ESTETÎKA ÎMAJÊN MELAYÊ CIZÎRÎ

ESTETÎKA ÎMAJÊN MELAYÊ CIZÎRÎ / Roger ACUN

Destpêk

Di edebiyata klasîk ya kurdî da Melayê Cizîrî dîsîplîneke bingehîn e. Dîwana Mela ji aliyê teşe û naveroka xwe va ji bo serkeftina edebiyata kurdî mîlad e. “Melayê Cizîrî yekem helbestvanê Kurd e ku bi terzê edebîyata klasîk a rojhilatî dîwaneke bi kurdî anîye holê.”[1]Melayê Cizîrî, nûnerê ekola tesewifê ye. Mela, Her çi qasî helbestvanekî mutesewif be û evîna wî evîneke îlahî be jî di hin beytên wî yên evînî da bêhna evîna beşerî jî heye. Ev rewş ji bo gelek helbestkarên klasîk wiha ye. Mela, evîna xwe bi mezmûnên edebiyata klasîk di çarçoveya tradîsyona edebiyata klasîk da tîne zimên. Ji aliyê ahenk, rewanbêjî û estetîka helbestê va Mela, mora xwemaliyê li binê her helbesta xwe xistîye.

Estetik, bêjeyeke yûnanî ye û tê wateya xweşikbûn ango lihevhatinê. Berhemên hunerî yên wêjeyî, ji aliyê retorîkê va xwe dispêrin dustûrên estetîkê. Kompozîsyona tekstên edebî ya giştî, lihevhatina naverok û forma tekstan, herîkbarî, ahenga bêjeyan, alîterasyon û asonans, orîjînalîteya wegêranî, hin aliyên muhîm yên estetîkî tên hesîbîn.

“Îmaj (hêma) weke xeyal, sûret, resim, tîmsal, sûreta eqlî, sûreta îhsasê, sûreta mehsûsa, texeyyul tê binavkirin. Ji bilî maneya bêjeyekê mirov, maneyeke din lê bar bike ew tişt, îmaj e.”[2]Prof. Cîhan Okuyucu, di kitêba xwe ya bi navê “Divan Edebiyatı Estetiği” da ji Alexander Potebnya wiha neqil dike: “Hunera bê îmaj nabe, helbesta bêîmaj qet nabe.”[3] Oktay Taftalı, di kitêba xwe ya bi navê “Ahlak Estetik ve Şiir” da dibêje: “Ji ber ku helbest, hunera gotin û wêjeyê ye bi ziman ra rasterast têkildar e. Encax bêjeyên ku di zimanê rojane da tên bikaranîn, di zimanê helbestê da bi hin guhertinan rûbirû dimînin.”[4] Ev guhertin, afirênerîya helbestkî bi xwe ra tîne. İsmaîl Tunalı, di kitêba xwe ya bi navê “Grek Estetiki” da ji Platon wiha neqil dike: “Poîessîs, tiştê ku em jê ra dibêjin afirênerî, pir fireh e. Tu dizanî her cure tiştê ku ji tune va çêdibe ew, afirênerî ye.”[5]

Remezan Alan, di xebata xwe ya bi navê “Zanista Edebîyata Modern” da di bin sernavê şîrovekirina helbestê da wiha angaşt dike: “Belê helbest ji parçeyan/pareyan pêk tê, lê di navbera van parçeyan de yekîtîyek heye ku aheng/armonî yekûna vê yekîtîyê ye.[6]

Di vê gotarêda em ê ji “Dîwana Melayê Cizîrî” li ser çar beytên qesîdeya bi metla’a “Feleka Etlasî” destpêdike bisekinin û hewl bidin van çar beytan ji aliyê estetîka îmajan va şîrove bikin. Weke tê zanîn îmaj, di helbasta klasîk da teqabulî vegêrana alegorîk an jî metaforîk tê. Ev gotînên temsîlî, bi hunerên ciwankarîyê saz dibin û carina gelek helbestkar, van metaforan ji hev digirin û wan di nava estetîka helbestên xwe da bicîh dikin. Wê demê mazmûnên helbesta klasîk derdikevin pêşberî me

“Çîçekên qewsê qezehrengî hezar rengî sema ye

Sunbulan girtî xunav û li gulan taze gulab e”[7]

 

Kulîlkên bi rengê keskesorêhezar reng daye ezman. Li ser sunbulan xunav (avo) bariyaye. Li ser gulan jî ava gulan ya teze bariyaye. Melayê Cizîrî, bi îstîareya “çîçekan” behsa “yarê” dike. Mela, bi zaneyî ev çîçek şibandiye çîçekên qezehrengî. Ji ber ku rûy, çav,birû, lêv,diran û zimanê yarê rengo rengo ye ev heftrengê yarê, di eynika ezman ya zelal da xuyadibe. Sunbul, bi maneya porê (bisk) yarê hatiye bikaranîn. Mela, xwêdana yarê weke xunava ser biskê yarê şîrove kiriye. Mela, bi giştî rûyê yarê şibandiye gulê lê behsa rûyê yarê nekiriye, Ev îstîareya mûsarraha ye.Gul jî ava gulan bi ser da dabûye, bêhna xweş jê tê.

Te’rîfkirina tiştekî ji xeynî navê wî bi navê tiştekî din, îstîare ye. Ji vî aliyî va îstîare hem hunera mecazê hem hunera teşbîhê ye. Di îstîareyê da hebûna mebesta şibandinê nîşan dide ku ew, rewşeke taybet a hunera şibandinê ye. Li gor vê îstîare, ji du unsurên eslî yê teşbîhê bi bikaranîna yekê tenê (muşebbeh an jî muşebbehûn bîh) çê dibe.

Du cureyên îstîareyê hene: yek, îstîareya musarraha (îstîareya vekirî) dudu, îstîareya mekniye (îstîareya girtî). Aliyê şibandinê yê bihêz bê gotin va dibe îstîareya vekirî. Aliyê teşbîhê yê qels bê gotin ev jî dibe îstîareya girtî.[8]

 

 

“Mest û hişyarîheme keçkuleh in reqs û sema tên

Ez nizanim çî neseq keyf e nizanim çi şerab e.”[9]

 

Ew kulîlkên kofî xwar bi serxweşî hatine reqs û semayê. Ez nizanim ev çi zewq e, ev şerabeke çawa ye. Di navbera bêjeyên mest, hişyarî şerab, reqs û sema têkiliyeke tenasubî heye. Mela, bi gotina “ez nizanim” xwe li nezaniyê daniye. Ev cure gotin, hunera tecahula arîf bi xwe ra tîne. Eger rastîyek bê zanîn û herwekî ku nayê zanîn bê gotin, tecahula arîf çê dibe. Ango tecahula arîf ne qet nezanî ye ne jî veşartina zanînê ye. Di pêkhatina vê hunere da ji hunera mubalexe û îstîfhamê sûd tê wergirtin. Hunera tecahula arîf, wek tecahula arîfane, tecahul arifîn jî tê zanîn.[10]Her wiha îstîareya berî vê beytê li vir jî didome. Mela, xwestîye îstîareyeke temsîlî li laşê hemû helbestê belavbike.

 

“Xakê payên te di rêza seg û tulan xwe dinasin

Me ne sûc û ne guneh û ne xeta ev çi ‘îtab e”[11]

 

Em xwe di dora axa nigê te da di rêza kûçikê tulê (girêdayî) dizanin. Lewra ew ax, ne axeke ji rêzê ye. Axa bin nigê yarê ye. Dema em xwe li ber agirê hesretê ranagirin, em diçin sebra xwe bi wê axê tînin. Tiştê ku em pê dizanin tu sûc û guneh û xetaya me li hember yarê çanebûye. Gelo yar, çima ‘îtabê diavêje me, lomeyan li me dike? Mela, bi şêwazeke pirolekirî ji hunera mubalaxeyê sûdê werdigire.

Mubalaxe, bi mebesta bihêzkirina gotinekê, vegotina tiştekî yan jî rewşekê ya gelekî zêdetir an jî kêmtir e. Divê vê vegotina pirole, ne cemidî be. Divê biwesf û zarîfane be. Ev huner ji aliye helbestvanên klasîk va di medhîye, fexrîye û hîcvîyeyan da gelekî hatîye bikaranîn. Helbestvanên klasîk, ji bo hêz û firehîya xeyalên helbestvanekî nîşan bidin, gelek girîngî didan hunera mubalexeyê.

 

Sûc, guneh, xeta ‘îtab bêjeyên mutenasîb in (li hev tên) Di edebîyata klasîk da ji vê hunerêra tenasub tê gotin.“Tenasub, hunereke girêdayî maneyê ye û pala xwe dide bangewazîyên kelecanî. Helbestvanên klasîk, xwestine ku bêjeyên têkilîya wan bi hev ra hene,di beytekê da bînin ba hev. Bi vî awayî tenasub bûye hunereke belavbûyî. Carîna di berhemên pexşanê da jî serî li tenasubê tê dayîn. Sedemek vê jî di dema vegotina mijarê da zarûreta bikaranîna bêjeyên têkildar e.[12] Mela, beyta xwe ya jorî bi pirsekê qedandiye. Ev jî hunera îstîfhamê ye. Di heman deme da ji ber ku Mela, xwe li nezanîyê danîye di vir da tecahula arîf jî heye.

 

“Ji wîsala xwe zekatê bide miskîn û feqîran

Ku cemala te ye kamil di kemala xwe nîsab e”[13]

 

(Ey yar) ji wusleta xwe zekatê bide belengaz û feqîran, Lewra xweşikbûna te ya kemilîye, ji nisbê zekatê gîhaştiye miqdara elzem. Wuslat, di edebîyata klasîk da mezmûneke bingehîne ku armanca aşiqan her daîm gîhaştina yarê û te’mkirina wusletê ye. Mela, bi awayekî hunerî xweşikbûna yarê, ji aliyê zêdebûnê va gihandîye miqdara zekatê. Zekat, ji mal, zêr û pereyen, ji zad û heywanan tê dayîn. Dema yar, ji xweşikbûna xwe zekatê bide feqîr û miskînan, ev, dibe îstîare. Ji kesên feqîr û miskîn mebesta Mela, evîndar ango aşixq e.

 

ENCAM

Mela, hosteyê hunerên ciwankarîyê ye û di helbestên xwe da ev huner, gelekî bi kar anîye. Wî jî wek helbestkarên klasîk carina mazmûnên edebiyata klasîk bikaranîye, carina jî xeyalên nebihîstî ava kirîye. Bi riya van xeyalên nebihîstî wî jî “bîkrî mazmûn” pêkanîne. Mela, di çêkirina xeyalên resen da jî xwedî hêzeke mezin e.

Hunerên ciwankarîyê, di edebîyata klasîk xwedî roleke girîng in. Bi saya van hunerên ciwankarîyê xeyal ango îmaj derdikevin holê. Ev xeyalên ku di tradîsyona helbestê de cih digirin mazmûnan çê dikin. Nifşên helbestkaran yên nû, rastî qalibên amade tên û kêm zêde bi van qaliban helbestên xwe dirêsin.

Mela, di sazkirina hunerên ciwankarîyê da bi zêdayî ji hunerên mecazî sûd wergirtîye. Dema mirov li “Diwan”a Melayê Cizîrî dinêre hunerên mecaz, îstîare, teşxîs, tenasub, tekrîr, nîda, mubalaxe, husna talîl, tecahul-î arîf, îstîfham û telmîh wek hunerên herî zêde tên bikaranîn derdikevin pêşberî me.

Melayê Cizîrî, di her beyteke xwe da bi çendîn hunerên ciwankarîyê hostetîya xwe ya di belaxatê da nîşan daye û bi îmajên resen helbesteke hem ji alîyê wateyê vahem ji alîyê rewanbêjîyê va kûr avakirîye. Her wiha bi “Dîwan”a xwe ya murettep rêyek li ber nifşên pey xwe vekirîye ku ev rê jî rêya helbesta klasîk a kurdî ye.

*Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Enstîtuya Zanistên Civakî Beşa Ziman û Çanda Kurdî

 

ÇAVKANÎ

  • Acun, Roger, Îmaj Di Helbesta Kurdî ya Modern de, J&J, Ankara, 2018.
  • Adak, Avdurrahman, Destpêka Edebîyata Kurdî ya Klasîk, Nûbihar, Stenbol, 2013.
  • Alan, Remezan, Zanista Edebîyata Modern, Peywend, Stenbol, 2015.
  • Dilçin, Cem, Örneklerle Türk Şiir Bilgisi, TDK Yayınları, 10. Baskı, Ankara, 2013.
  • Melayê Cizîrî, Dîwan, Amadekear, Selman Dilovan, Nûbihar, Çapa Duyem, Stenbol, 2012.
  • İnce, Özdemir,Şiir ve Gerçeklik, Türkiye İş Bankası Kültür Yay., İstanbul, 2001.
  • Okuyucu, Cihan, Divan Edebiyatı Estetiği, Kapı Yayınları, İstanbul, 2015.
  • Pala, İskender,Ansiklopedik Divan Şiiri Sözlüğü, L&M Yayıncılık, 9. Baskı, İstanbul, 2002.
  • Taftalı, Oktay,Şiirin Mikroestetik Eleştirisi Ahlak, Estetik ve Şiir, Gendaş Yayınları, İst., 1998.
  • Tunalı, İsmail,Grek Estetiki, Remzi Kitabevi, İstanbul, 1963.

 

[1] Abdurrahman Adak, Destpêka Edebîyata Kurdî ya Klasîk, Nûbihar, Stenbol, 2013, r. 186.

[2] Özdemir İnce, Şiir ve Gerçeklik, Türkiye İş Bankası Kültür Yay., İstanbul, 2001, r. 23.

[3] Cîhan Okuyucu, Divan Edebiyatı Estetiği, Kapı Yayınları, İstanbul, 2015, r. 72.

[4] Oktay Taftalı, Şiirin Mikroestetik Eleştirisi Ahlak, Estetik ve Şiir, Gendaş Yayınları, İst., 1998, r. 12.

[5] İsmail, Tunalı, Grek Estetiki,Remzi Kitabevi, İstanbul, 1963, r. 48.

[6] Remezan Alan, Zanista Edebîyata Modern, Peywend, Stenbol, 2015, r. 113

[7] Melayê Cizîrî, Dîwan, Amadekear, Selman Dilovan, Nûbihar, Çapa Duyem, Stenbol, 2012, r. 180.

[8]Roger Acun, Îmaj Di Helbesta Kurdî ya Modern de, J&J, Ankara, 2018, r. 71.

[9]Melayê Cizîrî, Dîwan, Amadekear, Selman Dilovan, Nûbihar, Çapa Duyem, Stenbol, 2012, r. 180.

[10]Cem Dilçin, Örneklerle Türk Şiir Bilgisi, TDK Yayınları, 10. Baskı, Ankara, 2013, r. 19.

[11]Melayê Cizîrî, Dîwan, Amadekear, Selman Dilovan, Nûbihar, Çapa Duyem, Stenbol, 2012, r. 180.

[12] İskender Pala, Ansiklopedik Divan Şiiri Sözlüğü, L&M Yayıncılık, 9. Baskı, İstanbul,2002, r. 461.

[13]Melayê Cizîrî, Dîwan, Amadekear, Selman Dilovan, Nûbihar, Çapa Duyem, Stenbol, 2012, r. 181.

 

Hûn dikarin gotarên xwe bişînin vê navnîşanê: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Enwer Yilmaz

Jiyana Enwer Yilmaz

Kedkarê Kirdkî Enwer Yilmaz serra 1980 de Dîyarbekir de ameyo dinya. Bi eslê qezaya Çewlîgî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !