Jiyana Baba Tahirê Uryan (Hemedanî)

Baba Tahir yan Baba Tahirê Uryan yan jî Bawa Tayer (bi Kurdiya Başûr), hozan, helbestvan, fîlezof û derwêşekî Kurd bû ku bi sedsala 11em li bajarê Hemedan de dijî.

Naverok

  • 1 Naznav (Leqeb)
  • 2 Jiyan
  • 3 Helbestvanî (Honrawebêjî)
  • 4 Hindek Ji Helbestan
  • 5 Helbestên Tev-Kurdî
  • 6 Helsengandina Zimanê Çarîneyên Baba Tahîr Ligel Kurdî, Lûrî, Farsî
  • 7 Helsengandin Ligel Hewramî, Kirmanckî, Lûrî, Farsî
  • 8 Girêdanên derve

Naznav (Leqeb)

Naznav (leqeb)ê wî “Baba Tahirê Uryan” bû bi watey “Baba Tahirê Xwas”. Vî naznav nîşan û pajoya derwêş bûna vî ye.

Jiyan

Gelek agahdariyên li ser jîyana Baba Tahir negihiştine destê me û em bi ronakî nizanin ku bajarê ku wî di tê de ji dayik bûye kîjane (ango Baba Tahir gelê kîj bajarê Kurdistanê bû). Guman dibe girtûperê (derdorê) 1100 salan berê niha hatbûye cîhan. Di naznavê vî de Baba nîşana Yarisanîtî ye. Çimku Yarisanan ji mestirên xwe yên ayînî re dibêjin Baba, Bawa yan Pîr. Hindek serçaveyan dibêjin Serencam Name (pertoka ayînî ya Yarisanan) bi destê Baba Tahir hatîye nivîsîn. Baba Tahir bi salan li Hemedanê de dijî û mala wî ya herî dawî, ango gorgeha wî, di meydanek (bi navêMeydana Baba Tahir) de li bakûrê bajarê Hemedan e

Helbestvanî (Honrawebêjî)

Helbest û honraweyên Baba Tahir bêtir çarîne ne û wek stiranan dihat bi kar anîn. Îroje rojhelatzanan van helbestan girê didine Pehlewîkan. Bi dax ve heta îroj helbestên vî yên bi Kurdî wek helbestên bi Farsî,Lûrî yan têkilek ji Farsî, Lûrî û Kurdî hatine nas kirin. Bellam (lêbelê) bi rastî ev ne rast e çimku heta niha gelek helbestvan û hozanên Kurd, Azerî, Gîlek, Mazenî, hwd. bûne ku bi zimanê Farsî helbestvanî kirine bellam (lêbelê) heta niha hetan yek helbestvanê Fars jî nebûye ku helbest û honraweyên xwe têkil Kurdî bike yan hetan bi Kurdî honrawe bibêje. Heger em ji dîmeneke rasteqîn û resen binêrin em dikarin bi vê rasteqînê ve bigihêjin encamek ku Baba Tahirê Xwas tenê hozan Kurd bû ku heger dixwast bi Farsî honrawe bibêje, honraweyên xwe têkil Kurdîdikir!

Hindek Ji Helbestan

((Xûdawenda! kê bûşim ba kê bûşim?
Mije pirr eşkê xûnîn ta kê bûşim?
Hemem kez der biranin sû te ayim
To kem ez der biranî va kê bûşim?!))
Paçve:
Xwedê! bi kî bêjim, bi kî bêjim?
Mijang pirr hêstirên xwînî, ta kingê bêjim?
Demek ku mirov min ji der dixin, ez têm bi warê te
Heger tu jî min ji xwe der bixey, ez bi kî gazî bikim û bêjim?!
((Dilim ez derdê te daîm xemîn e
Be balîn xiştim û bester zemîn e
Hemîn cûrmim kê mû te dost dîrim
Zi her ket dost dire hal în e?!))
Paçve
Dilê min ji derdê te daîm xemgîn e
Ez ji jana evîna te hêjar bûme nivîna min zemîn e
Tenê guneha min ev e ku ez ji te hez dikim
Ji her kî re ku ji te hez bike wesa dikey bi rewş û hale wî?!
((Meger şîr û pelengî ey dil ey dil?
Be mû daîm bicengî ey dil ey dil
Eger destim fitî xûnit verîjim
Bivînim ta çi rengî ey dil ey dil!))
Paçve:
Meger tu şêr û pilingî ey dilo ey dilo?
Bi min re daîm bicengî ey dilo ey dilo
Eger bikevî destê min, xwîna te verijînim
Bibînim ka tu çi rengî ey dilo!
((Hezarit dil be ğaret borde vîşe
Hezaranit ciger xûn kerde vîşe
Hezaran dax vîş, ez vîşim eşmer
Henî neşmerde ez eşmerde vîş e!))
Paçve:
Te zêdetir (mişetir) ji hezaran dil be tarran (xaret) birin
Ji hezaran jî mişetir ciger te xwîn kirin
Hezaran dax zêdetir (mişetir), min zêdetir jî hejmart
Hêjî nejmartî ji ejmartî zêdetir in!
((Sîye bextim ke bextim sernigûn bî
Tûwe rûjim ke rûjim vajgûn bî
Şûdim xar û xesê kûhê mûhebbet
Zê destê dil ke ya reb ğerqi xûn bî!))
Paçve:
Ez reşbextim ku bextê min vajî bûye
Ez hêjarim ku rojgara min vajî bûye
Ez bûme poş û pilaxê çîyaya evînê
Gazî ji destê dil ku hêvî dikim dil di nav xwîn de bxindike! (Xwedê xenîmê dil bike!)
((Nigarîna dil û cumin te dîrî
Heme peyda û penhûnim te dîrî
Nedûnim mû ke î derd ez kê dîrim
Hemî zûnim ke dermûnim te dîrî))
Paçve:
Dilberê! (Nîgarê!), dil û gîyana min bi destên te ne
Hemî kar û barên min jî her wesa
Ez nizanim ku vî derda evînê ji ku ve hatîye nav min
Tenê dizanim ku dermanê vê derdê bi destê te ye
((Dilî nazûk be sane şîşe’em bî
Eger ahî kişim endîşe’em bî
Sirişkim ger bûwe xûnîn eceb nîst
Mû an darim ke der xûn rîşe’em bî!))
Paçve:
Dilê min mîna şûşe ye
Heger ez gazî bikim û ax bikîşim di nav dilê min de endêş û tirs e
Hêstirên min heger bûne xwînawî eceba nîye
Ez ew darim ku di nav xwîn de reh rîşe yên xwe hene!
((Ço mû yek sûte dil pervaneî ne
Cehan ra hemço mû dîvaneî ne
Heme marûn û mûrûn lane dîrin
Menê bîçare ra vîraneî ne!))
Paçve:
Wek min ti perperikê dil şewitî nîye
Di nav cîhan de dînîyekî wek min nîye
Hemî maran û moriyan hêlanên xwe hene
Lê ji minê hêjar re wêraneyek jî çine!

Helbestên Tev-Kurdî

Mamoste Rehmet Mucteba Mînewî li mûzeya Qonyayê de hindek parçe-honrawe û çarîne bi zimanekî kevnar peyda kiriye ku yên Baba Tahir in. Ev helbestan bi giştî bi zaravayekî Kurdî yê kevnar in ku îroj êdî nemaye. Lê vî zarava bi rastî pirdek e li nav ziman û zaravayên Kurdî û em dikarin bêjin ku Hewramî, Soranî û Kirmanckî girê didine yek. Parçeyek ji wan helbestan:

((Zaricem dî werayî mûrc edxwerd
Mûrcan du destî we Xweda derd
Negehan bamed an bazûdarî
Zariciş kûşt û mûran zaric edxwerd
Dallê ce Elwend kohan kerd perwaz
Baziş bikûşt û xûniş pak vaxwerd
Bamed neçîrevan derdîn û dayîn
Be wekdiş tîr û dall ej kar baderd
“Bişe neçîrevan destit û ça dest
Çi înet bedkere ej kar baderd”
“Be name neşê îne wed ke min kerd
Be min her an keran her wed ke min kerd!”))
Paçve:
Min kewek dît ku mûrî dixward
Mûran du destên xwe da ber Xwedê
Bêgav bazek hat
Kew kûşt û vêga mûran kew dixward
Şahînek (dalek) ji çîyayên Elwend firrî
Wî baz kûşt û xwîna wî jî vexward
Nêçîrvanê bêpîyare û rehm hat
Tîrek ji dal re da û wî kûşt
[Mûran got:] “Biçe nêçîrvan, destê te neyje!
Çimku te wî bedker kûşt
[Nêçîrvan got:] “Ev kar ku min kir nabe nîşana mezinahiya min
Bi min jî her we bikin ku min (ji dal re) kir!”

Helsengandina Zimanê Çarîneyên Baba Tahîr Ligel Kurdî, Lûrî, Farsî

WÛŞEYÊ BABA TAHİR KURDİYA BAŞÛR (KELHÛRÎ, GERRÛSÎ, LEKÎ, SORANÎ) KURDİYA BAKÛR (KURMANCÎ) LÛRÎ FARSÎ
ez, mû min, mi ez mo men
te to, tû, tûwe te to to
eşmerdin eşmardin, jimardin ejmartin şumurdên şêmorden
bûşim bûşim bêjim begom bêgûyem
dîr- dîr-, he-, hes- he- dar- dar-
dost dîrî dost dîrî hez dike dust dare dust dared
verîj- rij-, riş- verij- rîz- rîz-
vîn- wîn-, bîn- bîn- bîn- bîn-
sîye sîye, reş reş sîya sîyah
rûj rûj, roj roj rûz rûz
bîn bîn bûn bîdên bûden
zûn- zan- zan- dûn- dan-
bûwe bûwe, bîye bûye bîde bûde
ed- e(d)-, di- di- (mê-) mî-
mûran edxwerd mûran exwerd mûran dixward mûrçel (me)hûrden mûrçêha mîxordend
Xweda Xweda, Xwa Xwedê Xoda Xoda
dall dall şahîn oqab, şahîn oqab, şahîn
vaxwerd hellxwerd vexward hûrd aşamîd
neçîrevan neçîrewan/-van nêçîrvan şîkarger şêkarçî
ej, ce ej, je, le, de ji, je ê ez
wed wa, weha we, wesa îtûr angûnê
bişe biço biçe boro boro

Helsengandin Ligel Hewramî, Kirmanckî, Lûrî, Farsî

WÛŞEYÊ BABA TAHİR HEWRAMÎ KİRMANCKÎ LÛRÎ FARSÎ
ez, mû min, ez (kevnar) ez mo men
te tu to, ti, te to to
eşmerdin eşmerdey hûmar şumurdên şêmorden
zaric jereç zaranc kûk kebk
werayî werayî (çîyê) werdişî hûrak xorak
ce ce ci ê ez
verîj- rîj- riş- rîz- rîz-
vîn- wîn-, vîn- vîn- bîn- bîn-
bişe şo boro boro
îne-ş bikûşt ey ney kişt îne-ş kûşt î kûşt-êş în ra koşt-eş

—————————————————————————————————

Lê Binêre

Enwer Yilmaz

Jiyana Enwer Yilmaz

Kedkarê Kirdkî Enwer Yilmaz serra 1980 de Dîyarbekir de ameyo dinya. Bi eslê qezaya Çewlîgî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !