Cegerxwîn

Jiyan û Berhemên Cegerxwîn / Fuat Akpinar

Hostayê edebyata kurdî Seydayê Cigerxwîn ê mezin, îsal dibe sed salî. Cigerxwîn di edebyata kurdî de pir roleke mezin dilîze. Wî di jiyana xweda gelek berhem, afrandin û eserên giranbuha ji gelê kurd re bi cih hîştiye. Cigerxwîn di jiyana xwe de li ser her tiştî nivîsiye. Ez bawer im tiştên Cigerxwîn di jiyana xwe de dîtiye û bihîstiye dê ku ne nivîsiye tune ye. Li ser aştî, azadî, dostanî, wekhevî, welatparêzî û biratî, li ser jiyanê, li ser tekoşînê, li ser bindestiya gelê kurd, li ser beg û axayên li Kurdistanê ku gelê me paşverû hîştine, li ser karker û cotkaran, li ser şaîr û hozanê kurdan, li ser dewlemendên bêasil, li ser cografiya Kurdistanê, li ser dîroka Kurdistanê, li ser çiya û banî, zinar, daristan û gulên Kurdistanê, li ser zimanê kurdî û dewlemendiya zimanî kurdî û hînbûna zimanê kurdî, li ser folklor û stranên kurdî, li ser yekîtiya kurdan, li ser evînê û li ser têkoşîna gelên bindest di cîhanê de jî gelek şîr û helbest nivîsine. Cigerxwîn di hinek helbestên xwe de pir nerm e, bi hesret û keder e, di hinek helbestên xwe de bi gazinc û hawar e, di hin helbestên xwe de bi derd, kul, keder, ax û zar e û di hin helbestên xwe de jî pir bi hêrs e û sitemkar e.

Ew bi nermiya xwe, bi hesret û kedera xwe, bi gazî û hawarên xwe, bi derd, kul, kered, ax û zarên xwe, bi hêrs û sitemkariya xwe, her dem bi gelê xwe re bûye. Cigerxwîn li her çar parçeyên Kurdîsanê geriyaye û di têkoşîna gelê me de her dem bi wan re bûye û bi helbest û afrandinên xwe kêşeya gelê me aniye ziman. Bi rastî ne hedê min e ku ez hostayê mezin Cigerxwîn binirxînim. Lê ji ber ku îsal sedsaliya Cigerxwîn e, dixwazim çend helbestên Cigerxwîn bidim nasîn û bi vî awayî Cigerxwînê mezin bi bîr bînim û serê xwe li ber wî bitewînim. Ez pir serfiraz û sebilind im ku min di hebûna Cigerxwîn de di sala 1981’î de li bajarê Bremena Almanya di şahiya NEWROZÊ de ew dît û destê wî maçî kir. Cigerxwîn di sala 1984’an roja bîs û dudiyê meha dehan de (22,10,1984) li Swêdê çû ser dilovaniya xwe. Lê ewê di dil û jiyana gelê me de wekî deryayekê wekî hozanekî heta hetayê bimîne. Mirov nikare Cigerxwîn bi çend gotin û meqaleyan bîne ziman. Bi rastî divê di pêşrojê de li ser jiyan û hemû helbest, afrandin û nivîsên Cigerxwîn kar û xebateke pir berfireh û akademîk bê çêkirin da ku gelê me û zarokên me xezîneya ku Cigerxwîn ji me re bi cih hîştiye baştir nas bikin. Cigerxwîn di helbesteke xwe de jiyana xwe bi kurtasî dide naskirin û wiha dibêje:

Sala hezar û nehsed û sê ez hatime dinyayê,

Bi navê siltan Şêxmûs ez çêbûme ji dayê.

 

Heta bûm sêzde salî li gundê me’y Hesarê,

Jina xwe min diborand paşê ji wê me da rê.

 

Bavê min ê rîsipî xwedî mirov û rûmet,

Ne mirovekî malgenî bi namûs û bi xîret.

 

Ji tengasî, neçarî me ew gundê xwe berda,

Hatin Amûda rengîn bavê min zû emir da.

 

Diya min a belengaz pêncî salî dilovan,

Salek piştî bavê min ew jî li wî bû mêvan

(Ji Dîwana Yekem r. 261)

 

Hesar gundekî Mêrdînê ye. Ji dest feqîriyê malbata Cigerxwîn ji wê derê tên Amûdê Kurdistana Suriyê û demekê şûn de bavê wî û dayîka wî diçin ser heqiya xwe. Navê Cigerxwîn Şêxmûs e, navê bavê Cigerxwîn Hesen e, Hesen kurê Mihemed, Mihemed kurê Mehmûd, Mehmûd jî kurê Elî ye. Elî jî nav Qurtelan ji gundê Pêkendê hatiye nav dekşûriyên gundê Hesarê. Cigerxwîn zarotiya xwe li cem xwîşka xwe Asiyayê maye û îdareya xwe bi şivantî û cotkariyê kiriye û her wiha jî jiyana xwe berdewam kiriye. Cigerxwîn li Amûdê ji 18 saliya xwe şûn de li cem meleyan dest bi xwendina olî (dînî) dike. Di medreseyan de gelek tiştan hîn dibe û şûn de bi eserên Ehmedê Xanî û Melayên Cizirî mijûl dibe û pêre dest bi nivîsandina helbestan dike û meletî jî li gundekî Kurdistana Suryê dike. Cigerxwîn bona yekîtiya kurdan wiha dibêje:

Gelî kurdan ji xew rabin werin carek temaşa kin;

Yekitî qenc e, pir baş e, di Kurdistanê peydakin.

(Ji Dîwana Yekem r. 46)

Cigerxwîn di helbestek xwe de der heqê zimanê kurdî û qîmeta zimanê kurdî de wiha dibêje:

Vejêne zimanê xwe ey xwendevan,

Nebûye milet hîç kesek bê ziman

 

Zimanê me xoş û xeroş û ciwan

Eger baş bizanî tu nakî ziyan

 

Tu kurmanciya xwe ji bîr nekî

Eger baş nizanî divê zêdekî

 

Elîfba û dîwan û ristan bixwîn

Heta ko wekî min nebî dil bi xwîn

 

Binêre zimanê te çend dewlemend

Li bajêr, tu carek xwe bighêne gund

 

Bibêhne çi şêrîne ev reng ziman

Çi payebilind û çi rûmetgiran

 

Bi pirsê xwe nazik, bi dengan sivik

Ne pirsek biyanî bî nabî girik

 

Tu paqijke zarê xwe şêrîn bike

Bi kurdî tu baxêv û qêrîn bike

(Ji Dîwana Zend-Avista r. 79)

 

Cigerxwîn di helbestek xwe de, bi gazî û hawar e û wiha dibêje:

Heval, ez bilûrvanim

Dengê saza hozanim

Ji we ez dilgiranim

                 Ez nizanim çi bêjim

Ez daxwaza Xanî me

Rewşa neqşê Manî me

Di ristê de kanî me

Ez nizanim çi bêjim

Arê dilê Cizirî

Tava tora Herîrî

Ez nûjenim bi pirî

Ez nizanim çibêjim

Nakin dengê saza min

Guh nadin awaza min

Yan nizanin raza min

Ez nizanim çibêjim

(Ji Ronak Dîwana 4’a r. 28)

 

Cigerxwîn di helbestek xwe ya pir dirêj de qala qelsî, qelaşî û hovîtiya dijmin dike û wiha dibêje:

Bibin weke saziman

Emê çêkin Kurdistan !

Lê ev xapên eşera

Nakevin serê kera

Şah jî dostê Barzanî

Lê Barzanî pê zanî ;

Şeş milyon kurd li Îran

Winda dibin bê ziman

Şah serbestî nadî wan

Nadî me çekên giran

Ko em dijmin bişkênin

Welat tevî bistênin

Kurdên xwe nakî milet

Çawa me bikî dewlet !

Dijmin hemî wilo ne

Elo ne, yan Silo ne

                                   Hemî divên xwîna me

                                   Kesek navê jîna me

                                               Divên ko me veşêrin

                                                           Di nav xwe de bihêrin

                                   Navê me tev guhertin ;                                Da bibêjin ne kurdin

                                                           Lê bizane, ey neyar !

                                                           Zivistan çû, tê bihar

Ew giyayê bin kevir

Şîn tê rojek diçî der

                 Bijîn kurd û Kurdistan !

                 Nema dibin kolistan !

(Ji Ronak Dîwana 4’a r. 80)

 

Cigerxwîn di helbestên xwe de li ser evînê jî wiha dibêje:

Pir xweşe pir xweş

Ev dinya pir xweşe

Yar pal daye ser min

Rû wek gula geşe

Lêv ji gulên sorîn

      Maçan pev digorin

                 Lêvên hev dimijin

                             Tîna dil dikujin

(Ji Ronak Dîwana 4’a r. 132)

                                   Evîn wekî saza dile

                                   Nalîn û awaza dile

                                   Xweş vîn û daxwaza dile

                                                           Ahî ji destê te evîn

(Ji Ronak Dîwana 4’a r. 158)

Mebê na, nazenîna min

Were ey lêv şirîna min

Li min xweş ke birîna min

(Ji Dîwana sisiyan r. 235)

Gelek helbestên Cigerxwîn li ser jinên kurd û qehremaniya jinên kurd hene û ji wan helbesta bi nav û deng a Leyla Qasim e. Leyla Qasim keçeke kurd e û ji başûrê Kurdistanê di sala 1952’yan de hatiye dinê. Wê bi têkoşîna xwe ya bi qehremanî ya li dijî rejima Iraqê di dilê gelê me de cihekî pir bilind girtiye û bûye sembola canfîdayiya keç û jinên Kurdistanê. Leyla Qasim ji aliyê rejîma Bexdayê ve di 12.05.1974 hat xeniqandin. Cigerxwîn ji bo Leyla Qasimê wiha dibêje:

Şêr, Şêre, mêr yan jine

Nîşan bi dest, Leyla mine

Polaye dil wek asine

Leyla kiye ?

Leyla jine.

Leyla mine

Leyla mine…

Leyla mine, Leyla welêt

Wê dil li min kir ar û pêt

Mizgî li kurd roja me têt

Dijmin ji tirsan maye şêt

Leyla kiye ?

Leyla jine.

Leyla mine

Leyla mine…

Stêr ji ezman hate xwar

Zer bûn li min bax û bihar

Rabin ji xew ey xwendewar !

Tev mêr û jin bibne şiyar

Leyla kiye ?

Leyla jine.

Leyla mine

Leyla mine…

 

Helbestek Cigerxwîn bi navê Qadî Mihemed pir bi nav û deng e. ORDÎXANÊ CELÎL di pêşgitina xwe ya bona Dîwana 7’an HÊVÎ de ji bo vê helbestê wiha dibêje: “Cigerxwîn helbesteke xwe pêşkêşî bîranîna serokê şorişa Kurdistana Îranê Qazî Mihemed kir”:

”Xakî Kurdistan bi qurban, pir ciwan û paqijî,

Xwîn rijandin pir kurê te wa li her alî rijî,

Miletê kurd ta ko saxe ew ji vê rê nagerî,

Aferî, aferî,

Qadî Mihemed aferî”.

 

CASIMÊ CELÎL di pêşgotina xwe ya bona Dîwana 6’an ŞEFAQ Cigerxwîn bi vî awayî dinirxîne: “Navê Cegerxwîn, navê hostê xebera, xudanê lewzê şîrin li herçarterefê Kurdistanê, ji rohilatê girtî hetanî roavaê, ji şimalê hetanî canûbê nava xwendevanên kurdad xweş eyane. Şîerêd wî bûne stran û nava cimetê digerin. Xort û qîzê kurdaye nû bişkivî nivîsarê şayîr bi devkî hîn dikin, bîr û bawariya xwe, miletperwariya xwe bi wan şiêra tam dikin û bi xwe jî dibin ceger bi xwîn. Tune civînek yan jî êvarîk, li ku şiêrêd hilbestvanê kurdayî nav û deng neêne xwendinê.”

 

CELADET ALÎ-BEDIRXAN di pêşgitana xwe ya bona Dîwana Yekem ji bo Cigerxwîn wiha dibêje: “Seyda ji şûrê ji kalên kişandi bû, bera pûl û latên întiqadên batil û xurafeyan dida, şerê neyarê hundir dikir, li kurmên darê li kurmên ko dar dixwarin digeriya. Ew kurmên ko seydayê Xanî berî sê sed salî pêş me kirine”.

 

QEDRÎ CAN di pêşgitana xwe ya bona Dîwana Yekem ji bo Cigerxwîn wiha dibêje: “Qîmeta şehrên wî a mezin jî ev e, bi rûhekî nû ajotiye ser fikrên kevnare û bi zmanek şêrîn û şe’bî tewş bûn û zerara wan nîşan kiriye”.

 

OSMAN SEBRÎ di pêşgitana xwe ya bona Dîwana Duyem SEWRA AZADÎ ji bo Cigerxwîn wiha dibêje: “Cegerxwîn di kurdîtiya xwe de î rast û durust e. Ewçend rast û durust ku, di riya welat û welatiyên xwe de singa xwe ji zîvarî û belangaziyê re vekiriye”

 

HAMDÎ DERWÊŞ di pêşgitana xwe ya bona Dîwana Sêyem KÎME EZ ji bo Cigerxwîn wiha dibêje: “Cigerxwîn bi rast û xebata xwe, xwest rengekî gelêr (şa’bî) bidê tevgera kurd, û bivî awayî ban temamên qorên (tebeqên) millet kir, da ko bi hevre bi yek destî rabin û welatê xwe rizgar bikin”.

 

Helbestek Cigerxwîn ku pir bala min kişandiye, ev helbest, rexne ye û her dem munasibê rojevê ye jî. Cigerxwîn di vê helbesta xwe de KOMA MILETA (UNO) (Neteweyên Yekbûyî) rexne dike û gilî û gazinên xwe arasteyî wan dike. Heta ku Neteweyê Yekbûyî ‘NY’ (Koma Miletan) kêşeya gelê kurd hilnede rojeva xwe û jê re çareseriyekê nebîne, divê ev helbest her dem bê gotin.

KOMA MİLETA

Welatê kurda tev xêr û bêr e,

Hemî maden e tev ziv û zêr e,

Lê çi bikim îro maye j’xelkê re.

 

Welatê kurdan hemî çîmen e,

Egîd û şêr û piling tê hene,

Hemî haval û pismamên me ne.

 

Pêş li dinyê du dewlet hebûn,

Yek jê Faris bû, ew em bi xwe bûn,

Tirk û tazî û ecem tune bûn.

 

Em ne tazî ne, ne tirk û rom in,

Xwedan paşan e, leşker û kom in.

Îro wêran in bin destê bûm in.

 

Xelkê em kuştin avêtin çeman,

Begler û paşa di nav me ne man,

Koma miletan eman û eman.

 

Koma miletan ma qey tu ker î,

Çavê te kor e tû l’ me nanerî,

Yaxûd dijmin î, tu j me nagerî.

 

Koma miletan hûn polperest in,

Der heqê me de hun qewî sist in,

Dijmin bi dostî em îro xistin.

 

Gunhê me çi ye bo çi dey nakî,

Pirsê ji halê me kurdan nakî,

Em kêm ketine tû me ranakî.

 

Ev ne huryet e, kotek û zor e,

Lê hun dizanin dinya bi dor e,

Çerxek li jêr e çerxek li jor e.

 

Xewa me nayê, em qet ranazin,

Em ji we dikin hêvî û gazin,

Em jî heqê xwe her dem dixwazin.

 

Te em xapandin civata rengîn,

Ji destê te em giş bûne xemgîn,

Ne ez bi tenê tev bûn Cegerxwîn.

(Ji Dîwana Yekan r. 125)

 

PROF. Û ZIMANZAN QANATÊ KURDO (Bi kurtasî li ser jiyîna Qanatê Kurdo divê çend gotinan bibêjim da ku xwendevan jî baş bizanin ku Qanatê Kurdo kî ye. Ji ber ku ezê di pêşerojê de bi firehî li ser Qanatê Kurdo bisekinim. Ez naxwezim di vê gotarê de pir bi dirêjî li ser jiyan û afrandinên wî binîvîsim. Qanatê Kurdo bi xwe ji hêla Qersê, gundê Sûsizê hatiye dinê. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de malbata wî, mala xwe ji ber şer bar dikin û diçin Ermenistanê. Malbata Qanatê Kurdo bi xwe kurdên êzîdî ne. Ew li Ermenistanê dixwîne û di sala 1928’an de ji bo xwendina xwe ya bilind diçe Lenîngradê û xwendina xwe li wir diqedîne. Ew dibe Prof. û zimanzan. Ji edebyata kurdî re gelek xizmetên giranbuha û delal dike û di sala 1985’an de diçe ser dilovaniya Xwedê. Eser û berhemên Qanatê Kurdo ev in: 1. Gramatîka Zimanê Kurdî 2. Zimanê Kurdî 3. Gramatîka Zimanê Kurdî ser qinyatên Kurmancî û Soranî 4. Tarîxa Edebyata Kurdî 5. Ferhenga Rûsî Kurmancî (35 hezar kelîme) û Ferhenga Rûsî Soranî (30 hezar kelîme) û yên din.) di pêşgotina DÎWANA Cigerxwîn a 5’an de, Cigerxwîn, şîir û helbestên wî, bi zimanekî pir baş, ilmî û delal dide naskirin. Ev DÎWAN di sala 1981’î de li STOKHOLM’ê di nav weşanên “ROJA NÛ” de hatiye weşandin. Qanatê Kurdo bi zimanê xwe yê delal der heqê Cigerxwîn de di pêşgotina xwe ya 29 rûpel’î de wiha dibêje:

 

“Cegerxûn bi reng û rûyê xweva, bi nivîsarên xweva wek teht û kelemên serê çiyayên Kurdistanê here bilinde;sedan sed sal hatine, çûne û bihirîne, lê ew teht, ew kelem li ciyê xweda bi tîk, qaym û berk mane, Cîgerxûn jî li hunerweriya xweda, li bîr û bawara xweda bi qaym serbilin û serfiraz maye û li riya xweda her diçe û diçe.”

”Cegerxûn bi rewşa xweva, bi efrandinê xweva, bi ramana xweva behra bê berî û bê biniye, gelek girane meriv noqî wê behrê be û binaznbe çi di behrêda heye. Bona wê yekê divêt meriv noqvanê zana be û pispor be”

 

”Lê sed car heyf niha zanyarên lîteratûra kurdî tunene, lê ez bawar dikim, ku li paşwextiyê zanyarên wusa ji nav neteweyê kurd derekevin, mujûlî wan pirsan bibin; kî dizane, dibe wextekê li Kurdistana serbixweda înstîtuta lêgerîna lîteratûra kurdî bê naskirinê bi navê Cegerxûn û di wê înstîtûtêda bi pilanî mijûlî efrandinê wî bibin. Layqe jî bê sazkirinê û zanyarên kurd bixebitin nek bi tenê li ser lêgerîna şêr û helbestên wî, lê wusan jî li ser nivîsarên wî derheq zimanê kurdî (li ser ferhenga wî kurdî û destûra wî ya zimanê kurdî û yên din). Bi fikir û ramana min efrandinên Cegerxûn bi temamî bi naverokên xweva, bi hunurê nivîsarêva, bi bedewiya nivîsandina xweva ji nivîsarên gelek şayîrên dinyayê bi navdar, şûreşgir û demoqratên niha danaxwe. Eger şêr û helbestên Cegerxûn bihatan wergerandinê ser rûsî, înglîsî, fransî û almanî, dinyayê pê bihesiya û bigota eva giliyan rastin, neteweyê kurd dikare xwe bextewar hesab bike, ku şayîrekî wusan mezin, pêşkevtî, demoqirat û înternasîonalîst ji nav sîng û berê Kurdistanê derketiye û, helbet, neteweyê kurd dikare bi navê Cegerxûn ferîx û kubar be.”

 

”Her şêreke Cegerxûn, her helbesteke her çar dîwanên Cegerxûn ji nav dil û hinavê wî, ji kuraniya dilê wî, ji hiş û aqilê wî gihîştî û safî û ji behra zanîna wî hatine gotin û nivîsandinê”

 

Min ev gotin ji nav pêşgotina QANATÊ KURDO hilbijart. Lê ez dixwazim vê pêşgotinê bi tevahî ji we xwendevanên hêja re bidim nas kirin ji ber ku gotinên QANATÊ KURDO pir bi zanîn û bi ilmî ne.

 

“Meha avgûstê sala 1980 ji Stokholmê serwerên kovara kurdî ”Roja Nu” dîwana çaran ya şaîrê me ezîz Cegerxûn ji minra şandibû, ku ez pêşgotinê bo wê binivîsim. Serwerên wê kovarê nivisîbûn: ”Em û mamosta Cegerxûn li wê ramanê bûne yek, wekî di destpêka vê pertokêda pêşgotina te mamosteyê mezin hebe.

 

Em hîvîdarin, ku tu ji mera ser vê efrandinê bîr û bawariya xwe ango dîtina mîna pêşgotinekê bi rê kî”

 

Gelî heval û hevkarên delal !

 

Berê pêşîn ez gelekî şad bûm, ku şervan û têkûşerên kurdan li Evropa hene, teşkîl û sazmanên wan hene, ku ew bi pirsên rewşenbîrkirina neteweyê xweva mijûl dibin, dixwezin dîwana Cegerxûn bona xebatkar û tekûşerên îş û karên ronahiyê çap bikin. Ez gelekî şame, ku we ramana xwe kiriye yek, ku ez bîr û baweriya xwe mîna pêşgotinê li ser wê dîwanê binivîsim. Ew sipartin bextewarîke mezine, li jiyîna xweda ez gihîştime wê rojê, ku bi xwestina we dikarim şixulekî bi xêr û hêja bikim bona neteweyê xwe.

 

Spartina we li ser çava qebûl dikim, lê divêt hûn bizanin, ku nivîsandina pêşgotinê bona dîwana şayîrê meyî mezin û hezkirî Cegerxûn ne tiştekî hêsaye. Bona vî karî, bona vî şixûlî divêt meriv li hemû pirsanda zana, hozan û pisporbe, bi zanîna xweva çend seriyan li Cegerxûnra be; ez xwe hesab nakim merivê wusan û bi fikira min pêwiste bêjim, ku heta niha sed car heyf, ku li bav netewiyê meyî bindestda merivên wusa tunene; bi rastî gotî, dibe hebin, lê min navê wan ne bihistiye, eger hebûna, minê xwe bextewar hesibbikira û ji kovara ”Roja Nu” ra binivîsiya, ku nivîsandina wê pêşgotinê bona dîwana Cegerxûn bispêrne wî. Lê niha herçend serwerên wê kovarê pêra layq dîtîne, ji minra nivîsiye, ku ez ”pêşgotinê ango dîtona xwe mîna pêşgotinê” binivîsim, ez mecbûtim wê xwestinê biqedînim, bînime serî.

 

Cegerxûn bi reng û rûyê xweva, bi nivîsarên xweva wek teht û kelemên serê çiyayên Kurdistanê here bilinde;sedan sed sal hatine, çûne û bihirîne, lê ew teht, ew kelem li ciyê xweda bi tîk, qaym û berk mane, Cîgerxûn jî li hunerweriya xweda, li bîr û bawara xweda bi qaym serbilin û serfiraz maye û li riya xweda her diçe û diçe.

 

Di jiyîna Cegerxûnda li nav her çar parên Kurdistanêda gelek rojên giran qewimîne, li jiyîna xelkê kurdda gelek caran bûye reşbayî, bobelîsk, tofan û baran, lê teht û kelemên serê çiyayên Kurdistana dabeşkirî li ciyê xweda mane, ne leqiyane; Cîgerxûn jî mîna wan teht û keleman li ser bîr û bawara xweda bi qaym, berk rawestaye, ji ciyê xwe çep û rast ne leqiyaye, ne hejiyaye, raste-rast li riya xweda ber bi merem û hebesta xwe diçe û wê here; ew bûye dengbêj û borîjenê serbestiy û azadkirina neteweyê kurd, ev bû û eve armancan jiyîna wî mêrî. Li dor û berê çiyayên kurdan, li deşt û bestên Kurdistanê xûnavîda xelqê kurd toximê kurdewerî û wetenperweriyê reşandiye. Li tarîx û dîroka kurdanda gelek û gelek zeftkar hatine, ku rabine ser wan teht û kelemên serê çiyayên welatê kurdan, xwestine kurdan qir bikin, li nav xweda pûç bikin, bihelînin, lê nikaribûne û nikarin bikin. Ji rijhilat, ji rojava, ji jor (bakûr) ji jêr (başûr) gelek û gelek caran dijminan li ser kurd û Kurdistanêda girtine, gelek caran mêrkuj û xûnrêjên mîna Cîngîsxan, Ayatola û mayatola kurd û Kurdistan kirine nav agir û alavan, talan û tajan kirine, sotine, kuştine, lê nikaribûne reha kurdan ji binîva biqurçinînin, nikaribûne û nikarin, çimkî gelek mêrên mîna Cîgerxûn ji nav sîng û berên çiyayên Kurdistanê ji paşila jinên kurd yên delale xûnşîrin û binge û binejiya kurdan derketine, rabûne û ala kurdeweriyê û kurdperweriyê, ala azadkirina kurd û Kurdistanê girtine destê xwe, serwerî û rêbirî li şerê serxebûna neteweyê xwe kirine. Navê gelek mêrxas, şerkeran û qeremanen li tarixa kurdanda, xasima li sedsaliyên nozda û bîstanda, aşkeraye. Wana jî toximê azadkirina kurd û Kurdistanê reşandiye, her sal li dû hev ew toxim li nav deşt, mêrg û newal û bestên welatê kurdan hêşîn dibin, digihîjin, li nav wanda gelek kulîlk, gul dibişkivin û dilê keç û xortên kurd şa dikin û pêra tînne bîra wan, ku ew gul, ew kulîlk bi xûna mêrxasên meydanê şerê serxebûna neteweyê kurd avreşan bûne, gihîştine û bihar-bihar her sal dil canê qîz û xortên kurd qal dikin û ew hazir dibin bona rojên oxirmê giran, bona roja xîret û namûsê.

 

Miletê kurd bi navê mêrxas û qeremanên şerê serxebûna welatê xwe fexîr û kubar dibe, nek bi tenê bona wê yekê, ku li tarîxêda ew mêrxas û ew qereman bi çek û sîlahanva rabûne, derketine meydana şerê azadkirina miletê xwe, lê wusan jî wana mala xwe, canê xwe û ruhê xwe terxan kirine bo xatirê serxwebûna kurdan, bo xatirê azadiya wan. Miletê kurd wusan jî bi navê şayîr û helbestvanên xwe fexir û kubar dibe, ew qedir û qîmetê wan dizane, bi navê wan serbilinde, çimkî ew şayîr, ew helbestvan ji ber pêş û paşila jinên kurd yên jîr û êgin û zîrek derketine, ji nav şaxên Kurdistanê rabûne, derketine meydana şer, li rex qeremanê çekdar wek teht û kelemên serê çiyan bi şêranî ala rengê sor, kesk û sipî girtine destê xwe, şer kirine, mala xwe, ruhê xwe, canê xwe terxan kirine bo xatirê azadkirina neteweyê xwe, welatê xwe.

 

Çaxê ez navê şayîrên kurdan, navê helbestvanên kurdan tînim bîra xwe, herdem navê hezkerê me, şayîrê me mezin û hêja Cegerxûn tê ser lêvên min, li hiş û serê minda rûniştiye, ku ewî jî mala xwe, ruhê xwe û canê xwe terxan kiriye bo serbestî û serxwebûna kurdan; dibe raste, ez bêjim li sedsaliya meda şayîr û helbestvanê kurdên kurmanc yê herî mezin bi fikir bîr  û bawara xwe pêşketîvam, bi ramana xweva, bi jiyî û hunerê xweva (mîna) Cegerxûn tune. Cegerxûn bi rewşa xweva, bi efrandinê xweva, bi ramana xweva behra bê berî û bê biniye, gelek girane meriv noqî wê behrê be û binaznbe çi di behrêda heye. Bona wê yekê divêt meriv noqvanê zana be û pispor be; ez xwe hesab nakim mervê wusan. Cegerxûn nek bi tenê şayîr û helbestvane, ew wusan jî zana û zanyare, ne rehete li ser hemû efrandinên Cîgerxûn li vira binivîsim û fikira xwe bi firevan binivîsim. Lê herçend kovara ”Roja Nu” sipartiye min, ku ez pêşgotinê bona dîwana wî, bona wî şêrê nav çiyayên kurdan binivîsim, ez nikarim bêjim na, ez mecbûrim qasî qeweta xwe, qasî zanîna xwe çend giliyan binivîsinm; lazime ez binivîsim çimkî ”Roja Nu” dixwaze wê dîwanê çap ke bona palan û gundî û xebatkarên kurd. Di vî îşîda ez berpirsiyari çend giliyan binivîsim.

 

*          *                                 *          *

 

Li sala 1947 li Înstîtûta rohilatnasiyêda ez mijul ziman, etnografî û lîtêrtûra neteweyê kurd dibûm. Lli wê înstîtûtêda gelek zanyarên rûs yên mezin û navdar dixebitîn, li nav wanda çend profeserên qedirgir hebûn: Aleksandir Arnoldovîç Frêyman, ew serokê koma îrannasan bû, ez li ber destê wî û bi serkariya wî mijûlî karê xwe dibûm, Îgnatî Yûlîanovîç Kraçkovskî serokê koma erebnasan bû, akadêmîk Vasîlî Vasîlêvîç Strûvê-serokê înstîtûta rohilatnasiyê bû, Evgênî Edûardovîç Bêrtêls-serokê kafêdra fîlologiya îraniyê ya fakûltêta rohilatnasiyê ya zanînga Lênîngradê bû û yên din bûn. Mabeyna min û wan xweş bû, wana ez hez dikirim û gelek caran arîkariya min dikirin, temî û wesiyetên baş didane min.

 

Rojekê ez li sivdera înstîtûta meda rastî profêsor Kraçkovskî hatim. Ewî ez dame sekinandinê, devê çentê xwe vekir û kitêbek jê derxist, dirêjî min kir got ”Xortê delal, han ji tera vê kitêbê, dibe hewesa te pêra hebe, bi kurdî nivîsîne, îrannasê navdar Vlidîmîr Fêdorovç Mînorskî ji Londonê şandiye, lê binihêre, bixûne, dibe kêrî te be”.

 

Min ew kitêb hilda, lê nihêrî, dît, ku bi herfên latînî li ser nivîsîne ”Dîwana Cegerxûn”, min rûpêlê wê vekir, li rûyê din dît: şiklê Cegerxûn çapkirî bû, li biniya wîda nivîsî bûn: ”Xwediyê dîwanê”. Min fehm kir, ku Cegerxûn xweyiyê dîwanêye, lê min nizan bû Cegerxûn kiye, min navê wî, navê merivê awa nebihîstibû, ez fikirim, ketme mitala ”Cegerxûn kiye?” çima ”Dîwana Cegerxûn”; li berê ez haj pê nî bûm, ku Cegerxûn şayîre.

 

Min belgên kitêbê wergerandin, navê çend şêran xwendin, li axiriya kitêbê navnîşa şêran nivîsandibû, min pêşgotin xwend û pê hesiyam, ku kitêb li Sûriyê bi arîkariya rewşenbîrkerên kurd hatiye çapkirinê, ku Cegerxûn navê şayîrî zêdeye, navê wî eslî Şêxmûse, yanê Şêx Mûsaye. Bi naverokên şêrên dîwana wî ez pê hesiyam çima ewî navê ”Cegerxûn” li xwe kiriye. Ji ber halê qultiya miletê kurd, ji ber derd û kulê gundî û pale û xebatkarên kurd ew dilêş bûye hergav bûye ah û zarê wî, dil û cegera wî xûn girtine, sebeb vê yekê ewî navê xwe kiriye Cegerxûn. Bi xwendin dîwana wî ez pê hesiyam, ku ew ne şayîrê sedsaliya navîne, lê şayîrê zemanê meyî nihaye; hewas û kêfa min bi zimanê dîwana wîra hat, kurmanciya wî gelek xweş bi min hat, gelek wext bû, ku min ew dîwan hergav bi xwera dibir, ji destê xwe der ne dixist, çaxê ez ji îş û karê xwe azad dibûm, min ew dixwend, çiqas diçû, ewqas hewesa min bi şêr û helbestên wîra dihat, her şêrekê, her helbestekê ez didame hêlana û heycana. Di wanda derheq derd û kulê miletê kurd, jiyîn û halê kurdan û şerê wanî serxwebûn hatibû nivîsandinê. Berê min qet kitêbên nivîskarên kurdan yên mîna vê dîwanê ne dîtibûn û ne jî xwendibûn; li wê dîwanêda berê pêşîn min deng û bas yekbûn, hevkariya kurdan bo xatirê serxwebûna welatê wan xwend. Bi xwendina wê dîwanê hate ber çavê min dîroka şerê kurdan, serhatî û dîroka zana û hozanên kurdan, min xwe bextewar hesab kir, ku dîwana wusan ketiye destê min, ku pê hesiyam, ku şayîrekî kurda wusan heye û navê wî Cegerxûne.

 

Ji welatê Sovêtê der bi saya serê Celadêt Bedirxan û Kamûran Bedirxan nav û dengê Cegerxûn zûva li nav her çar parên Kurdistanêda belav bûbû, herdu mêrên qeremanê şerkerên rewşenbîrkerên neteweyê kurd li kovarên xwe ”Hewar”, ”Roja Nû” û ”Sterda” ”Ronahiyêda” herdem şêr û helbestên Cegerxûn çap dikirin û kovarên wan li nav salên 1932 û 1945 – da bûbûne binge û binaxa çapkirin û belavkirina efrandinên Cegerxûn. Eger ew kovar tunebûna, ne hatina çapkirinê, şêr û helbestên Cegerxûn jî qet çap ne dibûn û xelqê kurd pê ne dihesiya, ku li nav wîda hozan û zana û şayîrên mezin hene, ku yek jî wan Cegerxûne.

 

Di kovar û rojnamên Celadet Bedirxan û Kamûran Bedirxanda kurdnasê firansî Toma Buwa û Rojê Lêsko çend miqalên piçûk derheqa jiyîn, îş û karê Cegerxûnda û derheqa şêr û helbestên wî kurdewerî û wetenperwerîda çap kirine. Bi gilîkî ji welatê Sovêtê der nav û dengê Cegerxûn zûva eşkera bû, her li Sovêtîstanê kesek haj wî mêrî tune bû, navê wî ne bihistîbû ne jî efrandinê wî xwendibûn.

 

Li sala 1952-da min miqalek bi navê ”Lîteratûra kurdên derva derheqa halê kurdên Sovêtîstanêda” li kovara ”Îstoriya î fîlologiya strav Vostoka”-da vî. 3 li Lênîngradêda bi zimanê rûsî çap kir. Di wêda min çend rêz şêrên Cîgerxûn li ser welatê Sovêtê çap kirin, anîn ber çavên xwendekaran, ku pê bihesin Cegerxûn di şêrên xweda dinivîse, ku Sovêtîstan dostê neteweyê kurde, ku ew terefdar û piştîvanê şerê azadîkirina xelqê kurde, ku eskerê sor wê bibe azadkerê kurd û Kurdistanê, ku xelqê kurd ketiye ser riya Marks û Lênîn û qet tu cara ji wê rê der nakeve.

 

Li paşê li nav salên 1946-1953-da min li zanînga Lênîngrada dersê zimanê kurdî dida şagirtên kafêrdra fîlolojiya îraniyê. Bi biryarê wê kafêdrê gerek ew şagirtên kurdî hîn dibin, biçûna nav kurdên Ermenîstanê, bibînin ew çawan dijîn û li nav wanda bi praktîkî hînî xeberdana zimanê kurmancî bibin. Havîna sala 1953 min şagirtên xwe M. B. Rûdênko, R. L. Sabolov, T. N. Paxalîna, A. I. Îvanova, A. A. Grûnbêrg, H. I. Usupov û yên din bi xwera birine praktîkê kurdên nehiya Abaranê. Berî hîngê bextê min lê xistibû, dîwana Cegerxûn ya duduwan jî ketibû destê min. Eva dîwana ji ya pêşîn baştir bû, têda nek bi tenê şêr û helbestên derheqa jiyîn, ayîn, hal û dîroka şerê serxwebûna kurdan hatibûne nivîsandinê, lê wusan jî derheqa dostî, hevkarî, azadî û aştî li nav neteweyên bindestîda hatibûne nivîsandinê. Şêr û helbestên vê dîwanê gelek xweş bûn û min ew dîwan bi xwera bir. Ez û şagirtên min em li gundê mezin cîwar bûn. Hingê Emînê Avdel bi jin û zarûwên xweva hatibûne wî gundî, li mala xalê Cindîda cî-war bûbûn. Bi xwestina Emînê Avdel ez jî çûm ketme mala xalê wî û tev kulfetê wî cîwar bûm, şagirt jî li otaxên dersxanêda cî-war bûn. Hîngê min carnan şêrên dîwana Cegerxwûn ji Emînra û biçûkên mala wîra dixwendin. Ew şêr bi Emîn û zaruwan xweş dihatin. Li paşê min û wîva ramana xwe kire yek, ku ji wê dîwanê şêrên Cegerxûn yên bajarvaniyê (şêr û helbestên pêşketî, şûreşgirî, kurdewerî, wetenperweriyê, dostî û hevkariya neteweyan) hilçinin û cuda li beravokêda bona kurdên Sovêtê bi herfên kîrîlîkî (rûsî) çap bikin. Hingê hevalekî me kurd li komîtêta partiya kamûnîstên Ermenîstanêda dixebitî. Em çûne cem wî, ku ew arîkarî me bike bi tevayî em herne dîwaneke çapxanê lava bikin, ku şêrên Cegerxûn yên bijare bi herfên rûsî bona kurdên Ermenîstanê çap bikin. Wewî hevalî milê ne da ber xwestina me, got: ”Ez çi zanim Cegerxûn kiye, belkî koneperest derkeve, dijminê welatê Sovêtê be, zehf ji ewî çend xweberên baş derheqa welatê meda nivîsîne xwe hesab dike bolşevîk, komînîst”. Ez Emînê Avdel bi dilê xem, por pojman ji otaxa qulixa wî derketin, vegeriyan çûn.

 

Li sala 1957-da min rêzmana xwe ya kurmancî (Gramatîka kurdskogo yazîka (kurmancî) bi zimanê rûsî çap kir. Hingê min pêra layq dît çend şêrên Cegerxûn di wê rêzimanêda çap bikim. Min ev şêrên jêrîn: ”Halê gundiyan”, ”Reşo û gundî”, ”Ta kengê emê karker û cotkar bin”, ”Xendin”, ”Pembûwê meye, lê em tazîne”, ”Heval Pol Robson”, ”Mehrecana Berlînê”, ”Hozan û şayîrên kurd” di wê rêzmanêda çap kirin (300-310). Di rûpelê şeşanda derheqa Cegerxûnda min ev xeberên  jêrin nivîsîne: ”Cegerxûn vîdayûşîîsya kurdskiy poêt Sîrîî, botêts za nasîonalnûyû nêzavîsîmost, dêmokratiyû î osvobojdêniyê narodov Blijnêgo Vostoka ot gnêta împrîalîzma” yanê ”Cegerxûn şayîrê kurdên Sûriyê navdare, li helbestên xweda ew derdikeve meydana şerê neteweyên bindest ji bin zulma împêrîalîzmê bo xatirê serxwebûna wane demoqratî”.

 

Li paşê di nav salên 1963-1966 Ordîxanê Celîl ji Ermenîstanê şandibûne Lênîngradê cem me, ku kursa apîrantûrêda hîn be. Çaxê ew hîn dibû, min herdu dîwanên Cegerxûn dane wî, ku bixûne. Li wextekîda ew bû nasê efrandinên Cegerxûn, şêr û helbestên wî hez kirin. Rojekê ewî ji minra got: ”Apê Qanat, baş dibe, eger hine şêrên Cegerxûn bi herfên rûsî bona cahilê Ermenîstanê çap bikin”. Min got: ”Ew meremekî başe, çend sal berê min bi xwe xwest wê xebatê bikim, lê hingê hevalekî qulixdar û berpisyar li wê pirsêda arîkarî min nekir, niha tu bike, ezê arîkarî te bikim, şêrê Cegerxûn bijare çap bikim”. Ewî şêr û helbestên Cegerxûn ji dîwanên wî yê bajarvaniyê derxistin, wergerandne ser herfên rûsî û pêşxeber ji berhevoka wan şêranra bi kurmanciya şkestî nivîsî, di wê pêşgotinêda derheqa qedir û qîmet û nirxê wan şêran li pirsa civakî û siyasetêda şiro vekir, pêşgotin da min, min ew rast kir û ramana xwe bona çapxana Ermenîstanê nivîsî, ku çapkirina wê berevika şêr û helbestên Cegerxû gelek bi muhîm û feydaye bona kurdên Ermenîstanê. Ew Berevok li sala 1966 li Ermenîstanê bi lê nihêrîna wêzîrê Eso hate çapkirinê.

 

Li sala 1966 ji Azêrbecanê kurdekî ji minra namak nivîsî; ewî di nama xweda nivîsîbû: ”Navê min Eskerov Şamile, ez kurdê nehiya Kelbêcarême, li wê nehiyêda kurd dijîn, min mekteba partiyê li Bbakuyê xilas kiriye, niha li nehiya Kelbêcarê li nav kurdanda mijûlî xebata rewşenbîrkirina netewe dibim, mêla min heye li ser lêgerîna lîteratûra kurdî bixebitim, ez lava dikim, tu bi kerema xwe ji minra binivîsî lîteratûra kurdî heye?, li kîderê dest dikeve?”.

 

Min bersiva nama Eskerov Şamil nivîsî, ku du dîwanên şayerekî kurdên Sûriyê li cem min hene, nivîsarê wî gelek bi qîmet û hêjane, navê wî Cegerxûne, ezê dîwanên wî ji tera bişînim, tu bixûne bi fikira min layqe meriv xebateke zanyarî derheqa efrandinên wîda binivîse”. Ew qayl bû, name nivîsî, got: ”Bi kerema xwe wan herdu dîwanan ji minra bişîne, ezê serbixebitim, lê bigerim, serderiyê lê bikim, dîsêrtasiya zanyarî li ser efrandinê wîda binivîsim”. Min herdu dîwanên Cegerxûn ji Eskerov Şamilra şandin. Sal û nîvek şûnda ew hate Lênîngiradê, meheke havîn li mala minda ma, hemû kovar, rojnamayên kurmancî (Hewar, Roja Nu, Ronahî, Stêr) û kitêb û pertokên li ser tarîx û kûltûra kurdan çapkirî xwendin, çi bona xebata wî zanyarî lazim bû, ewî jê hilçand û sala 1969 bi xêr û silamet dîsêrtasiya xwe ”Efrandinên şayîrê kurd Cegerxûn” pawan kir. Xên ji wê ewî pertokek bi zimanê azerbêcanî ”Xelqin şayîr Cegerxûn” çap kir. Di xebatên xweda Eskerov Şamil efrandinên Cegerxûn parê ser van koman dike: I ) Şêrên yekbûn û rewşenbîrkirina (ronahîkirina) 2 ) Şêrên dostiya neteweyê kurd û neteweyê Sovêtê, 3 ) Şêrên li ser aştiyê li dinyayêda? 4 ) Şêrên pêşberî şêx û pîrên muftexur.

 

Li paşî analîza van şêran Eskerov Şamil mijûlî kêş û qafiya (çapa rêzebendê) şêrên Cegerxûn bûye û hatiye ser wê fikirê, ku Cegerxûn şêrên xwe bi çapa rêzbenda û forma muxames, mesnevî, qasid, rûbayî û gezelî li hev anîne lê bi piranî ewî şêrên xwe bi formên bangan nivîsîne, gelek şêrên wî rêzên wan şeşbangîne, heftbangîne, heyştbangîne, dehbangîne û mîna stranên kurdî bendên wan li hev tên û bi teqil têne gotinê û stranê. Li paşî wan nivîsarên min li jorê navê wan nivîsandî li gelek nivîsarên nivîskar û zanyarên Sovêtîstanêda navê Cegerxûn dihate nivîsandinê, dihate gotinê, ku ew şayîrê neteweyê kurdî herî pêşkevtiye, herî dêmoqrat û înternasînaliye (binêre ”Almanax Kurdskoy Lîteratûrî”, Baku, 1959; Ndo Mahmudov, Neteweyê kurd, Êrêvan, 1959 (bi zimanê Ermenî); Bolaşya Sovêtskaya ênsîklopêdiya, Moskva, 1963, t. 24; Jurnal ”Drûjba narodov” 1963, N 12 û yên din).

 

Bi vî cûreyî nav û dengê Cegerxûn li nav Sovêtîstanêda belav bû, biçûk û mezinên kurd navê wî şêrên wî bihîstine, dixûnin gelekan şêrên wî ezber kirine, li êvariyanda bi ezber dibêjin; zanyarên kurd û rohilatnasên Sovêtê pê hesiyane, ku şayîrekî kurd şûreşgir, pêşketî û demoqrat heye, ku navê wî Cegerxûne e. Me eva zanibû çaxê herdu dîwanên wî pêşîn ketibûne destê me. Niha em pê hesiyane, ku dîwana wî sisiyan ”Kîme ez” derketiye û niha ji dîwana wî ya çaran hazir bûye bona çap kirinê. Eger em bi temamî li naveroka (mezmûna) hemû dîwanên wî binêrin, baş bifikirin, emê bêne ser wê fikirê, ku efrandinên wî bi bîr û bawara xweva, bi nêt û meren û mebestên xweva pareve dinin ser van koman: I ) Şêr û helbestên li ser jiyîn, ayîn û halê kurdan; 2 ) Şêr û helbestên li ser zana, hozan û şayîrên kurdan; 3 ) Şêrên dildariyê û evîntiyê; 4 ) Şêrên li ser bajarvaniyê (yên dostî û hevkariya neteweyan û aştî li nav wanda) 5 ) Şêrên tarîx û dîroka şerê serxwebûna kurdan, 7 ) Şêrên pêşberî muftexuran (axa, beg, şêx, pîr, bûrjûwazî û kapîtalîstan), 8 ) Şêrên pêşberî zulma faşîzmê, 9) Şêrên rewşenbîrkirina (ronakbîrkirina) neteweyê kurd, 10 ) Şêrên pêşberî dîn, diyanet û ayîna berê kevneperestî, II ) Şêrên fîlozofiyê. Bi cuda pêvîste zanyar û lêgerînker li ser her komeke van şêrên Cegerxûn bixebite, bi zanyarî mijûlî analîza (ji hev derxistina) wan bibe, qimetê wan, hêjayiya hunurê wan nîşanî xwendevanên me bikin.

Lê sed car heyf niha zanyarên lîteratûra kurdî tunene, lê ez bawar dikim, ku li paşwextiyê zanyarên wusa ji nav neteweyê kurd derekevin, mujûlî wan pirsan bibin; kî dizane, dibe wextekê li Kurdistana serbixweda înstîtuta lêgerîna lîteratûra kurdî bê naskirinê bi navê Cegerxûn û di wê înstîtûtêda bi pilanî mijûlî efrandinê wî bibin. Layqe jî bê sazkirinê û zanyarên kurd bixebitin nek bi tenê li ser lêgerîna şêr û helbestên wî, lê wusan jî li ser nivîsarên wî derheq zimanê kurdî (li ser ferhenga wî kurdî û destûra wî ya zimanê kurdî û yên din). Bi fikir û ramana min efrandinên Cegerxûn bi temamî bi naverokên xweva, bi hunurê nivîsarêva, bi bedewiya nivîsandina xweva ji nivîsarên gelek şayîrên dinyayê bi navdar, şûreşgir û demoqratên niha danaxwe. Eger şêr û helbestên Cegerxûn bihatan wergerandinê ser rûsî, înglîsî, fransî û almanî, dinyayê pê bihesiya û bigota eva giliyan rastin, neteweyê kurd dikare xwe bextewar hesab bike, ku şayîrekî wusan mezin, pêşkevtî, demoqirat û înternasîonalîst ji nav sîng û berê Kurdistanê derketiye û, helbet, neteweyê kurd dikare bi navê Cegerxûn ferîx û kubar be.

.     .    .

 

Çend gilî li ser dîwana Cegerxûn ya çaran pêvîste bêjim. Ew dîwana niha li ber mine, ez bi hewasdar wê dixûnim û mîna berê şêrên wî, helbestên wî bi kurmanciya xweş û şîrin hatine nivîsandinê. Çaxê meriv wê dixûne, qêmîş nake wê dîwanê ji destê xwe derxe, meriv her hewasdare wê bixûne û dermanê dilê xwe têda bibîne, çar û mikane, nêt û meremê xwe li riya serbestkirina neteweyê kurd têda bixûne, pê bihese, bizanbe Cegerxûn şayîr û dengbêjê çi zemanî û çi bîr û bawarêye.

 

Şêr û helbestên dîwana Cegerxûn ya çaran bi naveroka xweva mîna şêr û helbestên her sê dîwanên wî pêşînin. Ew jî bi raman, nêt û meremên xweva li ser jiyîn, hal û şerê serxwebûna neteweyê kurd hatine nivîsandinê. Bi texmîn ew parevedibin ser sê koman: I ) Şêrên evnitiyê (evindariyê yan jî dildariyê); 2 ) Şêrên kurdeperweriyê û wetenperweriyê; 3 ) Şêrên jiyîn, ayîna kurdan, yên tariya wan û Kurdistanê.

 

Di dîwana Cegerxûn pêşinda şêrên evîndariyê tekteka hene, di wêda piranî şêr li ser jiyîn, ayîn, hal û tarîxa kurdan, şerê wan nav xwe û pêşberî stemkaran, dijminên derva û hundur hatine nivîsandinê. Di dîwanên wî yên dudu û sisiyanda gelek şêrên wî yên evîndariyê hatine gotin, mesele, di dîwana wî çaran da ev şêrên dildariyê çap bûne: ”Dûriya yarê” (135), ”Yara” (136), ”Pîr bûm, dil pîr nabî” (144), ”Çep û ras” (142), ”Derdê dûrinî” (181), ”Destê xwe paqijke ji xwînê” (137), ”Dil perçe perçe hûr dikî” (196), ”Cejnê yar dilxweş dibî” (171), ”Name ya derd û xeman” (175), Bextê sipî” (198), ”Zengil” (119), ”Gazin ji çine” (173), ”Ocaxe yar” (183), ”Yarhat civîna min bi şev” (185), ”Ev dinya pir xweşe” (131), ”Tu zanî maç dermanim” (179), ”Bi torê bixûn vê namê” (146), ”Di ser çavê mera hatî” (160), ”Kurdistan” (54), ”Guh bide dîrokê” (199), ”Fetwa ya pîrê Mexane” (194), ”Şîrin levê” (191), ”Me dil daye pertave” (149), ”Dilo mizgîn li te şabî” (192), ”Penge rû” (177), ”Çi bikim bi rojî û nimêjê” (92), ”Eman hey lê” (201).

 

Di van şêrên xwe yên evîniyêda Cegerxûn ah û zar dike û ah û zarê wî li ser welat têne kirinê, di wanda ew dibêje û ji xema dilan dilûvîne, ku ji dûriya evînê derd û kulê wî pir bûne, di wanda ew xebera ”evîn” li şûna xebera ”welat”, li şûna xebera ”Kurdistanê” dide xebitandinê. Çaxê ew ji hizkirî, ji dilketî û evîna xwera dibêje: ”Eman ji derdê dûriyê”, ew dixweze bêje, ku ewî dûre ji welatê xwe, ku li welatê xerîbda dijî, ku ew ji derdê dûriya evina xwe-Kurdistanê di xweda ketiye, diponije, ew nîşan dike, ku ewî bîra welatê kal û bavê xwe kiriye, ku ew dixweze welatê xwe azad bibîne, bi serbest hemêz ke, pê şad be, bigihîje bext û mirazê xwe-Kurdistanê azad û serbest bibîne. Bi şêrên evintiyê Cegerxûn tê ber çavan mîna xortekî evîndar, mîna merekî mirazxwez, ku evîna wî, mirazê wî serbest û serxwebûna kurd û Kurdistanê.

Mesele :

Pir xweşe pir xweş

Ev dinya pir xweşe

Yar pal daye ser min

Rû wek gula geşe

Serbest û azadin

      Em dilxweş û şadin

Bê gilî û gazin

Bi dil hev dixwazin

Guldestê evînê

      Pêlên derya jînê

                 Em gihan serbetî

                             Sed tif li bindestî       (133)

 

Were meyger, bide cema lebaleb

Kut toza bendewarî daweşênim

Delala min dinav destên neyara

Dixwazim wê bi zorê rakşênim

Mebên seyda Cigerxwîn bûye kale

Divê nemirim heta dilber bibênim. (153)

Were hembêz bikin em hev bi şadî

Berî dijmin me têxî bend û davê

Tu rojî dil disojî lê metirse

Cigerxwîn hişk û xurte wek benavê.          (151)

 

Şêrên Cegerxûn yên dildariyê bi navê ”Agir û pêta evinê” (154-159), ”Me dil daye Pertavê” (149), ”Diyariya yarê” (135), û yên din bi naveroka xweva yên hezkirina welatin, di wanda mirazê dilê Cegerxûn, dilxweza wî, evina wî serbestî û serxwebûna kurd û Kurdistanê jiyîna bextewariya wane mesele, li helbesta xwe ”Agir û pêta evînê”-da ew dibêje:

Evîn ji pêta agire

Dil girtiye qet namirî

Fêde çine ah û girî

Ahî ji destê te evîn

Nalîn ji ber daxên dikul

Jan daye cerg û nav û dil

Lê, min şiketî pişt û mil

Ahî ji destê te evîn

Gava ji dilber dûr dibin

Birîn di dil dekûr dibin

Sermest û pir rencûr dibin

Ahî ji destê te evîn    (156)

 

Bawar bike li her şêr û helbestên evîntiyêda, yên di vê dîwanêda çap bûne, Cegerxûn li paşî ah û zarin kirin li ser evina xwe, li paşî pesnê wê dan, ev esse çend rezên girînî li ser welatê xwe dibêje û xwendevan dide fehmkirinê, ku ewî bextreşe û mirazkorê, çimkî welatê wî bindeste, ku evîna wî, dilxwezî û bextewariya xort û keçên kurd yên mirazxwez her li zemanê serbestî û azadiya Kurdistanêda wê miyaser be biqede û bê serî.

 

Çend giliya jî pêvîste li ser şêr û helbestên kurdperweriyê û wetenperweriyê binivîsim.

 

Li jorê li pêşiyê min da xuyankirinê, ku li Sovêtîstanêda saya serê xebatên kîjan merivan şêr û helbestên Cegerxûn, yên kurdeweriyê kurdeperweriyê, dostî û hevkariya miletên bindest ji herdu dîwanên wî pêşin aşkera bûne. Şêr û helbestên bi vî cûreyî li her du dîwanên Cegerxûn yê paşinda (dîwana sisiyanda û di vê dîwanêda – dîwana çaranda) gelekin, mesele, li dîwana çaranda ev şêr û helbestên wî çap bûne: ”Destê xwe paqij ke ji xûnê” (137), ”Rewşa welêt” (40), ”Bi ser çiyan ketim” (39), ”Ji nûva em berjor diçin” (89), ”Kî hilgirî vî barê min?” (17), ”Ez nizanim çi bêjim” (28), ”Ta neşewitin, ronî nadî welêt” (66), ”Welatperestî” (68), û yên din. Di van şêranda Cegerxîn dîsa mîna berê dike hewar û gazî, berê xwe li palan, rêncberan, xebatkaran, xwendevanan, zana û hozanên kurdan kiriye, diqîre, dibêje kurdino, ji xewa kibîr hişyar bin, xwe nas bikin, hûn kîne, yek bin, bi şêranî derkevne meydana şerê ser xwebûna welat, ji bin destê goveka zulmkarên Îranê, Îraqê, û Tirkiyê azad bin; di wan şêranda Cegerxûn bernama şerê azadkirina kurd û Kurdistanê nîşanî neteweyê xwe dike. Cegerxûn dibêje: ku kurd bigihîjne meram û mebestê xwe, li pêşiyê pêvîste dijminê nav xwe (axa, began, şêxan, pîran, bûrjûwaziyan û kapîtalîstan) ji welat derxin, mesele, ew dinivîse     :

Ev bûye sed salên we

Kûçik dixun malên we

Keşe û şêx û mela

Li we dikin teşqela

Axa û mîr û paşa

Weke hirç û gornepaşa

Ew tev beg û efendî

Lê win ji wan re gundî        (114)

 

”Olperest û êlperest,

Navên kurd bibî serbest”    (23)

 

Qata kurên xwedî mal

Bi dijminre bûn heval                      (87)

 

Dijmin ku em derxin bi zor

Avên çeman em bibne jor

Zaz û hekar û bext û lor

Pir xweş bikin vî warê min (18)

Heta xwînê nerêjin

Em nikarin bibêjin :

Ku em jî bûne milet

Xwedî leşker, bi dewlet       (86)

 

Cegerxûn dibêje, ku  gundî û xebatkarên tirk jî mîna gundî û xebatkarên kurd li bin destê qata jorinda (sinifa jorînda) ya axa, beg, bûrjûwazî û kapîtalîstên tirkanda nin, ku ji bo azadkirina xwe herdu qatên jêr tirk û kurd bibin yek:

Qatê jêr tirk û kurd

Tev birçîne, tev zigurd

Divê ew dest bidin hev

Xebat bikin roj û şev

Bixin destê xwe ew dar

Herdû bibin xwedî par

Yanî bibin du dewlet

Dostê hev bin du milet

Bibin bi dost û heval

Xwedî zêr û xwedî mal

Destûr bibî dîmuqrat

Dîmuqrata Rojhilat

Qad û xwendin tevayî

Wekhevî û birayî      (47)

Ez bilûra Marksim

Dengê rista bêkesim

Ji hêviyan avisim

Ez nizanim çi bêjim (28)

 

Di şêra xwe ”Ta neşewitin ronî nadî welêt”  (66) de Cegerxûn dibêje:

Zenda vemalin, bikevin Zagros

Erîşî dijmin bikin bi harî

Em şêrên çiya, piling û ejder

Zaz û bext û lor, sor û hekarî

Rabin bibin yek, destan bidin hev

Ji bo me divêt tenê hişiyarî

Şazde milyon kurd gernas û mêrxas

Dane serê xwe ew reşe-çarî

Ta kengî dijîn perçe, perçe kurd ?

Ma kî dixwazî vî îş û karî !?

Raste bindestî karê qelsa ye

Ji ser xwe rakin wê em neçarî        (66)

 

Rastê, kesek vî îş û halê neteweyê kurd qayl nabe nek bi tenê naxweze vî îş û karî, wusan jî hemû dost û cinarên wî xêrxwez dixwezin, ku kurd serxwebûn bijîn. Çaxê xeberdan tê kirinê, ku neteweyê kurd bi tomerî 20 mîlîonî zedetire, (li Tirkiyê 10 mîlîonin, li İraqê sê mîlîonin, li Îranê pênc mîlîonin, li Sûriyê mîlîoneke) xêrxwez û dostên kurdan dibêjin: ”divêt dewleta kurdan serxwebûn behe”. Raste, divêt serxwebûna kurdan hebe, lê neteweyê kurd ji destî dabeşkirina welatê xwe ketiye bindestê sê-çar gurên har, (hukmeta, Îranê, İraqê û Tirkiyê), ew tu caran naxwezin kurd û Kurdistan bi serxwebûn bin, ew dixwezin heta hetayê parçê Kurdistanê li bin destê wanda bimînin. Dibe li paçwextiyê hal û wext û zeman bê guhastinê li wan her çar welatanda kêm û zêde qayl bin avtonomiyê bidne kurdan, ew jî avtonomiya nav li ser mîna avtonomiya kurdan li İraqêda.

 

Niha em dibînin, ku dinya parvebûye ser sê komên mezin: 1. Dinya sîstêma welatên sosialistiyê, 2-Dinya sîstêma welatên kapîtalîstan û împerîalîstan, 3-Dinya welatên serxwebûn yên bêteref. Welatên Îranê, İraqê, Tirkiyê û yên din li Rojhilata nezik dikevne nav dinya welatên sîstêma serxwebûn. Ew welat jî dibînin eger hal û wextê dinyayê tê guhastinê û eger xêr û bêr û kara wan di wê guhastinêda heb, ew siyasetiya xwe derva diguhêzin: yan xwe li aliyê dewletên sîstêma sosialîstiyê digirin, yan jî xwe li aliyê dewletên sîstêma kapîtalîzmê digirin û bi dizîva dibne dost û hevalên împerîalîzmê.

 

Bi xeberdan, bi zar her kes dibêje ”Li zemanê hilşandina (rûxandina) sîstêma koloniyêda, helbet, mafê neteweyê kurd heye bi serxwebûn û serbest bijî”. Ku xelqê kurd serbest be, bi serxwebûn bijî, lazime hukmetên stemkar destê xwe ji parçê Kurdistanê bikişînin, bihêlin kurd bi serbest û serferaz bijîn, yan jî pêvîste neteweyê kurd hemû hêz û qewatên xwe bike yek, şer bike û bi zorê serxwebûna xwe bi destê xweva bîne. Ji van herdu riyan riya pêşîn bi destî hukmetên stemkarên kurdan qet tu caran nabe û nayê kirinê, riya paşin her riya raste, şûreşgeriyê, divêt di wê rêda yekîtiya kurdan hebe, ew bi destê zorê serxwebûna xwe bi destê xweva bînin. Ji ber vê yekê Cegerxûn dibêje:

Heta xwînê nerêjin

Em nikarin bibêjin   :

Ku em jî bûne milet

Xwedî leşker, bi dewlet  (86)

Zanim siyaset tev derew

Divê ku kurd rabin ji xew

Destan bidin top û tiving

Li ser çiyan qêrîn û deng

Ji nav welêt derxin neyar

Qada me namênit beyar      (100)

 

Hewar û gaziyên Cegerxûn: ”Şer kin bo xatirê welat”, xwînê nerêjin, kesek ji mera nabêje milet” rastin . Lê pêvîste serkarên tevgera neteweyê kurdan baş bizanibin, ku kengê pêvîste kurd bi top û tiving derkevine meydana şerê serxwebûna kur û Kurdistanê. Bi top û tiving, xişt û xenceran li paşî şûrşa Okyabrê li nav salên 1918-1932 da kurd rabûn, şerkirin pêşberî stemkarên xwe. Hingê wextê wan çek û silihan bû wî wextî stemkarên kurdan sist bûn, mîna niha tank balafir (firoke), rakêtên wan tune bûn, eger yekîtiya kurdan wî wextî hebûya, eger axa, beg, û şêxên kurda xayîn derneketana, terefdar û arîkarên kurdan ji welatê derva hebûna, kurdên serbest bibûna, ser ketana. Lê sed car mixabim, wusan neqewimî. Ew sal û zeman çûn, derbas bûne, niha hal û hewalê welatên stemkaraên kurdan hatiye guhastinê, ew bi hêz û qewat bûne, bûne xwedî leşkerên bi tertîb û tendurust, bi tank, top, firoke, rakêtên şer, hemû sazmaniya hukmeta wan, hemû teşkîlatên wan yên partiyê, yên rewşenkirinê bûne hêlîna şovîniyê, faşîzmiyê. Eger niha kurd bi top, tiving û reşaş, bê arîkariya hundur û dervan rabin, li serê çiya şer bikin, ew nikarin li pêşberî leşkerê bi tank, firoke, rakêt teyax bikin, dibe şerê wan wê wextekî bikişîne, lê divêt ew bizanibin, ku ew di şerê wusanda ser nakevin, wê belaş xûna xwe bêrêjin, gundên xwe bajarên xwe bidne ber tankan, firokan birûxînin û malê xwe bidne talan û tajankirinê. Şerê kurdan yên serxwebûna wan niha pêvîste bi şerê hemû îşker û karkerên tirk, ereb, û farsan va bê girêdanê, divêt pale, gundî, rêncber, xebatkar û bîrewarên gund û bajarên tirk û kurd yên ereb û kurd û yên fars û kurd bi hevra, bi tevayî rabin pêşberî kevneperestan û împerîalîstan, pêşberî zulma hukmeta dîktatorî, bo xatirê sazmaniya here demoqratî, bo xatirê dostî, hevkarî û wekheviya kurd û ereb kurd û tirk, kurd û fars. Eve armanca nivîsarên Cegerxûn. Li cîkî di ew dibêje: ”Em şer naxwazin, lê ew tê ber derê me” (58)

Şêrên wesa naxwazin

Ne gilî û ne gazin

Milet hemî bibî şêr

Nebî jor û nebî jêr

Bê tizbî û def û xişt

Welêt bikin wek bihişt

Ne bindestî ne jî zor

Bere bimrî qata jor

Tev de em bibine yek qat

Destûr bibî dîmuqrat

Pale bibin xwedî kar

Zevî bidin dest cotar

                        ………………………………………..

                        ………………………………………..

                                   Doza meye serxwebûn

                                   Lê dixwazin pêşveçûn                      (52)

 

Di dîwanêda wusa jî çend şêr û helbestên mezin li ser ayîn û tarîxa neteweyê kurd hatine çapkirinnê, mesele: ”Em şer naxwazin, lê ew tê ber derê me” (58) ”Aleqemşê” (83), ”Hovîtiya dijmin” (20), û yên din. Ev şêr û helbest ne mîna şêr û helbestên evîntiyê û kurdeperweriyêne, ev ji wan mezintirin, her yek ji wan wek sê-çar-pênc-deh-donzdeh beligin, ew mîna serhatiyan û dastanan dirêjin û bi naveroka xweva ew jî mina wan li ser jiyîn, ayîn edetê kurdan û dîroka wan tê gotinê. Bi gilîkî bi naveroka xweva ew serhatî û çîrokin, lê bi terîb û tundirusta xweva teqil û li hev anîna bendên rêzên bi rengê şêran û helbestan hatine nivîsandinê. Şêr û helbestên Cegerxûn yên bi vî cûrexî nivîsandî li dîwana wî pêşinda jî hene, mesele, ”Serxwebûna mirîşka” (47-50), ”Şahnama şehîdan” (50-56), li dîwana duduwada ”Cotkar û zevî” (201-107), ”Serpêhatiya Ciwan û dewlet” (108-121), ”Tarîxa siltan saledînê kurd” (1126-129), ”Serpehatiya Şepal û SStêr” (111-118) û li dîwana sisiyanda: ”Kîme ez” (9-16), ”Pîra merivxur” 61-68), ”Zincîr ji gerdenim şikest” (84-94), ”Rencberê bi rûmet” (169-178), ”Nivîsarek bi yar” (188-195) û yên din.

 

Ku xwendevanên me delal baş haj qîmet û nirxê van serhatiya û dastana (poêman) bin, divêt meriv başqe mijulî lêgerîna tertîbî, tendurustî û sazmaniya wan be, guh bide ser naveroka wan, xemilandina wan û xeberên wane bedewî. Eva jî meseleke mezine û bi hewasdare li pirsên lêgerîna efrandinên Cegerxûnda. Em hîvîdarin li paşwextekiyê zanyarên lîteratûra kurd wê vê pirsê safî û zelal bikin.

Li kutayêda ez divêt bêjim, ku ev serhatî û dastan tev komê jorên min navê wan nivîsandî xizneke gelek giranbihaye, ew bi tevayî ênsîklopêdiya jiyîn, ayîn hal û tarîxa neteweye kurdane, ênsîklopêdiya şerê wî serxwebûne li nav salên destpêka sedsaliya bîsta heta nav salên paşin. Mervê baş herçar dîwanên wî bixûne, mijûlî naveroka wan û sazmaniya wan be, wê bê fikirê û wê ramanê, û bêje bi rastî çar dîwanên Cegerxûn ênsîklopêdiya peydabûn û pêşveçûna neteweyê kurde, ya helketin, serketin û daketina şerê serxwebûna kurdane, ênsîklopêdiya rabûn û runiştina kurdaye, ya hevbendiya kurd, ereb, fars û tirkane.

 

Her şêreke Cegerxûn, her helbesteke her çar dîwanên Cegerxûn ji nav dil û hinavê wî, ji kuraniya dilê wî, ji hiş û aqilê wî gihîştî û safî û ji behra zanîna wî hatine gotin û nivîsandinê; peydabûna wan, efrabdina wan bi hal û wextê dinyayêra dirêdayiye, ji ber hal û jiyîna kurdên bindestî û zerandî û ji ber roja wane reş û bextê wanî kor şêr û helbestên Cegerxûn hatine hunandinê. Di wanda wîne û şiklê kurd û Kurdistanê bi destî hostayê xeberên bedewî kişandinê. Kesek di xemil, nexş nitra wanda şikbir nabe, gişk bi rast û rasteqînin Lê pêwîste ji bîr nekin, ku ew li cî û wextê xweda giranbiha û bi nirxin. Binga naveroka her çar dîwanên wî bîr û bawara efrandinên wî ewin, ku şerevan û tekuşerên neteweyê kurd zanibin, ji bîr nekin, ku riya azadîkirina kurd û Kurdistanê dûr û dirêj û girane, bona wê yekê niha, li berê pêşin lazime yekîtiya hemû kom û partiyên wan, hebe lazime li pêşin ew bixebitin, nehêlin milet qir bibe, pûç be, divêt milet xwedî bikin, ku ew xwe wunda neke, zimanê xwe, kûltûra xwe, yekîtiya pêwan bike, bona vê yekê divêt kom û partiyên wan li her dera bi serbixwe hebin, divêt komê wan (yên xortan, yên jinan, yê xebatkaran, yên gundî û pala, komê ronikirina milet, yên çapkirin û belavkirina kovar û rojnamên krdî) bi aşkera û binîva û tevgirêdana wan bi hevra hebe, divêt tevgirêdana wan wusan jî bi hemû komê pêşkevtî yên ereb, tirk û farsanra hebe, bi tev wan bixebitin, pêşberî kevneperestan û împerîalîstan şer bikin, şer bikin pêşberî hukmeta diktatorî û şovîniyê şer bikin bo xatirê sebestiya xwe bo xatirê dostî, biratî, hevkarî û aşîtî li nav kurd û ereb, kurd û tirk, kurd û fars. Eve bîr û bawara Cegerxûn, eve dilxweziya wî, merem û mebesta efrandinên wî.”

Leningrad,            20.9.1980

 

AFRANDIN Û BERHEMÊN CIGERXWÎN ÊN KU HETA NIHA HANINE ÇAPKIRIN

 

  1. Dîwana yekem, Pirisk û Pêtî, Suriya 1945
  2. Cim û Gulperî, Çîroka yekem, Suriya 1948
  3. Dîwana Duwem, Sewra Azadî, Suriya 1954
  4. Reşoyê Darî, Çîroka duwem, Suriya 1956
  5. Gotinê Pêşiyan, Suriya, 1957
  6. Destûra zimanê Kurdî, Îraq 1961
  7. Ferheng, Perçê Yekem, Îraq 1962
  8. Ferheng, Perçê Duwem, Îraq 1962
  9. Dîwana Sêyem, Kîme ez, Libnan 1973
  10. Mîdya û Salar, Libnan 1973
  11. Dîwana Çaran, Ronak, Swêd 1980
  12. Dîwana 5’a, Zend Avista, Swêd 1981
  13. Dîwana 6’a, Şefaq, Swêd 1982
  14. Dîwana 7’a, Hêvî, Swêd 1983
  15. Tarîxa Kurdistan-1, Swêd 1985
  16. Dîwana 8’a, Aşitî, Swêd 1986
  17. Tarîxa Kurdistan-2, Swêd 1987

( Ji weşanên Roja Nû)

Min ev afrandin û berhemên Cigerxwîn ên li jorê ji bo vê gotarê wekî çavkanî.

 

Ji bo şandina gotaran: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Enwer Yilmaz

Jiyana Enwer Yilmaz

Kedkarê Kirdkî Enwer Yilmaz serra 1980 de Dîyarbekir de ameyo dinya. Bi eslê qezaya Çewlîgî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !