Hasan Mukaram

Xwenasîn û Zanîn Rêya Serkeftin û Xweşiyê / Hasan Mukaram

Xwenasîn û Zanîn Rêya Serkeftin û Xweşiyê Bo Mirov Vedike.

Mirov li her derî be divê berî her tiştî xwe nas bike, û bizane ku çawa dikare hebûn û serweriya xwe û neteweya xwe li hember zilma serdestan biparêze.

Her kesê ku xwenasînê pênase neke, û xwe û xwazaya xwe nas neke, neteweya xwe jî nas nake û neçar dibe ku “xwe”yeke çewt û bê sûd di hebûna xwe de çêke, her ew xwenasnekirin an neşopandina xwenasîn û xwe dibe sedem ku ji hişmendî û aqilmendiya rast û dirust ya di mejiyê xwe de wateyeke çewt çêke. Mirovên nefsnizim ev şêwaza hizirkirina wan dibe sedema vê yekê ku wateya îxanetkirinê di mejiyê wan de berevajî bibe, û li gor aqilê xwe yê sivik, her tiştî çewt bibînin. Dema cem wan her tişt yan her kiryarên rast û dirust bi şaştî tê dîtin, vê çaxê ye ku ji dîtingeha wan ve, kesên xwedî îrade û xwedî bawermend, îxanetkar têne hesabkirin, çimkû di mejiyê xwe de tûşî wehmê û xeyalan bûne, û wateya hebûna bawerî, îrade, hebûna jiyanek azad û serbest û hemî tiştan heta baweriya bi hebûna koka xwe jî çewt dibînin. 

Mirovên nefsniznim, bê îrade û bê bawer in, dema ku îxanetê bi nîştiman û gelê xwe dikin, ev heta di serperestiya malbata xwe de jî tûşî nefsnizmî û nezanînê dibin, zarok, hevjîn û tevahiya endamên malbata xwe di nezanîn û nefsnizmiya xwe de hepsî dikin, û rê li perwerdehiya dirust a wan jî digirin. Mirovên wuha ji ber bê îradeyî û nebûna baweriyê zirarên qerebûnekirî digehînin civak û neteweya xwe, ji ber ku ew bixwe ji ber nebûna serwerî û îradeya hertimî tûşî nesaxiya derûnî bûne.

 Di nav siyasetê de kesên bê bawer ku tûşî wehm yan wesweseyên xeyalî bûne, xwefiroş yan kopalbidestên dijmin têne hesibandin. Her ev mirovên xwefiroş û kopalbidestên neyaran in ku dibin pêşengên hêzên serdest, ku di şerê li hember gelê xwe de di deşt û dolên nîştimana xwe de bona derbelêdan, li têkoşerên maf  û azadî û wekheviyê li pey wan dikevin.

Kesên îxanetkar, mirovên xebatkar û nîştitmanperwer neyarên xwe hesab dikin, û xwazaya mejiyê wan li hember rastî û heqîqet û wekheviyê tenê texmîn û guman û xeyaleke betal e.

Bêguman heta di nav mal, grûp, welat û neteweyên bêmaf de jî, mirovên jirêderketî nebin, neyar nikarin nifûzê bikin nav wan de. 

Her çawa ku, Soqrat di gotineke xwe a navdar de dibêje, “xwe nas bike, xwe binase. Xwenasîn bi vî awayê xwe yê kamilbûyî dibe bingeha hemû serwextbûnan. Xwebûn jî di piraktîka mirovan de asta herî baş a xwenasînê ye. Heke dîsa em bi gotineke kurdan behsa zanînê bikin: “Zanîn ronahiya (agahiya) çavan e.”

Me li jorê jî qela wê yekê kir ku divê mirov nirx û qîmeta mirovhiyê ji xwe re bide zelal kirin da ku bikare di rênwîniyên biryardan û bizên(motîv) de bo berdewamkirina di rêya gihîştin bi armanc û heqîqeta jiyana xwe de têbikoşe, ger wusa nebe, nikare nirx û buhaya mirovahiyê nas bike. Vê demê ye ku di hundirî xwe de tûşî nesaxiyên derûnî dibe û di biryardan û birêvebirina karûbarên xwe yên rojane de tûşî sistiyeke bêderman dibe, û dikeve bin baweriya hişk û zordestiya neyaran de û xalên sist didin destê neyaran û neyar jî li rêya wan xalên sist ên wan, wan neçar dikin da ku îxanetê li xwe û gelê xwe bikin.

Mirovên wuha xwedî xalên sist ku bê îrade ne, hem bixwe û hem jî bo neteweya xwe gelek metirsîdar in, ji ber hebûna xalên sist bi hêsanî dibin guhdarê dijmin, û derbên giran li netewe û nîştimana xwe didin, her di vî warî de gotinek pêşînan heye ku dibêje “Kew neyarê qewmê xwe ye, an jî kurmê darê ji darê bixwe ye” dema ku mirov kewekî qedî dike her çawan bixwaze dikare wê bo armacên xwe bikar bîne, da ku bikare kewên zêdetir bixîne dafa xwe de, mirovên guhdarê dijminê xwe jî wusan in. Dijmin ji rêya kesên xwefiroş an guhdar ve, nifûzê dike nav neteweyên bindest û mafjêxwarî, û bi rêya kesên kedîkirî an guhdarê xwe kiryarên terorîstî derheq aliyê beramberî xwe bi rê ve dibe.

 Ji bo mînak, dar û gul bona gihîştin bi pile û paye an cihekî taybet şîn nabin, ev ji bona sûdgihandina bi jîna canliberan û herwusa bo xweza û bedewiya cîhanê şîn dibin. Mirov jî ku ji dayîk dibe, tenê bo derbazkirina jîna xwe ji dayîk nabe, belku mirov difikire, fam dike, dikare başî û xerabiyê ji hev nas bike, herwusa dikare hîn bibe, guherînkariyan pêk bîne, û bi hêz û hişmendiya xwe heqîqet û neheqiyê ji hev cuda bike û nekeve bin bandora neyaran û îxanetê bi qewmê xwe neke. 

Lewma divê ku mirov bizane çima û bo çi ji dayîk dibe û çima jiyan dike û sûda wî/ê çi dibe.

 

Hûn dikarin gotarên xwe bişînin vê navnîşanê: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !