DI EDEBIYATÊ/WÊJEYÊ DE HUNERA GOTINÊ -

DI EDEBIYATÊ/WÊJEYÊ DE HUNERA GOTINÊ – LOKMAN POLAT

Hunera gotinê helbest e, gotinên helbestkî ye. Helbest afirandinekî eqil e. Helbest ji hest û ruhê mirovî dertê. Her gotin xwedî wateyeke xwe ye. Mirov dikare di hevokeke helbestê de dewlemendiyeke hunerî ye bêpayan bibîne. Bandora gotin û hevokên helbestê gelek e û ji gotinên normal cudatir e.

Mesela yekî kor bibêje: “Ez kor im.” Ev gotineke normal e. Hevokeke hunerî nîn e. Rewşa normal a korekî diyar dike. Lê heger yekî kor bibêje: “Bihar tê, lê ez nabînim.” Ev hevok hem rewşa yê kor diyar dike û hem jî hevokeke hunerî ye, xîtabê hest û ruhê mirovî dike, li mirov tesîr dike.

Helbest afirandineke madî ye û yê helbestvan divê xwedî zanîneke kûr û berfireh be, bi kultur be, xwedî asoyeke fireh be. Haz, anku xweşiya ku helbest dide xwendevanan, xweşiyeke bi tehm û çêjin e, dil û ruhê xwendevan coş dike.

Hevokên helbestan rengîn û pirwate ne. Dema mirov bi çavên xwerû lê binêre, mirov dê fêm neke û ji mirov re bê wate tên. Nimûne ev hevok: “Her deng stran û ramûsan e.” Yên ku ji helbestê fam nekin, dikarin bibêjin “Ma deng çawa dibe stran û ramûsan?” Lê heger mirov ji helbestê fêm bike, ev “deng” dengekî sihrî ye, efsûnî ye, di hest û ruhê mirovî de dibe wekî stran û ramûsanê.

Naveroka hinek helbestan wisa fereh û dewlemend e, ku tê de evîn, dilêşî, xweşî, derd û kul, şadimanî, felsefe, realîteya civakî û netewî, şiûr û hişmendiya netewî, fikr û raman û herweha gelek tişt hene. Ji bo ku helbest hunereke pirwate ye, danasîna wê jî wisa bi hêsanî nayê kirin. Helbest şaxeke wêjeyê ye û hunereke bêpayan e. Wek şaxên wêjeyê yên din, di helbestê de jî, rastî û xeyal li hevdu diquncin. Rastiya madî û xeyalî ya ruhî di nav yek helbestê de dikarin li hevdu bên rapêçan.

Gelek helbestvanên navdar di helbestên xwe de behsa xwe, behsa evîna xwe kirine. Wan daxwazên xwe, xem û xeyalên xwe bi zimanekî helbestkî anîne zimên. Hinek helbestvan heger evîndar nebana, heger xeyalên wan yên kûr û berfireh tune bana, wanê çawa evîn û xeyalên xwe baniyana zimên?

Peyvên helbestan peyvên hilbijartî ne û di gelek peyvan de wateyên sihrî hene û ew nîşana sembolî ne. Hinek peyv bi sembola hinek tiştan in. Di berhema Ahmedê Xanî a nemir “Mem û Zîn” de Zîn sembol e, anku Kurdistan e . Tacdîn başî û qenciyê, Mîr zilm û dagirkeriyê sembolîze dike. Beko jî nimînendeyê fesadî û fitnê ye.

Helbestvan her gotinê, peyvê nagre nav helbesta xwe. Lê peyvê ku digre nav helbestê wisa bi cih dike, ku ew peyv dibe xwedî qîmet. Yanî a girîng nivîsîna peyvê nîn e, ew peyv li ku û bi çi şêweyî tê bicihkirin û bikaranîn.

Helbestvanê ku xeyalên wî/wê xurt bin, peyvên ku di nav hevokên helbestê de bi kar tînin, reng û ronahiyeke efsûnî didin helbestên wan. Helbestvan li gor daxwaza xwendevanan, li gor ku helbestên wan xweşa xwendevanan biçin, helbestê nanivîsin. Ew li gor hest û ruhê xwe, li gor xweşî û xweziya dilê xwe helbestên xwe dinivîsin. Loma jî helbestên wan dibe ku xweşa hinekan biçe û xweşa hinekan neçe. Mesela ez vê helbestê binivîsim:

”Negotina spehîbûna evînê

..Nîvco hêştina helbestê

…Bedewiya evînê

…..Hunera helbestê

……Ji holê ranake ”

 

Ji bo vê helbestê hinek xwendevan dikarin bibêjin: “Ev çi ye? Ma ev jî helbest e? Ev ji tiştekî re nabe.” Hinek xwendevan jî dikarin bibêjin: “Ev helbesteke gelek baş e, çarîneke bi wate ye, gotinên rasteqîniya jiyana evînî ye.”

Helbest melodî nîne. Lê ji ber helbestê melodiyên gelek xweş dikarin bên afirandin. Helbest stran nîne, lê ji ber helbestê stranên gelek xweş dikarin bên gotin. Helbet her helbest nabe stran, lê ji ber hinek helbestan stranên gelek baş û xweş têne pêkanîn.

Her helbestvan li gor xwe terzekî/stîleke wî/wê, şêweya nivîsîna wî/wê heye. Hinek helbestvan dikarin tiştên basît bi şêweyekî tevlihev pêşkêş bikin. Helbestên hinekan zelal e, yên hinekan rîşo ye. Hinek helbestvan wekî cambazên peyvan bi şêweyekî giran û tevlihev bi peyvan re dilîzin. Di helbestê de sivikî û giranî, zelalî û tevlihevî bi şêweyê helbestvên ve girêdayî ye û li gor teşeya nivîsîna wî/wê durvî digre. Reng û jîndariya helbestê bi şêweya nivîsîna helbestvên pêk tê. Helbestvan rastî û xeyalê şîrove dike, teswîr dike û dixe qalibekî. Reng, tehm û lezetê didiyê.

Hinek helbestvan hem di helbestê de û hem jî di nivîsîna roman û çîrokan de ji xwe re bi peyvan dilîzin. Bi riya peyvan şibandinên mecazî, tiştekî bi tiştekî din şîrove kirin, bi serê xwe hunerek e û ev huner hunera mejî ye, nîşana hişmendiyê ye. Helbet pêkanîna vî tiştî karê herkesî nîne.

Divê mirov tu carî ji helbestvanekî pirs neke û nebêje: “Tu çima helbestê dinivîsî?” Çawa ku mirov ji yekî pirs bike û bibêje: “Tu çima xwarin, vexwarinê dixwî?” Yan jî “Tu çima radikevî?” Pirsa “Tu çima helbestê dinivîsî?” jî dişibe van pirsan. Ji bo helbestvanekî helbestnivîsîn, wek pêwîstiya xwarin û razanê ye. Çawa ku dema xewa mirov bê, divê mirov raze û dema mirov tî û birçî bibe, divê xwarin û vexwarinê bixwe, dema ji helbestvan re xiyaset (îlham) bê, divê ew helbestê binivîse.

Mirov di pirtûkên helbestan de dibîne ku hinek helbest dirêj, hinek jî kin in. Helbet helbestên dirêj jî û yên kin jî li gor xwe xweş in. Di helbestên dirêj de temaya gelek tiştan heye, mijar berfireh e. Hebûna temayên curbecur helbestê dewlemend dike. Lê di helbestên kin de jî tema heye û kinbûna helbestê xweşbûna wê ji holê ranake. Hinek helbest, herwekî çarîn, ji çar rêzan pêk tên û gelek xweş in.

“Hewa û jîyana vî welatî

Li yên sirgûnkirî nayê

Ew roj bi roj difikirin

Bi hesreta welat dinalin”

 

Di vê çarîna ku min nivîsiye de temaya bêrîkirin û hesreta vegera welêt di dilê yên sirgûnkirî de heye. Di çarçeva vê temayê de mirov dikare helbestê dirêj jî bike û gelek çarînên din lê zêde bike. Lê kinbûna wê jê tiştekî kêm nake.

Kesên ku ji helbestê fêm nekin, dema di nav helbestekê de tiştên ku hevdu nagrin, anku nakokiyê dibînin, rexne dikin û wê helbestê dixin bin erdê, binpê dikin. Jiyan bê nakokî nabe. Nakokî nebe, civak pêşve naçe. Pêşveçûnên berbiçav ji encama nakokiyan derdikevin. Gelek nivîsên pexşan û malikên helbestan xweşî û dewlemendiya xwe ji nakokiyên heyî digrin. Tevlihevî û nakokiya di nav wan de rengekî cuda dide wan. Tu tiştek sedî sed bêkêmanî nîne. Di nav helbestê de hebûna nakokiyê nirxa wê danaxe jêr, hunera wê a heyî ji holê ranake. Di helbesta herî baş de jî misoger kêmanî heye. Helbet ev jî dîtinên min in, bîr û baweriyên min in. Dibe ku ev dîtin ji hinekan re gelek şaş bê.

Helbest yek cure nîne. Duriv û şemalên wê, şêwe û naverokên wê curbecur in. Hinek helbest bi kêş û rêzbend in, hinek serbest in. Helbesta lîrik, dramatîk, bi kêş û rêzbend, serbest, klasîk, modern û post-modern û herweha gelek şêwe helbest hene. Li cîhanê bi sedan, hezaran helbestên evînî, romantîk, sembolîk, avantgard, futurîst, kubîst, sembolîst, surrealîst û gelekên din hatine nivîsîn. Hunera helbestê tim pêşve diçe, xwe nû dike û bi duriv û teşeyên nû tê afirandin. Helbestvan neçar nîne ku xwe di nav durivekî de dîl bike. Ew li riyên nû, li durivên nû digere, xwe bi xwe re hunera xwe diguhirîne, pêşve dixe.

Di helbestê de hunera gotinê xwe bi haza (xweşiya) estetîkî dide nîşandan. Xweşiya estetîkî can û rih, reng û jîndariyê dide helbestê. Di helbestê de evîn, jin, jiyan, bajar, gund, çiya, kendal, newal, deşt û zozan, lawir, mirov, firandina çûkan, vebûna gulan, rêveçûna rê û dirban, rêwîtî û dîtina cih û welatan, xweşiya çiya, derya û xwezayê wisan tê wênekirin, ku mirov jê haz digre, xweşhal dibe.

Loma jî divê xwendevan pirtûkên helbestan bixwînin, jê haz bigrin û dilxweş bibin.

 

Ji bo şandina gotaran: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !