Wefayî

Helbestên Wefayî

(1844 li Mahabad – 1902, Sûrî) Navê xwe yê malbatî Evdirehîm e, yek ji helbestvanên navdar ên kurd e.

 

Pîrî Mûxan (Saqî)

Le baxan ah û nalîn dê, delên şay nêw gulan royî
Le meyxanan seday şîn dê, meger pîrî mûxan royî?

Delêy dewrey qemer, seyrî felek mîzanî gorawe
Kewa gul zerd bû, sunbul têkçû, rengî erxewan royî

Leber çawî cîhanbînim tarîk bû nemzanî
Ne nûrî çawekem çû, ne xurşîdî cîhan royî

Le dûrî towe sûr bû çawekem bew girye me`lûme
Şefeq dê, kewkebîş heldê, ke mîhrî xaweran royî

Demêkî hat beçawî surmesa, ye`nî: wefadarim
Ke cergî surmeyî kirdim be sîhrî caduwan royî

Seher mestane hat bulbul be şadî bo tewafî gul
Ke dî bax bê gule, dax bû, be sed ah û fuxan royî

Melên bulbul menalêne kewa gul gulşenî çol kird
Dilaramî nema çibka? Ke aramî dilan royî

Qiyamet bo dilan hesta ke çawî mestî wergêra
Meger azurde bû saqî ke bezmî meykeşan royî

Çi şînêke? Çi haware le nêw helqey murîdanda
Meger xwacey semerqendî le nêw sahîbdilan royî?

Çi afet kewte berçawim kewa çû nurî bînayîm
Meger şahî buxarayî le qesrî `arîfan royî?

Be naley dil şîfam nayê derêx bo merhemî cergim
Le zengî karwan çi bikem, delîlî karwan royî?

Xirabû xaneqa bê şêx û şewqî talîban, sed heyf!
Çemen wêran bû, nexmey bulbulan çû, baxeban royî

Be naley bulbul û qumrî wefayî boye her degrîm
Gulêkî serubalam bû be taracî xezan royî.

 

Çawî Pirr Xwênim

Çawî pirr xwênim degêrim qîblekem peyda nîye
Nûrî çawim royîwe ya dîdekem bîna nîye?

Wek neyistan awirê berbote derûnim bend bend
Dil ke herwek ney denalê dem be dem bêca nîye

Ey çira lehzêk mudara têr bibînê reng û rût
Werne perwaney xerîb can û dilî perwa nîye

Bo nîsarî meqdemit `umrêke degrîm roj û şew
Ta bekey gewherfişanî, çawekem derya nîye?

Çî dekem, degirîm, desûtêm, awirî dil namirêtewe
Çi bikem axir nûrî dîdem, sînekem sîna nîye

Ger hezar car bê be koy zûxal be nûrî kêwî tûr
Ew dile, coyayî yek dîdarî wek Mûsa nîye

Hat û rûy wa kird û dunyay kirde naley `aşiqan
Da nelên nayê qiyamet, rojî waweyla nîye

Helqe helqe tarî zulfit xiste ser rûy nazenîn
Da nelên roj helqegoşî mahî şewara nîye

Pêkenî memnûnî kirdim, zulfekey damê be dil
Da nelên şekkerifroşî ême xoşsewda nîye

Xom beser gêra kutim: qurban perêşanî bese!
Swêndî xward bew zulfe weslim `eynî sergerdanîye

Men`î nalînim le şewqî gerden û rûy xot meke
Bulbulî subhî behar bêşîn û waweyla nîye

Dil ke bestey zulfe lew lêwane mehrûmî meke
Bêşeker em tûtîye najî ke hêndustanîye

Ga be naz, gahê be xemze memde ber tîxî brot
Kuştinî `aşiq be hîç dînêkî qurban ça nîye

Ba frîbî min neda wa`îz be gulzarî îrem
`Aşiqî rûy to be hewyay cine almirruy nîye

Ger hemû `alem bilên: Mecnûne, ta demirim delêm:
Herdû dunya qîmetî dîdarî yek Leyla nîye

Dad le dest husnit ke zulfit nabê bê naley dilan
Arê arê daîrey şahane bêxewxa nîye?

Çit le weslî zulfî min? Fermû Wefayî ha demim
Talîbî `eyşî ebed be, `umrî dunya fanîye

Sed hezar dil pêkenî wek gul bedem badî beheşt
Ya henasey canfezay gulzarî xewsî sanîye?

Canişînî hezretî xup alixlayiq qutbî heq
Fer`î taha eslî yasîn newberî geylanîye

Rewşenî çaw û qulûbî `arîfe `eksî dilî
Kêwî tûre, mezherî nûre, kilî subhanîye

Pêy leser şanî hemû welyane ceddî xoy delê
Cêy leser çawane şah û şanişînî sanîye.

 

Rêgey Aşiqan

Ey dil were hoşyar bibe awaye rêgey aşiqan
Mehuy cemalî yar bibe awaye rêgey aşiqan

Lem lawe giryey nay û ney, lewlawe xendey camî mey
Agir le `alem berbidey awaye rêgey aşiqan

Carê le çawan bigre xew, bigrî be naley nîmeşew
Ta bête der xurşîdî new, awaye rêgey aşiqan

Şorê dil û sozî derûn, zuxawî cerg û mewcî xûn
Xwênî geş û firmêskî rûn, awaye rêgey aşiqan

Ta dill nesûtê dem be dem, fanî bebê ser taqedem
Perwane qet nagate şem, awaye rêgey aşiqan

Ta çaw û dil xwênbar nekey, qetîy hemû exyar nekey
Fîkrî wisyalî yar nekey, awaye rêgey aşiqan

`aşiq debê mestane bê, xakî derî meyxanebê
Saqî lekin peymanebê, awaye rêgey aşiqan

Ger dilguşa badî seba, şerhî dilim bo gul neba
`umrî `ezîzim çû be ba, awaye rêgey aşiqan

Sûta derûnim serbeser, xwênîn dile can û ciger
Cesmêke bê îsm û eser, awaye rêgey aşiqan

Dîsan leser `ehdî (elest), camêk le caman bigre dest
Herta ebed mexmûr û mest, awaye rêgey aşiqan

Dêwane û sewdaserim, kujrawî xemzey dulberim
Dil pirr le êşî neşterim, awaye rêgey aşiqan

Çawim be sozî diltere, derayî aw awire
Mutrîb bilê saqî were, awaye rêgey aşiqan

Perwane xoy awête bes femûy (çira) mexmûr mest
Weslim be sûtan dête dest, awaye rêgey aşiqan

Bulbul denalênê hezînim, gul dête `uyişwe û pêkenîn
Bigrî be sozî ateşîn, awaye rêgey aşiqan

Çî wek wefayî bendeye, lew baxî dil gul xendeye?
Bew came xizrî zîndeye, awaye rêgey aşiqan.

 

Ela Ey Saqîy Mestan

Ela ey saqîy mestan! Be heqqî pîrî meyxane
Be gerdiş bêne camî mey be yadî çawî canane

Eman ey mutrîbî meclîs be heqqî tarî rohanî
Bila bê nexmekey sazit ke awî awrî hîcrane

Eto ey rohekem saqî, eto ey `umrekem mutrîb
Peyapey lêde çeng û ney, demadem bêne peymane

Be tîrî xemze bimlawênewe zulfim le gerden ke
Beser hatûme meydanit, be dil bot bûme nîşane

Eger şewqî cemalî to nebê min mest û heyranim
Leberçî bote bulbul gul, çira boç bote perwane

Le şewqî toye sermeste, be zewqî toye pabeste
Eger `arîf le ke`beyda, eger kafir le butxane

Le şîrînî cemalî toye rojî rûnî leylaye
Eger ferhadî sergerdan, eger mecnûnî dêwane

Demêkî mest û bîmarim, demêk bêhoş û hoşyarim
Çi kes nazanî derdî min, meger ew çawe kalane

De her helqêkîda sed dil giriftare denalênê
Serî zulfî perêşanit meger zincîrî şahane

Henasey `aşiqan ba netgirê bêmirwetî takey?
Btirsê ey gulî nazik beden lew bayî ziryane

Eger zulfit wekû min `aşiqî rûy to nîye boçî:
Serapa têk çuwe kewtote berpêt dest û damane?

Traza dugmekey sîney, be yarîy zulfî hat xemze
Beyan berbû lelay çîn, baxeber bin tîre barane

Wefayî bo gulêkî serubala şêt û şeydaye
Wekû qumrî denalênê wekû bulbul xezelixwane.

 

Henasey Aşiqan

Weku ney kun kun e cergim
Le taw hicranî to boye
Be sozî ney desutêm û
Be nexmey ney denallênim

Eman ey motrîbî meclîs
Be heqî tarî rohanî
Billaw bê nexmekey sazit
Ke awî awirî hîcran e

Eto ey rohekem saqî
Eto ey omrekem motrîb
Peyapey lêde çeng û ney
Demadem bêne peymane

Be tîrî xemze bimlawênewe
Zollfim le gerdin ke
Be ser hatume meydanit
Be dill bot bume nîşane

Demêkî mest û bîmar im
Demêk bêhoş û hoşyar im
Çi kes nazanê derdî min
Meger ew çawe kallane

Henasey aşiqan ba netgirêt
Bê mirwetî ta key?
Bitirse ey gollî nasik
Beden lew baî ziryane

Eger zolfit weku min
Aşqî rûy to niye bo çî
Serapa têk çûe
Kewtwete ber pê dest û damane?

Vefaî bo gollêkî ser û
Balla şêt u şeyda ye
Weku qumrî denallênê
Weku bulbul xezelxwan e.

helbestakurdî.

 

Lê Binêre

şahîn vural

Helbestên Şahîn Vûral

Di sala 1991’ê  de li Dêrika Çîyayê Mazî ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !