Fêrîkê Ûsiv, Hecîyê Cindî û Fîncana Rıza Kurmet / Nihat Gültekin

Di dema sala 1917’an de Rûsya yê Şoreşa Oktoberê dest  pê bû. Leşker û qewatên Ûris di nav sînorên tirkiyê dikişin û diçin. Di gava şerê cihanê ya yekemîn qedîya, sala 1918’an rewşa Kurdên Êzdî êdî reş dibe, her rojên wan her diçe xirab dibe. Qismek Êzdiyên Serhedê taybetî ya bajarê Qersê, li navçe û gundan, mal û milkê xwe dihêlin, ber bi Ermenîstanê, Azerbaycanê, Gurcistanê direvin. Gelek malên Êzdî jî hev belav dibin, koka wan tê qelandinê. Dema cî û warên xwe derbas dibin aliyê Ûris, bi rê de wan malbatan gelek kes dimirin, gelek birîndar dibin, gelek ji wan jî winda dibin. Gelek nivîskaran saloxên rêwîtiya Êzdîya bi hûrgilî nivîsandine. Li ser wan rojên man û nemanê, zor zehmetiyên ku wê deme li ser malbat û civata Êzdiyan hebûye sekinîne. Piraniya van malbatan karesat û çîrokên mezin li dû xwe dihelin. Armanca min di vê nivîsê de, çîroka malbateke êzdîya ya sed salan e.

Di nav wan malbatan yek jî, malbata Îvoyê Hemo û Zeyneva jina wî bû. Ew malbat xelke li gunde Emançayîra Qersê bû. Nêvîyên wan bave folklora kurdan Hecîyê Cindî dema gund derdikeve heyşt salî bûye û dayîka wî Zozan gund dimîne. Hecîyê Cindî gundê xwe, zarokatîya wî ku derê derbas bûye pir hez dike. Bîranînên wî yên pir şîrin bi wî gundî va, Emançayîrê re girêdayîye. Di bîranînên xwe de behsa gunde xwe dike wiha neql dike; “….Emançayîr, raste, gundekî biçûke, lê ji aliyê xwezayêda gelekî dewlemende; gundê çîya, gelî-geboza, çayîra, çîmana, gul û gîhaye, gundê kulilkêd cure-cure sersorka, beybûna, piltana, pilitoka, xaşxaşika, gulê gulgeş û yêd mayîna bînxweşe….Navê gundê me û navê dîya min navê tebîyetêva girêdayîne. Kî dihate gundê me, wan çayîr, çîmana mêze dikir, digot;” Eman…..çayir…” Lê navê dîya min jî – Zozan, hemîn navê zozanêd meye delale…

…Lê xazma baharê qîz û bûkêd gund bi dêrê qîçik, sor, kesk, temeziyêd reng-rengî, sêrî, kofî û kitan, fîno û qotik girêdayî, di nava gul-gîhada pêqask, kereng, siping, cetirî, tirşo, mendik berev dikirin. Te digo, her yek kulilkeke; ewana û qul-sosinê wan çayîra pir li hev dikirin. Dengê sitranêd wane xweş ji herdera dihatin…

Gundîyê me payê pirê xweliyê bêcer dikirin, heywanet xwey dikirin. Kulfetê gundê me bi hostatî bert evinê rûdiniştin û xalî-xalîçê pir bedew çêdikirin.

…Gundê me qeza Qersêda eyan bû çawa gundê bedewa. Carna jî jêra digotin gundê Zozana Îvo. Zozan haqa bedew, jêhatî bû, kê lê binhêrya, jê têr nedibû… Merivê ji şeherê padişê (S.Pêtêrsbûrgê) hatî xwestibûn şikilê wê bikşînin; wanara pesnê Zozana dîya min dabûn. Lê malbavanê wê keça xwe veşartibûn. Kalkê minî Îvo gotibû;- Kî zane, dewlete, dive şikilê wê bikşînin, paşê bên Zozanê hildin, bivin?

Minê xwelîya wî gundî bi dilê tijî paç kira. Ew xwelîya, ku xûşk û bira, pîrik û kalkê min, dê û bavê mine pir hizkirî, min ra timê bedew û cahil mayî lê geryane…”

Malbata Îvoyê Hemo û Zeyneva jina wî ji êla Sîpkan, bereka Witîyan bûn. Şeş zarên wan, Hesen, Zozan, Çîlê, Xezal, Kidê û Ûsiv hebûne. Dema derbasbûna sinorên Rûsya yê dibin, Zozan, Çilê û Xezal li Emançayîra Qersê dimînin. Ûsiv, Hesen, Kidê jî tevî qewm û pismamên xwe pêşîyê li Tiflîsê star dibin. Paşê tên Ermenîstanê li gundê Pampa Kurdan (Sîpan) dihêwirin. Hecîyê Cindî paşwextîye pê dihese ku, wekî xatîya wî Kidê, xalên wî Hesen û Ûsiv saxin û li gundê Pampa Kurdan da dijîn. Dema hevdû dibînin Hecîyê Cindî wiha kal dike;”…Em rastî hev hatin. Te bidîta şabûna Kida xatîya min….digirîya, dora min diçû-dihat. “Pî, digot eva kurê Zozana xuşke…Ez bi qurban, de were rûnê, de gilîke, de bêje…qurbana bejin-bala tebim..” Kida xatî êpêce dîya min danî bîr; kinêz, xîret û karkireke zor bû. Min ew dîtin, min tirê min hebûneke bê hed- hesav ditîye….Peyra guhê me tim ser hev bû.”

Dema koçberbûne de mêrê Xezalê Koroxlî tê kuştinê, Hesenîkê Cemaldînî wek kevanîka xwe Xezalê xweyî dibe. Wan salan di nawça Dîgorê de dimînin. Dema birayê Fêrîk Hemo name gundê Qersê re binivîsandina, ew name dibirin cem Hecîyê Cindî. Wek tê zanîne Hecîyê Cindî li Ermenistanê bi Erebê Şemo, Casimê Celîl, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Wezîrê Nadirî, Ahmedê Mîrazî re li ber çavkanîya wêjeya Kurdî li wê komara Sovyetê rawestîyabû, bi wan re hîmê wêjeya Kurdî li temamîya Sovyetistanê danîbû. Hecîyê Cindî ew name werdigerand ser zimane tirkî. Paşê name dişandin û paşê bersîva derheqa Xezalê disekînin. Dema dişandin tu car hêvîya xwe nedibirîn. Gelek wext şûnda bersîva nama dihat. Riza dinivîsê Xezal ji vê dinyaya ronik xatir xwestîye. Lê ew bi xwe dixwaze bê dîtina xala, xatiyê xwe û lawên xatiya.

Kurê Xezalê Rıza, ji bo dayîka xwe zivistana sala 1978’an ji Qersê rê dikeve diçe Ermenistanê. Paşwextîyê Fêrîkê Ûsiv derhaqa hatina kurmetê xwe Riza de di destana xwe Rizayê Kurmet dinivîse. Min ew destana Rizayê Kurmet, cara ewil kitêba aliyê weşanxana Lîsê hatibû çapkirin a bi navê Êvara Zivistanê de xwendibû. Lê min mijara destanê nizanibû, ez paşê agahdar bûm.   

Li Stenbolê qîza Fêrîkê Ûsiv Zerê xanim re me sala 2017’an meha nehan roja dehan (10.09.2017) hev dû dît. Zerê re nasîna min li ser medya sosyal de çêbû. Bo kitêbên bavê xwe bide çapkirinê me gelek hewil da. Di dawîyê de hinek dereng be jî hat weşandinê. Di nav wan heft kitêban da kitêba Dinya Delal de destana Rızayê Kurmet hat weşandinê. Ez cara peşîn pê dihesim ku Rizayê Kurmete Fêrîkê Ûsiv hatiye Ermenistanê. Ew bûyer her çiqas bo her dû malbatan balkeş be jî bo min jî gelek başkêş û watedar bû.

Dema ez havîna sala 2018’an çûm Ermenîstanê ez gundê Pampa Kurdan mala kurê birê Fêrîkê Ûsiv, di mala Ezîz de mêvan mam. Li wê gundî muzexana Fêrîkê Ûsiv û dibistana Fêrîkê Ûsiv hebû. Dema min wan her dû cî ziyaret kir, ez li vir mamoste Almast Hsoyan re nas bûm. Dema em ketine di nava mal muzeyê û dibistanê, mamoste Almast berê xwe da min û bi qedrekî gelekî giranbuha bixêr hatina min silav kir. Dema behsa xwe kir, xwe wek şagirte Fêrîkê Ûsiv da nasîne. Dema Ferîkê Ûsiv di dibistanê de mamostetî kirîye Almast Hsoyan jî xwendekarê dibistanê bûye. Ji me re çend destan û helbestên Fêrîkê Ûsiv xwend, min gelek eciband bi dil xwendina helbesta. Dema me li wir behsa Fêrîkê Ûsiv dikir, me qala destana Rizayê Kurmet jî kir. Min re gotin tu derheqa hatina Riza a Ermenistanê dikarî agahîyên baş xanima Fêrîk, Firîda Hecî Cewarî bigirî. Di bernama min de ziyareta wê jî hebû lê ew li gund nedima, mala wê Yêrêvanê bû, li wir dima.

Çend roj şûnda ez û kekê Ezîz çûn ziyareta Firîda Hecî Cewarî. Em dema texsîyê peya bûn, min kolanên Firîda Cewarî temaşe kir. Ev û Hecîyê Cindî li wan deran, wan kolanan geriyane. Cihê em li vir bûn, apartmana ku mala Firîda Cewarî lê dijî bû. Hejmara kolana wê 10 bû. Baxçeyê apartmanê tune bû, em rasterast diçin daîreya ew tê da dijî. Firîda Cewarî bi tevî kurê xwe Zoro va kelecan li benda me bû. Me li vir dê û kur re dûr û dirêj xeber da. Zoro hem behsa hunera xwe dikir, wêneyên çêkirîbû min re nîşan dida, hem jî dikete di nav sohbeta min û dayîka xwe. Lê mixabin emrê dayîka wî zêde bû, nikaribû zêde xeber bide. Firîda Hecî Cewarî qîza Hecîyê Cindî ye, Hecîyê Cindî jî kurê Zozanê ye. Xezal, Zozan û bavê Fêrîkê Ûsiv tev kur û qîzên Îvoyê Hemo û Zeyneva jina wî ne. Mirov dikare bibêje hemû endamên malbatekê ne. Riza bi hesreta malbata xwe, teva nasên xwe bibîne tê Yêrêvanê. Neferên malbata xwe, xal û xarzîyên xwe dibîne, diçe ser goristana gelek eqreba xwe. Di merzela eqreba xwe de xwulîyê hildide û bi xwe re dibe Qersê. Riza 40 sal berê hatibû wê malbatê. 40 sal derbas bû, me dîsa behsa hatina Riza li wî malê dikir.

Fêrîkê Ûsiv demek şûnda destana Riza Kurmet dinivîse. Ew helbest dema Riza Qersê tê Yêrêvanê li ser hatina wî tê nivîsandinê. Ew demana sinor derbaskirin gelek zehmet û çetin bû. Li bajarê Qersê hatina welatê Ûrîs birastî mirov dikare bibêje yê yekem bû. Em dema li mala Firîda Cewarî bûn, min ew çax seredana kurê Xezalê Riza jî jê pirsî. Min bîranînên xwe de nivîsîye got û min re wiha qal kirîbû;

”Riza û Xanîma wî Gulê hatibûn. Sala 1978’an bû. Dema Riza hatibû Yêrêvanê, şeveke zivistanê bi têlêfonê me ra gotibûn; bersîva mêvanê xwe yê ji Tûrkiyê bidin. Mala me Pampa Kurdan bû. Fêrîk jê re xeber da, got Riza tu yî? Tu kîjan hotêlê danî, emê bên xeberdin. Riza got, Fêrîk ezim, ez bi qurban, xalên min qe çawanin? Ez di hotêla Anî ye da me. Êvara dereng em çûn hotela ew li Yêrêvanê bû. Riza ewqas rê hatibû, em bi texsîyê zû çûn hotêlê. Me rê de qet xeber neda, her yek me di mitala da bûn. Me dixwest wekî deqekê zû Riza bibînin. Dergevanê hotêlê ji wan re dibêje;”Hêvîya wene, herine fîlan odê.” Me derê odê xist, Riza derî vekir. Riza bi kiras û derpê ve derê oda xwe vekir, wî û Fêrîk hev hemêz kirin. Hey yekî digot birê min, hey ewê din. Riza bedew û xeberxweş bû. Ez û Gulê jî îske îska me bû, li dora wan diçûn, dihatin. Jina Riza Gulê, jineke zarxweşe xaşik bû. Riza dema derheqa xal û xatîya ji me pirsî, Fêrîk got ew çûne ax û barê sar. Ew çax girîya. Digot wax dayê, ez dereng hatim dîtina xwûşk û birên te. Riza pey mirina dayîka xwe, dixe hişê xwe, dixwaze çi dibe bila bibe here Ermenîstanê. Dayka wî nasên xwe nedît, lê dixwaze dewsa dayîka xwe li Ermenistanê xwûşk û birên dayîka xwe bibîne. Dema hat pey mirina xwûşk û birayên dayika xwe, digot dayka Xezal tu min bibaxşîne, ez dereng hat im. Fêrîk re digot ez ketime bextê te, em zû herin gund, ez herim ser mezelê wan.

Berbangê em hatin mala bavê min. Li wir jî ji şabûna girîyan. Bavê min digo; ”Bera rehma Xwedê xatiya min be, bera rûhê xatiya min Xezalê ragihîje kesverê rem û rihetiya heta- hetayê. Digot, welle ez îro pir dilşame bona hatina Rizayê bira, Rizayê kurxatî û helala wî Gula xûşk. Digot, hûn ji gundê Qizilqulê heta vira ser herdu çavên min ra hatine.” Hatina Riza ra bavê min pir kefxweş bûbû. Dayîka min paşwextîyê min re digot, dema Riza û Gulê lawikara çûne Pampê, Hecîyê Cindî nişkêva dudilî dibe. Gotiyê ku;”Gelo rastî Riza kurê xatiyêye? Dibê merivê xerîbe, tirka wîya bona min şandine.” Ji ber ku Hecîyê Cindî pê radiyoya Yêrêvanêye bi zimanê kurdî pir cara bo qetilyama û înkarkirina kurda dijî tirka xeber dida û xênjî wê, pey kela Bolşêvîk ra ji meriva ha-hanga bawer nedikir, ê ne wê demê çûyîn hatin jî pir çetin bû.

Sal derbas dibin, sînorên dewleta dikevin navbera xwûşk û bira. Bira nizanin çi hate serê xwûşka. Xezal malbavana xwe bîra nake. Riza gilî dike çawa dêya wî hertim destê wî digire û li malê dibê ber avê, wî alî sînor. Û li vir deya wî çawa gazî dike, ji sînorçiya pirsa xûşk birê xwe dike. Ew sereskerê sînorçiya behs dike, kurd bûye. Ew sînorçi Hecîyê Cindî re behs dike. Bavê Ferîdê Cewarî, dibêje navê wê neferê çima jêra negotîye, sînorçi neheq dike. Destana xwe de Fêrîkê Ûsiv wiha dibîne ziman;

…..Xezalê

Nuxurîyê xwe daye du xwe,

Hatîye xamê “Delî-Qazî”

Û deyl sînorvana kirîye,

Ez Xezal im,

êzdîya Sîpkî, Qîza Îvo,

Xûşka Hesen,

xûşka Ûsiv,

Kevanîka Hesenîkê Cemaldînî,

Sînorçîyo ez bextê te me

Tuyê cawekê min ra bînî

Hesen sax e,

Ûsiv sax e,

Kidê sax e,

Gelo qet wan dera nakin

Pirsa halê xweyînga xwe?

 

Fêrîkê Ûsiv li gund re bi têlêfonê birê xwera diaxife, dibêje;”Çevên we teva ronî be, Riza jina xwe va hatine Yêrêvanê.” Birê wî jî dibêje;” Ser herdu çevê me, ser serê mera hatine, bi xêr hatine….welle, berf zehf ketiye, rê hatine girtinê, lê çawa jî hebe emê îro bi “Wîlîsa” Hemo bên. Birê Ferîk berdewam dikir, digot wekî lawikê gund naka rêya Pampê û goristanê vekirine. Êdî çûbûn gundê Pampê. Riza dema diçe goristana gundê Pampê, ji pey mirina dêya xwe dema tê Yêrêvanê ji mezelê dîya xw xwulî tîne li wir gorên xal û xatiyan xwûlîyê direjîne. Li wir jî hinek xweliya ser gorê hildide, wekî paşê bibe Qersê, biavêje ser gora deya xwe Xezalê. Çawa Fêrîkê Ûsiv destana xweye Rizayê kurmet de nivîsiye;

Tevî xizm û xûnavê gund

Xwey- xûnavê dereng hatî

Diçe pala çiyayê bilind

Ser mezelê xal û xatî….

 

Çenge xweliya mezelê xal

Û mezelê Kida xatî,

Dike nava dezmala al

Bi tiberkî, tulizmatî

 

Wekî bibe here wira

Bireşîne bi şîn şayî

Ser mezelê xûşka wane

Ax û keser dilda mayî…

 

Fêrîk ew çax gilî dikir, “Der û cînar temam hatin, hilyşan ser me û herkesî çavronayî dida me. Tev di heyra Riza da bûn, digotin;”Ser çava ra hatî, bi xêr hatî.” Her roj ew mêvanê birakî min bûn, her dera bi def û zûrnê va kêf dikirin, govend digirtin. Riza û Gulê jî dileşq diketin govendê..”

Wezîrê Eşo jî bîranîna xwe da dinivîse;” Min temî li lawên apê Ûsivê Îvo kir, ku ew Riza û Gulê ji Pampê bibin Sipîtakê, dîtina birê min. Şîraliyê Eşo, ku li nexweşxana wî bajarî da serokê xîrûrgiyê bû. Min dixwest, ku Şîralîyê weke min hisreta Qersiyan da jî Riza û jina wî bibîne, şa û kêfxweş bibe. Yekê jî Gulê ji sehet, tunduristiya  xwe digazinî. Min dixwest, ku Şîralî alîkarîya wê bike. Lawika daxweza min bi cî anî bûn, Riza û Gulê biribûn Sipîtakê mala Şîralî. Li wira Şîralî teseliya tunduristiya Gula bûk kirîbû, boxçekî mezin jê ra dû derman danî bûn, ku piştî çûyînê ew wana bixwe. Gava Riza û Gulê ji Pampê vegeryan, Gula bûk her wa heyîra Şîralî da bû, pesina wî dida û digot;”Şîraliyê min mîr e.””

Berî çûyina xwe ya Romê, Riza û Gulê vegerîyan Yêrêvanê. Ew roj dîsa tên mala Hecîyê Cindî. Riza dema gilîyên dêya xwe derheqa şewitandina lodê, diziyê û derheqa mêrxasiya xatiya xweya Zozanê da gilî dike Hecîyê Cindî aram dibe. Ji ber ku Hecîyê Cindî wan gotina zanibû. Êdî Hecîyê Cindî Riza sedî sed bawer dike. Dîsa hatina wî re bêhed û hesab şadibe. Paşwextîyê pir berxwe dikeve, ji ber ku pêra negîhandîye Riza re fotoyê xwe bikşîne. Kurdên nas û nenas hemû hatibûn dîtina Rîza û jina wî. Paşê bi avtoyen lawikên gundê Pampê rêketin ber bi bajarê Gumrîyê, weki ji wir jî bi tirenê herine Qersê. Dema li Gumrîyê xatir ji hev dixwazin, Riza dilşewat dibêje; ”Qurbana we bim, ezê dîsa bêm dîtina we…” Fêrîkê Ûsiv wiha xeber dide; ”Ew xeber bûn agir, dilê min şewitandin, wê deqê, nizanim çima, min tirê ezê êdî Riza nebînim”.

 

Riza dema vedigere rojekê jî cawa nebixêr malxalana ra tê;

Reş girêda xalojna pîr

Xalana kir şîn û girî,

Bi edetê êl û eşîr

Cînar hatin serxweşya wan….

 

Çi bi Riza hat, -ji hev pirsîn-

Bi wî mêrês ip- silamet,

Nexweşyê mir yan bi qezyê

Yanê kete tora nemerd?

Kî dizane sîyasete-

Setya mixenete mexsûs,

Dibe mêrkê bê zîyan-zede

Hesibandin çawa cesûs….

 

Fêrîkê Ûsiv vê helbesta dilşewat sala 1985’an dinivîse. Li ser temaya malbata xwe, sînor, hesret û mirinê hatiye nivîsandinê. Wek tê zanînê helbest û destanên Fêrîkê Ûsiv tev jî serketî û dewlemendîya edebiyeta gelê me ne.

Dawîya hesreta salan hatibû. Ez qet nedifikirîm ku piştî 100 salan, malbatên her du aliyê sînor, bi alîkarîya min li hev nas bin û bicivin. Hevdîtina nevîçirkên malbatê 100 sal şûnda pek hatibû. Em tev cem hev bûn. Ev tev nevîçirkên Îvoyê Hemo û Zeyneva jina wî bû. Dema em kurê Riza re hatin ba hev, axaftina wî ya bi girî re em matmayîn man. Ji me re, dema bavê wî Riza Yêrêvanê tê wek dîyarîyekê taximek fîncan anîbûn, nîşanî me da. 40 sale di mala xwe de we taqima fîncanê xwayî dikin. Min cend heb wêneyên fincana kişand. Ew mijara fincan û hevdîtina nevîçirkên malbata jî mijara nivîsek dinê ye…….

Çavkanî;

Hevdîtina min Frida Cewarî û kurê wê Zoro. Yêrêvan 2018

Hevdîtina min mamoste Almast Hsoyan. Pampa Kurdan 2018

Hevdîtina min malbata kure Riza Nevzat û Sebrî. İstanbul 2019

Bîranînên Min- Frida Hecî Cewarî – Weşanxana Lîmûş, 2010

Bijare- Fêrîkê Ûsiv Weşanxana Lêgal Plyûs, 2010

Berevoka Berhema 3- Fêrîkê Ûsiv- Weşanxana Lîmûş, 2009

Hecîyê Cindî- Jîyan û Kar – Frida Hecî Cewarî- Weşanxana Asoxîk, 2007

 

Ji bo şandina gotaran: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !