Jiyana Dr. Mihemed Sadiq Şerefkendî

Jiyana Dr. Mihemed Sadiq Şerefkendî

”Bila ciwanên kurd bizanin ku jiyana di esaretê de û di bin destan de û bi stûxwarî çendî bê qedr û qîmet e û li hemberî vê yekê pêkhatina hewayeke paqij û bi serfirazî û serbilindî û di nava civakeke azad de çendî xweş û bêhnfirehî ye.”

 

Dr. Mihemed Sadiq Şerefkendî

Dr. Mihemed Sadiq Şerefkendî (Seîd) yek ji kesayetiyên herî şareza yên Rojhilatê Kurdistanê ye. Ew di roja 21ê berfanbara sala 1937ê de li malbateke niştimanperwer, li gundê Erexeya Bokanê ji dayik dibe. Di temenê zarokatiyê de, bavê wî dimire û serperestiya wî dikeve ser milê birayê wî yê mezin mamoste Hejar.


Serdema zarokatiya Dr. Şerefkendî hevkat bû li gel pêşketinên li Kurdistanê û xebatên ji bo rizgariya Kurdistanê û damezirandina Komara Mehabadê. Ew xebatên rengîn û çalakiyên serdemê di mêjiyê wî de neqişîn û mêjiyê wî kemilandin. Dr. Şerefkendî pola yekem û duyem li bajarê Bokanê dixwîne û piştî ku malbata wan koçî Mehabadê dike, ew jî li Mehabadê xwendina seretayî û ya navendî kuta dike û lîseyê jî li bajarê Tewrêzê (Tebrîz) dixwîne. Ew di sala 1959ê de li Zankoya Bilind a Tehranê dîplomeya Endayariya Şîmî (kîmyayê) werdigire. Şayanî behskirinê ye, ku di maweya xwendina xwe de wekî şagirtê yekem dersên xwe kuta dike û di heman salê de bû hîndekarê şîmiyê û heta sala 1965ê li bajarên Urmiye û Mehabadê mijûlî karê hînekariyê dibe.

Di maweya hînekariyê de, ji bo gihîştandina xwendekarên kurd gelekî zehmetiyê dikişîne û hemû şagirtên wî qebûl dibin û diçin zanîngehê. Ev yek bala ‘Sawak’ê (Dezgehê Casûsiya Rejîma Mihemed Riza Şah) dikişîne û nahêlin ew li Kurdistanê bimîne, lewma wî koçî bajarê Erak û paşê jî bajarê Kerecê dikin. Dr. Mihemed Sadiqê Şerefkendî di sala 1970ê de wekî asîstanê beşa şîmiyê tê wezîfedar kirin. Ew di sala 1972ê de diçe Fransayê û piştî çar salan doktoraya şîmî ya analîtîk (şîmiya tehlîlê) li zanîngeha jimare 6 a Parîsê werdigire. Dr. Sadiqê Şerefkendî di sala 1976ê de vedigere Tehranê û wekî mamosteyê beşa şîmyayî li zanîngehên Tehranê mijûlî hîndekariyê dibe.

Di sala 1973ê de, gava ku Dr. Şerefkendî li Parîsê mijûlî standina doktoraya xwe bû, bi riya Şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo bername û rêz û rêçikên PDK-Îê nas dike û bi wan re aşîna dibe. Piştî vê yekê dibe endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê û gelekî zehmetiyê dikişîne û ji bo pêkanîna peywirên ku partiyê dane wî, pêk bîne, gelekî hewl dide û tê dikoşe. Heta gelek caran jî giyana wî dikeve metirsiyê.

Piştî têkçûna rêjîma paşayetiyê û destpêkirina eşkere ya PDK-Îê li Îranê, ew dibe berdevkê Komîteya Navendî ya partiyê û di meha reşemiya sala 1979ê de jî di Kongereya Çarem a partiyê de dibe endamê Komîteya Navendî ya Partiyê û berpirsiyariya partiyê ya Tehranê dispêrin wî. Di havîna sala 1980ê de, ji bo karê herdemî wî vedixwînin Kurdistanê.

Dr. Şerefkendî di plînoma havîna sala 1980ê de dibe Endamê Deftera Siyasî ya PDK-Îê. Di kongreyên pêncem, şeşem, heftem, heştem û nehem ên partiyê de, hemû caran bû endamê Komîteya Navendî û di komîteyê de jî hemû caran ji bo endametiya Deftera Siyasî hate helbijartin. Ji bilî vê yekê jî, berpirsiyariya çapemeniya partiyê jî li ser milê wî bû. Ji sala 1986ê ta dema şehîdbûna Dr. Qasimlo, wekî Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiyê karê têkoşînê meşand.

Dr. Şerefkendî di yekemîn plînoma piştî şehîdbûna Dr. Qasimlo de, bi girtina dengên giştî yên Komîteya Navendî bû Sekreterê Giştî yê Partiyê. Kongreya nehem a partiyê jî bi rêveberiya wî pêk hat û ta dema şehîdbûnê wekî Sekreterê Giştî yê Partiyê peywira xwe pêk anî. Ew di 17ê rezbera sala 1992ê de li bajarê Berlînê li welatê Elmanya tevî sê hevalên xwe ji aliyê sîxurên dewleta Îranê ve hate kuştin. Kujerên îranî hatin girtin û hê jî kesê bi navê Kazim Darabî, ku ji berpirsên îstixbarata Îranê ye, di girtîgeha Elmanyayê de ye.

Hin gotinên Şehîd Dr. Sadiqê Şerefkendî:

Ey ciwanên kurd! We hestên xwe yên niştimanperwerî û kednasiyê yên der heqê pêşengên riya rizgarî û azadiyê de baş daye selimandin. Lê her çiqas ku hest girîng e, lê tenê ne bes e. Hest divê rengên madî jî bi xwe bigire û bi awayekî fîzîkî jî derkeve qadan û bikare li qada xwepêşandanê bi kêr be.

Me ku di destpêkê de pê avête riya dijwar û pir hewraz û nişîvên xebatê, me biryar da ku heta nefesa dawî û heta dilopa xwîna xwe ya dawî emê dirêjederê vê riyê bin. Diyar e ku ev peyman û biryara me jî dilgerê piştgirî û desteka we ye. Niha em bi hemû hest û hebûna xwe vê biryarê li gel we ji nû ve saz dikin û em hêvîdar in ku bi piştgirî û desteka we emê di encamê de bi ser bikevin.

…. Bila dayikên kurd zarokên xwe li hembêza xwe ya germ û pir mêhr de bi hestên germ ên nîştimanperwerî, welatparêzî û azadîxwazî perwerde û mezin bikin û çîroka şehîdên riya rizgariyê û çîroka şehîd Dr. Qasimlo ji wan re vebêjin.

…. Bila bavên kurd dersên azadî û xebatkarî û berxwedanê fêrî zarokan bikin û bi wan bidin fêm kirin, ku çiqas xweş e ku bibin hêviya civak û gelê xwe.

…. Bila ciwanên kurd bizanin ku jiyana di esaretê de û di bin destan de û bi stûxwarî çendî bê qedr û qîmet e û li hemberî vê yekê pêkhatina hewayeke paqij û bi serfirazî û serbilindî û di nava civakeke azad de çendî xweş û bêhnfirehî ye.

 

Hûn dikarin gotarên xwe bişînin vê navnîşanê: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Enwer Yilmaz

Jiyana Enwer Yilmaz

Kedkarê Kirdkî Enwer Yilmaz serra 1980 de Dîyarbekir de ameyo dinya. Bi eslê qezaya Çewlîgî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !