EDEBIYATA KURDÎ YA KLASÎK

EDEBIYATA KURDÎ YA KLASÎK

Ayhan Meretowar  

 

Destpêk

Edebiyata klasîk a kurdî, ji kîjan sedsalê ve dest pê kiriye û heta kîjan sedsalê dewam kiriye, bi kîjan bûyer, edîb û berhemê hatiye bisînorkirin, hîna jî, li gor qenaeta me, baş nehatiye neqandin. Digel ku hin lêkolerên edebiyata kurdî[1], li gor sedsalan, edebiyata kurdî dabeşî serdeman dikin jî, hêja ye ku meriv bipirse ka gelo krîterên ku wan edebiyat pê dabeş kirine, çi ne? Ew berhemên ku weke qklasîk tên binavkirin, ka gelo bi rastî jî klasîk in an na? Edebiyata klasîk a kurdî, bi misilmanbûna kurdan dest pê dike yan na? Ji ber ku pêdivî bi bersivdayina van pirsan heye, min ev mijar ji xwe re kir karê vehûrînê. Heta ku ji destê min bê, ez dê li gor derfetên gotarekê, asta sînorên “lîteratura klasîk a kurdî” diyar bikim. Helbet ez dê çavkaniyên edebiyata lorî, goranî, kurmancî, soranî û kirmanckî jî, ji vê xebatê re bingeh bigrim. Bi vê projeyê, min niyet ew e ku bi hindikî be jî, sûde bidim dîroka serdemên edebiyata kurdî.

1. Edebiyata Klasîk a Kurdî

Di nav edebiyatên klasîk ên dinyayê de, edebiyata klasîk a kurdî jî, digel hemû taybetiyên xwe heye û têra xwe dewlemend e. Çi heye ku bêjeya klasîk, di nav kurdiya kirmanckî, goranî û soranî de, bêtir li berhemên ku bi kurdiya kurmancî hatine dayin tê. Lewre, serê ewil em bi wateya “klasîk” ê dikarin dest pê bikin. Di nav berhemên klasîk de jî, em dê tenê bala xwe bidin ser wan berheman ku weke pirtûk gihîştine ber destê me; îca ew çend helbestên ku vir de wê de, di nav mecmû’eyan de, ne weke pirtûk; bes weke beşên wê gihîştine roja me, li derî vê xebatê bihêlin.

1. 2. Bêjeya Klasîk 

Bêjeya klasîk ku ji zimanê frensî ketiye zimanên cîhanê, tê wateya tiştê ku bi ziman û hunera serdema kevn a Roma û Yewnan re têkildar e.[2] Ew hilberîna ku bi ziman, huner û nivîskarên frensî ên serdema XVIIan a zayînî re têkildar in jî, li dinyayê weke wateya klasîkê hatine qebûlkirin. Her wiha, ji bo wan berhem û edîbên ku demeke dûvedirêj bi ser wan re derbas dibe; lê belê ew hîna tevî qîmet û girîngiya xwe di nav civakê de dijîn, ji wan re jî klasîk tê gotin. Di lîteratura dinyayê de, bêjeya “klasîzm” jî, weke navê teoriyeke felsefî ya edebiyatê hatiye destnîşankirin.
Di kurdî de bêjeyên mîna “kevnar” û “kevneşopî” jî, beramberî bêjeya “klasîk” tên bikaranîn. Di vê xebatê de em dê wateya klasîk, ji xwe re li gor ku hîna jî ew berhem tê xwendin û tu tiştekî ji hêjahiya xwe wenda nekiriye, asas bigrin.

1. 3. Berhemên Klasîk û Merheleyên Wê

Wateya edebiyatê ew e ku hunermend, hin hest, raman û xeyalên xwe, li ser bingeha bûyeran, bi rêya ziman, bi awayekî karîger û balkêş, bi tehera devkî yan jî nivîskî vedibêje. Îca berhema klasîk ew e ku li ser bingeha asteke baş a edebî û hunerî hatiye dayin. Her berhema kevnar ku di serdemeke zemanê berê de hatiye nivîsîn, ne klasîk e. Tenê ew berhema ku xwedî hin taybetiyên astbilind ên ilmî û hunerî ye û di zemanê berê de, ji aliyê edîbekî behremend û hunermend ve hatiye nivîsîn, dibe klasîk. Îca ew berhema ku li welatekî, di nav gelekî de dibe klasîk, bere bere, ji aliyê gelên cihê cihê yên dinyayê ve tê naskirin û dibe berhemek ji berhemên klasîk ên cîhanê. Ji vê re jî mînaka herî ewil a berbiçav ku di serdema Edebiyata Kurdî ya Îslamî de hatiye nivîsîn, “Dubeytî” ya Baba Tahirê Lorî yê Hemedanî ye. Lewre hem di nav gelê faris de, hem di nav gelê ereb de, hem jî di nav gelê turk de hatiye naskirin, qebûlkirin û xwendin û wergerên wê jî hatine kirin.

Çawa ku lêkolerên edebiyata turkî jî diyar dikin, berhema ku edebiyata turkî ya Îslamî dest pê kiriye, “Kutadgu Bîlîg”a Yusuf Has Hacîb e ku bi zaravayê turkî yê Hakaniye hatiye nivîsîn.[3] Berhemên mîna “Atabetul Hakayiq” û “Dîwan-i Hîkmet” ku di serdema vê berhemê de hatine nivîsîn, weke Berhemên Serdema Ewil a Îslamî,hatine dabeşkirin. Îca berhema ku Edebiyata Kurdî ya Îslamî dest pê kiriye, bi qenaeta me, “Dubeytî”ya Baba Tahir e ku bi dîyalekta lorî hatiye nivîsîn. Ji ber vê egerê, divê ku serdema edebiyata klasîk a kurdî, piştî vê berhemê bidin destpêkirin. Helbestên Mele Perîşan jî, ji xwe hema di serdema Babe Tahir de ne.

Sînorê wan berhemên kurdî yên klasîk, heta kîjan sedsalê dirêj dibe, bi kîjan edîb û kîjan berhemê gihîştiye asta xwe ya herî baş, bi kîjan edîb û berhemê bi dawî bûye, hêjayî lêkolînê ye. Helbet dê bersiva van pirsan bi awayekî zanistî, ji aliyê lêkolerên dîroka edebiyata kurdî ve, rojekê bê dayin. Mebesta me ji edebiyata klasîk a kurdî ew berhem in ku weke pirtûk, digel metnên xwe yên nivîskî, bi awayekî pêt gihîştine serdema me. Jixwe em wan helbestên hin edîbên ku tenê di hin çavkaniyên dîroka edebiyatê de hatine gihîştine me, nikarin weke berhemên klasîk bihesibînin. Lewre ji niha ve em dikarin “Dîwan”a Melayê Cizîrî, ji bo asta herî kemilî ya klasîzma kurdî destnîşan bikin. Çawa ku Dr. A. Adak jî diyar dike: “Melayê Cizîrî, yekem helbestvanê kurd e ku bi terzê edebiyata klasîk a rojhilatî, dîwaneke bi kurdî aniye holê.”[4] Xanî jî, bi berhema xwe ya “Mem û Zîn” berdewamî daye vê pêvajoya gur û geş. Di pey wan de, serdema teqlîdê dest pê kiriye. Piştî ku dawî li Mîrektiyên kurdan hatiye, ew atmosfera berhemên ku asta qalîteya wan a edebî û hunerî bilind e, felişiye.

1. 4. Maweya Edebiyata Kurdî ya Klasîk û Navendên Wê

Ji weqtê ku di sedsala 11an de Baba Tahirê Lorî yê Hemedanî, berhema xwe ya bi navê “Dubeytî” daye û bi şûn de, bi qasî 6 qern derbas bûne û berhemeke mezin ku bibe klasîk, -dewreyên goraniyan ne tê de- di destê me de tune ye. Berhemên edebiyata klasîk a kurdiya goranî, li dormedora navendên mîna Kirmanşan, Qubad, Hewraman û Sineyê ku li ser dewleta Erdelanî bûne, gelek in û heta sedsala XIXan berdewamiya wan hatiye. Di tabloya jêr de, hinek ji wan hatine diyarkirin.

Digel ku çend hukûmetên kurd ên serdema Îslamî hatine damezrandin jî, berhemên edebî ku bi kurdî, di van serdeman de hatine nivîsandin, di destê me de tune ne. Piştî ku serdema mîrektiyan di jiyana kurdan de dest pê kiriye, em dibînin ku hîna nû edîbên mezin gihîştine û berhemên klasîk hatine dayîn. Weke Melayê Cizîrî (1567-68-1640)[5] – “Dîwan” Feqiyê Teyran (1563-1641) û menzûmeyên wî, Şêx Şemsedînê Qutbê Exlatî (1588-1674)[6] û helbestên wî, Ehmedê Xanî (1651-1709)[7] û “Mem û Zîn”a wî, Xanay Qubadî (1662-1747)[8] û mesnewiya wî ya “Xusrew û Şîrîn” destpêka edebiyata klasîk a kurdî, bi wan berheman didin destpêkirin ku gihîştine roja me. Dîwana ewil ku gihîştiye roja me û li gorî krîterên edebiyata rojhilatê, bi taybetî ya Îranê, dîwaneke muretteb nivîsandiye, Melayê Cizîrî ye.[9]

Navendên mîna Bedlîs, Cizîr, Hekkarî, Muks, Hîzan, Sêrt, Bazîd, Diyarbekir, Xelat, Amêdiyê, Brîfkan, Silêmanî, Koye, Sêwreg, Hezan û Licê, bûne ciyê gihîştina edîbên mezin û dayina berhemên giranbiha. Di van navendên mîrektiyan, medreseyên navdar vebûne û tevî tekiyayên hin terîqetên mezin, edebiyata kurdî, di nav şêxên terîqetê, melayên medreseyan û mîrên mîrektiyan de şax daye. Heta ku komara Turkiyeyê hatiye damezrandin, edebiyata kurdî ya klasîk, bi awayekî gur û geş, li bakurê welêt, berdewamî daye hebûna xwe. Serdema mîrektiyên kurdan, ji bo şaxvedana edebiyata kurdî, kartêkereke gelek girîng e. Hema hema her mîrekî şehrekî welêt, li tenişta mizgefta mezin a bajarê xwe, medreseyeke mezin vekiriye, muderrisên mezin wezîfedar kirine, feqî (telebe) dane xwendin û di asta elîtî de karê perwerdehiya ilim û me’rîfetê de têde daye îcrakirin. Bi ser de jî, li navçeyan jî weke şaxên van medreseyan, ciyên dî jî vekirine. Heta li gor derfetan, li gundan jî di teşeyê medreseyê de, “hucre” hatine vekirin û tehsîla ilim hatiye kirin. Bi xêra vê xebatê, di nav feqî, talib, mela û mîrê feqiyan de, çanda edebiyatê jî serî daye. Muderrisên navdar, serê ewil edebiyata farisî di medreseyên xwe de daye hînkirin; peyre bere bere wan bi zimanê xwe jî edebiyat îcra kiriye. Cara ewil jî, Cizîrî ev kevneşopî kiriye nav van medreseyan. Peyre qesîde û xezelên wî ji aliyê ehlê medreseyê ve hatine jidevkirin. Vê yekê bala ehlê tesewwufê jî kêşaye û wan jî dest bi îcrakirina edebiyata kurdî ya tesewwufî kiriye.Di sedsala hijdehan de, du edîb û nivskarên kurmanc hene ku di warê pexşana kurdî de xwedî berhem in. Ew jî Mela Yûnisê Helqetînî û Mela Mihemedê Erwasî ne.

2. Kartêkerên Li Ser Edebiyata Kurdî ya Klasîk

Ji ber ku çîna arîstokrat a kurd, li welatê xwe, li ser bingeheke neteweyî nebûye xwedî îqtîdareke hêzdar, çîna kedkar jî, di hêla zanatî û perwerdehiyê de, bivê nevê negihîştiye asta gelên dinyayê. Piştî ku hukûmetên Îslamî yên kurd hilweşiyan, êdî dawî li desthilatdariya wan malbatên ku bi wasîteya dîn bûbûn pêşewayên civakê hat. Di nav wan şer û pevçûnên ku Îranî û Osmaniyan li ser singa welatê kurdan dikir de, civaka kurd, digel esilzadeyên xwe dipelçiqî. Ronakbîrên civata kurdan, di nav van şert û mercan de, ji xwe re li ciyekî geriyane ku di hêla ilim û îrfanê de xwe bigihînin zana û bîrbirên xelkên dora xwe. Ji van sazî, dezgeh û ciyan, tekane cîgeh, medreseyên mîran û tekiyayên terîqetan bûne. Her mîrekî her herêmeke Kurdistanê, ji bo ku alim, zana, bîrbir, hunermend û edîbên xwe bigihîne, ji xwe re medreseyek daye vekirin; ji ehlê medreseyê re tayîn daniye û bi wan re alîkarî kiriye. Alimên van medreseyan, tevî tehsîla ilmê dînî, ji ber pêdiviya mercên serdema xwe, ehlê wan, cî daye tesewwif û edebiyatê jî.

Ha piştî vê atmosferê, çawa ku li medreseyan ehlê ilim gihîştine, li rû medreseyan jî, tekiya vebûne û mutesewwif gihîştine. Serê pêşî, berhemên tesewwufî yên edîbên faris, turk û ereb ên bi zimanê wan hatine xwendin, peyre jî di nav van egeran de, edîbên kurdan gihîştine û wan jî berhemên xwe dane. Tevî şêxê tekiya û muderrisê medreseyê, îca dîwana mîrê herêmê û hozanê gel jî, bandor li ser edebiyata kurdî ya nivskî kiriye. Bi domana demê re, edebiyata kurdî ya nivîskî, li ser kartêkirina van hêmanan teşe û dirûv girtiye.

2. 1. Tesîra Medreseyan Li Ser Edebiyata Kurdî ya Klasîk

Zemanê ku desthilatdariya kurdan li ser bingeha Mîrektiyan bûye, tenê yek ciyek ji bo talîm û tedrîsatê hebûye, ew jî medrese bûne. Medrese, bêjeyeke erebî ye û wateya wê ew cî ye ku tê de zêde zêde ders tê dayin û girtin. Ev çand, ji şaristaniya Îslamê[10] hatiye û çawa ku li nav temamê miletên misilman berbelav bûye, li welatê kurdan jî, serê ewil di bin mahiyet û hemiyeta mîran de, li gelek deverên welatê kurdan, medreseyên navendî vebûne. Peyre her ku feydeya van navendên ilim û îrfanê hatiye dîtin, îca li gundan jî, bi navê “hucre”yan hatine vekirin. Qedr û qîmeta ehlê medreseyan, her ku zeman pê ketiye, di nav gel de zêde bûye. Wisan bûye ku civata kurd, her cûre arîşe û pirsgirêkên xwe, bi alîkarî û rênîşandana alim û seydayan çareser kirine. Alimên medreseyan, çawa ku li dersa gramera erebî, ilmê tefsîrê, ilmê hedîsê, ilmê fiqhê, huqûqa Îslamê û îbadetê dane talib û feqiyên xwe, wan di nav xwe de, serê ewil, ji edebiyata ereb û farisan jî, mifa û kelk girtiye. Ji ber ku di hiyama wan de tesîra edebiyata farisî gelek zêde bû, wan jî di nav dersên xwe de, bêtir cî dida Sadiyê Şîrazî û Firdewsî. Peyre di nav van şert û mercan de, bere bere edîbekî bi navê Melayê Cizîrî ku alim û dersdêrekî mezin ê medreseyên mîna Heskîf û Cizîrê bûye, gihîştiye û wî jî Dîwaneke di kalîteya wan Dîwanên mezin ên faris, turk û ereban de daye. Navenda her medreseyeke her mîrektiyekê, ji bo edîb û şaîrên kurmanc, bûye cîgeha berfireh a gihîştinê.

2. 2. Tesîra Tekiyayan Li Ser Edebiyata Kurdî ya Klasîk

Hin ji alimên medreseyan, bala xwe dane civakê ku her kes nikare bê medreseyê, bi salan xwe bide ber ders û talîmê û hînî exlaqê hesene yê Pêxember ‘eleyhîselam bibe. Lewre wan dezgeh û saziyeke ku tenê ji bo awamên gel xebata edeb û exlaqê Îslamî bike, vekiriye. Kurdên lorî, goran, kurmanc, soran û dimilî, ji xwe re li dor van tekiya gihîştine hev. Wan ji van tekiyayan re “dergah”; ji mutesewwifên xwe re jî “babe-bavo” gotiye. Piştî demekê, hin serokterîqên tekiya û tesewwufê, bala xwe danê ku dergah, bê seyda û muderrisan nabe, lewre wan jî dest pê kiriye, di bin mahiyet û hemiyeta xwe de, ciyê dersdayina seydayan jî vekirine û wan jî xwestiye ku bi vê riyê, hejmara mirîd û peyrewên xwe zêde bikin; bi vî awayî jî bandora xwe di nav civatê de zêde bikin. Di nav wan mutesewwif û xelîfeyên terîqetê de jî, şaîr û edîbên jîr derketine û wan jî berhemên giranbiha dane. Şêx Şemsedînê Xelatî, yek ji wan şairan e ku ji kevneşopiya tesewwifê hatiye.
Ciyê mereqê ye bê ka edîbên mîna Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî, bi çi awayî di van medreseyan de, di nav şert û mercên tekiyayên terîqetan de gihîştine û wan ev berhemên klasîk dane…

2. 3. Dîwanên mîran

Serê ewil, di dîroka pêşkêşkirina berhemên edebî de, li şûna dîwanên mîran, mizgeft hebûn. Çawa ku di Mizgefta Nebewî ya Medîneyê de, ji bo tedrîsatê beşek li dawiya mizgeftê hatibû veqetandin, îca di weqtê xelîfeyên Emewî, Ebasî, Eyûbî, Tîmûrî, Selçûqî û Merwaniyan de, dezgehên ji mizgeftan cihê, ji bo ehlê hedîsê hatibûn vekirin: “Darul Hedîs”. Peyre, li derdora mizgeftê, saziyên mîna medrese, tekiya û dîwana mîr, hakim/qadî û wezîran vebûbûn. Her ku dewlet mezin bûn û şertên dîrokî zor da wan, îca beg û mîran, ji xwe re qesr û seray jî dan avakirin. Ji van ên ku di nav kurdan de vebûne, “Seraya Îsheq Paşa”, mînakeke berbiçav e ku hîna jî heye. Îca edîbên ku li medreseyan digihîştin, di rojên diyar de, -weke êvara înê- hatine “Dîwana Mîr” û li wê derê, li hember mîr û giregirên wê derê, hunera xwe ya edebî pêşber kirine. Bi vî awayî, bêjeya “dîwan”ê ketiye çanda edebiyata klasîk û wê jî bandor li berhemên edebî kiriye.

3. Çavkaniyên Edebiyata Klasîk a Kurdî

Çawa ku edebiyatên nivîskî yên piraniya gelên dinyayê, ji materyalên xwe yên devkî mifa digrin, edebiyata kurdî ya nivîskî jî, di îcrakirina tekstên xwe de cî daye metnên gelêrî. Tevî vê, em dibînin ku metnên dînî jî, di edebiyata kurdî de bûne çavkaniyên girîng.

3. 1. Di Edebiyata Kurdî ya Nivîskî de Çavkaniyên Gelêrî

Gava di edebiyata kurdî ya nivîskî de behsa edebiyata gelêrî tê kirin, rasterast Feqî û Xanî tên bîra meriv. Cara ewil, wan ew berhemên ku di nav gel de, bi awayê keneşopiya devkî nifş bi nifş berbelav bûne, derbasî nivîsê kirine. Destana “Kela Dimdimê”, efsaneya bi navê “Zembîlfiroş”, hîkayeya “Şêx Sen’an” û “Bersîsê ‘Abid”, ew berhem in ku Feqiyê Teyran, ew ji nav edebiyata gelêrî girtine û derbasî edebiyata nivîskî kirine. Şêx Ehmedê Xanî jî, hîkayeya gel a bi navê “Mem û Zîn”, bi terz û teherê “mesnewiyan” derbasî nivîsê kiriye.

3. 2. Di Edebiyata Kurdî ya Nivîskî de Çavkaniyên Dînî

Di serî de metnê yekem ku Quran e, bi hîkayeyên xwe yên ku behsa qisseyên Nebiyan dike, ji edebiyata kurdî ya nivîskî re bûye serçavî. Mesnewiya “Yusûf û Zelîxa” ji bo vê, mînakek e.

Encam

Edebiyata klasîk a kurdî, bi qasî wan agahiyên zanistî yên ku heta niha em pê hisiyane, li gor derfetên xwe yên tarîxî, bi kultura/çanda bawermendiyê, dest pê kiriye. Çi heye ku sînorekî diyar ê destpêk û dawiyê, ji hêla ciyê navendî û sedsala destpêkê ve, bi awayekî zelal, nehatiye danîn. Di sedsala 7an a zayînî de ku gelê kurd, rastî kultur û medeniyeta Îslamî bûye, çawa ku jiyana gel a civakî ketiye bin bandora wê, bivê nevê ji hêla sembol û motîfên edebî ve jî, tevî motîfên edebiyata devkî, li gor pêdiviyên vê pêvajoyê, ketiye reng û rûyê zihniyeta vê baweriyê.

ÇAVKANÎ Û JÊDER:

Abdurrahman Adak, “Dîroka Edebiyata Kurdî” Weş. Nûbihar, Stenbol, 2013.

Kadri Yıldırım, “Ehmedê Xani Külliyatı, Nûbihara Biçûkan”, Avesta, Stenbol, 2008.
Seyîd Celal Nizamî, “Xusrew û Şîrîna Bi Kurdî ya Xanay Qubadî”, Zend, j. 13., Stenbol, 2010.
Lys Edebiyat, Konu Anlatımlı, Heyet, Analitik Yayınları, İzmir, 2009.

[1] Adak, A. (2013) “Dîroka Edebiyata Kurdî” Weş. Nûbihar, Stenbol.
[2] Farqînî, Z. (2000) “Türkçe – Kürtçe Sözlük”, Weş. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol.
[3] Lys Edebiyat, Konu Anlatımlı, Heyet, Analitik Yayınları, İzmir, 2009, r. 161.
[4] Adak, A. (2013) “Dîroka Edebiyata Kurdî” Weş. Nûbihar, Stenbol. r. 186.
[5] Adak, r. 193.
[6] Adak, r. 221.
[7] Kadri Yıldırım, “Ehmedê Xani Külliyatı, Nûbihara Biçûkan”, Avesta, Stenbol, 2008, r. 13-33.
[8] Seyîd Celal Nizamî, “Xusrew û Şîrîna Bi Kurdî ya Xanay Qubadî”, Zend, j. 13., Stenbol, 2010. r. 21.
[9] Adak, A. (2013) “Dîroka Edebiyata Kurdî” Weş. Nûbihar, Stenbol. r. 206.
[10] Perwerdehiya ilm, di nav alema misilman de, cara ewil di mizgeftan de hatiye kirin. Dema ku Pêxemberê Îslamê Hz. Muhemmed ‘eleyhîselam hatiye şarê Medîneyê, mizgeft ava kiriye, quncikekî wê jî, ji bo katibên wehyê veqetandiye. Hin ciwanên dildar jî bûne telebeyên vê derê. Ji wan re “Eshabê Suffe” hatiye gotin. Ew bi şevê li wê derê raketine û bi rojê tim li dor Hz. Pêxember ‘eleyhîselam di nêçîra ayet û hedîsan de mane. Debara van telebeyan, ji aliyê hevalên Pêxember ‘eleyhîselam ve hatiye kirin. Peyre, her ku şert û mercên misilmanan xweş bûye û ew rastî çand û şaristaniyên mîna Sasanî û Bîzansan hatine, ji wan jî mifa girtine û wan êdî mekanekî cihê, ji bo ciyê dersê veqetandiye. Bêjeya “medrese”yê, di pey vê serdemê de derketiye. Bi taybetî, di weqtê Xelîfeyên Ebbasiyan de, sazî û dezgeyên ku weke navendên perwerdehiya ilim hatine vekirin, ketine serdema xwe ya zêrîn. Li medreseyan, zana û alimên mezin gihîştine. Peyre hin medrese bûne ciyên îcrakirina zanistên pozîtîf ên mîna tib, astronomî, cografya, matematîk, fîzîk û kîmyayê; hin jê bûne navendên gelek girîng û binavûdeng ên ilmên mîna hedîs, tefsîr, huqûq û tarîxê.

KANÎZAR, KOVARA ZIMANÊ KURDÎ HEJMAR 13, 8-9/2017.

 

Hûn dikarin gotarên xwe bişînin vê emailê: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

qedrî can

Berawirdkirina Çîrokên Duh û Îroyê, li ser ên Qedrî Can û Mehmed Dîcleyî

”Bi pêşengî û destê alîkarîyê dirêjkirina Mîr Celadet Bedirxan a ji bo nivîskarên wek Cegerxwîn, …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !