Kurd û Teoriya Dewletê

Kurd û Teoriya Dewletê / Umîd Demîrhan

            Pêşek

Bêguman gava gotin tê ser siyasetê, berî her tiştî dewlet tê bîra mirovî. Îcar dewlet çi ye, çawa derketiye holê, pêkhateyên wê çi ne, erka wê ya sereke çi ye? Kurdên berê çawa bersiv dane van pirsan? Ji bo bersivên van pirsan û çend pirsine dîtir em ê di nava gotinên pêşiyan û teoriyên nûjen de derkevin seyraneke ramanî û ramyarî.

Peyvên sereke: kurd, dewlet, teoriya dewletê, di gotinên pêşiyan de siyaset…

 

Tarîfa dewletê

Têgiha herî kurt a dewletê ew e ku “saziya desthilatdariya civakekê” ye. Derbarê dewletê de tarîfa ku zêdetir hatiye ecibandin “teoriya sê hêmanî” (mirov, erdnîgarî û serwerî) ye ku dibêje: “Dewlet serweriya civakeke mirovan a li ser erdnîgariyeke diyarkirî ye.” Kurdan jî parastina hêmanên dewletê bi bîr anîne û windabûna hêmanekê wekî destpêka têkçûnê destnîşan kiriye; lewre wan gotiye “ax û avahî, nav û navdayî”, ango wekî ku ax bi avahiyan geş dibe û bi kêrî jiyanê tê, nav jî bi navdariyê tê bihîstin; wisan e gava axa mirovî û avahiyên saziyên wî tunebin navê mirovî ji deftera mişkan jî derdikeve. Her çiqas pêşiyên kurdan di gotinên xwe de tarîfên wiha nekiribin jî, bi diyarkirina hinek taybetmendiyên dewletê ramanên xwe vegotine. Wekî mînak wan gotiye “dewleta ku ba di bin re here, ne tu dewlet e” û bal kişandiye ser têkûziya saziya wê û erka wê ya bêqusûriyê. Dîsan wan gotiye “dewleta te hebe, dê êl bi te re be” û bi vê kurtehevokê sûd-ziyana hebûn-tunebûna dewletê nîşan daye. Ji aliyekî din ve pêşiyan bi vê hevokê xwestiye ku bibêjin dewlet ji ber pêwistiyekê û bi pêvajoyekê derketiye holê. Dema ku wan gotiye “dewleta pelegewr; qîz avis, bûk stewr” an jî “dewleta pelegewr e, bi şev sahî ye û bi roj ewr e” wan diyar kiriye ku her çiqas dewlet mezin û xurt be jî, hemû mezinahî û riswatiyên wê veşartî ne.

Heke “teoriya sê hêmanî” ya dewletê hinekî were berfirehkirin, girîngiya “mirov, erdnîgarî û serwerî”yê dê baştir derkeve holê.

Li gorî tekstên pîroz Xwedê mirov ji axê afirandiye û bi hînkirina navan serweriya wî ya li ser gerdûnê sepandiye ku hevahanegiyek di navbera tarîfên beşerî û armanca afirandina mirovî ya îlahî de heye. Wisan e, divê ev her sê hêman baş werin şîrovekirin; jixwe pêşiyên kurdan jî li ser mirovê çê-neçê, xak û serweriya mirovî gelek tişt gotine: mirov bê deng nabe, serdar bê zor nabe; mirov bê dost û dijmin nabe; mirov bi bendê xelqê naçe bîrê; mirov bi doma dirêj digihêje mirazan; mirov bi hişê xwe giran û sivik dibe; mirov bi paşatiyê nabe mirov; mirov bi werîsê her kesî xwe bernade bîrê; mirov bi xurtî distîne, lê bi sistî dide; mirov bi zimanê xwe tê giredan; gava mirov bimire, deyn namire; mirov carekê dixape; mirov cîranê dewlemendan be, birçî namîne; mirov çar dîwaran datîne, giliyê wî tê de dimîne…”

 

            Teoriyên derbarê pêkhatina dewletê de

Pênc teoriyên sereke yên derbarê pêkhatina dewletê de hene ku pêşiyên kurdan ji mêj ve bi awayekî nerasterast li ser wan axivîne; lê ji ber ku nehatine senifandin nifşên nû ji wan bêhay in. Ev pênc teorî: teoriya malbatê, teoriya zindînasiyê (biyolojîk), teoriya lihevhatin û hevpeymaniyê, teoriya aborî û teoriya hêz û têkoşînê ne.

 

  1. Teoriya malbatê

Li gorî “teoriya malbatê”, kakilê dewletê malbat e ku çavkaniya wê ya sereke pêwendiya jin û mêrî ye. Ji belgeyên sedsala 5an a BZ xuya ye ku cara pêşîn Konfuçyûsê çînî (551-479 BZ) qala vê teoriyê kiriye û li gorî wî, malbat parçeyekî rêxistina civakî ye; ji aliyê malmezinekî ve tê rêvebirin û endamên din bi fermana wî tevdigerin. Rêxistina dewletê malbateke pirşaxî (dewleta makro) ye û malbat bi xwe jî kakilê dewletekê (dewleta mîkro) ye; ango malbat (kakilê tovekî) geşeve hatiye, şax û peraş daye, berfireh bûye û di encamê de saziya dewletê (dar) derketiye holê. Li gorî Arîstotelesî (384-322 BZ), destpêka dewletê (civaka rêxistî) malbat e; malbat jî ji jin, mêr û koleyan pêk hatiye. Malbatê gund, gundan bajar û bajaran dewlet pêk aniye ku saziya wan a kemilî ye. Woodrow Wilsonî (1856-1924) jî li ser dewletên mezin xebatên lêkolînî meşandine û gihiştiye wê encamê ku di pêkhatin û geşedana dewletê de pêwendiyên hevnijadiyê roleke girîng lîstine. Dîsa li gorî wî, dewletên destpêkê malbat bûne û di pêvajoya dîrokê de gihiştine asta dewletên îroyîn; ango dewlet malbateke mezin a pirşaxî û pirfonksiyonî ye. Bi giştî ev teorî sazûmana dewletê dişibihîne malbatê ku bi domana demê re berfireh dibe û hiyerarşiya dewleta xwe li ser bingeha xizmên nêzîk ava dike. Gava malbat veguhere xanedanekê, îcar ev xanedan bi eşîrên nêzîk û hevalbendan re peymanan girêdide û bi vî awayî xelek bi xelek berfireh dibe. Di çarçoveya vê teoriyê de dewleta kurdan a dîrokî Medistan jî konfederasyoneke eşîrên kurd û hevpeymanên wê ye. Bi rastî gelek gotinên pêşiyan ên kurdan hene ku tu dibêjî li ser mal û malbatê nehatine gotin, qey mebesta wan dewleta mirovî bûye: “maleke ava, çêtir e ji sedên xerab; mal ava nabe bi xap û viran; mala bê sermiyan wêran e û derdê bê derman e; mal li ser malê nabe; mala aşiqan bi malbarkirinê xerab û kavil dibe; mala bê aqûbet zû belav dibe; mala bê malxwe kes nizane mezin kî ye; mala bê malxwe mîna xwarina bêxwê ye; mala bê pisîk, mişk tê de pelewan e; mala bê sermiyan wekî pezê bê şivan e; mala ku bizmar lê tunebe, mirov nikare çakêtê xwe dayne wir; maleke bi tifaq beramberî êlekê, êleke bi tifaq beramberî dewletekê…”

 

  1. Teoriya zindînasiyê (biyolojîk)

Li gorî “teoriya zindînasiyê (biyolojîk)”, pêkhatin û damezirîna dewletê dişibihe mirovî; wekî ku mirov tê ser rûkalê cîhanê, dewlet jî bi hinek bandoran jixweber derdikeve holê, bi gera dem û dewranê re bi pêş dikeve û di dawiya dawîn de mîna mirovan dimire. Îcar ev dewleta organîk, wekî mirovan ji gelek endaman pêk tê, bi vî rengê zindî dijî û pêkhateyên civakê kar û barên van endaman (organan) bi cih tînin. Teorîsyenên vê ramanê pêkhateyên civakî yên dewletê wekî laşên mirovan bi nav dikin û li gorî her peywirê endamekî mirovî destnîşan dikin ku Platon, yek ji parêzvanên herî navdar ê vê teoriyê ye. Platon di berhema xwe ya bi sernavê “Komar” de ev mijar aniye rojevê û alegoriyeke wiha saz kiriye: “Çawa ku mêjî tevgera mirovan bi rê ve dibe, serwer jî civak û dewletê bi rê ve dibin. Çawa ku dilê mirovî hêmaya wêrekiyê ye, ewlekarên ku civakê diparêzin û ewlehiyê peyda dikin jî hêz û wêrekiya civakê (dewletê) temsîl dikin. Çawa ku dev û aşik (mîde) pêwistiyên laşê mirovî dabîn dikin, hilberîner jî pêdiviyên welatiyên dewletê peyda dikin.” Platon gotinê tîne ser wê yekê ku di navbera sazûmana mirovî û ya civakê de berwariyek (xêzeke paralel) û wekheviyek heye û wiha berdewam dike: “Wekî ku cendekê mirovî li ser sê beşên sereke rawestiyaye, sazûmana civakê jî li ser sê beşan ava bûye: yên ku di civakê de serwer in, yên ku şer dikin û yên ku diravan berhev dikin”. Li gorî wî, yek ji van beşan parçeyekî zêhna mirovî ye ku dihizire, dirame û mijarên rengrengî dijmêre; ev beşa ku hişmendiya mirovî nîşan dide, di tevn û avahiya civakî de taybetmendiyên berwarkî yên çîna serdest rave dike. Çawa ku hişmendiya mirovî tevahiya laş û tevgerên mirovan bi rê ve dibe, çîna serdest jî her gav sexbêriyê li beşên din ên civakê dike. Beşa din a mirovî ji hizirînê zêdetir daxwazên xwe pêşkêş dike û di rastiyê de daxwazên hundirîn ên mirovî temsîl dike ku çîna hilberîner nîşan dide; bi gotineke din çîna karkeran di sazûmana civakî de qalîteya organîzmayeke zindî rave dike. Beşa sêyem jî hesta hêrsê ya mirovî ye ku qehremanî û mêrxasiya wî derdixin holê; di avahiya civakî de leşker û peywirdarên parastinê vî aliyê mirovan pêk tînin. Mirov dikare bibêje ku Platon mirovî organîzmayeke zindî dihesibîne; dibêje ku ji hêla rêgezên karîgerîyê ve tevn, sazûman û avahiya civakê û ya mirovî dişibihin hev. Bi kurrtasî li gorî wî, sazûmana dewletê organîzmayeke zindî ye ku ji organên cihêreng pêk tê û her endamek karekî diyarkirî dimeşîne.

Gava mirov çavekî li gotinên pêşiyan ên kurdan digerîne, dibîne ku kurdan jî nêzikî vê alegoriya Platonî hin tişt gotine ku divê baş werin nirxandin. Di destpêkê de divê bê gotin kurd ji aliyê mecazî ve peyvên “serî”, “mêjî”, “hiş” û “aqil”î hertim bi wateya hêza serweriyê bi kar tînin; her wiha wateyên wêrekî, vîndarî û biryardariyê li peyvên “dil” “hinav” û “qelb”î bar kirine: “serê her kesî, li ser sînga wî ye; serî çiqasî bimîne, qûn ecêban dibîne; serî mezin e, lê aqil tê de tune; serî qûç e, binî pûç e; serî tê birin, ziman nayê birîn…” “dile rûtan bi xeman xweş e; dilê şivên bixwaze, dikare ji nêrîyî şîr bidoşe; dilê te ku fireh be, cihê me dê hebe; dilê te naşewite, bila pozê te bişewite; dilê tirsonek sînga gewrê nabîne; dilê xerîban tim ber bi malê ve ye; dilê xweş her lê bihar e; dilê yekî kete kevirekî, heft salan ew bi xwe re gerand…” Dîsa di çand û zimanê kurdî de wateyên dîplomasî û nûneriyê li “dev” û “ziman”î hatine barkirin; her wiha hinek sînor ji bo dagirtina zikan hatine kêşan: “zik bi razan û mizdane têr nabe, bi xebat û kedê têr dibe; zik heye, çal e; zik ne sifre ye ku hemû kesî bike xwe; zik têr e, çav birçî ye; bila zik têr be, hez dikî bila ji tovê dêr be; zikek du minetan hilnagire; zikê xwe hîn neke du nanan, bejna xwe hîn neke du kiras û xeftanan, ji te re li hev nayê hemû dem û dewranan; zikê wî têr, xew lê xêr; zikê zarokî tijî ye, lê dev nagere…” “devê ku hînî viran bû, qûna ku hînî tiran bû ray lê nabe; devê ku pîvazê nexwe, bîn jê nayê; devê xelqê ne doxîna mirovî ye ku bê giredan; devê xwar, ken lê nabe sitar; dev dixwe, lê çav şerm dikin/lê rû şerm dike; dev ji alfabeyê berdaye, bi devê zirneya zer girtiye…”

 

  1. Teoriya lihevhatin û hevpeymaniyê

Li gorî “teoriya lihevhatin û hevpeymaniyê”, berî damezrandina dewletê mirov di serdemeke bi navê “dewleta xwezayê” de dijiya; piştre mirovan bi hiş û daxwazên xwe biryar da ku ji serdema xwezayî derkevin, dema ku dev ji vê heyamê berdan, wan di nava xwe de lihevhatinek (peymana civakî) çêkir û ji vê hevpeymaniyê dewlet derkete holê. Wisan e, sazûmana dewletê di encama hiş û vîna mirovî bi xwe de hatiye damezirandin; di heyameke ku mirov ne xwediyê pergal, desthilatdarî û dewletekê bûn, serdemeke xwezayî dijiyan û piştre wan bi peymaneke civakî dawî li serdema xwezayî anî. Dema ku koma mirovên lihevhatî derbasî asta civakê bû, di dawiya dawîn de gihişt qonaxa herî pêşketî ya civakê û dewlet ava kir.

Ji sê parêzvanên teoriya lihevhatin û hevpeymaniyê Thomas Hobbes (1588-1679) diyar dike ku berî dewletê rewşeke aloz a şer û qirênan hebûye; lê belê mirovan xwestiye ku ji arîşeyên şeran rizgar bibin û di aştiyê de bijîn. Li gorî wî, tirsa mirinê û hêviya parastinê sedemkarên damezrandina dewletê, ango peymana civakî ne; her wiha mebest ji avakirina dewletê jî “ewlehiya kesane” ye. Parêzvanê duyem John Lock (1632-1704) jî diyar dike ku “peywira dewletê dabînkirin û parastina mafê milkiyetê ye”; sedema bingehîn a ku mirovan di bin banê dewletekê de dicivîne, destpêşxêriyeke civakî ye û her kes ji bo parastina mal-milkê xwe li ser hinek rêgezan li hev dike. Parêzvanê sêyem Jean-Jacques Rousseau (1712-1778) jî destnîşan dike ku xwezaya mirovî di destpêkê de durist û baş bûye, lê bi dem û dewranê re ev pergala xwezayî rûxiyaye; lewre endamên civakê nûnerên xwe hilbijartine, ji wan nûneran desteyeke berpirsiyar pêk aniye û ji bo vegerandina pergala hilweşiyayî tevgereke hevpar ava kiriye û di encamê de dewlet û saziyên wê derketine holê.

Her çiqas kurd neteweyeke şervan û mêrxas be jî pesna şeran nedaye û li gorî wan “şer ji bexwedîtiye çêdibe”: “şer ne xweş e, lê şername xweş e; şer jî şer e, nîvşer jî şer e; şer û nîvşer hevalên hev in; bi xatirê jihevhatinê lihevhatin…” Kurdan dema ku gotiye “danûstandinê bi mirovê ehmeq re meke” bal kişandiye ser aliyên danûstandinekê ku divê kesên eleqedar bi berpirsiyariya xwe rabin, ji ber ku “sozê mêran soz e, ne toz e” û gava “serdar daketin bindar rabûn…”

 

  1. Teoriya aboriyê

            Li gorî “teoriya aboriyê”, pêwendî û bûyerên aborî bandorê li ser bûyerên civakî û siyasî yên civakê dikin û di encamê de sazûmana dewletê derdikeve holê; wisan e, sazûmana dewletê ji layê kesên ku bi fikarên aborî tevdigerin hatiye damezrandin ku berjewendiyên xwe biparêzin û bi piranî wekî “teoriya marksîst” jî tê binavkirin. Li gorî parêzvanekî vê teoriyê Friedrich Engels (1820-1895), di pêvajoya dîrokî de dewlet ji bo parastina milkiyeta taybet derketiye holê. Parêzvanekî vê teoriyê yî herî girîng Karl Marks (1818-1883) jî dibêje ku cîhan di çarçoveya berjewendiyên aborî tê rêvebirin. Teoriya marksîst a aboriyê saziyên civakî wekî “binesazî” û “banesazî”yê dabeş dike ku saziyên binesaziyê jî bi ser xwe re saziyên banesaziyê diyar kirine. Saziyên binesaziyê bi “awayên hilberînê” re eleqedar dibin; lê saziyên banesaziyê bi mijarên wekî rewişt (exlaq), mafnasî (huqûq), ayîn (ol, bawerî), huner, çand, helbest, zanist û wêjeyê re eleqedar dibe. Sazûmana dewletê saziyeke banesaziyê ye ku berjewendiyên aborî û awayên hilberînê diyar dike. Li gorî Karl Marks û Friedrich Engelsî, “heta roja îroyîn jî tevahiya civakan li dijî hev xebitîne û dîroka wan tekoşîneke di navbera çînan de ye; çînên zordest û bindest hertim têkoşîneke veşartî li dijî hev meşandine”.

Kurdan jî welat û civat daniye rêza hera rajorîn a jiyanê; mebesta avakirina wê û sedemên parastina wê diyar kirine: “welat him dê him jî bav e, ne tê kirîn ne jî tê firotin; welatê xelqê ji mirovî re nabe welat, mala xelqê ji mirovî re nabe mal; welat xweş e bi welatiyan; welat welatê bav û kalan, nayê kirîn û firotin bi zêr û diravan…” “civat li mala pîrê ye û pîrê li mala xelqê ye; civat li mala Fatê ye û Fatê li mala Xatê ye…” Ji aliyekî din ve kurdan gazî şopandina bûyerên cîhanê kiriye da ku tevgera wan a civakî ji ya xelqê kêmtir û lawaztir nemîne; ji ber ku pîvana her tiştî heye, pîvana mirovan jî xelq e û xelq ji her aliyî ve mirovî kontrol dike: “xelq axê dikole, ew li serê xwe dike; xelq bû beg, ez bûm legleg; xelq dewletê çêdike, ez kolozê xwe tûj dikim; xelq ji hewarê tê, em nû diçin hewarê; xelq neynika mirovan e; xelqê mêr kir, me mor kir; xelqê xerîb ji mirovî re nabe dê û bav…”

 

  1. Teoriya hêz û têkoşînê

Li gorî “teoriya hêz û têkoşînê”, dewlet amûreke zordariyê ye ku neheqiya hêzdaran li ser jaran rewa dike; ev cureyê dewletê ji bo parastina berjewendiyên hêzdaran hatiye damezirandin, bi siyaseta dagirkirinê bervepêş diçe û desthilatdariya xwe li ser civaka têkçûyî disepîne. Wisan e, dewlet saziyeke civakî ye ku ji hêla koma serkeftî ve li ser koma têkçûyî hatiye ferzkirin; ji bo ku desthilatdar serdestiya xwe ya li ser têkçûyiyan birêkûpêk bike, hertim li hemberî serhildanên navxweyî û êrişên derveyî rê û rêbazên êriş-ewlehiyê datîne. Armanca dawîn a vê serweriyê xurtkirina dagirkeriyê bi riya qurtkirina aboriya têkçûyiyan e.

Kurdan jî carinan pergala axatiyê rexne kiriye û bi vî awayî dagirkerî rewa nekiriye; dema ku pêşiyên kurdan gotiye “axa bi xulam e, xulam jî bi olam e” an jî “axa bi xulam e, xulam jî tûletajî ye” bal kişandiye ser tevgera çîna serdest û bindest. Her wiha gava wan gotiye “axayê sipîxur bê xulam dimîne” rexne li tevgera serdestan girtiye û diyar kiriye ku hinek pîvan û standardên xulamtiyê jî hene; heke mirov bi qasî mezinahiya navê saziya civakî tevnegere, ew dê nikaribe karker û xebatkaran peyda bike.

 

Encam: Teoriya piralî ya Ibn Xeldûnî û siha wê ya li ser gotinên pêşiyan ên kurdan

Teoriya dewletê ya Ibn Xeldûnî (1332-1406) di navbera “teoriya malbatê” û “teoriya zindînasiyê” de ye; lê di heman demê de aliyekî wê yî ayînî jî heye. Li gorî Ibn Xeldûnî, mirov dikare bi qabîliyeta ku Xwedê dayê rêxistinekê saz bike; lê belê ew bi tena serê xwe nikare serederiyê pê re derxe, lewre pêdiviya wî bi piştgiriya kesên dîtir heye, di encamê de ji nava xizmên xwe yên nêzik, dûr û hevalbendên dereke civatekê ava dike û digihêje yekîtiyekê. Ibn Xeldûn diyar dike ku dewlet jî mîna mirovan çêdibin, mezin dibin, pîr dibin û dimirin; temenê dewletekê ji 120 salî derbas nabe û piştî pênc astan hildiweşe.

Di asta yekem a dagirkerî û damezrandinê de, rêveberiya leşkerî ya hêzdar di bin alaya pêşengekî de tê meşandin. Di vê astê de pêwendiyên hoz û tîreyan pir xurt in; desthilatdarê vê heyamê ne padîşah an jî serokek e, bi piranî pêşeng û serkêşê dozekê ye. (mirov bê deng nabe, serdar bê zor nabe; mirov çar dîwaran datîne, giliyê wî tê de dimîne)

Di asta duyemîn a yekparêziyê de, pêşeng dizgîna hêzê zeft dike û hevgirtina xwezayî ya ku ew anîbû ser textê desthilatdariyê tarovaro dike û hevparên mekanîzmayê ji holê radike; bi gotineke din, tevgera eşîrî betal dike, şirîkên kevn ji xwe dûr dixîne yan jî serkut dike, li şûna şêwirmendên pispor karmendên girêdayî xwe li dîwana rêveberiyê kom dike. (serdar daketin û bindar rabûn; axa bi xulam e, xulam jî bi olam e)

Di asta sêyemîn a geşedanê de, derfetên aboriyê zêde dibin û hêmanên çandî bervepêş diçin; pêşeng hem hewl didin ku derhata xwe ya kesane zêde bikin hem jî bi kêmkirina bacên bindestan çavkaniyên darayî yên dewletê piralî bikin ku bajaran bi endazyariyeke xweşik ji nû ve saz bikin. Di vê heyamê de her kes para xwe ji destbelaşiya aborî werdigire: huner, zanist û pîşesazî tên teşwîqkirin; çînên serdest sexbêriyê li projeyên çandî dikin, geşedan û azadî serdestiyê li rojeva dewletê dikin. (welat xweş e bi welatiyan;  xelq neynika mirovan e)

Di asta çaremîn a têrbûnê de, her kes ji xwe razî û pozbilind dibe; aramî û aştî serdest e, di rêveberiyê de înîsiyatîfa nûjenxwaz winda dibe, rêveberiyên kevn tên teqlîdkirin, serdest-bindest wisan bawer dikin ku derketina ji tewereya dewletê wêrankarî ye, ev aramî û serfiraziya wan a heyî jî sermedî ye. Li gorî hêz û serfiraziya damezrînerên dewletê, dibe ku ev rewş bi rastî jî demeke dirêj bidome; lê belê êdî paşvemayîn û perçebûna sergirtî dest pê dike, dewlet derbasî asta dawîn a şahî, dêrzkirin û pûçbûnê dibe. (xelq dewletê çêdike, ez kolozê xwe tûj dikim; xelq ji hewarê tê, em nû diçin hewarê)

Asta pêncemîn û dawîn a dewletê jî pêvajoya berbelavbûna kêf-şahiyan, dêrzkirina sermiyana gel û hilweşîna sazûmana dewletê ye. Di vê hengameyê de desthilatdar hewl didin ku bûyerên aborî û civakî li gorî daxwazên xwe yên kesane bi rê ve bibin, lewre derdên bêderman li cendekê dewletê radibin. Desthilatdarê ku piştgiriyê ji artêş û burokrasiyê werdigire, ji bo berdewamiya konfor û lawaniya xwe rêjeya bacan hildifirîne; lê belê bilindbûna rêjeya bacan bandoreke neyînî li ser çalakiya aborî dike, derhatên dewletê kêm dibin û encameke berevajî armanca padîşahî diqewime. Îcar hêviyên mekanîzmaya rêveberiyê ji dewletê sist dibin û bêhêvîtî radiweşe nava civakê jî; êdî çalakiyên aborî radiwestin, mirov nikare plansaziyên demdirêj bisepîne, rêjeya zayînê kêm dibe, pest-fişarên gelheyê û pirsgirêkên hawîrdorê li bajarên giran derdikevin holê, hûnaka dewletê dibişkive û vedireşe, rayedarên dûrî navendê li deverên xwe doza xweserî yan jî serxwebûnê dimeşînin, li paytextê jî artêş û burokrat dest bi revandina desthilatdariya serdest dikin, hêza serwerê welêt vedigere pile û sernavan. Di dawiya dawîn de civakeke ciwan û tendurist li derve asta xwe ya rêxistinî dikemilîne û ber bi navendê dimeşe; bi hêrseke xurt dewletê dagir dike, avahiya kevn a hilweşiyayî bi erdê re rast dike û sazûmaneke nû ava dike. (mirov bi xurtî distîne, lê bi sistî dide; dev ji alfabeyê berdaye, bi devê zirneya zer girtiye)

 

            Çavkanî:

Amed Tîgrîs (2001), 6762 Gotinên Pêşiyan, Weşanên Rewşen, Stockholm.

Aristotle (1981), The Politics (wergera ingilîzî: Trevor J. Saunders T. Sinclair), Penguin Classics.

Franz Oppenheimer (1922), The State: Its History and Development viewed Sociologically, (wergera ingilîzî: John M. Gitterman), B.W. Huebsch, New York.

Jean-Jacques Rousseau (1968),  The Social Contract, (wergera ingilîzî: Maurice Cranston) Penguin Classics.

Jean-Jacques Rousseau (2016), A Discourse on Inequality (wergera ingilîzî: Maurice Cranston) Penguin Classics.

Nîkolay Mîxaylovîç Deyev (1993), Gosudarstvennost’ i ekologiçeskoye razvitiye: Politicheskiye problemy teorii gosudarstva, Moskova.

Peter Bogucki (1999), The Origins of Human Society, Blackwell History of the World, Oxford.

Plato  (2007), The Republic (wergera ingilîzî:  Desmond Lee),  Penguin Classics.

Samiyeh Bin Umer (2006), “Ed-Dewletu ‘inde Ibn Xeldûn”, Mecellet’ul-‘Ulûm’il-Ictima’iyyeh, Cami’etu Umer Selîcî El-Exwat, El-Cezaîr, c. 1, h. 2, r. 262-275; https://www.asjp.cerist.dz/en/article/31778 (dema gihiştinê: 24.07.2021; 22:56).

Serhat Duvenci (2018), “Kuvvet  ve  Mücadele  Teorisine  Göre  Mezopotamya’da  Devletin  Ortaya  Çıkışı” Uluslararası Yönetim Akademisi Dergisi, h. 1 (1), r. 106-117;    http://dergipark.gov.tr/download/article-file/464348 (dema gihiştinê: 24.07.2021; 01:14).

Suheyle Zeyn’ul-Abidîn (2016), “Nazariyyet’ud-Dewleti ‘inde Ibn Xeldûn”, Mecellet’ul-Menar, h. 74-76; https://uqu.edu.sa/ahsharif/4584 (dema gihiştinê: 24.07.2021; 23:12).

Thomas Hobbes (2017), Leviathan, Penguin Classics.

Woodrow Wilson (2005), The Essential Political Writings, Lexington Books, Lanham.

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !