PEXŞAN U CERIBANDIN

PEXŞAN Û CERIBANDIN DI EDEBIYATA KURDÎ DE

 KENAN SUBAŞI / PEXŞAN Û CERIBANDIN DI EDEBIYATA KURDÎ DE

 

KURTE

Di edebiyatê de têgehên mîna pexşan û ceribandinê gelek caran tên bikaranîn. Helbet her yek ji van têgehan pênaseyeke xwe û di edebiyatê de temsîliyeteke xwe heye. Di vê gotarê de armanc ew e ku di edebiyata kurdî de wek binavkirina têgehî cudahiya di navbera pexşan û ceribandinê de çi ye? Dîrokçeya wan her du cureyan digihîje heya kîjan serdemê? Taybetiyên wan çi ne? Mînakên wan ên şênber çi ne û nivîskarên ku di vê qadê de nivîsîne kî ne
? bide zanîn. Di serî de me ev her du cure pênase kirin û da zanîn ku pexşan nivîsandina bê riste ye û nivîsarên bêriste dikevin vê kategoriyê û her wiha ceribandin jî ew cureyeke edebî ye ku wek rêbaza pexşankî tê nivîsandin, lê belê li gor cureya xwe xwemaliyên xwe yên edebî hene. Ji ber ku mesele zelatir be me hin mînakên her du cureyan hem ji edebiyata cîhanê hem jî ji edebiyata kurdî nîşan da. Me di dawiya vê gotarê de jî li ser çend ceribandinên kurdî nirxandinek pêk anî û em gihiştin wê encamê ku ceribandin wek warekî serbixwe di edebiyata kurdî de cihekî qedîm û xurt digire.

Destpêk

Di edebiyatê de binavkirina cûreyan li gorî gelek rêz û rêbazan tê kirin. Her cûreyeke edebiyatê li gorî xwe pênaseyek û naverokek heye. Di teoriya edebiyatê de divê ev yek di çarçoveyeke fireh de bê nirxandin, lewra di teoriyê de edebiyat li gor ziman û netewê naguhere. Yanî pênaseya pexşanê/ceribandinê ji bo edebiyata Fransiyan çi be, ji bo ya Tirkan û ya Kurdan jî wisa ye. Lêbelê dibe ku naverok û teknîkên nû û cuda bêne zêdekirin.

Di edebiyata kurdî de îroj dema ku em bala xwe didine cureyê pexşanê an jî ceribandinê em dibînin ku hê safîbûnek çênebûye. Di pratîka xwe de dibe ku nimûneyên xweser jî hatibin afirandin, lê di navlêkirin û teoriyê de bi xetên sedîsed ji hev nehatine cihêkirin. Ji ber wê yekê ez ê di serî de qala navê vê cureyê bikim.

1.Beramberiya Pexşan û Ceribandinê di Edebiyatê de

Di kurdî de nivîsa ku bê riste û kêşan ango bi awayeke serbest hatibe nivîsîn jê re pexşan[3] tê gotin. Yanî mîna zimanên din ku çawa nivîs dibe du beş, wek erebî ku dibe “Şiîr û Nesir” kurdî jî wisa dibe du beş ku jê re “Helbest û Pexşan” tê gotin. Lêbelê piştre cureyeke edebiyatê derdikeve holê ku jê re di edebiyata rojavayê de “Essai”[4], di erebî de “مقالة ادب meqaletul edeb”[5] di farisî de “انشاء înşa”[6] di tirkî de jî “deneme”[7] tê gotin. Di edebiyata kurdî de ji ber nestandartbûna ziman ji vê cureyê re carinan “pexşan” û carinan jî “ceribandin” tê gotin. Ev yek dibe sedemên tevliheviyan. Durustkirin û sererastkirina vê aloziyê hem bi nîqaşên edebî hem jî bi nîqaşên zimanî pêkan e. Dema ku mirov bala xwe bide çend ferhengên kurdî, dibîne ku ravekariyeke wiha hatiye kirin:

  1. Îzolî derbarê van her du têgehan de wiha gotiye: “Pexşan: Düzyazı, nesir. Deneme: Sêhetî, ceribandin.”[8] Zana Farqînî jî kêm û zêde wek îzolî beramberiya wê bi tirkî wiha daniye: “Pexşan: düzyazı, nesir. Deneme: 1-hêçîn, ceribîn, sehitî 2-hêçan, ceriban. Ceriban: ‘deneme’ wek cureyeke edebî nîşan dide. Ceribandin, ceribîn: ‘denemek’ wek cureyeke lêkerê nîşan dide. ”[9]

Her çiqas di ferhangan de her du têgeh bi awayekî eşkere ji hev hatibin cudakirin jî wek me berê jî gotibû di pratîkê de yanî di bikaranînê de carinan pexşan jî di şûna ceribandinê de tê bikaranîn. Ji bo mînak di malpera Kovara Bîr de pexşan wek cureyeke edebî hatiye nîşandan.[10] Her wiha rexneyek li têgeha “ceribandin”ê tê girtin ku çima rasterast wergera tirkî ye yan jî wek peyveke çêkirî ye. Lewma bikaranîna wê li ziman nayê. Di vê barê de Mihemed Jiyan rexneya xwe bi awayekî heqdar aniye ziman lê belê di şûna têgeha “ceribandin”ê de tercîhkirina wê ya têgeha “pexşan”ê dîsa di nav xwe de nakokî û tevlihevî çê kirine: “Belê her çawa be pexşan ji ceribandinê kevintir e û zêdetir hatiye emilandin. Herwiha etîmolojiya pexşanê bêtir li dirbê vî curê edebiyatê tê. Belê ceribandin, rasterast wergera ji denemeya tirkî ye û bi qasî pexşanê ne binecih e…”[11]

2.Pexşan

Pexşan mîna ku me li jor jî qala wê kir cureyeke nivîsê ya bê riste, kêşan e. Pexşan bi awayeke serbest nivîsandina her cure nivîsê ye. Cureyên mîna novel, çîrok, çîvanok, gotar, name, ceribandin û rexneyê wek pexşan tê pejirandin. Yanî pexşan cureyeke wisa ye ku ji bilî helbestê her cure nivîsê dihewîne.

2.1.Pexşana Kurdî

Di kurdî de li gorî lêkolînan pexşana yekem pirtûka Elî Teremaxî ya bi navê “Tesrîfa Kurdî” an jî “Destûra zimanê Erebî bi Kurdî digel hinde nimûneyêd Farisî û Kurdî” ye. Ev kitêb di sala 1591-1592an de hatiye nivîsandin. Piştî Elî Teremaxî bi heman rêbazê Mela Yûnisê Helqetînî jî di heman babetê de bi awayeke pexşanî kitêb nivîsiye.

Reşîd Findî derbarê yekemîn pexşana kurdî de fikrên xwe wiha tîne ziman: “Heya pirtûka Elî Teremaxî nehatibû çapkirin, M. Mehmûd yekemîn pexşannûs dihate pejirandin. Piştî ku Dr. Xeznedar pirtûka Elî Teremaxî çap kir, em hîn bûn ku yekemîn pexşannûs Elî Teremaxî ye.”[12]

Bi vî rengî di nivîsandina pexşanê de di navbera Elî Teremaxî û hin pexşannûsan de ku em ê li jêr navên wan û berhemên wan rêz bikin, nêzî 200 salî[13] rawestanek çê bû. Çend ji wan pexşanan ev in: Aqîday Kurdî: Mewlana Xalidê Neqşebendiyê Şarezûrî (1779-1827) ev tekst cara yekem di sala 1981an de hat çapkirin. Mewlûdname: Huseyn Qazî (1790-1869) cara pêşî di sala 1935an de hatiye çapkirin. Adat û Rumûsatnameê Ekradiye: M. Mehmûdê Bayezidî (1797-1858) ev tekst wek destnivîsarek li Lenîngradê hatiye parastin û cara pêşî di sala 1963yan de ji aliyê Margereta Rûdenkon ve hatiye çapkirin. [14] Tewarîxê Qedîmî Kurdistan: Wergera beşeke ji Şerefnameyê ye. Mela Mehmûdê Bayezîdî ev tekst jî wergerandiye kurdî û teslîmî August Jaba (1801-1894) kiriye.  Peyama Nû: ev jî wergera temamiya încîlê ye û di sala 1872an de li Stenbolê hatiye çapkirin.[15]

3.Ceribandin

Cureyeke edebiyatê ye ku bi awayeke pexşanî tê nivîsîn. Ceribandin li ser gelek babetên cuda bêyî çavkanî vegotin û ravekirina fikr û nêrînên nivîskar bixwe ye. Armanca nivîskar di ceribandinê de ew e ku bala xwendevên bikişîne li ser mijarekê û wî têxe nav fikr û ramanan. Beriya ku em ê qala taybetiyên ceribandinê bikin, em li çend pênaseyên cuda cuda jî bimeyizînin dê baştir bê fêhmkirin.

Mihemed Jiyan di xebata xwe ya Antolojiya Pexşanên Nûbiharê de derbarê ceribandinê de wiha gotiye:

“Dema ku meriv dixwaze li ser pexşan[16] an jî bi navê wê yê nû ceribandinê lêgerînekê an jî vekolînekê bike meriv pêşî li pênaseyeke wisa gelemperî tê: “Pexşan ew e ku meriv bêyî bigihîje encamekî û biryarekê bide, li ser mijarekê bîr û ramanê xwe bîne ziman. Lê şêwaza ku di vegotinê de tê bikaranîn wekî xeberdana bi xwe re ye, ango meriv ji xwe re xeber dide. Di pexşanan de heta tu bêjî bes, şexsîbûn û xweseriyeke xasî bi kesî heye. Li gor vê pênaseyê, meriv dikare wiha tarîfa pexşanê bike: Curenivîsên xwedî tam û vegotineke edebî ne, mijar an jî qaîdeyeke diyar jê re tuneye, ne girêdayî rêgez û rêbazekî edebî ne. Ji vê hêlê ve, berevajî erûz, qafiye, kêş û pîvanê ye. Dabaşa wê dikare nivîsên gerê, bîranîn/xatirat, çûnûhatinên derûnî, bîr û hizrên felsefî, derbirîn û peytên zanistî, hest û hissiyatên evînî, bawerî û ramanên dînî yan jî aforîzmayên li dijî baweriya dînî bin… Ango sînorek jê re tuneye. Herikîna wê ber bi vedîtin û afirandinan ve ye. Tu astengî û bendavan li pêş xwe qebûl nake, hebin jî nas nake…”[17]

Di ansîklopediya Ana Britanica de jî pênaseyeke ceribandinê bi giştî wiha tê kirin: “Ceribandin cureyeke kurt û edebî ye ku tenê derbarê mijarekê de bi awayeke rehet û herikbar tê honandin û pirî caran jî nêrîn û tecrubeyên nivîskar tîne ziman. Montaigneyê ku cara yekem vê cureyê nivîsandiye bi mebesta ku nêrîn û ramanê nivîskar bi awayeke serbest bê vegotin, jê re gotiye “essai” yanî ceribandin.”[18]

Di ansîklopediyeke din de nav û pênase û sînor û çarçoveya ceribandinê wiha hatiye danîn:

“Ceribandina(essai) ku ji hêla Montaigne ve navê wê hatiye dayîn, ne cureyeke mîna gotarê be ku agahiyên zanistî bide, armanca ceribandinê zêdetir ew e ku fikrên nû biafirîne, di nav fikr û ramanan de şik û gumanan çê bike û ji bo ku meriv rêya rast bibîne, rê nîşanê meriv dide. Ji bilî mijarên zanistî, mijarên wek (hiqûq, sinc, dîn, huner, edebiyat, lêgerîna rastiyê, pîvanên ecibandinê, pirsgirêkên civakî û hemû pirsgirêkên şexsî) dibin mijara ceribandinê. Nivîskarê ceribandinê bêyî ku biryarên teqez bide, ji nêz ve mijara xwe temaşe dike, di mijara xwe de dide pey şopa rastiyê, li gelek agahiyan dinêre, danberhevan çêdike, ji fikrên hin kesan sûd werdigire û di nav axaftineke bêdeng a bi xwe û xwendevanê xwe re li pey rastiyê direve û bi tu awayî hewce nabîne ku fikra xwe ispat bike.”[19]

Piştî van pênaseyan bi kurtî em dikarin çend taybetiyên ceribandinê wiha rêz bikin:

  • Meriv dibêje qey di ceribandinê de nivîskar bi xwe re dipeyive.
  • Nivîskar zimanekî samîmî bi kar tîne.
  • Nivîskar hewcedarî bi ispatkirina fikrên xwe nabîne. Ji awayeke objektîfî zehftir bi awayeke sûbjektîf tev digere. Fikariyeke nivîskar a ku xwendevan jî mîna wî bifikire tuneye.
  • Nivîskar ne mecbûr e ku bigihije encameke teqez.
  • Nivîskar di vegotinê û hilbijartina mijarê de azad e.
  • Mîna nivîsîna gotarê serdemeke wê ya hizirînê heye, lêbelê mîna gotarê ne dûvdirêj e. Nivîsên kurt in.
  • Di mijarên ceribandinê de bêsînoriyek jî heye. Yanî her tişta ku bi mirov û civakê re têkildar e, dibe mijara ceribandinê.

Em dikarin li gor mijar, honandin û armanca nivîsandina ceribandinê dabeşkirineke wiha ji bo ceribandinê bikin:[20]

  1. Ceribandinên objektîf ên ku ji nêrîn û şîroveyên nivîskar pêk tên.
  2. Ceribandinên sûbjektîf ên ku tenê ji fikrên nivîskar pêk tên.
  3. Ceribandinên şexsî yên ku tenê ji vegotina derûnî, taybetmendî, xûy û exlaqê nivîskar bi xwe pêk tên.
  4. Ceribandinên karakterî yên ku şexsan an jî civakan dikine dabaş û taybetmendiyên van vedibêjin.
  5. Ceribandinên şayesînî yên ku derekê bi helwesteke sûbjektîf didine der.
  6. Ceribandinên rexneyî yên ku rexneya edebiyatê dike mijara xwe.
  7. Ceribandinên felsefî ku mijarên wekî dîn û felsefê yên ku dikevin qada civaknasiyê dinirxînin.
  8. Ceribandinên zanistî yên li ser vekolînên zanistî, pêşveçûn û nûjeniyê û li ser encamên van in.

3.2.Dîrokçe û Geşedana Ceribandinê

Di vê cureyê de kesê ku cara yekem dest bi nivîsandinê kir Michel de Montaigneyê (1533-1592) Fransiz bû ku navê berhema xwe jî “Essais” daniye. Montaigne di edebiyata cihanê de bavê vê cureyê tê qebûlkirin.

Li gor agahiyên Şermîn Bozarslan “Montaigne di sala 1572ê dema ku di 39 saliya xwe de ye, dest bi nivîsandina ceribandinan dike. Heya sala 1580an pirtûka wî du caran tê çapkirin.”[21]

Gürsel Aytaç destpêka nivîsîna ceribandinê wiha rave dike:

“Destpêka pexşanê ku di nav nivîsên edebî yên nesirkî de cih digire, ji edebiyata Rojava ye. Lêbelê ji nivîskarên edebiyata antîk ên wekî Plutrch û Seneca mulhem, cara pêşî di sedsala 16an de Montaigne nivîsandiye. Loma serekê vî curî ew e… bi awayekî giştî belavbûna vî curî li Fransayê piştî Montaigne sed salî, li Almanyayê piştî du sed salî mumkun bûye. Li Ingîltereyê jî em di sala 1597an de lê rast tên ku Francis Bacon ji Montaigne mulhem heman navî li “Traktat”ên xwe dike.”[22]

Dîsa derbarê nivîskarên yekem ên ceribandinê de di berhema xwe ya Dîroka Felsefeyê de Frederic Copleston vê tesbîtê dike:

“Dema ku em Şikbariya Fransî ya piştî nêviyê sedsala şazdehan bifikirin, navê ku pêşî were bîra me muheqeq Montaigne ye (1533-92)… Montaigne nîqaşên berê, ji hêla şikbariyê ve ji nû de vejand…” Ji bo Francis Bacon jî wiha dibêje: “Tê gotin ku Felsefeya esrî yan jî ya modern gelemperî li Ingîltereyê bi Francis Bacon (1561-1626) û li Fransayê jî bi Descartesî (1596-1650) dest pê kiriye.” [23]

Akşit Göktürk jî derbarê van her du kesan de wiha gotiye:

“Yê ku sernivîsa Essaies cara pêşî bi kar aniye, hostayê mezin ê vî curî nivîskarê Frensî Monteigne ye, Bacon navê “ceribandinê” ku li nivîsên xwe kiriye ji wî girtiye. Lêbelê di navbera ceribandinên Montaigne û Bacon de cudahiyeke muhîm heye. Di vegotina ceribandinên Bacon de, ji şêwaza Montaigne ya ber bi xwe ve, lihevhatî û pêjna guftûgoyê wêdetir, dengekî ne şexsî, bibingeh, teswîrî û bêalî li ber guhan dikeve. Cehda Bacon ne ew e ku wekî Montaigne behsa kesîtiya xwe bike. Ew dixwaze ku xwe bispêre çavnêrî û tecrûbeyên ku ji gelek qadên curbecur bi dest xistine û zanyariyeke ku di jiyana mirovan de pêk were û fêdeyekê bigihîne wan derxîne holê. Ji ber vê yekê lêgerîna wekheviya di navbera Bacon û Montaigne de mijûlahiyeke vala ye.”[24]

Piştî Montaigne di edebiyata fransî de kesên mîna Theophile Gautier, Anatole France û Hippolyte Taine serkeftirîn nivîskarên vê cureyê ne. Di edebiyata îngilizî de jî piştî Sir Francis Bacon kesên ku di vê cureyê de nivîsîne Joseph Addison û nivîskarê Îrlandayî Richard Steele ye. Her wiha di edebiyata Amerîkayîyan de jî yê ku navê xwe di vî warî de herî zêde derxistiye pêş Adger Allen Poe ye. Wî jî derbarê helbestê de ceribandin nivîsîne.

Di edebiyata tirkî de jî nivîsandina vê cûreyê bi serdema Tanzîmatê dest pê kir. Bi ekola Servet-i Funûn mînakên baştir hatin danîn. Lêbelê geşedana vê cureyê di serdema komarê de bû. Di edebiyata tirkî de jî nivîskarên ku di vî warî de nivîsîne û herî serkeftî ne, ev in: Nurullah Ataç, Suut Kemal Yetkin, Ahmet Haşim, Yakup Kadri Karaosmanoglu, Falih Rıfkı Atay û çend kesên din in.

Di edebiyata kurdî de yên ku destpêka vê cureyê bi “Adat û Rusûmatnameê Ekradiye”ya Mele Mehmûdê Bayezîdî didin destpêkirin hene. Lêbelê gelo ev berhem li gor qaîde û rêbazên ceribandinê çiqas lihevhatî ye, divê bê nîqaşkirin.

3.3.Ceribandina Kurdî

Mîna ku li jor jî hate ravekirin, em dizanin ku cureyê ceribandinê di serî de li rojavayê hatiye nivîsîn û berhemên yekemîn ji wir in û bi rêya têkilîdanînê ev peyderpey piştî demeke dirêj di edebiyata kurdî de jî cihê xwe girtiye. Lêbelê mîna ku me beriya vê de jî gotibû destpêka ceribandinê di edebiyata kurdî de babeta nîqaşê ye. Mihemed Jiyan di xebata xwe de îdiayeke wiha dike û di vê mijarê de jî pişta xwe dide nivîskar Jan Dost: “Em dikarin bêjin ku pêşengê pexşana kurdî Mela Mehmûdê Bayezîdî (Bazîdî) ye. Em vê tesbîtê, teşe, şêwaz, şekl û awayên metnê Bayezîdî li pêş çav digirin û dibêjin. Lewra ew bi her awayê xwe ve pexşan e û rê ji îhtimal û gumanê re nahêle.” Jan dost bi vê pênaseyê re mînakeke wiha ji berhema Mela Mehmûd daye û vê mînakê yek ji wan nîşaneyên ceribandina vê berhemê dîtiye:

Û adetêd jinêd wan in ko li ser zarokêd xwe rûtînin (rûdinin) û naçine şû” Ev hevoka ku xwe bi hevokên berî xwe û yên pişt xwe ve jî nagire ji bo min ecêb tê. Gelo çima wî ev tradisyona ku jina Kurd li ser zarokê xwe dimîne û mêran nake aniye vê derê. Tu têkiliya xweparastina ji nexweşiyê û pirsa nemêrkirina jinbiyan bi hev nîne. Bi dîtina min ku Bayezîdî pexşannivîsekî kurd bû. Hunera pexşanê li ser destê wî hate meydana wêjeya kurdî, yan jî bi kêmanî li ser destên wî kemmilî, loma jî ewî ev kitêba xwe bê qaide nivîsiye. Hemû tişt li pê hev rêzkirine bêyî ku babetan ji hev veqetîne û navan li wan bike. [25]

Piştî vê mînakê Jan Dost derbarê “pexşan-ceribandinê” de gotineke wiha lê bar dike:

“Heta berî Mela Mehmûd, dîroka wêjeya kurdî hema hema helbest bû, lê li bal wî êdî helbest xwe dide alî û cih ji pexşanê re vedike.” “… Ji ber vê yekê jî dema em bala xwe didin projeya M. Bayezîdî em dibêjin ku ew û ne kesekî din, bavê Pexşana kurdî ye û bi rastî jî li ser destê wî ev huner di wêjeya me de bi rêk û pêkî ava bû.”[26]

Dema ku meriv van her du tehlîlên Jan Dost dixwîne meriv tê de nakokiyekê dibîne an jî ji ber navê “pexşan û ceribandin”ê tevliheviyekê dibîne. Lewra Jan dost di mînaka xwe ya serî de qala cureyekê edebiyatê “ceribandin”ê dike û di gotina xwe ya duyem de jî qala cureyê nivîsê “pexşan”ê dike.

Dema ku em bi awayekî giştî li ceribandina kurdî binêrin jixwe em ê bibînin ku heger wek ceribandin bê qebûlkirin, piştî M.Mehmûdê Bayezidî heya rojnameya Kurdistanê em mînakên cureyên edebî “ceribandin”ê nabînin. Lêbelê piştî ku meriv di rojnameya Kurdistanê û her wiha di rojname û kovarên wê serdemê yên mîna Rojî Kurd, Kurd Teavun ve Terakî, Hetawî Kurd, Jîn, Hawar û Ronahîyê dinêre, meriv dibîne ku di edebiyata kurdî de cureyeke edebî ya serbixwe “ceribandin” bi mînakên xwe yên serkeftî li ber çavên me ne.

Di ceribandina kurdî de û di qonaxa yekem a modernîzma kurdî de heger em li çend navan bigerin em ê bê şik û guman van navan bibînin:[27]

  • Rojnameya Kurdistanê (1898): Mîqdad Mîdhed Bedirxan û Ebdurrehman Bedirxan her çiqas sedîsed li gor rê û rêbazên ceribandinê nebin jî ji bo destpêkê meriv dikare qebûl bike.
  • Kurd Teavun ve Terakki Gazetesi: Bi sê navên cuda “Ehmed Şewqî, Seyyah Ehmed Şewqî, Ehmed Şewqiyê Gerok” û Xelîl Xeyaliyê Motkî di vî warî de nivîsîne.
  • Jîn: Hemzeyê Miksî, Ebdurrehîm Rehmî Hekarî berhemên gelek serkeftî nivîsîne.
  • Hawar: Celadet Elî Bedirxan, Kamuran Bedirxan, Hemzeyê Miksî (Nemirê Miksî), Qedrîcan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nûreddîn Yûsif û hwd.

Di salên dawî de jî dema em bala xwe bidin rojname, kovar û kitêbên kurdî em ê rastî gelek navên ku ceribandin nivîsîne werin. Di nav van kesan de yên ku bi awayeke gelekî serkeftî “ceribandin” nivîsandine jî zehf in.

Di roja îroyîn de em dikarin bibêjin kesên ku xwe di vî warî de ispat kirine bi tevahî nebe jî ev kes in: Yên ku xwedî pirtûkên ceribandinê ne:

1- Ayhan Geverî: Leyl-name

2- Rênas Jiyan: Ji Şevê re

3- Fatma Savci: Şewq û Payiz

4- Hasan Kaya: Ayîneke Pîroz

5- Mustafa Aydoğan: Berê Gotin Hebû

Ji bilî kesên ku berhemên serbixwe yên ceribandinê nivîsîne hin kesên din ên ku di kovar û rojnameyan de ceribandin nivîsîne jî hene. Mirov dikare bi awayekî kurt van kesan wiha bi nav bike:

Musa Anter, Arjen Arî, Ali Karadeniz, Aqîl Mihacir, Arzu Güneş, Azad Îbrahim, Bedel Boselî, Ehmed Akın, Hasan Kaya, Hatice Mollakendî, Kamiran Simo Hedilî, Lal Laleş, Mecîd Bamerdî, Mihemed Jiyan, Mihrîcan Doğan, Mem Mîrxan, Rahmetullah Karakaya, Sabah Kara, Selman Dilovan, Sever Işık, Sidîq Gorîvan, Suleyman Çevik, Lokman Polat, Xweşmêr, Feratê Dengizî, Bawer Ronahî, Omer Faruk Baran, Elîxan Loran, Fêrgîn Melîk Aykoç, Zalar Mîr Qasimlo, Evdile Koçer, Samî Tan, Şerefxan Cizîrî, Çiya Mazî, Zekî Ozmen, Şengul Ugur, Cîhan Roj, Cemil Oğuz, Dawud Rêbiwar, Felat Dilgeş, Şêxmûs Sefer… hwd.  

3.4.Çend Nimûneyên Ceribandinê ji Edebiyata Kurdî

3.4.1.Xewa Me[28]

Îro, ku hemî millet ji xewa sibê rabûne, ji bo jîna xwe dixebitin, melayêt her miletekî li ser minarêt xwe bangê sibê didin, hewayê sibê yê saf li ser hemî mexlûqat elametê jînê belav dike, em hêj di xew da nin!(11)

Belê, her kesekî barê xwe bar kirin, bi rê ketin; em hêlane cihê waran, li cihê warêt ku ji xêrê me kes nemaye. Warê me kevn bûne, mal û dewarêt me ji ber bêgîyahî dê hemî telef bibin. Paş hingê em dê çavê xwe vekin.

Hey ho! Gelo me çi kir! Evar e, em nagîhîne çu waran; pezê me dê gur bixut. Em kengê bigîhîne warekî, sêla xwe daynin, li ser nanê xwe bipêjin? Zaryê me birçî ne. Eve çi bû me li serê xwe anî. . Poşmanîya paşî faîde naket.

Em hêj di xew da nin! Hem di xewekê wisa da nin, hetta melayêt me wextê bangî berze kirine Kelebabêt me lal bûne, ew jî bang nadin.(12) Kerîyêt pezî li ser şivanan çûne, ew hêj di xew da nin. Mastêt me li ber dêrhetavê di mencelan da kirkişîne.(13) Dewarêt me benêt xwe bizdandine, bi çolê ketine. Em hêj di xew da nin. Êdî bes e. Qet çu nebî, niwêja sibê, keya hetavê li me çû, hêj êvar nebûye em hişyar bibin, niwêja nîvro ya weqtê bêrîyê li me neçit. Eger weqit li me biçit pezê me dê bihevişit, em dê ji şîr û mastan bibin; vê çare dê halê me bibîte çi? Em dê hingê bigirîn. Emma bi girînê çu çênabit. Xebera bab û bapîran e: “Wekî girîn faîde bikira, babê min dê ji gorê rabûya.”

Min got “xew”. Aqilê te neçîte xewa şevê li bin nivînan; belkî xewa şev û rojan li bin nezanînê û cehaletê. Eger em di xewekê weha neba, me dê temaşe bikira însanîyetê, di dinyayê çawa xebitit; li bin erdê, li ser erdê, li esmanî, her rojê tiştekî derêtxit. Telefon, telgraf, şemendufer, wapor, telgrafa bêtêl, elektrik, teyare, balon. Ew hemî ji esmanî nebarîne, ji erdê şîn nebûne; belkî ji destê însanan çêbûne.

(14) Ew ji destê kîşkan çêbûye?

Ewêt hişyar, ewêt hişyar.

Ma em hişyar nînin?

Wekî em hişyar ban, tiştê ji bo me lazim me dê dîtiba.

Çi ji bo me lazim e, me nedîtî?

– Zanîn- Zanîn- Zanîn-

Têbinî:

(11) Hozan û nivîskar Evdirehîm Rehmî, di hemî helbest û nivîsarên xwe da, edatê piranîyê di halê temamkirinê da, yanî di halê îzafê da bi awayê “êt” nivîsîye. Mesela di şuna “melayên” da “melayêt”, di şûna “minarên” da “minarêt” û wd. nivîsîye. Ev edat di eslê xwe da “ên” e; lê li hin hêlên Kurdistanê bi awayê “êd”, li hêlina jî bi awayê “êt” tê gotin.

(12) Kelebab: Dîk.

(13) Dêrhetav: Xêza tavê, tîretav, tîrêj, tîroj.

Kirkişîn: Ku hem li ser dirêjîyê û hem li ser berayîyê gelek terk û derz li tiştek kevin û wî tiştî bi çend cîyan biterikînın, biderizînin.

24 Çirîya Ewil 334(1918)   Ji Mala Hekarîyan

3.4.1.1.Ji Hêla Ceribandinê ve “Xewa Me”

  • Nivîskar bi şêwazeke serbest, bêyî çavkaniyekê nivîsiye.
  • Mirov dibêje qey nivîskar di nivîsê de hem bi xwe re hem jî bi xwendevên re diaxive. Mesela ji gelek gotinên di nav nivîsê de yek jê ev e: “Min got “xew”. Aqilê te neçîte xewa şevê li bin nivînan; belkî xewa şev û rojan li bin nezanînê û cehaletê.” Nivîskar di vir de vê gotinê ji xwendevên re dibêje.
  • Nivîskar di vir de zimanekî jidil bi kar aniye. Lewra dema meriv dixwîne meriv dibîne ku meseleyê ji xwe re kiriye derdek û xwe pê êşandiye.
  • Nivîskar di vir de hewce nedîtiye ku nêrînên xwe ispat bike tenê ji bo rewşê mînakan daye.
  • Ji hêla hin teknîkên dî yên ceribandinê de jî wek negihiştina encameke teqez, kurtbûna nivîsê, zimanekî xwemalî û wd. ve rewşeke dijber tuneye.
  • Dema ku em vê nivîsê di nav binbeşên ceribandinê de binirxînin, em dikarin bêtir di vê kategoriyê de bi cih bikin; Ceribandinên sûbjektîf ên ku tenê ji fikrên nivîskar pêk tên.

3.4.2.Gundê Nûava[29]

Avên herikî… bax û baxçe… di nav van baxçeyan de her texlît darên bi ber, li ser van daran ji her cinsî çivîk pev diçin û bi her zimanî dixwînin! Ji van çivîkan a ko kezeba min dişewitîne û hundir di nav diperitîne; şalûl e. Bejin û xwendina wê ruhniya çavê min û qînata dilê min e.

Gundê me di nav van rezan ji panzdeh malan hevdudanî ye; wargehê me, mezela cıvata gundê me ye. Paşîvan li ser wargeh, naveraojan di nav mêrga rezê me de em, dicivin. Pirs û galgalên me teva pev xweş in.

Kula welat çima holê giran û ji bîr nabe? Heta niho me digot: Em bê der û poxan in, ji lewra hergav birînên me diaxivin û ji hesreta erdê bav û kalan em dîn dibin vêca me çi divê? Gund gundê me, bexçe û baxên me. Tekûz e; hertişt, hertiştê me!

Ma qê wusan e? Careke werin, hundurê min verojin dilê min jê derînin û bi kêreke tûj çînî çînî bikin, wê gavê ev çîniyên dilê min ewê bêne peyivîn û pê ra bêne girîn. Lê dizanim hûn xwe nagirin hêstirê çavên we, ewê çemê Amediyê derbas bike. Şûnda hûnê bizanin ko ez, ne tenê dilketiyê xweşikiya şalûlî me. Ez dilketiyê dengê wê me ji ko jîyina me ya der li der di nav nikilên xwe da tewtew dike û bi vê dawî kilamê dawî tîne.

– Xweyî bin li gundê Nûava! Gundê we; mizgîn û hawara bajarê we!

3.4.2.1.Ji Hêla Ceribandinê ve “Gundê Nûava”

  • Mijar mijareke serbest e. Ev ji hêla vegotina nivîskar ve tê famkirin.
  • Ziman zimaneke hêsan û herikbar e.
  • Hewcederiya çavkanî û jêderek bide nîşan tuneye.
  • Vehonandin û vegotin serbest e, yanî çawa ji dil û hiş derbûbe wisa hatiye nivîsandin
  • Nivîskar hem bi xwe re hem jî bi xwendevên re diaxive. Mesela ev gotin: “Kula welat çima holê giran û ji bîr nabe? Heta niho me digot: Em bê der û poxan in, ji lewra hergav birînên me diaxivin û ji hesreta erdê bav û kalan em dîn dibin vêca me çi divê?” mînakek e ji bo axaftina xwebixwe wekî din ev gotin jî: “Lê dizanim hûn xwe nagirin hêstirê çavên we, ewê çemê Amediyê derbas bike. Şûnda hûnê bizanin ko ez, ne tenê dilketiyê xweşikiya şalûlî me.” Ji bo axaftina bi xwendevên re dide nîşanî me.
  • Ev nivîs di nav binbeşên ceribandinê de cihekî wiha digire: Ceribandinên şayesînî yên ku derekê bi helwesteke sûbjektîf didine der.

3.4.3.Rabûn û Rûniştin[30]

Kurd gelek bi edeb û terbiye ne. Rabûn û rûniştina wan, dan û standina wan bi rêz û tertîb e, xwediyê gotina xwe ne, paşgotiniya xelkê nakin.

Pir naxêvin, gotina xwe bê sebeb dirêj nakin; gava “erê” dibêjin erê ye û gava “no” dibêjin no ye. Beriya ko tiştekî bêjin wî tiştî xweş didin eqlê xwe û êdî ji gotina xwe bi şûn da venagerin. Heke wad (soz) dan poşman nabin, bi dilxweşî û ciwamêrî wada xwe tînin cih.

Qencî û xirabiya ko ji wan re hate kirin, ji bîr nakin; heke dijminê wan kete bextê wan, di sûcê wî diborin.

Lê ez dibînim, hinên di wan rêz û rêzikên bav û kalên xwe ji bîr kirine û bi adetên miletê biyanî ên nexweş ‘emel dikin. Ev tiştekî ne çak e, xerab e. Divê mirov dev ji adetên bav û pêşiyên xwe ên qenc bernede.

Tenbî û qeydeyên jêrîn ji bona wan (kurdan) in:

-Gava ji kesekî tiştekî dixwazin, mebêjin “bide min”, lê bêjin “ji kerema xwe bide min.

-Ko ji we re tiştek hate dan, “spas” bêjin û pê dilxweşî û minetdariya xwe bidin zanîn.

-Gava kesek dibêje “kerem ke”, lê vegerînin û bêjin “il ez keremê de bimînî”.

-Heke kesekî banî we kir, “lebê”, an “fermo”, an “ez xulam” , “ez gorî”, “ez qurban” bibêjin. Kurd hemî wusa dibêjin.

-Ko kesek ji we tiştek pirsî “erê” an “no”, “dizanim” an “nizanim” bêjin; “hi” “ha” mebêjin û serê xwe mehejînin; ev kêmasiyek e.

-Gava hûn tiştekî vedixwin, bi edeb û usûl vexwin; hêdî hêdî û bêdeng bikişînin; yên dora xwe aciz mekin.

-Wadê hûn li ser xwarinê ne û parî di devê we de ye, milçemilç û çelqûçelq mekin.

-Heke hûn di civatekê de il ez xelkê de rûniştî ne, bi qirpeqirpa qirika xwe karîbin; hevalên dora xwe aciz mekin, nemaze ev tiştekî pir ‘eyb e; kêmaniyeke mezin e.

-Pêşbirî li jin û zarokan mekin; rê li wan mebirin.

-Wadê hûn daxêvin, dengê xwe bilind mekin û heke mirovek dipeyive, gotina wî mebirin û beriya ko ew gotina xwe biqedîne dest bi axaftinê mekin.

-Her rastiyê bibêjin; derewker rûreş in.

-Dest û tiliyên xwe mekin dev û difin û guhê xwe û wan pê paqij mekin.

-Wadê hûn dikuxin an dibihnijin, destê xwe û hêj çêtir destmala xwe bidin ber devê xwe.

-Li erdê tif mekin. Goşt û xwarina ber diranan tû mekin erdê. Ariya cigara xwe il ez civatê de mexweşînin erdê.

-Li zarokan medin; wan pir meêşînin,; wan tirsiyandî û çavşikênandî mekin, ew pê derewîn dibin.

-Çiqas jî (hûn) bixeyîdin dijûna mekin; xeberên xerab mebêjin.

-Bê sebeb sond mexwin; bê îşekî giran xelkê medin ber sondan.

-Di nav axaftinê de bi serê bav û pêşiyên xwe sond mexwin û bi serê bav û kalên xelkê û goran wan jî sond mexwin; ev tiştekî zehf qirêt e.

-Gava ko hûn tên malekê û banî we dikin ser xwarinê, bi derew mebêjin “em têr in” û werin ser sifê. Wadê ji we tiştek tê pirsîn, xweş bala xwe bidin heta hûn bikarin cihabê lê vegerînin.

-Gava kesek ji we re tiştekî dibêje an qise dike, il ez û bez mebêjin “ez dizanim”; guhê xwe bidin ser galgala wî; bi bala fireh mirov hêj çêtir di’elime.

-Ern û bihintengî tiştine neqenc in; nemaze li bor mirovên qels û belengaz û jin û zarokan; dilşikestina wan kêmasiyek e.

-Çavsoriya xwe li xurtan bikin, li yên di ser xwe re bikin; ne li yên di bin xwe re, ne li yên kêmî xwe.

3.4.3.1.Ji Hêla Ceribandinê ve “Rabûn û Rûniştin”

  • Em nikarin vê nivîsê ji hêla objektîfbûnê sedî sed bikin nav kategoriyekê. Lewra her çiqas xwe nesipartibe çavkaniyên nivîskî/akademîk jî dîsa xwe spartiye piraniya civakê an jî hêza vegotina xwe ji rewşa civakê girtiye. Ez bawer im ev gotin ji bo fêhmkirina vê xalê dê zêdetir di cih de be: “Heke kesekî banî we kir, “lebê”, an “fermo”, an “ez xulam” , “ez gorî”, “ez qurban” bibêjin. Kurd hemî wusa dibêjin.”
  • Ji aliyê zimanê xwe ve sivik e û her wiha bi şêwazeke şîretwarî hatiye nivîsandin, yanî şîretan li yê/ya hemberî xwe dike ango pê re qise dike, ji ber vê yekê em bi rehetî jê re dikarin bibêjin ceribandinek e.
  • Di vir de fikariyeke nivîskarî ya ku tiştekî bi xwendevên bide qebûlkirin jî tunene. Tenê tişta ku pê bawer e, aniye zimên.
  • Ji hêla cûreyên ceribandinê em dikarin bibêjin ku ev ceribandin: Ceribandinên karakterî yên ku şexsan an jî civakan dikine dabaş û taybetmendiyên van vedibêjin.

3.4.4.Resmên Şevê[31]

Wê çaxê bixebitin ji bo sedaqata şevê

Îmana xwe bi şevê bikin

Qelbên xwe bişon

Û wana teslimî dilê şevê bikin.

Mihail Nuayme

Roj eqlî; şev qelbî ye, mekana rojê aqil e; mekana şevê dil e, roj/ronahî rasyonel in; şev/tarî îrrasyonel in, roj apolonîst in; şev dionysosîst in, roj dîdaktîk in, şev lîrik, roj epîk in; şev romantîk in, Roj gotin e; şev sikûnet e û di serî de “bêdengî” hebû gotiye Bhagavad Gita. Roj hezî ye; şev eşq e, roj kilameke bideng; şev melodiyeke bêdeng û aram e. Roj beden e; şev ruh e. Roj dîtin; şev veqetîn û lêgerîn e.

Roj şehwet; şev hesret in.

Şev dem dijwar a bi tirs e, di mabeyna rojhilînê/zayinê û rojavayî/mirinê de. Şev wexta bêdengiyê, melankoliyê, mirina munbît, kûrfikirîn û hîskirin û bihîstinê ye.

Şevê! Parestgeha bê ser û bin. Xaniyê bê derî, lîman û bênderan kaçaxciyan, behra tarî, veşara evîndaran.

‘Xeyalê şevê yê bi tirs mabeyna erd û esmanan tijî dike

Bi feryad û fîxana xwe şev, kilameke bi jan e û diherike rojê.

Sultan bi şev textê xwe terk/wenda dikin.

Behr bi şev radikevin/diwelidin.

Dayik bi şev lorîna dibêjin.

“Fahîşe bi şev kemîna vedidin. Bakîre bi şev dibişirin. ”

Gunehên bi roj tên bikaranîn bi şev tên îtirafkirin.

Tabîet bi şev îbadeta xwe dike. Hebûn di hembêza şevê de radikeve û xwe dihebîne.

‘Gerek e însan mîna şevê bên mîna şevê kûr, mîna şevê fireh, mîna şevê kûr, mîna şevê bêdeng’

Gelo şeva ku em behsa wê dikin deriyê xwe li her kesî vedike.

Ma melodiya şevê yê tenik her kes dikare bibihîse?

Gelo şev ji hemû kesên xwe dispêrên hembêzê re dostekî sadiq e?

Şev tual e herkes dikare resmên xwe bi qelemeke spî li ser rûyê şevê çêbike.

  1. Îxanet/Îllegalîte paresgeha tirs û şadiyan, dema ji nû vebûna kul û xeman, bir û hêviyan, paşeroj û pêşeroj e ş Bi şev xeyal bi azahî bi per dibin bi hewa dikevin, difirin, dil xwe bi jana dihebînin, hêvî derdikevin rêwitiyê, hezî, kîn, nefret, xurur û îxanet şev bi serbestî kuç kolanan dadigrin, zebt dikin. Bi şev dil dibin yek, her tişt dûrî qanûnan tê dengê. Wekheviyeke îllegal hummê xwe didomîne.

Wexta zeîfketina qanûnan e şev. “Ev mazeretekî muthîş e ji bo îxanetê” gotiye şair. Hemû qaçaxê qanûnan bi alîkarî û hevaliya şevê îllegalîte îcra dikin; milîtan ji kozika xwe, evîndar ji ciyê/nivînê xwe derdikevin. Qaçax û xaîn bi şev li ser karê xwe ne û parestgeha şevê, bi hemû zagon û duzenan re henek û tinazên xwe dikin. Fahîşe bi dilekî rihet xizmeta xwe pêşkeşî ketiyan, zewqger û zenpereyan dikin. Qatil bi destê şevê karê xwe bi cih tînin. Bi kurtebirî gunehkar gişkî li benda medeta şevê ne.

Şev wexta bazara îqtîsada gunehkariyê ye. Hemû însan şexsiyeta xwe rast, bin tarîtiya şevê de xuya dikin, ya di dilê xwe de aşkere dikin. Îxanet/îllegalîte/xerabî rûyê şevê yê yekemîn e.

Şev/tarî çendin bi tirs bin jî, qasî roj/ronî ne bi tirs in; lewra hemû parestvanê sîsteman bi roj li ser piya ne; esker û artêş ji bo êrîşê berbangê dipên. Hukûmdar hukmê xwe îcra dikin. Zagon bi roj çêdibin, îcra dibin. Însan bi roj li qişle û dibistan û zanîngehan hînî mirin û kuştinê dibin.

Şev ku parestvan dikevin xewê wekheviyeke dijwar hukmê xwe didomîne ku qral û kole dibin yek û saziyên îktîdaran tên sabotekirin. Wekhevkirin halekî şevê ye. Şev hemû îxaneta vedişêre.

Şev wexta raketina sîstemê ye. Sîstem di xew de ne; qereqol, polîs, artêş, ekser, fêrmend, patron, karker, wezaret û îbadetxane. Îktîdar çendîn bi hêz dibe bila bibe, nikare bi temamî nufûzê şevê bike. Qaçaxê qanûnan, revok, ticarê zewqê, bazirganê jahrê û hemû beşdarê cûre jiyanên qedexe bi şev neşv û nema dibin. Ji bin erdê derdikevin, di bin veşarî û kufra şevê de dijîn.

Şev hiyerarşî tune dike. Ku roj ronî diqulibe ser şevê, kolan û mekan gişkî dibin yek.

  1. Melankolî halekî şevê ye wexta gurubê melaliyê di paşila xwe de diguhezîne. Rojavayî remza payiza umr e. Soringa bergehê; soriya gewez; dem dawiya jînê! Melankolî rêhevalê payiz û pelg weşanê ye. Û hemû weşan, ketin, hilweşîn bi huzn in/melankolî ne.

Melankolî demek wusa ye ku, bi şev tiştê di bin hay û huya rojê de terka jibîrbûnê bûyî û hatine qewitandin, û di çerqa heyata bê merhamet de hatî hêrandin, tiştên di derî re hatin qewitandin, di bace re bi şev diherikin hundir, derdor seranser îhata dikin.

Benîadem bi şev ji wesf û statûyan dûr e, însan bi şev rût û repal e, şev merzel e. Bi ten û tin/ bi can û ruh însan bi şev tena serê xwe ye, muhasebeya heyatê bi şev tê dayin.

Roj monolog, şev diyalog e. Diyaloga ruhî ye. Însan dikare bi saya wê dakeve kûrahiya ruhê xwe û tiştê dilê xwe derxînê berava jînê.

Melankolî resmeke şevê ye

Melankolî halekî eşqê ye; ev hal çi xweş li ehlê şevê tê.

Şev straneke melankolîk e; ev strana aramî di dil re diherike çoleke ebedî û bêbinî.

III. Bêdengî senfoniya şevê ye. Zimanê şevê, zimanê bêdengiyê ye; şev lal in, “gramera bêdengiye.” Şev, muzîka bê kelîme ye, zimanê dar û ber, teyr û tuyur, giha û tabîetê ye. Divê gemar û zengarê ji dil û çavan û guhan çekin wê melodiya bêdengiyê guhdar bikin. Divê em guh bidin bangdana şevê, dengê şevê ku ji xweziyên bihurî, ji diliniyên şikestî, ji hêviyên pak, ji xeyalên saf, ji ava bin lingan re diherikî, ji berf û baranên barî, ji roja bi tîn, balindeyê difirî, ji nebat û heywanetan bilind dibe, ji hemû tiştên zîkra xwe bêdengî dikin bilind dibe û diherike dil.

Bêdengî ruhê melodiya şevê ye. Şev dema melaliyê ye ya helbestvan û hesretkêşa ne, kemala bêferhengî û hêviya dilketiya ne. Wexta şevê şair û dilketî bi yelkena tarîtiyê cilê arzûyan li xwe dikin, noqî kûrahiya heyatê dibin. Di behra bi pêl de mîna kaşifekî serkeft bi qazinca xêr û bereket, bi morî û mircan vedigerin roj ronahiyê. Gerege ehlê şevê qîmeta şevê û pahaya wê zanibin. Şev medcezîra dilê muedîbane; Roj ya taciran; şev ya şairane.

Roj şixûl; şev rawestane, roj çavê dibinî; şev guhê guhdar e, dilê hestyare. Şev dostekî wefadar e razan vedişêre, ser xerabiyan digre roj gelek bedewiyan vedişêre şev aşkere dike, mahitab û stêrk xemla şevê ne û dibin kufra rojê de nayên xuyakirin. Şemala asîman bi şev xuya dibin.

Şev demên me yên însanî ne lê her ku diçe em êdî şeva ji wenda dikin. Talankerî kapîtalî şev ji îşxalkirin. Talana wextê êdî karekî bi qazinc e. “Bazirganê wexta vala/boş” şev bi dest xistin.

Em koleyê ji bo hilbirinê/îstîhsale hatin formatkirin, bi roj ji bo debareke derew direvin, dibezin, dikevin, dimirin, her tişt ji bo meşandina duzen e. Li şunkar her tişt tabiyê îznî ye; xwarin, vexwarin, çûyin-hatin, rabûn-rûniştin. Hasbihal û muhabbet bi şev mumkun e. Roj ya patrona ye, loma jî em li hêviya şevê ne ya, mixabin faaliyetên rojê êdî şevan ji îşxal dikin. Îktîdar dixwaze, kar û bar, hal û hewal, zewq û janê, dîmen û bergeh, rengê rojê biguhezîne şevê; çunkî îktîdar ji şevê hez nake. Dixwaze ku nufûze her derê bike. Şev; dema rawestinê ji koleyê çaşa endusriyalî re serbestî û azadî ye. Koleyê nûjen ancax bi şev dikarin xan û mana xwe, zar û zêçên xwe bibînin, lê binêrin û hembêz bikin.

Roj dema pêşbazî û reqabeteke dijwar e û ev pêşbazî mîna aşekî rih û bedena însan dihêre.

  1. Mirin şeva heyatê ye. Însan bi şevê mana mirinê dibihîse û dihese. “Heyat şerabeke ku bi qedeha mirinê tê vexwarin.” Jîn ji mirinê re rê ye. Şev halekî mirinê ye.

Şev xwedî adalet e, him sultan him kole di hembêza şevê de radikevin û eynî xewnê dibînin. Mirin halekî şevê ye; çunkî mirin mehkemeya jiyanê ye û muthîş bi edalet e, ‘li welatê mirinê, qral û kole eynî mesafê dibînin’, li eynî cihî disekinin.

Heyat bi roj dewam dike, lê bi şevê mana xwe dibîne. Û jîn bi mirinê qaîm e. Hema mirin bi tirs e jî, çunkî qiyameta heyatê ye. Mirin ji ew resmên şevê yek e ku bi edaleta xwe ya dijwar bi xof e.

Herkes bi mirina xwe dijî. Eger ne mirin bûya maneya tiştekî nedima. Evîn, lêgerîn, rêvingî, endîşe, şer û aştî, roj û şev, debara dinyayê, barbarî û însaniyetî…hwd tiştên heyat pê qaîm û muhîm, bi hebûna mirinê digihêjin maneya xwe; mesela mirin tune bûya însan tiştek wenda nedikir û li pê tiştekî nedireviya. Jiyan bi saya mirinê dimeşe; lewra însan dixwazin berî mirinê bijîn.

– Mirinê xwe bi rengê şevê pêçandiye,

Şev halekî mirinê ye

Mirin halekî şevê ye

Şev halekî jînê ye

Jiyan halekî şevê ye

3.4.4.1.Ji Hêla Ceribandinê ve “Resmên Şevê”

  • Di vir de her çiqas bi aşkera axaftineke ku nivîskar li gel xwendevên dike tunebe jî ji ber vegotina rewşa xwe ya derûnî, nivîskar bi muxatabek re ketiye hasbihalê.
  • Ziman gelek edebî û rewan e.
  • Hin nêrînên nivîskarî ên li ser şevê hene. Lê nivîskar xwe mecbûr hîs nake ku xwendevên jî mîna wî li şevê binêrin.
  • Nivîskar di nav sînoreke dorpêçkirî de nemaye. Çi ji dil hatibe daye der û di vegotina xwe de jî gelek samîmî û xwebawer e.
  • Carinan ji hin kesan gotin neqilkirine û navê wan jî pê re daye, lê ev ne ji bo ku durustbûna gotinên xwe tesdîq bike. Bêhtir ji bo ku vegotinê xweşiktir bike an jî gotinên wan bi şayesandina xwe zelaltir bike daye.
  • Nivîskar xwe bi mijarekê tenê ve jî girê nehêlaye. Di hundirê mijara eslî de hin mijarên têrker jî bi kar aniye.
  • Heger ji hêla cûreyê ceribandinê ve parekê bidene vê nivîsê ew jî: Ceribandinên şexsî yên ku tenê ji vegotina derûnî, taybetmendî, xûy û exlaqê nivîskar bi xwe pêk tên.

Encam

Di dawiya vê gotarê de hêvî ew e ku pirsgirêka tevilhevbûna têgeha pexşan û ceribandinê safî bibe. Çimkî di nivîsên xwe de ji ber ku her kesek li gorî xwe bi nav dike, êdî meriv nizane ka mebesta nivîskaran çi ye. Lê belê di vê gotarê de jî me fêhm kir ku pexşan cureyeke nivîsandina bêrist e û gelek berhemên edebî yên mîna çîrok, roman, rexne û hwd. bi tehera xwe ya nivîsandinê dikevin nav pexşanê. Her wiha em dizanin ku ceribandin jî cureyeke edebî ye ku wek çîrok, roman, rexneyê bi tehera pexşanê ango pexşankî tê nivîsandin. Pexşan di edebiyata kurdî em dikarin bibêjin ku bi Elî Teremaxî dest pê kiriye ku wî jî serf û nehfa kurmancî bi vî şiklî nivîsîbû. Yanî nivîsandina bêrist her çiqas kêm be jî ji ber ku awayekî nivîsandinê ye di berê de jî di edebiyata kurdî de hebû. Lê belê ceribandin di sedsala 20emîn de ketiye nav edebiyata kurdî û cureyeke berhema edebiyatê ye.

Herî dawî em dikarin bibêjin ku her ceribandin bi awayekî pexşankî tê nivîsandin, lê belê her tişta ku bi pexşankî hatiye nivîsandin ne ceribandin e.

Çavkanî

  • Bal, Ş. Liselerde okutulan türk dili ve edebiyatı kitaplarındaki deneme türünün incelenmesi, Teza Newşiyayî ya Lîsansa Bilind, Gazi Ünv. Ankara, 2007.
  • Bayezîdî, Mela Mehmûdê. Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, amd. Jan Dost, Nûbihar, Stembol, 2010,.
  • Bedirxan, Kamiran. Rabûn û Rûniştin, Kovara Hawarê, hej: 30, 1 Tîrmeh 1941.
  • Bozarslan, Şermîn. Ceribandinên Montaîgne, Kovara çira, hej.18. Sweden, Payîz 2000.
  • Îzolî. Ferheng: Kurdî-Tirkî / Tirkî-Kurdî, çapa heftan, Weşanên Deng, İstanbul, 2013.
  • Farqînî, Zana. Ferheng: Kurdî-Tirkî / Tirkî-Kurdî, çapa sêyem, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2010.
  • Findî, Reşîd. Elî Teremaxî Yekemîn Rêzimannivîs û Pexşannivîsê Kurd e, Bexdad, 1985.
  • Göktürk, Akşit. Denemeler-Francis Bacon, YKY, İstanbul, 1999.
  • Hekarî, E. Rehmî, Xewa Me, Jîn Haftalık Gazete, 7’ê Çirîya Paşîn 1918 (7 Kasım 1918).
  • Işık, Sever. Resmên Şevê, Kovara Nûbiharê, hej. 100, 2007.
  • Jiyan, Mihemed. Antolojiya Pexşanên Nûbiharê, Dîwan, Stenbol, 2012.
  • Kanar, Mehmet. Büyük Sözlük Farsça Türkçe, Birim Yayıncılık, İstanbul, 1998.
  • Qedrî Can, Gundê Nûava, Kovara Hawarê, hej. 2, 1 Hezîran 1932.
  • Shakely, Ferhad. Pexşana Kurdî ya Hunerî, Kovara Rôja Nû, j. 42, Swêd, 1995.

Çavkaniyên Online

  • http://fr.wikipedia.org/wiki/Essai dîroka jêgirtinê: 16.04.2015 / 11.33
  • http://ar.wikipedia.org/wiki/%D9%85%D9%82%D8%A7%D9%84%D8%A9_(%D8%A3%D8%AF%D8%A8) dîroka jêgirtinê: 16.04.2015 / 11.34
  • http://tdk.gov.tr/index.php?option=com_gts&arama=gts&guid=TDK.GTS.552f7c0316b4f9.88433439 dîroka jêgirtinê: 16.04.2015 / 11.46
  • http://www.kovarabir.com/category/weje/pexsan/ dîroka jêgirtinê: 16.04.2015 / 11.58
[1] Sosyal Bilimler Genç Akademisyenler Sempozyumu Bidiri Kitabı, Mardin, Şubat 2016, s.206-221.

[2] Arş. Gör. Mardin Artuklu Üniversitesi Türkiye’de Yaşayan Diller Enstitüsü Kürt Dili ve Kültürü Anabilim Dalı

e-mail: kenanenado@gmail.com

 

[3] Zana Farqînî, “Ferheng: Kurdî-Tirkî / Tirkî-Kurdî”, çapa sêyem, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2010, r.476.

[4] http://fr.wikipedia.org/wiki/Essai dîroka jêgirtinê: 16.04.2015 / 11.33

[5] http://ar.wikipedia.org/wiki/%D9%85%D9%82%D8%A7%D9%84%D8%A9_(%D8%A3%D8%AF%D8%A8) dîroka jêgirtinê: 16.04.2015 / 11.34

[6] Mehmet Kanar, “Büyük Sözlük Farsça Türkçe”, Birim Yayıncılık, İstanbul, 1998, r. 76.

[7] http://tdk.gov.tr/index.php?option=com_gts&arama=gts&guid=TDK.GTS.552f7c0316b4f9.88433439 dîroka jêgirtinê: 16.04.2015 / 11.46

[8] D. Îzolî “Ferheng: Kurdî-Tirkî / Tirkî-Kurdî”, çapa heftan, Weşanên Deng, İstanbul, 2013.

[9] Farqînî, h.b.

[10] http://www.kovarabir.com/category/weje/pexsan/  dîroka jêgirtinê: 16.04.2015 / 11.58

[11] Mihemed Jiyan, “Antolojiya Pexşanên Nûbiharê”, Dîwan, Stenbol, 2013, r. 11.

[12] Reşîd Fındî, “Elî Teremaxî Yekemîn Rêzimannivîs û Pexşannivîsê Kurd e”, 1985, Bexdad.

[13] Heger di vê navberê de hatibe nivîsîn jî ji ber ku heya niha nehatiye dîtin an jî çapkirin. Em 200 salî wek navberek dipejirînin. Lê heger siberoj nimûneyek bê dîtin helbet ev îdiaya han jî dê li gorî wê biguhere.

[14] Ev berhemana beriya ku ceribandina nû dest pê bike bi awayeke pexşanî hatine nivîsîn, Helbet di nava van de hin berhem jî hene ku meriv dikare di nav cureyê edebiyatê, “ceribandin”ê de bihesibîne. Ji bo mînak Adat û Rumûsatnameê Ekradiye dibe ku wek ceribandin jî bê pejirandin. Lêbelê gelek ji van berhemana ji aliyê şêwaz û şayesandina xwe ve ne berhemên edebî ne.

[15] Ferhad Shakely, “Pexşana Kurdî ya Hunerî”, Kovara Rôja Nû, j. 42, Swêd, 1995.

[16] Mihemed Jiyan di vê xebata xwe de cureyê ku em wek “ceribandin” bi nav dikin, wî wek “pexşan” bi nav kiriye.

[17] Mihemed Jiyan, h.b. r. 11-12.

[18]Ana Britanica B.7, 1987, r.115. Vgz. Bal, Ş. “Liselerde okutulan türk dili ve edebiyatı kitaplarındaki deneme türünün incelenmesi” Yüksek lisans tezi, Gazi Ünv. Ankara,2007

[19]Görsel Büyük Genel Kültür Ansiklopedisi 4, 1984, r.2538. Vgz. Bal, Ş.

[20] Jiyan, h.b. r. 13.

[21] Şermîn Bozarslan, “Ceribandinên Montaîgne”, APEC, Kovara çira, hej.18. Sweden, payîz 2000.

[22] Gürsel Aytaç. Denemeler Seçkisi, Gündoğan Yay. İstanbul, 1990.  r. 7. Vgz. Jiyan, h.b. r.15.

[23] Felsefe Tarihi, Descartes, İdea, 1997, r. 25. Vgz. Jiyan, h.b. r.16.

[24] Akşit Göktürk, “Denemeler-Francis Bacon”, YKY, İstanbul,1999, r. 18.

[25]Mela Mehmûdê Bayezîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, amd. Jan Dost, Nûbihar, Stenbol, 2010,  r. 55.

[26] Mela Mehmûdê Bayezîdî, h.b. r. 13-20.

[27] Ji qesda min a qonaxa yekem a modernîzmê serê sedsala 20em e. Di navbera salên 1898 û 1946an de ye. Destpêk û geşedana rojnamegerî û kovargeriya kurdî ye.

[28] E. Rehmî, “Xewa Me”, Jîn Haftalık Gazete, 7’ê Çirîya Paşîn 1918 (7 Kasım 1918).

[29] Qedrî Can, “Gundê Nûava”, Kovara Hawar, hej. 2, 1 Hizîran 1932.

[30] Kamiran Alî Bedirxan, “Rabûn û Rûniştin”, Kovara Hawar, hej: 30, 1 Tîrmeh 1941.

[31] Sever Işık, Resmên Şevê, Kovara Nûbihar, hej. 100. 2007.

 

Ji bo şandina gotaran: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !