Derketina Amerîkayê ji Afganistanê û Şerê Nerm yê Hikûmeta Îranê

”Ayetûllah Muhisnî bixwe yek jî Şî`eyên girêdayî Îranê bû û Hikûmeta Îranê li rêya Alyetûla Muhsinî û vê hewzeyê karî welatiyên “Afghanistan”ê ên Sunî meseb, bi dana soz û qewlên cuda heta qasekî hem meseb bi wan bide guhertin hem jî demogirafiya welatê wan biguhere.”

 

HESEN MUKEREM / Derketina Amerîkayê ji Afganistanê û Şerê Nerm yê Hikûmeta Îranê

Vekişiyana Amerîkayê ji “Afghanistan”ê zirarên qerebûnekirî li îtbar û bandora hêza wê li deverê de xist. Amerîkayê bi vekişandina hêzên xwe ji wî welatî, encama şerê xwe yê 20 sale yê li dijî terorê û anîna wê hemî hêza leşkerî û lojîstikiya xwe bo “Afghanistan”ê, pûç û bê sûd kir û meydan bo Îran û hevpyêmanên Îranê fireh kir. Hikûmeta Îranê dema ku dît Amerîka û Taliban piştî 20 salan şer û pevçûnan li hev kirin, wî jî hewl da ku digel girûpa Taliban hinek rêkkeftin an jî peywendiyan pêk bîne. Şem`ixanî sekreterê Şêvra Bilind a Ewlekariya netewî ya Îranê, li sala 2018`an di dema serdana xwe li “Afghanistan”ê, digel berpirsên wê demê yê wî welatî komcivînek pêk anîbû û ji wan re ragihandibû ku ev piştevaniya girûpa Taliban dikin û çek û teqemeniyên wan dabîn dikin. Lê, dibe ji ber aloziyên berê yên di navbera her du aliyan de çêbibûn, ev peywendiyane zêde dom nakin. Di heyama dehkên 90î de Îranê li bakûrê “Afghanistan”ê, piştevaniya girûpên li dijî girûpa Taliban dikir û di sala 1998`an de jî dema ku Taliban êrîşî li ser bakûrê “Afghanistan”ê kir, vir heşt dîplomatên Îranê kuştin û di hember de jî, dewleta Îranê hêzeke bi qasî 70 hezar kes li ser sînorê bakûrê “Afghanistan”ê  ya di navbera herdu welatan de cihgîr kir û manhoreke mezin li wir bi rê ve bir.

Sedema sisiyan jî, her di demên aloziyên berê yên di navbera du aliyan de, Taliban hinek ji endamên neteweya Hezare ku hemî Şî`e meseb bûn komkuj kirin. Herwisa di heyama çend rojên derbazbûyî de sermokarê Îranê û serkirdeyên dewleta Taliban diranên xwe li hevdu tûj kirine. Îbrahîm Re`îsî serkomarê Îranê di heyama komcivîna “Shanghai” a “Tajikistan”ê de, digel “Imran Khan” serokwezîrê “Pakistan”ê civiyabû û gotibû dibe ku em hewlên xwe bidin da ku li “Afghanistan”ê, hikûmetek berfireh û hevpar ji hemî xelkê wî welatî pêk bê, li hember wan gotinên tûj yên serkomarê Îranê de jî, “Muhammad Jalal” yek ji serkirdeyên hikûmeta Taliban, li ser rûpela tora civakî a xwe ya “twitter”ê wuha  bersiva wî dabû: Serkomarê Îranê di demekê de ku azar û eziyeta piraniya xelkê xwe dike, daxwaza desthilateke berfireh li “Afghanistan”ê  de kiriye, lê “Afghanistan” ne Lubnan e, û ne jî Hizbullaha duyem li “Afghanistan”ê de dê hebe. Her ev kiryarên han dibe bibin sedema bidawîbûna peywendiyên Îran û dewleta nû ya “Afghanistan”ê. Lê, tevî wan hemî pirsgirêkan jî dîsan hikûmeta Îranê dibe di bin siya hevpêymanên xwe yên mîna “Russia” û “China”ê hewla berfirehkirina nifûza xwe di nav netewe, êl û eşîrên Şî`e meseb ên wî welatî de bide. Her ev rêbaza ku li “Syria”yê bi piştevaniya “Russia”yê bi rê ve biriye dê vir jî bişopîne.

Ji bo mînak li “Syria”yê, di heyama deh salên derbazbûyî de hikûmeta Îranê bi sûdwergirtin û zêdekirina navendên mesebê Şî`e yan cih û pêgeha xwe di wî welatî de binecî xurt kiriye herçend ku têkiliyên di navbera Îran û “Syria” de vedigire bo serdema “Hafez al-Assad”ê bavê “Bashar al-Assad” yê sekomarê niha yê wî welatî. Lê, di serdema “Hafez al-Assad” de, Îran bona ku xwe ji dijayetiyên welatên Erebî ku ji aliyê “Saddam Hussein”ê serkomarê Îraqê yê wê demê ve dihatin tûjkirin biparêze, hewl dida têkiliyên xwe ên bi “Syria” re xurt bike û niha jî ev rêbaza hikûmetê berdewam e, lê, bi rengekî tewaw cuda. Di heyama salên 1970î de ti navendeke propagendeya mesebê Şî`e li “Syria”yê de tunebû, lê niha aliyê kêm 70 hewzeyên Êlmiye li wî welatî ji aliyê Îranê ve hatine avakirin. Hêjayê basê ye ku ev Hewzane ti emrekê li Wezareta Oqafa “Syria”yê wernagirin, bi tewahî di bin çavdêriya Îranê de kar û çalakiyên xwe bi rê ve dibin û hemî emr û destûrên xwe li Îranê werdigrin.

Herwisa di sala 2014`an de “Bashar al-Assad” serkomarê “Syria”yê ji Wezareta Zanist (Me`arf) a “Syria”  re emr kir da ku dersa lêkolînê ya li derbarê mesebê Şî`eyan de wekî parek ji dersên xwendinê, di bernameyên xwendingeh û zanîngehên seranserê wî welatê de dê bicih bikin û hikûmeta Îranê jî her di rasteya wê nifûza xwe ya di karûbarên Perwerde û Hînkirina fermî a “Syria”  de, hewl da ku di nav kom û refên ciwanên “Syria”yê de girûpên bi navên “Pêşengên Îmam El-Mehdî û El-Lolaye” ava bike û ev girûpane jî di bin çavdêriya tewaw a Spaha Pasdaran de bernameyên perwerdehiyê yên xwe bi rê ve dibin û her di bin birêveberiya Spaha Pasdarana Îranê de jî, devrên leşkerî dibînin û piştre tevlî milîşên girêdayî Spaha Pasdaran dibin û di çeperên şerê bedel yê Hikûmeta Îranê bo berjwendiyên Îranê tên bikaranîn. Her ev milîşane dem bi dem bi danîna bombe an jî avêtina rakêtan, hêzên Amerîkayê û hêzên din yên biyanî niqîze dikin. 

Roj nine ku ev milîşane di şerê bedel yê Spaha Pasdaran li welatên herêmê jiyana xwe wunda nekin. Berê hejmara welatiyên “Syria” û “Afghanistan”ê yên ku di heyama salên derbazbûyî de tevlî milîşên Îranê bibûn, 10 hezar kes bûn, lê niha Spaha Pasdaran a Îranê bi sûdwergirtin ji rewşa xerab a jiyana welatiyan ev hejmara gihîştandiye 25 hezar kesî û hemî mesrefa wan jî, ji aliyê Îranê ve tê dabînkirin. Eva di demekê de ye ku li Îranê de, ji ber nebûna hêlên kar, betalbûna karxaneyên pîşesazî, saziyên avedaniyê û givaşên navendên nizamî yên hikumetê yên hakim li ser welatiyan de, rewşa jiyan û aboriya wan rastî karesatên mirovî hatiye û tevî wan arîşeyan jî, hikûmet hemî serwet û samana wî welatî li “Syria” û welatên deverê de bo alîkariyên mîna beşdarîkirina di pirojeyên bînasazî û çêkirina avahiyan û birêvebirina devrên leşkerî û dana heqdestê bo milîşên xwe mesref dike.

Spaha Pasdarana Îranê ji rêya milîşên xwe ve şer û aloziyan di welatên herêmê de diafrîne û bi sûdwergirtin ji vê rêbazê, welatiyên desteng û bê ti bijardeyek din yên welatên mîna “Yaman”, “Syria” û “Afghanistan”, “Iraq” û “Palestine”ê bi danîna mercên mîna guhertina mesebê Sunî bo mesebê Şî`e, û dana heqdestekê bi wan bi perê xelkê Îranê, wuha wan neçar dikin da ku tevlî refên milîşên wan bibin. Hikûmeta Îranê bona pêkandina çend armancên qirêj ên xwe di deverê de wan alîkariyan dide xelkê “Syria” û welatên din, yek ji aliyekî dixwaze bineçarkirina ereban bi guhertina mesebê wan, demografiya herêmê biguhere û ji aliyeke din ve jî, bi vê rêyê şerê xwe yê bedel di derveyî sînorê Îranê bi rê ve bibe. Herwisa bi niqîzekirina hêzên Amerîkayê ji rêya milîşên xwe ve, dixwaze Amerîkayê neçar bike daku hêzên xwe li deverê vekişîne û derfetê bo cih û nifûza xwe di nav welatên herêmê de fireh û xurt bike û bi derxistina hêzên Amerîkayê bikare kiryarên têkderane û dije mirovî yên xwe bi bê tu metirsiyekê bi rê ve bibe.

Ji bo mînak di 11`ê Tîrmeha sala 2020`an de milîşên girêdayî Spaha Pasdaran êrîşî li ser meydana neftê ya bi navê “El-Emer” ya li nêzîkî Dêlezorê kirin û ev kiryara pareka piçûk ji êrîşên wan çekdaran bû ku li dijî hêzên Amerîkayê hat encamdan. Her Çavan Hikûmeta Îranê li “Syria”yê şerê xwê ê nerm bi rê ve dibe, her ev rêzbaza li “Afghanistanê de jî li dar xistiye. Li “Afghanistan”ê Hewzeyeke bi navê “Hewzeya Xatem El-Nebî” ava kiriye, ev hewzeya bi destê kompaniyayeke hevpar a “Iran” û “Afghanistan”ê hatiye çêkirin û herwisa ev hewzeya di bin berpirsatiya “Ayetûllah Şêx Asef Muhisnî”  berpirsê giştî yê melayên Şî`e ên “Afghanistan”ê  li bajarê “Kabul”ê dihate birêvebirin, li gor gotina Muhisinî eva mezintirîn hewzeye ku li Rojhilata Navîn de hatiye  çêkirin û vir hevdem 1500 xwandekar mejûlê hînbûna desrên mesebî dibin. Navbirî di axavtinên xwe de dabû zanîn ku welatiyên “Afghanistan”ê  hem ên Sunî meseb û hem jî ên  Şî`e meseb bi hev re vir mejûlê xwendina desrên olî dibin. Herwisa bo çêkirina vê hewzeyê bi qasî 13 milyûn Dollar pere hatiye serfkirin, ev pereya ji aliyê hikûmeta “Afghanistan”ê ve nehatiye dabînkirin.

Ayetûllah Muhisnî bixwe yek jî Şî`eyên girêdayî Îranê bû û Hikûmeta Îranê li rêya Alyetûla Muhsinî û vê hewzeyê karî welatiyên “Afghanistan”ê ên Sunî meseb, bi dana soz û qewlên cuda heta qasekî hem meseb bi wan bide guhertin hem jî demogirafiya welatê wan biguhere. Ji aliyekî din ve jî her ji rêya vê hewzeyê ve welatiyên “Afghanistan”ê ên desteng û hejar bi dana pereyek kêm, wan li welatên mîna “Yaman”, “Syria” û “Iraq”ê bo şerê bedel ê xwe bikar tîne. Hikûmeta Îranê piştî ku di şerê rasterast ê xwe li Syria û welatên herêm de zirarên canî û zirarên lojîstîkî dîtin ev rêbaza şerê nerim girte ber xwe û hewl da li her welatî de malbatên desteng û bê çare bi mercê guhertina meseb, ciwanên wan li hewzeyên Şî`eyan de werbigire û heqdestek kêm jî ji wan re diyarî bike, bi wî rengî wan bo berjewendiyên xwe yan hemen şerê bedel bikar bîne.

Di encamê de hikûmeta Îranê di bin siya birêvebirina kar û çalakaiyên çandî û kultûrî de, di welatên herêmê de hem destêverdanê di karûbarên welatan de dike û hemî demogirafiya welatan bi sûda xwe dide guhertin û ji aliyekî din ve jî, hem şerê nerim û hem şerê bedel yê xwe di herêmê de berdewam dike.

 

Ji bo şandina gotaran: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !