xweş li hev gerandiye. Çawa ku xelk ji ber bêdadî û bêîdaretiya ‘Uteyr jê aciz
bûye wusa jî ji cihgirê wî Ehmed xweş û jê re beremir bûye. ‘Uteyr bi xwe bi tenê carna hatiye
bajêr lê wekî din timî ew di kêf û sefaya xwe de bûye. Di wê navê de carekê gava ew hatiye
wir û dîtiye ku xelk çiqas ji cihgirê wî xweş e, ew jê hesidiye û rabûye maniya xwarina mal
û milk lê kiriye û ew kuştiye. A li ser vê yekê xelkê bajêr rabûye name ji Nesr ed-Dewle re
nivîsandiye û jê hêvî kiriye ku here wan ji destê ‘Uteyr rizgar bike. (Ebdurreqîb Yûsuf, ed-
Dewle ed-Dostikiyye fî Kuidîstan el-Wusta, Hoşeng Kurdaxî, Beyrût, 1996, çap 2, beş 1,
r. 214 not 190 ku ji îbn el-Esîç El-Kamil fî et-Tarîx, Dar Sadir û Dar Beyrût, Beyrût, 1966,
c. 9, rûpelê 120’an hatiye girtin)
9. Li gor îbn el-Esîr û Ebdurreqîb Yûsuf ‘Beşnewî” ye. (Ebdurreqîb Yûsuf, ed-Dewle ed-
Dostikiyye fî Kurdîstan el-Wusta, Hoşeng Kurdaxî, Beyrût, 1996,çap2,beş l,r. 116; îbn
el-Esîr, El-Kamil fî et-Tarîx, Dar Sadir û Dar Beyrût, Beyrût, 1966, c. 9, r 24,35)
10. ‘Ubeydullah kurrê Ebû Tahir e; li gor Ebdurreqîb Yûsuf û îbn el-Esîr dema Suleyman
Mûsik kuştiye tirsiyaye ku Ebû Tahir li heyfa zavayê xwe bigere û ji ber vê yekê ew rabûye
wî bi jehriyê ew daye kuştin. Loma jî ‘Ubeydullahê kurrê wî jî rabûye bi vî awayî tola bavê
xwe girtiye. (Ebdurreqîb Yûsuf, ed-Dewle ed-Dostikiyye fî Kuriîstan el-Wusta, Hoşeng
Kurdaxî, Beyrût, 1996, çap 2, beş 1, r. 1 16; îbn el-Esîç El-Kamil fî et-Tarîx, Dar Sadir û Dar
Beyrût, Beyrût, 1966, c. 9, r 210)
11. Li gor Ebdurreqîb Yûsuf ‘Nesr” e. (Ebdurreqîb Yûsuf, ed-Dewle ed-Dostikiyye fî
Kurdîstan el-Wustaj Hoşeng Kurdaxî, Beyrût, 1996, çap 2, beş 1, r. 116) Herweha du beş
li jêr di vê berhema îbn Xeldûn de jî dîsa “Nesr” tê. Li jêr li beşa “Mirina Nesîr ed-Dewle”
binihêre!
12. Di eslê wê de ev der jê kêm bû û me di çavkaniyên cem xwe tev de jî cihê mirina wî nedît
lê sala mirina wî çawa ku bihurî, 453/1061 bû. (îbn Xeldûn Kitab el-el-îber we Dîwan el-
Mubteda we el-Xeber fî Eyyam el-Eeb we el-Ecem we el-Berber, Dar el-Kîtab el-Lubnanî,
Beyrût, 1958, c. 4, t 283, not 2)
13. Li gor Ebdurreqîb Yûsuf ‘Durast” e, (Ebdurreqîb Yûsuf, ed-Dewle ed-Dostikiyye fî
Kurdîstan el-Wusta, Hoşeng Kurdaxî, Beyrût, 1996, çap 2, beş 1, r. 142)

Kovara Çira, Hejmar 9, 1997.

Lê Binêre

ÎHSAN NÛRÎ PAŞA Û SALÊN WÎ YÎN PENABERIYÊ

”Şoreşa Agirî berdewamî bi berxwedanê da heta li meha tebaxa 1927 bajêrekê (bihimdun) ê Libnanê …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !