Hunermend Ebdo Elanê

Hunermend Ebdo Elanê / Nizar Yosif

Ebdo Elanî bi vê keda mezin  hunermendek nemire, ji dewlemendiya herêmên Botanê zîl daye, sembolek yê hunera deşta wê ye li Dêrika Hemko şax daye.

 

Hunermend Ebo Elanê ew yekemîn hunermendê herêma Botanê ye,yê ku stirana devikî li amûretê siwar kirî. Yek ji aferînerên hinerê stiranê ye. Zelabînek di şêwe yê xwendina wî de heye. Bi harmoniyê dengê xwe hişt guhdarvan in strana devikî, tiştek taybet bibihîzin, stran û mûzîkê bi hev re binûşin û bipejirînin. Ji dawiya salên 60î û vir de aferînerek yê stirana  kurdî ye. Çêjek taybet di stranên wî de peyda dibe govend û dîlan li ber têne kirin û bi rewan jî di civatan de lê tê guhdarkirin. Vî hunermendê hosta bi nazikî xwe berda ye nava hestên guhdaran û xweşî bi wan re par kiriye. Li ser Erebeyek paqij sê teker cil û pêdiviyên mal û jinan di cadeyên Dêrika Hemko de digerandin. Nîvdanek yê rojê bazarvanî yê ve mijûl di bî, xwe û malbat pêy xwedî dikir û nîvê dîtir hêz dida karê hinerî.

Bi dehan stiranên nuh çêkirine, gelek hunermend wan berhemên wî yên nemir di xwînin (ya elah cîranê cîranê- narînê hey narîn-were were esmer xan..). Dengê Ebdo Elanê di dezgeha ( Radio) Bixda yê de bi zengilî di hate bihîstin, bi seyr dihate hezkirin.

Têlên cimbiş a Ebdo Elanê bi tilî û dengê xudanê xwe bi nexşek xweser dengvedan didan. Sîmê aferînê li ser civakê de diweşand. Piştî Ebdo ji başûrê rojavayê kurdistanê ( Dêrika Hemko) koçberî bakurê kurdistanê bi (Cizîra Botan) bandorek baş li ser hunerê Cizîriyan lehîst, û gelekan şêwazê wî şopandin. Piştî koçkirina wî ji cîhanê gelekan berhemên wî bi navê xwe weşandin, mixabin ev tişt di nava me kurdan de bûye adet.

Mixabin ev hunermend dûrî ragihandinan û gotegotan û şîroveyan maye,lê ew xwe bi kesayetiya xwe ya hunerî liviya ye xwe anî û daniye di nava hestan de û ser zimanan. Her çax û her dem mirov di şê wî bi bihêz e û pêy re şahiyê bi gire. Ebdo Elanî bi vê keda mezin  hunermendek nemire, ji dewlemendiya herêmên Botanê zîl daye, sembolek yê hunera deşta wê ye li Dêrika Hemko şax daye.

Bi hezaran gulên sor û zer diyarî gora te bin li Cizîra Botan, di nava dilovaniyê de raze.

semakurd.net.

 

Hûn dikarin gotarên xwe bişînin vê navnîşanê: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Enwer Yilmaz

Jiyana Enwer Yilmaz

Kedkarê Kirdkî Enwer Yilmaz serra 1980 de Dîyarbekir de ameyo dinya. Bi eslê qezaya Çewlîgî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !