Mele Mihyeddînê Hawêlî

Jiyana Mele Mihyeddînê Hawêlî / Baranê Qereyazîyê

Mele Mihyeddînê Hawêlî mitesevif û alim e.Ew di sala 1909an de li gundê Bilvanisê yê navçeya Baykanê ya parêzgeha Sêrtê ji dayik bûye. Navê dîya wî Helîme, navê bavê wî Mele Elî ye.Bavê wî herêmê de alimekî naskirî ye, malbata Mele Mihyeddîn eslê xwe ji gundê Berzencê yê bajarê silêmanîyê ye. Dersên pêşî ji bavê xwe ditîye. Li Baykan, Norşîn û Kozlıqê cem alimê kurdan de xwendîye, îcazeta xweya îlmî jî 17 salîya xwe de cem Mele Alaaddin hildaye. Ji xilafeta xwe 22 salîya xwe de cem Şêx Mihemmed Maşukê Norşênê hildaye.

Piştê hildana îcazeta xwe gundê narê, koh, hawêl, şikeftan û xarbelûsê meletî û mamostetî kirîye.Dema ku Hawêl miderris bû Baykanê weazê navendî kir û sala 1970an de teqawîd bû. Seydayê Mele Mihyedîn, ku 60 sal e bi dayîna dersan re mijûl bûye, ders daye bi hezaran xwendekaran, û her weha xizmetên cihêreng ên civakî jî peyda kiriye. Ev sedsala derbastîyî de bi zanebûna xwe ya ilmîva nava alimên kurda de cihî wî gelekî girîng e.

Gava ku Seyda re pirsek dihat pirsîn, Seyda bersiva wê pirsê heta pirtûk û jimara rûpelê jî diyar dikir û dida.Heta ku zanîngeh a el ezherê jî bi nameyan jê fitva dixwestin. Seyda xebatek bi navê Mektubat çêkir, ku tê de fetwayên fiqhê û nameyên wî hene. Seyda misilmanan û îslamê re xizmet kir û emrê xwe wiha qedand. Di sla 1987an de wextê mêja sibê de çû ber rihma Xwedê. Qebrê wî gundê Bayîkayê ku girêdayî Baykanê ye.

 

Hûn dikarin gotarên xwe bişînin vê emailê: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Enwer Yilmaz

Jiyana Enwer Yilmaz

Kedkarê Kirdkî Enwer Yilmaz serra 1980 de Dîyarbekir de ameyo dinya. Bi eslê qezaya Çewlîgî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !