DESTANA HESEN Û TÊLI EYŞANÊ PISMAM Û DOTMAMÊ DÊMEZ OXLI

MIHEMED HEMKOÇER / DASTANA HESEN Û TÊLI EYŞANÊ PISMAM Û DOTMAMÊ DÊMEZ OXLI

JÊDER: ELIYÊ KAPÊ

 

Ey gelî birano, Eliyê kapê kê ji we re werê ser kilama guçik Hesen lawê Dêmez oxli, li bajarê Adeyamanê…

Dibêjin li bajarê Adiyamanê Ehmed begê kal û Hisên begê hebûn, ew herdu birayên hevdu bûn. Ehmed beg ji Hesen begê mezintir bû, lê belê qîzek Ehmed begê hebû, navê wê Têlieyşan bû û lawekî Dêmezoxli hebû û navê wî jî giçûk Hesen beg bû.

Ehmed begê bi birayê xwe Hesen begê re got: bira qîzek min heye û lawekî te heye, li şûn em deriyê xelkê vekin, ka em nikeha Têlieyşanê li ser guçik Hesen derxin û mila mal û milk û mêrasê me yek bimîne.

Hisên begê got: çima na, eger te ev yeka wiha dîtiye ez jî bi te re.

Daketin sûk û badistana, cihêz û rihel, çek û zêr ji bûk û zaveyê xwe re kirin û tiştê xwe anîn mal, zatir di navbera biran de qeleng û bêremliq nîn e.

Xwedê bi ya van kir û her yekî bi yê din re harî kir, hat sêra def û zurnê û dîlan ê digerê, ji nişkave xeber dan Hesen begê û gotin: bavê te nexweş ket doşeka mirinê.

Aman, ev çi mizgîn e, ev çi xeber e, hele def û dîlanê bisekinînin. Def û dîlan sekinî û çû cem bavê xwe, dê ha, dê ha pir ber xwe neda û ji duniyê bar kir.

Hesen begê sê mehan yasa bavê xwe kişand. Heval, dost, ehbab û cîran çûn cem û vê re gotin: guçik Hesen, kesî di pey miriyan re xweş mayî tune ye û ev rê ya me gişta ye.

Hesen begê sekir bi rastî jî wiha ye, rabû ji nû ve def û dîlan gerand, def lêdikeve, dîlan digere û Hesen î li ber mirazekî xwe ye, ê kê bi dotmama xwe re têkeve kêf û zewqan, dîsa ji nişkave meriyek hat û vê re got: Hesen beg diya te li ber candanê ye. Dîsa kir hawar û qêrî û got ev çi mizgîn e, çi hat serê min aman def, zurnê û dîlanê bisekinînin. Ew çû ber serê diya xwe, pir nema diya wî jî mir, diya xwe binax kir û sê mehên din jî yasa diya xwe kişand, bû şeş meh.

Şeş mehan şûnda Ehmed begê kal qerar danî ku çel roj û çel şevî def û dîlan bigere. Ehmed begê kal êkê kêf û meraqa temenê xwe giştî, di çel rojan de, di dewata biraziyê xwe û qîza xwe de bi hevgîne, zatir ji bilî wan kesî wî nemaye, def û dîlan qurmîş kirin.

Piştî dîlan gerî û def û zurne qurmîş bû, du kes fesat û hesûd û xêrnexwaz radibin û derin cem Temir paşa û rindbûna Têlieyşanê jê re xeber didin, dibêjin: Temir paşa li bajarê Adeyamanê qîzek Ehmed begê heye, tu ne nên bixwî ne jî avê vexwî , tu tim ji xwe re lê binêrî, tu ji rindbûna wê têr nabî, saykê xwedê bi kemala xwe çêkirî û bi rastî jî law ê te yî camêr û wê ve li yaqî hev in. Temirpaşa gotina wan kir bin kumê xwe û baxşîşek giran da wan û verê kirin.  Bang serdarê siwaran kir û got: tu dê sed siwarî bi xwe re bi rê bixî, tu dê herî bajarê yêdiyamanê, ser Ehmed begê kal, qirarê mehakê tu dê li wir rûnî, tu yê bixwî, vexwî, bikî, birjînî, biteşînî û zirarê pê bikî û tu dê werî rindbûna qîza wî Têlieyşanê ji min re xeber bidî.

Serdarê siwaran sed siwar bi xwe re bi rê kir û çû bajarê Adeyamanê ser Ehmed begê kal û qirarê mihekê bû mêvan. Dike, dixwe, dirjîne, diteşîne û zirarê pê dike û Hesen begê û Têlieyşanê herdiwan dibîne, lê sedike ku Têlieyşan çendî çeleng e, Hesen pismamê wê ji wê camêrtir û çelengtir e û herdu tayê hev in, li yaqî hev in û wek hev in. mehek derbas bû û xatirê xwe ji Ehmed begê xwest û bi siwarên xwe ve bi rê ket.

Bi rê ve serdarê siwaran bi siwarên xwe re got: em ê derin cem Temirpaşa lê kes çêra rindbûna Têlieyşanê nekin.

Siwaran got çima?

Serdarê siwaran got: hûn ê bêjin yeka reşa mor e, mîna erebek çolê ye, pîs a pintî ye û ne hêjayî çûndina me bû. Em ê bêjin du peya hatin ew vira kirin, fiqarenî bêkar bûn, zarokên wan birçî bûn, ew vira kirin ku tu çend qurşan bidî wan û pê nanî ji zarokên xwe re bibîn.

Siwaran got: ma tu çima vî aqlilî dikî..? Serdarê siwaran got: biraderino hûn hemû peya ne û we dît Têlieyşan û Hesen begê pismam dotmamê hev in, û herdu ji hev şîrîntir in û ez naxwazim destên wan bi gotina devê me ji hev biqete. Wî got tu zanî yê din got tu zanî, şora hemûyan hat ser hev û gotin em bi te re ne. Hatin gihîştin cem Temirpaşa û gotin: paşa ew herdu kesên ku hatine cem te û pesna Têlieyşanê ji te re dane fiqare û sîfîl ketibûn, ew vira kirin ku baxşîşekê ji te bibin û ji zarokê xwe re nanî bikirin. Têlieyşan li kû û rindbûn li ku, me dît mîna erebek çav şilotî, pîs, pintî tu naxwazî tu lê binihêrî. Temirpaşa înan kir û Têlieyşan ji bîr kir. Vêca piştî çend rojan ew herdu fesadên ku xeber dabûn Temirpaşa dîsa hatin û gotin: paşa me xeberek rind da te û em dibînin te qe tişt nekir! Temirpaşa got: min bihîst ne wek we gotibû ye!

Wan got: paşa, em ê li bin konê te bin û tu yê bi xwe herî bajarê Êdiyamanê rindbûna wê bibîne, eger gotina me vir be, were serê me qut bike. Vêca Temirpaşa serê sibê xet û mektûbek nivîsand û da dest du teteran û şandin bajarê Êdiyamanê ser Ehmed begê kal bavê Têlieyşanê.

sitran

 

go: ey de low, de low, de low, de low, de low, de low, de low

imrê min teba kiriye de law law

canê min nema telef kiriye de law law

pismamo mi qeda biribû de law law

de law law, de law law imrê mi temamkiriye de law law

vêca kekê dibê dilî mi dîn e

dilî min î bi kul e, ji kualn da bi xem e, ji xeman da bi birîn e

xwedê mala zor Temirpaşa bi sêrî da bişewtîne

ne li serî sibeda xet û mektûbekê yazmîş dikê û dinivisîne

didê dest du Teteran li bajarê adeyamanê xopan ji Ehmed begê kal re dişîne

silam û kilama yazmîş dikê tê da datîne

dibê mila Ehmed beg dest û lingêd Têlieyşana narîn hene kê, bi gumgumê timbilbaza, bi çîqeçîqê kumçeka, bi zîlqezîlqa dêlieliya, bi xurtexurta darê ruma, bi hawehawê egît û maxûla, bi pêncsed zavî dêrebegiya, mila guçik Hesen begê lawkê Dêmez oxlî bi kêlekê de û hûnê, mila bermalî ji min ra bişîne

li bin vî konî dîne

ji zîtê xwe nemîne

ay de law law, de law law, de law law…

imrê mi teba kiriye de law law

canê mi nema bi te ra de law law

vêca kekê dilî mi dîn e

ji xeman î bi kul e, ji kulan îbi birîn e

ê de xwedê mala Temirpaşa bi sêrî da bişewtîne

ne, mektûbê didê dest du Teteran li bajarê Adeyamanê ji Ehmed begê kal ra dişîne

Teterê dikin û dilezînin, rowê li rowê dixînin şevê li nav çavî şevê diqulibînin

xwe bi bajarê Adeyamanê cem Ehmed begê kal digînin

erê mektûbê li ser kaba Ehmed begê kal datînin

bi şûnda vedikşin û li qiyam disekinin, lê merî navsal bibê nikanê mektûbê bixwîne, çavêd wî yaziyê nabînin

Ehmed begê kal bi dengekî bang kir go: de law law, de law law guçik Hesen bego, biraziyê mino dilî min ji te ra dilekî dîn e

dilî min î bi kul e, ji kulan da yî bi xem e, ji xeman da yî bi birîn e

tu xêya Cebûlê giştî têkê nakewîne

hele were mektûba Temirpaşa vê sibê ji min ra hatiye, tu were serî sibeda vê zerfê ji dest min bibe û bidirîne

kaxezê ji îçê mektûbê bi derîne

mektûbê ji hev veke û saf bi saf, qor bi qor, yawaş yawaş, hûrik hûrik di xetan ra here, were ji min ra bixwîne

hele seke çi tê da heye ji apê xwe ra bigihîne

ay derdo, hay derdo derdî girano kes nebîne

vêca ne guçik Hesen beg lawkê Dêmez oxlî nikanê ermrê apê xwe bişkîne

mektûbê ji dest apê digrê, zerfê di ser ra didirîne

kaxez û rûpelê jê dertîne

saf bi saf, qor bi qor tê ra derê û tê, tê da îmza Temirpaşa dibîne

mala mi danî simêl bi ser lêvan da şikîne

talî, talî hêstirên xwînî bi ser hinarê rûyan da dibarîne

ji hêstiran nikanê mekyûbê bixwîne

Ehmed begê kal got: law guçik Hesen birazî tu meke melezîne

derdan ji min ra çê meke, kulan di hundir zikê min da damîne

min bi te ra got, serî sibeda şorekê duduwan bi apê kal bifehmîne

vêca mala mi danî, ne guçik hesen beg lawkê Dûmez oxlî benzê xwe lê qulibîne

talî talî, hûrik hûrik hêstirên xwînî bi ser hinarê rûyan dibarîne

wê çaxê ehmed begê kal bi dengekî bang kir go: lê de lê lê, de lê lê, de lê lê Têlieyşana minê tu bike û bilezîne

mektûba temirpaşa ê ji min ra hatiye, li serê vê sibê çavêd pismamê te hesen begê lawkê Dûmez oxlî ji hêstirên xwînî nabîne

tu were ji min ra qor bi qor, saf bi saf, satur bi satur tê ra here û were ji min ra bixwîne

şorekê duduwan bi bavê xwe yî kal vê sibê bifehmîne

ay derdo, ay derdo barî namûsê kes nebîne

vêca Têlieyşana narîn go: bûrin emrê bavê xwe naşkîne

ê ne bi ilwana giran, bi êrişa zabita, bi daqimê qumandara  devê xwe da periya odê, li pîşa bavê û Hesen begê, ji ser masan û textan mektûbê radikê û hiltîne

ê ne, qor bi qor saf bi saf di mekyûbê ra derê û tê, carekê li pismamê xwe dinirê, çavêd pismamê xwe hêstiran talî talî, hûrik hûrik bi ser rûyan da dibarîne

dibê law pismamo Hesen dilî min dêr e

mila rojek hilhata ji mala xwedê rojek bi xêr e

mila şewq û şemalê bida çar koşî dinê û koçka cinetê ciyê Muhemed riha wêr e

ê law pismam mala mi danî serê sibeda şîniya te bi ser min da daniye, nizanim te xêr e

vêca piştî qor bi qor mektûbê dixwînê

dibê wey law bavo, law bavo, law bavo…

dilî min ji te ra dilekî dîn e

mektûba zor Temirpaşa ji te ra şandiye, di sêrî da silam û kilam tê da daniye

dibê mila Ehmed beg dest û lingêd Têlieyşana narîn henekê, li hespekî çê siwar kê, bi gumpegumpa tumbilbaza, bi çîqeçîqê konîeka, bi zîlqezîlqa dêlieliyan, bi xurtexurta darî ruma, ureura ewladî dê û bava, bi pêncsed lawî deribegiyan û guçik Hesen begê lawkê dêmez oxlî, mila hefsarekî di sêrî kê li pê xwe bikşînê û ji min ra kole li ber malê dînê

ay derdo, ay derdo derdî bêdermano xwedê barê namûsê bi serê ti kesî da ne qulibîne

go: ay de law law, ay de law law pismam mi qeda biribo de law law

law law pismam dilî mi dêr e, sed carî dêr e

mila ar vêkevê beriya me, beriyek serberjêr e

lê diçêre pezê me yî nêr e

ê te mala mi danî mila rojek hilata ji mala xwedê weceh el xêr e

mila şewq û şemala xwe bida çar koşî dinê û koçka cinetê ciyê Muhemed ruha wêr e

e nizanim çi şîn û girî te bi ser min da haniye nizanim te xêr e

vêca guçik Hesen begê got: ê lê dotmam tu bike bilezîne

qêrinîkê li espeh dîne

mila dakevê yalî tewlê ji min ra nav û tengiya hespê bozîrewan, Dêlimeshanî çê bişidîne

bikşînê li ber kevrê bînekdaşê bisekinînê

ez kê lingan têkim zengiyan û rikêban û siwar bim li xan û zîn e

barî namûsê barekî giran e xwedê bi serê ti kesî da nîne

ez ê devê xwe bidim sefera Kormistkuv ber bi bajarê Misirê bigerînim, ê lê dotmam mila carek din çavêd min bajarê Adeyamanê qe nebîne

erê Têlieyşanê got: dilî min dem e

law law Heseno dilê min dem e

bejna min zirav e ji te ra li çerkem e

buharê hukum kiriye, çîçekên kesk û sor peqîne, li hev şidiyane û bax bi bax xwe dane cem e

ê law pismam were mere omidiya xwe ji min mebire, hetanî sefera qiyametê ez serê xwe dîdinim kêla kevirî û axa gorna ez dotmama te me

erê wê çaxê guçik Hesen beg dikê û dilezîne

bi xwe qêrinîkê li espeh datînê

dibê law espeho tu dakev yalî tewlê ji min ra nav û tengiya hespê bozî rewan Dêlimeshanî çê bişidîne

bikşîne li ber kevrê bînekdaşê bisekinîne

barî namûsê barekî giranî pir qewîn e

ez kê siwar bibim li xan û zîn e

devê xwe bidim kalebenda Bajarê Misirê, sefera Kormistkuv da bigerînim, mila çavêd min bajarê Adeyamana xopan qe nebîne

ne wê çaxê espeh dikê û dilezîne

dadikevê yalî tewlê jê ra nav û tengiya hespê bozîrewan Dêlimeshanî çê dişidîne

tînê li ber kevirê bînekdaşê disekinîne

tu were Têlieyşana narîn, êm ê hespê didizê û dibê di bin cih û yataqan da datîne

wexta guçik hesen kê siwar bibê li xan û zîn e

bala xwe didê yê êm ê hespê wî jê dizîne

hildikşê qesra rengîn daêra giran li ber serê dotmamê disekinê dibê: de rabe Têlieyşanê de rabe tu bike bilezîne

de rabe êmê hepê bi isti xîne

ez kê dakevim siwar bibim li xan û zîn e

ez kê berê xwe bidim bajarê Misirê sefera Kormistkuv mila çavêd min bajarê Adeyamanê qe nebîne

erê çiqasa li ber dotmamê digerê nikanê çarê li dotmamê bibîne

cih û yataqê bi xwe didê yanîkî û êmekê hespê ji bin derdixîn e

dibê û serê bi istiyê hespê dixîne

çalmîş lîwanê dikê, lingê xwe dikê rikêb û zengiyê dibê ya ellah û ya xwedê siwar dibê li xan û zîn e

ê ne mala mi danî tu were Têlieyşana narîn di çel û çar nêrdewanan ra dadikevê talî talî, hûrik hûrik hêstirên xwînî ji henarê rûyan da bi ser çavan da dibarîn e

dibê law pismam di ber ra

Heseno di ber ra law law mi qeda biro di ber ra

mila tu ji hesret hemêza dilê min ra biba têrekî hurî doxan xunav li pera

xerbî xunavê sibê bigirta li ser qanada û li hemû pera

ê law pismam tu kê kuva herê were dotmamê jî bibe bi xwe ra

erê wê çaxê guçik Hesen beg dikê û dilezîne

dibê lê dotmam tu di şûna xwe da bimîne

ê law birano zîn û zengiyan dikudîne

devê xwe bi bajarê Siwêrekê da digerîne

li orta bajarê Siwêrekê hespê xwe disekinîne

dibê law Siwêrekîno her yekî mirin pê şêrîn e

ya ji dê û bavên xwe xeyêdîne

ya jî, ji jiyana xwe ecizîne

werin xwe li ser min yazmîş bikin, ez kê devê xwe bidim sefera Kormistkuv mila mihê pêncî zêrî xwe di çavên min ra bi derîne

eger serî mihê bibe û qurişekî  kê kêm be mila di çavêd min re bi derîne

bajarê Siwêrekê bi qelem û divîtan sê ro, sê şevan di ber ra nagîne

erê taliya mêran netê ji bajarê Siwêrekê sê hezar siwar bi dertîne

erê bejna guçik Hesen zirav e ji tayê nefelê

derket ji bajarê Siwêrekê devê xwe da bajarê Êkiqabê, li bajarê Êkiqabê bang kir got: law Êkiqabîno dilî min dîn e, sed carî dîn e

dilî min î bi kul e, ji kulan da yî bi xem e, ji xeman î bi birîn e

welleh xayê Cebûlê gî têkeve nakewîne

hecî mirina xwe pê tobe û şêrîn e

yan ji dê û bavêd xwe xeyidîne

yan jî ji jiyana xwe ecizîne

mila werê xwe li ser min yazmîş bikê û binivisîne

mila mihê pêncî zêrî xwe di çavîd min ra bi derîne

bajarê Êkiqabê bi qelem û divîtan sê ro, sê şevan di ber ra nagîne

ne bala xwe dayê taliya camêran netê ji wir jî sê hezar peya hiltîne

erê bejna guçik Hesen zirav e ji tayê nefelê

ji wir derdikevê berê xwe didê bajarê Istembûlê

li bajarê Istembûlê, li mihela salihiyê li gokmeydanê disekinê dibê law Istembûlîno dilî min dîn e ji were sed carî dîn e

a bi serê min da hatiye xwedê bi serê kesî da nîne

hecî mirina xwe pê şêrîn e

yan jî ji dê û bavê xwe xeydîne

ya ji jiyana xwe ecizîne

mila werê xwe li ser min yazmîşkê û binivisîne

mila mihê pêncî zêrî xwe di çavê min ra bi derîne

ê ne bajarê Istembûlê bajarekî mezin e, ji derdê guçik Hesen begê ra her kes hêstira ji çavan dibarîne

ew jî bi qelem û divîtan sê ro, sê şevan di ber ra nagîne

ji wir jî sê hezar siwar ji nav wan vediqetîne

ji bajarê Istembûlê derket devê xwe da bajarê Diyarbekrê, sê hezar siwar ji wir jî bi xwe bi rê dixîne

carekê li dor xwe, li paş xwe dinirê sedikê deh û du hezar siwar ê sekinîne

erê bejna guçik Hesen begê zirav e ji tayê enabê

erê ji bajarê Diyarbekrê bi rê ket, devê xwe da bajarê Entabê, li Entabê li qehweciyekî bû mêvan, piştî sê ro, sê şevan go: law qehweciyo tu bike bilezîne

deftera xwe derxîne

heqê te ciye ji min bistîne

qehwecî got: law bira ez û te va bi hev ra qardaş axretîne

medemkî tu ev meriya ye here ji te ra oxir be ji oxira xwe memîne

erê bejna guçik Hesen zirav e ji tayî şîrazê

wê çaxê xatirê xwe ji qehwecî dixwazê

ji wir bi rê ket devê xwe da bajarê qoce Kilisê

li Kilisê li qehweciyekî dibe mêvan e

qirarê sê ro, sê şevan e

piştî sê ro, sê şevan bang qehwecî kir got: law qehewciyo tu bike bilezîne

deftera xwe der xe, qelemê xwe li ser dîne

hesabê xwe bi min ra bibîne

heqê te ciye ji min bistîne

wî jî vê ra got: ez û te va bi hev ra axret qardaşîne

medemkî tu merikî hana camêrî here xwedê îûê te rast hilîne

erê bejna guçik Hesen zirav e, ji tatê şîrazê

ji wir derket devê xwe da bajarê Tatliqê û bajarê Ezazê

ê ne di wir ra derbas dibê û devê xwe didê bajarê qoci Helebê, li Helebê li xancîbaşekî dibê mêvane

qirarê sê rojan û sê şevane

got: law xanciyo tu bike bilezîne

deftera xwe bi derxîne

qelemê xwe li ser dîne

hesabê xwe bi min ra bike û bibîne

bêje heqê te çiye ji min bibe û bistîne

xancî got: ez û te va bi hev ra axret qardaşîne

medemkî tu ev meriya ye tu yê hedyakî xwe li cem min rihîn dîne

wê çaxê guçik Hesen beg xencerê ji navê vedikê û li cem xêncî rihîn datîne

xatirê xwe jê dixwazê, ji Helebê derdikevê pêra pêra derbas dikê deşta Tatliqê û hêdî, hêdî xwe bi çayê Lêlûn digîne

derbas dikê deşta Cûmê û gundê qudret Hemamê, bêlanko, Îskelê qut dikê digînê pêla deryê û dengizê, xwe çedikê gemiyê û baxêrê, devê xwe didê bajarê Misirê êkê herê li Elopaşa bibê mêvan e

ÇÎROK

Piştî li gemiyê siwar bû, gemiyê av qelişand û çû gihîşt bajarê Misirê.

Li Misirê guçik Hesen begê deh û du hezar peya temî kir û got

  • Herin dakevin nav bajêr ci bi we gere dibe bikirin û her yek li şûn çadirekê du çadiran bikirin û hûnin li nik vî bajarî venin û berdin erdê.
  • Peya yên Hesen begê daketin nav bajarê Misirê nav sûk û badistanan, eger ci bi wan gerek bû kirîn û her yekî jî du çadir anîn li kêleka bajarê Misirê venan û li wir berdan erdê.
  • Êvar li guçik Hesen begê dahat, gûçik Hesen begê xwe berda nav bajêr û çû li qehweya dêlibaşa li ber masa ku Elopaşa her wexta ku tê qehwê li ber wê masê rûdinê, Guçik Hesen beg rûnişt.
  • Di hîngê de Reşkê Elopaşa li wir bû, bala xwe da guçik Hesen begê, camêrekî mirovayê tu qêmîş nake du caran li wî binihêre, hildipekê û derê cem Elopaşa, digihîne cem û dibêje
  • Paşa yê min nûha min mirovek dît hat qehwa dêlibaşa li ber masa ku tu tim li ber dadinişe, rûnişt. Lê belê ez ci ji we re bibêjim reng e ku bajarê Misirê cara ti kes bi camêriya wî nedîtiye?
  • Elopaşa li gotina Reşkê xwe maliq ma, cilên xwe yên paşetiyê ji xwe daynan, cil in din li xwe kirin, berê xwe da qehwa dêlibaşa û hat li ber wê masê, li cem Hesen begê rûnişt, lê belê mirovê mezin jî diyar e.
  • Hesen begê qehweyek jê re wesand û bi hev re ketin şoran. Elopaşa got
  • Bibexşîn, pirs ne şerm e, ma bi te re ci kes dibêjin û tu ji kûye! Hesen begê got
  • Bi min re dibêjin guçik Hesen beg, lawkê Dêmez oxlî ji bajarê Adeyamanê. Çendî xortekî camê û comred bû, Elopaşa aşq wî dibe û bi wî re dibe biraderekî dildurist û perwer.
  • Êdî rojek, dudu li bajarê Misirê di ser guçik Hesen begê re derbas dibin, derdê eşqê jî derdekî giran e, Têlieyşan bi bîra wî tê û her ku çû darivî û li ber xwe ket, bû nexwaşekî van ciyan, bi poz bigir can ê jê here.
  • Elopaşa hat li ber serê wî rûnişt, ger çiqas hekîm û tuxtirên wî bajarî hebûn, hemû wesandin û anîn ser Hesen begê, kesekî nikarî çareyek li nexwaşiya wî bidîta!

vêca li vir Elopaşa ê kê derdê guçik Hesen begê jê pirs bik, bi sitran tê gotin…

 SITRAN     

Go: ay de law law, de law law, de law law, de law law

Erê Elopaşa dibê law birayê minî axretê dilî min ji te ra dilekî dîn e

canê mi nema bi te ra, te bi hundir zikê min xist arekî giranî qewîn e

erê çiqas tuxtir û cerahên bajarê Misirê hene, Elopaşa li ser guçik Hesen begê kom dikê nikanê çarakê li derdê kekê xwe bibîne

dibê law keko dilî min ji te ra dilekî dîn e

xwedê kê tu yê ji min ra xeberdê derdê te çiye

Hesen begê got: law law keko derdî min derdekî giran e, ti derman li derdê min netê dîne

go: hele bêje, xwedê derd dane derman jî dayî, belkî ez li derdê te bikim şifa û derman e

Hesen begê got: ê law paşawo tu ji min nagerê derdê min derdekî yaxîn î giran e

ti ilac û derman li derdê min netê dîne

go: hele bêje derdê te ciye omidiya xwe qut make ji heyata dewra dinê ji xwedayê ezman e

Hesen begê got: law law paşawo derdê min zebeşekî ji zebeşê bajarê Diyarbekirê ye  tu ji tûlê biqtînê hûnê li ber serê mi dîne

Têlieyşana narîn keça Ehmed begê kal werê li ber serê min rûnê kêra qelemteraşê bikşîne

pê zebeşê Diyarbekrê perçekê dirûmê ortê jê bi derîne

sîh û sê pişkovên enterî Şamê li sîngê xwe vekê û wî dirûmî zêbeş têxê nav çiftê zoyê memikan û di nav da bigevizîne

kef kupikê lê bimeyînê hûnê li ser lêvên min tenik dîne

belkîm xwedê rebî alemê ji niva rih û cên bi min da bîne

ÇÎROK

Piştî Elopaşa derdê guçik Hesen begê zanî ciye, ji bin kon derket û çû qesra xwe, bi kerb û lez nameyek nivisand û tê da rewşa Hesen begê ji Têlieyşana narîn re xûya kir û li dawiyê jî gucilekî nameyê şewitand û li ser yek jî weneyê tevir û bêrê çê kir.

Di nameyê de nivisan dibû, ya tu bigihînî pismamê xwe yan tu negihînî wî û eger tu hat jî tu yê zebeşekî ji zebeşên Diyarbekrê bi xwe re bînî!

Nema da dest espehekî û jê re got

  • Li erdê, li ezmên tu yê vê nameyê bibî û herî xwe bi bajarê Adeyamanê bighînî cem Têlieyşana narîn qîza Ehmed begê kal, eger tu li derekê winda dikî, yan ji te bikevî, ya jî kes bi te re bibîne, ez ê li vegerê te çekim dara xaç û te bikujim.
  • Esbeh name rakir û ji bajarê Misirê bi rê ket û berê xwe da bajarê Adeyamanê. Êdî bi wextan dûr e, bi gotinan hûr e, roj li şevan xist û şev li rojan xist ta ku gihîşt bajarê Adeyamanê cem Têlieyşana narîn.
  • Name da dest Têlieyşanê û bi şûnda vegerî li ser dîwanê rûnişt. Têlieyşanê name vekir, berî bixwîne bi esbeh re got:
  • Wey ez bi qurban te û rûya ku tu jê de tê, name xwend sekir tê de hatiye nivîsandin guçik Hesen beg pismamê wê nexweş ketiye doşeka mirinê, ya tu bigîne wî yan na û li dawiyê sedikê li ser gucilekî nameyê tevir û bêr çêkiriye û gucilek jî hatiye şewitandin!
  • Têlieyşanê di cih de sê zêr derxistin da esbeh û jê re got
  • Min bi te û te bi xwedê, tu zû here ji min re daqimek dêlibaşa bi dirûtin bide û were. Û eger tu raza min bide ti kesî ez ê serê te jê bikim.
  • Esbeh xwe berda nav bajêr, cem terziyekî, daqimek dêlibaşa ji Têlieyşanê re bi dirûtin da û anî hat. Têlieyşanê daqima dêlibaşa li xwe kir, guliyên sor û semayî top kirin, û herduwan xwe berdan tewlê, du hesp çê derxistin, nav û tengiya wan şidandin, hekîbek zêr ji xeznê derxist û da bin xwe û bi rê ketin.
  • gava ku ji bajarê Adeyamanê derketin, Têlieyşanê bi esbeh re got
  • Esbeh heke kesekî ji te pirs kir û got ev kiye, tu dê ci jê re bibêje!
  • Esbeh got
  • Nizam
  • Têlieyşanê got
  • Bibêje ev Gênc axa ye
  • Esbeh got
  • Belê, xem nake …

Vêca guçik Hesen beg mêr bû, ewqas pasna camêriya wî dan û jê hez kirin, gelo wê Têlieyşanê çawa bibînin û çiqas ji wê hez bikin!?

êdî li vir bi sitran tê ser Têlieyşanê (Gênc axa)

 SITRAN

De law law, de law law, de law law, de law law

ne mila rok hilata ji yacî baxa

şewq û şemala xwe bida nav reza, serî şaxa

em werin ser kilama Gênc axa

Gênc axa dikê û dilezîne

zîn û zengiyan dikudîne

devê xwe didê bajarê Siwêreka xopan, li orta bajarê Siwêrekê disekinîne

bang dikê dibê law Siwêrekîno dilî mi ji we re dîne sed carî dîn e

ê ne dilî min î ji kulan da bi xem e, ji xeman da bi birîn e

welleh tu xê yê Cebûlê gî têkê nakewîne

a bi serê min da hatiye xwedê bi serê kesî da nîne

ez kê berê xwe bidim bajarê Misirê sefera Kormistkuv da bigerînim

ne mila carik di çavêd min bajarê Adeyamana xopan qe nebîne

her kesê mirina xwe pê şêrîn e

mila were xwe li ser min yazmîşkê û binivisîne

serî mihê qurişekî kê kêm be mila qusûr û eteba li min bibîne

ne bajarê Siwêrekê aşiq Gênc axa dibe sebir li ser kesî namîne

Têlieyşan sê ro, sê şevan di ber ra nagîne

bala xwe dayê talî netê sê hezar peya jê dertîne

dibê bejna Gênc axa zirav e ji tayê enabê

derket ji bajarê Siwêrekê devê xwe da bajarê Êkiqabê

go: law Êkiqabîno hecî mirina xwe pê şêrîn e

mila were xwe li ser min yazmîşkê û binivisîne

mila mihê pêncî zêrî di çavê min ra derîne

eger serî mihê zêreî yekî kêm be mila qusûran li min bibîne

bajarî Êkiqabê paşi nîn e

xwe li ser yazmîş dikin sê hezar siwaw jê hiltîne

go bejna Gênc axa zirav e ji tayê nefelê

derket ji bajarê Êkiqabê devê xwe da bajarê Istembûlê

ew jî li mihela salihiye hesê xwe disekinîne

dibê law Istembêlino bikin û bilezînin

hecî mirina xwe pê şêrîn e

yan ji jiyana xwe ecizîne

ya ji dê û bavêd xwe xeyidîne

mila were xwe li ser min binivsîne

mihê pêncî zêrî xwe di çavê min ra bi derîne

eger serê mihê zêrekî kê kêm be di çavêd min derîne

ji vir û wêda hêstirên xwînî li ser henarê rûyan dibarînin

bajarê Istembûlê mezin e bi qelem û divîta sê hezar siwar hiltîne

ê ne derket ji bajarê Istembûlê berê xwe da bajarê Diyarbekê sê hezar esker ji wir jî hiltîne

di pê ra dadikevê nav bax û baxça zebeşekî ji tûlê diqetîne

di îçî sandoq û çekmeciyan da datîne

teslîm esbeh dikê dibê law esbeho tu bike bilezîne

eger tu vî zebeşî li qezakê xîne

bi navê xwedê bê tu yê xwe dinyê nehesibîne

erê derdikevê ji bajarê Diyarbekrê li pê xwe dinirê ji siwaran erdê nabîne

erê bejna Gênc axa zirav e ji tayê enabê

berê xwe da bajarê Entabê ew jî li wî qehwecî bû mêvane

qirarê sê rowan sê şevane

bang qehwecî kir go: law qehweciyo tu bike bilezîne

qelem û divîta xwe derxîne

hesabê xwe bi min ra bibîne

heqê te ciye ji min bistîne

qehwecî got: law keko dilî min ji te ra dilekî dîn e

ez û te va bi hev ra axret qardaşîne

medemkî tu merîkî hana camêr e

mila li te helal bê here ji oxira xwe memîne

ji bajarê Entabê derket berê xwe da bajarê Kilisê li wir li wî qehwcî dibê mêvane

qirarê sê ro, sê şevane

bang qehwecî dike dibê law qehweciyo tu bike bilezîne

qelem û divîta xwe derîne

hesabê xwe bi min ra bibîne

heqê te çiye ji min bistîne

ew jî dibê law keko ez û te va bi hev ra axret qardaşîne

here ji te ra oxir be ji oxira xwe memîne

erê bejna Gênc axa zirav e ji tayî şîrazê

derket ji bajarê Kilisê berê xwe da nav Tatan û felehan û bajarê Ezazê

derbas dike deşta Tatliqê berê xwe didê bajarê qoci Helebê ew jî li xancîbaş dibê mêvan e

li wê xanê çavêd xwe li xencera pismêm dikevê û hêstirên xwînî talî talî bi henarêd rûyan da dibarîne

qirarê sê ro, sê şevan bi xêncî ra dibê law keko tu bike bilezîne

qelem û divîta xwe derxîne

hesabê xwe bi min ra bibîne

hesabê te çiye ji min bistîne

xêncî go: law keko ez û te va bi hev ra axret qardaşîne

xwesteka min tu yê rihîne xwe li cem min dîne

Têlieyşan xencera xwe ji navê vedikê bi kêlel a pismêm dixîne

erê xatirê xwe ji xêncî dixwazê

derdikevê ji bajarê Helebê derbas dikê deşta Tatliqqê hilkişî çû qut kir zinarê Lêlûn e

pêra derbas kir deşta Cûmê û Hemamê, Bêlanko, Îskelê û xwe gihand ber pêla deriyê û dengizê

ÇÊROK

Dema Têlieyşan û siwarên xwe gihîştin ber deryê û dengizê ku li gemiyê siwar bin û herin, serekê qubtanan jê re got

  • emir ji dewletê de hatiye ku em gemî û keşriyan rawestînin ji ber ku ba mekin e û pêl bilindin, Û ji ber wê jî sê mehan gemî girêf e.
  • Vêca Gênc axa di xwe de hiltê, datê sebir û aram li ser nemaye, her cara ku li nameye pismêm dinihêre, can jê diçe.
  • Çû cem qubtanê gemiyê û rewş û babeta xwe û pismêm jê re hewl da, qubtan, çû cem serekê qubtanan û got
  • Ez dê gemiyê bi rê xim
  • serekê qubtanan çiqas li ber wî da, çare nekir.
  • Gênc axa û deh û du hezar siwar li gemiyê nûştin û berê xwe dan bajarê Misirê.
  • Ji wextekê bi şûnda gihîştin bajarê Misirê û peya bûn, Gênc axa kir nekir ku hesabê gemiyê bide, qubtan razî nebû û got
  • Min gemî li ser xwe anî û ez ne poşmaan im, xatirê xwe ji hev xwestin û ji hev qetîn.
  • Li Misirê Gênc axa jî wek Hesen begê kir, bi peyayên xwe re got
  • Dakevin nav bajarê Misirê û ci bi we gerek e bikirin û her yek du kon xwe
  • Li ber destê êvarê peyayên Gênc axa li hember konên Hesen begê, wan jî bîst û çar hezar kon mîna sitêrkan berdan erdê û venan.
  • sibe vehat, tîrêjên rojê da ser bajarê Misirê, siwarên Hesen begê bala xwe danê ku li hember wan ewqas çadir deynane, çûn cem Hesen begê û jê re gotin
  • Axe, hele rabe li dor xwe binihêr, li hember me bi hezaran kon hatine venandin, reng e kesin hatine bi me re têkevin cengan!
  • Hesen begê got
  • Na na, cenga ci û tu yî li kû, sewdaliyên wek min pirin ka agir bi dilê kê ketiye wek min di vir re derketiye.
  • Ta wê hîngê Têlieyşana narîn bi navê Gênc axa nameyek nivisand û ji guçik Hesen begê re şand, tê da dibê fermo li cem min bibe mêvan, nanek me bixwe, qehweyek me vexwe bira di navbera me de bi nan û xê be.
  • name gihîşt Hesen begê, Hesen begê name xwend û bersiva xwe bi nameyekê da û tê de got
  • Bibexşînin ez nexwaş im, ez nikarim werim, lê belê bi serdarê siwarn re got
  • tu dê sed siwaran bi kêlek xwe xe û li şûn min li wî bibe mêvan, bi edeb û terbiya herin pariyek nanî wî bixun û vegerin.
  • Serdarê siwaran sed siwar veqtand û çûn, nan xwarin , qehweyek xwe vexwarrin û vegerîn.
  • Gênc axa di cih de nameyek din ji Hesen begê re bi rê kir, Hesen begê name xwand û got
  • Nexwe me nanê wî xwar divê ku em jî nanek xwe bi wî bidin xwarin, rabû name lê vegerand û tê de got
  • Fermo tu jî li me bibe mêvan.
  • Gênc axa bi tena xwe bi rê ket, tenê espeh bi xwe re anî û sandoqa zêbeş da dest wî.
  • Gênc axa hat derbas bin konê Hesen begê bû, bala xwe dayê ku mirovekî di nav cih û nivînan de, silav da wî û li cem rûnşt.

Li vir Hesen beg bi dengekî bang dike ê kê bibê tu ji kûye…

SITRAN     

go: law mêvano de law law, de law law serê min bi qurbano de law law

go: law mêvano de law law mi qeda biro de law law

dostê minî axretê de law law, de law law

go: law mêvano dilî min ji te ra dilekî dil dibê ye

ne eybi ji pirsan nabin xwedê kê tu yê ji min re xweberdê bi te ra çi kes dibên û tu lawê kê ye û tu ji kûderê ye

Têlieyşanê got: bi min re dibên Gênc axa ji bajarê Adeyamanê ye

Hesen got: haşayî te tu viran dikî, ez bi xwe ji wir im, ji zarokê heft salî hetanî heftê salî ez nas dikin min cara tu li wir nediye

go: law keko bi xwedê bê ev şeş mihene ez hatime bajarê Adeyamanê di qesra guçik Hesen begê da rûniştime

Hesen begê got: medemkî şeş mihene tu hatiye rast e, li te bimbarekî bê, bes xwedê kê tu yê ji min ra xeberdê Têlieyşana narîn qîza Ehmed begê kal, serbaşa lewenda, çira şevreşa, mûm û şemedana qndîla, melhema birîna, ez nizanim Temirpaşa bir li hîn sekiniye

  1. law Hesen bego de law law, de law law, de law law

go: dilî min ji te ra dilekî dîn e

dilî min î bi kul e, ji kulan da yî bi xem e, ji xeman da yî bi birîn e

ma ê wekî Temirpaşa mane Têlieyşanê bibin, Têlieyşana narîn vî canî bi xwe biriye, go: kekê î tu bi eşq û meraqê herê bi xwe bibê, î ku bibê jî xwe bibê jî bi xwe werê li ber serê me ra rûne

wexta ku wê şorê dikê canê Hesen begê li qirtikê diskinîne

mala mi danê dibê xitexirta canê nazikî nazgiran yawaş yawaş kûrikê dikişîne

çavêd reş ûbelek ber xezal vebûne

Têlieyşanê got: hey wax, hey wax mila dotmam bimre law pismamo ji ber te va qe nemîne

wê çaxê qêrinîkê li esbeh datîne

dibê law esbeho tu bike bilezîne

zû be li ecele istiyê xwe bişkîne

zebeşê Diyarbekrê bi min gîne

esbeh li ecele zebeşê Diyarbekrê ji sandoqê dertîne

li pîşa Têlieyşana narîn datîne

Têlieyşan kêra qelem teraşê dertîne

li orta zebeşê Diyarbekrê dixê, dibê xurpexurpa zêbeş û durûmê ortê ji derdixîne

sîh û sê pişkovên enterî Şamê vedikê, durûmê zêbeş di orta çiftê zoyê memikan da digevizîne

kef û kopikê lê dimeyîne

li ser lêvên tenik datîne

kekê xwedê ji nuva can û rih pê tîne

go: dilê mi hanî, dilê mi hanî

xwedê ji nuva can û rih pêda anî

go: law pismam dilê min dem e

bejna min zirav e ji te ra li çerkem e

buharê hukum kirî gulên reza xwe bax bi bax dane cem e

min bi te ra negot hetanî ez serê xwe dîdinim delav û gêçûta mirinê sefera qiyametê omidiya xwe ji min mebir ez dotmama te me

ay de law law, de law law imrê min teba kirî canê min

nema bi te ra de law law .

 

Ji bo şandina gotaran: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !