Kurtedîroka Alfabeyên Kurdan / Celadet Çeliker

Kurtedîroka Alfabeyên Kurdan / Celadet Çeliker

Kurtedîroka alfabên ku kurdan bikaranîne

Bêşik, Kurdan, berî ku bi pirsa alfaba Latini bilî bibin, çend alfabên din jî bikaranîne. Kurdan kengê dest bi bikaranîna
alfabê kirine, mixabin hêj derneketiye ronahiyê û ev pirs li hêviya lêkolînên zimanzan û dîroknasên Kurdan e. Gava ji bal piraniya dîroknas û Kurdnasan ve tê pejirandin ku, Medî bapîrên gelê Kurd in, wê demê divê em lê bigerin ka Mediyan çi alfabe bikaranîne. Gelek nivîskar, li ser şaristanî û medeniyeta Medya heşmetkar mane.

Ew qala kitêbxanên gelek mezin ên welatê Mediyan dikin. Li gor E.M. Diakonov, cûreki tîpên mîxî (Bizmarî) bi riya Mediyan derbasî Farisiya kevn bûye. Ew di wê baweriyê de ye ku, Mediyan ew alfabe ji Ûrartûyan girtiye(1) Sêniyek zîvîn, ku li gor texmînan, ji sedsala heştan a B.Z. (Berî zayîna Isa) ye û ji dema Mediyan maye, li Zêwe (Kurdistana Rojhilat) hatiye dîtin. Li ser vê sêniyê ev cûre tîpên Bizmarî hene: Lê mixabin tu keleporek din a bi van tîpan nivisandî, ji dema Mediya heta niha ne hatiye dîtin. Dîroknivîsê Grekî Heredot, gava di salên 450 yên B.Z. de diçe welatê Mediyan, dinivîse ku, piştî têkçûna dewleta Mediya, hemî tiştên ku wan afirandibûn ji alê Dewleta Pers ve hatibûn talankirin û wêrankirin.(2) Alfaba Bizmarî 36 tîp e; Li gor Heme Teqî Bihar, Mediyan şeş tîp li vê alfabê zêde kirine û bi çil û du tîpan bikaranîne. şikil û awayên van tîpan bi vi awayî, ne:(3)

Li welatê Mediyan û li yê Farisên kevn, ji bilî alfaba Bizmarî “Alfaba Awestî” jî hatiye bikaranîn. Hinek dîtin hene ku
dibêjin Awesta, kitêba pîroza ola Zerdeşti, bi zimanê Mediya hative nivîsandin. Yek ji wan dîroknas û rojhilatnasên ku vê dîtinê didin pês,, Minorskî ye(4) “Alfaba Awesta-yî” ji milê rastê ber ve nilê çepê dihat nivisandin û ji çil û çar tîpan pêk dihat Di hinek çavkaniyan de, ev hejmar cil û heşt tê nîşandan.(5) Ev alfabe bi “zêr û zibe” û bi vî tehrî tê nîşan
kirin.(6)

Heke em Awestayê bidin alîkî, bi qasî heta niha tê zanîn, alfaba herî kevn a ku hinek tiştên bi zimanê Kurdî pê hatine
nivisandin, alfaba Aramî ye. Hinek wesîqên ku di destpêka vê sedsalê de, di hinek şikevtên li herêma Hewramanan de hatine dîtin, ji alê hinek kesan ve nivîsên herî kevn ên Kurdî tên hesibandin û ew bi alfaba Aramî hatine nivisandin. Ew nivîs li ser çermên xezalan hatine nivisandin û di derheqê jiyan û bazirganiya wan rojan de ne. Ji van nivîsan a herî kevn, ji salên 88-87 ên B.Z. ne.(7)

Bi alfaba Pehlewiya Kevn, bi navê “Dînkerd”, kitêbek bi zaravayê Lorî hatiye nivîsandin. Li gor Gîv Mûkriyanî, ev kitêba herî kevn a bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin. Tîpên alfaba Pehlewiya Kevn bi vi awayî ne.(8) Wisa dixwiyê ku, Kurdan alfabeke taybetî ji xwe re afirandine û ev berî û piştî pejirandina îslamê jî bikaranîne. Li gor kitêba nivîskarê Ereb, Îbnî Wehşiye, ku kitêba xwe di sala 241 ê Hîcrî de (856ê B.Z. ?) nivîsiye, piraniya Kurdan wê demê nivîsên xwe bi xetên “Masî Soratî dinivîsîn. Nivîskar bi xwe se berg (cîlt) kitêbên Kurdî yên bi vê alfabê nivîsandî dîtine. Di vê alfabê de şeş deng hene ku dengên wan di alfaba Erebî de tunenin, wek dengên “p” û ç”. Ev alfabe ji sîh û heft tîpên hevedudanî ye. şiklên tîpên vê alfabê bi vî awayî ne.(9)

Di “Ferhenga Khurdî-Tirkî” ya sala 1967 an de, Musa Anter tîpên vê alfabê datîne û dibêje, Kurdan berî îslamê ev alfaba xwe bikar dianîn.(10) Li gor şêx Muhamed Merdûxî Kurdistanî, ew tîpên ku li miqabilê wan di alfaba Erebî de tu tîp tunebûn, dibe ku miqabilê van dengên zimanê Kurdî bin: ç, “p”, “j”, “g”, “11”, “o”.(11) Disa li gor şêx M.M. Kurdistanî, “Di sedsala deha ya B.Z. de mirovek bi navê Masî Soratî peyda bû. Wî li gor tîpên ebcedî çend tîpên din çêkirin ku bi navê tîpên Masî Soratî hatin naskirin, bi wan tîpan tişt hatine nivîsandin û li ser wan gotûbêj hatine
kirin. Ew tîp dişibin tîpên ku di sedsala şeşan de bi navê “pestî Awesta” dihatin naskirin… Heta nêzîka destpêka hatina dînê îslamê, tîpên Masî Soratî di nav Kurdan de hatine bikaranîn û di gel wê jî, xetên Aramî, Siryanî û Grekî jî hatine bikaranîn”.C12)

Di nav Kurdên Ezîdî de bi sedan sal in, ku alfabeke taybetî tê bikaranîn. Ji vê alfabê re hinek dibêjin “Alfaba Ezîdiyan”. Kê kengê hîmên vê al¬fabê daniye ne diyar e. Ev alfabê ji 31 tîpan pek tê û ji milê rastê ber ve yê çepê tê nivîsandin. Li gor Sefîzade Borekeyî, di danîna vê alfabê de ji alfabên Awestayî, Pehlewî û Erebî hatiye îstifade kirin. Kitêbên pîroz ên Ezîdiyan “Mishefa Reş” û “Cilwe” û her wisa nivîsên olî yên Ezîdiyan bi vê alfabê hatine nivîsîn. Ev alfabe îro jî di nav Ezidiyan de tê bikaranîn. Ev alfa¬be bi vî awayi ye.(13) Bi alfaba Ezidiyan nivîsên bi Kurmanciyeke gelek xwerû hene. Ji bo nimûne em dê nivîsek ji vê alfabê biweşînin. Gotinên ku di vê nivîsandinê de ne, yên şînê ne û ji alê kurekî ve li ser mirina bavê xwe hatine gotin.(14)

Gava em vê nivîsa li jor, tîp bi tîp ji alfaba Ezidiyan veguhêzin a Latînîya Kurdî, ew dibe bi vî awayî:

Şîna Bav

Lo bavo, lo bavo, lo bavo
Bavo çima felekê ha kir
Felekê serê xwe li min ba kir,
bavê min miri ye, mala min xirav kir.
Bavo, min belengazî min sefîlî min sergerdan.
Bavê min miriye ez bûme sefîl.
Bavo bavtî tîştekt çê ye,
kurtî bavtî zîneta rû ‘erdê ye,
bavo cinnet cehnem destê Xwedê ye.
Bavo te yekê ne çê kir,
te mala xwe ji mala min cihê kir.”

Pişti pejirandina îslamê, hêdî hêdî bi riya ola islamê alfaba Erebî di nav Kurdan de belav bû. şair û nivîskarên Kurd ên klasîk, wek Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Batê, Ahmedê Xanî, û hwd. berhemên xwe bi vê alfaba
Erebî dane. Alfaba Erebî li gor dengên ku di zimanên semîtîkî de hene, nikanibûye bersiva dengên zimanê Kurdî bide. Kurdan jî wek Farisan bi guhertinên li ser hinek tîpên alfaba Erebî, ji bo çend dengên xas ên zimanê xwe, tîpên nû çêkirine. Wisa dixwiye ku, Kurdan alfa¬ba Farisî ya bi tîpên Erebî, ji bo zimanê xwe mînak girtine. Alfaba Erebî ya eslî bi vî awayî ye:

Wek diyar e, di vê alfabê de, dengên Kurdî “g”p “ç”ê “j”i ” “û”, “v” nayên nişan kirin. Ji bilî dengê “i”, bi guhertina tîpa alfaba Erebî ( ك) – (گ ) “g”, bi guhertina ( ب)- (پ ) “p”, bi guhertina ( ج)- (چ ) “ç bi ya ( (ی)- (ی
* * *
“ê”, bi gutiertina ( ز)- (ژ ) “j” û bi ya ( ف) jî ( ڤ) “v” hatiye çêkirin.

2. ALFABA KURDÎ YA LATÎNÎ

Wek tê zanîn, alfaba Latînî ev nêzîkî 2700 sal in, ku kêm zêde ji alê hi¬nek xelkan ve hatiye bikaranîn. Di nav salan de bi guhertinên siyasî yên li Rojhilata Navîn -ku li ser civata gelê Kurd tesir kirine-, wisa dixwiye ku bi kêmasî haya
Kurdan ji şeş alfaban hebûye û bi ihtimalek mezin jî, ew alfabe bikar anîne (Alfaba Bizmarî, ya Pehlewî ya kevn, a Awestî, ya Masî Soratî, Alfaba Ezidiyan, a Erebî). Lê belê heta destpêka vê sedsalê, di nav Kurdan de li ser guhertina
alfaba Erebî bi ya Latînî, em tu gotûbêjan nabînin. Wan bi sedan salan bi alfabên cihê cihê nivisîne, ku li gor hinek dîroknas û zimanzanan, hinek ji wan alfaban ên Kurdan bi xwe bûne. Gelo, çima Kurdan di destpêka vê sedsalê de
hewce dîtine ku alfaba Kurdî ya bi tîpên Erebî bi ya Latînî biguhêzin?

Bi dîtina min, sedemên serekî yên ji bo vê guheztinê ev in: Di van du sedsalên dawiyê de, di
warê teknolojî û endustriyê de, di warê siyaseta dinyayê û zanistiyê de, bi tevayî her ku çûye welatên Ewrûpî di her warî de giraniya xwe zêdetir kirine; wisa bûye ku pirsên navnetewî, li ku derê dinyayê dibin bila bibin, bêyî hevkarî û mudaxala wan ne hatine çareserkirin. Her wisa welatên Ewrûpî piştgiriya wan gelan jî dikirin, ku li dijî dewleta Osmanî şer dikirin û dixwestin serxwebûna xwe bi dest bixin. Bayên ji Rojava, Kurd jî di nav de, li rewşenbîrên li Stenbolê tesîrek gelek kûr dikirin. Gelek rewşenbîrên Kurd ji zilm û zordariya Sultan Hemîd, ji welatê xwe bi dûr ketibûn, derketibûn derveyî welêt û li welatên Ewrûpa bûbûn muhacir. Ew gelek di bin tesîra rabûn û rûniştin,
bîr, raman û terbiyên welatên rojava de diman. Her çend alfaba Erebî têrî dengên zimanê Kurdî ne kiribe jî, lê dîsa Kurdan ev alfaba bi sedan sal bikaranîbûn. Ji van sedemên li jor, di destpêka vê sedsalê dê li gel bîr û ramanên pozitîvizmê, alfaba Latînî jî, bala rewşenbîrên Kurd kişandiye.

Yek ji van rewşenbirên ku bala xwe daye pirsa alfabê, Dr Abdullah Cevdet e. Ew di kovara “Rojî Kurd” de (1913) dinivîsîne ku divê Kurd alfa¬ba xwe biguherînin, ji ber ku alfaba Erebî bersiva zimanê Kurdî nade. Dîsa di wan salan de, di nav endamên Komela Xwendekarên Kurdan-Hêvî (Kurd Talebeyî Hêvî Cemiyetî) de gotûbêjên dûr û dirêj li ser guhertina al¬faba Kurdî çêdibin. Ji rewşenbîrên wê demê Salih Bedirxan dibêje: “32 harfên ku di zimanê Osmanî de tên bikaranîn, ji bo zimanê Kurdi ne bes in. Ew (S.Bedirxan-C-ç, heşt herfên nû li vê alfabê zêde dike û pêşniyarî
ronakbîrên Kurdan dike.” Bi vê alfaba 40 tîpî di Rojî Kurd de çend nivîs derketine.(15) Li gor Kemal Badilli rewşenbîrên Kurd ên ku li dora Rojî Kurd civiyabûn, li ser alfabeke ku nêzîkî ya Latînî bû dixebitin. Lê mixabin şerê Cîhanê yê yekemîn ev xebat nîvçe hişt.(16)

Lê bibe ne be pirsek di serê mirov de çêdibe: Gelo rewşenbîrên Kurd di wan salan de çiqas bala xwe dane ser alfabên kevn ên ku Kurdan bikaranîbûn. Wek berê jî me got ji wan şeş alfabên ku berê hatibûn bikaranîn, heke em a
Awestayî ne hesibînin (ku li ser vê alfabê dîtinên ku hev nagirin hene), du alfabên ku tenê Kurdan bikaranîbûn jî hebûn. Gelo rewşenbîrên Kurd çiqas bala xwe dane ser pirsa ku, ka ew tîpên di wan alfaban de hene çiqas kanin bersiva dengên zimanê Kurdî bidin? Dibe ku wan jî wek Dr. şivan li vê pirsê nihêrtibin. Ew dibêje: “Her «çiqasan ku, berî ola islamê Elfabeyek Kurdan ê taybetî hebû û îro jî, hin xwendayên Kurdên Ezdiyan dîsa bi vê elfabê ve dikarin binivîsin û bixwînin; lê belê êdî çi mane nîne ku li ser vê elfabêya arkaîkî, -ji aliyê giranî bihaya wê ya tarîxî pê ve,- em israr bikin.”(17)

Wek tê zanîn hinek gel wek Cihû, Asûrî û Ermenî alfabên xwe yên herî kevn, her îro jî bikartînin û wan wek sembol û beşeke ji bo hestê (hissê) netewî dibînin. Di dawiya şerê Cîhanê yê Yekem de, Hêzên Dewleta Osmanî têk çûn û Sultanê dewleta Osmanî bi welatên di şer de bi serketî re, şerrawestandina Mondrosê îmza kir. Di vê dema qelsî û tevliheviya dewleta Osmanî de, Kurdan xwe dan hev û di dawiya sala 1918 an de, Komela Pêşketina Kurdistanê damezirandin (Kûrt Tealî Cemiyeti). Di çend hejmarên kovara “Jîn”ê de (1918-1919), kovara neresmî ya Komela
Pêşketina Kurdistanê bû, li ser zehmetî û dijwariyên alfaba Erebî ji bo zimanê Kurdî tê rawestandin. Nivîskarên Jînê gilî û gazinên xwe yên li ser vê pirsê bi van çend gotinên manekûr tînin zimên: “Em çi bikin ku zimanekî Arî bi
kirasê alfaba Samî bê nivîsîn, ancax ewqas mefadar dibe. Ibret bigirin”.(18)

Paş şerê Cîhanê yê Yekem, ji ber sedemên ku alfaba Erebî nikanibû bersiva dengên zimanê Kurdî bida, Major E.B. Soane ji bo zimanê Kurdî alfabeke Latînî çêkir û du kitêb jî bi vê alfabê nivîsîn. Ew kitêb ev in: “Elemantary Kurmanjî Grammar”, Bexdad, 1919, û “Kitabi Awwalamini Qiraati Kurdi”, Bexdad, 1920. Ev alfabe di nav Kurdan de zêde belav ne bû.(19)

3. CELADET BEDIRXAN Û ALFABA KURDÎ-LATINÎ

3.1. Xebatên beriya Hawarê:
Di Gelawêja 1919 an de Peymana Sewrê hat imza kirin, ku tê de hinek soz û qewl ji bo nîvdewletek Kurd dihat dayîn. Li ser sînorên Ermenistan û Kurdistanê, daxwazên Kurd û Ermeniyan li dijî hev bûn. Ermeniyan beşekî mezinê Kurdistanê, di nav Ermenistanê de didan nîşandan. Ji bo ronîkirina vê pirsê heyetek li darxistin, da ku li Kurdistanê li nisbeta nifûsa Kurd û Ermeniyan bikole û bide diyarkirin. Serokê vê heyetê Ingilîz Ma¬jor Noel bû û ji Kurdan jî, yên
ku bi vê heyetê re bûn û alê M.Noel dikirin du bira bûn: Mîr Celadet û Mîr Kamûran Bedirxan.

Ew ji Helebê bi rê dikevin tên derdora Sirûcê, Entabê û ji wir jî, di meha Rezbera1919 an de diçin Meletiyê. Ekrem Cemîl Paşa, hêj ew li Helebê ne, digihijin wan.Wisa dixwiye ku gelek endamên Komela Pêşketina Kurdistanê li
Meletiyê di gihîjin hev û dixwazin tevgera Kurdî tenzîm bikin.(20)Yek ji wan kesên ku tên Meletiyê, Evdirehîm Rehmî yê Hekarî ye, ku wî dersa Kurmancî dida Major Noel. Sedema ku em vê bûyera dîrokî li vir dinivîsin ev e: Bi vê serlêdana welêt, dîtina çêkirina alfabeke Latînî ji bo zimanê Kurdî bi Mîr Celadet re çêdibe. Mîr Celadet li ser vê yekê weha dinivisîne:

“Di sala 1919 an de, me dabû çiyayên Meletiyê. Em ketibûn nav eşîra Reşiwan. Mêcer Nowel (Ingilizek) digel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanîbû, dixebitî ku hînî zarê bakur bibe, û ji xwe re her tişt dinvîsandin. Min jî hin Metelok, stran û
çîrok berhev dikirin Carinan me li nivîsarên xwe çavên xwe digerandin, dixwendin û diedilandin. Min bala xwe dida Mêcer, bi bilêvkirineke biyanî lê bê dijwarî destnivîsa xwe dixwend. lê belê ez, heta ko min (û) ji (o) û (î) ji (ê ) h.p. derdixistin diketim ber hezar dijwarî. Ma çiman?.. Ji ber ko Mêcer bi har fên Latînî, lê min bi harfên Erebî dinivîsandin. Ser vê yekê, di cih de min qerara xwe da û ji xwe re bi Herfên Latînî alfabeyek lêk anî. Edin min bikariya destnivîsa xwe paş hezar salî bê dijwarî weke xwe bixwînim, ji ber ko her deng cihê cihê li ser kaxezê dihatin sekinandin.’’(21)

Bi vê biryara Mîr Celadet re, îcar dijwariyên di warê alfaba Latînî de rû didin. Lewra alfaba Latînî bi 26 tîpên xwe nikane bersiva dengên ku di zimanê Kurdî de hene bide. Ji alê din ve, ev dibû cara yekem ku zimanekî Hindo-Ewropayî yê di nav grûba zimanên Iranî de, dê bi alfaba Latînî bihata nivîsandin. Ji ber van dijwariyan, her çend
Mîr Celadet dibêje, piştî wî bi alfaba Latînî dest pê kir û nivîsî, karê wî hêsantir bû, lê belê ku tiştê ku wî dixwest”…her deng ciliê li ser kaxizê dihat sekinandin”- hêj ne qabil bû. Loma jî, wî ji bo hinek dengên zimanê Kurdî tîpên, hevedudanî (diftong) yên Latînî bikaranîn, wek (ou, ch, ai,…), Em nizanin di wê demê de alfaba Mîr Celadet ji çend tîpan pêk dihat. Lê piştî demek kurt, wî xwe ji çarçova alfaba Latînî deranî û ji dêla diftongên Latînî, wî ji alfabên Greki û Rûsî hinek tîpên serbixwe girtin û bi vî awayî, alfabeke ku heta ji dest tê, her dengek miqabilê tîpekê anî. Ev alfaba wî ji 36 tîpan li hev hatiye.

Ji van kar û xebatên wî yên di nav du sê salan de dixwiye ku wî pirsa alfaba Kurdî pirseke gelek girîng girtiye û ew her li ser vê pirsê xebitiye. Di sala 1922 an de, Kemalistan fermana kuştina wî, ya bav û her du birayên wî derxistin. Li ser vê yekê ew û birayê xwe Kamûran ji Tirkiyê derketin çûn Almanyayê. Li wir Mîr Celadet hukuk xwend û xebata xwe ya li ser alfabê domand. Ew li ser xebata wan salan weha dibêje:

“Di sala 1924 a de, li Elmanyayê min careke din çavê xwe li elfabeya xwe gerand, hûr lê mêzekir û mideke xweş li ser xebitîm. Min bala xwe dida û didît ko ev sê texlît herf (latînî, yûnanî û rûsî-CÇ qenc li hev ne dihatin, herfên yûnanî û rûsî yekrengiya elfabeyê xirab dikirin. jû pê ve tê de du herf hebûn ko ji me re gerek bûn. ji lewra min elfabeya xwe ji nû ve senifand: Herfên zêde jê avêtin, hin herfên Latî¬nî bilindek li wan barkirin û di şûna harfên yûnanî û rûsî de êxistin. Bi vî awayî elfabeke bi 34 herfan û yekreng hat pê.”(22)

Mîr Celadet di sala 1925 an de ji Almanyayê vegeriya. Ew berê çû Misirê û bi dû re jî, çû Libnanê ba apê xwe Xelîl Ramî. Di sala 1927 an de, ew jî yek ji wan welatparêzên Kurd e, ku beşdariya damezrandina Xwêbûnê (Xoybûnê) dikin. Xoybûn, şoreşa Kurdistana Bakur dide ber xwe. Lê piştî têkçûna.serihildana Agiriyê, diyar dibe ku Xoybûn nikane xwe bigihîne vê armanca xwe ya pîroz.

Bûyerên di navbera salên 1925 û 1930î de, li ser dîtinên Mîr Celadet tesîrek gelek mezin çêdikin. Ji vê tarîxê û şûn
ve M. Celadet hemî jiyana xwe dide çareserkirina pirs û pirsgirêkên zimanê Kurdî (zaravê Kurmancî). Ew û zimanzanê bi nav û deng yê başûrê Kurdistanê; Tewfîq Wehbî, ji bo bi kêmasî du zaravayên Kurdî (Kurmancî û “Soranî”), li Sûriyê bi hev re li ser alfabeyek Latînî ya muşterek dixebitin. Mixabin ev xebat beriya ku fêkî û berhemekê bide di
nîvî de dimine û T. Wehbî vedigere Iraqê.

ÇAVKANÎ:

1. E. M. Diyakonov, Tarîxê Mad, r.339, wergera Farisî, 1345, Tehran.
2. Yê ji Heredot neqil dike, Borekeyî Sefîzade Seddîq, Mêjûy Wêjey Kurdt-I, r.18, 1991, Baneh, Kurdistan.
3. Borekeyî Sefizade Seddîq, Mêjûy Wêjey Kurdî-I, r.15-16, 18,1991,Baneh Kurdistan.
4. Borekeyî S.S., and, r. 22-23.
5. Campbell , C. L, Compendium of the World’s Languages, Vol I, p. 2 26, 2993, London .
6. Borekeyî S.S., and, r. 17.
7. Soran Sineyî, Qewalla Konekani Hewraman Kontirtn Belgeyî Nûsra-wî Ziwani Neteweyî Kurd ke ta êsta dozrawe-tewa, Sirwe, hej. 67, r. 41-
45, 1991, Wirmiye.
8. Borekeyî. S.S., and, r.19.
9. Borekeyî.. S.S., and, r.20.
10. Musa Anter, Ferhenga Khurdî- Tirkî/Kûrtge-Tûrkge Sözlûk, r.164, 1967, Istanbul .
11. şêx Muhamed Merdûxî Kurdistanî, Tarixa Kurd û Kurdistan, wergera Ebdilkerim Mihemed Seid, r. 302, 1991.
12. şêx Muhamed Merdûxi Kurdistani, and, r.81.
13. Borekeyi Sefizade Seddîq, and, r..20.
14. Borekeyî S. S., Nameyî Ferhengê Iran-Defterê dovom, r. 16 (222)
15. Malmîsanij & M. Lewendî, LiKurdistana bakur û H Tirkiyê Rojname-geriya Kurdî 1908-1981,
r.56, 1989, Uppsala .
16. Badilh Kemal, Tûrkge îzahh Kûrtge Crameri, s. 23, îkinci baski 1992, MED Yayinahk, Istanbul .
17. Dr. şivan -Adara 1971-, di pêşgotina kitêba “Zmanê Kurd” de, r.
15, 1976, Kava Yaymlan, Istanbul .
18. Jîn 1918-1919, Cild I, r.6, ji Pêşkêşiya M. E. Bozarslan, 1985, Weşan-xana Deng, Uppsala .
19. Cemal Nebez, Zimanî Yekgirtûyi Kurdî, r. 79, III, 1976, Almanya
20. Ekrem Cemîl Paşa, Muhtasar Hayatim, s. 42-43, Beybûn Yaymlan,
2. baski, 1992.
21. Hawar, jimar 13, Pêşgotinek, r. 1-
2, ji pêşgotina Mihemed Bekir ya di qapa nu ya Hawar 1-9 de, hatiye girtin, r. XXI, Weşanxana Hawar, 1987, Stockholm .
22. Hawar, jimar 13, Pêşgotinêk, r. 1-

** Ji kovara ZEND ((kovara Enistîtuya kurdî)), Havîn 1994, hejmar 2 / Pênûsa Nû / hejimar ‘ 2 ‘ Tîrmeh 2012.


 

Hûn dikarin gotarên xwe bişînin vê emaîlê: bernamegeh@gmail.com.

Lê Binêre

SILÛKA SOFÎ Û QERENTÎNAYA CIVAKÊ

Hejarê Farqînî Berîya ku bikevim vê mijarê dixwazim hin tiştan di derbarê silûk û qerentînayê …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !