Berhevkar û Nivîskarekî Hêja: Salihê Heydo

Salihê Heydo, berhevkar, rewşenbîr, nîvîskar û helbestvanekî kurd e. Ew li Rojavayê Kurdistanê dijî.

Çawa tê zanînê, wêjeya kurdî ya devkî yan jî zargotin gelekî têr, dewlemend, tije û watedar e, her wisa ev jî tê wê wateyê ku gelê me ji kevntirîn gelên rojhilata navîn e, kontak û danûstandina wî bi her regezên jiyanê re bi lawir, xurist û heyînên derdora wî re bi tevayî hebû, û di jiyana xwe de xwedî ezmûnek dûr û dirêj e.

Navê wî Salihê Heydo ye, bi eslê xwe ji bajarê Amudê yê Rojavayê Kurdistanê û dilsozê folklora kurdî ye. Ev dilsoziya wî ewqas kûre ku 40 salên xwe di ber de dane û stran, çîrok, gotinên pêşiyan û nimûneyên cil û bergan kom kirine. Li gorî wî folklor dîroka gelan ya nenivîsandî ye û dibêje ku, her gelekê dîrokek folklorîk, yek jî ya ku hatiye nivîsandin, yanî ya xelkê nivîsandî heye. Bi berhevkirina foliklor, çand û wêjeya kurdî tê naskirin. Gelek kar û xebat ji bo berhevkirina folklore û çanda kurdî meşandine. Yekem pirtûka wî ya bi navê Kêferat di sala 1985’an li Paytexta Lubnanê Beyrûtê hatiye çapkirin.

Salihê Heydo ku di sala 1970’yan de dest bi xebata xwe kir û 40 salan domand, destpêkirina komkirina berhemên folklora kurdî bi van gotinan anî ziman: “Ez di nava malek folklorîk de mezin bûm. Wê çaxê radyoya Êrîvanê û dengê Tehrana biçûk ên kurdî hebûn. Min ew guhdar dikirin. Her wiha di rojên şahî û cejnan de keç û xortên gund hemû li mala me kom dibûn, şahî dikirin, govend girêdidan, keyf dikirin, me bi hev re stran digotin. Vana bandorek gelekî mezin li ser min çêkir. Bavê min jî alîkariya min dikir, baweriya min zêdetir kir.”

Salihê Heydo di nava gerên xwe de, di nav de stranên folklorîk, ên govendê, dîrokê, paleyî, qirşan, destarhêrandinê, conîqutê, hurîzî, kirîtiyê jî heyîn, bi tevahî 3 hezar stran, 4 hezar gotinên pêşiyan, 900 çîrok û metelokên zarokan û ji gelek herêman nimûneyên cil û bergên kurdî kom kirin, wêneyên wan kişandine.

Salihê Heydo gelek berhemên ku komkirine birine Başûrê Kurdistanê û teslîmî Enstîtuya Çandê ya Silêmaniyê kirine. Ji vana 18 pirtûkên folklorê, 4 pirtûkên çîrokan û 5 pirtûkên zarokan hatine çapkirin. Li cem wî hîn gelek berhemên nehatine çapkirin mane. Lê ji ber ku destûr nehatiye dayîn nekariye berhemên xwe hemûyan bîne Rojava.

Nivîskar û lêkolînerê kurd  Salihê Heydo 3 pirtûk nû çapkirin, yek ji pirtûkan a helbestê ye, yek jî çîrokên ji nava civakê berhev kirineû ya sê yemîn jî helbestên kevin ên zarokan e. Ji van pirtûkan 2 Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Celadet Bedirxan çap kirin.

Pirtûka yekem ku bi navê “Şewq û Finer” ji 150 rûpelan pêk tê û naveroka wê helbestên evînî, pesinî û beşek jî helbestên zarokan pêk tê.

Pirtûka duyemîn jî bi navê “Serpêhatiyên Jîwarî ji civaka kurdwarî” hate çapkirin, div ê pirtûkê de jî çîrokên ku serpêkhatyên civaka kurdî yên di salên dirêj de hatine berhevkirin û hatine rêzkirin. Ev pirtûk jî ji 150 rûpelan pêk tê.

Di pirtûka sêyemîn de ku bi navê “Minminîkên Rêngîn li nava gulên bi bîn”  ji 300 rûpelan pêk tên, di vê pirtûkê de 300 helbestên taybet bi zarokan ên kevnar ên kurewrî hatine berhevkirin.

Derbarê girîngeiya pirtûkan Nivîskar û Lêkolîn Salihê Heydo got ku çanda zarokan nehatiye parstin û tu helbestvan û nivîksaran barê parastina wan ne giritiye ser xwe û wiha dom kir: ” Ji ber vê yekê min dest ji hin karê xwe berde û min xwe ji berhevkirina helbestên zarokan ên kevin kom kirin. Ji bo min ev karê herî mezin e ku ez pêk tînim. Min ev pirtûk kir nav destê zarok û gelê kurd da ku fayîde jê werbigirin.”

Salihê Heydo heta niha 11 pirtûkên zarokan amade kirine, ji van hin hatine çapkirin û hin ji wan jî hîn dê werin çapkirin. Heta niha hejmara helbestên zarokan ên Heydo nivîsne û berhevkirine gihiştiye hezar û 200î.

Pirtûkên wî yên ku nû hatine çapkirin ev in:

1-    Dûrkên Kurdî – Kurdistana Suriya (Bergê Yekem): Ew sitranên Kurdî ne yên ku li ser awaz û sazên Kurdî yên resen hatine, min hemû şîrove kirine, ew jî di sala 2006an de hatiye çapkirin.

2-    Dûrkên Kurdî – Kurdistana Suriya (Bergê Duyem): Ew jî di sala 2006an de hatiye çapkirin, ev jî dûrkên Kurdî yê Kurdistana Suriya ne.

3– Komek Dûrik Ji Filklora Kurdên Suriya (Bergê Sêyem): Ev di sala 2009an de hat çapkirin.

4- Komek Dûrik Ji Dîroka Filklora Kurdên Suriya (Bergê çarem): Di sala 2009an de hatiye çapkirin. 600 sitranên Kurdî yê Kurdistana Suriyê tev noteyên wan di vê pirtûkê de hene.

5 – Dûrikên Govendê Ji Filklorê Kurdên Sûriyayê (Bergê Pêncem): Ev di sala 2014an de hatiyê çapkirin.

6- Ravekirina Sitranên Gelêrî (Rojavayê Kurdistanê): Her sitranek bûyera wê û wateya wê hatiye şîrovekirin, ev di sala 2013an de hatiye çapkirin.

7- Buxçika Bûkan Ji Zargotina Biçûkan, Stranên Lîstikên Zarokan (Rojavayê Kurdistanê): Ev pirtûk hemû sirûdên ji bo zarokan e, di sala 2012an de hatiye çapkirin.

8- Çend Çîrokên Ji Filklorê Kurdî (ji Rojavayê Kurdistanê û Devera Şingalê): Yên di şevbuhêrkan de dihatin gotin, ew di sala 2013an de hatiye çapkirin.

9- Pîra Bûk (Çend Çîrok Kevin û Dêrûn Ji Gencîna Filklorê Me Yê Zêrîn): Di sala 2012an de hatiyê çapkirin.

10- Çend Bîr û Baweryên Kurdî: Ew li ser bîrên efsanî yên ku milet baweriya wan pê tê, di sala 2013 de hatiye çapkirin.

 

Ji bo şandina gotaran: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !