Jiyana Elî Herîrî

Elî Herîrî (anku, ‘Elî HerîrîE’lî Herîrî yan Elî Termaxî (1009/10-1077/78) nivîskarekî klasîk ê kurd e. Li gor rojhilatnas û kurdologê rus Alexander Jaba Elî Herîrî di sala 400’î ya koçî (1009/1010’ê zayînê) de li gundê Herîrê ku girêdayî Şemdînanê ji dayik bûye. Li gor Jaba Elî Herîrî yek ji kevintirîn helbestvanên kurdî ye. Elî Herîrî bêgoman yek ji helbestvanên pêşî yêkurmancî ye. Dîsa li gor heman jêderê Elî Herîrî di sala 470’yî ya hicrî de (ku teqabilî 1070’yê zayînî dike) rehma xwedê kiriye.

Dîsa wisa diyar e ku lêkolînên rojhilatnasa ferensewî Joyce Blau tekûztir in. Li gor Alexander Jaba Elî Herîrî sala 1425’an ji dayik bûye û sala 1495’an jî çûye ser dilovaniya xwe.Dîwana wî li Kurdistanê tê nasîn. Hinek helbestên Elî Herîrî ji aliyê rojhilatnasê alman Albert Sosin û rojhilatnasê sovyetî M.B. Rudenko ve hatin weşandin. Va ye beşek ji helbesteke Elî Herîrî:

Xelqno, werin bibînin
Çi husneke bi kemale
Heyran ji dil bibînin
Ji sene’ zewal Celale.(zülcelale)

— Elî Herîrî

Sene’ Xwedê ku danî
Sifhe ji nûrê danaye
Enber li ser kêşaye
Enber xet di xale.

— Elî Herîrî

Ji Klasîkên Me Perçeyek ji meqele “Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Bedirxan:

Di nav şahirên kurdmanc de yên ko piştî islamiyetê rabûne û bi kurdmancî nivîsandine; ê pêşîn Elî Herîrî ye. (Xwedê rehmeta xwe lê erzan bike û heke di ser bihuştê re bihuşteke din, bihuşteke bijarte heye cih û meqamê wî tê de çêke). Li gora ko me bihîstiye gundê wî Herîr di welatê Soran de ye û Elî bi xwe sorî ye. Lê Melayê Jaba dibêje ko Herîr di welatê Şemdînan de ye. Me bi xwe tu esera wî ne dîtiye. Dibêjin ko dîwana wî heye. Melayê Jaba der heqê Elî Herîrî dibêje: »Şahirê berê Elî Herîrî ye. Dîwançeyek heye, şihir û qesayid. Herîr jî gundek e, di cihê û nehya Şemzdînan, di sencaxa hekariyan de, û şihir û ebyatê di wî jî di nêv Kurdistanê qewî zêde meşhûr û marûf e. Texmîna ko di tarîxa çar sedê hicretê de peyda bûye û di çar sed û heftê û yekê de merhûm bûye û di nav Herîrê de medfûn e. (Celadet Bedirxan)

Angaşteke din

Li gor hin çavkaniyan jî wî Elî Teremaxî ye û ji gundê Teremaxê, ji qeza Miksê rabûye û ji bo xwendinê çûye heta Bexdayê. Elî di medresên Bexda, Mûsil, Behdînan û Soran de xwendiye û di nav alimên heyama xwe de bûye zanayekî serdeste. Eliyê Teremaxî piştî ku vegeriya welatê xwe di gundê xwe de medreseyek ava kiriye û bi zimanê kurmancî kitêbeke tefsîrê jî nivîsiye û dersa feqehên xwe bi Kurmancî gotiye.

Abdusamet Yigit, bi navê Êlî Herîrî pirtûkek li ser Êlî Herîrî û Jîyane wî nivîsandiye.

Çavkanî:

  1.  Qanatê Kurdo (1983). Tarîxa Edebiyata Kurdî 1. Stockholm.
  • Blau, Joys; Die Wissenschaft von der kurdischen Sprache. In: Kurden Azadi, Freiheit in den Bergen, Schallaburg 1992
  • Balî, Awe; Antolojiya Helbestvanên Kurd, Istanbul 1992
  • Kurdo, Qanatê; tarîxa edebyata kurdî I, Stockholm 1983
  • Kurdo, Qanatê; tarîxa edebyata kurdî II, Stockholm 1985
  • Zinar, Zeynelabidin Nimune, Stockholm 1991

Lê Binêre

Enwer Yilmaz

Jiyana Enwer Yilmaz

Kedkarê Kirdkî Enwer Yilmaz serra 1980 de Dîyarbekir de ameyo dinya. Bi eslê qezaya Çewlîgî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !